Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
bîrov - tirşik
bîrov
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nexweşiyeka kû di laşê mirov de derdikevê ye. Navê wê yê zanistî eczema ye. dera kû Ev nexweşî lê derdikevê ziwa dibê, sordibê, dixwerê, hişk dibê û diwerimê. Carna jî ji ber kû mirOv zêde dixwerêne xwîn jî ji laşê mirov tê. Ji aliyê tibbî ve ez nizanim dermanê vê nexweşıyê çî ye lê jinbira min bi awayê tibba alternatif vê nexweşiyê sax dikê. Rêbaza wê jî weha ye : Kesê nexweş roja çarşemê dihate mala me. Ne roja çarşemê bê çênabê. Heft heb ce û heft heb xwê (Li cem me cûreyekê xwêyê hebû kû libên/hebên wê mezin bûn) ji qûtiya kû herdem malê bû derdixist. Bi dorê yek genim yek ce (cot bi cot) li ser dera nexweş re digeran û ber re jî hin dia dixwênê. (Min naha ji jinbira xwe pirs kir û got ez vê diayê dixwênim: en ebremû emren fe înne mûbrîmûn fellahû xeyren hafîzen ye erhemer rahimîn) . Bi vî awayî ew her heft ce û her heft genim ser dera nexweş re digerand. Paşî ew genim û ceyê kû li wan hatine xwendin dikira nava kincekî de û di avête binê bîrê. paşî dermanekê kû me jê re digote bîrov (weke tozê ye û rengê wê qehweyî ye.) şil dikir û dida kesê nexweş. Wî kesî jî ew bîrova şil kirî dibir malê dikire di nava kêloyek an jî nîv kêlo birov de û rojekî erê rojekî na dera NExweş dida. Bi vî awayî du heftiya tedawî dewam dikir. Ew xwê û ceyê kû lê hatiye xwendin jî di avête binê bîrê. Xwê ji xwe zû di helê. Lê ce dereng di riZê. Li gor baweriyê dema ce jî riziya wê demê ew birîn an jî ew NExweşî sax dibê. Bi rastî nExweşên kû hatin e mala me hema BêJE ji % 95ê wan sax bûne..



14.12.2013 16:12 | nan û av

2. nexweşiya ku jê re tirkî sedef tê gotin. zimanê tipê de navê wê psoriasis / psoryazîs e.

nexweşiyeke çermê ye. bingeha xwe zêdetir ji genetîkê û sîstema îmmunîteyê distîne. weke din bandorên derdorê û enfeksiyon jî tê de rol distînin.

nexweşî bi bandora hinek dermanan û li gorî rewşa derûnî, carina geş dibe carina jî baştir e. herî zêde ji ber stresê zêde dike. lê ev nayê wê wateyê ku ji ber stresê çêdibe.



çerma ku vê nexweşiyê girtiye, sor dibe, ziwa û stûr dibe, dixure. gelek caran çerma ku hişk û zûwa bûye rengê zîvê distîne. (tirkan ji ber vê yekê navê wê kirine sedef) carina neynok jî nesîbê xwe ji nexweşiyê distîne.



zarok û ciwan jî dikarin bi vê nexweşiyê bikevin lê herî zêde mirovên mezin de çêdibe. li gel jin û mêran rêjeya peydabûna wê hema bêje wek hev e.



gelek tedawî hene ku psoryazîsê kêm dike, xuyaniya wê baştir dike û şikayetan kêm dike. lê mixabin heya niha jî tişteke ku bikare nexweşiyê tune bike, tune.



ji bo teşhîsa wê testek tune. ji ber ku hewce nake. dermatologek dikare tenê bi dîtina birînan, vê nexweşiyê nas bike. lê ji bo ku îhtîmalên din werin berterafkirin, bîyopsî dikare were kirin. (herî zêde bi enfeksiyona mantaran re tevlîhev dibe)



ji bo tedawiya wê gelek dermanên alternatîf hene. krem, şampuan û heb tên bikaranîn.



10.01.2014 20:24 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîrov

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî