Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    çaya cemidî - tirşik
    çaya cemidî
    (2) (0) ecêb (0) (20)
    di mijarê de bigere

    1. bi qewlê bazar û piyasê ice tea.. beriya hefteyekî bi zora hevalekî min şamîşamÎ kir, dilê min jê xeliya.. ez mam mat û heyirî mirov çawa vê ava sar û tamsar bi dilbijîneke wiha ecêb vedixwin..

    ji xwe tu eleqeya wê û çayê nîne, biçek esans û aromaya fêkiyan û biçek jî kef -xwudê zane bê ka kefa çi ye- lê kirine û danîne ber firotine.. min fêm kir ku tu ava kayê jî spehî amabalaj bikî û baş reklam bikî tu dikarî bifiroşî û xwe di nav pereyan de bihêlî..



    2013.12.13-22:33 | endazer

    2. nîvê çaya ji kûpayê tê vexwarin e.

    ger em vegerin meseleya ice tea'yê, ev ice tea rojên germ yên havînê de dikarin werin vexwarin. bi taybetî ya liptonê ne xerab e. lê ne tiştekî nedîtiye, jî.

    tenê ji bo ku mirov hema ava sade venexwe, dikare şûna wê van ice tea'yan vexwe.



    2013.12.13-22:40 | simurg56

    3. çaya ku di kızlar tepesiya sêrtê tE vexwarin e*



    2014.03.30-21:52 | sewdaxan

    4. (bnr: çaya sar)

    (bnr: çaya tezî)



    2014.03.31-12:36 | dastanekkevin

    5. (bnr: sixêf)

    (bnr: xeber)

    (bnr: kufrî)



    2014.03.31-12:44 | xwelî li ser

    6. çaya go nema tê vexwarin



    2014.04.13-02:28 | azê

    7. liber min weke jahreye le gelek hijjedikin (bnr: icetea) (bnr: çaya qarisî)



    2014.08.29-00:50 | hûteheftserî

    8. çaya ku kurd hijê nakin.



    2014.08.29-08:52 | xendekî

    9. (bnr: didi)



    2014.08.29-13:10 | brusk56

    10. gelek xweş e bi tatbetî jî ya xoxê



    2014.08.29-15:24 | ferhenga şikestî

    11. vexwarineke xweş e. bi taybeti havînê pir tê vexwarin. bi rastî ji koleyên bi asîd çêtir e, aciziyê nade li hûr ê mirov. lê di germahiya havînê de ji bîra ya sar jî çêtir nîne*



    2014.09.02-19:05 | nazim tolhildan

    12. bûye sedema tevlîheviyekê. du çayên cemidî hene;
    - çaya ku eslê xwe de germ bû lê dejenere bûye û cemidiye (bnr: tirkmanc)
    - çaya ku weke kolayê jixwe cemidî tê firotin.

    gelo em ji yekê re nebêjin çawa cemed? an jî mistefa çaya cemidî? (bnr: mistefa kemal)



    2014.09.02-20:40 | simurg56

    13. a ku bi hatina çayvan* ji min re buye dîrok. ji xwe ez behsa icetea nakim ji ber ku ew tu carî ji bo min tune bu ji xwe.



    2014.09.03-00:16 | azadixwaz

    14. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.09.03-01:13 | ciwan

    15. nizanim ji ber çi ye vê havînê vexwarina min a sereke ev bû û xweş e û hênike û diherike ji qewlê wê reklamê.



    2014.09.04-14:08 | hemdilaarda

    16. tişta ku bûye mijara vê pêkenokê ye (bnr:pêkenok/51600).



    2014.11.12-16:19 | nazim tolhildan

    17. çaya ku qet kêfa min jê re nehatî ye..



    2014.11.12-21:08 | berxweda

    18. min û ew... emrê evîna me hevdu bi qasî jiyana perperokan jî dirêj nebû.



    min carekî tenê gulpekî vexwar, ev jî gava ez li zanîngehê bûm min bona ava fêkiyan otomatê pê lê kir otomat bi şaşî mi re ewî da, min paçekî hilda paşî avêt çopê



    2015.04.18-22:42 [guhertin:2015.04.18 22:43]| mîr

    19. heyat e. tişta ku ji ber wê pirî caran avê bi rojan venaxwim. hima ew e çaya cemidî û çaya cemidî. wisa li serê min bûye belayekî ku wexta çaya germ jî tê ber min pirî caran bêyî ku biçêjim wisa sar dikim paşê vedixwim. ew hevalên ku li jor tinazên xwe bi çaya min a reben* kirine wan rojên min ên ku min cara pêşîn caya cemidî tehm kiribû û min jî wekî wan gotibû ev çi kerratiye tîne bîra min. ez serê serî bêjim eger hun herin lipton didi filan vexwin jixwe jî hun ê jê hez nekin hun heya ji fuse tea ya bizebeş venexwin hunê qet ji min fehm nekin. weke cixarê ye êdî kurmên wê têne mirov.



    2015.04.19-00:09 | ceso

    20. İce tea lemon gelek xweş e û wextê havînê em ji avê bêhtir dimezêxin, ê tabî ji avê jî bihatir e û pere têrê nakin, me go em carekî li mal çêkin, malê de jî tenê çaya seylanê hebî. welhasil min çaydanek çaya qaçax û du-sê lîmon û piyanek şekir tevlihev kir û bi çaydanê ve kir sarincê de. Bû çaxê êvarê û me maliyan go em biceribînin ka çawa çêbû, me her yekî encex nîv berdak vexwar ta'ma wê wek ziqqumê çebibî, min çaydan bir rijand û şuşt û çayek nû û germ çêkir qene ta'ma devê me were cih..



    2015.04.19-05:22 | kevçiyê dil

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çaya mişmişa ku bêhna wê ji tehma wê xweştir e
    » cemidî

    Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî