Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


50 mijar û 101 peyam
nivîskarên ku wekê kela nîskê zû dikelin û zû difûrin - tirşik
nivîskarên ku wekê kela nîskê zû dikelin û zû difûrin
(1) (0) ecêb (0) (4)
di mijarê de bigere

1. nivîskarên ku nivîskariya tirşikê wek hewesekî dibînin.. wekê agirê kayê zû vêdikevin û zû ditemirin.. ez naxwazim navan bidim û tu kesî teşhîr bikim lê tu dibînî camêrinin bi dest xwe r di tirşikê de lehî û tofana peymanan radikin, mijaran li hev siwar dikin, tên bela xwe li nivÎskar û nenivîskaran didin, lê hefteyek din re tu lê dinêrî ku deng ji wan nayê, tê bêjî qey ax û ava tirşikê li xwe heram kirine..



2013.12.03-03:41 | endazer

2. nîşana sereke ya karakterê kurda ye. Ji ber kû em kurd dema dest bi karekî dikin em dibêjin emê dinyayê xirab bikin Û bi kelecaneke mezin dest bi karekî dikin. Dema me dît kû ew kar ewqasî ne hêsane vêca an mihana dibînin an jî hema dûvê xwe di deynin diçin. Yanî di karê me kurdan de îstiqrar û berdewamî nîne.. Tişta kû di tirşikê de diqewimê ez bawerim ji vê nêrinê ne dûr e..



2013.12.03-23:39 | nan û av

3. nivîskarên ku ez jî weke hezkiriyekî niskê dikarim bikevim di nav de .

ji ber ku 2-3 heftiyan de carekî dikevim ezmûnan, hema bêje heftiyekî serrehet im heftiyekî sergêrê me. lewma ez jî heftiyekê dikelim û difûrim paşê, heftyekê wenda dibim.



2013.12.04-00:56 | brusk56

4. nivîskarên ku tên û 10-20 peyam dinivîsin û paşê dibêjin qey wê êdî tirşik tijî kartol û goşt bibe, lê dibînin ku rojekê din dîsa nivîsa "qet mijar tune" weke zelekek hişk li rûyê wan dikeve û dev ji nivîsandinê berdidin in.

ferhengên înteraktîf wisa ne. xebat herdem jê re lazim e. bi xebatek rojekê tu tişt naguhere. pêşniyariya min ji bo nivîskarên wisa re hene. ger nêzikê 800 nivîskarên tirşikê nexwaze weke peyamek û nivîskarek bimîne, bila ji xwe re bikin edet, her rojê xwe yê vala an jî musaît de 5 peyaman binivîsin*

ger 100 nivîskarên ku dev ji nivîsandinê berdane vê yekê bikin, hema bêje tirşik wê ekşîsozlukê derbas bike *



2013.12.04-01:05 | brusk56

5. Endazer ku aciz dibe di dirbê vê mijarê de hema mijaran vedike. Ey keko nabe ha nabe ma em çi bikin! Ev ji me tê! Hella hella!



2014.04.11-04:33 | hemdilaarda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
nazim tolhildan [4]
nivîskarê ku wek gêrillayeke pkkê operasyonên mezin li ser dijber û di...
te xist formatê kir wêran [1]
gotineke ku nivîskar li gor formata tirşikê nekin tê gotin. ...
xewa navrojê [1]
Nalet e. Di van rojên karantînayê de hînî xewa navrojê bûme û bi pirra...
ekşi sözlük [1]
Ji armanca xwe derketiye û format mormat ne girîng e.Jixwe tiştekî ku ...
ekşi sözlük [2]
Ferhenga ku pergala wê dişibe tirşikê. Ez bawerim ji tirşikê kopî kiri...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên tirşikê ku zêdetirîn ji bakûr in
» weke goştê
» kela kela germa havînê
» nîskê nokê
» zuzana hejnova
» zûtirî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî