Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
ji topa futbolê ya teqîyayî topek nû çêkirin - tirşik
ji topa futbolê ya teqîyayî topek nû çêkirin
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kareke hostayî ya zarokatiya me bû.



zarokatiya me de me encax dikariya topên erzan yên bêxêr bikirin. ew topên weke balonan zûzûka diteqiyan. carina kelaşê topeke teqiyayî ya futbolê ya biqalîte diket destê me û poşman dibû.

wê demê me wê topê tamîr dikir. wisa:

te dît, topên futbolê ji şeş-goşeyan pêk tê ku ev şeş-goşe reş û spî ne. me şeşgoşeya ku subapa topê jî li ser e, jêdikir, derdixist û diavêt. paşê me hewayê yek ji topên xwe yên erzan û bêqalîte jê vala dikir û dixist nav vê topa biqalîte ya teqiyayî de. me topa xwe ya saxlem di nava topa xwe ya teqîyayî de pif dikir bi vî awayî topa teqîyayî jî pif dibû û dîsa dibû girover. paşê me parçeya ku me jê derxistibû dianî û subapa wê ya ku aliyê hundirîn de ye, jê dikir û diavêt: ji bo ku ji ber hebûna vê subapa bêkêr, şikla topê xera nabe. dûre me vê parçeyê jî dîsa datinî li cihê wê û bi derzî û tayek didûrî û ser de bi zeliqokekê pêve datinî.



bi vî awayî em dibûn xwediyê topeke biqalîte ku zû zû nateqe.

him çêkirina wê him jî pê lîstina wê gelekî xweş bû.



30.11.2013 17:09 | simurg56

2. her wiha xebata ku nîşan dide ka çima bûme cerrah, e *



30.11.2013 17:11 | simurg56

3. (bnr: mijarên ku kes nizane behsa çi dikin)

gelo hûn dixwazin vê bêjin; (bnr: ji tala teqiyayî çêkirina taleke nû)



30.11.2013 17:27 | endazer

4. (bnr: albertê einstein yê kercewsî)



30.11.2013 23:57 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» topa xwedê
» nûçeya tirşikê di basnewsê de
» çêkirina mêst

Kategoriyên mijarê:: jiyan zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî