Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
helbestên kurdî yên li ser berfê - tirşik
helbestên kurdî yên li ser berfê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. eger ne li ser berfê bi xwe be jî sehne û atmosfera du helbestên arjen arî berfê vegirtine.. yek jê hêvî ya wÎ ya di binê berfê de ye û ya din jî berê min ketiye xozatê ye.. di mexzena xwÎna ya rênas jiyan de jî pasak jê li ser berfê ye..



ji dengê Îmad bernas ew beşa helbestê ya li ser berfê:



'...

tu ji dola kuliyekî berfê yî gewrê!

tu berf î

ez berf im

berf im

berf im

lê lê nar lê lê nar



ji devê te yê fîncanî keldûmana qahweyî difûre



mi go?

ne ji te be, wê kes berfdimskê nexwe

ne ji te be wê zarok reşêle û têtiyan negirin

tu berf î ji ber ku

berf...'







13.12.2013 20:16 | endazer

2. helbest û berf navê melayê bateyî tîne bîra min. ji ber ku helbesta wî ya bi navê ji Çirya paşiyê pê da gorî ku tê gotin helbesta wî a dawî ye, a berî mirina wî ye. di rê de, di pûk û sermê de dimire. û meytê wî di binê berfê de dimîne. gorî ku tê gotin wexta ku meytê wî tê dîtin di bêrîka wî de ev helbest hebû.



(bnr: ji Çirya paşiyê pê da)



13.12.2013 22:30 | giyanstêr

3. helbesta arjen arî ya bi navê "hêvî":

"Hêleke min diqutife ji sermê

Çiya keleheke asê, rê asê,dem asê

Hêviya min kulîlka binê berfê

Ha bel bû ha bel bibê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê,

Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê..!



Wê vebe rengo rengo

Piştî taveke xwêjinkî keskesor

Sihareke rûbihar e hêviya min

Tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor

Ha hilat ha hiltê

Û berf tê



Tê..!



Bibare berfê

Li ber xwe bide kulîlkê

Berf li hêlekê, tu li hêlekê

Hêviya min jî bihar e"



20.02.2014 04:23 | zero

4. berf dibare



Mam asê

Di newalê çavên te de



Berf dibarê gulik gulik

Ser mijangê te.



fatma savcî, ji dîwana xewnên zîvîn.



20.02.2014 04:33 | seydayê_peyvan

5.

wek axa beyabanê li benda avekê lehî û derya û pêl û berf û baranim were



jan DOST, ji dîwana Jan.



20.02.2014 04:41 | seydayê_peyvan

6. ne ji te be, wê kes berfedimskê nexwe

ne ji te be wê zarok reşêle û têtiyan negirin

tu berf î ji ber ku

berf



rênas JIYAN, Janya.



20.02.2014 04:48 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên dost çiyayî
» kurdî bi hêsanî
» yên ku îro têketine
» serhat plaza
» berfên bi birûsk dibarin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî