Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
na ew nemiriye, di dilê me de dijî - tirşik
na ew nemiriye, di dilê me de dijî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Klîşeyeke civaka tirk e. Gava hevalekî an lêzim û eqrebayekî an jî navdarekî wan bimire di dema binaxkirina wî de ev hevoka viqûvala pirr li kar e.



13.12.2013 13:40 | ceso

2. gotineke pirr sar e gava ku yek dimre li dû wî/ê tê gotin pirr dirû tê ji min re. mixabin ji tirkan derbasê me jî bûye jixwe mariv pirr xemgîn be tenezûl nake bi lêv jî bike



13.12.2013 16:51 | ferhenga şikestî

3. klÎşeya ku meseleyeka hevalê min aniye bîra min..

hevalekê min ê ji yozgatê heye, ne henek haa teqrîben ev 7 sal in em hevdu nas dikin Û bi ser hev de diçin û tên.. biraziyekê biçûk teqrîben 6-7 salî yê vî hevalê min heye û ligel malbata xwe li enqereyê rûdine.. rojek ji rojên dehê Mijdarê an bi qewlê bavûkalanan Çiriya paşîn, roja ku ataturkê mêrê diya temamê tirkan disekite Û diçe cinneta keran, mamosteyê sinifê ji zarokan re behsa ataturk dike û zirtên ataturk dide, biraziyê hevalê min jî gelekî di bin tesîra van gotinên mamosteyê xwe de dimÎne, bi bayê bezê tê malê û kûr dike girî, diya wî jê dipirse dibêje te xêr e kuro? çi bi te qewimiye?

kurrik bi dengeke kelegirî ji diya xwe re dibêje, ataturk ê ku welatê me ji destê dijminan xilas kiriye miriye îro û tu ji min vedişêrî û ji min re nabêjî, û bi dengeke mişt kerb û acizî dibêje heta hetayê ez te efû nakim..



13.12.2013 20:34 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» dilê min jê sar bû

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî