Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin - tirşik
şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin
(15) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. şiroveyên ku bi piranî bi êrîşa faşÎst û raşÎstên tirk û ereb û ecem ên dijmin û xêrnexwazên kurd Û kurdistanê destpê dikin û bi bersiv û berevaniya bikarhênerên kurd didomin e..

li ser youtubeê kêm vîdeoyên ku tê de têhn û tesîra kurdayetiyê hebe û behra xwe ji polemîk û heftûheştên wihareng nestandibin hene..



sê-.çar profÎlên meşhûr yên bikarhêner û şirovekarên youtubeê yên ku ez behs dikim hene..



yên pêşiyê; faşîst û xêrnexwazên tirk û ereb û ecem in.. tabî di nav van her sê qewmiyetan de yên herî zêde xurt û tûj û dijwar tirk in paşê ecem û pê re jî ereb in.. carinan azeriyên ku xwe wek bêjiyên dêlegura asenayê dibînin jî piştgiriyê didin tirkan.. ev celeb bikarhêner li kû derê liqayî vîdeoyekî kurdî werin, ev vîdeo çi vîdeoklÎbeka mûzîkê ya stranbêjekê herêmî be çi jî vîdeoyeka li ser kurdistanê be, tavilê qebûl û qalib û klîşeyên xwe yên ku li ber destê perwerdehiya kemalîst xwendine dubare dikin û dest bi tîrad û nutqên em ê nehêlin hûn vî welatê me yê xweşik û nizanim çi kerr-kerr bikin, şehîd namirin, welat nayê parçekirin, xwezî bi wî kesî ku ji xwe re dibêje ez tirk im.. an çêr û sixêvan dikin.. filan



yên didoyê: kurdên polîtîk yên li ser xeta pkkê ne.. her êrîş û rabezîneka faşÎstan bi bersiv û bergidan û berevaniyeke xurt ya du-sê mislî ji tonaja êrîşan dijwatir dibersivînin.. bi piranî şiroveyên xwe i klîşe û sloganên wek; şehîd namirin, bijî serok apo filan temam dikin..



yên sisêyan: kurdên spî û apolîtîk in.. mezheba van kurdan têra xwe fireh e û dilê tu kesî ji xwe nahêlin, heta ji wan tê di ber dilê faşîstan re diçin û dikin ku xwe li ber dilê wan şirÎn bikin.. di şiroveyên xwe de gotinên soft û nermik bikar tînin, ji tirsa qûna xwe mesafeyê dixin di nav xwe û pkkê de.. gotinên wek; her kurd ne pkkî ye, an pkk gelê kurd temsîl nake, an pkk nizanim çi ye û kurd û tirk bira ne filan..



yên çaran: kurdên zimanfetîşîst in.. di biniya her vîdeoyekî de bi kurdiyeke ji qeydeyên rêziman û rastnivîsa kurdî bêxeber, banga nivîsandina bi kurdî li kurdan dikin.. şiroveyên wAN HETA TU BÊJÎ KURT in..

yên pêncan: tirkên ku dinya ne bi xema wan ve ye.. bi piranî bi pey konfora guhê xwe dikevin.. di biniya her vîdeoyekî de şiroveyên wek deng an mûzîka vî kesî an vê komê kêfa min tîne, fikrê wan ên siyasî min eleqedar nake filan dikin.. ev celeb bikarhêner jî dilê tu kesî ji xwe naêşînin..



bêguman hîn çend profîlên din jî hene lê sebr û hedara min naye ku ez zêdetir drêjiyê bidim vê peyamê..



04.12.2013 03:57 | endazer

2. şîroveyên ku dilê mirov ji jîyanê reş dikin e.mixabin sedema yên di bin vîdeoyên kurdî ew e ku kurdên me jî bi tirkî dinivîsîn.heke kurdên me bi zimanê xwe binivisanda wê tirkan nekarîba bersiv bida.hinga jî me çi bixwesta meyê binivisanda =)



23.01.2014 09:58 | feqiyêteyran

3. şîroveyên ku stran çi be, mesele çi be, tê û dizivire dibe dijûnkirina hev a welatparêz û faşîstan.



15.05.2014 00:01 | brusk56

4. hinek ji wan Kêna meriv tînin.



ez ê wê rojê ha rastê şiroveyek ya di bin strana ciwan haco hatibûm: camêrek tirk nivîsibû ku "javiar bardem zannettim canına yanayım!" *



15.05.2014 00:06 | ervah.azad

5. şiroveyÊn ku bersiva wan ne tirkî bibe. ger tu bersiva wan bi zimanÊ wan tidÎ, tu zatî maxlÛb detspÊ diki.



15.05.2014 15:53 | cinorek

6. mijara ku ez duh fikirîm ku di tirşikê da vekim..
binê stranên kurdî da îllaqim hinek tên didine xevera.. dijminê me zev in bavo..



15.08.2017 22:10 | bûtîmar

7. bnr: Here lînkê



02.04.2019 22:26 ~22:28 | brzn

8. (bnr: serkeftın hewal)



07.01.2020 09:09 | xelîl

9. Ez bi eslê xwe trabzonlî me. Tew kurdî nizanim. Lê stranên kurdî bi kêfxweşî gûhdar dikim.
Ya rastî bi eslê xwe diyarbekrî ye*



07.01.2020 09:50 | cinorek

10. Bênamusên faşîst her tim tên rêx dixin bin vîdeoyan. Piranî faşîstin lê ên ku dibêjin "ez ne kurdim lê pir hej vê stranê dikim " jî pir heye.



07.01.2020 10:36 | azad30

11. Şîroveyên mijar çi dibe bila bibe hertim heman tişte

"Ez tirkim lê bi xêfxweşî guhdar dikim"(500 ecibandin)... bi tirkî

"Zimanê stranan gerdûnî ye"(389 ecibandin).. ...... bi tirkî

"Ez tirkim lê hevalên min kurd yê ji dêlava wan bimrim hene"(150 bersiv) ..... bi tirkî

"Bijî biratîya gela"(50 ecibandin)...... bi tirkî

" qûzê diya we nîhano bi kurdî binivîsin"...... bi kurdî
(0 ecibandin 2 bersiv)



31.01.2020 14:56 ~15:22 | tîrêj zana 21

12. Şiroveyên êdî dilê min ji wan dixele ne. Hevalê Tirêj zana xulase kiriye. Ez dixwazim vê jî li ser bikim ku şiroveyên wisa herî zêde ji aliyên kurdên me yên ehmeq tên ecibandin. Gelo ka bipirse ji xwediyê van şiroveyan bê çend kes piştgiriyê dide daxwaza te ya perwerdeya bi zimanê zikmakî? Niç. Ji xwe nayê bîra wan jî. Mejî êdî firiyaye, tirkek ji wan re tiştekî xweş gotiye, êdî bihûşt bûye ya wan...



31.01.2020 19:31 | xabûrî

13. "Xwedê deng daye kurdan ji bo ku derd û kulê xwe bînin ziman." - tirkî.

Ez: dema ku vî şîroveyê dibînim êdî , ewilî youtubê digrim piştre google chrome piştre jî kombersê*



01.02.2020 16:54 | brzn

14. Bûyîna tirk zor e, tê bi gerdûnê şer bikî
Nebûyîna tirk zortir e ,tê bi tirka re şer bikî ..bi tirkî

Bersiv-1 : yezdan tirka bi parêze.... bi tirkî

Bersiv-2: dema gotin kurd ji dêlava pîçê apo bêne bîra we bila nevîyên selehedîn eyubî bê bîra we... bi tirkî

Bersiv-3: ccc ...... (mebest ala mhp ê ye)

Bersiv-4: bijî serok apo .. bi kurdî

Bersiv-5: qûzê dîya we tevanim .. bi kurdî

Bersiv-6: em tev misliman in bila kes nijadperestîyê neke.... bi tirkî



01.02.2020 21:39 | tîrêj zana 21

15. emojîyên dil ên kesk, sor û zer.



08.09.2021 01:16 ~01:20 | heval.js

16. Dibe sedema bîhntengbûnê û acizîye. Divê her Kurdek ku piçika namûs di pozê wî de hebe, ji bo tendûristîya xwe yî derûnî nema van şîrova bixwîne û li bin van stranan de nekeve nîqaşê.



08.09.2021 09:33 | pîroz

17. Şîrove ne bes zimane şiroveyan min gelekî aciz dike. Ecêb e nivîskarên tirşikê ku navbera hev de Tirkî diaxivin ji vî tiştî aciz in.

(bnr: de here lo)
(bnr: îstixbarata tirşikê)



08.09.2021 14:00 ~14:00 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin
» serkan birûsk
» yên bi remezanê tên
» binhêlînk
» vîdeoyên henekan
» kurdan cihûtî çawa nas kir?
» têneper

Kategoriyên mijarê:: jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî