Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dara kırmızıtoprak - tirşik
dara kırmızıtoprak
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mÎmar e. lawikê qehremanê kurdan ê nemîr saît kırmızıtoprak (dr. şivan) e.
xanîyên gellek meşhûr ên tirkan dÎzayn kiriye. dibejin ku xaniyê cem yilmaz ji di destÊ wî de derketiye.
ligel vê karÊn wî yÊn pir xweşik Û cuda jÎ hene. mina ku bîrdarîya mehmed uzun a li amed.
wa jÎ malpera wî ye:
http://www.darakirmizitoprak.com/



03.12.2013 02:07 ~2022.11.15 09:44 | cinorek

2. ez nû navê vî camêrî seh dikin.. piştî ger û geşteke sanal ya li ser înternetê ez bi ber ketim ku camêr têra xwe meşhûr e û wekê gelek camêran ne bi mîrasê bav Û bapÎrên xwe lê bi ked û serkeftinên xwe nav bi xwe xistiye.. bi qasê ku ez dizanim bavê wî dr.şivan dema ku diçe başûrê kurdistanê ji bo ku dewleta tirkî tu belana neyîne serê malbata wî di resmiyetê de jina xwe berdide..

di malpera wî ya şexsî de ne derheqê bavê xwe de ne jî derheqê esl û binemala xwe de tiştekî nabêje.. di biypgrafiya xwe de jî dibêje di filan salê de li enqereyê xwudê dame filan.. lê hem projeya bîrdariya mehmed uzun û hem jî ya komkujiya dêrsimê çêkiriye..

min guhdarî hevpeyvîneka ku pê re hatiye çêkirin kir, tê de xwe wek mîmareke tirk binav dike, lê pê re jî dibêje kevneşopiya me ya mîmariyê eslê xwe tenê ne ji osmaniyan ji med û pers û medeniyetên din yên li ser vê axê rabûyîn û pêşketîn jî distîne..

tişteke ecêb e lê zar û zêçên kes û kesayetên mehûr yên siyaseta kurd bi piranî ji siyasetê dûr in hetta ji kurdayetiyê jî dûr in bi piranî xwediyê jiyaneke elît in.. nizanim ne dêûbavên wan nahêlin ku têkilî siyaseta kurdayetiyê bibin an bi xwe piştî ku dibin şahidê serpêhatiyên trajÎk yên dêûbavên xwe naxwazin xwe bi dor siyaseta kurdayetiyê ve bidin û nasnameya kurdayetiyê bi xwe re bigerînin..



03.12.2013 03:21 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dara biyê

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî