Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 8 peyam
    aspîrîn - tirşik
    aspîrîn
    (0) (0) ecêb (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. dermaneke tibbî ku navê wê kimyewî acetylsalicylic acid (ASA) ye.

    her çiqas weke êşbirr gelekî zêde were bikaranîn jî bijişkiyê de cihê bikaranîna wê ya herî girîng û giştî; bi xerabkirina fonksiyonên trombosîtan bi av kirina xwînê û bi vî awayî pêşîlêgirtina hişkbûna xwînê û xetimîna damaran e.



    2013.06.16-23:12 | simurg56

    2. wekî din, herî zêde bi taybetiya xwe ya buna sedema sendroma reye di zarokên enfeksiyona vîral derbas dike de, tê zanîn. loma jî aspîrîn zude ye ki ji bo zarokan nayê bikaranîn.



    2013.06.17-20:56 | azadixwaz

    3. (bnr: sendroma reye)



    2013.06.17-21:48 | simurg56

    4. dermanê hemû derd û nexweşînên kurdan.. serê wan bişike, kezbreşÎ bibin, bi penceşêrê bikevin, kula helebê di zimanê wan re dekeve, tawî bibin, bawî bibin, bavê wan bimire, bikevin depresyonê de axirê çi qas bela û bobelat, nexweşî û nesaxî hebin ji bo dermankirinê kurd pêşiya pêşîn vê hebê bikar dihînin..



    2013.09.26-20:02 | endazer

    5. Dîyamina ŞÎRHELAL aspîrîna di malê de nedihîşt çimkî; teva di nav avê de diheland Û dirêtin nava erda kulîlkên ku di malê de xwedî dikirin,digotin bi vî awayî zindî û geş dimînin ez çiqas ji we mesûl bim ewqa jî,ji wan berpirsim..



    2013.11.07-03:18 | nunê

    6. dermanê tim êşê



    2013.11.07-16:18 | newenda

    7. dermanê ku bandora wê ya li ser trombosîtan, bi desmopressinê dikare hinek were vegerandin.



    2015.05.17-17:24 | simurg56

    8. dermanê ku nû hatiba dîtin wê buhayê wê bi hezaran dolaran bûya. di sala 1897an de hatiye dîtin(çêkirin).

    hin derman hene ku nêvîyê wê bi kar nayên û niha bi hezaran dolaran e.



    2015.05.17-17:31 [guhertin:2015.05.17 17:32]| berxweda

    9. Edî jî bo tevdîr nayê bikaranîn, yê ku qeyrana dil derbas nekiriye hewce nake bêkar bîne lewre dike ku laşê mirov xwinî bike



    2015.05.17-17:56 | mircembeli

    10. îlaca ku her roj nexweşiyek din derdikeve holê ku jê re baş e. Alzheimer, Parkinson, pençeşêra madê hwd



    2015.12.12-10:13 | brusk56

    11. di sektora dermanan de şoreşeke bêhempa ye.



    2015.12.12-10:46 | nazim tolhildan

    12. îlaceka qaşo jî bû ser êşêye bi fiyeta belaşîyê tê firotin.




    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
    civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
    çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
    beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
    duyemdest [1]
    peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
    peyv û gotinên ku tirşikê derxistine [1]
    (bnr: teknofehşo) (bnr: firat wergerî)...
    di xewnên şevan de [1]
    Helbesta Cegerxwîn e ku ji aliyê yunus dişkaya ve wek stran hatiye got...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » aspîrîn

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî