Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdê ku li malê kuçîk xwedî dike - tirşik
kurdê ku li malê kuçîk xwedî dike
(2) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. tune. an jî min nedîtiye. kurdên ku li mala xwe kitik/pisik, masî, dîk, mirîşk, çêlek xwedî dikin hene lê min nedîtiye ku kesekî/kesekê kûçik li mala xwedî kirî. bila nekin jî, li malê çi îşê sayan heye heyran?



11.12.2013 20:40 | simurg56

2. ew kes ez im. a rastî heta cîranên min ên apartman bêbextî avêtin li ser kuçika min ê reben, ez bûm. reşo hîn DU SÊ MEHî bû û dev hebû, ziman tunebû. ewtîna wî wekî zarokên peyv ketîye devê bû. ez hîn nebihîstibûm. min carinan derdixist bexçeya apartman. ZEWZÊÇÊN CÎRANAN WÎ HEZ DIKIRIN Û PÊ DILÎSTIN. PiŞTÎ cîranên min ên ker û bawerhişk bi derewa "kuçikê te dihewtîne" me gilî kirin. em jî bi nifir û xebera mecbûR man ku kuçik bidin kesekî din. hîn do bi fotografekî wî anîbû bîra min û heta êvarî wî fikiriyAM, ez BER XWE KETim.



11.12.2013 23:15 ~2016.04.10 22:08 | biruya hayao miyazaki

3. Kurd li malê kûçik xwedî nakin, li devê derî xwedî dikin. Ji ber ku teqizandina wan rehet be. Hinek ji wan kûçikan jî niha siyasetmedarên akpê û chpê û mhpê ne.



12.12.2013 00:18 | ceso

4. hêdî hêdî çêbûnê berê li amedê mariv pêrgê kuçikê-malê nedihat lê niha pirr bûne ecêb ecêb kuçik hene niha û mikur werim ku îmana min ji kuçikan diçe pirr ji wan ditirsim naxwazim kes kuçik xwedî bike li vî bajarî kuçikên ku li derve dibînim hemû di destên 'şehîr çoçixlarî' de ne şeklê lawik çi qas ecêb û sosret be kuçik jî ewqas ecêb û sosret dibe. welhasil li malê kuçik xwedîkirin di çanda me de tune ye gava xwedî dikin jî nizanin çi dikin pirranî di ofîsê de bala keçikan dikşînin kesên ku dixwazin xwedî bikin, bila ji kerema xwe re ji min dûr bikevin



12.12.2013 02:48 | ferhenga şikestî

5. di hevdemê de kurdê ku naxwaze hevalê/a wî jî di mala wî de kuçik xwedî bike.

hevala mina fransî xwastiBû kuçikekî di hindurê malê de xwedî bike û min jê re got yan ez yan jî kuçik. min qizinc kir.

piştî vê buyerê du mihan min dev ji xwedî kirina keçikê jî qera lê ew mijaraka din e.

iletê min ji kuçikên li hindûr diçe.



12.12.2013 03:04 | saladin

6. ji ber ku piraniya kurdan sunnî û şafiî ne û ji ber ku li gorî mezhebê şafiÎ jî kûçik heywaneke necis e û heram e û kêr naye ku mirov destê xwe bidiye, kurdan xwe ji xweyîkirina kÛçikan ya di malên xwe de dûr girtine..

îzaha teorîk ya meseleyê bû ev..

ez ne miroveke dilhişk û dilseffalîn im lê bi awayeke fitrî li dijî xweyîkirina heywanên wek kitik û kûçikan ya di malan de me.. hetta li dijî xweyîkirina temamê heywanan ya di malan de me.. çûk Û masî û mîh û bizin û filan.. herwiha ez ne miroveke homofobîk im lê li dijî têkiliyên cinsî yên homoseksûel im..



edith piaf : di dawya peyama xwe de ji dêla ku bêjim ne homofobîk im min gotiye homofobîk im.. sererast dikim û lêborîneka nermik ji hevalên homo dixwazim..



12.12.2013 05:05 | endazer

7. kurdê ku hewce baş lê bikole, bê ka kurd e an na *



12.12.2013 12:14 | brusk56

8. sirri sakik û kurdên wek wî..



12.12.2013 12:24 | mîrêhekarya


10. kurdê ku ne ji mezheba şafiî ye.



13.12.2013 21:30 | oxir

11. kurdên ku zarok newêrin di ber deriyên wan re bibuhirin.



13.12.2013 21:36 | dijber

12. Kurdê kesin kes ne şafî ye, ku şafî be jî ji hay wî/wê jê nîne



10.04.2016 22:17 | xewnname

13. Hevalekî mi di malda pez xedî kir le mirina pez xemgînîyek li me çekir biborin navewî nay bîramin. .... hey gidîno ew çi dem bu ddd



10.04.2016 23:42 | kurdinaryus

14. kurdên kü xwedîkirina xwe edilandine dora kûçika *, kurdên ku hene lê pir hindik ji niha pêde heye ku zêde bibin, berê wexta pir zarok bûm yek ji wan kurda ez bûm an min dixwest ezbim, berê min jî ji kûçika hezdikir bi taybetî cewrikên wan min dida ber dilê xwe dibir malê daku xwedî bikim lê belê min têr lêdan dixwar an dengê xwe bî ser minda bilind dikirin...û min dibirin di ava soringêde helal dikirin.. piştî demek hinek mezin bûm yanî niha kêfa min ji wan şikiyaye..



11.04.2016 00:40 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên twitterê
» malên bi kuwet
» xwedîderketina li plakayan
» dike vs dikê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî