Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
berf - tirşik
berf
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

19. îro li serhedê gujje guja berfê ye *
Ev çendek bû hinekî berf heliyan û Axa westiyayî rûyê xwe hêdî hêdî nîşanê me dikir lê îro dîsa wek xewneke spî li ser rûyê vê erdnigariyê de barî.
her der spî bû.

erê berf rind e xaş e estetîk û romantîk e lê rêyên gundan tên girtin û nexwaş filan dikevine rewşa Dijwar..



18.03.2017 23:57 ~23:57 | bûtîmar

20. Cîya min dibêje berf xezeb e.



10.04.2017 20:58 | bûtîmar

21. bo berfê di ansîklopediya zarokan de wer dibêje:

Çîroka kuliyên berfê dûr û dirêj e. Hilma ku ji erd û deryayê bilind dibe bi çavan nayê dîtin. ev hilm li jor sar dibe û dibe ewr. Ger ew hilm têra xwe hebe û sariya wê bikeve bin sifirê, wî demê krîstalên qeşayî pêk tên. Ev krîstal bi sitêrkên biçûk dimînin. Dema ku ev krîstalên qeşayî digêhîjin hev, dibin kuliyên berfê û datên xwarê, wê demê meriv dibêje berf dibare. Ger tu qenc bala xwe bidî kuliyên berfê, tu ê bi hêsanî krîstalên wan bibînî.

çi balkêş e ku di destpêkê de dibêje 'Çîroka kuliyên berfê ...'. li aliyê samed behrengî ve çîroka kuliyên berfê ji bo zarokan berî sala 1967an hatiye nivîsandin. (bnr: serpêhatiya kûliya berfê)



26.07.2018 22:24 ~2020.04.11 12:42 | mirovekirind

22. (bnr: befir)



27.07.2018 01:30 | mîr

23. Îsal li geverê nû dest pê kir. Sala borî de hem zû dest pê kiribû hem jî gelek barîbû. Îsal nermayî heye. Hewa, heta niha rûyê xwe yê dijwar nîşan nedaye.



08.12.2019 21:16 ~2019.12.09 00:09 | kajav

24. Li navenda wanê jî berfeke bipakî nebarî. Her roj li benda barîna wê me lê barkim naziyan dike. Ka hela sibê dibare yan na.



08.12.2019 21:23 | fatoş xanim

25. an jî befr

berf-befr, ev guherîn di zimannasîyê de wek metathesis tê bikaranîn, bi Tirkî dibêjin göçüşme



08.12.2019 21:31 | gulêê

26. li Cudîyê Mirada jî barîye, serê pozê çeko spî bûye.



08.12.2019 21:33 | xendekî

27. salê carekê salê carekê li berrîya mêrdînê dibare ye. belkî ji ber wê ye ji sermê re tunne me.



08.12.2019 23:40 | berxweda

28. berf îro hema bibêje li her derê kurdistanê bariyaye tenê li qezê nebariyaye. gelo qezê ne li kurdistanê ye :(



05.01.2020 19:11 | berxweda

29. Mala Amedê jî xera buye ev çar sale min hêj berfek xweş nedîtîye. Ev germahîya gerdûnî bandorek pir mezin dinyayê kirîye û helbet Amedê jî kirîye. Hetta divê êdî dersên erdnîgarîyê bê rojanekirin ji ber ku êdî Amedê û gelek deverên din ne berf dibare ne jî zivistan ewqas zor derbas dibe.



05.01.2020 20:28 | azad30

30. Romanek orhan pamuk e. Dihêle em li ser berfê têkevin nav raman û mitaleyan. dê serê me jî li şibakekê ku meriv karibe jê barîna berfê temaşe bikin bigere.

Nivîskar Di vê berhema xwe de dîsa zimanek berfireh û bêkemasî bi kar aniye. Her peyv di cihê xwe de ye, bi hostetî û zanetî hatiye hilbijartin. Edetî mîna mîmarekî (heke xelet nebim nivîskar ev beşa xwendiye) rêz kiriye peyv û hevokê xwe. Yanê di nav vegotina bûyerek mezin û kelecan de cih dide hest û helwestên biçûk û xwezayî. Lê mirov jê aciz nabe û nabêje "çi pêdiviya vê agahiyê hebû gelo?". Ji aliyê zimên de bala min tiştek din kişand: Roman li qersê derbas dibe û helbet devokek wan jî heye, kurdî jî li wir tê axaftin û di dîmenê romanê de car caran kurd jî derbas dibin. Belê karakterên romanê her yek bi awayekî tirkî daxive lê ne bi devok an jî zimanekê din. Nizam bi vê awayê wan bida axaftin dê çawa ba gelo?

Ev berhema bi rastî ji ser serdemek welatekî û bajarokek wê yê ku qet girîngiya wê nîne de hemû çîrok û lîstikê vê welatê bi yek bêhnekê û bênavber li ber çavê me radixe. Emê dûbare dûbare û bi mixabinî di hundurê xwe de bêjin "qet tiştek neguherî û dê neguhere jî!". Nivîskar bi heman nêzikahiyê li fikran û ramanan dinêre û ji ser merivekî dihêle em jî têkevin nav vê geremol û tevliheviyê. Lê ev jî ruhê meriv dike qefesekî bêhnokî. Emê bi serlheng re qapaxê hemû qazan û kûzan vekin lê wê heman behn û rûtirşiya çîrokan me bi madlihevxistinî silav bike.Û mîna serleheng emê jî bê hemdî û bêyî ku haya me jê hebe bêjin "cihê ku lê xweda tune!"

Yanê bi kurt û kurmancî(ji bo vê biwêjê spas nivîskarên tirsik.net* ) ez karim bêjim romanek bi çêj û xweş bû. Orhan pamûk dîsa bi min da zanîn ku "wî ne ji ber fikrekî, ji hêz û xurtiya pênûsa xwe xelata nobelê stend". Ez bi dilrehetî karim têxim nav romanên serkeftî û pêşniyar bikim.



22.08.2020 23:39 ~23:43 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfa amedê ya 30ê berfanbarê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî