Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 65 peyam
dilxwaz - tirşik
dilxwaz
(0) (0) ecêb (0) (1)
di mijarê de bigere

1. jan dost li ser vê peyvê di nivîseka xwe de dibêje;



''Di ferhengan de mirov rastî van peyvên klasîk yên ku wateyên wan ji bîr bûne, nabe, loma jî em mecbûrî nivîsên berê ne ku ronahiyê diavêjin ser. Dilxwaz di wateya xwe ya zimanî de: Xwesteka dil e. Lê ku min wisa şirove kir, dilê min nekete cih. Min dizanibû ku divê wateyeke din hebe. Xanî peyvan wisa beradayî nabêje.

Di pirtûka mele mehmûdê bayezîdî adat û risûmatnameê ekradiye de, Mela Mehmûd dibêje: Bi xeyrî ji wan şetrenc û dame û gustêr, evne jî heyîne. Bi şertekî malûm dilîzin. Û yaxûd nemalûm (Dilxwaz) dilîzin. Her çî kesê ew lîz bir ew her çî ko dilê wî bixwaze distînin. Mesela: Hespêd qenc û tiştêd nadir distînin. Dibe ko di şertê Dilxwaz keçan jî distînin. Xweha wî weya keç a wî distînin. Nikul (vegera ji sozê, gotin erebî ye. J. Dost) di şertê Dilxwazîdanî nabitin. Her çî bixwaze elbette dê bidinê.

Li vir êdî me nas kir mebesta Xanî ji wê gotina Dilxwaz çi ye!''



Di malika 1691`ê ya mem û zînê de ehmedê Xanî li ser zimanê Bekoyê Ewan dibêje:



Şertê xwe ji wî bixwaze Dilxwaz

Dê keşfî bibit heqîqeta raz



Li vir Beko ji mîr Ezdîn re wiha dibêje, ew dixwaze lîstika şetrencê dest pê bibe û bila li ser şertê Dilxwaz were lîstin. Da ku Memo raza dilê xwe muheqqeq ji mîr re bibêje.



herwiha (bnr: şandilxwaz)



2013.12.01-03:02 | endazer

dengdanên dawîn (Yên Din..)
duçerxe [2]
bi îngîlîzî bicycle an jî bike. bi-cycle yanî cot-gir...
altan tan [1]
Derbarê vî mîjarê de wek @hespêsor difikirim.Tişta ku dixwazim lê zêde...
motîvasyona misilmanên serhişk [1]
Dijûn kirina fila û êzidiya. Hin kurdên ku serê wan bi olê hatiye şuşt...
li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [11]
Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
gnossienne no1 [2]
berhemek Erik sate, her wiha beşên wê ên 2 û 3an jî heye, berhemekê bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilxwaz

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanbiwej zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî