1. di halê hazir de madalyayeke zêrîn ya bîst û çar eyar heq dikin.. ji ber ku mobîl versiyona tirşikê mixabin hîn ne berdest e.. carekî di ser vî halî de ez ji telefona hevalekî ketibûm tirşikê -min gelekî dixwest ku bêjim ji telefona xwe, lê çavên feqîriyê kor bibin- qene min riya derketinê jî nedît.. |
|
13.12.2013 23:02 |
endazer
|
2. nivîskarên ku peyamên ku reşşik an jî çeppikan heq kirine, not dikin ku paşê dema ji komputerê ketin tirşikê, ji heqê wan tên der. |
|
13.12.2013 23:04 |
simurg56
|
3. navîskarên ku piranî tenê dixwînin. yanê ez bi xwe wisa dikim. ji ber ku nivîsandin bi rastî zehmet e . ê ku ji telefonê dinivîsin çepikan heq dikin.* |
|
13.12.2013 23:17 |
brusk56
|
4. (bnr: nivîskarên ku bi tabletê dikevin tirşikê) |
|
13.12.2013 23:42 |
ceso
|
5. nivîskarên ku a herî baş dikarin bi vî awayî li tirşikê binêrin, bixwînin û binivîsin . |
|
14.12.2013 00:01 |
brusk56
|
6. nivîskarên ku poşman dibin in. |
|
14.12.2013 00:44 |
saladin
|
7. kesên ku -wek min- ji nivîsên eciz dibin in.. çavê xizaniyê derkeve ku kombers tune ye |
|
14.12.2013 00:59 |
ferhenga şikestî
|
8. nivîskarên ku serî de pergî rewşek wisa tên e : |
|
19.02.2014 14:32 |
brusk56
|
9. yEK JI WAN JÎ EZ IM. gER DI TELEFONA MIROV DE BERNAMEYA OPERA MÎNÎYÊ HEBÊ MIROV DIKARÊ BI REHETÎ BIKEVÊ TIRŞIKÊ. lÊ JI BER ÇIYE EZ JÎ ZINAMIN DEMA EZ BI RÊYA TELEFONÊ HIN PEYAMAN DI TIRŞIKÊ DE DINIVÎSIM Û PÊL BIŞKOKA BIŞÎNE DIKIM LÊ MIXABIN PEYAMA MIN NAYÊ WEŞANDIN. bI VÎ AWAYÎ GELLEK PEYAMÊN MIN WENDA BÛNE.. |
|
20.02.2014 19:34 |
nan û av
|
10. ez jî di heman tengasyê de me jixwe opera mînî jî wek pêlîstoka zarokan amatorane ye carinan tu pêl li bişkokê dikî lê bi kêr nayê ango tiştê ku dixwazî vekî lê venabe carinan peyama xwe dinivîsî û dişînî lê dinêrî ku hem neçûye hem jî rûpeleke bê'elaqa vebûye lewma ez gava ku peyama xwe diqedînim beriya ku bişînim kopî dikim eger peyama min neçe ji nû ve mijarê vedikim nivîsa ku min kopî kiribû digirim dizeliqînim cardin dişînim cara duyem teqez dibe ango ku hûn bixwazin peyama we wenda nebe kopî bikin piştre bişînin |
|
21.02.2014 01:27 |
ferhenga şikestî
|
11. nivîskarên ku dikarin uc browser mini yê biceribînin. |
|
23.02.2014 00:04 |
brusk56
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |