Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 85 peyam
kurdiya colemêrgiyan - tirşik
kurdiya colemêrgiyan
(9) (0) ecêb (0) (24)
di mijarê de bigere

1. resen e.

û hinekî jî cûda ye. dawiya gelek lêkeran bi daçeka "-bit" xelas dikin.

nivîsên kurdî yên kevin de ev karanîn jixwe heye lê min xebatên nûjen de cara yekem strana ferecya bi navê çînede dît;



"Çîne çîne çîne ku şîn bît

Fêre fêre fêre ku berz bît "



nivîsên nivîskarê me mîrêhekarya jî ji bo vê yekê mînakan dihewîne.



welhasil rengek cuda ye ji bo zimanê kurdî.



2013.12.05-20:17 | simurg56

2. ji ber ku ev devok li herêmên behdînan tê axaftin jê re dibêjin kurmanciya behdînî. piraniya wan nikarin tipa "r" bi lêv bikin. û perto begê hekkarî diwana xwe ya bêbiha bi vê devokê nivisîye.



2013.12.05-21:10 | ceso

3. ez nêzê du sal li colemêrgê mam hama bibêje ji biliyê çend gotin min tiştêk fêm nekir ( mesela çend minak bidim gava ku em dibêjin 'ji te re çi' ew dibêjin 'te şola pê' em dibêjin 'çi dikî' ew dibêjin 'kutkî' em dibêjin ' ev çî ye' ew dibêjin ' eva kîşke' hewd..



2013.12.05-22:57 | ferhenga şikestî

4. devokeke pir xweş e ku xweşikiya wê ji piranî ji reseniya wê tê. hevaleke min ê nêzik ji colemêrgê bu û di fêhmkirinê de me qet tu pirsgirê nejiyane.



2013.12.05-23:00 | azadixwaz

5. Devoka colemêrgê, devokek e rengîn e, şêrîn e. Bi ser bahdîniyê ve dikêşe. Kurdiya çiyayên bilind newalên kûr û dirêj û zozanên jorîn e ji ber vê hindê jî zimanekî kovî ye egzotîk e ango û li gel vê çendê zimanekî nerm û naturel e. Êrê husa ye, law e, cindî ye li ber dilê me hingivîn e. Dê çêbît babo dê çê bît roj bo rojê dê xweştir bît.



2013.12.05-23:13 | mîrêhekarya

6. çend hevok ji hêla colemêrgê:



ez naşêm biçim. > ez nikarim herim. (şiyan = kirin)

solên min berze bûne. > solên min wenda bûne. (berze = wenda)

tu kutkî. > tu çi dikî.



2013.12.05-23:58 | tu qurbana zarê xelqê bî

8. kurdiyek cuda ye lê ne biqasî ya dêrikê xweş e *



2014.06.15-01:15 | mergehez

10. di filmê 'gelecek uzun sürer' de zilamê cilemergî ho di afivît. bes nav qeset vî zilamîde hinde qeset biyanî yêt heyî.



qomtanekê got çiqedar hesp hêstir he bin. hemiya kom bikenet hewşê de. ez dişinmişbûm ecebe bo çî ev heywanê kom kirin. şeytan ji li wêre ba aqlê wî de derbas ne di bû ka ji bo çî bû. derê hewşê girt. ewa heywana xweşkû zanî dê tiştek p'serê wa bêt. dengê sîlaha û yê hespa tevlîhev bû. ez ketime ber diware kê middete kê. min berê xwe nedayê. wextê min berê xwe dayê ew hesp nîveka hewşê da dîn bûne. hespek ji wa xwe li ser diwarîda avêt. û ço. ew hesp nav dengê wa sîlaha da wa qurşûna da di nav wî dengî de ji gund ço. xweşkû ew azad bû em hemî azad bûn.



dişinmuşbûm-hizirîm,wext-gav, sîlah-tivek, tevlîhev-ketenavêk, dîn bûne-yêt dîn bû yî, qurşûn-fîşek.



2014.06.15-14:09 | ciwanpiroz

12. kurdiya bê "r" *



2014.06.15-20:01 | dil-tesne

13. kurdiya ku %50 ji tipa o'yê û %50 ji tipa û'yê pêk tê.

ev taybetî di tamamê herema botanê de heye.

(bnr: kurdiya herema botanê)



2014.06.15-21:12 | brusk56

14. kurdiya wan badîniye.ji herêma botan û serhedê cudaye.tîp a "ü" jî heye di kurdiya wan de.bo mînakê nabêjin dûr dibêjin "dür".nabêjin gûz dibêjin "güz" yan jî "gwîz".dumahîka lêkerên ku bi dema borî bi "-bît " xilas dibe.hûn dikarin vê ehmedê xanî,melayê cizirî de jî bibînin.ehmedê xanî ev devoke bikarînaye.wekî we goti resen e.bi hêsanî nayêt guhertin.modernîteya kurdiyê jê dûr e.ji bo axiftinê xweştir tête guhê mirov.ji bo min nivîsînê de jî xweştir e.ji tirkiyê pitir di bandora erebiyê de maye..



(bnr: colemêrgiyan "qisqanmîş" nebin)



2014.10.16-14:09 | dildar geverî

15. axiftina geveriyan pîçek cuda ye:



tu çi dikî = tu çitkey = tu çi dikey

tu dixwî = tu dixwey



2014.10.16-15:53 | dildar geverî

16. girêdayî devoka mahmodî(behdînî) ye ku bi piranî klasîk ên kurdî bi vê devokê hatiyê nivisin. û ne tenê helbestvanên colemêrgî, her wisa wek melayê cizîri u mela mahmudê bazîdi ji bi devoka colemêrgîyê helbest nivisîye. yanî kurdîya Colemêrgîya di wêjeya kurdî a dewra klasîkde devoka ku herî zêde hatîye bikaranîne ye.



2014.11.20-12:12 [guhertin:2016.06.04 15:15]| azad30

17. bitbitokî yan jî bitbitmancî ye. piraniya lêkerên wan bi bit û it/et diqede. mînak
dibêjit , diçit, çi dibit bila bibit hwd..



2018.01.27-01:29 | umed

18. çend kesên wan lez diaxifin xwedê xêr ke zêde tênagihêm. Nû hatibûm geverê, cara pêşî bû siwarê erebê wesaîtan bûbûm rêwîyek li ajotvanê re digot “serê şurê raste” min digot belkî dibêje “di vî rastî de biçe” min şaş fam kiriye. Piştre hînbûm dibêjin “raweste” yanê “bisekine”. Peyvan dixwin ji ber vê em zêde hevdû fam nakin lê ger hêdî hêdî biaxifibiyan wek colemergîyan bibêjim sikintî çî nîne .



2019.11.29-22:33 [guhertin:2019.11.29 22:33]| kajav

19. Devokeke xweş e. Li başûra Wanê jî hinekî ber bi axaftina Colemêrgîyan ve çûye.
Mixabin di wêjeya kurdî ya nûjen de ev devok gelek nayê bikaranîn. Ez jî wek ji başûra Wanê bi devoka Behdînan diaxivim.
Em nabêjin ez nikarim, em dibêjin ez neşêm.
Em nabêjin tu çi dikî, em dibêjin tu kutkey.
Li cem me di dewsa "be" da em "bît" bi kar tînin.



2019.12.14-17:53 | hesinkar

20. Sala borî ez çûm gewerê û min biryar da ku ez tiştekî fam nakim ji kurdiya wa. Hema çawa çûm xwedîyê malê pirsî "mamoste tu şeqî buy?" û min got min "fam nekir apo" çend carê din dubare kir lê na, min ji peyvê tiştêk fam nedikir. Ya dawî vegerand tirkî "xocem yoruldunuz mu?" Min got na û di hundurê xwe de çend sixêfên xweş kir ji xwe re . ez bawerim çend meha di nêv de bimînim ezê pir hindik fam bikim ji wa. Û ecêbe ku wa jî ji min zêde fam nedikir *



2019.12.14-21:24 | rizgarm

21. kurdiyekî gelek zor û xweş e.Di nav da peyvikên taybet pir in.Dema diaxivin peyvikan gilover dikin.Fehm kirin zor e.Ez tenê vê devokê baş fehm nakim.Salek ewil li wanê hevalekî min î colemêrgî hebû.Dema kurdî diaxivî ez wek zombîyan lê dinirîyam.Roj bi roj fehmkirina min zêde bû.Spas ji te ra recep!.(Ku dikî,Ku heye,Ku tune).A baş di nav vê devokê de peyvikên tirkî tune ne û her tim kurdî diaxivin.Colemêrgîno ez we hez dikim ❤️



2019.12.14-21:59 | mêrxasê serhedê

22. niha di rêzeflîma mala minê de du karakter temsîlkarîya vê devokê dikin yek arif e, yê din şeref e; jixwe yên vê gavê rêzefîlmê li ser pîya digirin jî ev herdu karakter in.



2019.12.14-23:28 | xendekî

23. kurmanciya standard: ez nikarim
kurmanciya colemêrgiyan: ez neşêm
kurmanciya xerbî: ez bişenakim
zazakî: ez nêşenê



2019.12.15-15:46 | cinorek

24. Dema dibêjin kurdîya standart bila çêbibe ev nayê wateya ku bila herkes dev ji devoka xwe berde û bila bi ya standar baxivin
Na ev nayê wê wateye divê ku ji bo perwerdê û ji bo di nivîsêde yekîtî hebe da ku herkes ji hev fêm bike weke ku anha li tirşikê tê kirin ji bo dû kurdên ji herêmên cuda hatin gel hev jibo ji hev fêm bikin
Lê herkes li herêma xwe pêwîste bi devoka xwe baxive ji bo pir rengîya kûrdî û ji bo di pêşerojê de ev devok bibin çavkanîya peyvên werin zêdekirin



2020.01.13-15:48 | tîrêj zana 21

25. Kûrdên ku ji dawîyêre dibêjin dumahî



2020.01.13-18:32 | tîrêj zana 21

26. devokek xweş û narîn e. colemêrgî peyvê devî xwe da dirêj dikin. Binêrin; dawîya lêkeran de ne "in", "en" heye.
Ev diyar dike ku di jiyana aborî de zêde pêwîstî bi lez û bezê nedîtine. Zivistanên dûr û dirêj, havînên li zozanan ber kevîyan... ma dê çima ecelekin.
Hingo kutken gotinek ecêva lê îdî zêde nabêjin.
Gotinên pir nazik hene devoka wan de. Wek: ceergê min gorî.



2020.02.23-01:02 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirsik.net [1]
@afa , min ti pirsgirîk nedît îro...
peyvên tirkî ku kurd pirr bikartînin [1]
sinav sonucîya te açiklanmiş bû. Sinav: ezmûn Sonuç: encam Açıklama...
kurdî [3]
zimanê ku kurd jê hez nakin û jê direvin. Bi taybetî jinên kurd....
nivîskarên ku peyamên xwe jê dibin [2]
Yekemîn hemû peyamên (1500 zêdetir) xwe jêbirî bû, ez bûm( rasteqîn) ....
tirşikvan çawa bi tirşikê hesiyan [1]
sala 2018an min pirtûkeka jan dost dixwend û li wir biwêjek he...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya amedê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî