1. helbet vê yekê nostoljjyeke xemgin hiştiye li ser gelek xortên kurdan ku zaroktiya wan salên 80an 90de boriye bi piranî li serhedê. |
|
10.12.2013 22:39 |
tivirloismail
|
2. Dema me ber sobê fêkî dixwaran - ji xwe di zivistanê de fêkiya herî erzan û bi hêsan peyda dibûya pirteqal bû - me qaşila pirteqalê ser sobê digivaşt û ew ava kû ji qaşila pirteqalê derdiket bêhneke xweş dikire odeyê de.. |
|
10.12.2013 22:46 |
nan û av
|
3. keyfek mezin e. ya ku keyf e, ne xwarina fîkiyan e; her tiştê ku li ber sobê tê kirin gelekî xweş e. |
|
10.12.2013 22:50 |
simurg56
|
4. Demekî di zaytungê de nivîseke e komîk di derbarê bîranînên ber sobeyê derketibû.. dema min di vê Mijarê nivîsi ew nivîsa di zaytungê de hat bîra min..ev e nivîs: http://www.zaytung.com/haberdetay.asp?newsid=205974 |
|
10.12.2013 22:58 |
nan û av
|
5. bîranîneke bê hempa ye ku nifşên me gihîşt. a xerap hîn nostaljî hene ku carna mariv keys û derfet dibîne ku dîsa biceribîne lê rûniştina li ber sobê dîsa dubare nabe hîn çû derbas bû. zehmetiya sobê gelek bûn û ew barê dê bav bû me têkildar nedikir carna di malê de dibêjim "yav sobê çi xweş bûn newsa? dibêjin erê lê şikandina êzingan jî xweş bûn serhat efendî"* binêrin dîsa ket bîra min. a baş ez cixareyeke bikşînim |
|
10.12.2013 23:31 |
ferhenga şikestî
|
6. Wek her tiştekê li ber sobê fêkî xwarin jî tamekê cûda dihewîne ev jî dide nîşan ka di karekê de derdor çawa bandorê dike. |
|
29.12.2019 18:12 |
azad30
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |