Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdên ku ji pîlaqayên tirkan hez dikin - tirşik
kurdên ku ji pîlaqayên tirkan hez dikin
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. derdeke nû ye li ser dilê min ê reş. kuro ma pîlaqayên tirkan kengî bû yê me? min digot qey ev tişt tenê li cem rihayî û bîngoliyan heye lê mixabin hezar û yek carî mixabin ku li cem sêrtiyan destpê kiriye.

ya star ya star bê lome be wîî!

(bnr: simurg56)

(bnr: brusk56)



14.12.2013 04:06 | oxir

2. ceso21



23.12.2013 22:29 | ceso

3. bi min tiştek ne wisa xirab e.ma emé çi bikin ? emé her roj van pilaqayan bikar bini lé inkar biki ? heke wisa be divé em her tişt i red biki.dibistanan,zaningehan,navén bi tipén tirki hatin nivisandin ....!



23.12.2013 22:36 | feqiyêteyran

4. (bnr: wî çaxî biçûk bûm, min nedizanî)

tişta ku cara yekem dibihîzim e. heta niha min nêrînek bi vî awayî qet nebihîstibû. temam rast e, ew nimro li gor pergala tirkan hatiye dayîn, lê mixabin em bê alternatîf in. nexwe ji min re bêjin li kurdistana serbixwe, nimroya plaqaya sêrtê çi ye, soz didim ez ê wê bikarbînim *



24.12.2013 00:09 | brusk56

5. kesên ku bi me dane nîşan ku ew beyî ku pilaqayekê nenivîsin nikarin bijîn.

ku bi dirûşma "bê pîlaqa jiyan nabe" derkevin kolanan ezê heyirî nemînim *

heyran hema qet nebe sala rojbûna xwe binivîsin jê çetir e.



di çaxên berê de sêrt ne bajar bû. di navbera herêmên botan û xerzan de bû. ev jî polîtikayeke asîmîlasyonê ye ku tirkan gundan kiriye bajêr, bajaran jî kiriye gund. Bi vî awayî kurdan ji dîrokê veqetandine. ger ku kurdistan azad bû emê sêrtê bi botan ve girêbidin û bikin navçe ku hewcehiya wê bi pilaqayekê nemîne *



24.12.2013 00:41 | oxir


7. gelo çi tirşikvanên xerxwaz hene ku plaqayên bajarên kurdistanê bîne derê û heceta sêrtiyan nehêle ?



16.10.2014 00:29 | dildar geverî

8. yên ku xwedê kirî di nav gerîllayan der belav nebûne.

an na wê navên kod ên gerîllayan gelek pêkenok bûya.

(bnr: botan56)

(bnr: herekol21) *



16.10.2014 09:59 | brusk56

9. Hezkirina ku zemanekî li cem min jî hebû * Lê hê çûçikanê bûm min nedizanî mesele çiye. Min li medyaya civakî li cem nîckên xwe " 4735 " dinivîsand. 47 ne bes e îja 35. Serê ecêba.



13.08.2016 17:34 | biaqila malê

10. Yekî ji wan jî ez im her hal.dê çi bikin bê jimare epeyam û nick û tiştên dirûvê wan êdî nayê pejirandinê.mirov jî pîlaqeyê bajarê xwe pêvedike û xelas.belam wexta ku ez vê mijarê dît min maf da ku ev rewş rewşekî gelek çûle ye.pîlaqeyên tirkan law niha çi qas komîk hat min, ev ramanên ecêb ji ku tê û dikevê nav me ez nizanim.ez ê îro pê de navê bajarê xwe yan jî kurtenavê bajarê xwe bixim cihê jimareyên pîlaqeyê.çareserîyek wilo hat hişê min.ji rewşa yekemîn pir li me baştire gelek.



13.08.2016 18:24 | rûbar

11. Simorg56
Tîrêj zane 21
Brusk56 )))))



25.03.2020 18:09 | dilreş

12. kurdên ecêb in. bi rastî jî ji tirkan zêdetir ev meraqa plakayan li ba kurdan heye. ne tiştekî lazim e jî lê zahf hêj plakaya dikin.



23.12.2020 22:24 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku nizanin nîqaş bikin
» tirkan şoray
» hezkirina lingan

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî