Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
ekşi sözlük - tirşik
ekşi sözlük
(44) (1) (6)
di mijarê de bigere

1. Yekemîn ferhenga înteraktîf e ku jixwe ev meseleya ferhenga înteraktîf ji aliyê wê ve hatiye destpêkirin.

îro jî ferhenga herî mezin ew e û dirûşmeya "kutsal bilgi kaynağı" (çavkaniya agahiyê ya pîroz) bi kar tîne.

gelek mirov berî google'ê de bigere, li vir lêgerînê dike.

bêguman motîvasyon û mînaka li ber malpera me jî ew e. hêvî dikim heman serkeftinê em jî nîşan bidin.

bi saya vê ferhengê gelek kesên ku eleqaya wan bi xwendin-nivîsandinê tune ne, êdî -çi be bila bibe- dinivîsin.

bi hêviya rojek gelê me jî xwe çêtir di zimanê xwe de îfade bike.



16.06.2013 22:53 | simurg56

2. ferhenga ku berê ez jî tê de nivîskar bûm..



16.06.2013 23:55 | endazer

3. li tirkiyeyê belkî platforma herî azad be ji bo gûftûgoyê.

tê de pkkyî jî hene, kemalîst jî, oldar jî û hemû beşên din yên civakê.



09.07.2013 11:04 | simurg56

4. ez jî gelek caran ji bo hin peyvên ji aliyê wate ya xwe ve dijwar di ingîlîzî de hene wek mînak ''take for granted'' (a rast min hê fehm ne kiriye ev çi ye :-) ) ku min li deh ferhengê jî mêze kir tam wate ya vê nedît di eksi sozluku de dît.lê ev jî heye gava min dît herkes tevlî şiroveyek li gorê şêwe ya xwe jî pêve kiriye ,ev jî serê mêrivê hinek gêj dike.



09.07.2013 11:57 | fizikzan

5. platforma ku kesên endam, xwediyê IQ yek hinek ji navîniya gel zêdetir e .



tijî ateîst,faşîst,kemalîst e .



09.07.2013 11:58 | brusk56

6. ferhenga ku raqîbê herî mezin ê tirşikê ye



20.08.2013 22:00 | brusk56

7. ew jî tirşikçî ne.



20.08.2013 22:08 | newenda

8. van demên dawîn, ji ber zêde zêde zêdebûna nivîskarên nû û beredayî, ji bo ku nivîsek hêjayî xwendinê were dîtin pêwist e mirov 100 peyamên bêxêr bixwîne. ji aliyê din ve reklaman jî ewqas zêde kirine ku ew jî çavê mirov diwestîne. weke hemû klonên vê ferhengê, em jî wê hevoka klasîk bi kar bînin; 'ekşi sozluk pir xirab bû'



03.10.2013 09:59 | simurg56

9. Rastiyek tirkiyeyê ye. Her cara ku çav li ferhengên tirkî digerînim, lê hay dibim ku ciwanên tirka " hinek jî ên me " ka çawa di rewşeke rezîl û hetiketî de ne. Karê wan serê sibê heya êvarê heqaret û nivisîna tiştên çirto virto ye. Xwedê tirşikê ji rewşeke wilo biparêze.



03.10.2013 11:03 | ceso

10. piştê kû sebebê îspîyonê "entry bi zimanek xeyn ji tirkî hatîye nivîsandin" rabu, min deh heb entryên kurdî nivîsand, imanfirotno min di nav 20 deqeyanda firandin.



07.12.2013 23:21 | xurufi

11. ferhenga ku ji her derê wê nijadperestî diherike ye. tê de tijî kurê kerê, faşîst, bîjî, bêşeref, û dêqehp heye.

xwedê kirî tirşik heye.

moderasyon destûr dide peyamên wisa ;

https://eksisozluk.com/entry/39994027



30.01.2014 00:30 | brusk56

12. ferhenga ku li gorî gotegotan dibêjin van rojan dê bi qasê 10 hezar nivîskarên nû bistînin.. hem ji bo berevanî û parastina êrîşên li hemberî nirx û hêjahiyên kurdayetiyê û hem jî ji bo reklam û danasîna tiştên li ser kurdayetiyê, li gorî min divê her nivîskarekê tirşikê j, xwe re ji vê ferhengê hesabekî veke û li hêviya erêkirinê moderasyonê bimîne..



05.02.2014 00:22 | endazer

13. tirşika bi tirkÎ *



05.02.2014 19:23 | xewnkar

14. ferhenga nivîskarên pir faşîst tê de.



05.02.2014 19:28 | rûbar payîz

15. li wê derê çaylakêkî kala tirşikê kirîye.



https://eksisozluk.com/entry/40969229



08.03.2014 18:14 | hun çawane heval:)))))))

16. (bnr: tirşika tirkan)



08.03.2014 18:40 | cinorek

17. demên berê ferhengekî pir xweş û balkêş bû. lê mixabin di nav 3-4 salên dawi de admînên vê malperê dest pê kir ku bi serên xwe nivîsakara bigre û vê ferhenga xera bike. anha bûye cîhê zarokan.



04.04.2014 11:00 | rûbar payîz

18. heta min tirşik nasnedikir min ekşî jî nedizanî bi rastî min gelek caran meraq dikir lê tu carî min lê nekolabû. niha jî*



04.04.2014 16:11 | renas

19. ferhenga bi gotineke tenê li mijara tirşikê de 10 peyam li tirşikê li ser nutellayê dayî nivîsandin. ev çi qudret e bavo!

(wergirtin: https://eksisozluk.com/entry/40650389 )



07.05.2014 20:26 | azadixwaz

20. ferhenga li bin mijara tirşikê de 30 peyam dihewîne û di tirşikê de li ser ekşi sözlükê tenê 20 peyam hene.

(bnr: tirşik vs ekşi)



07.05.2014 22:14 | gerezbabuma minêporêtebialasta

21. ferhenga ku yekî di bin sernivîsa tirsik.net ê de yekî wisa nivîsandiye ;



geç haberdar olduğum ancak varlığıyla beni mutlu eden sözlük.



wêrek be heval.. heta kengî tê ji zimanê xwe dûr biminî.. ne bêje siba, du siba, sê siba.. hima îro.. hima vê gavê bikeve malpera tirşikê dest pê bike.. tu çikas dizanî.. çi ji te tê.. divê tu ji dest bavêjî vî barî da li hevalên di sivik be.. nesekine/neraweste..



insanın anadilini bilmemesi ne kadar ayıp. bilip yazmaması ne kadar tuhaf. yazıp tirşik'te bulunmaması ne kadar yanlış.



25.06.2014 20:21 | brusk56

22. ferhenga ku pergala xwe guherandiye, mirov êdî têketinê neke, nikare peyamên îro bixwîne. gelek kes ji vê rewşê gilîdar e. divê em vê firsendê baş binirxînin û ji elşiyê derbas bibin û di rêza ferhengên înteraktîf de bibin yekemîn .. haydê hevalno !



27.07.2014 22:15 | brusk56

23. dîsa jî ji hemû ferhengên din yên tirkî, baştir e. ji ber ku ya herî rengîn ew e û zêdetir cî dide fikrên cuda jî. ferhengên din(itu, uludag vs.) tije faşîst in, hema bêje komple faşîst in.



27.07.2014 22:39 | simurg56

24. eksi sözlük nav du sê tishtên tirkan yên bash çêkirî de ye (a din zaytung e). 15ê sibata 1999'a (ev dîrokek balkêsh e ji bo me kurda) û vir de heye. Me re kani bibêj ferhengê din tev kopya wê ye (itu sozluk, uludag, inci, bijwen, ferhenga med û tirsik).



27.07.2014 23:19 | serpale

25. malpera ku ji faşîstîya nivîskarên wî êdî mere nikare tehammul bike.. ji vê wextê şÛnde ji bo min tu cûdayîya wî ji rojnameya sözcü tuneye..



20.09.2014 13:59 | rûbar payîz

26. a ku tir di qunê de nemaye. dev jê berdin.



20.09.2014 19:41 | azadixwaz

27. heke nivîskarên tirşikê xwedî li tirşikê derkevin, bi qûna xwe jî binivîsin dîsa jî ji ekşiyê hezar qat çêtir e... axaftina qirixên amedê ya li qehwexaneyê ji entryên wan ên vê taliyê kûrtir e



20.09.2014 20:43 | ferhenga şikestî

28. ji ber ku formatê betal kirine û endambûnê jî hêsan kirine û moderasyonê jî berî 2 salan îstîfa kiriye; êdî mîna forumekê ye. gelek nivîskarên hêja dev jê berdane û ji troll û zarokan re maye.



20.09.2014 20:45 | simurg56

29. ferhenga ku ji nîvê bêtir nivîskarên wê diyar kirine ku wê dengê xwe bidine hdp'yê*

ewqas ji akp'yê eciz in ku ji bo ku encama hilbijartinê bi ya dilê akp'yê nebe, dikarin dengê xwe bidin partiya ku ji sibê heta êvarê didan ber çêr û sixêfan



27.02.2015 19:25 | ferhenga şikestî

30. Ferhenga tirkî ya înteraktîv e, pir binav û deng e, ji ber wê gelek caran rojevê jî diguherin, di bin mijara rojevê, carna jî serekên dewletê bi wan re rûdinin, fikrên wan distînin. Axir tirşik jî belkî rojekîî *



27.02.2015 19:58 | xendekî

31. Ferhenga înteraktîv ya Tirqiyê ye. Tew tu nabêje li wira bûye fênomênek mezin. alman ji tiştên wisa re tune ne.



12.07.2015 01:17 | hola êzîda

32. malpera ku min lê nihêrî da ku mijarek balkêş hebe ku kopî bikim û di tirşikê de binivîsim, lê qet rêxek tunebû.



31.10.2015 02:54 | nazim tolhildan

33. Malpera ku bikarhinerên wê piranî aligirê chpê ne. Tê de kurd jî ne hindik in.

Beriyanher hilbijartinê nivîskarên ekşiyê li hev dinêrin dibêjin qey tirkiye hemû wek eksisozlukê ye. Paşê tu li texmînên wan dinêrî, chp %29-31 akp %38-39. Encam: di her hilbijartinê de hûsran, girî, dijûn li gelê tirkiye felan *



31.10.2015 09:35 | brusk56

34. dibejin malpera mhp ye?



31.10.2015 13:15 | hesen roni

35. malpera ku tê de sernivîsek wisa hatiye vekirin "40 milletvekili ile yapılabilecekler".

peyamên di bin de hatî nivîsandin ez ji kena kuştim *



03.11.2015 23:03 | obamayê qunreş

36. ferhenga interaktîfa tirkî ya ku îro temaya xwe gÛherî ye.

dibe ku ew bi wê şeklê xwe yê nû zêdetir mirovan bikişine malpera xwe.



28.02.2016 15:30 | cinorek

37. ji doh ve ji ber ku tema wî guheriye naxwazim têkevim ekşiyê. yan ez ê dîsa bi sepana wî têkevim yan jî qet nekevim. di vê navê de gerek e bêjim tema tirşikê jî ne xweş e *



28.02.2016 16:41 | kurê xelkê

38. min dîzayna nû ya vê malperê hez kir, ji bela ku nivîskarên genî yên vÊ ferhengê dijberên kronîk in dîsa dijî vê guhertinê derketine, ji ser telefonê karanîna malperê hêsantir bûye..

hesabê min ê nivîskariyê jî heye li ser ekşiyê lê ez hama bêje qet nanivîsim bi tenê entryên baş fav dikim bo ku karibim bi hêsanî ewana peyda bikim û jê sûd wergirim

edît: min niha bala xwe baş da, li ser kombersê, spîbûn û biriqîna rûpelê hebekî min eciz kir, divê puntoya tîpan hebekî dî reştir be



28.02.2016 18:38 ~18:52 | ferhenga şikestî

39. ferhenga ku dizanim divê hin caran lê binêrim lê mixabin qet nayê bîra min. lê tirşik qet ji bîra min naçe....



10.04.2017 16:48 | gulêê

40. cihên faşîsta an jî zehfê wan , pirî caran çêra dikin , ji xwe hemû mêrin û germin.



28.12.2017 15:10 | kurdokercewsî

41. ferhenga ku êdî tama berê nade. ji xwe hemÛ nivîskar jî vê dibêjin. format mormat nema ye ji xwe. qalîteya entryan jî gelek ketiye. mirov tenê li dirêjahiya entryan binêre ferqa berê Û niha derdikeve holê.



28.12.2017 23:49 | brusk56

42. qanalîzasyona teqiyayiye lê şaredariya wê guh lê nade. çi ji min re. ji xwe xwediyê wî zikê xwe têr kiriye û dev ji xeyalêt xwe yêt xortaniyê berdaye. dixwaze di ber xwe de berde ji vê demê pê ve. teqabula wê ya kurdî jî potansiyala xwe ya çavkaniyê, bes xuya dike. lê bazar, bazar e. divê yek du hebên din jî hebin. *



21.01.2018 14:45 | biji serok ursula l guin

43. Wê rojê li vê malperê bêjîyekî qaşo henekên xwe bi tirşikê kiribû segbav bi tinazan ji bo tirşikê gotibû niza 60! Milyon kurd, bi zimanê kurdî yê 6 hezar salî! Bi mehan e hîç entry nenivîsandine. Ca li wî qûnbigû yî bêhnpêketîyê binêrin. Mezin bûye û henekan jî dike di mejiyê te de gayo.
Tiştekî heye pir zora min diçe. Yav de tu rabe zimanê milletekî 97 sal qedexe bike, însanên wan bikuje, ewê ku dibêje ez kurd im biavêje hepsê, nehêle peyveke bi kurdî jî li sûkê bê bihîstin, nehêle ku ne kitêb ne kovar ne rojname ne gotar û maqale bête nivîsîn û belavkirin, ne radyo ne televizyon hebe û bi ser de jî hemîyan bi zimanê tirkî perwerde bike, asîmîle bike. Bila zimanê tirkî wek a tirkan zanibin lê zimanê kurdî ji bîr bikin. Hemî zargotin û klam û berhemên devkî yên kurdî berhev bike talan bike û bidizîne bike malê tirkî, bi salan gundan bişewitîne, êşkence li xelkê bike. Nehêle kurd perwerde bin fêrî zimanê xwe bibin. Lê piştî 90 salan were bêje ku êdî kurdî ne qedexe ye êdî hûn dikarin bi kurdî biaxifin, binivîsin lê perwerde dîsa nîne. Piştî vê pêvajoyê jî were bêje ka we digot zimanê kurdî ewqas muhîm bû qedîm bû pêşketî bû? Hûn hê nikarin entryek jî binivsîn...

De were û dîn nebe ker kurê ker e eger ez 97 sal zimanê te qedexe bikim, dema tu bêjî ez tirk im û zimanê tirkî heye eger ez dar dikim qûna te, gundên te bişewitînim mal û milkên te wêran bikim û hemî arşîvên te yên nivîskî û berhemên te yên devkî bidizinim talan bikim û bikim malê zimanê kurdî bi şeref bi şeref 97 sal paşê dema ez bêjim tu tirk î? Tu yê bêjî tirk çi ye keko?
Baş xirab kurd li ber xwe dan û piştî 97 salan hê jî kurd hene û kurdî li ser piyan e. Li êranê 30 milyon tirkên azerî hene ji tirsa qûna xwe newêrin bêjin kirt! Lê kurd li wir dibêjin em kurd in!
Ker di qûna te ne pîç!



25.11.2019 00:18 | ferhenga şikestî

44. Ferhengek înteraktîf e. Ez her roj bi çavekî lê dinerim ji xeynî nijadperest , zayendperest û nezanên tirkan tê de tu tişt tuneye û gelek niviskarên vê torê bi awayekî organîze niviskarên kurd gilî dikin û dibin sedema girtina wan ya ji aliyê dewletê.



25.11.2019 00:34 | biaqila malê

45. Berê çiqas çavkanîya daneyên pîroz be niha jî ewqas navenda cahîltîyê ye. Ev nêrînên min ne ji ber netewperwerî an jî hesûdîya min e. Bi taybetî di meseleya Kurdan de dema mirov hinek nivîsan dixwîne, şaşwaz dibe ka mirovek çawa dikare evqas nezan be. Ez ne behsa faşîstîyê dikim, rasterast daneyên madî jî nizanin. Em bêjin ev tiştekî sîyasî ye. Lê na heyran, di mijarên ji jiyana rojane an jî profesyonel jî carina mirov dibîne, di binê mijaran de şîroveyên ewqas ehmeqane dikin û vê yekê ewqas jixwebawer dikin ku, hema rûpelê digirim û diçim.
Di binê her mijarî de hewla hezarbarekirina heman esprîyan heye.
Ji bo şopandina rojevê dîsa jî çav lê digerînim lê car hene nikarim tehemûl bikim.



25.11.2019 13:09 ~13:09 | simurg56

46. Sala 2011 de min hesabek li vê malperê vekiribû li benda pejirandinê bûm.lê paşê min dev jê berda û ez nizanim ew hesab çi bû.aniha di destê min de bibûya min ê wê hesabê bifirota.firsend ji destê me firiya.



25.11.2019 18:51 | bayesar

47. Tora ehmeq û cahilên jixwebaweran e.



25.11.2019 21:12 | xelîl

48. Şeş meh berê min qeyda xwe li vî ferhengê çê kir. Piştî haya min li tirşikê çêbû. Vê rojê heta îro dikarim bêjim her roj ekşî û tirşikê dinêrim. Her xuya ye ekşiyê de çi qeşmer û kerên beredayî hebin li wir bi cîh bûne.



25.11.2019 23:32 ~2019.11.26 00:55 | kajav

49. bi rastî jî qalîteya xwe ya berê wenda kiriye.
berê jî faşîst bûn di meseleya kurdan de lê qene hinek zana bûn, dikarîbûn di meseleya kurdan de du hevokan saz bikin. aniha enrtyÊn wan bi piranî weke sloganan e.

dîsa jî qadeke gelek gelek bibandor e.
ji aliyê hemû kesan ve tê şopandin. meseleyek dema li wir dibe rojev, dikeve rojeva tirkiyê.



26.11.2019 00:23 | brusk56

50. ferhenga ku hingî diçe, karakterê xwe wenda dike.
rêjeya nivîsên hêjayê xwedinê gelek kêm dibin. ji xeynî wê jî, piştî gelek nivîskar hatin standin, tijî troll bûye.
carinan nivîskarê peyamên eletewş dinêrim, bi piranî nû bûne endam û heta êvarê propagandaya akp'ê û ola îslamê dikin.



15.02.2020 12:38 | brusk56

51. wek tirşikê nabe . hevalek min li wir nivîskar e. kurd e ew jî . car carna çend entry dişiyand ji min re, min di go ev çi gotinên eletewş in law!? min bi xwe tişteke wulo eletewş nenivîsiye li tirşikê û ne jî dîtiye! heke çavê min ne kor bin! *



15.02.2020 17:01 ~17:01 | xwelî li ser

52. ferhenga ku, di sernivîsa maça fb û gs'ê de, heta niha 4 hezar û 200 peyam hatiye nivîsandin.
di mehekê de bi tevahî ev qas peyam di tirşîkê de nayê nivîsandin.



23.02.2020 22:44 | brusk56

53. Gelek caran Ferhengeke zehf bikêrhatî ye.
Fîlm, derman, cih... Dema mirov li ser çiştekî lêkolînekê dike, dikare rasterast fikr û tecrûbeyên bikarhêneran li vir bibîne.



24.02.2020 00:32 | gumgumok

54. ferhenga ku bala min nakişîne ji bo ku kerê kurê keran li ser pirr in.Mixabin li ser înternetê cihek girtiye.Ji bo her tiştê nêrînek heye.



24.02.2020 00:39 | brzn

55. Dev û destên te sax bin ferhenga şikestî *



06.03.2020 22:22 | xabûrî

56. Ferhenga ku pergala wê dişibe tirşikê. Ez bawerim ji tirşikê kopî kirine. belê nvê xwe jî ji tirşikê standiye. Peyva tirş li tirkî wergerandine. Li ser tişik.net mijarek vekirine û qaşo henekên xwe bi kurd û tirşikê kirine. Li ser qehra wan heke tu kes nemîne jî heya dinya xweş ava be hama bi tena serê xwe be jî ezê her û her binivîsim. Ji ber henekên xwe bi tune bûna mijar û peyaman kirine.



06.04.2020 23:25 | tîrêj zana 21

57. Ji armanca xwe derketiye û format mormat ne girîng e.Jixwe tiştekî ku pênase bikin jî nemaye.
Ew malper wek cîheke ku kes bikaribin raman û pêşnîyar ango rexneyek bîne ziman e û zêdetirîn jî li ser nûçeyan e.ew tiştên ku tên ravekirin zêdetirîn derbarê polîtîkayê de ye.



07.04.2020 00:24 | brzn

58. wisabûna tirşikê mirin û xwekuştina tirşikê ye, divê tirşik rê nede nivîsên wisa tiroviro



07.04.2020 02:50 | afa

59. platformeke ku di turkey* de bibandor e. tiştekê dikarin zû bikin rojev û pey biçin. ya herî giring, êdî ku ji hunermendan heya zanyaran lê dinêrin ku derbarê wan de çi hatiye gotin. bi kurtasî cihek xwedî soz e. Hêvîdar im tirşik net jî wisa bibe cîhek pir înteraktîf û ji bo her tiştî bibe çavkaniyek yekem di nav kurdan de.



07.04.2020 04:32 | de facto hozan

60. Ferhenga ku bûye warê nijadperestan.êdî nefret û dijminatiya wan a li hemberî kurdan dilê min diqelibîne.hemû ulkucîyên încî sozlukê hatine vir.destên min naçe mijarên derbarê kurdan de vekim



15.05.2020 21:24 | bayesar

61. Di nav ferhengê tirkan ya herî baş, ev bû, vê jî xwe xerakir, bi piranî ji aliyê nîjadperestî ye



15.05.2020 21:27 | merwano

62. Yek ji platformên înternetê ye ku rojeva tirkiyê kifş dike. Û herwiha ji bo çavdêrî û analîzkirina hişmendî û nêrînên gelheya çîna navîn (mîddle class) û yên zanîngeh xwendine cihek îdeal e.

Her çiqas pirraniya endamên vê malperê di warê aborî û perwerdehiyê de di asteke baş de bibin jî û xwe wek dilfireh (open-minded) û dinyadîtî bidin nîşandan jî di nav nijadperestî, paşverûtî û kîndariya xwe yên li hember netew, zayend û astên civakî yên din de digevizin.



15.05.2020 22:02 | xelîl

63. van salên dawî, îcarî ji rêzê derketin. heta êvarê dijûnan li kurdan dikin. dijûn kirina nijada kurdan serbest e û yek ji tiştên herî popûler e.

îro sernivîsek ji bo kayyumên ji şaredariyên hdp'ê re hatî rêkirin vekirine.
bi awayekî ecêb hema bêje hemû vê yekê weke bêheqî dîtiye. dîsa jî hêvî dikim, di demek kurt de kayyum ji stenbol û îzmîr û enqerê re jî bişînin.



16.05.2020 12:51 | brusk56

64. platformek tê de gelek sondên xirab, axaftina nefretê, şermezariya li ser her tiştî di derbarê kurdan de heye.

Dema min nivîsên bi vî rengî dixwend, ez pir xirab û birîndar dibim. ji wanra şermek mezin e. Ez li ser ziman, çand, nijada wan tiştekî xerab nabêjim. divê mirov hine hurmet nîşan bide. mixabin, ew tişt li cer wan tine.



16.05.2020 14:56 | tomcruise

65. Kesên devkirêt li ser pirr in.Her kes azad e û xwe mafdar dibîne li hember kurdan dijûn û sihêf/çêrr bikin.Ev azadiya wan tenê li ser kurdan bê sînor e.
Lê kurd nikarin derbarê wan neteweya wan de nikare bibêje hov/hoveber in.
Ez ne endamê wir im û ne jî dibim endam.
Dema ku ez vî malperê dibihîsim , tiştên ku tên hişê min;
ekşi sözlük = gû , rêx ,gemar e!



16.05.2020 15:16 | brzn

66. gelo kurdên bêpolîtîk(apolitic) mijara heqê kurdanda denê vekirin dibînin çawa hîsdikin? zorê van diçe an guhnadin?
alî dinê da mijarekî vekin û binerin; nivîskarên berê çi nivîsinê û nivîskarên nû çi nivîsîne, qalîteyê nav herd têkiliya binerin û hunê bibînin kû ferqê nav van zehf mezine.
hunê bibînin ciwanên tirkaya nû çiqas nîjadperestin.



16.05.2020 15:26 | doesntmatter

67. Ji bo derbiyekê (Fenerbahçe-beşiktaş) jî bi hezaran entry tên nivîsîn li wir. Ecêb e.

Li vir ji bo mijarên herî girîng jî hejmara peyaman sedan nabihûrîne. Mixabin.



29.11.2020 21:02 | xelîl

68. Ferhenga ku êdî virt û Vela ye.
Erê, bi hezaran peyam tên nivîsîn lê ji %90ê wan dişibin şiroveyên li ser nuçeyên ensonhaber.comê.
(bnr: less is more)
Bila tirşik nebe ekşisözlük.



30.11.2020 09:30 ~09:30 | cinorek

69. Ne ji partiya me ne



01.12.2020 00:34 | zîzo

70. Cihek tejî faşîst û bêbav in. Divê Kurd wê platforma bênamûs bi têketina xwe fînanse nekin.



01.12.2020 01:38 ~01:39 | lawkegoyi

71. qalîteya xwe yê pêşîyê winda kirîye, mînak mîjarekî bigerin entryê yekem binêrin û a dawîyê binerin. di ferqê nav da hûnê bibînin.
xwezî wek ekşiyê tirşikê jî wisa qas mîjar bihata vekirin û fikir bihatan nivîsandin belkî bo me xweştir biba.



01.12.2020 14:00 ~14:01 | doesntmatter

73. sîteya tirkana ku hê zimanê kurdîyê înkar dikin.
hinek tirkî dizanin, piçek îngilizî dizanin, qet farîsî û kurdî nizanin lê dibêjin "kurdi zaraweyêkî farîsîye".

ji bo populer bûnê bûne ateîst û bêîman,
Ji bo têr kirina fîkrên xwe yan nijadperestê bûne kemalîst,
Pîranîya wan pir ehmaq in.



30.01.2021 23:25 | heval.js

75. ferhenga ku êndî mirovên ji di qirûşa re nabin dihewîne.
mînak dibêjin ev pirtûk pir xweş e tu dixwîne ji gûkîr nabe.
ev nimûne zêde nin mîna filman , rêzefilman û aghilbe jî muzîk .
bi xwedayê mid belkî bi sedan çûme lînkê muzîkê wan heya anha hew minoo javan ketiye serê min .
yanî ez difikirim zewk û xoşiya wan çawa wilo ye qet tê nagihim ez bawer ji bo ku nivîskarên din bêjin oo çi li muzîkê gherîb guhdar dike ev camêr.
wekî din troll lê gelekin , tiştên serîs û bi talûke bi kîrê xwe nahesibînin.

ji bo çi ez lê dinerim çunkî tiştek diqewime derh'al dikeve ekşiyê de.
û ez werim ser gotina hevalê jor .
keke ew rewşa ku tu dibêje tenê ne li ekşiyê ye tirk giş wisa difikirin .
hew ekşî wek mirêkek bi çûk e ,ramanên tirkên faşîst tîne der.
di youtubê de û twitterê de şirovên wilo pirr in.
li kurdistanê sivil dimrin, em dibêjin sivîlin wan ne kujin henekê xwe dikin û dibêjin berazên pkk nin sivîlên çi.
beraz hûn in zarê pîça.



05.06.2021 23:28 ~23:29 | shwinsherm

76. mijarek wisa vêbûye:
Here lînkê



06.06.2021 03:04 ~03:04 | heval.js

77. ev jî wek meselaya terörist vs tererüst e, lê xwe biaqil dihesîbînin.



10.07.2021 20:43 | heval.js

78. Pê girtin * în şa Allah kesên ku were girtin
yên ku dijî kurda nîjadperestiyê dikin bin (:



13.08.2021 12:32 | navîgiranmezelîwêran

79. (bnr: ekşi çöplük)



13.08.2021 16:53 | hueyn

80. bi rastî her ku diçe xirabtir dibe.
êdî tew ferqa xwe ji forumên atsizciyan yan jÎ şiroveyên ensonhaberê tinne ye.
aramî û bêdengiya li ser tirşikê hezar cara ji teq Û reqa ekşisözlükê baştîr e.



13.08.2021 20:29 | cinorek

81. Êdî çawa navê wê dibihîzim, dilê min dixele tê heta ber devê min..



13.08.2021 22:19 ~2021.08.14 01:34 | pîroz

82. (bnr: vereşîn)



14.08.2021 01:12 | xelîl

83. ketîye rojenekirinekî mezin:
Here lînkê



04.01.2022 22:54 | heval.js

84. teqlîda tirşikê kirine.
Êdî nivîskarên Ekşisözlükê jî dikarin weke tirşikvanên me wêneyên xwe li ser profîla xwe zêde bikin.



05.03.2022 12:45 | cinorek

85. Mirovên mêjî gû, mêjî rêx ,nijadperestên bênamûs hatine ba hev û behsa mafê dewletbûnê bo kurdan dikin. Ez dizanim gelek kurdên me jî diçin vir dixwînin û wek wan difikirin; mînak: mûrîdên hdp î.
Yên ku mirov dixe heyrê ew e ku ev kesên ji mongoliyayê hatine xwe nîzê rojava (ewropayî) dibînin rexneyan li kurdan dikin :D yên ku nedîtibe wê bêje qey dagirkerî , barbarî, talankirin, tawanî û hwd. ew nakin û ew nînin.

https://eksisozluk.com/kurtler-kurdistani-kursa-olabilecekler--4568059



20.09.2022 16:56 | brzn

86. Înteraktîf Ferhenga ku nivîskarên berê hin caran entryên têr û tijî dinivîsîn mixabin êdî dev ji nivîsandinê berdane û êdî pirranî nivîskarên netewperwer, nîjadperest, nasyonalîst dinivîsin. Fikrên navend-çep êdî wek fikrên dijber dibînin. Dibêjin chp ser rêya mka derketiyê û ketiye destê kurda (fikrên chpê, gorî wan zehf maf dide kurda!). Dema qala kurda dibe, mijar çi be bila bibe gelek peyamên nîjadperest dinivîsin. Çend nivîskarên xwedî wicdan û çend nivîskarên kurd jî hene lê wana wek xaîn dibînin. Zêdehî dibêjin: ger yek bêje ez hez mka û fikrên wî nakim, êdî tu girîngahiya fikrên wî yê din tunne ye.
Belê, belkî ev tişt ne tenê taybetiya ekşi sözlükê ye, taybetiya gelek cihên tirkiyê ye. Lê tişta hez dikim bala we bikişînim, ekşi sözlük cihê dijber-muxelîfan e. Fikrên zêdehî nivîsakarên Ekşi sözlükê zehf dûr î fikrên giştiya tirkiyê ye. Gelek caran kesên nêzî hikûmeta tirkiyê ji bo vê dijberbûna ekşi sözlükê gelek caran hez kirin ku were girtin. Li ekşi sözlükê her roj bi hezaran peyamên dijberê hikûmetê dinivîsin. Îro rewşa kurdên bakur diyar e, hewceyê gotinên min nîne, ka hûn hesab bikin dijber-muxelîfên tirkiyê ku dibêjin em maf û mirovahî dixwazin wiha difikirin.
Lê tişta balkêştir jî heye; ew dijberên hikûmetê ji bo kû hikûmetê bixin û bixwe dewletê, hewceyê hêza kurda ne. Kurd hêza xwe kê alî dayîni serdest bikin ew dibe serdestê dewletê. Îro hewceyê kurda ne hewqas nîjadperest in, ger ku hewce nebin yê çi bikin gelo?
Hewceye gelê kurd, tu demê dijberiyê hikûmetan û rêveberan nekin, dijberiya dujmin û ew kesên ku pêşiya mafê kurda girtî re bikin û wek mücahit bilici gotî nebin (bnr: hamal kürt).
Ev peyam, min mijara ekşi sözlükê nivîsî lê ji bo pirraniya nasyonalîstan jî rewş wiha ye.
Ji bo şopandina rojewê her çiqas ekşi sözlük cihekî pir acizker be jî ji bo nivîsên zanistî û agahkerî gorî min hê jî li tirkiyê cihê herî pêşveçûyî ye. Ji bo mijarên felsefî-erdnîgarî-psîkolojî hwd. taybetî nivîsên kevn baş in.



20.09.2022 22:32 ~2022.09.22 15:54 | pêşewa

87. Êdî tew ferka xwe ji şiroveyên di bin videoyên youtubeê nemaye.
Tijî henekên ehmeqî û nivîskarên nijadperest bûye.



21.09.2022 05:24 | cinorek

88. Ji hinga ez xwe dizanim Ekşî sozluk'ê bi kar tînim. Lê hê nû min nivîskarekî keşf kir. Navê nicknamea wi/ê Meferr e. Ji ber derengiya xwe gellekî xemgînim. Erê çima?
Ji ber ev nivîskar Cih tê qala dîrokê dike, cih tê zimanê xwe li hember faşîstan diparêze, cih tê çand û hunera kurdî dide nasîn û cih tê nûçe û bûyerên rojevê radihêje ber xwe. Di her mijarê de jî agahiyên ku dide bi çavkaniyên wan dide. Bi vî awayî berî mirov jê bipirse "tu li gor çi dibêje" ew bersiva mirov dide.
Wek ev hevalên di tirşikê de anîne ziman li ber min jî Ekşî sozluk xirab bûye lê hê jî ên zana û rewşenbîr tê de hene...



23.01.2023 01:45 ~11:38 | amed7221

89. Astenga têketinê anîne ser.
Kanê em bibînin çi diqewime, ku ji bona hilbijartinê ye yan tiştekî din...



21.02.2023 23:55 | ciwanzêr

90. qedexe kirin. Nizanim wê çiqas bidome.

tweet: Here lînkê



22.02.2023 16:56 | horhorik

91. a ku hatiye teqandin.
hukmatê salên dawî de, gelek trollên xwe xistibû di nav ferhanga ekşî de û rêvebirên ekşiyê jî qet deng nedikir. lê dîsa JÎ dilê wan germ nebûye gotine em bigrin. ji xwe her tişt di destê wan de ne. bê minet e.



23.02.2023 00:12 | brusk56

92. Paş hatina qedexekirin hijmara peyaman xeylek kêm bûye.
Here lînkêEm hebekê xeyret kin dê tirşikê ekşi sözlükê derbas bike.



25.02.2023 04:39 | cinorek

93. Nivîskarên kurd diçin ferhengên tirkî yên din. Çima ji ferhenga kurdî tirşik.net nizanin? Divê em tiştekî bikin ku em li vir gazî wan bikin.
Ji ber ku Kurd bi hev re bi hêztir in. Ez nizanim li vir çawa bangî wan bikim.



25.02.2023 10:00 | horhorik

94. Weke çareserî Ji bo sansûra li Tirkiyeyê li ser eksisozlukê navekî din ê domainê girtin e.
Eksisozluk2023.com



05.04.2023 16:29 | cinorek

95. nivîskarekî kurdînûs li ser tirşikê bangekî wisa kiriye:
Here lînkê



24.06.2023 18:29 | ciwanzêr

96. Qet kêfa min jê re nayê. Ji bo werim qabûl kirin tiştên wirtomirto nivîsand im lê pişt re min got gelo ez bi kêfxweşî nanivîsim ezê çima binivîsim?

Belê ji tirşikê behtir mezin e, zêde mijar tên vekirin lê bi her awayî nikare bibe wekê tirşik ê xweş û bedew.

têne dinivîsin hevaltî kem e lê tirşikê ma wusa ye? li tirşikê her kes hevdû nas dike.herî kem Li ser nivîskarekî fikrên tirşikvanan heye lê ji bo ekşî ye ne wusa ye.

Ji ber vê yekê Tirşik dikare bikeve şûna Ekşî ye, lê Ekşî nikare şûna Tirşik bigire.



06.11.2023 16:20 | horhorik

97. Dîsa hat astengkirin û domaîn dîsa hat guhartin lê vê carê bi rastî pê girtin.. li ser malperan wan zarokek hat tecawizkirin, mixabin moderatorên ekşî ye ti tiştî nekirin û pîreka ku wî zilamî îfşa kiribû hesaba we hat girtin û li ser mijarê kî diaxive wan jî asteng dikin.

Gelek nivîskarên ekşî ye ji bo vê yekê ji Ekşî ye derketin. Lewma nivîskarên tirk ê biçin uludax an jî derekê din lê nivîskarên kurd? Baweriya min nîne ku werin tirşikê lê hêvî dikim werin tirşikê*



16.12.2023 19:07 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekşi sözlükê de mijara tirşikê

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî