Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nivîskarên jin ên tirşikê - tirşik
nivîskarên jin ên tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:nivîskarên jin yên tirşikê
(2) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. tune ne, heger hebin jî bila xwe dernexînin ta ku nivîskar li ser wan bi hev nekevin û hemû ked û xebata tirşikê bertelef nekin.



14.12.2013 22:25 | dijber

2. hene. lê him hindik in, him hinek jê xef in, him jî zêde nanivîsin.



14.12.2013 22:38 | simurg56

3. nivîskarên ku ji ber taybetiyên xweser ên mêrên kurd xwe deşîfre nakin in.

wele ez jî keç bûyama min jî xwe deşîfre nedikir. *



15.12.2013 01:14 | brusk56

4. nivîskarên ku ne hewce ye xwe biveşêrin. min ne bawer e bi mêrên kurd yên kurdînivîs re taybetiyên xweser ên mêrên kurd, bi teybetî jî abazatî hebê. çima? ji ber ku bi mêrên kurd ê bi nivîsa kurdî bi serê xwe hîn bûne re ew teybetî tune ne yan jî hindik in. perwerdehîya bi zimanê zikmakî li tirkîyê tune, ji ber wê yekê mêrên kurdînivîs xwande ne û ne abaza ne. yersen.



15.12.2013 15:44 | saladin

5. ku nivîskarên jin hebe bila xwe derxin holê. ji ber ku kesî xwe dernexistî ye holê em dibêjin qey nivîskarên jin nîn in û bê eyb û fedî em tiştên nayê nivîsandin dinivîsînin. banga min bo we: de zû derkevin an tirşikê biherime! *



26.02.2014 21:00 | mergehez

6. ku eger diyojen nivîskarê tirşikê biya, nîvrojê destê wî de find yê li nivîskarên jin bigeriya*



29.03.2014 07:06 | kevçiyê dil

7. wer xuya dike ku hejmara wan pir kêm in. agahîyen îstatîstîkî jî tuneye ku yên meraq dikin lê binerin. ev jî yek ji kêmasîyên tirşikê ye.



22.04.2014 20:57 | rûbar payîz

8. hene, tunene an jî kêm in, zêdene nizanim. lê di her rewşê de divê xwe eşkere nekin. ji ber ku encama tecrûbe ya brusk56 di holê de ye. bnr:

bnr: îtîrafên tirşikvanan/36039



23.04.2014 00:25 | nazim tolhildan

9. ew nivîskar in ku ji nivîskarên mêr ên tirşikê jî bêxirettir û teraltir û sersartir û populîstir in..

ji bela ku populeriteya tirşikê ne wek ya facebookê ye nayên û nanivîsin

ji bela ku di tirşikê de wêneyên wan ên xemilandî ji aliyê nivîskarên kurd ên doxînsist ve nayên ecibandin û ji aliyê nivîskarên kurd ve wesf û pesnên spehitî û artîstiya wan a pûç nayê dayîn, ji tirşikê eciz in..





08.03.2015 21:04 | ferhenga şikestî

10. (bnr: ka li ku ne xalo) ?



08.03.2015 21:17 | xendekî

11. (bnr: te got jin)



08.03.2015 21:23 | vêca çiyeeee

12. nivîskarên li gorî îstatîstikên tirşikê îro 94 kes in.



14.07.2015 12:26 | berxweda

13. hebin an tunebin xwedê bi zanibe. awê ez zanim û ku ez ne şaşbim elegezeka bi hezar jina heye.



14.07.2015 14:54 | shorbevan

14. berê hejmara wan kêm bû, me digot gelo çima kêm e û sedema vê kêmbûnê çi ye gelo filaaan. lê niha çend nivîskarên jin aktîf in. naxwazim ji bo hemû jinan tiştinan bêjim çimkî her jin ne wek nivîskarên jin ên tirşikê ne.

di vê sedsala teknolojiyê û bipêşketinê de hejmara kurdên ku bi zimanê xwe yê dayikê dizanin gelekî kêm e, tew hejmara yên ku dikarin binivîsin gelek gelek kêmtir e. îcar wexta ku kurdek dielime nivîsandina bi kurdî, dibêje va ye ez gihîştim ezmên. li cem her kurdî ev heye çimkî rewşeke awarte ye zanîna kurdî. neyse temam em bigihêjiin ezmên lê ev pozbilindî çima ye min fahm nekir. nivîsandina bi kurdî ewil gelekî kêfa mere tîne filan lê paşê mere lê dinere ku tu ferqa nivîsandina kurdî û nivîsandina zimanekî din tune û mere dibêje temam ew hewesek bû derbas bû, êdî hewceyî pozbilindiyê nake. nivîskarên jin ên tirşikê (çend heban naxim nav) hê jî ji pozbilindiya xwe xilas nebûne. tabî nivîsandin sedemeke pozbilindiyê ye. sedema din jî sedemeke giştî ye. xwe mezin dihesibînin. nizanin ku mezintî ne bi zayenda mirov e. mezintî bi zanebûn û gihîştîbûnê ye. îşev min ev ferq kir ku nivîskarên jin ên tirşikê ji ezmên li mêran dinerin, ji ber bixudînê sînga wan çenik maye bilerize.

Yek daxwaza min ji wan heye, bila dev ji vê pozbilindiyê berdin û hinekî cidî bin..



22.04.2016 02:40 | mergehez

15. Tune ne!
Şaş fêhm nekin , ez cudahî naxim navber de , lê hejmara jinên tirşikvan wek hejmara tilîyên destan in.
Hebin jî tiştek nû ne afirînên bo tirşik'ê.Dîsa tirşik ma benda mêra.Ku we dîsa şaş fêhm kiribe , ne xema min e!
(bnr: nivîskarên ku ji ber serbestiya fikrî ya di tirşikê de dev ji nivîskariyê berdidin)



30.03.2020 14:17 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên nû yên tirşikê
» jinên kedkarê ku bi alastinê diwarên xaniyan badana dikin
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî