Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
kurdiya colemêrgiyan - tirşik
kurdiya colemêrgiyan
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

17. kurdiyekî gelek zor û xweş e.Di nav da peyvikên taybet pir in.Dema diaxivin peyvikan gilover dikin.Fehm kirin zor e.Ez tenê vê devokê baş fehm nakim.Salek ewil li wanê hevalekî min î colemêrgî hebû.Dema kurdî diaxivî ez wek zombîyan lê dinirîyam.Roj bi roj fehmkirina min zêde bû.Spas ji te ra recep!.(Ku dikî,Ku heye,Ku tune).A baş di nav vê devokê de peyvikên tirkî tune ne û her tim kurdî diaxivin.Colemêrgîno ez we hez dikim ❤️



14.12.2019 21:59 | mêrxasê serhedê

18. niha di rêzeflîma mala minê de du karakter temsîlkarîya vê devokê dikin yek arif e, yê din şeref e; jixwe yên vê gavê rêzefîlmê li ser pîya digirin jî ev herdu karakter in.



14.12.2019 23:28 | xendekî

19. kurmanciya standard: ez nikarim
kurmanciya colemêrgiyan: ez neşêm
kurmanciya xorasanê: ez bişenakim
kurmanciya berferatî: ez bişenakim
zazakî: ez nêşenê



15.12.2019 15:46 ~2022.06.27 05:17 | cinorek

20. Dema dibêjin kurdîya standart bila çêbibe ev nayê wateya ku bila herkes dev ji devoka xwe berde û bila bi ya standar baxivin
Na ev nayê wê wateye divê ku ji bo perwerdê û ji bo di nivîsêde yekîtî hebe da ku herkes ji hev fêm bike weke ku anha li tirşikê tê kirin ji bo dû kurdên ji herêmên cuda hatin gel hev jibo ji hev fêm bikin
Lê herkes li herêma xwe pêwîste bi devoka xwe baxive ji bo pir rengîya kûrdî û ji bo di pêşerojê de ev devok bibin çavkanîya peyvên werin zêdekirin



13.01.2020 15:48 | tîrêj zana 21

21. Kûrdên ku ji dawîyêre dibêjin dumahî



13.01.2020 18:32 | tîrêj zana 21

22. devokek xweş û narîn e. colemêrgî peyvê devî xwe da dirêj dikin. Binêrin; dawîya lêkeran de ne "in", "en" heye.
Ev diyar dike ku di jiyana aborî de zêde pêwîstî bi lez û bezê nedîtine. Zivistanên dûr û dirêj, havînên li zozanan ber kevîyan... ma dê çima ecelekin.
Hingo kutken gotinek ecêva lê îdî zêde nabêjin.
Gotinên pir nazik hene devoka wan de. Wek: ceergê min gorî.



23.02.2020 01:02 | hespêsor

23. Kurdîya Colemêrgiyan pir şêrîne. Qesên wan xweşin. Wekî ez daxivim, hege qesên min "bît"ê ve xilas nabe ez rehet nabim;)) bê bît nabe. Çi tama axiftinê nîne.;)



26.05.2020 19:13 | azadcolemerg

24. Kurdîya Colemêrgiyan pir şêrîne. Qesên wan xweşin. Wekî ez daxivim, hege qesên min "bît"ê ve xilas nabe ez rehet nabim;)) bê bît nabe. Çi tama axiftinê nîne.;)



26.05.2020 19:14 | azadcolemerg

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya selfieyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî