Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    teoriya werarê - tirşik
    teoriya werarê
    (8) (3) ecêb (0) (13)
    di mijarê de bigere

    1. (bnr: evolution)

    teoriya ku îdîa dike ku çavkaniya cinsên giyandaran/candaran rave dike.

    berevajî baweriyan ev teorî derbarê afirîn û pêkhatina can û giyana ewil, tiştekî nabêje.

    tenê dibêje ku ji candara ewil bi falan û fîlan awayî nifş û cinsên cûda cûda peyda bûne.



    2013.12.01-22:12 | simurg56

    2. ya ku nîşan dide ku hemû cûrê insên kokê xwe ji afrîkayê digre. bi gotinek din, ji bingehê, em hemû afrîkayîne. heke yek ji vê bawer bike, êdî nekare ku bibêjê nijadê min ji te çêtir û qiymettir e: ji ber ku, em bîzat di eynê riyê de hatine.



    2014.05.16-13:08 | ervah.azad

    3. teorîya evrîmê eve bu kurdî :d mixabin ji vê kelama hatî nivîsandin jî mirov dikarê bizane tiştên hatî nivîsandin çiqas vala u pûçe. pêşîyê teorîya werarê nabêje mirov ji meymunan tên destpikê da ji atoman dûvre molekûlan dûvre ajalên piçuk yanî plankton dûvre ajalên pir hûcre pêk hatine u peyderper berdewam dike u heta prîmat ketên ser rûyê dinê mirov jî ji van avabune bi kurtasi vî awayîye dev ji vê zimanê tehl u beredayî berdin an jî tirşika me ne herîmînên

    (bnr: teoriya evrîm)



    2014.06.25-16:16 | birazî

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.06.26-01:23 | derqami

    5. (bnr: adnan oktar)

    (bnr: haruh yahya) *



    2014.06.26-01:26 | endazer

    6. tenê teoriyek e û nakokiyên wê gelek gelek zêde ne.

    weke mînak, her tiştî ji bîr bikin û vê bêjin:



    em bibêjin canbera bi navê "m" ji canbera bi navê "a" hatiye.

    wê demê di navbera wan de pêwist e heywanên weke b, c, d, e, f, g, h .... hebin. ku hejmara cûreya van canberan divê bi milyonan be.

    loma, ger tiştek wisa hebe, dema mirov li fosîlan binêre pêwist e heta heywanek "a" an jî "m" bibîne, lazim e bi hezaran fosîlên wan canberên ku di merhaleyên veguherînê de, peyda bike.

    lê dev ji hezaran berdin, qet nebe yek tenê jî heta niha nehatiye dîtin. yên hatî dîtin jî paşê hatine pûçkirin.



    hejmara cûreyên canberên di navbera "a" û "m"yê de, lazim e ji hejmara van her du cûreyan gelekî zêdetir be. belkî, pêwist e milyonek an jî milyarek car zêdetir be. ji ber ku li gorî vê teoriyê, canber, bi milyonan salan de û piştî milyonan gav û guherînan vediguherin cûreyek din.



    2014.06.26-19:41 | simurg56

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.06.26-20:58 | derqami

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.03.16-16:42 | jovan bervaj

    9. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.04-02:18 [guhertin:2016.04.04 02:35]| biruya hayao miyazaki

    10. bi rastî formên navber gelek in. divê meriv baş binêre.



    mînakêk herî xweş ev e: teqîna kambriyen

    tiştê herî balkêş yê dewrê kambriyen ev e ku gelek fosîl ji wê wextê mane. (loma teqîn tê gotin, ji berî gelek kêm fosîl ma dema niha). pekÎ em ê bêjin çima fosîlên wê dewrê mane, Lê dewrên berê kambriyenê nemaye(an kêm maye)?

    semed ev e: qafik

    ev qas.



    ji ber qafikbûna hewyanan fosîl û meytên ajalan heta sip û saxlemî maye dewrê me.



    li vir zêdetir agahî hene li ser teqînên kambriyenê. hûn dikarin jê sûd bigirin. fermo. Here lînkê





    pênase: teorîya ku qet nayê îspatkirin. ji ber ku biyolojî û ekolojî ne wek matematîk e.



    û her wiha teorîbûna wê, wê piçuk nake. divê em baş bizanin ''teorî'' çi ye, çi nîn e. heger em li peyvên teori'yê wek çavên xelqî binêrin, piçuk dixuye. lê di zanistê de teorî tiştekî din e. ( hûn ku li lîseyê hîn bûyî hipotez- nizzanim çi - teori- (û eger teorî ispat bibe dibe --->) - Kanûn. Lê ev derewa herî mezin a sîstema perwerdehîya tirka ne.) bi kurt û kurmancî em dikarin zelalbûna der heqê teorîyê de vî jî mînak bidin. (bnr: teoriya erdkêşî)



    2016.04.04-02:45 | endazyar

    11. Xwedê Teala ji ber raza ezmûnê(sırrı imtihan) afirandina

    zerreyekê, afirandina hûcreyekê, afirandina kulilkekê, afirandina mêşekê, afirandina mirovekê, afirandina dînyayê, afirandina gestêrka û her wiha afirandina gerdûnê li gorî sebebekê afirandindîye di metedolojîya îslamê de navê vî "Sûnnetûllahe". wek mînak (bnr: beqara 164). di vê ayetê û di gelek ayetên din de, ser da jî ji gelek alimên îslamê jî mirov çêbûna gerdûnê, afirandina mirovan, xulikandina mexlukata fêr dibe ka xwedê teala gerdûnê li ser çi esasî afirandîyê ango matematîka wî çiye. jixwe di gelek ayetan de me hîşyar dike, û ji me dixwaze ku em afirandina gerdûnê çawaye li ser çi sebebê hatîye afirandin fahm bikin, bizanin, tefekkûr bikin, lêkolîn bikin, lêgerîn bikin û hemd û spasî bikin ji xwedê ra.



    navê vî teorîyê jî teorîya geşedanêye(tekamûl teorîsî).



    Em nikarin bi giştî bêjin teorîya werarê derewe lê gelek pirsgirêkên wî hene (wek sîmurg56 gotî) pirsgirêka herî herî mezin ewe ku afirandinê nadete xwedê dide zerreyên bê şuur. ya rast darwîn(darwîn papaz bû bawerîya wî bo xwedê hebû) ne lê şîrovekarên wî hebûna xwedê û sûnnetullahê înkar dikin.



    Yanî di kaînatê de her tişt di bin 'emrê xwedê de çê dibe heya zerreyek jî bê serûber nîne, serkêş nîne, bêxwûdan nîne. û helbet însan jî yanî helîfeya xwedê ya li ser rûyê erdê qet bêxwûdan nîne û ji ber ezmûnê(imtîhan) hatîye afirandin. Û li ser me jî ferze ku em sûnnetullahê bizanin.



    2016.04.04-10:42 | azad30

    12. Here lînkê dema mirov vê lînkê êjî nivîsên dî yên serrûpelê(anasayfa) dixwîne digehije agahîyên berfireh.



    2016.04.04-10:51 | azad30

    13. Here lînkê ev lînk jî îspat dike ku afîrînerek heye.



    2016.04.04-10:54 [guhertin:2016.04.04 16:26]| azad30

    14. gelo madem teorîya werarê xelete ê nexwe însan û gerdûn û bi milyonan tiştên din çawa çêbûye. keremke ezîzê ber dila, em bixwînin û paşî hinek li ser bifikirin û analîz bikin .



    Teorîya Geşedanê(tekamûl teorisi): Here lînkê





    2016.04.04-11:01 | azad30

    15. teoriyek zanistî ye. ji vê yekê re tu îtîraza min tune. li ser bingehên zanistê, îdîayên xwe kiriye û ev sed sal in ji bo piştrastkirina wê delîl tên lêgerîn. jixwe zanist jî tiştek wisa ye. lê me hê wan delîlên ku nikarin werin red kirin, nedîtine.



    gelek bawermend hene ku him ji xwedê him jî ji werarê bawer dikin. hûn ji wan bipirsî di quranê de ji bo redkirina werarê, agahiyek tune. rast e, dibe ku wisa be.

    ev mirov jî 2 beş in;

    1- yên ku dibêjin werar heye û bi temamî tesadûfî ye.

    2- werar heye lê bi mudaxaleyên xwedê, teşe girtiye. wî vê pêvajoyê beralî kiriye û lezandiye.



    ew ên ku îhtîmala duyemîn dibêjin, dikarin vê bêjin "erê werar heye lê ji ber ku bi mudaxaleyên xwedê, werar di nav serdemên diyarkirî de bi lezek mezin çêbûye, ango bi hilpekînan çêbûye; zehmet e ku em formên navberê bibînin" ev yek dikare bersiva rewşa me ya niha bide lê ji bo îspatkirina tiştek wisa zêde rû û rêbaz tune ne. encax bi dîtina fosîlên gelek taybet yên aîdê wê serdema werara bilez. bi qasê min fêhm kir tişta di fîlma 2001: a space odysseyê de dihat beheskirin jî tiştek wisa ye. mijara me ne ev e. mijara me werar azad e. werara ku tenê ji tesadûfan û ji seleksiyona xwezayî hêz standiye;



    gelek caran behsa hinek fosîlan hatiye kirin bi îdîaya ku ew nifşên navber yên di navbera du cinsan de ne, lê gelek caran piştî salên dirêj hatiye fêhmkirin ku rewş ne wisa ye.(weke mînak: masiya coelacanth piştî ku hat îdîakirin ku yekem masî ye ku ji avê derketiye; paşê hat zanîn ku ev masî hê jî di okyanûsan de dijî û qet neguheriye jî) li lînka jor ku diçe malpera evrimagaci.orgê, dibêje formên navber tune lê paşê dibêje ew tune ne lê cinsên navberê/derbasbûnê hene. êê yanî? em jî behsa heman tiştî dikin, we tenê navê wê guhertiye. neyse.

    weke min berê jî gotî, ger werar hebe wê demê diviyabû ev nifşên navberê ji nifşên ku em niha dibînin û dizanin, gelek gelek gelek zêdetir bihatana dîtin di lêgerînên fosîlan de. weke mînak heta niha bi qasê 100 hezaran fosîl hatine dîtin. diviyabû (mînak) %0.001ê wan aîdê ajalên vê serdemê bûna û yên mayî hemû aîdê ajalên nenas û ecêb bûna. diviyabû fosîlên van nifşên navberê ewqas zêde bûna ku me nekariya ji hev derxista ka kîjan pêşiyê kê ye.

    hevalno ev problemek gelek mezin e. ji bo werarê tu îhtîmal hene ku me li jor jî behsê kir;

    1- an tu wê bêjî werar tenê di hinek serdemên taybet û diyarkirî çêdibe (weke mînak di nava salekê de cinsek guherînên mezin derbas dike û dibe cinsek din)=wê demê bingeha teoriya werarê ji binî be hildiweşe. ji ber ku îdîaya mezin ew e ku werar di pêvajoyên gelek dirêj (carina di milyar salan de) de çêdibe. îdîaya din ya mezin ew e ku avantajên qezenckirî bi saya avantaja xwe, di nav pêvajoyên dirêj de derbasî seranserê nifşê dibe. lê li gorî vê rewşê, ji bo mekanîzmayên werarê qet wext namîne.

    2- an jî tu wê bêjî werar bêyî tu mudaxaleyan tenê bi mekanîzmayên xwe pêk hatiye= wê demê divê tu di navbera meymûn-însanan de bi milyonan cinsên navberê nîşan bidî. heneka vê yekê tune. tekane karîna îspata teoriya te ev e. ger tu dibêjî meymûn di 6.000.000 salan de veguheruya mirovan û ev guherîn bi milyonan gavên biçûk çêbûye; wê demê divê tu van milyonan cinşên navberê nîşan bidî.

    helbet ez jî zanim, her guherîna biçûk nikare bandora xwe li şiklê laşê canberê bike heta ku ew derbasî qeydên fosîlan bibe û bikare were nasîn lê bila ne milyon be; bila hezar be; bila sed be; bila deh be. bila 2 gav be. temam? bila meymûn di 2 gavan de bûbe mirov. ger wisa be jî, divê di lêkolînên fosîlan de %33 mirovên normal, %33 ew cinsa navberê û %33 jî meymûnên normal derkevin.

    ger ev guherîn di 10 gavan de çêbûbe;

    divê %10 mirovên normal, %10 meymûnên normal û %80 ew cinsên navberê bên ditîn.

    welhasil li gorî vê teoriyê, diviyabû we tevera xwe li kîjan erdî bida ew cinsên navberê xwe bavêtana hembêza we.



    tê gotin di navbera mirovan û hinek meymûnan de (%1.5-4) derqa genan heye ku ev teqabûlî nêzikî 120 milyon cotên bazan dike (hêmanên genoma jînberan) û tê gotin werara meymûnan ya ber bi mirovatiyê ve di 6.000.000 (şeş milyar) salan de pêk hatiye.

    em hesabek bikin; 120 milyon/6 milyon=20.

    yanî ji bo ku meymûnek, di 6 milyon salan de bikare bibe mirovek, divê her sal 20 caran (yani her 18 rojan carekê) mutasyonan derbas bike. ev mutasyon wî nekujin, him jî wî li hember hevalên xwe serdest bike û bibe sedem ku di şert û mercên xwezayê de ew li gorî hevalên xwe serdest be û bi saya vê yekê ew guherîna di genên wî de belavî hemû cinsê bibe. aqil tiştekî wisa qebûl nake.

    1- gelek caran guherîna tenê cotek bazan dibe sedema nexweşiyên giran ku mirov/ajal pê dimire. ji bo ku canberek 18 rojan carekê bikare rastî mutasyonek kêrhatî were, divê her roj bi sedan mutasyonan derbas bike. ev jî ne tiştek pêkan e.

    2- li gorî werarê guherin bi gavên biçûk çêdibin. ji ber vê yekê ye ku bi milyonan sal distîne. me ji ber vê yekê van 120.000.000 guherînan li 6 milyon salan belav kir. lê wê demê jî ev problem derdikeve; guherînên biçûk yên di genan de (weke mînak guherîna 4 cotên bazan) her çiqas xizmeta werarê bike û tam jî li gorî keyfa wê be jî; heta ku ji xwediyê xwe re nebe avantajek krîtîk, wê nebe sedem ku xwediyê wê bikare vê guherînê li tevahiya cinsa xwe belav bike. û ger nekare wisa bike, wê ev guherîna ku tam li gorî keyfa werarê bû, wê bi xwediyê xwe re bimire, here.



    richard dawkins ku di salên dawîn de yek ji temsîldarên herî populer ya werarê ye, di pirtûka xwe ya the blind watchmakerê de digot "erê ji bo ku çavek fonksiyona dîtinê pêk bîne, bi milyonan gavên biçûk heyce ne. lê dîtinek "net" tune be jî carina dîtinek şêlo jî dikare jiyanê rigar bike. weke mînak her roj ez bi bîsîkleta xwe tên karê xwe. li gel ku çavê min ne lê ye jî, carina bi tenişta çavê xwe hîs dikim ku ji aliyê rastê erebeyek tê û bi vî awayî dîtinek gelek nîvço jî, dikare ji bo ajalek bibe avantaj" (min vê pirtûkê berî gelek salan xwendibû, hevok tam nayên bîra min lê wateya ku dide ev bû)

    erê ev nêrîn, nêrînek maqul e. lê dîsa jî ne bes e. ne ewqas hêsan e. ji ber ku ne tenê ji bo dîtinek nîvço/prîmîtîf ji bo hilberandina proteîna herî beredayî û hêsan jî gelek gavên biçûk pêwist in. yanî bi mutasyona tesadûf ya 100-200 cotên bazan jî ajalek nabe xwediyê dîtinek xerab û şêlo.



    ji bo hinek mirovan înkara teoriya werarê ji neçarî ye. ji ber ku ger werar rast be baweriya wî pûç e. ji ber vê yekê heta ku jê tê, wê nexwaze rastiyan bibîne. ji ber ku wê hemû jiyana wî serûbin bibe. erê rast e.

    lê ev jî heye: ji bo mirovên bêbawerî jî vê carê parastina teoriya werarê ji neçarî ye. ji ber ku ger werar tune be, bêbaweriya wî xelet e. ji ber vê yekê heta ku jê tê, wê nexwaze rastiyan bibîne. ji ber ku wê hemû jiyana wî serûbin bibe. divê ev yek jî neyê jibîrkirin.



    2016.04.04-16:37 [guhertin:2016.04.04 17:08]| simurg56

    16. teoriya werarê an geşedanê an jî peresînê. bi qasî ku min peyamên hin hevalan dîtin têgihştim ku teoriya geşedanê an xelet têgihîştine an jî qet tênegihîştine. Di serî de dikarim bibêjim ku ev teorî xwe dispêre qanûnên matematêkê, yanî zanyar ji şopên vê teoriyê pêşî di kûrahiya demê û di qanûnên fizîkê û matematîkê de hay bûn. herwekî yek jê ev e: "di bêserûberiya gerdûnê û di ezeliyet û ebediyeta demê de eger îhtîmala çêbûna tiştekî hebe wê ew tişt muheqqeq çêbe" çima? Ji ber ku gerdûn meydana cerbên îhtîmalan e. Yanî teorî ne tenê ji bo candaran ji bo her tiştî li kar e erê ji her tiştê ku heye û wê her tiştê ku çêbe... ev teorî di felsefeyê de jî xwe dispêre felsefeya hegel. tez-antîtez-sentez... peyre teoriyên weke "jîndar bi peresînê çêdibin" derketine holê zanyar jî dest bi berhevkirina delîlan kirine û bi sedan arguman û delîl dîtine jî. ecêba xwedê heya niha bi hezaran arguman dîtine jî lê hêjî hin kes derdikevin îdîayên dûrî-aqil bi lêv dikin. Qala formên navber filan dikin lê di rastiyê de bi hezaran formên navgîn hatine dîtin lê mirov nikare hemûyan bibîne ji ber ku jixwe dîtina her fosîlek mûcîze lewra her tişt nabe fosîl. Kêm tişt gava şert û merc pêkan bin dibin fosîl ha ew kêm tişt weke bi hezaran fosîl heya îro hatine.



    Teoriya werarê berî delîl û melîlan tiştekî formel û matematîki ye yanî tu, tu delîl nebînî jî dîsa dikarî fehm bikî ku tiştekî wiha pêkan e û dibe. ev çî ye? Ev xwerû seleksiyon e, seleksiyonên xweberî û seleksiyonên çêkirî û seleksiyonên ku ji ber pêdiviyên jîndaran derdikevin holê. Mesela "kûçik" pazde hezar sal berê tune bûn vêca ji kur hatin? Belê ji seleksiyonî çêkirî derketin. Piştî ku mirov guran kedî kirin dest bi mudahaleya guran kirin... uffffffff bi xwedê ez bi xwe re nabînim ti tiştî jî rave bikim!!! Hun mêr û jinên qerase ûlan herin ji xwe lê bikolin yaww heeeeeee! di nivîsên jor de bi dehan îdîayên ecêb û dûrî aqilan yên dijî teoriya werarê hene lê ez ê tenê bersiva yekê bidim yên din bila bimînin. Hevalek tenê deh heb formên navgîn xwestiye ez ê jî binivîsim



    (bnr: homo habilis)

    (bnr: homo erectus)

    (bnr: homo rudolfensis)

    (bnr: homo georgicus)

    (bnr: homo ergaster)

    (bnr: homo antecessor)

    (bnr: homo cebranensis)

    (bnr: homo heidelbergensis)

    (bnr: homo neanderthalensis)

    (bnr: homo rhodesiensis)

    (bnr: homo sapiens idaltu)

    (bnr: homo floriensis)

    (bnr: homo sapiens sapiens) însanê îroyîn



    fosîlên hemûyan jî hatine dîtin heya hinek jê weke homo habilis û erectus bi sedan hatine dîtin ku êdî zanyar dikarin bi dîmenên sêberî wêneyên wan jî çêkin

    ev jî kalê min ê rehmetî homo habilis e...



    2016.04.05-00:17 | ceso

    17. teoriyek li dijî matematîkê ye. matematîk, heta jê tê diqîre ku ev teorî bi vî halê xwe ne pêkan e. ez ê gavek din behsa vê rastiyê bikim.

    lê pêşîn em behsa werara mirovatiyê bikin. li jor hatiye gotin ku werara mirovan ne ji meymûnên niha çêbûye û loma jixwe meymûnên niha nikare ber bi mirovatiyê ve veguherin. erê rast e. lê me vê mînakê ji bo berhevdana mirovan û nifşan herî nêzikî wê, da.

    li gorî werarê, meymûnên îroyîn û mirov ji yek peşiyê hevpar pêk hatine. li gorî vê yekê ev pêşiyê hevpar tabî divê li gorî mirovan nifşek gelek paşdemayî be. ji ber ku ew niha najî em nikarin analîza dna'ya wê bikin lê ger di destê me de hebûya, ji ber ku li gorî mirovan û meymûnên niha ajalek gelek prîmîtîf e; wê jixwe ji meymûnên niha jî zêdetir dûrî mirovan be û wê demê wê îhtîmala ku me li jor hesab kiribû hê zehmettir bibe. yanî ev bersiv tu tiştî zelal nake.



    û min hê jî bersiva pirsa xwe nestandiye. min gotibû ger di navbera mirovan û pêşiyê wê yê meymûn de 10 cinsên navberê hebin... li jor behsa 10 naberan hatiye kirin ku werarparêzan tenê bi çend hestiyan û xeyalên xwe navan li wan kirine û gorî keyfa xwe lîsteya rêzkirinê çêkirine. gelek caran piştî dehsalan derketiye holê ku ev nifşên ku qaşo nifşên navberê ne di eslê xwe de tiştek din e û werarparêzan ji ber pêşqebûlên xwe wan zûzûka kirina lîsteya xwe ya nifşên navberê. heta carina fosîlên ku weke nifşên navberê hatine nîşandan, paşê hatiye dîtin ku di eslê xwe de îro jî dijîn li ser dinyayê. ev jî nîşana wê ye ku qet nebe hınek werarparêz ji bo ku teoriya xwe rizgar bikin, bi zanebûn an jî ji ber pêş-qebûlên xwe beralîkirinên wisa dike. lê belê em van hemûyan qebûl bikin jî;

    min hê jî bersiva pirsa xwe ya li jor nestandiye; ger ew fosîlên ku weke nifşên navberê tên nîşandan ne aîdê cûreyek meymûnan be, ne aîdê çend ajalên nexweş, bianomalî an jî hwd. be û bi rastî jî nifşên navberê bin jî û ger di navbera mirov û meymûnan de 10 nifş hebin; çima %80ê fosîlan ne ev nifşên lê tenê çend hebin? (ku ev rêje li gorî hejmara nofşên navberê dibe ku pêwist e %99.9 fîlan be)



    me behsa matematîk û werarê kir. di dinyayê de belkî tu teoriyek din ev qas ne dijî matematîkê be. parêzerên vê teroyê her tim behsa guherînên biçûk dikin û dibêjin ev dibin sedema werarê. lê tu wê bêjî qey ev guherîn malê bavê wan e ku her roj biyolojiya canberan diguherînin û tu tişt bi wan nayê. ji bo ku guherînek çêbe, divê hêzek tevlî karê biyolojiya canberê bike. piranî jî ev hêz tiştên mîna radyasyon û kimyewiyan tiştên bizerar in. lê dîsa jî me qebûl e. em binêrin ka guherînek biçûk, tenê proteîneke laşê mirov çawa dikare bi tesaadûfî pêk were.

    li jor hatiye gotin ku li gorî matematîkê tiştek pêkan be, wê ev yek pêk were. erê rast e. lê mixabin li gorî matematîkê, çêbûnê nifşên nû û canberan dênin aliyekê, jixweber pêkhatina proteînek tenê jî ne pêkan e. îhtîmala wê 0 e. (bi nivîskî sifir). werin em hesab bikin çima;

    - mînaka me proteîna albûmîn e. ev proteîn di piraniya ajalên bimemik û mirovan de heye. vê gavê hûn herin kîjan nexweşxaneyê hûn dikarin bi hêsanî peyda bikin. ev albûmîn proteînek navincî ye. ne pir dirêj e ne jî pir kin e. me loma wê bijart.

    malzemeyên me yên ji bo hesabê;

    1- albûmîn ji 584 amînoasîdan pêk tê. Here lînkê

    2- di xwezayê de 20 heb amînoasît hene.

    3- amînoasîd bi dû cûre ne: yên destçep û yên destrast (left handed/right handed) (di laşê mirovan de yên destçep tên bikaranîn yên din kêr nayên)

    4- ji bo pêkhatina proteînan, divê ev amînoasîd bi girêdana peptîd pêk were. lê di navbera amînoasîdan de tekane girêdan ne ev e. ger du amînoasîd werin cem hev îhtîmal heye ku girêdanên din jî çêbe. îhtîmala çêbûna vê girêdanê jî bi qasê %50 e.

    5- temenê gerdûnê 15 milyar sal e. yanî 15 x 10^9 x 365 x 24 x 60 x 60 = 473.040.000.000.000.000 saniye. (nêzikî 10^18 saniye)

    6- di gerdûnê (hemû feza, hemû gerdûna ku tê zanîn) de tê texmînkirin ku bi qasê 10^80 heb atom hene. Here lînkê



    hadê em hesabê bikin;

    îhtîmala ku proteîna albûmînê bi tesadûfî pêk were ev e:

    îhtîmala destçep-bûna 584 amînoasîdan= 2^-584 yanî nêzikî 10^-175

    îhtîmala çêbûna girêdana peptîd ya dı navbera 584 aminoasidan de: 2^^-584 yanî nêzikî 10^-175

    îhtimala rast rêzbûna 584 amînoasîdan=2 x 20^-584 yanî nêzikî 10^-759



    yanî îhtîmala ku proteîna albûmînê jixweber pêk were = 10^1109 e. li gorî matematîkê piştî 10^-50ê, êdî weke sifir tê hesibandin. lê em dîsa jî wisa nekin û berdewam bikin;



    di gerdûnê de her atom bibe amînoasîdek û ji destpêka gerdûnê, ji roja big bangê heta niha her saniye pêkanîna vê amînoasîdê biceribîne, dikare 10^80 x 10^18= 10^98 ceribandinan bike. ev tê wateyê her atoma di vê gerdûnê de bi dil û can hewl bide proteînek wisa pêk bîne, dîsa jî nikare.

    bihêlin karîna vê gerdûnê, li gorîî vê hesabê bi katrilyonan gerdûn jî biceribînin dîsa nikarin. (katrilyonek gerdûn dikare tenê 10^98 x 10^15 = 10^113 ceribandinan bike)



    bi kurt û kurî, hemû dinya, hemû feza û gerdûn amînoasîd bûna û ji destpêka big bangê heta niha her saniye hewl bidana ku proteînek pêk bînin, wê dîsa jî nekarîna.



    2016.04.05-17:29 [guhertin:2016.04.05 17:41]| simurg56

    18. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.05-20:20 | rasteqîn

    19. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.06-00:32 [guhertin:2016.04.06 00:38]| derqamij

    20. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.06-00:48 | rasteqîn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin
    son bakışta aşk - walter benjamin...
    ji kesekî nenas re mektûbek
    dear danold trump, fuck you. te çima piştgiriya referandûma me neki...
    25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr
    Bi qasî serxwebûnê yekîtîya başur jî ji bo me xeberê mizgînîyê ye lewr...
    25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr
    ji ber ku pirr nûçeyan temaşe dikim û xeberên derbarê referandûmê de d...
    25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr
    ma heyşt saet dengdan dest pê bike. sibê van çaxa înşela em ê bi kele...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » teoriya bow-wow

    Kategoriyên mijarê:: oldin zanistitenduristi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî