Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 12 peyam
    zarok - tirşik
    zarok
    (1) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. şêrîn in, şekir in, xweşik in, delal in, cindî ne, law in, spehî ne... mirov bi dîtina zarokan bextewar dibe..



    2013.12.06-10:54 | mîrêhekarya

    2. dengê zarokan germ e, sewta wan nerm e lê zarokên şûm û mizir mirov gelek aciz dikin carna..



    2013.12.06-10:56 | mîrêhekarya

    3. giriyê zarokan yê ji ber naz û tinaziyê qet û qet xweş nîne zarokên xwedî vê taybetihê hinekî tehl in..



    2013.12.06-10:57 | mîrêhekarya

    4. (bnr: tiştên sosret)



    2013.12.06-14:06 | ceso

    5. carekî ez jî zarok bûm şerîna li ber malê bûm... dema peyva 'zarok'ê dibînim stranê yeni türkü tê bîra min " em mezin bûn û dinê qirêj bû"



    2013.12.06-19:59 | ferhenga şikestî

    6. Kakêla behîvê. Kariyer û zarok bi hevre nabe ma bi zorê ye!



    2013.12.06-20:04 | hemdilaarda

    7. fêkiyên malê ne.



    2014.02.15-22:12 | simurg56

    8. (bnr: duracell)



    2014.11.25-22:02 | simurg56

    9. ji ber ku rojên min bi tevahî di nav zarokan de derbas dibin, bêhemdî hînî xûy xeysetê wan dibim û her ku hînê dibim heyr dimînim ji wan re. ji kenên wan, gotinên wan, giriyên wan re... bi ya min ji ecêb û mizgîniyên li ser rûyê dinyayê yek ji wan jî zarok in. xeynî çend qebhetên biçûk hema bêje tu xerabiya wan nîne. di barê wan de gotinên eletewş, yên bê teşe, bê sînor, bê tirs, bêxeml lê xweşik, jîr.. lewma hin caran xwaziya xwe bi wan tînim. bi rastî dema meriv hinekî difikire, tê li ser vê qinyatê ku meriv di emrê xwe de tenê di temenê zarokatiyê de azad e, bê serî ye. ji hemû rê û risman, divêtiyan, êşan, rastiyan dûr e. qey ji wê ye ku tim şiheşiha wan e. hew li pey lîstik û belayan e, bextewar in, bê xem in.. mînak, dema ku kêfa wan ji yekê re nayê vê tiştê wekî me mezinan venaşêrin, rasterast li ber wê kesê dibêjin, dema kesek dilê wan dihêle yan wan aciz dike ji nişkêve tên rûyê wî kesî bersiva xwe bi têra dilê xwe didin û qasek şûn de jî hemû gotinên xwe yên perçiqî carekî de ji bîr dikin û dîsa dest bi lîstikê dikin ango bê bîr in * taybetiya vê demê ya herî xweş jî ev e bawerim, "bîreke te nîne!" lewma wek pifdankekê, bafirokekê sivik û bê pişt in.haya wan ji nezaket û mecburiyetê jî nîne ji ol û netewan, welatan jî.. bi kurtasî heyameke xweş a ji emir e lewma berê mêriv gellekî caran lê ye. ev stran jî ji xwaziya wan deman :
    aram tîgran: xwezî dîsa zar bûma









    koma wetan: venagere










    2016.11.30-23:37 [guhertin:2016.11.30 23:37]| sergijik

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    derewa ku îsrail piştgiriya kurdistanê dike
    ne derew e. îsraîl ne dostê kurdan e. lê ji ber berjewendiyên xwe, vê ...
    derewa ku îsrail piştgiriya kurdistanê dike
    Madem îsrail piştgiriyê dide. Xebera mossadê ji xiyaneta wî kelbê ba...
    gelê bakurê kurdîstanê vs gelê başurê kurdîstanê
    dana berhev ya du beşên heman gelî ye. em kurtî bêjin; gelê başûr, çan...
    derewa ku îsrail piştgiriya kurdistanê dike
    ne derew e. îsraîl ne dostê kurdan e. lê ji ber berjewendiyên xwe, vê ...
    anaflaksî
    anaflaksî reaksîyoneke allerjîk e. ferqa qê ji allerjiyên jirêzê ew e ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zarokên ku serê sibehê ji xew radibin û li xêzefîlman temaşe dikin

    Kategoriyên mijarê:: zarok
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî