Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; lgbtî
peyamên çepikkirî

45900. kesên ji mirovên "normal" (!) hê camertir, hê merttir in! net!



06.06.2013 10:59 | filitto lawo

55063. "Hevzayendî yê ku mîna tiştekî tê başkirin, bi metodên dûrî aqil ku ji berê ve tê bikaranîn û di beşa bijîşkî de rê dan/dide nîqaşan, di zemanê modern de ji aliyên zanyaran ve ji nexweşiyan nayê hesibandin. Ev 35 sal e ku psîkolog û psîkîyatr pesend kirine ku hevzayendî ne nexweşî yan xerabûyîtîya rûhî yan jî pirsgirêkeke dilînî ye." -----> lê kesên ku xwe ji komel û bingehên bijişkiyê çêtir otorîte dihesibin, bi hêsanî û bêberpisyarî şîroveyên xwe yê pênç quruş nakin, dikarin bi kesên din re parve bikin. de bira bikin.



lê cardin jî kesên beredayî û homofobîk ên kurd mîna tirkên nijadperast lê ji ber ku şermkirinê ditirsin, bi mecbûrî dibêjine "erê kurd hene, ez rêzê li wan digirim lê divê kurd ji aliyê dewlet neyê naskirin. ji ber ku kurd ji aliyên dijminan tê bikaranîn. * aliyê din bi rastî ez naxwazim hevalên min yên kurd hebin" dibêjine ku "li gorî min dibe hebin û rêzê li wan digirim. Heke li nexweşxaneyê li wan rast werim wê tu ferqa wan û nexweşên din tune bin. lê bi rastî ez naxwazim hevalên min yên lgbtî hebin".



çima ev nakokî di nav kurdên me de hene nizanim. pêkan e ku ji ber pênasa wan a eqeliyetê bi xwe * bi sînor e, ji ber ku nizanin xwe di nav talukeyê dibînin, ji ber ku ditirsin ji biyaniyan, ji ber ol û fikrên wan a îdeolojîk, ji ber ku kevneşop in û ji ber ku tirsa zarokneanînê û dibe ku ji ber tirsa qûnê û nizanim çi çend tiştên din a bêwate...



min li vir nivîsandibû: hevzayendî/ https://www.tirsik.net/index.php?peyam=47997



pasaja ewil a nivîsa xwe werdigrim:



"Bi taybetî di civakên rojhilatê de heterobûn ji zayendî pirtir tê wateya zêdebûn/çêbûnê. Kêf û coşî bi temamî hatiye vederkirin û hezkirîbûnê ku berî pesendkirina kêf û coşî ye, wekî tenê xwesera zilaman hatiye dîtin. Tew çi xweşî! Evîna lehengên wekî Mem û Eliyê Qolaxasî yên ji vê axê bûn, ji aliyê vê pergala pîs û qîrê ve bi nêrîna anormal hatiye dîtin. Dema zilam hezdikin, mirin dikeve para wan. Ji ber ku hezkirinê ku ewê ew kesê bigihîne kêf û xweşiyê, lawazî û qelsî ye, jê bêhtir tunebûnê ye. Ji bo wan qelsbûna zilaman ne tiştekî ye ku bê xwestin. Ji bo wan divê behreya ganokî û kutanî her tim ne bi xuyaneka bulge be jî bi potansiyelekî wekî çêrok û kufirbazî bê nîşan dan. Bi eslê xwe ev xwesteka qebiliyeta şerkirin û pevçûnê ye. Peyvên bi “divê” didomîne ji hêla zayendî ve, veşartin û tunekirina hebûnên jinan dihewînin.(...)"



xwedê ev însanên du-rû ji min dûr xe.



06.06.2013 16:08 | endazer