Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 56 peyam
berf - tirşik
berf
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku, belkî ji ber ku zaroktiya min li bajarekî berf lê nayê(mêrsîn) derbas bû, belkî jî ji ber reng û xweşiktiya wê, gelek jê hez dikim e. belkî jî ji ber ku dema gelek bibare, dibistan dikevin betlaneyê lewma nizanim .



12.12.2013 21:50 | brusk56

2. navê pirtûk a orhan pamuk a li qersê derbas dibe ye. .



13.12.2013 09:33 | nazim tolhildan

3. çarnikarÊ kurdistanÊ di bin kirasÊ xwe yÊ sik Î spÎ de hÊliştiye Û bÛye sebeba gelek qeza Û mirinan..

Îro li ser rÊya cizÎr Û nisÊbÎnÊ, ji ber ku rÊ ji ber berfÊ hatiye girtin, jineke ducanÎ ya ji başÛRÊ kurdistanÊ ji neçarÎ di erebÊ de zaroka xwe aniye dinyayÊ Û zarok ji ber sermayÊ jiyana xwe ji dest daye dÎsa ji ber tesÎra sir Û seqema berfÊ li ser heman riyÊ dilkutik gihaye zilamekÎ ji başÛrÊ kurdistanÊ, Û zilam hÎn negihiştÎ nexweşxaneyÊ çÛye ber rehma xwudÊ..

yanÎ bi qasÊ ku di helbest Û stranan de dixweye Û tÊ gotin ne tişteke romantÎk e..



13.12.2013 20:05 | endazer

4. (bnr: helbestên kurdî yên li ser berfê)



13.12.2013 20:18 | endazer


6. (bnr: stranên kurdî yên li ser berfê)



13.12.2013 20:20 | endazer

7. bi dimilî vewre



13.12.2013 21:53 | hesenodimilî

8. di zimanê çapemeniya tirkî de wek felaketa spÎ tê binavkirin..



13.12.2013 22:21 | endazer

9. nivîskareka tirşikê ye..

bi xêr hatiye, hêvî dikim ku di mekteba tirşikê de xwe baş bigihîne û baş perwerde bike..

tiştên baş û kêrhatî yên li cem xwe li tirşikê zêde bike û yên di tirşikê de jî li xwe zêde bike..



25.01.2014 18:18 | endazer

10. bi behdînî befr bi soranî sehul.



20.02.2014 12:51 | dastanekkevin

11. helbesteka evdila peşêw;



Wek “Xweşika Bênav” a Goran

Wek rojên salên bi ber

Wek salên temenê terr

Wek pûrta teyr

Wek rondikên zarokê sêlek

Wek gavên rêwiyekî berbangê

Kulî kulî hêdî hêdî

Berfên zîvîn têne xwarê



Ji pirtûka "Veger"



24.09.2014 05:24 | endazer

12. bi tev dimsê şîranîya netewî ya kurdistan çê dibe: Berfemot

(mot:dimis)



24.09.2014 21:40 | avaqerejdaxê

13. wa ye du roj e ku li stenbolê dest bi barînê kiriye..

îmana min ji berfê dihere, wetayeke berredayî a romantîk li ser berfê tê şayesandin, we rastî bivê agahiya xizanî û feqirî û perîşaniyê ye..

nêzîkê 8 sal li qersê jiyam, dema meha berfanbarê dest pê dikir diranên me jî dest bi lotikên ricifînê dikirin, me sê heb goreyên stûr li xwe dikir lê bo spartina laşê metêrê nedikirin, serê sibehê dema em diçûn dibistanê heta nava bêvilên me diqerisiyan, cemed pêdigirtin, hingê tu yê bijidande dê bêvilê te bişikiya mîna şkestina camê..

du roj e ku dema diherim karî eyn ruhê xwe berî ku ruhstîn were bi destê xwe didimê, ezîyeteke bêserûber e



30.12.2014 18:11 | ferhenga şikestî

15. rengeki çiyaye kurdistané ye..wek helbesta mamoste arjen ari de te gotin



...kirasek berfim

...deste zivistané

...kur ku dibarim

...li dara héné





09.01.2015 00:20 | tirşikçi

16. berf anka li amade hurik hurik dibare...

lé dilemin ji bi wi berfi dicemidi u qeşa digire

biraniné min u berfé te bira min

ez kelagiri dibim

lé belé ez nikarim bigirim.

..

dem u demsale buri te heşé min..

ez kelagiri dibim lé belé ez nikarim bigirim..



09.01.2015 00:24 | tirşikçi

17. bûyera xwezayî û navê wê ji wê bixwe jî xweştir e.



navê wê ya kurdî, yanî berf, yek ji peyvên kurdî ye ku herî zêde jê hez dikim. mîna berfê bixwe, nermik e.



20.02.2015 21:27 | simurg56

18. tê gotin ku şikl û teşeya hemî libên berfê ji hev cuda ne

(bnr: hadê ateîstno vê jî rave bikin)*

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



09.04.2015 20:09 ~20:09 | ferhenga şikestî

19. helbesteke rênas jiyan e.







berf



tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê!

tu berf î

ez berf im



ez berf im

berf im

berf im

lê lê nar lê lê nar



ji devê te yê fîncanî keldûmana qehweyî difire

mi goo?

ne ji te be,

wê kes berfdimskê nexwe

ne ji te be..

wê zarok reşêle û têtîyan negirin

tu berf î ji ber ku..



berf

berf

berf

û berf



helbest: rênas jiyan

xwendin: îmad bernas



26.05.2016 12:44 ~12:45 | bûtîmar

21. îro li serhedê gujje guja berfê ye *
Ev çendek bû hinekî berf heliyan û Axa westiyayî rûyê xwe hêdî hêdî nîşanê me dikir lê îro dîsa wek xewneke spî li ser rûyê vê erdnigariyê de barî.
her der spî bû.

erê berf rind e xaş e estetîk û romantîk e lê rêyên gundan tên girtin û nexwaş filan dikevine rewşa Dijwar..



18.03.2017 23:57 ~23:57 | bûtîmar

22. Cîya min dibêje berf xezeb e.



10.04.2017 20:58 | bûtîmar

23. bo berfê di ansîklopediya zarokan de wer dibêje:

Çîroka kuliyên berfê dûr û dirêj e. Hilma ku ji erd û deryayê bilind dibe bi çavan nayê dîtin. ev hilm li jor sar dibe û dibe ewr. Ger ew hilm têra xwe hebe û sariya wê bikeve bin sifirê, wî demê krîstalên qeşayî pêk tên. Ev krîstal bi sitêrkên biçûk dimînin. Dema ku ev krîstalên qeşayî digêhîjin hev, dibin kuliyên berfê û datên xwarê, wê demê meriv dibêje berf dibare. Ger tu qenc bala xwe bidî kuliyên berfê, tu ê bi hêsanî krîstalên wan bibînî.

çi balkêş e ku di destpêkê de dibêje 'Çîroka kuliyên berfê ...'. li aliyê samed behrengî ve çîroka kuliyên berfê ji bo zarokan berî sala 1967an hatiye nivîsandin. (bnr: serpêhatiya kûliya berfê)



26.07.2018 22:24 ~2020.04.11 12:42 | mirovekirind

24. (bnr: befir)



27.07.2018 01:30 | mîr

25. Îsal li geverê nû dest pê kir. Sala borî de hem zû dest pê kiribû hem jî gelek barîbû. Îsal nermayî heye. Hewa, heta niha rûyê xwe yê dijwar nîşan nedaye.



08.12.2019 21:16 ~2019.12.09 00:09 | kajav

26. Li navenda wanê jî berfeke bipakî nebarî. Her roj li benda barîna wê me lê barkim naziyan dike. Ka hela sibê dibare yan na.



08.12.2019 21:23 | fatoş xanim

27. an jî befr

berf-befr, ev guherîn di zimannasîyê de wek metathesis tê bikaranîn, bi Tirkî dibêjin göçüşme



08.12.2019 21:31 | gulêê

28. li Cudîyê Mirada jî barîye, serê pozê çeko spî bûye.



08.12.2019 21:33 | xendekî

29. salê carekê salê carekê li berrîya mêrdînê dibare ye. belkî ji ber wê ye ji sermê re tunne me.



08.12.2019 23:40 | berxweda

30. berf îro hema bibêje li her derê kurdistanê bariyaye tenê li qezê nebariyaye. gelo qezê ne li kurdistanê ye :(



05.01.2020 19:11 | berxweda

31. Mala Amedê jî xera buye ev çar sale min hêj berfek xweş nedîtîye. Ev germahîya gerdûnî bandorek pir mezin dinyayê kirîye û helbet Amedê jî kirîye. Hetta divê êdî dersên erdnîgarîyê bê rojanekirin ji ber ku êdî Amedê û gelek deverên din ne berf dibare ne jî zivistan ewqas zor derbas dibe.



05.01.2020 20:28 | azad30

32. Romanek orhan pamuk e. Dihêle em li ser berfê têkevin nav raman û mitaleyan. dê serê me jî li şibakekê ku meriv karibe jê barîna berfê temaşe bikin bigere.

Nivîskar Di vê berhema xwe de dîsa zimanek berfireh û bêkemasî bi kar aniye. Her peyv di cihê xwe de ye, bi hostetî û zanetî hatiye hilbijartin. Edetî mîna mîmarekî (heke xelet nebim nivîskar ev beşa xwendiye) rêz kiriye peyv û hevokê xwe. Yanê di nav vegotina bûyerek mezin û kelecan de cih dide hest û helwestên biçûk û xwezayî. Lê mirov jê aciz nabe û nabêje "çi pêdiviya vê agahiyê hebû gelo?". Ji aliyê zimên de bala min tiştek din kişand: Roman li qersê derbas dibe û helbet devokek wan jî heye, kurdî jî li wir tê axaftin û di dîmenê romanê de car caran kurd jî derbas dibin. Belê karakterên romanê her yek bi awayekî tirkî daxive lê ne bi devok an jî zimanekê din. Nizam bi vê awayê wan bida axaftin dê çawa ba gelo?

Ev berhema bi rastî ji ser serdemek welatekî û bajarokek wê yê ku qet girîngiya wê nîne de hemû çîrok û lîstikê vê welatê bi yek bêhnekê û bênavber li ber çavê me radixe. Emê dûbare dûbare û bi mixabinî di hundurê xwe de bêjin "qet tiştek neguherî û dê neguhere jî!". Nivîskar bi heman nêzikahiyê li fikran û ramanan dinêre û ji ser merivekî dihêle em jî têkevin nav vê geremol û tevliheviyê. Lê ev jî ruhê meriv dike qefesekî bêhnokî. Emê bi serlheng re qapaxê hemû qazan û kûzan vekin lê wê heman behn û rûtirşiya çîrokan me bi madlihevxistinî silav bike.Û mîna serleheng emê jî bê hemdî û bêyî ku haya me jê hebe bêjin "cihê ku lê xweda tune!"

Yanê bi kurt û kurmancî(ji bo vê biwêjê spas nivîskarên tirsik.net* ) ez karim bêjim romanek bi çêj û xweş bû. Orhan pamûk dîsa bi min da zanîn ku "wî ne ji ber fikrekî, ji hêz û xurtiya pênûsa xwe xelata nobelê stend". Ez bi dilrehetî karim têxim nav romanên serkeftî û pêşniyar bikim.



22.08.2020 23:39 ~23:43 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfa hûr avêt ranê stûr

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî