Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dêrsim - tirşik
dêrsim
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarek ji bajarên bakurê kurdistanê ye. ez şaş mame ku li ser tirşikê mijara xarpêt hatiye vekirin, lê vekirina mijara dêrsim maye qismeta min.



01.12.2013 14:48 | ozmoz

2. Bajarekê kû hê jî min fêm nekiriye ka çawa dikarin yekê weka kamer genç bikin paRlementer. Yek oya eronat û yek kamer genç.YEK JI Dêrsîmê YEK JI AMEDê..Ev herdû çiqasî ser hevdû ve diçin.



01.12.2013 23:22 | nan û av

3. bajarê ku li gorî nûçeyên îro yên rojnameyan, çar celladên wê yên ku di dema komkujiya dêrsimê de destê xwe li xwîna xelkê dêrsimê gerandine, ji bo fîlma vê taliyê ya derhênera kurd, nezahat gündoğanê, ya bi navê hay way zamanê axivîne..

min bi xwe seyra belgefîlmê nekiriye lê ji beyanên celladekî ku bi xwe jî bi eslê xwe elewî ye yên li ser çapemeniyê derktîn dibêje ku fermandarê me hingî ji me re digot li ser rûyê erdêçar cure xayîn hene; gur, mişk, beraz û kurd.. divê hûn kitê ji wan nehêlin, divê hûn tovê wan biqelînin..

lê tabî yên ku ev qetlîam û kitnemîn di serê xelkê dêrsimê de ji bo nasnameya wê ya kurd û elewî anîn, îro jî ji gora xwe derkevin û bêjin me kuta diya bav û bavpÎrkalikên kemal kılıçdaroğlu û kamer genç û xwelîserên din yên bi pey qûn û dûvikê chp û çepa tirk ketine, dîsa ev kesên min navê wan dayîn tevzê nadin xwe, deng ji xwe dernayêxin, wekê bênamûsekî wê serê xwe têxin di nav teşkên xwe de.. çima? çimkî eyarê bênamûsan fireh e.. îro jî wekîlê dêrsimê yê ji chpê, kamer genc derketiye û gotiye qubleta me anıtkabir e, û xelkê dêrsimê di hilbijartinên bihurî de şûna ferhat tunçev şîrheramê he kirin wekîlê xwe..



03.12.2013 01:29 | endazer

5. di aliyê îdeolojiyan de nabêjim, lê di aliyê mirovahiyê de welatê mirovên herî bi xîret, herî bi rûmet û herî wêrek e. min heya niha mirovên pûç ên her bajarî dîtiye. lê dêrsimîyan de hê min kesekî/ê pûç nedîtiye.



26.01.2015 20:10 | nazim tolhildan

6. dêrsim bi her awayî "daxistina ser çokan a gelekî" ye. gava meriv li rewşa kurdan dinêre asta serkeftina dagirker dibîne.



19.03.2015 15:14 | remlavêj

7. bajarê gorbihuşt dr. Şivan e. axx ji wî mêrî re ku bêwext mir û welatê xwe sêwî hişt.



02.04.2015 00:44 | serhednişîn

8. evrodi dersa înqilab ê da mamoste ji hevalekê min ê dersîmî pirsî tu ji ku yî û dema got dêrsîm mamoste digot "mersîn" hevalê min digot "dersîm" mamoste digot "mersîn".dumahîkê mamoste famkir û got "haaaaa tuncelî" *



02.04.2015 14:53 | vêca çiyeeee

9. Li Kurdistanê ji bo kampê bajarê herî guncaw e. Min niyet e ku îsal bi hevalan re herim lê heval her û her paşde dixin. Hindik maye ku tenê herim



15.08.2016 23:01 | mergehez

10. bajarê ku vê havînê weke 2 rojan fersenda min çê bû û çûm. rojekê li geliyê pülümürê heya navenda dêrsîmê geriyam. roja din jî li dêsîmê heya ovacixê geriyam. her çiqas ava wê sar be jî min nekarî xwe bigrim û dawiyê de cilûbergên xwe xist, ketim ava munzurê. wellehî geliyê munzurê ewqas xweşe ku tu yê bêjî qey ne ji dinyê ye, quncikêk ji bihûştê ye.



02.09.2016 12:05 | nazim tolhildan

11. bi rastî welatîyen wî navçe gellek tembelin û xwe qayilîne (weku kemalisten) . gawa ku tu bi wan ra gotubej dikî hertim gotînen wan hene ku dijî gotinen te bibejîn û muxalîfî bikin. hema hema giştî bi mijula sîyasete sosyalîstî yan jî ûtopî bûne û gelemperîya wan jî tevli hevî kemalîstan bûne, çanden xwe ji bîr kirine û nadin haydarîyen xwe li serê çandan xwe. ne elewîyatîya wan maye nejî kurdî/zazatî ya wan maye. zaroken xwe ferê çanden xwe nakin û heta zarok nakin. gellek dibejin ku gelê dersîm pir xwendine, lê mixabin bi piranî armanca jortirîna wan memur u mamoste felan felan bûn e, û min qet yekî ji wan nedît ku haydarîye xwe li serê mijara cidî û bikêrhetî bide û bixebite.



05.12.2018 22:15 ~2018.12.06 00:19 | tekoser

12. Keviran mavejine dêrsimê. Bakûr hemû werg e.



06.12.2018 10:57 | cinorek

13. Salvegera 83. Ya komkujiya Dêrsimê ye.
Li gorî Dêrsimiyan ji 70.000 î zêdetir kes di komkujiyê de hatine qetilkirin. Serkeftineke mezin bû ji bo Kemalîstan ku heta çend sal berê jî Dêrsimî bi piranî piştgirên rejîma wan bûn. Başe rewş niha gelekî guheriye di wî warî de.
Here lînkê



05.05.2020 02:53 | afa

14. Bajarê ku niştecihên wê vêga bûne kemalîst û çepgir. Ew elawiyên vî bajarî 12 melayê li kerbela hatine kuştin, ev 1400 sale ji bîr nekirine, lê 70 hezar kurdê 80 sal berê hatine kuştin, digel kujerê wan ji bîr kirine. Îroj jî bûne piştgirê kujerê gelê xwe. Birastî tenê bişaftin û serşûştin dikare vê yekê bike.



05.05.2020 04:14 | tîrêj zana 21

15. dişewite.



28.08.2021 03:01 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dêrsimija porsûre

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî