Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    youtube - tirşik
    youtube
    (0) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. malpera vîdyoyan ya herî popûler e.

    berê malpera videos.google.com hebû. me ji vê malperê guhdarî vîdyoyan dikir. paşê youtube gelekî popûler bû û me bihîst ku google'ê youtube kiriye. piştî vê yekê hêdî hêdî google video li paş ma û dawiyê de jî hat girtin.

    tê gotin ku vîdyoyên ku di nava rojekê de li youtube'ê tê barkirin, ji aliyê mirovekî ve encax di nava 3 salan de dikare were temaşekirin.



    2013.12.09-21:29 | simurg56

    2. (bnr: google'a vîdyoyan)



    2013.12.10-00:05 | brusk56

    3. malpera vîdyoyan e. di serî de belayê stranbêjan bûn piştre çawa ku bû populer hîn bû nanê wan. qîmeta cd û band nema. êdî çi qas pêşve çû naveroka xwe jî ewqas guherand ne tenê muzîk her weha fîlm, belgefîlm, tiştên zanîstî, qeşmerên ber derî hwd... pirr însan jî bi saya youtubê bû navdar wek mînak " psy û justin bieber"

    ez jî pirr sûd jê werdigrim her çiqas dezenformasyon zêde bibe jî gava ku mariv baldar be bi kêr tê. . klîşeyek heye ku ez kêngî stranekî vekim meraq dikim û şîroveyên ku di bin stranê de ye dixwînim lê yek du heb dixwînim ji youtubê sar dibim eyn dilê mariv digere mesela gava tu di derheqê çêkirina xwarinekî de vîdyoyek vedikî digel ku têkiliya siyaset û xwarinê bi hev tune ye dîsa jî tijî dijmîn nifir û nizanim çi ne tu dinêrî ku faşîst û ehmeqên tirk tije dijmîn barandine welhesil tama tiştekî tune ye



    2013.12.10-01:45 | ferhenga şikestî

    4. malpera ku ji bo vîdyoyên wê di tirşikê de, di nav peyamê bixwe de bikare were lîstin, divê navnîşana vîdyoyê di nav fonksiyona ( youtube: )'ê de, ne weke "http//www.youtube.com/watch?v=X-RcX0f6Lss" lê weke "//watch?v=X-RcX0f6Lss" were nivîsandin.



    weke mînak:












    2014.01.07-21:43 | simurg56

    5. welle ez ji bo temaşekirina can û ceger bikartînim. ez jê memnûn im.



    2014.01.12-21:35 | bilîs

    6. JI BO KURDAN Jî ti wî awayî pÊWÎST E.!



    2014.01.21-20:52 | xendekî

    7. youtube ji bo temaşe kirina vîdyoYAN gelek tê KARANÎN.begûman;ez jî ser youtube'ê DEM Dikujim.



    2014.01.24-14:43 | xewnkar

    8. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.03.28-15:10 | ciwan

    9. malpera dadgehê biryara girtina wê betal kiriye. dadgehê gotiye ji bo tişteke wisa girtina hemu malperê neheqî ye. heta rte careke din ferman bide wê vekirî bimîne.



    2014.05.06-23:12 | azadixwaz

    10. ji bo ku bikare bibe reqîbê spotifyê, xizmeta youtube redê derxistiye.



    2015.10.22-16:33 | simurg56