Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
xeyalê zill - tirşik
xeyalê zill
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. jan dost di nivîseka xwe ya li ser zimanê mem û zînê de wiha dibêje;



''Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de, wekî me di quncikê xwe yê 10`ê gulanê de nivîsî bû, gelek durr û mirwarî hene ku mixabin em peyrewên bavê kurdayetiyê, me hîn ew ji sedefa wan dernexistiye û li ber tavika lêkolîneke bi rêk û pêk nedaye nîşandan.



Ji van durr û gewherên giranbuha peyva “XEYALÊ ZILL” e ku di malika (2590 çapa J. DOST û HEJAR. 2592 çapa Emînê OSMAN. 2591 çapa Perwîzê CÎHANÎ) de tê.

Malik di Mem û Zînê de wisa ye:



A`lem ku wekî xeyalê zill e

Sani` bi xwe hadî û muzill e



Di şiroveyên P. Cîhanî û H. Mukriyanî û E. Osman de ev peyv bi çewtî hatiye famkirin û watekirin jî. Li ba Emînê Osman wateya wê wisa ye: Xeyalê Zill: nîşana malxolîyê!! Reş, sî!!! (1).



Li ba P. Cîhanî: Tenê peyva zill hatiye şirovekirin bi wateya sî, sîber (2) ango ne ku xeyalê zill bi serê xwe têgehek hevgirtî ye.



Li ba H. Mukriyanî jî tenê peyva xeyal bi vî rengî hatiye şirovekirin: Xeyal: hizr û bîr, tarmayî (3) (tarmayî ango reşikê ku bi şev li ber çavan xuya dibe. J.D)



Li ba M. Emîn Bozarslan nîvmalika serî wisa hatiye wergerandin lê bêyî ku şirove bibe:

Àlem ki bir hayalî gölge gibidir. (4)



Bi dîtina min û li gor tirkiya ku ez pir hindikî jê dizanim divê wisa bûya: Hayal gölgesi, yan jî: Gölge hayali. Di tirkî de ji wê lîstika dîrokî re dibêjin: gölge oyunu. Diviya bû Bozarslan wisa wergerandibûya.



Îca xeyalê Zill çi ye?



Di koka xwe de, ev huner berî hezar salî li welatê Çînê peyda bûye. Di Çînî Çaw tiz muso dibêjinê, ango tilîyên cadûker yan sihêrbaz. Li gor lêkolîneran, Muxulan ew ji çîniyan wergirtine û anîne Asyaya Navîn.



Xuya dibe ku ev huner li Kurdistanê jî ji kevin de hatiye naskirin, vaye di Mem û Zînê de heye, her wiha Evliya Çelebî jî (1611-1682) di Seyahatnameya xwe de dibêje ku xeyalê zill gelekî naskirî bû heta li bajarên mîna Bursa û Erzeromê jî!!



Ev quncik têra behskirina dîroka vê hunerê û belavbûna wê ya li Rojhilat û Kurdistanê nake, lê hêja ye em bibêjin ku xeyalê Zill gotineke erebî ye, wateya wê: xeyalê siyê ye, hinek dibêjin: zill elxeyal, yanî siya xeyalê. Bi her halî ew çê li Karagoz û Hacîvat dikin, ku du karekterên navdar bûn di vê lîstikê de û çîroka wan jî ku çawa Siltanê Osmanî Orhan (1324-1362) ew di dema avakirina Camiya Bursa de kuştine, çîrokek naskirî ye û xwendevan dikarin di înternetê de lê bigerin.



Di vir de, mebesta Xanî ew e ku dinya bi xwe jî mîna lîstika Karagoz û Hacîvat e. Çawa ku Karagoz û hevalê xwe ne azad in di kiryar û gotinên xwe de, û hereket û tevgera wan di destê lîstikvan de ye, wisa mirov jî bêyî vîna xwe ne, ew çi dikin di destê Xwedê de ye. Eger dem hebe em dê li vê mijarê vegerin.



01.12.2013 03:06 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xeyalên wek ezê rojekê bo tirşîkê têra ansîklopedîyekê tiştên bi kêr binîvîsim

Kategoriyên mijarê:: weje zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî