Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 9 peyam
    kurdê ku li malê kuçîk xwedî dike - tirşik
    kurdê ku li malê kuçîk xwedî dike
    (2) (2) ecêb (0) (16)
    di mijarê de bigere

    1. tune. an jî min nedîtiye. kurdên ku li mala xwe kitik/pisik, masî, dîk, mirîşk, çêlek xwedî dikin hene lê min nedîtiye ku kesekî/kesekê kûçik li mala xwedî kirî. bila nekin jî, li malê çi îşê sayan heye heyran?



    2013.12.11-20:40 | simurg56

    2. ew kes ez im. a rastî heta cîranên min ên apartman bêbextî avêtin li ser kuçika min ê reben, ez bûm. reşo hîn DU SÊ MEHî bû û dev hebû, ziman tunebû. ewtîna wî wekî zarokên peyv ketîye devê bû. ez hîn nebihîstibûm. min carinan derdixist bexçeya apartman. ZEWZÊÇÊN CÎRANAN WÎ HEZ DIKIRIN Û PÊ DILÎSTIN. PiŞTÎ cîranên min ên ker û bawerhişk bi derewa "kuçikê te dihewtîne" me gilî kirin. em jî bi nifir û xebera mecbûR man ku kuçik bidin kesekî din. hîn do bi fotografekî wî anîbû bîra min û heta êvarî wî fikiriyAM, ez BER XWE KETim.



    2013.12.11-23:15 [guhertin:2016.04.10 22:08]| biruya hayao miyazaki

    3. Kurd li malê kûçik xwedî nakin, li devê derî xwedî dikin. Ji ber ku teqizandina wan rehet be. Hinek ji wan kûçikan jî niha siyasetmedarên akpê û chpê û mhpê ne.



    2013.12.12-00:18 | ceso

    4. hêdî hêdî çêbûnê berê li amedê mariv pêrgê kuçikê-malê nedihat lê niha pirr bûne ecêb ecêb kuçik hene niha û mikur werim ku îmana min ji kuçikan diçe pirr ji wan ditirsim naxwazim kes kuçik xwedî bike li vî bajarî kuçikên ku li derve dibînim hemû di destên 'şehîr çoçixlarî' de ne şeklê lawik çi qas ecêb û sosret be kuçik jî ewqas ecêb û sosret dibe. welhasil li malê kuçik xwedîkirin di çanda me de tune ye gava xwedî dikin jî nizanin çi dikin pirranî di ofîsê de bala keçikan dikşînin kesên ku dixwazin xwedî bikin, bila ji kerema xwe re ji min dûr bikevin



    2013.12.12-02:48 | ferhenga şikestî

    5. di hevdemê de kurdê ku naxwaze hevalê/a wî jî di mala wî de kuçik xwedî bike.

    hevala mina fransî xwastiBû kuçikekî di hindurê malê de xwedî bike û min jê re got yan ez yan jî kuçik. min qizinc kir.

    piştî vê buyerê du mihan min dev ji xwedî kirina keçikê jî qera lê ew mijaraka din e.

    iletê min ji kuçikên li hindûr diçe.



    2013.12.12-03:04 | saladin

    6. ji ber ku piraniya kurdan sunnî û şafiî ne û ji ber ku li gorî mezhebê şafiÎ jî kûçik heywaneke necis e û heram e û kêr naye ku mirov destê xwe bidiye, kurdan xwe ji xweyîkirina kÛçikan ya di malên xwe de dûr girtine..

    îzaha teorîk ya meseleyê bû ev..

    ez ne miroveke dilhişk û dilseffalîn im lê bi awayeke fitrî li dijî xweyîkirina heywanên wek kitik û kûçikan ya di malan de me.. hetta li dijî xweyîkirina temamê heywanan ya di malan de me.. çûk Û masî û mîh û bizin û filan.. herwiha ez ne miroveke homofobîk im lê li dijî têkiliyên cinsî yên homoseksûel im..



    edith piaf : di dawya peyama xwe de ji dêla ku bêjim ne homofobîk im min gotiye homofobîk im.. sererast dikim û lêborîneka nermik ji hevalên homo dixwazim..



    2013.12.12-05:05 | endazer

    7. kurdê ku hewce baş lê bikole, bê ka kurd e an na *



    2013.12.12-12:14 | brusk56

    8. sirri sakik û kurdên wek wî..



    2013.12.12-12:24 | mîrêhekarya


    10. kurdê ku ne ji mezheba şafiî ye.



    2013.12.13-21:30 | oxir

    11. kurdên ku zarok newêrin di ber deriyên wan re bibuhirin.



    2013.12.13-21:36 | dijber

    12. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.10-21:28 [guhertin:2016.04.10 22:18]| rasteqîn

    13. Kurdê kesin kes ne şafî ye, ku şafî be jî ji hay wî/wê jê nîne



    2016.04.10-22:17 | xewnname

    14. Hevalekî mi di malda pez xedî kir le mirina pez xemgînîyek li me çekir biborin navewî nay bîramin. .... hey gidîno ew çi dem bu ddd



    2016.04.10-23:42 | kurdinaryus

    15. kurdên kü xwedîkirina xwe edilandine dora kûçika *, kurdên ku hene lê pir hindik ji niha pêde heye ku zêde bibin, berê wexta pir zarok bûm yek ji wan kurda ez bûm an min dixwest ezbim, berê min jî ji kûçika hezdikir bi taybetî cewrikên wan min dida ber dilê xwe dibir malê daku xwedî bikim lê belê min têr lêdan dixwar an dengê xwe bî ser minda bilind dikirin...û min dibirin di ava soringêde helal dikirin.. piştî demek hinek mezin bûm yanî niha kêfa min ji wan şikiyaye..



    2016.04.11-00:40 | shorbevan

    16. li dema xwendekariya zaningehê hevalê minê malê kuçika çovçov ango şêrê çînê xwedî dikir. pol û pirtên wê li her derê malê belav dibû. dawiya dawî ev kûçik lêvê wî periçand û lawik wê kuçikê avêt da yekê din.



    2018.02.05-22:18 | umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye [1]
    kesê pîroz e, kesê bimbarek e, kesê bilind û mezin e. lazim e were ...
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdên nû yên hema tevgera kurdan rexne dikin
    » malê îbada naye xwarin
    » kûçikistan
    » xwediyê tirşikê
    » diken.com.tr

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî