Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; dijber
peyamên çepikkirî

19496. nivîskarêkî/ê nû ye lê bi aktifbûna xwe ya çend rojan de bala tirşikvanan kişandiye xwe. rengekî nû aniye, bi xêr hatî ye.

me xêrhatin qedand niha em bireşînin.

wilo xuya dike ku hevalekî/e ser hişk e. stila wî/wê mîna forever dijberî ye. ji tirkîye re chpçi bê, bawer dikim, ji ferhengê re jî ew ê ew bê.



06.06.2013 10:59 | filitto lawo

21924. nivÎskarÊ ku navÊ xwe mÎna reklamên facebook Ê, her tÎm li ser tirşikê online xÛya dike ye. tew xwe mina mazûvanÊ tirşikÊ dibine.



01.06.2013 01:27 | simurg56

35312. ev insan he sax e? ez venagerim.



06.06.2013 10:59 | filitto lawo

47035. nivîskarê tirşikê ye ku bi baldarî peyamên wî dişopînim, dema ku hê nû dest bi nivîsan kiribû tofana tirşikê rakirbû lê hezar mixabin ji nişka ve sekinî..

edetek wî ya nexweş heye ku gelek eciz dibim, peyamên vî camêr bi pirranî 'bnr û vbnr' in, lê tu dibêjî 'binêre' em jî bi kelecaneke bêhempa dinêrîn gûyek jî tune ye! ma çima bi hestên me yên paqij dileyizî? hi?

kekê ez rîca dikim 'biner'ên xwe tijî bike, têra hefteyekê 'bnr'ên te yên vala hene, belkî bêhna te jî vebe.. te go erê?



08.06.2013 14:50 | simurg56

74903. nivîskarê ku neçar ma, dawiya vê şevê semantîks anku watenasî û rêzimanîkirin û veqetandek û ravekan rave û şirove bike.

Ji bo meseleya jorê:

ajotina hespî xweş e.

ajotina sloujoucî xweş e.

gelo ev hevok şaş in? an yek ji wan şaş e?

ji ber ku mijar zêde ne û divê ez gelek tiştan bibêjim, ez ê tenê mînakeke ingilîzî bidim we:

"one morning i shot an elephant in my pajamas." gelo fîl di pîjameyên xwe de dît, an pîjame lê bû gava ku fîl kuşt? mirov ne ker be, bersiv diyar e, lê ji aliyê rêzimanî ve, mirov dibêje qey fîl di pîjemeyî de ye.

anku carinan ziman rê dide ku mirov hin tiştan kurt bike lê ne her dem:

"ajotina hespî" eger em xwe bi rêbazên rêzimanî ve girêdin, dê ji aliyê watennasiyê ve şaş derkevin. lew di vir de em mentiqê xwe dixebitîn.

lê ev herdem ne rast e û carinan divê mirov diyar bike:

kuştina zarokî?? gelo kî kê dikuje? zarok hinan dikujin, an hinek zarokan dikujin?

ev bi xwe bi naveroka axivîn an jî tekstê ve girêdayî ye.



Here lînkê

(bnr: groucho marx)



09.06.2013 07:28 | brusk56

76052. kurmanciya camêr gelek xweş e, maşalla pêşketî ye lê piçek bûye paranoyak, bûye pîskopatê rêzimanê...

jixwe yek jê armanca tirşikê ew e ku her kes bi demê re hay ji şaşiyên xwe yên rêzimanî hebe û kurmanciya xwe rast bike û jargoneke tirşikê û kurmanciyeke standard peyda bibin..

lê madem tu ji kurmanciya nivîskaran eciz î tu dikarî yeko yeko ji wan re şaşiyên wan bi rêya peyamê qal bikî daku ew jî karibin bêyî ku di nava xelkê de rencîde bibin, kurmanciya xwe rast bikin

rêbaza tu bi kar tînî, xelkê rencîde dike bi wî hawî xelk ji kurmancî sar dibe



08.06.2013 14:50 | simurg56

78204. nivîskarê ku ji xwe re yekî digere. lê bawer nakim ku bi vê dijberiyê bikare li vê dinyayê yekî li gor keyfa xwe bibîne.

(bnr: xebatên nasayê didomin)

(bnr: li marsa av hat dîtin) *



17.06.2013 21:54 | simurg56

78259. nivîskarê ku gotiye ne li ser nivîs û zanîn û fikrên min lê bes li ser kesayeta min êrîş li min dikin, ya rastî heqê wî he ye, dixwazim çend tişt li ser nivîsên wî bêjim..

-rexne dike, ez tevlî hemî rexneyên wî dibim, ji erdê heya ezmanan mafdar e di hemî rexneyên xwe de belam kêmasiya wî ew e ku cihê vala yê ji rexneyên xwe dihêle, nikare dabigire ango derd çi ye vedibêje lê derman çi ye û derd bi van dermanan çawa tê kewandin venabêje weka ku min berê jî gotibû dibêje lê nake

-bi pirranî li ser rastnivîsa tirşikvanan bnr û vbnr'an dide û bi vê yekê kurmanciya xelkê rexne dike henekên xwe pê dike, piçûk dixîne.. ev tiştekî şaş e ji ber ku bi vê tevgerê xelkê ji kurmancî sar dike. min gelek caran ji hevalan seh kirin ku dema pêrgî rexneyên wilo îronîk û tûj tên ji kurmancînivîsê sar dibin yanê bi vê kiryarê tiştekî qenc nake, belkî dilê wî ne qirêj e lê dawiya tevgera xwe nahesibîne divê bala xwe lê bide.

-kurdiya bakuriyan piçûk dixîne. lê yan nizane û hay jê nîn e yan jî texmîn nake. di kurdistana bakur de kes bi zimanê kurdî perwerde nebûn beravajiya wê bişaftineke kûr û xedar hebûn, bilêvkirina peyva kurdî bixwe jî qedexe bû û sedema înfazê bû, kurdên bakurî bi vê polîtikaya qirêj a dewleta tirko çavên xwe vekirin û li dijî wê li ber xwe dan, hemd ji xwudê re ku serî netewandin û karîn kurmancî baş xirab li ser piyanî bihêlin, ne tenê kurdî hama kîja ziman be jî normal e piçek bixisire. ma em ne mirovên super in bivê nevê bandora tirkî çêdibe. em jî dil dikin vê bandora nêyînî ya tirkî ji zimanê xwe derxînin.



08.06.2013 14:50 | simurg56