Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    betlaneya berfê - tirşik
    betlaneya berfê
    (1) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. mizgîniya ku zarokatiya xwe de em tim û tim jê bêpar man.

    ji ber ku li mêrsînê berf qet nayê, zivistanan dema nûçeyan de dihat gotin ku li fîlan û bêhvan bajaran mekteb hatine betalkirin, gelek pê diêşiyam. ji ber ku tu caran cem me mektep nedibûn betlane.

    lê dawiyê de cara ewil û dawîn, li li stenbolê carekê zanîngeha me ji ber berfê hat girtin. lê wê carê jî azmûna me hebû û ez jê re gelekî şixulîbûm. paşê azmûn piştî heftiyekê hat çêkirin lê vê carê ez neşixulîbûm û ji wê dersê mam, mixabin.



    2013.12.10-20:13 | simurg56

    2. di deh salê de carekî dihatin serê min lê tiştê ku trajîk ev e bo min; ku di dema zaroktiyê de min nivê xwendekariyê xwe li qersê derbas kir nîvê xwendekariyê xwe jî li amedê. . di qersê de ji ber ku berf pirr dibariyan xema wan nedibûn, hîn bûbûn, lewma jî dibistan betlane nedibûn gava ku di amedê de dibûm jî, berf nedibariyan lewma betlane nedibûn*



    2013.12.11-00:54 | ferhenga şikestî

    3. xelateke ez her dem bi dereng pê dihesîyam. walî ê stenbolê kurê kerê ji bo vê mizgînîyê heya saet 12 ê sevê dima. sibe zûka ez hişyar dibûm û diçûm dibistanê. min der û dora xwe dinêhêrî, kes tûneye. demeke kurt de min fehm dikir ku dibistan ji bo berfê betal bûye.



    2013.12.11-10:00 | nazim tolhildan

    4. va ye sibê li amedê betlane ye min do got qet çênedibûn îroj bû ez derewandim*



    2013.12.11-17:59 | ferhenga şikestî

    5. tiştê ku gelek hatiye serê min .ji ber ku li gever ê gelek berf lêdikir,di rojêt zivistanê dibistan heftiyê carekê dibû betlane.



    2014.12.17-18:08 | vêca çiyeeee

    6. waliyê stenbolê diyar kir ku ji bo xwendekarên dibistana navîn, dibistana seretayî û xwandekarê lîsê yên stenbolê, sibê ye.



    2015.01.05-20:17 | nazim tolhildan

    7. îro ji ber barîna berfê, waliya stenbolê betlane daye. xelkên ekşiyê ya xeber û galgal ji fêrkeran didin, armanca betlane-dan fêm nakin. di bangewaziya xwe de walî, dibêje ku "ji bo xwendekarên me bi talûkeya qeze rû bi rû nemînin, sibê wê betlane bibe." sedem li holê ye. lê ew rebenên fêrker di her betlaneya berfê de bi êrîşa mamoste-nehezan dikevin. li gorî wan betlane ji mamoste tên dayîn, ji ber vê yekê jî divê mehaneya wan bên birrîn. lê vê tiştê nafikirin:



    -dema hesin tunebe, wê hesinkar rûne cihê xwe.

    -dema qûm û çîmento tune be, karkerên înşeatê wê rakevin.

    -dema xwendekar tune bin, fêrker wê li nav nivîna xwe kêfxweş bikin.bes û net.



    2015.02.11-11:24 | biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hello world [1]
    hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
    tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
    Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
    soundtrackên bijarte [1]
    (bnr: the divergent series allegiant)

    Tove Lo - Scars
    pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
    Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » betlaneya berfê
    » berfeşîra meraşê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî