Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
li qûnê bide qûn derman e - tirşik
li qûnê bide qûn derman e
(5) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. hişyariyeke ku dema dêyek li zarokê xwe bide, lê tê kirin.

dema xweha min an jî kesek din li zarokê xwe bide diya min, ji bo li dereke din ê zaroka nedin vê hevoka hişyariyê digot "li qûnê bide qûn derman e"



07.12.2013 18:27 | simurg56

2. gotina ku min temamê wê jî peyda kir. wiha ye:
li serî nede êş û jan e, li piştê nede pişt zîyan e, li qûnê bide qûn derman e.



30.11.2019 00:09 | simurg56

3. Diya min bi vê gotinê nizane lê qey di ruh de heye ez heyra. Tê bîra min ez wexta zarok bûm min xwe di çamûrê de hetikandibû. Kincê min ji min kir ohhooy qûnê devê te heba û tu bihata zimên ku wê roja hanê te çi xwar û çi nexwar. Ma şûna destê wê xûya dikir sor kiri bû. Dermanbûna qun nizanim lê destê wê derman bû *



30.11.2019 01:17 | rizgarm

4. bi rastî hişyarike xweş û komîk e. û bîranîneke min a zarokatiyê anî bîra min: rojekê ez û birayên min, me bêkêrî kir û dayika xwe pir aciz kir. lê ne dayika min ne jî bavê min li me dida. dema ku êvarê hat, bavê min ferq kir ku rewşa dayika min xweş nîne. jê pirsî got çi bûye? dayika min nifir ji me kir û got "xwedê kezeba zarokan reş bike, îro pir min aciz kirin". bavê min dema ku nifira dayika min bihîst pir hêrs bû, ji ber ku bavê min qet nifir hez nedikir. bi rewşeke aram gazî me kir û ji dayika min re got "heya kezeba wan reş dibe bila dêm ên yan reş bibin". û heya wê rojê cara yekemin û dawîn bi rewşeke hişk sîle li me xistin. ew qas tund li me xist ku bi rastî jî hinarikên me sor bûn. dayika min ji nifira xwe poşman bû lê kêrî tiştekê nehat. ya rast mixatabên wan sîleyan jî dayika min bû. bavê min ne ji bo bêkêriya me, ji ber nifira dayika min li me xist. û qasî navê xwe dizanim ku 100 qat ji hinarikên me zêdetir dilê dayika min êşiya.



30.11.2019 13:35 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bidengkirina peyvan
» qûna me çiqas mezin dibe, serê me ewqas ecêban dibîne.
» dermanê germ

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî