Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mehmet atlı - tirşik
mehmet atlı
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. muzîkjen û stranbêjê hêja yê Amedî ye. du albumên wî hene ku navên wan jehr û wenda ne.



15.06.2013 00:25 | azadixwaz

2. rûyê hêvî û ronahiyê ye ji bo siberoja mûzîka kurdî ya modern.. ne tenê bi dengê xwe yê xweş û şîfonî herwiha bi stîla xwe û bi cihdan û qedirandina helbestên şairên kurd ya di stranên xwe de jî gavek du gavan li pêşiya stranbêjên hemta û hempîşeyên xwe ye.. tevî mûzîsyeniya xwe eger ez ne şaş bim li zanîngeha artûklûyê di beşa avahîsazîyê de jî akademîsyen e.. heta niha beşdarî çend aheng û konsertên vî camêrî bûme û bi dilek saf û paqij dikarim bêjim ku performansa wî ya ser sehnê ji ya qeydên stûdyoyê sed qetî xweştir e.. ji albûma xwe ya dawîn ji bo stran pismamo -ku beşek ji helbesteka cegerxwîn e- vîdeo-klîbek ku ji ber dîmenên kurtefîlma derhênerê kurd arîn înan arslan ya bi navê sî û bayê hatiye girtin amade kiriye.. dema mirov darî vê vîdeo-klîbê bike ne mimkun e ku xwe ragire û negirî..



15.06.2013 23:37 | endazer

3. çima mûzîka rêzefîlma trt6ê, cîran cîranê çêkiriye nizanim.

min jê hêvî nedikir lê dîsa jî can e.



22.06.2013 23:34 | simurg56

4. STRANBÊJEKI NÛJEN E Û HER WISA. LI ZANÎNGEHA MARDIN ARTUKLU'YÊ DI BEŞA MÎMARÎYÊ DE HÎNDEKAR E.



EV JÎ cV'YA CAMÊR E:



http://mimarlikfak.artuklu.edu.tr/cv_matli/



22.07.2013 04:16 | seydayê_peyvan

5. malpera wî ya fermî ev e: http://mehmetatli.com/

û mixabin weke malperên piranita hunermendên kurd, bi tirkî ye.



30.08.2013 10:24 | simurg56

6. bi eslê xwe zaza ye û hinek stranên xwe yên bi kurmancî û zazakî wî bi xwe nivîsandine, lê qasê zanim baş bi kurmancî nizane. ji ber wê yekê jî gotinên hin stranên wî hinekî qels bin jî bi deng û şêwaza xwe vê yekê zêde nade hîskirin.



30.08.2013 12:01 | azadixwaz

7. stranbêjê ku ew stranên kevn û kevnare bi şêwazê xwe yê resen ve ji nû ve şîrove û zindî dike ye.



20.12.2013 20:19 | azad zagros

8. (bnr: birîn)



20.01.2014 15:29 | endazer

9. stranbêjêk kurdî yan modernê. ye.dengê wi wek qadifê ye,narîn ê.nav zaza û kurmancan mezin buyê.lewma zazakî jî kurdî jî dizane.carna dengê wi meriv dike melankolî ye. (bnr: dengê dilemin)



03.02.2014 14:22 | maryam

10. helbesta arjen arî a (bnr: "mihemedo") çawa beste kiriye ez ecêb dimênim. coş û kerb hev re didê me.



25.02.2014 23:54 | rêzan

11. li gorî kurtepistên kulîsên fakûlteya mîmariya zanîngeha artukluyê, albûma wî ya sêyê ya solo di rê de ye.. kemal varolê şair ê hemşeriyê wî jî wê rojê li ser hesabê xwe yê facebookê gotibû; min guhdarî çend stranên ji albÛma nû ya memet atlı kir, ya rebbî şikrê te hemdê te ji bo dengê mehmet atlı!



nimûneyek ji albûma nû;



23.04.2014 23:20 | endazer

12. di muzîka kurdî ya nûjen de stranbêje ku ez herî zêde serkeftî dibînim û jê hez dikim e.

(bnr: bê zeman bê ziman)

(bnr: mihemedo)



23.04.2014 23:36 | oxir

13. dibêjin hindik maye ku albûma wî derbiçe lê ev çend meh in hêj tiştek tune ye. em li bendî ne.



23.05.2014 11:27 | kurê xelkê

14. albûma wî ya bi navê birîn derkete çend ro berî.



di vî albÛmê da cara yekem stiraneke tirkî digotiye û wek yên din vî stranî jî pir xweş gotiye. a ji we ra lînka wî



13.06.2014 16:01 | kurê xelkê

15. çend stranên wî yên ji albûma sêyem ya bi navê birÎn ketine ser youtubeê.. ji xwe hêj albûm derneketî kavo û birÎn ketibûn ser youtubeê Û ruşda xwe selimandibûn, van çend rojên dawîn çend stranên dÎ yên ji albûmê yên wekê karanfil eker misin, pêşiya malê, gula ber bîna min, talde jî ketine ser youtubeê.. min guhdarî kir kêfa min ji herdu stranên ewil, karanfil eker misin û pêşiya malê re hat, gula ber bîna min jî ne xirab e lê talde biçekî zêde amator dixweyê û ne gotinên stranê û ne jî mûzîk û melodiya stranê, çênebûye..

mehmet atlı - pêşiya malê;



14.06.2014 05:25 | endazer

16. piştî albûma wî ya sêyem min di ber xwe de go; xwezî bi stranên gelêrî, xwezî bi helbestên arjen arî û heft xwelî li serê stranbêjên ku nedizanin bi kurdî biaxivin û nedizanin gotinên stranan binivîsin..



14.06.2014 05:28 | endazer

17. û ji lînka jêr heçiyê dixwaze dikare sohbeta wî ya li ser açık radyoyê ya bi naim dilmener re guhdarî bike;



14.06.2014 05:32 | endazer

18. mehmet atli ew stranbêjê zaza ye ku jê re bûye adet, her ku di bernameyên %100 kurdî de derdikeve ser dikê di navbera stranan de 10 - 15 deqîqe direqîne tirkî û bi tirkî diaxive û dema yek ji temaşevanan ji ber axaftina wî ya tirkî aciziya xwe tîne ziman, dibêje "ez zazakî çêtir zanim, hûn zazakî fêm nakin loma ez bi tirkî diaxivim." lê di bernameya bîranîna arjen arî de -li navenda çand û hunerê ya cegerxwîn- temaşevanê xwe aciz kiribû gotê "ez zazakî zon" û bi zazakî reqandê û got madem zazakî çêtir zanî zazakî biaxive, ne bi tirkî



14.06.2014 10:53 | kardoxî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmet ali konar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî