Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 76 peyam
wawik - tirşik
wawik
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. heywanên ku min navê wê bi saya bernameyek trt 6ê (çivîk û wawikan) hîn kir.

min navê wan weke çeqel dizanî. ji bo heywanek wisa hov, çima navek wisa şêrîn û şekir danîne nizanim.



01.12.2013 15:36 | simurg56

2. peyva ku li gor texmîna min ji "waow" tê ye. waowik. yanê waow a biçûk.

(bnr: tezên fantastîk yên derheqê etîmolojiyê de)



01.12.2013 21:26 | brusk56

3. em ji bo têjikên kûçikan bikar tînin lê hîn bûm ku ji çeqalan ra jî dibêjin wawik.



11.05.2020 22:39 ~22:39 | bûtîmar

4. Gotina ku ji zarokatiyê de dizanim. Dema kalik (dede) ji pîrik(nene) re xewer digotî vê gotinê jî dikartînî. an jî di nava dijûnan gundiyan de derbas dibû.
Wekî:
Kalik: -fafik, tattik, wawik, kerrê mala kamûnê allê, roj çû ava te tasek av neanî ji min ra, ji şixûlê ez mirim ber tavê. Jinên xelkê bi rê de diçin, ya me tot dibe.
Pîrik: malxerabo, cehimiyo, mala te neşewitiyo, xwe bigihînîm kîjan karî ku tasek avê binîm te, ez li dereke sekinîme, rûniştime tu bêwextî şoran dikî.



03.07.2022 01:28 | çomo

5. Navekî xweş e û bilêvkirina wî jî xweş e, Mîna wisiv.



04.07.2022 13:46 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» wawik

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî