Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    39 mijar û 55 peyam
    dîlok - tirşik
    dîlok
    (2) (0) ecêb (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. Navê kurdî ya bajarê tirkiyê; gaziantep

    li dîlokê gundek bi navê dülük heye ku îsal li cîwara wê seyrangehek bi heman navî vebû ku tê de goleteke biyolojîk heye.

    Nizanim lê meraq dikim ka gelo navê dîlokê ji vî gundî hatiye an na.



    2013.06.16-21:17 | simurg56

    2. bajara ku madem bajarê tirkiyê ye, çima navê wê yê kurdî heye nizanim e. ma qet nebe bila ne navek wisa misteqîl buya lo.



    2013.06.17-20:59 | azadixwaz

    3. li ber dilê min piştî ruhayê rûreşiya duyem ya kurdistanê ye.. bajarekî bifikire ku ji nîvî bêtir niştecihên wê û zengîn û sermiyandarên wê kurd bin û di hilbijartinên siyasî de partiya kurdan nekare bigihe asta dengên partiyên tirkan yên şoven, faşîst, kevneperest, ji xwe re misilman û ji xwe re sosyalîst.. ji ber vê profîl û vê nasnameya siyasî ya şêniyên vî bajarî mehdê min ji vî bajarî dixele û siba-dusiba eger zelzeleyek lêbide ez ê qet û qet li ber nekevim..



    2013.06.17-23:40 | endazer

    4. ''Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.

    Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa der û dora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.



    Gelhe û navçeyên bajêr (1997)



    Dîlok (navend) (bi tirkî: Gaziantep), 798.287

    Kele, (Araban), 42.208

    Îslahiye (Islahiye), 80.174

    Qarqamiş an Gilgameş (Karkamış), 13.515

    Bêlqîs (Nizip), 109.285

    Komirlî (Nurdağı), 29.199

    Tixbişar (Oğuzeli), 33.539

    Çinçin an Cîngîve (Yavuzeli), 21.479

    Alêban (Şehitkâmil)

    Mezmaxor (Şahinbey)

    Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) gorî statîstîkên fermî 1.237.594 e.



    Çiya



    Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Duluk (1.250 m), Gureniz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m)



    Çem û gol



    Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.

    Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.



    Babetên heywanan



    Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.



    Ol û civak



    Mislimantî li herêmê xurt e. Henefîtî û elevîtî mezheban teşkîl dikin. Li herêmê ciyên ziyaret û turbeyan jî hene. Hinek ciyên ziyaretan ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba. Civaka herêmê bi pirrani kurde u hinek tirk û ereb hene



    Xwarinên herêmê



    Herêm ji alî kultura xwarinê pir dewlemend e.

    Şorba şêrîn: birinc bi avê tê kelandin û piştre bi dims (doşab) re hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.

    Şiveydiz: goşt bi nokan re di beroşê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Piştre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reşandin û tê xwarin.

    Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.



    Cil û bergên herêmê



    Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.

    Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî "Eba" li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.



    Nav û kronolojiya bajar



    Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe). Piştre ji alî ereban ve navê "Eyntab" li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî tirkan ve jî sala 1928'an de wek "Xazî Eyntab" (Ghazi-Aïntab) [1] / "Gaziantap" hatiye guhertin.



    Kronolojî



    Berî Îsa(zayîn)

    1200 -600 Dema Hîtîtiyan

    539 - 331 Dema Persan

    331 - 323 Dema Mekodoniyan

    69 Hukumdariya Kommegene

    Piştî Îsa (zayîn)

    72 - 395 Dema Romayiyan

    395 - 628 Dema Sasaniyan

    636 Dema Ereban

    1077 Dema Selçûkiyan

    1098 Dema Xaçliyan

    1517 Dema Osmaniyan



    Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê



    Bajar ji alî şînahî û Daristanan ve feqîr e. Lê ji alî tarîx ve pir dewlemend e. Kela Entabê, kela Tilbişar û Revanda ji alî gel û turîstan ve tên ziyaretkirin. Li herêmê mizgeftên kevn jî pir in: Şirvanî, Teke û Tehtanî hinek ji wan in.''



    http://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AElok



    2013.06.17-23:47 | endazer

    5. xwediyê edetên cuda ne.

    vê meha remezanê rastî edeteke wan ya nû hatim.

    dema mirov here cihekê fitarê, pêşîn şorbeyek tê. vêca piştî şorbeyê taştê destpê dike. erê erê taştê; ; çay, penîr, bacan û xiyarê tîjîkirî, hingîv, rêçal û hwd. piştî taştê xelasbû nû xwarina sereke tê. tabî piştre jî şîranî û qehwe.



    2013.07.31-21:21 | simurg56

    6. ewên ku kalikên wan kurd bûn ... lê ew...



    2013.08.01-06:13 | maro

    7. bajerê herî xwedemezin/nefmezin yê dinyayê ye. tu dibêjî qey parîs e! xelkê wê bajarê xwe ewqas xweş dibînin, xwarinên xwe ewqas bêemsal dibînin ku mirov dibêje qey nexwe çavê min şaş dibîne.

    ya yekemîn, bajar ne xerab e lê ne bajareke ewqas xweş e. bajarek piçekî pêşketî ye û hew! tu taybetiya wê ye nedîtî tune. weke mînak ne ji amedê xweştir e, ne ji amedê mezintir e ne jî ji amedê kevintir e.

    kêmasiya wê ya herî mezin tunebûna ava wê ye. tabî gelek bajarên bêav hene lê hema bêje piraniya bajarên mezin av heye. qet nebe gol heye. bnr: stenbol, îzmîr, mêrsîn, edene, antalya, ankara (Gölbaşı), van û hwd.

    jixwe dîlokî jî vê kêmasiyê baş dizanin û ji bo ji holê rakirinê her tiştî dikin, weke mînak:

    - golên biçûk yên çêkirî, hatin çêkirin (allaben, dülük...)

    - projeya çêkirina otobanek rasterast li hatayê, tê plankirin (wê riya li behrê gelekî kurt û lextir bibe)

    - xwedî li bendava rumkale ya xelfetiyê derdikevin.



    golên çêkirî ne xerab in. gelke ked dayînê. ya li dülükê goleke biyolojîk e lê biçûk e. ya li allebenê jî biçûk bû lê vêga tê mezinkirin. dema qediya wê bibe 2-3 qet mezintir. li dora wê hewz mewz jî tê çêkirin. her du gol jî qadên seyranê ne. jixwe xelkê vî bajarî hemû rojên xwe yên vala de, diçin seyranê ku kebaban çêkin.



    ger em werim meseleya rumkaleyê jî, rumkale eslê xwe de girêdayî navçeya nizip ya dîlokê ye. lê aliyê turîstîk ya vê derê xalfetî bixwe ye. yanî xalfetiya kevin ya berî bendavê. bi daxwazên dîlokê, berî 3 salan pêşbaziya offshore ya navnetewî li ser vê avê hat çêkirin û dîlokê vê organîzasyonê weke reklamê gelek bi kar anî. heçiyê nezane wê bibêje qey dîlk bajarek girav e. lê rastiyê de rumkale nêzikî 100 km ji dîlokê dûr e.



    dîsa meseleya xwarinan de jî dîlok xwe bêemsal dihesibîne lê ne wisa ye. kebaba balcanê ya ku dîlokî lê xwedî derdikevin eslê xwe de xwarina rihayê ye lê ji rihayiyan zêdetir dîlokî lê xwedî derdikevin. baklavaya ku çêdikin, eslê xwe de aîdê ereban e. ya rastî, piraniya xwarinan aîdê ereban e. lê tevî vê yekê jî mitfaqa dîlokê ne bi qasê gotinan dewlemend e. belê dewlemend e lê ne bi qasê ku ew bixwe pê pesin didin. ji ber ku jixwe li piraniya bajarên rojhilatê/kurdistanê xwarinên ji hev xweştir hene.

    (bnr: beyran), (bnr: yuvalama), (bnr: nohut dürüm) û hwd.



    2013.10.26-17:04 | simurg56

    8. gaziantep e.. bajareke dejenere û bêesl e.. cemaeta faethullah gülen li vî bajarî gelekî xurt û xudan hêz e.. ez ne şaş bim tenê sê zanîngehên teybet yên cemaetê li vî bajarî hene.. zengÎntirîn malbata bajêr, konukoğlu anku sanko holding heval û piştgirê cemaetê ye, ofîs û stûdyoyên yekem kanala taybet ya kurdî ya li tirkî dest bi weşana xwe kirî, dunya tvyê jî li eyntabê ne.. piştî salên 90î gelek malbatên ji cizîrê ji ber zilm û setema dewleta tirk dayîn stû malên xwe ji cizîrê bar kirin û li eyntabê bicih bûn.. yek ji van malbatan jî malbata kadooğlu ye.. îro hem li eyntabê hem li stembolê û hem jî li başûrê kurdistanê di gelek sektoran de Îş dikin lê li ser hesabê tirkî û tirkîtiyê..

    piraniya malbatên din yên cizîrî yên li eyntabê binecih wek malbata kadooğlu hevalên dewleta tirk û piştgirên partiyên rejîma tirk in.. saman û sermiyan tiştek bêpişt e mixabin..



    2013.10.26-18:41 | endazer

    9. ew bajarê MİN TÊDE zaningeh xwendiye.



    2013.12.14-22:37 | bakur-başûr

    10. BAJARÊ KU HEMA JI ALIYA TIRŞIKVANAN HATIYE LÊXISTIN. TEW, TEW. JI BAJARÊ MIN DÛR KEVIN. EW GELEK XWEŞ Û BAŞ E. * MIROVÊN DÎLOKÎ GELEK QENC IN Û ALIKARÊ MIROVÊN DIN IN. LÊ HÊZÊN ASIMÎLASYONAN TÊ DE GELEK SERKEFTÎ BÛNE. MA EV GUNÊ DÎLOKIYAN IN?

    ...

    NAVENDA BAJÊR, CIHÊN ERMENIYAN BÛ. HEK RÊYA WE BIKEVE VÊ BAJÊR, HUNÊ JI MAL Û XANIYÊN KEVN A ERMENIYAN BI HÊSANÎ BIBÎNIN. NUHA NAVÊ WÊ NAYÊ BÎRA MIN LÊ MIZGEFTEKE HEYE, TENÊ ÇANÊ WÊ DANÎNE Û MÎNAREYEKE PÊKIRINE.



    2014.03.15-10:35 | biruya hayao miyazaki

    11. di perwerdehiyê de gelek paş de maye. di azmûnên ji bo zanîngehan de, di rêza 64. de ye.

    sedema wê jî ew e ku kes naxwaze bixwîne. ji ber ku sanayiya wê pêşketî ye û kar û barên din (di serî de endûstriya xwarinê) jî hene, herkes karên tîcaretê ji xwendinê qîmettir dibîne.



    2015.03.28-10:40 | simurg56

    12. bajara ku li gorî encamên niha, wê 2 wekîl derxe. di dîroka xwe de cara yekem derdikeve û cot derdikeve.



    2015.06.07-19:31 | simurg56

    13. Ji qeyserî ya bêtir serî wan ticaretî re dişixulê.berya di salan stajê de min got xwendekarekî kuro malnexirabo tu çima qet ders re eleka xwe nayinê.wî jî got mamoste ma çima dersê bişixulim.patronê min yê xwedê dikana beqlewayê heftê de çend milyaran kar dike.ma ne maeşê mamosteyan gelektir e.ezê jî bibim xwedê dikan.çima bixwînim.piştê van gotinan ez mat mam.deng ji min derneket *



    2015.07.10-05:03 | ronahî

    14. Wekî vî dîlok/5963 peyamê de hatiye behskirin yekî hevalê min ê Dîlokê heye, rojekî ji mi re pirsî tu kurdî? mi jî go belê ez kurd im, Piştê wê ji mi re go kalkê min jî kurd e. Ez şaş mam, çi bêjim, sekinîm li ciyê xwe de min jê re tiştekê negot. Ev tê vê maneyê Yanî kalkê wî kurd e, ew xwe wek usa nehesibîne.

    Meraq dikim nifûsa kurda li vira çiqas e, Ji sedî çend kurd in, Gund û navçeyên Dîlokê de kurdî xeber didin yan na?



    2017.05.07-22:34 [guhertin:2017.05.07 22:46]| mîr

    15. çi qasî rast e nizanim lê min vê angaştê du pirtûkên cihê de ji vir niza çend sal berê xwendibû, dibêjin wexta kurdistan piştî şerê yekemîn ê cihanê de ji hêla hêzên îhtîlafê ve tê dagirkirin li dîlokê êşîrên kurd bi pêşengiya karayilan (mele ehmed) li ber xwe didin, lê yên tirk û tirsonekên dî ji şerî direvin û diherin herêma edenê, di vê berxwedanê de karayılan jî têde gelek kurd dimirin û nifûsa kurdan pirr kêm dibe, piştî ku şer xilas dibe ew tirsonekên ku reviyabûn vedigerin dîlokê û di nifûsa dîlokê de ew dibin pirranî.
    loma ye ku çendîn bi eslê xwe bajarekî kurdan be jî piştî avabûna tirkiyê bi destê dewletê nifûsa kurdan kêm bûye û yên heyî jî bişivîne,



    2017.05.08-10:45 | ferhenga şikestî

    16. kincên dikanê serhedê da tên firotan, piranîya wana li intabê tê.
    kî radibe dewa bazirganiyê dike, radibe makînekî digre diçe intabê tijî kinc û eşya dike û tîne dikanê da vala dike.

    li ber çevê me intab ev e *
    yek jî em piçûk bûn, bavê min diçû wira xebatê.

    ha yek jî taxima futbolê a intabê gaziantepsporê wê salê qazixeke zev mezin ovêtibû beşiktaşê. Wana listikvanek ' rodrigo tabata firotibûn 8 milyon euro yî *

    wî çaxî vî perî va lîstikvanên zev rind dihatine standinê.



    2017.05.08-12:20 [guhertin:2017.05.08 12:23]| hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi tenê çûna sînemayê [2]
    ji bo geyekî xort dibe ku mecburmayîn e. dema ez diçûm lîseyê,...
    koma çiya [1]
    dengê beser şahîn û evdilmelik şêxbekir zehf li kurdî ...
    cemîl murad - yarê [1]
    konsepta stranê cuda ye. tam muzîka erebeyê ye. Li YouTubeê de gotinên...
    serfiraz hêvî [1]
    Kurê kerê ye. Di warê romîyan de asîmîle bû. Di 6 salan de fêrî kurdî ...
    alparslan kuytul [1]
    di derbarê kurdan de ji oldarên din cûda diaxive. lê weke hemû cemaat ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » dîlok

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî