Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kovara jehr - tirşik
kovara jehr
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kovar(fanzÎn)ek wêjeyê ye(xweru Kurdî)kû ji aliyê xwendekarên li stenbolê(bi giştî xwendakarê zaningeha Stenbolê) dijîn tê derxistin. hê hejmarek derketiye.

ev rûpela facebookê (vbnr:https://www.facebook.com/kovarajehr )

û ev jî ya twitterê (vbnr:https://twitter.com/kovarajehr )



14.12.2013 22:11 | çukko

2. giştî xwendekarên zaningeha stenbolê fanzînek derxistine. lê weke kovarekê têr û tije xuya dike. li ser rûpela wê ya facebbookê şîroveke gelek baldar heye. divÊ haya me ji vê fanzîn/kovarê hebe hevalno !



Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê kovareka kurdî ya wêjeyê derxistine. Navê vê kovara nû -hîn teze hêjmarek derketiye- Jehr e, kovar hîn bi dest min neketiye lê li gor ''jehra xwendekariya li Stenbolê'' ez texmîn dikim ku tiştên baş di kovarê de hene, tiştên jehr. Li ser mêzîna fikrên min Nûbihar, Çirûsk, W, Hinar, Zend û çend kovarên din li hêlekê kovarên xwendekaran li hêlekê. Çinku kar û barên ku xortên çak î çapik dikin tim dînamîkekê, sînerjîyekê, sîrkulasyonekê jî bi xwe re çêdikin, hele kovar, hele edebiyat, hele kurdî. Me di Pêngav û Asîvayê de ew tişta têra xwe dî, yek ji wan kevn-kal bû yek ji wan li şûna xwe sekinî, dor dora tiştên nû ye êdî. Wek kalekî bi mesele û metelokan li ser zaroyan xwe pir zane û qure dike, di hizûra hevalên xwe yên feysbûkê de ez Jehrxwendekaran pîroz dikim, ez jî xort im lo.



14.12.2013 23:01 | morîko

3. kovara ku ji aliyê xwendekaran bê sponsor hat derxistin. ez dibêm rojen li pêşiya me de navê jehrê em ê pir seh bikin...



15.12.2013 15:35 | rexnegirêtagirtî

4. me divê ku em destxweşiyê li wan bikin, lew kovar cewrikên ca xwe ne. destxweş.



15.12.2013 17:29 | înano lo

5. Her kovar û fanzîn zindîtîyekê, kelecanekê bi xwe re tînin. Xortên çak û pak têne cem hev. Her wiha der û dorên wêjeyê çêdibin. Yek ji van derûdoran jî cimaeta jehrê ye. Cimaet ji xwendekarên zankoya stenbolê pêk te. Min hejmara yekem dît. Kesên weke firat rubar, mem gewez û hwd di kovarê de cih digirin. Hêvidarim ev jehra edebî weke taun/weba/black death'ekê ji stenbolê ta kurdistanê belav bibe. Were xwendin û her berdewam be.



15.12.2013 23:16 | seydayê_peyvan


7. xebereke xêrê ye ku xuya ye hejmarek zêde hatiye çapkirin, îşelleh hebek tenê jê nemîne;

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1441816489370388&set=a.1440576779494359.1073741828.1440544212830949&type=1&theater



16.12.2013 21:10 | simurg56

8. ser xêrê be

xwudê kovarê bike sed salÎ..

me hêvî heye ku nivîskarên jehrê, çendek ji jehra xwe li tirşikê jî bireşÎnin..



16.12.2013 21:17 | endazer

9. a ku nizanim ka fanzîn e an kovar e.

ger fanzîn be pêwist e belaş be, wê demê ne hewceye destûr ji tu kesî bistînin.

lê li ser berga xwe nivîsandine "kovar", ger wisa be nexwe pêwist e ji rêvebiriya stenbolê destûr standibin.



16.12.2013 21:17 | simurg56

10. kovarek gelek şêrin e, min xwend, nivis amator jî bim tamek têde heye, hinek nivîs zêde propanda dikirin ya bi navê xewna dîrokê mesela, hinek jê ne çirok bûn ji xwe lê rêya wan ê vekiri be...



22.01.2014 20:28 | jajî

11. govara ku ser xêrê dibêjin hejmara wê ya didoyê derketiye..



07.03.2014 00:19 | endazer

12. kovara ku hejmara xwe ya didoyê jî derxistiye û li amedê jî dikare bê peyda kirin.

li weşanxaneyên avêstayê a li ofîsê tê belav kirin.

ger wextê min çêbe ez ê bistînim. lê tabê divê ez ji bîr jî nekim .



11.03.2014 01:29 | brusk56

13. hejmara xwe ya 3. jî derxist u buye xurî kovara çîrok piroz be.



08.06.2014 13:13 | vercin

14. piçeke amatorane ye lê mariv ji xwendina wê eciz nabe, jixwe di nava nîv saetê de hemû nivîsarên kovarê diqedin*

di hejmara diduyan de çîroka mihemed şarman xweş bû( çîroka hanê beşek ji romana wî ya dê di pêşerojê de bê weşandin hatibû girtin)



26.08.2014 16:20 | ferhenga şikestî

15. kovareke xweş û balkêş e. terzeke wê ya nû heye. ji xwendina wê mirov aciz nabe. şêweya û uslûba nivîsan jî stîleeke nû ye ji bo kovargeriya me. hêvî ew e ku berdewam be heta hetayê.



26.08.2014 21:50 | xendekî

16. fanzîna ku ji gelek kovaran bêhtir li ber dilê min şêrîne. Dibêjin hejmara wê ya pêncan bi naverokeke gelek dewlemend li ber çapê ye.



10.02.2015 22:02 | seydayê_peyvan

17. vê pêlê di nav gêncên Kurd ên Kurdîhez de gelek populer e. kesên ku cesareta wan tuneye roman û helbestan binivîsin xwe di vir de dixwazin biceribînin. * min jî xwest çîrokek bişînim hîn nebû qismet. Kovarek serkeftî ye meriv ji xwendina wê zewk distîne .



02.03.2015 04:06 | mistefa

18. dibêm qey nivîskarên wan tev nivîskarên baş in.

(bnr: roj agir)
(bnr: hakan arif can)
û hwd.



22.07.2022 17:54 ~2024.03.22 23:48 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara pepuk
» jehrmar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî