Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ergatîvîte - tirşik
ergatîvîte
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. taybetiyeke resen û spesîfîk a zimanê kurdî ye. Di zimanên ergatîv de di hevokên bi lêkerên intranstîv de lêker dikeve bin bandora bireserê( meful an jî nesne). an ku lêker li gorî bireserê tê kişandin û kesandin. Ergativîteya kurmancî şikestiye(jê re nîv- ergatîv jî tê gotin), an ku ergatîvî tenê di dema borî de diyar dibe. Ji bo têgihîştina mijarê em çend mînak bidin wê baştir be. Ji bo vê yekê em zimaneke neergatîv ji xwe re weke mînak bigrin herwekî tirkî wê bi kêrî me bê.



Ben elma yedim

Ben elmaları yedim

Ben elmayı yerim

Ben elmaları yerim

Ben elmayı yiyeceğim

Ben elmaları yiyeceğim



Herwekî tê dîtin lêker di hemû deman de li gorî kesê yekemîn hatiye kişandin. Îcar em bala xwe bidin kurdî bê ka heman hevok tê de rewşeke çawa digrin.



Min sêv xwar

Min sêv xwarin

Ez sêvê dixwim

ez sêvan dixwim

Ez ê sêvê bixwim

Ez ê sêvan bixwim



Herwekî ku hun jî dibînin di demên borî de kurdî ji tirkî cudatir e û lêker li gora bireserê anku mefulê(sêv) tê kişandin. Di kurdî de rewşa ergatîvê wiha ye lêbelê mixabin ergatîv jî ketiye ber bayê asîmîlasyonê. Êdî ji kurdan jî em hevokên mîna "ez xwestim, ez dîtim, ez xwarim" dibihîzin.

(bnr: qirkirina ergatîvê)



14.12.2013 22:56 | ceso

2. ergatîvîtî

bi şêweyekî besît û hêsan eger em rave bikin:

di dema borî de bi lêkerên gerguhêz re xuya dibe

mînak:

min tu kuştî

te av vexwar

wî em birin

wê hemû xort maçî kirin

me nan xwar

we ez perîşan kirim

wan em çirrandin û dirrandin



14.12.2013 23:03 | dijber

3. tewanga min dev min de

ergetîva min pêş min ve

hiş neme serê min de

ev tişt çiye

bersiv: daçeke bavê nazê.



14.12.2013 23:17 | tivirloismail

4. Hevokên weke ;

"Min gote te,

Hesen gote hesen

Bavê nazê gote nazê keçê daçeka min bîne" Jî rast in.



14.12.2013 23:50 | ceso

5. tenê di lêkerên gerguhêz yên li gorî dema borî têne kişandin de tê dîtin..

lêkerên gerguhêz çawa ji yên negerguhêz ferq dibin an tên nasîn? eger bikaribe bireserekî bistîne anku eger bikaribe bersiva pirsa çi-yê bide -ji xwe di hevokê de şêwaza dîtina birserê jî jêpirsîna pirsa çi-yê ye- ew lêker gerguhêz e û kirdeya wê divê bi awayê xwe yê tewandî were bikaranîn.. yanî di şûna ez ê de divê min were bikaranîn..



wek nimûne: xwarin, çi xwarin? sêv, şÎv, goşt, wê çaxê ev lêkereke gerguhêz e û divê koma tewandÎ ya kirdeyan -min, te, wê/wî, me, we, wan- were bikaranîn.. û di van hevokan de eger kirde ne cÎnavk lê navdêr an rengdêr be hingî li gorî zayenda xwe divê qertafa zayendiyê bistÎne.. çend nimûne;



min sêv xwar.

Elîyî sêv xwar.

bêrîvanê sêv nexwarin.

wan şîv nexwar.



wekê ku di nimûneyan de jî tê dÎtin lêker li gorî bireserê dişêwe an ditewe anku teşeyî digire..



eger lêker negerguhêz be, ji xwe muemeleya demên dî ên wekê dema dêbê û dema niha bi lêkerê tê kirin..

wek nimûne; sekinîn, girîn, şaş bûn, rabûn.. ev lêkerên negerguhêz in û bireserê nastînin anku bersiveke rast û di cihde nikarin bidin pirsa çi-yê û wek kirde komên sade yên cînvakan tên bikaranîn..



ez sekinîm.

erebe nesekinî

ev sê roj in welatiyên koreya bakur bi ser mirina serokdewletê xwe de digirîn.

bêrîvan li hemberî vê helwesta wan şaş bû

em rabûn ser xwe, lê tu ji destê me nehat.



23.02.2014 17:53 | endazer

6. mijara ku di nav hevokên dirêj de hê tevlihev dikim e..

demên borî de tê ditîn..

formul=tewang + xwerû+ lêkerên gerguhêz



şaş: Te min dît.....Min wî/wê dît. .....Min wan dît..... Wan min dît. ....Min te dît.



rast:.Te ez dîtim..... Min ew dît. .......Min ew dîtin. .....Wan ez dîtim...... Min tu dîtî.



10.04.2014 22:48 | havka

7. 1- gelo haya diya min û bavÊ min ji vÊ tune ye? : Tune ye.

2- diya min û bavê min çûne dibistana tirkan? : na, neçÛne.

3- tişteki di nav gel de nayê bi kar anÎn çawa dikeve nav rêzimanê? : nizanim.

4- dibe ku li her derê rêziman ji hev cuda be? : Erê, dibe.

5- Di vê rewşê de me çi kirin divê? : rêzimanek hevpişk diyar kirin.

6- Rêzimanek hevpişk heye aniha? : Ez ne şaş bim heye.

...



11.04.2014 00:30 | mergehez

8. ev 36 salin ez bi kurmancî xeber didim min tiştek wanî seh nekiriye. hinek entellektüelên kurd wekê tirka dixwazin ji xwe re kurmnciyek nû çêkin ji bo ku xelk ji wa fahm neke, li gor min ev tişta jêr dibêjin ergatîv jî tişteke wanîye. ji ber tiştên wanî kes ji xeberê kurdî fahm nake zaten televîzyonên kurd jî zanin kes ji wan fahm nake ji bona wê piştî xeberê kurdî xeberê tirkî jî ddin.




9. (bnr: nîvergatîvî)



13.09.2015 02:32 | dijber

10. dibe ku kesî/e bawer nake lê rasteqîn dibêjim devoka meletiyê jî heye.Bi taybetî

hevokan min tu ditî,te ez dîtim......di jiyanê rojana de heman awayî tên bikaranîn.Ango ergatîvî giringîya zimanê me ye..



13.09.2015 20:47 | cemilcanbegî

11. Rastnivîs ergatîf e..Ergatîfî wekî hemû devokan di devoka kurmanciya meletiyê de jî heye...

Wekî: min kitov xwand

Min kitov xwandin (Kitov:pirtûk)

Ta az dîtim

Min tu dîtî

Wa az cêj(gêj) kirim



di demên borî de ergatîfî heye ji ber vê yekê kurmancî nîv ergatîf e..yek jî rewşa aqûzatîfî heye..

(bnr: aqûzatîf) û ergatîf du rewşen dijber in..

Wekî: Havîn kulîlkan bêhn dike..

tu dewî vedixwî

Ez mişmişê dibînim



rewşa Aqûzatîfî Di dema niha, bê, raweyên xwestek û daxwazê de pêveber li gorî kirdeyê qertafan distîne..kirde xwerû ye lê bireser qertafên diyariyê distîne..

Di rewşa akûzafî de qertafa diyariyê yekjimar û nêr -î edî pir nayê bikaranîn..

Mirov dikarê cihê ez nên(nanî) dixwim bibêje ez nan dixwim..lê her tim peyvên mê bi qertafa -êyê tê diyarkirin..



24.10.2015 23:57 ~2015.10.25 00:01 | havka

12. Ji sedî 15ên hemû zimanên Dinyayê ergatîf in. Pênaseya rast a ergatîviyê wiha ye:

Eger di zimanekî de kirdeya (bnr: lêkerên negerguhêz) û biresera (bnr: lêkerên gerguhêz) di heman formê de bin, ew ziman ergatîf e. Mînak:

1. Ez mirim (kirde "ez")

2. Te ez kuştim (bireser "ez")

Kirdeya hevoka yekem û biresera hevoka duyem di heman formê de ne.



Ev rewş di kurdî de bi tenê li demên borî diqewime, lewma kurdî wek zimanekî nîv-ergatîv tê binavkirin. Bêtir bixwîne: Here lînkê



10.03.2016 14:15 ~14:18 | ezman b

13. tişta ku entelektuelên kurd ên qurre li ser bêjingê dihêle ye.



06.04.2016 23:02 | elegez

14. tiştek girîng e. carina rê li ber şaş fêhmkirinan digire.

dema ez zarok bûm carina ji ber ku haya min ji ergatîvîteyê tune bû, serê min tevlîhev dibû.

mînak: "min wê dît." dema min hevokek wisa dibihîst min ji xwe re digot gelo em ê çawa ji hev derxin bê ka kê kî dîtiye?

"min wê dît" dikare wateya "wê ez dîtim" jî bide. an jî ji ber ku em hînî tirkî bûne, ev wate jî tê bîra mirov. lê ger dema ergatîvîte hebe (mîna hevoka duyemîn) wê demê problem namîne.



07.04.2016 16:18 | simurg56

15. Tişta ku di zaraveyên Suryankî ên di Kurdistanê de jî tê dîtin, lêker di dema borî de li gorî bireserê tê kişandin lê ev ji bo hin lêkeran derbas dibe û dibêjin ergatîvîte bi têsîra kurmancî ketiye nav zimanê suryankî de ji ber ku di zaravayên suryankî en derveyî kurdistanê de ergatîvîte nayê dîtin.



05.11.2017 23:20 | gulêê

16. yek ji taybetmendiyên veqetander yên zimanê kurdî yên ji piraniya zimanên cîhanê ye.
bi kurtî: ku ji lêkerê re bireserek şert be, ew lêker gerguhêz e.
lê agahiyeke gelek girîng a ku li jor ji hêla ku kesî nehatiye qalkirin ew e ku hin lêkerên gerguhêz hene ku pêdiviya wan bi bireserekê tune ye lê dîsa jî gerguhêz in. ez qala lêkerên çêkirî dikim. weke mînak "xeber dan, xuya kirin". tevî ku xeber dan, peyivîn, axivîn hemwate bin jî, ji wan peyivîn û axivîn negerguhêz in û xeber dan gerguhêz e. Sedemê vê yekê ew e ku koklêkera "xeber dan"ê lêkera "dan"ê ye û ev lêker gerguhêz e. lewma "xeber dan" jî dibe gerguhêz. ji ber vê yekê divê mirov tenê li ser koklêkeran bipeyive.

*sererastkirina şaşîyên bêhemdî



26.02.2019 01:19 ~2019.03.05 16:16 | mergehez

17. di demên borî de li gorî bireserê, kêşana lêkerên gerguhêz e.



26.02.2019 18:40 | yusiv hemed

18. the subject of a sentence with a transitive verb and the subject of a sentence with an intransitive verb are treated alike; direct objects of transitive verbs are treated differently. In an ergative-absolutive language, the subject of an intransitive verb is treated the same as the direct object of a transitive verb; subjects of transitive verbs are treated differently.

kirdeya hevokeke bi lêkereke gerguhêz û kirdeya hevokeke bi lekereke negerguhêz wek hev tevdigerin; biresera lekera gerguhêz cuda tevdigere. Di zimanên ergativî de, kirdeya lêkera negerguhez wek biresera lêkera gerguhêz tevdigere; kirdeyên lêkerên gerguhez cûda tevdigerin.

mînak
di Kurdî de ergatîvî dema borî de xwe diyar dike.
ew çû. (çûn lêkereke negerguhêz e.)
min ew dît. (dîtin lêkereke gerguhêz e.)

yên ku dixwazin hebkî di vê mijarê kûrtir û hûrtir bixebitin.




29.03.2019 00:17 | gulêê

19. ya ku li dîyarbekirê nemaye.



29.03.2019 12:00 | henûn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ergatîvîte

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî