Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
the hobbit: the desolation of smaug - tirşik

piştî fîlma The hobbit: an unexpected journey, duyemîn fîlma ji rêza fîlmên li ser hobbit'an e...
(8 şîrove)
the hobbit: the desolation of smaug
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. piştî fîlma The hobbit: an unexpected journey, duyemîn fîlma ji rêza fîlmên li ser hobbit'an e.

niha ketiye vîzyonê lê hê temaşekirin nebû nesib. niyeta min tune ku li sînemayê temaşe bikim, ji ber ku zêde hêviya min jê tune. tenê ji bo atmosfera dinyaya navîn dixwazim temaşe bikim. û ji bo gandalf. hela ka bila bikeve malperên torrentê...



13.12.2013 20:56 | simurg56

2. fîlma ku mirov dikare berî ku li tirkÎ û li kurdistanê bikeve vîzyonê li ser malperên torrentê daxîne û darî bike.. heta li malperên ku tê de binnivîsên tirkî yên fîlman tên parvekirin çend versiyonên binnivîsa vê fÎlmê hene.. di vî warî de wek kurdekî ez gelekî dilê xwe dibijînim tirkan, xwezî me kurdan jî karibûya li ser înternetê kurdistaneke bi kurdî ava kiribûya û fîlm û mÛzÎk û stranên nû yên biyanî demildest wergerandibûna kurdî û berpêşî xizmeta xelkê kiribana.. lê çi bikim ku qewî kesad e bazar û xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin..



13.12.2013 21:03 | endazer

3. ez ê roja çarşemê herim li dû hatinê ez ê binirxînim



13.12.2013 22:52 | ferhenga şikestî

4. piştê min filma hobbit: anunexpected journey temaşe kir min çu pirtûka hobbit xwend û paşê min roj jimard jibû vî fîlmê..



14.12.2013 18:22 | gokerr

5. dvd ya qorsan derketa min temaşê bikira



14.12.2013 21:42 | newenda

6. fîlma ku mixabin torrenta wê nayê peydakirin. tenê ya kişandiya kamerayê heye ku temaşekirina wê, wê bibe herimandina fîlmê.



16.12.2013 20:20 | simurg56

7. fîlma ku torrenta wê peyda dibe ev çend roj in min daxisitiye lê bi xwe re nabînim darî bikim, min dil hebû ku ez îro darî bikim lê 01.01.2014 kampanyaya danasîna tirşikê a li ser twitterê ev plana min bi paşde avêjt..



01.02.2014 23:06 | endazer

8. yanî hobbît: çolên smaug

min duh bi şev li vê fîlmê temaşe kir. dîmen dîsa xweş bûn, em dîsa bûn heyranê xeyalên xelkê.

vê carê karakterek ku di pirtûka orjînal de tune bû, li fîlmê hatiye zêdekirin. ez behsa karakterê bi navê tauriel dikim. heta fîlm xelas bû, hê jî ez difikiriyam ku ez vê jinikê ji ku nas dikim lê nehat bîra min. paşê ez hîn bûm ku evangeline lillya me ye ku lîstikvanek sereke bû di rêzefîlma lostê de.



vê fîlmê de zêde bûyer tune bûn û jixwe bûyera herî girîng jî di fînala fîlmê de ma nîvço û xelas bû. bi dirêjkirina sahneyên nepêwist, fîlmê kirine 2 saet û 40 deqe. lê dîsa jî ne xem bû, ji ber ku mirov ji temaşeya dinyaya navîn têr nabe. welhasil me dîsa ji bo xatirê lotrê temaşe kir û ji ber bêriya wê, me jê hez jî kir.



ejderhayê smaug navê xwe daye fîlmê lê li gorî min heqê wî nedane. ji ber ku zêde li ser wî nesekinîne, min hêvî dikir ku senaryo û tekst li ser wî ba. neyse.

heyranên lotr'ê dikarin bêşik û bêguman li fîlmê temaşe bikin.



21.04.2014 20:53 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the autopsy of jane doe
» the things they carried
» smaug

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî