Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 10 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ergatîvîte
    peyamên çepikkirî

    1. taybetiyeke resen û spesîfîk a zimanê kurdî ye. Di zimanên ergatîv de di hevokên bi lêkerên intranstîv de lêker dikeve bin bandora bireserê( meful an jî nesne). an ku lêker li gorî bireserê tê kişandin û kesandin. Ergativîteya kurmancî şikestiye(jê re nîv- ergatîv jî tê gotin), an ku ergatîvî tenê di dema borî de diyar dibe. Ji bo têgihîştina mijarê em çend mînak bidin wê baştir be. Ji bo vê yekê em zimaneke neergatîv ji xwe re weke mînak bigrin herwekî tirkî wê bi kêrî me bê.



    Ben elma yedim

    Ben elmaları yedim

    Ben elmayı yerim

    Ben elmaları yerim

    Ben elmayı yiyeceğim

    Ben elmaları yiyeceğim



    Herwekî tê dîtin lêker di hemû deman de li gorî kesê yekemîn hatiye kişandin. Îcar em bala xwe bidin kurdî bê ka heman hevok tê de rewşeke çawa digrin.



    Min sêv xwar

    Min sêv xwarin

    Ez sêvê dixwim

    ez sêvan dixwim

    Ez ê sêvê bixwim

    Ez ê sêvan bixwim



    Herwekî ku hun jî dibînin di demên borî de kurdî ji tirkî cudatir e û lêker li gora bireserê anku mefulê(sêv) tê kişandin. Di kurdî de rewşa ergatîvê wiha ye lêbelê mixabin ergatîv jî ketiye ber bayê asîmîlasyonê. Êdî ji kurdan jî em hevokên mîna "ez xwestim, ez dîtim, ez xwarim" dibihîzin.

    (bnr: qirkirina ergatîvê)



    2013.12.14-22:56 | ceso

    3. tewanga min dev min de

    ergetîva min pêş min ve

    hiş neme serê min de

    ev tişt çiye

    bersiv: daçeke bavê nazê.



    2013.12.14-23:17 | tivirloismail

    5. tenê di lêkerên gerguhêz yên li gorî dema borî têne kişandin de tê dîtin..

    lêkerên gerguhêz çawa ji yên negerguhêz ferq dibin an tên nasîn? eger bikaribe bireserekî bistîne anku eger bikaribe bersiva pirsa çi-yê bide -ji xwe di hevokê de şêwaza dîtina birserê jî jêpirsîna pirsa çi-yê ye- ew lêker gerguhêz e û kirdeya wê divê bi awayê xwe yê tewandî were bikaranîn.. yanî di şûna ez ê de divê min were bikaranîn..



    wek nimûne: xwarin, çi xwarin? sêv, şÎv, goşt, wê çaxê ev lêkereke gerguhêz e û divê koma tewandÎ ya kirdeyan -min, te, wê/wî, me, we, wan- were bikaranîn.. û di van hevokan de eger kirde ne cÎnavk lê navdêr an rengdêr be hingî li gorî zayenda xwe divê qertafa zayendiyê bistÎne.. çend nimûne;



    min sêv xwar.

    Elîyî sêv xwar.

    bêrîvanê sêv nexwarin.

    wan şîv nexwar.



    wekê ku di nimûneyan de jî tê dÎtin lêker li gorî bireserê dişêwe an ditewe anku teşeyî digire..



    eger lêker negerguhêz be, ji xwe muemeleya demên dî ên wekê dema dêbê û dema niha bi lêkerê tê kirin..

    wek nimûne; sekinîn, girîn, şaş bûn, rabûn.. ev lêkerên negerguhêz in û bireserê nastînin anku bersiveke rast û di cihde nikarin bidin pirsa çi-yê û wek kirde komên sade yên cînvakan tên bikaranîn..



    ez sekinîm.

    erebe nesekinî

    ev sê roj in welatiyên koreya bakur bi ser mirina serokdewletê xwe de digirîn.

    bêrîvan li hemberî vê helwesta wan şaş bû

    em rabûn ser xwe, lê tu ji destê me nehat.



    2014.02.23-17:53 | endazer

    15. Tişta ku di zaraveyên Suryankî ên di Kurdistanê de jî tê dîtin, lêker di dema borî de li gorî bireserê tê kişandin lê ev ji bo hin lêkeran derbas dibe û dibêjin ergatîvîte bi têsîra kurmancî ketiye nav zimanê suryankî de ji ber ku di zaravayên suryankî en derveyî kurdistanê de ergatîvîte nayê dîtin.



    2017.11.05-23:20 | gulêê