Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 29 peyam
    zîryab - tirşik
    zîryab
    (3) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. kurdekî pîrê dengbêja ye. di sala 789 de li mûsilê dayik bûye. li welatê denbêjan mişext bûye û çûye hîspanyayê. li wir xebata xwe a mûsikê dom kirîye û bûye bavê flemenkoyê.



    2013.12.12-11:14 | nazim tolhildan

    2. bi rastÎ mûsikîvan E kÎ mezin e ziryab le gele kurd ji ve nizanin

    ev ji meriva diqehirÎne...





    lÊ çağa min bÎhÎst zÎryab kurde ez fro feşoybum purta serê min biju bijuyÎ bu : )



    2014.03.11-20:52 | nîgarvan

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.11.14-00:06 | qivaro

    4. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.12.31-00:29 | jovan bervaj

    5. ger wî têketanê bixwînin pêşî de berhemê gani mirzo yê zîryabê vekin û hem guhdarî bikin hem jî têketanê bixwînin.
















    zîryab navlêka wî ye. li gor hin çavkaniyan, navê çûka ku (blackbird, págaro negro) bi newa dixwîne an ji bo rengê çermê wî an ji dengxweşiya wî, li gor kesên din ji bo herakî û zelaliya dengê wî di wateya zêrav (zerab) de bûye xwediyê vî navê.



    navê wî yê rastîn ebdul hesen elî kurê nafî ye. di 789an de, li gundekî mûsilê ya kurd ji dayîk dibe. yek zarokê malbata xwe ye. hemî bira û xwîşkên wî dema tên dinê demekî paşê jiyana xwe ji dest didin.



    rewşa aborî ya malbatê navhalî bû. hêj biçûk e, malbata wî diçe bexdayê. ebdul hesen elî li vir perwerdehiyekî gellek baş dibîne. xwendekarek jîr e. di warê zanistî, wêje û bi taybetî erdnigarî û stêrzanî de gellek serfiraz e. lê serfiraziya xwe ya rast di warê mûsîkê de nîşan dide. li ba îshaqê him mûsikîvanê herî mezin a dema xwe ye û him jî sermûsikivanê qesrê ye perwerdehî dibîne. zîryab xwendekarê wî yê berçav e.



    bexda di dema xwe de navenda zanist, çand û hunera herî navdar e. dijî îro bexda di wî demê de wek “bajarê aşitî” dihate naskirin. bexdaya ku wî demê paytexta ebbasiyan bû, bi xelîfe harûn reşîd re heyama xwe ya herî rewnaqdar dijiya. di vî demê de zanyar û hunermend hatine parastin û piştgirî hatiye dayîn.



    rojekî harûn reşîd ji îshaqê serstranbêjê qesrê dixwaze ji mûsikîvanên qesrê yên herî cûda, nenas, dengek nû, mûsikîvanekî bibîne. serstranbêj dibê ku ez ê di cih de vî daxwaza we bînim cih û demek paşê xwendekarê xwe yê herî hilbijartî derdixe pêşberî xelîfe. ev xwendekar zîryab e. zîryab gellek bixiroş e. zane ku ev dem di jiyana wî de ji demên herî girîng e. lê dîsa jî zîryab gellek bi xwe bawer e. pirsên xelîfe jê dipirse biriwînî û bizanebûnî dibersivîne. ji bo pirsa xelîfe ya di derbarê mûsîkê de dipirse, wisa bersiv dide:



    'erê, ez hemî kilam û stranên ku gel dizane ez jî dizanim. xeynê wana gellek stranên jî ez baş zanim û tu kes nizane. min wana jibo we veşart. ger hûn destûr bidin min, ez ê ji we re stranên/kilamên heta niha we nebihîstiye bêjim.'



    li ser vî yekê xelîfe ferman dide ku ûda mamostayê wî îshaq bînin. dema vî ûdê tînin didin zîryab, zîryab wisa dibêje:



    'ûdek min heye. min wî bi destê xwe çêkiriye. ez hunera xwe bi wî dikarim baştir bi cih bînim. ûdekî din naxwazim. ûda min niha li ber derî ye. ji kerema xwe destûr bidin ez wî bikar bînim.'



    xelîfe ferman dide ku wî ûdê bînin. lê dema ûdê tînin xelîfe mêze dike ku tu cudatiya vî ûdê tuneye. jê re dipirse: “çima tu ji bikaranîna ûda mamosteyê xwe yê ku te perwerde kiriye û hêj jî tu xwendekarê wî yî direvî?'



    zîryab:



    'ger mîrê me dixwaze li stranên mamosteyê min guhdarî bike, ez bi ûda wî lêxim. lê ger dixwaze ji stranên min guhdarî bike ez dixwazim bi ûda xwe lêxim.'



    li ser vî yekê xelîfe dibê:



    'li gora min di navbera her du ûdê tu cudatî tuneye.”



    zîryab wisa bersiv dide:



    'hûn rast dibêjin mîrê min. di nêrîna ewil de wek tu cudatî tune xuya dike. lê ûda min her çiqas ji heman texteyê hatibe çêkirin jî giraniya wî qasê ji sisêyan yekê ê din e. xêynê vî ya perdeyên ûda min ji hevrîşimê ye û di ava germ de nehatiye teşîkirin. ji ber vî yekê hîn baştir diçewusîne û wan nerm û bêgirûz dike. dîsa, min têla dengê sitûr dide û têla sêyemîn ji rûviyên çêlikê şêr çêkir ku ev gorana yên ajalên din zêdetir dengek zelal, dengek gur, holan û ziravî dide pê û di bikaranîna lêdarê de zexmî dide.'



    hemî van ragihandinên zîryab gellek xweşa xelîfe diçe û jê dixwaze ku mûsikiya xwe îcra bike. zîryab ûda xwe digre û dest bi lêxistinê dike. sitranên dibêje û musîkiya çêdike li xelîfe gellek bandor dike. xelîfe dizivire ser îshaqê sersitranbêjên qesrê û jê re wusa dibêje: “ger min zanibana te ji min re rast negotiye, ji ber ku te min di derbarê wesfa wî de agahdar nekiribû divê min siza bidana te. niha wî bigre û heta perwerdehiya wî biqede lê baş mêze bike. lewra jibo wî pîlanên min hene.”



    zîryab pirr kêfxweş e. azmûna jiyana xwe ya ewil bi serfirazî derbas kiribû. di pêşiya wî de pêşerojek mezin hebû. xeyalên wî ji mejî derbas dibû. lê vî xeyala wî wê pirr nedomiya. ev performansa baş a li hember xelîfe nîşan dabû, di heman demê de jibo wî bibû destpêka dawî. li hembêr vî performansa wî mamosteyê wî jî mat mabû. ev eleqadariya xelîfe ya ji bo zîryab, mamosteyê wî gellek tirsandiye. jibo roja din beriya fêrê li mala mamosteyê xwe jîvan didin hev. zîryab serê sibê zû bicoş û xiroş radibe, cilên xwe li xwe dike û rast diçe mala mamosteyê xwe. lê ji sûprîza li benda wî ye bêhay e. mamostayê wî dest bi axaftinê dike: “li min baş guhdarî bike elî, ev dinya mirov ji rê derdixîne û çavnebarî ji nexweşiyên herî kevn e. bi taybetî jî di navbera mirovên heman bêşeyê dikin de. te min xapand. min ku jibo pêşveçûna te xîret dikir, te hunerên xwe yên mezin ji min veşart. te li hember xelîfe min bêrûmet hişt. dibe ku di demekî kurt de ez cihê xwe wenda bikim. lê ezê destûr nedim viya. ger di navbera me de ev têkiliya hostetî tunebana berdêla wî çi dibana bila bibana, bê ku hewcê pirr gotinê be minê dawî li jiyana te bianiyana. lê ezê du hilbijêrk deynim ber te. ya tuyê ji vir dûr bikevî ku ez carekî din ji te xeber nestînim, ger wusa be hemî mesrefa te ezê bidim, an jî tuyê li vir bimînî û hemî rik û xerabiya min bikşînî ser xwe û bibî dijminê min ku di vî rewşê de jî ezê destûr nedim tu bijî. tu hilbijêr e.”



    li hemberê van gotinên mamostê xwe zîryabê ku şaşo paşo bibûn, vî gefa mamostê xwe gellek ji dil girt. lewra zanîbû ku mamosteyê wî xwediyê wusa hêz û bandorê bû, karibû bike. di asoyan de pêşerojek nû xuyadibû. navê vî pêşerojê jî mişextî bû. heta duh jî pêşerojekî rewnaq xeyal dikir. lê îro li hemberê wî bi tenê hilbijêrkek wî mabû. ber bi dûr ve çûndin. bêdil. bi zor. erda lê hatiye dinê, tiştê jiyaye, hezkiranê xwe û xeyalên xwe wê hemiyan berdana. lê di nav wan de, dibe ku ya herî zora wî diçû û trajedîk bû, cuda bû. erê, ê ku bi çavnebarî sor bibû û wî bi mirinê hedidandibû û wî şiyandibû mişextî jî kurdek bû. bi heman zimanî diaxiviyan. heta ji heremekî bûn. mamosteyê wî îshaq jî ji kurdên mûsilê bû. bavê wî îbrahîm mûsilî jî di dema xwe de sersitranbêjiya qesrê kiribû û mûsikîvanê herî navdarê dema xwe bû. dibistanên bav û law li mûsil û bexdayê vekiribûn di heyema xwe de dibistanên mûsikî yên herî bi nav û deng bûn.



    mişextbûn bi sedsalan e qedera rewşenbîrê kurd e. lê cudatiya girîng a vî mişextê ji yên din heye.



    mişextiyên heta îro me dîtiye ji alî hêzên serwer ji ber sedemên ramyarî hatine kirin. lê ev mişextî, li gor ez dizanim di dîrokê de mişextiya rewşenbîrê kurd a ewul e û mixabin ji alî hêzên serwer nehatiye kirin, bixwe ji alî rewşenbirekî kurd hatiye pêkanîn. dîsa, nekişandiniya rewşenbirê kurd, çavnebarî û bêbextiyê wek di mînaka zîryab de xwe nîşan daye, hilberandina goriyên xwe dom dike.



    êdî jibo zîryab dema çûndinê tê. serê sibê zû hê hemî bajar di xew de ye, bi karwanekî bazirganê ber bi rojava bi rê dikeve. ber bi pêşerojekî nediyar. hêj nozdeh salî ye. cara dawî li çemê diclê mêze dike.



    rawestgeha ewul qahîre ye. di dîroka kurdan de girîngiyek qahire ya cuda heye. lewra gellek car ji bo rewşenbîrên kurd bûye cihe mişextiyê. jibo wan bûye mazûvan. ev bajar piştê zîryab, 1000 sal pêş de deriyê xwe li bedîrxaniyan jî vekiriye. hemî mazûvaniya xwe ji rojnameya ‘kurdistan’ ku jibo me rûmetek mezin e, pêş de xistiye. zîryab bi sitranên cuda, çandeya giştî û bi kesayetiya xwe ya dilnizm di demekî kurt de hezkirina gelê qahireyê bidest xistibe jî li cihê biyanî jiyîn ji bo wî gellek zor e. jiyana xwe wek dengbêjan bi dengê xwe bidest dixist. di mîhrîcan û malan de lêdixist û digot. li cihek pêdandî (sekinandî) nedima. piraniya bajarên efrîkaya bakur geriya. her cihê ku diçûyê tiştek tevlî wan kir. ji wan cihan jî gellek tişt hîn bû. zewicî û zarokên wî jî di van rêwîtiyan de mezin dibûn. xizanî dikşîne. lê ev xizanî pêwendiya wî ya li mûsîkê kêm nake. navê wî her ku diçe li qeraxên efrîkayê tê bihîstin. sihûda xwe dixwaze ku li paytexta tunusê li kîrvanê biceribîne. ku kîrvan di wî demê de bajarê herî pêşketî yê efrikaya bakur e.



    piştê ku zîryab ji bexdayê derdikeve, demekî şûnde rojekî harûn reşîd pirsa zîryab dike. li ser viya îshaq got: “zîryab hişê xwe wenda kir. her roj digot: ‘ji min mezintir tu mûsîkvan tuneye’. derfetên bêhempa yên we pêşkêşê wî kir berda û ji holê wenda bû, carek din jî me tu xeber jê nesitend.” bi van gotinan xwest ku wî qanî bike. harûn reşîd li ser van gotinan hima hima qanî bibû û li ser viya wusa gotibû: “sedema wê çi dibe bila bibe, me dilşahiyekî xwe wenda kir.”



    zîryab her tim hêvî dikir ku wê harûn reşîd bi rastiyê bihese û wê li wî xwedî derkeve. lê sê meh dû çûyîna wî re zîryab dibihîse ku harûn reşîd miriye. xelîfeyê herî bihêzê dema xwe harûn reşîd hêj di 45 saliya xwe de bê ku rastiyê hîn bibe dimre. bi vî awayê zîryab hêviya xwe ya dawî jî wenda dike. zîryabê di biçûktiya xwe de bavê xwe wwenda dike, dema li qahîrê ye ji bazirganekî ji bexdayê tê agahiya mirina diya xwe jî digre. ev xeber pirr bandor lê dike. li ser viya çiqas heta dawiya jiyana xwe bêriya welatê xwe bike jî, li ser mirina diya xwe ji ber ku êdî tu pêwendiya wî ji wir namîne, biryara xwe dide û êdî venagere bexdayê. jibo pêşeroja xwe ya nû dikeve rê. malbata xwe digre û dikeve ser rêya kirvanê.



    kirvan, di nav çolê de cihek avî. bibandor. îro dîmenekî bêxwedî pêşkêş bike jî di sedsala 9’an de li cîhanê xwediyê ji mizgeftên herî mezin a çaremîn bû û bi sedsalan serdangeha bawermendan bû. îro her çiqas li kirvanê rastê gellek şopa zîryab jî were, zîryab li wir tiştê digere nabîne. bêşdarê mîhrîcanên gel dibe û bi van derfetan, xwe bi xelîfe dide guhdarîkirin. lê li hember hunera xwe pêwendiya dixwaze nabîne û dixwaze ber bi rojavayê here. dema li wir e, di derheqê emirê kordobayê gellek tiştên baş dibihîze. pêwendiyê wî yê derbarê huner û parastina hunermendan pirr bi nav û deng bû.



    rûdine û ji mîrê kordobayê re nameyekî dişîne. dixwaze ku li qesra wî hunera xwe îcra bike. nameya xwe bi qasidekî bazirgan re dişîne. pirr hêvidar nîn e ku him encamek erênî derkeve û him jî bersiv were dayîn. lê piştê çend mehan, ew nameya bersivê ku li ser mohra emirê kordoba hekemê i. heye tê, dikeve destê wî. bi zorê nameyê vedike. di nameyê de emirê kordoba wusa nivîsandiyê: “em ji hunera te ya bêhempa haydar in. ne hewcê gotinê ye, em te vedixwînin qesra xwe. tuyê li vir erkdar bibî û hemî hewcedariyên te jî ji alî me wê were dayîn. hima bikeve rê û were.” li ser vî nameyê, ziryab vî pêşniyarê bêramîn dibersivîne. pişt re her du jinên xwe, çar zarokên xwe û ûda xwe digre û dikeve rê. piştê rêwitiyekî dirêj û xeternak di sala 822’an de derbenda cebelîtariq derbas dike û digihîje algecîras (cadiz). dema digihîjê girava îber 33 salî ye.



    zîryab ji alî sermûsîkvanê qesrê ebdunnasir el-mensûr tê pêşwazîkirin. wek dibên xebera nebaş zû digihîje, hîn dadikeve xebera mirina emir dibihîse. di carekî de difikire weka ku hemî tiştê xwe wenda bike, nizane çi bike. hew rêderek li pêş wî xuya dike. ew jî bi keştiya xêlî ya ku hatiye dîsa vegere. lê mensûr jê re dibêje: “bisekine kesê were dewsa mîr kurê wî ebdurrehmanê ii. e. ew jî qasê wî nirx dide huner û hunermendan.” dixwaze bi nameyekî rewşa xwe jê re binivîse û jê re bişîne. ew jî gotina mensûr dike û ji mîrê nû re nameyekî dişîne. mîr bi hatina zîryab gellek kêfxweş dibe û jê re nameyekî dostane dinivîse. di nameyê de kêfxweşiya xwe tîne ziman û wî vedixwîne cem xwe. xeynê viya ji parêzgerê algecîras re jî xeber dişîne ku bila zanibe zîryab mêvanê wî ye û ferman dike ku bila mêvanperweriyekî xweş nîşanê wî bidin û wî bi saxî û selametî bînin kordobayê. zîryab di dawiyê de êdî li kordobayê ye.



    kordoba. ji çend bajarên arîşen ên cîhanê ye. ji alî kartacayan hatiye avakirin. di bin serweriya roma, gota, xaçperest û mislimanan de mabû. cihê ku feylezofên roma seneca û lugano (lucano), feylezofê cihû maîmonîdes (moisés ben maimón) ku ji navên bijîjkî yên neyînî ye û dîrokzan û feylesof û dîrokzanê mezinê misliman îbnî ruşd ku arîsto bi ewropayê daye nasandin û helbestvan îbnî hezm jî li vir ji dayik bûne. navenda şarezayiya herî mezin a heyama xwe bû. navenda çanda ewropayê bû. yekîtiya rewnaqdar a mizgeft, dêr û hewra bû. di papûrên wî de awaza dengê azan û zengil hebû her tim. bajarek wusa bû ku her sê çand bi aşitî têde dijiyan. zîryab, li kuçeyên teng ên kordovayê ku malên çîlsipi yên bi çîniyên şîn hatibûn xemilandin rêz bibûn digeriya. li papûrên ku her yekê li deriyekî vedibû digeriya. serî li mizgefta mezin a ku piştê mekkê di cîhanê de mizgefta herî mezin bû, lê îro kirine katedral xistibû. zîryab jî heyranê vî mimariyê ku xeynê mezinahiya wê, avahiya mimariya wê û sitîla wê jî her mirovê gellek şeyda dikir, bibû.



    piştê sê roj ku bêhna xwe dide, dora çûyina wî ya jîvana mîr ebdurrehmanê ii. e. dema diçe jîvana mîr, sermûsîkvan mensûr rêhevaltiya wî dike. zîryab ew dem him bixiroş e û him jî ditirse. xiroşiya wî her çiqas were famkirin jî, tirsa wî raboriyê dixe bîra wî. bexdayê difikire. bi mamosteyê xwe îshaq re derketina hafa xelîfe harûn reşîd tê ber çavên wî. hemî bûyerên piştê wî dîsa wek ji nû ve bijî tê bîra wî. dîsa bi çavên bitirs li sermûsîkvan mensûr mêze dike.



    mîr ebdurrehmanê ii. bi bilindiyekî mezin wî pêşwazî dike. diyar dike, ji ber ku mûsîkvanê herî mezin a dema nûjen dîtiye, rûmetdar bûye û şahiyekî mezin dijî. di derbarê jiyana wî de pirsan jê dipirse. zîryab jî hemî jiyana xwe bi zimanekî zelal û bibandor qal dike. sohbeta wan hîn kûr diçe. di derbarê dîrok, erdnîgarî, huner, wêje, sitêrzanî, felsefe, astronomî û cil û bergan de diaxivin. mîr fam dike ku zîryab xeynê mûsîkvanî, zanayek mezin e. zîryab, ûda ku ji bexdayê ji ba xwe neqetandiye digre û dest bi lêxistinê dike. sitran li pêy sitranan rêz dibin. emir mat dimîne. difikire ku dengek wusa û uslûbek wusa li ser axa kordobayê heta wî rojê nehatiye dîtin. zîryab bi dilnizmî, zanîna çanda giştî û jêhatîbûna huneriya mûsîkiyê bandorekî mezin li ser mîr dihêle. mîr li wir zîryab dike sersitranbêjê qesrê. ev têkiliya wan wusa namîne. dibin hogir û hevalên hev. zîryab êdî dibe hemrazê emir û heta mirinê wusa berdewam dike.



    dema derdikeve ew û mensûr li hev rast tên. diltirsiya wî digihîje astekî bilind. lê çavên mensûr dikenin. wî bi hogirî pêşwazî dike. ji ber pêywira wî ya nû wî pîroz dike. zîryab, tiştê dibihîze jê bawer nake. bêje di qirika wî de dimînin. lê ev car ji ber dilşahiyê. mensûr, cihûyek e. hogiriya di navbera mensûrê cihû û zîryabê kurd êdî naqede.



    jibo zîryab, jiyanek nû destpê dike. jibo hunerên xwe derxîne holê xwediyê hemî mercan e. ew jî di vî warê de qet çikûsî nake. di demekî kurt de navdariya wî li hemî welat belav dibe.



    tê gotin ku zîryab nêzê deh hezar sitran jiber kiriye. tevlî viya jibo zîryab ku him helbestvan û him jî sitranbêj bû, mûsîk wek terapî bû û vî terapiyê li civakê jî belav dikir.



    dibistanekî mûsîkê vedike. ev li ewropayê konservatuara yekem a mûsîkê ye. ev dibistana ku vedike her çiqas ewul bişibe dibistanên ku mamosteyê wî îshaq û bavê wî îbrahîm ewul li mûsilê pişt re jî li bexdayê vedikin jî, di demekî kurt de xwemaliya xwe bidest dixe. ji her derê welat xwendekar tên vî dibistanê. di nav vana de zarokên zîryab jî hene. di perwerdehiyê ku keç û kur bi hev re ne de cihû, xaçperest û misliman di nav hev de ne. zîryab li vir nûtiyên mûsîkê pêk tîne.



    têla ûda ku ji alî pisporan wek lawê citaraya grek û bavê gitara îroyîn tê binavkirin heta dema zîryab jî tenê çar cot e. zîryab wan dike pênc. li gor desthilatdariyên wî demê her têl ji taybetiyên laşê mirov yekê nîşan dida. têla ku zîryab li ser ûdê pêve kir sor bû û “giyan”ê nîşan dida. bi vî awayê ev perdeya ku giyan li ser laş çi peywir bi cih tîne ew jî di saz de vî peywirê bi cih tîne û nermî û zerafetê dide pê. nûvedanek din a zîryab ku li ser vî enstrumentalê çêkiriye jî (tevlî nûvedanên li bexdayê çêkiriye) di cihê mizrabê ku heta wî demê ji texte dihat çêkirin, mizraba ji purtên qertelê çêkiriye û bi kar aniye.



    zîryab di derbarê metoda gotina sitranan de jî nûvedanek girîng çêdike. di vî warê de jî pedagogek mezin e. di provaya ewul de li kêleka perkusonekî pêşî sitranê jiber (resîtatîf) dida xwendin. pişt re tu lerzî nedida deng û bi melodiyekî rast dida xwendin. herî dawî jî jibo sitranê xweş bike lerziyê dida deng ku jibo deng bi zindî û lebatî derkeve. bi vî awayê hunera xwendekarên xwe jî derdixist holê.



    zîryab di dersên mûsîkê de di qonaxa pêşîn de xwendekar li ser kursiyê dida rûniştandin û diyeza (notaya tê pêşiya wê qasê nîv deng tîj dike) “aaaa…..aa…..a…..a” dida xwendin. li gor otoriterên mûsîk ev notaya diyez pesreva melodiya jana bêdawî ye û di mûsîka flamenko û jondoyê dihate bikaranîn. û dengê “ayyy!”ê jî vêgotina janê bû. jixwe bêyî vî dengê mirov dikare mûsîka kurdî biramîne!



    zîryab hosdadê coşî û jixweberiyê jî bû. wek dengbêjan munzewî, bihest û sehekyar bû. wek hosdadên flamenko. him barkêşiya ekola mûsilê û mûsîka kurdî û him jî nerevanek mezin bû. li gor rayedarên (otorîteyên) wek felîf grande, birayên carlos û pedro, renîero-pedro dozy û wek julian riber, zîryab wek ‘bavê flamenko’ dihate zanîn. li gor manuel martorell daye xuyakirin, têkiliya mûsîka kurdî û flamenko bi giştî ev in: “her du jî melodîk û dirêj in. di her duyan de jî deng li pêşî ye û pirr girîng e. her du jî bi jixweberî tên gotin ango hest di wî demê de bi awayekî sitran tê ziman.”



    li girava îbera li başûrê rojavayê ewropayê ye, nûtiyên zîryab hew di derbarê mûsîkê de nebû. navê zîryab li wir tevlî mûsîk, bi navê şoreşger û hilberînerê zerafet, fêrisî û estetîkê dihat naskirin. zîryab hîn negihiştibû bajarê kordobayê meyê bi firaqên zêrîn û zîvîn vedixwarin. zîryab kristalê dibe li wir. êdî mey bi şûşên kristalê tê vexwarin. ev nûtî jibo helbestvanan dibe çavkaniyek nû ya sirûş. zîryab di derbarê kincan de jî nûtiyan derdixe. di derbarê lênihêrîn û wesema jin-mêr de jî nûtiyên mezin pêktîne. dîwana rindiyê vedike. di cihê gelaleya porê dirêj porê kin wek gelaleyekî por dide naskirin. zîryab, jibo her demsalê kincên rengdar ku li mirov diçin xêz dikir û dida hilberandin. bi vî awayê ev avakirina salnameya kinc dibe pêşengê modayekî nû.



    cihê bûyîna min, rindaliya gundê gimgimê ji heftî heta heftê her kes kişikê (satranc) zane. di zaroktiya me de, di wan şevên dirêj ên zivistanê de, di malek de ji yekê zêdetir texteyên kişikê vedibûn. nûtiyek din a zîrab anî jî kişik bû. kişik nûvedanek hindiya bû. kişik ji alî kurdan jî gellek dem berê dihate lîstin. zîryab kişikê li girava îberê dide nasandin. ev lîstika efsûndar di demekî kurt de ji qesrê derdikeve û dikeve nava malên herî dûr.



    nûtiyên zîryab ê herî mezin piştê mûsîkê di derbarê gastronomî (zanistiya têkiliya çand û xwarinê lêkolîn dike) û metbexê çêdibe. zîryab xwarinên herî giring ên mezopotamyayê dikşîne endûlûsê. ew çanda xwarinên mezopotamya li wan wek şoreşekî bandor dike û binavê ‘aşxaneya zîryab’ heta vî demê jî tê parastin.



    wek me di seriya nivîsa xwe de jî got, em çiqas qal bikin jî nûtiyên vî zanayê bi nivîsandin û jimartinê naqedin. di derbarê zîryab de, îbnî heyyan wusa dibêje: “ew di derbarê sitêrzaniyê de jî xwediyê zanebûnekî kûr e. cismên asîman û tevgerên wan, rêgeh (warxan) û wateyên wan, cudatiya taybetiyên wan û niqira xwarbûna wan, hejmara behr û çeman û şaxên wan, navên dugelan û di derbarê gelheya wan gellek ragedar bû.”



    mislimanên ku nêzê 8 sedsal (711-1492) li girava îberê serwer bûn, li wir şarezayiyekî mezin ava kirin. di dema ebdullahê ii.de pêşketin destpê kir û di dema ebdullahê iii. de jî heyama xwe ya herî rewnaqdar jiya. bê guman di vir de ji aktorên herî girîng yek jî zîryab bû.



    di derbarê nîjada wî jî xwedîderketinek dewlemend heye. gotine ku ew faris e, ereb e, kurd e û heta hinekan gotine ew pakistanî ye. gor min ev nêzîkbûnek baş e. lewra zîryab qasê di nav nasnameyek bi tenê de cih negre mezin e. her wusa ew bi van hemî kaniyan jî xwedî bûye. ew qasê ku kurd e, farsiyek e, erebek e, berberiyek e û endulusiyek e. lê tiştê xemgînî ye, di derbarê nasnameyên wî yên lîteraturek dewlemend hebe jî, di cîhana kurdan de hema hema qet li xwedî nehatiye derketin. di lêgerînên min kiriye de, xeynê di înternetê de nivîsarek û pirtûka îzadî ya hêja ku ji weşanên doz derketiye -di vir de bi tenê navên îbrahîm, îshaq û zîryab derbas dibe ku wî demê ji pêşberên kurdan in- rastê xebatek din nehatim.

    lê hin pêşveçûnên ku hêvî didin hene. ganî mîrzoyê ji kurdên rojava ye û ji 1993’an vir ve jî li îspanyayê (barcelona) dijî, li hêlekî rêvebiriya atolya mûsîka zîryab dike û ji aliyekî din jî li ser mûsîka kurdî û flamenko disekine. di xebatên xwe de mûsîka kurdî, flamenko û caz bikar tîne. xweşavên gellek xweş pêşde dixe. du albûmên wî (ronî û totîco) yên enstrumentalî hene. di albûma binavê ronî de navê sitrana duyemîn zîryab e û îthafê wî bûye. ev xebata kurt di çarçova lêborînê de ye û pêngava şikandina jibîrkirinê ye.



    zîryab, di sala 857’an de 68 salî li kordobayê diçe ser dilovaniya xwe. li pişt xwe neh zarok û navekî bêmirin dihêle; zîryab…

    bavê flamenko û pîrê dengbêjên kurd; ebdul hesen.



    2015.03.19-01:43 | remlavêj

    6. di telafûza kurdî de wek zoraw dihat gotin. *



    2016.04.18-17:56 [guhertin:2016.04.18 17:57]| xwedaparêz

    7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.18-18:04 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qerqaş
    Qer an jî qere bi kurdî navê rengê reşê geş e. Tirkî dibêjin kara. Dîs...
    tekirdağ
    Bajarekî pir xweş e. Gel li gorî gelê tirkî zehf medenî û bêhnfireh i...
    şîn
    1. Rengê azmanê sayî. Qama pêlên şîn 400-490 nm ne. Yek ji sê rengên ...
    sîstema nû ya tirşikê
    rojanekirinek biçûk; 1- di weşandina "peyamên li benda weşanê&qu...
    qûntopiz
    Qûnên mezin û derketî re tê gotin. Tebîreke ji boyî Jin û mêr ferq nak...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zîryab

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî