Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
hesabê tirşikê yê twitterê - tirşik
hesabê tirşikê yê twitterê
(18) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. heger ev be https://twitter.com/Kurdistanazadd

hema xwelî li serî û hezar carî jî

bi tirkî rt dike û brusk56 belkî Çêker û damezirînerê tirşikê ye jî hema rt dike..

heger bi rastî bixwaze navekî baş çêke û bibe cihekî ku kurd bixwînin divê nivîsên xweş rt bike

heger ev be

https://twitter.com/hemawisa ji yê dî çêtir e, lê dîsa jî divê nivîsên xweş bên par vekirin ta ku rojeveke kurdistanî çêbibe.



14.12.2013 04:31 | dijber

2. https://twitter.com/hemawisa ye lê ne fermî ye.

min vê hesabê tenê ji bo vexwendina nivîskaran vekir. mixabin ewqas wext nabînim ku aktîf bi kar bînim. hema carina dikevimê çend kesan vedixwînim, yên ku dest bi şopandina min kirine jî dîsa hişyar dikim ku bibin endam û hew.

lê dîsa jî bi saya vê hesabê heta niha bi sedam kes bûn endam. binêrin min negot nivîskar, bûn endam. ji ber ku piraniya wan ne nivîskar lê nivîsbar in.



14.12.2013 10:30 | simurg56

3. ne https://twitter.com/hemawisa ye jî ne https://twitter.com/kurdistanazadd ye jî .

ev herdû hesab jî dû danasîna tirşikê ne. çima nav ê xwe kirine tirşik.net ? ji ber ku kî wan bibîne, meraq bike ka tirsik.net çi ye .

lê aniha em dikarin bêjin ku rûpela tirşikê a li ser facebookê heye .



14.12.2013 11:39 | brusk56

4. ji aliyê tu tirşikvanan ve nayê şopandin. min vê fêhm kir.

jixwe hesab ne aktîf e, lê min berî 2 rojan twitek avêt û got di nav 2 heftiyan de wê di tirşikê de rojanekirinek girîng çêbe û wê taybetiyek xweşik were. lê mixabin min tenê ji bikarhênerek reaksîyon stand. nexwe tu tirşikvan vê hesabê naşopînin?



26.07.2015 19:24 | simurg56

5. hesabê em nikarin entrya bikebin wê jî em bizorê tên di tirşika ku rîya xwedê jî pênakebeda dinivîsînin. hesabê ger hesabek minî twitterê hebûya minê bi şopanda lê mixabin tuneye di gelek zehmetîyada bizorê ez têm tirşikê di şopînim.



26.07.2015 21:24 | shorbevan

6. (bnr: tweet-avêtin) (bnr: tweet avêtin) (bnr: avêtina tweetan)



27.07.2015 12:19 | dijber

7. Herwiha hesabê ku divê hemû peyamên nivîskaran, bi awayekî jixweber û otomatîk biweşîne, ne biavêje ha. ser merê xelkê neşkîne!

Anku çi nivîsa hat nivîsîn, bi awayekî otomatîk wê nivîsê di twitterê de parve bike ta ku kes bibînin û bên bixwînin.



27.07.2015 12:21 | dijber

8. hesabê min ê twitterê tune ye, min nêzîkê du sal berê ji bo geşedana tirsikê vekiribû lê min hej ji twitterê nekir û min hesabê xwe betal kir, ji bela rika hevalên xwe min şeş meh berê jî vekir û min dîsa xwe ranegirt û careke dî betal kir, nema vedikim



27.07.2015 17:10 | ferhenga şikestî

9. @tirsiknet
Here lînkê



25.12.2017 08:00 | cinorek

10. Ji doh de dîsa çalak bûye maşallah subhanallah * Wê bandor li ser tirşikê jî bike nizam.



10.07.2018 20:55 | biaqila malê

11. (bnr: twitter@trisikvan)
(bnr: instagram@tirsik.net)
Hesabê ku vê pêlê zehf çalak e. Hinek Twittervanên populer jî piştgiriyê didin. Bi teybetî ceng sagnic û tirşikvanên li ser twitterê.
Vê pêlê çend tirşikvanên nû bi xêra hesabê twitterê kerem kirin.
Hem ji şewba koronayê hem jî ber şopînerên twîtterê vê pêlê tirsik.net zehf çalak e.
Here lînkê
Here lînkê

Heftîya berê, min înstagrama tirşikê jî vekir.
Here lînkê

Not: bi xêra xwe j'ber ku li ser twitterê û instagram'a werê parvekirin peyamên hêja nîşanî me bidin da ku li ser medyaya civakî em parve bikin.



01.04.2020 02:15 ~02:17 | gumgumok

12. eşkere dike ku tesîra erênî ya medya civakî gelek heye. rastî jî niha tirşik aktîv e, nivîskarên nû, çomezên nû mijarên nû... keda gumgumok hêja ye, mala wî ava.



01.04.2020 10:26 | xendekî

13. Hesabê ku sirf bo şopandina wê min hesabê tiwîtirê vekiriye. Belê van roja fîlmên ku ji aliyê koma wergera fîlman ya tirşikê hatine wergerandin parve dike. Xwuya ye ev yek bala kurdîhezan dikişêne.



12.04.2020 00:02 | tîrêj zana 21

14. a ku ji nû ve çalakbûna wê gelek baş bû.
bi qasê ku ez dibînim, li ser tora civakî, eleqe û baldariya zimanê kurdî gelek zêde bûye.
li gor berê, gelek zêdetir kesan bala xwe daye zimanê xwe. saxiya serê vê hesabê em dikarin, berê wan bidin tirşikê.

berê me çend caran, ji bo danasîna tirşikê li ser twitter'ê xebata tag'ê kiribû. ji wan xebatan, me gelek gelek fêde dît. zû de ye, me tiştek wisa nekirî.
xwezî me van rojan tiştek wisa bikira..



12.04.2020 01:09 | brusk56

15. Hesabê ku li van mehan ne çalak e. Divê admînê hesabê were guherandin an jî divê kesê ku bi kar tîne piçek bala xwe bidê. Bi min divê yek admînê hesabê bibe merwano. Ez bawer dikim bi wî hesabê tirşikê dûmanê ji twitterê bibe. *

Pêşnîyareke min a din. Divê wêneya hesabê baş bicih bibe divê ew cihên reş neyên xuyan, gelek min aciz dike. *



13.12.2020 18:34 | yûsiv

16. Hebûn û nebûna wî yeke heta nebûna wî ji hebûna wî wê baştirbûya li gorî îstatistîkan serê çend sale hê 140 tîp nenivîsandine..



13.12.2020 22:43 | shorbevan

18. îro, hevalekî li ser twittirê ji min re nivîsandibû, di got:
tirşik çima bê deng û miriye, xwe nûjen nake. û hesabê we yê twittirê jî parvekirina nake, em nizanin saxe an mirî ye? wek ekşi sözlükê car caran tiştna parve bikin?...
bnr:
Here lînkê
Here lînkê

ji xeynî vê peyamê jî gelek caran li ser tirşikê pirs tên ji min re, ji ber ku min li profîla xwe lînka tirşikê daniye, û gelek jê dibe qey em xwediyê tirsik.netê ne *
dikarim bêjim heya niha 20-30 kes bêhtir di derheqê tirşikê tiştekî ji min pirsîne.
pêşniyara min ew e ku kesên twittirê bi kar tînin, lînka tirşikê deynin, da ku reklama tirşikê bêhtir were krin.

û ji xeynî vê yekê jî, ger rêveberiya tirşikê û boss simurg56 jî bihêlê dixwazim bibim admînê hesabê tirşikê yê twittirê, û ne ez tenê jî divê çend admîne din jî hebin, da ku geştir û xweştir jî bibe.

berî niha jî birayê yûsiv navê min pêşniyar kiribû, malî ava bira * hesabê tirşikê yê twitterê/129140



28.04.2021 17:33 ~17:32 | merwano


dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesabê ciwan haco ya liser youtûbê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» yên ku min dişopînin
» twitterên kurdinûs

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî