Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tirşik forûm
peyamên çepikkirî

41150. em li qeraxê herin

bila rê ya we be

em ji kaniyê vexwin

bila av a we be

dibe ku hûn neyin

canê we sax be

em dizewicin

hayê we jê hebe



18.06.2013 18:49 | simurg56

46620. @brusk56 yê aliye çepê - robben

rastê - van persie

yê nêvî - sneijder



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

47335. zembîlfiroş berhema feqiyê teyran e.



07.06.2013 18:27 | brusk56

47619. gotinên stranê ger ku ji helbesteke cegerxwîn hatibê bestekirin, di kîjan pirtûka wî de cih digrê û di rûpelê çenda de ye ? li vir binivîsin bi xêra dê û bavê xwe!

û rênçberê ku hûn bahsê dikin kî ye ? wî ji binivîsin ji kerema xwe re!



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

62588. gelo mariv çawa dikare kesên ku marivî dişopînin bibîne?

yanê şaş fêm nekin, ne ji ber tiştekî, bi qewlê bavê min menfexet dînyasî ye, ez ê jî li gor wêya xelkê bişopînim*



08.06.2013 14:50 | simurg56

62598. (bnr: tu min bişopîne, ez jî te)



07.06.2013 18:27 | brusk56

64550. destbirako min nego bihêle ez herim Amedê ez ê ji te re her tiştî derxim.

Niha min navê stranê û navê stranbêj dît, ez ê gotinên stranê jî ji te re bişînim.



Stran strana Çiya medenî ye navê stranê jî rojava ye.



Çiya Medenî - Rojava



07.06.2013 18:27 | brusk56

64554. erê tune ye, di youtubeyê de jî nîn e. ka bise hinek din jî sebir bike ez ê ji te re gotinên wê jî peyda bikim *



07.06.2013 18:27 | brusk56

64556.





Facebooka Chia Madani: Here lînkê



26.10.2013 15:08 | tariq

72669. (bnr: formata forumê)



08.06.2013 14:50 | simurg56

80056. gelo mirov dikare bizane bê çend kes di rêya lêgerîna googleê an lêgerîna di internetê de ketine tirşikê? herwiha dikare bizane bê mirov gava li çi digere beralî tirşikê dibe?

wekî din mirov dikare hîn bibe bê trenda lêgerînê di tirşikê de çawa ye? anku mirov gava dikevin tirşikê li çi digerin?

wekî din pirseke din hebû lê min ji bîr kir, hûn bersivan van herduyan bidin belkî ew jî were bîra min.

ha hat bîra min: gelo hûn çima wek wikipediyayê an wikiferhengê versyona otomatîk ya ku bi tîpên erebî derdikeve, li tirşikê zêde nakin, wê çaxê beşên din yên kurdistanê him di lêgerînê de û hin di nivîsên din de zêdetir werin.



09.06.2013 07:28 | brusk56

80114. Bila vê carê bersiv hebe ji vê mijarê re mijarên ku dijberî sererast kirine/80111

kekê min, ez dibêjim ku hebe û tune be jî rast e lê eger tu "ku" binivîsî divê tu hevokê temam bikî, eger tu nenivîsî, wek sernivîs dikare wisa bimîne(ne ku hevokeke temam e, lê ji aliyê watesaziyê de dikare bimîne)

anku:

mijarên ku dijberî serrast kirine, ev in..

mijarên dijberî serrast kirine:



îca ez ji te re bibêjim bê ev hevok çawa tê fêmkirin.

mijarên: ji ber ku me "ên" anku veqetandek nivîsiye, naxwe ravek e û divê ravekera wê jî hebe, raveker çi ye? raveker ew tiştê ku raveberê rave dike: anku divê dewama wê wê rave bike, dijberî ew serrast kirine.

mijarên dijberî (ew êdî çû, ji ber li pêşî heye) serrast kirine.

"serrast kiriye, ji xwe nabe, ji ber li gorî rêbaza ergatîvê nabe.

lînk ji serdema neolîtîk de jî mabe, rast be rast e.

welhasil, kêşeyek heye, ku mirov ji ser ya xwe danekeve, ez dibêjim wek te eger tu wisa binivîsî "mijarên ku dijberî serrast kirine" binivîsî ne xelet e, lê wek sernivîs, "ku" tine be, xweştir e. lê tu dibêjî na tu xelet çêdikî gava tu dibêjî "serrast kiriye" îca eger tu ji min bawer nakî, ez nikarim zêdetir rave bikim.

li ser meseleya lêkernavê rengdêr: ew hevokên te:

goştê (ku)xera bûye biavêje

pisîka(ku) pirçî bû mir.

..

binere ez dîsa dibêjim gelek caran "ku" lazim e lê herdem ne şert e. bi pirranî heye lê ne şert e her car bê nivîsîn di hinek rewşan de ne şert e were nivîsîn.

ez bi xwe alîgirê nivîsîna "ku"yê me, lê dibe ku mirov ji bo xwebêjiyê nenivîse.

spas û eger kekê min qanî nebû bila ji hinek pisporan bipirse ji ber texmînen te ji pirtûka "bahoz baran"î xwendiye. dixwazî ji wî bipirse bê ew çi dibêje.







09.06.2013 07:28 | brusk56

83010. Min ji nûvre dest bi tirşikê kir. Ez ji vê tirşikê pir hêvîdarim ku di demeke nêz de weke ekşî werê naskirin û bipêşve bikevê.



Destxweş hevalno.



27.10.2013 15:55 | simurg56

87412. Ji we (te, we, wa, min, wî/wê) werê : heke ku hun karibin, heke ku qeweta we têrê bike.

An hî '' ji we tê'' .mînak : heke ji te tê raje vî çiwalî.(elînden gelîyorsa , gücün yetiyorsa bu çuvali taşı)



Erênî: Jê tê ( onu yapmaya gücü yetîyor)

Neyînî : jê nay(ê). (Onu yapmaya gücü yetemîyor)



Ji wî ye ez pê nizanim ( ez pê zanim lê heya wî ji zanîbûna min nîne)



27.10.2013 15:55 | simurg56

87743. Aaa, birastî jî wilo ye :-)



I got it .



27.10.2013 15:55 | simurg56

89765. Kurdiya kevn bi alfabeya erebî bû lewra tîpên dengdêr nebûn. Ew Peyva shorbevan wbi van tîpan dihate nivîsîn (ن ق ة ) . Ida tîpên dengdêr li gorî herêmê diguhere. Niqut, nuqit, nuqut. Her sê jî li gorî wikîferhengê rast e.

li gorî ferhenga zana jî ya rasttir ''niqut'' e.

Li gorî zimanê min niqut siviktir e.



27.10.2013 15:55 | simurg56

90028. di tirşikê de, ji bo ku mirov bikaribe peyamên rojeke derbasbûyî bibîne, fonksiyonek dikere were çêkirin yan na? wekî mînak mirov bibaribe tenê peyamên roja 12.05.2013 yan jî rojeke din bibîne yê pir xweş be.



08.06.2013 00:32 | simurg56

91205. pirsgirêka zû çareserkirin Xwedê ji wan xweşbe belî.. hê minê li ser navê hozan serhed çend hev çêra bikira



27.10.2013 00:18 | endazer

91207. ji xwe ziravê min qetiya mi go şorbevan ê tiştên erotik li ser navê min binivîse *



26.10.2013 23:54 | endazer

92485. ez ne di etiriya reşşik stendinêdeme lê ez dixwazim balê bikşînim ser faşîstiya hinek kurdan.. ka di van peyamande tiştek nebaş çiye, çi heye?



/92426 firqek dinav vê sernivîsa û ya biz apoya söz vermişizde heye çima reşşik nadin endazer jî... û bnrin li sernivîsa mustafa yıldızdoğan jî wê jî duheb reşşik sitendiye.. ev kîjane gelo faşîstî gihîştiyê bira bibêje li vir hekîm pirin? *



27.10.2013 00:18 | endazer

93693. bê edebî tê * ez zanim yê(xirê) herkesî li shorbevan radibe û ez viya jî zanim yê kî radibe ew jî ber bi shorbevan diçe *



27.10.2013 00:18 | endazer

95645. îşev 95 heb mêvanê tirşikê hene. Divê em şorbeya tirşikê zêde bikin lê şorbevanê me hatiye asteng kirin û hêdî hêdî ji tirşikê sar dibe..



26.10.2013 23:54 | endazer

96098. îşev dîsa hişê tirşikê tevêhev bûye..
nivîskarek (radîşo - 1501 saet û 38 deqe) onlîne nîşan dide..
simurg bûye çomez, ez bûm "pergala tirşikê",
qaz da elokê, elok da mirîşkê, mirîşk da werdekê : ) hemû tevêhev bû çû..
nizanim xezeba kî ye li ser tirşikê de dibare : )



26.10.2013 23:54 | endazer

97793. ferhenga şikestî min wek merivan pirseke di hişê xwe de pirsî.
tu wî pozê xwe yê genî nav her tiştî da nekî nabe?



26.10.2013 23:54 | endazer

97795. na nabe, ji ber ku li gorî formata tirşik forumê ez dikarim li vir pozê xwe yê xweşik û lihevhatî têxim her derî.
û bi qasî ku ji civîna stenbolê tê bîra min tu lawikekî biqail û efendî bûy, ev heqeret li te nehat, peyvên ku hûn rû bi rû nikarin li ber însanekî bi kar bînin, di vir de jî bi kar neyênin. fedî bike.



08.06.2013 14:50 | simurg56

97796. min pirsek pirsî, dibe ku ew pirs ji bo min zehv girîng be jî.
lê tu tirranê xwe li min dikî. eger te rû bi rû jî ev tirane li min kiribûya tu yeqîn bî min ê ev bersiv bida te.
esas tu fêdî bike. laqirdî û terrane jî heta cîhekî ye.



26.10.2013 23:54 | endazer

97931. yekî dîsa belesebeb reşşik barandiye. Vê carê qutto jî nîn e. Ji ber ku Dengdanên qutto hê 22 ne.
gelo çi kêfê lê hildidin ev kesana?
welleh ez zêde nakevime heyra reşşik meşşikan. Lê dilê merivan sar dike yaw!
bes bes.



26.10.2013 23:54 | endazer

97945. (bnr: pêşniyazên tarîfeyên mobîlê)



08.06.2013 14:50 | simurg56

97954. Șevbaș @hola êzîda û @serhado, îro stenbol sayî bû. Tavik bû. Lê hinekî sar bû dîse. Șeveqê saet 08:00a ji mal derketim. Heyv diberiqî. Min wêneyeke wê kișand û ji mixaletiyê xwe re șand. Min got meyzêne, heyv jî weke dinyayê grover e. Dîse bawer nekir.



27.10.2013 15:55 | simurg56

97961. @gumgumok
Min pêşniyaz nîvîsandibû lê te wek pêşniyar mijara hanê vekiriye
Ji vir çend sal berê min gotarek xwendibû derheqê vê mijarê de kêm zêde tê bîra min. Peyv nîyazê ji erebî tê jixwe bi vî rengî derbasî tirkî jî bûye. Şeklê resen ê vê peyvê nîyaz e, te dît tirk jî dibejîn 'niyaz ettim'
Vêga çima di kurdî de wek nîyar bûye? Ez ne şaş bim cara ewil ev peyv ji alî mamoste mukrîyanî ve derbasî kurdî bûye, dibêjin di matbaaya mukrîyanî de tîpa zyê xira bûye û ew peyv bi şaşî ne pêşniyaz lê wek pêşniyar hatiye nivîsîn û wisa belav bûye. Mesele pirr baş nayê bîra min lê tiştê ku tê bîra min pêşniyaz ji ber kêmasiyekê nehatiye nivîsîn û pêşniyar bi şaşî belav bûye û wisa heya îroj hatiye



08.06.2013 14:50 | simurg56

98200. ewî xwe ji bo şarê sot *

meseleya wê, çîrok û hîkayeta wê çi ye gelo? *



26.10.2013 23:54 | endazer

98690. Gelo em çawa dikarin di hemû mijarên tirşikê de li peyvekê bigerin? Di "lêgerînê" de em li sernivîskan digerin. "di mijarê de bigere" de em tenê 'di wê mijarê de' digerin.?

Edît me dît : @xendekî spas dikim



27.10.2013 15:55 | simurg56

98692. @gumgumok bikeve googleê. di qutiya lêgerînê de wiha binivîse:
"tişta tu dixwazî lê bigerî" site:tirsik.net

divê tu di nava dunikê de peyv an jî hevoka lê digerî binivîsî û ji ber ku dixwazî di tirşikê de lê bigere valahîyekê bihêle û site:tirsik.net binivîse û lê bigere.



07.06.2013 18:27 | brusk56

99407. .
xûşka min:
-Serhad..... (deng nay min. Ji ber ku ez ditirşikînim)
Cîya min:
-hişê serhed tirşikê da ye. Ew li vir nîn e. *

tirsik.net hêdî dibe parçeyeke mala me *



26.10.2013 23:54 | endazer

99524. Min çêkir! * ez kêfxaş im, spas dikim @mîr ê tirşikê*



26.10.2013 23:54 | endazer

103068. seyda @gumgumok..
silav û rêz.. *

ez li ber te bejna xwe ditewînim *



26.10.2013 23:54 | endazer

103397. ya yekem; jixwe wek mijar tirşik forum hatiye vekirin wa ye tu jî têde nivîsiye*

ya duyem; ez bawer dikim nivîskar li hÊyvê dijî, dibêje dirûvê ferhengê jê nayê. tu bêjî qey di hemî ferhengên înteraktîf de her gav peyamÊn têr û tije î bi şêwaya pênasê tên nivîsîn lê hîç peyamên subjektif nîn e. mala minê tê bêjî qey bi tenê li tirşikê ev tişt heye. di pênasa ferhengên înteraktîf de du xîmên sereke hene; yek pÊnaseya objektîf yek jî pênaseya subjektif ango şîrove. ev her du dikin ku ferhenga înteraktîf ji forumê û ansiklopediyê cihê be. madem ji vê rewşê eciz î here ji xwe re her roj wikipediayê bixwîne. ger bi tenê tiştên objektîf hebûya dê ferqa tirşikê ji wikipediayê çi bû? di ferhengên înteraktîf de şîrove, serpêhatî, laqirdî û mîzah gelek girîng in. ger di mijarê de bes pênasek hebe têr dike ku meriv şîrove jî binivîse.

ya sêyem; agahîdayîna navê tiştekî bixwe pênaseyek e

ya çarem; gilî û gazincên memûrtiyê û qisekirina li ser tecrûbeyên memûriyê, pênase bixwe ye. yanê camêrek rabe di mijara memûrtiyê de behsa serpêhatiya xwe bike ew ne li dijî formatê ye. rasterast bi memûriyê ve pêwendîdar e. camêrek rabûye qala şert û mercên memûriyê kiriye ez bawer im ew jî derbarê memûrtiyê de tiştinan amaje dike newsa?

ya pêncem; di mijarekê de ger agahiyek hebe têr dike ku di nava formatê de bê nirxandin. wek mînak di mijara qersê de gelek agahî hene tu dikarî ji wir tiştna derbarê qersê de fêr bibî. ne hewce ye meriv hezar car binivîse 'bajarekî kurdistanê ye' jixwe carek hatibe nivîsîn bes e. meriv wexta wê sernavê ditikîne hezar tişt derdikevin. wek mînak;
1. bajarê kurdistanê. yek jî dibejin serhed qers.
3. orhan pamuk xwediye xelata nobel di pirtûka xwe ya bi navê berf-kar-de û derneherê tirk reha erdem jî di fîlma xwe ya kosmos de zehf pesnê kevnarbûn û ava yên qersê dikin
4. li ser bextê wîkîpediyayê be ji bo qersoka şêrîn û rengîn dibêje: ''li gorî çavkaniyên dîrokî, di dema hîtîtiyan de navê herêmê "ermania" bû. navek bajar yê kevn jî "araks" û "karask" bû. navê ku niha jî tê bikaranîn jî, ji gotina qasrak tê. tê texmînkirin ku ev nav ji êleke ku beriya zayînê, li vê deverê bi cih bûye tê. li gorî hin baweriyên din, navê bajêr, ji gotinek zimanê gurcî tê ku ew jî tê wateya bajarê bi derî. kurd jî, ji bajêr re dibêjin qers û ji herêmê re jî dibêjin serhed. ji ber ku bajarê qersê wekî deriyek e ku kurdistanê bi qafqasan û bi deryaya reş ve girê dide, xwedî şûnwariyek kûr e.

gelek gund ji rojên pir sar û hişk re "qers" dibejin.''

10. yek jê bajarê kurdistanê ye ku bakurtirîn, sartirîn, derewtirîn û dekûdolaptirîn ê bajarê kurdistanê ye ez her çiqas ji amedê bim jî di qersê de ji dayik bûm û nêzîkê heşt sal jî li wir jiyam bi qasî ku li jor hatiye gotin ne entelektuel e ne şîrîn e ne jî şekir e... belê rast e pirr tevlihev e nijadên cur bi cur hene û hê jî dijîn tu car jî pirsgirêkeke neqewimiye. ma çima biqewime? jixwe her kes dibêje em di rastiya xwe de tirk in nexwe ku ne hewceyê pirsgirêkê ye.. her çi qas navê zazayan wek serhişk derketibe jî di warê serhişkbûnê de kes nikarê av li destê qersiyan bike.. 8 sal li wir mam bîranîneke jî xweş nayê bîra min.. têkiliya marivtî û xizantî qet tune ye di rê de hevudu dibînim qet silava xwedê jî nadin hevudu têkiliya ku di nav civatê de ye jixwe li ser berjewendî ava bûye gava ku min bi wan re dipeyiviyam ji min re digotin tu ji kû yî min digot amed û digotin 'xwarzî binêre li vir ne amed e baweriya xwe bi tu kesî re neyne gava rûsan ketin li qersê em hînî derewan kirin niha jî di nav damarên me de hêj xwîna derewê digere lewma em nikarin rastî bipeyivin' ew bixwe wisa digotin lê hûn ê bipirsin qet başî tune ne? wale nayê bîra min qers zindana min bû lê du heb navçêya qersê hene ew baş in dîgor û kaxizman.. gava ku pê dihesiyan ku ez ji amedê me kêfa wan dihatin xwedê ji wan razî be lê hew!)

li gorî rÊjeya peyaman têra xwe agahiyên tÊvel hene, ger ku dîsa jÊ ne razî bî de ka kerem bike tu binivîse. de walle qisûr mêze meke ji bo ku tu xwe tatmîn bikî em nikarin 24 saetên xwe bo nivîsandina agahiyan biserifînin. kurdên me ecêb in bavo. tiştekî nakim lê li ser tawanbarkirina teraliya xelkê bi gîsinan çavêd xelkê derdixin. wextekî keçikek ji min re peyam rÊkiribû, gotibû ji bela ku versiyona mobil a tirşikê nîn e ez nakevim nanivîsim. mi go tu ekşiyê dişopîni? go erê mi go ekşi zêdetirî 18 sal e heye lê ev bû salek e rabûn versiyoneke mobilê saz kirin. nexwe tu çima wê dişopînî û dinivîsî? go niza walle. yanê ji xwe re li hincetan digere. wextekî dijber hebû hama bêje bi tenê peyamên rexneyî dinivîsand lê tu lê dinêriya ew bixwe tu tiştekî nedikir. hemî peyamên wî bnr bûn û giş jî vala bûn.

ya şeşem; belê tu dikarî di mijara tualetê de behsa serpêhatiyên xwe û bav û kalên xwe bikî.

ez dixwazim vê şaşfêmkirinê careke dî rave bikim. tirşik.net ferhengeke înteraktîf e. baş bala xwe binin, 'înteraktîf, înteraktîf, în ter ak tîf! yanÊ ne ferhenga zana farqînî ye. îzah jî hene, pênas jî hene, şîrove jî hene, serpêhatî jî hene, fikr û raman jî hene, nêrînên şexsî jî hene. ango hem nesnel e hem subjektîf e. têde futbol jî heye, sînema jî heye. dikare qala astrolojî jî bike, dikare qala pirça spî ya qûna kalekî jî bike. ev formata wê ye. hûn ferhenga herî mezin a tirkan binêrin. di rojê de belkî deh hezar peyam tên nivîsin. ji wan belkî hezar heb nesnel û objektîf û li gorî formatê ne, yên dî giş derê formatê ne û şîrove ne.
em jî dixwazin di tirşikê de em her roj li ser fîzika atomê, li ser mekanîkê, li ser gerstêrkên nûdîtî û kefşbûyî, li ser karl marks û adam smith, li ser tarantîno û li ser tesla peyamên têr û tije binivîsin û bixwînin û belav bikin û iq'ya xwe bikin 250! lê ew wisa bi gotinan nabe. ha tu bêjî ezê şoreşa tirşikê li dar xim. de kerem bike em li te guhdar in. êdî malbata tirşikê bi mereqdarî çavlirêya peyamên te ne

fermo bilbilÊ dilkul tu êdî dikarî bitirşikînî



08.06.2013 14:50 | simurg56

103566. silav brayê @miyazeki, gelo di vê hevoka xwar de te xebitandin biqestî bikar aniye? j'bo go hevok tê bikaranîn, nayê xebitandin ; an jî ' dayîka min wisa dibêje' li gorî min rasttir e.
bi taybetî dema em di xewnên xwe de kesên rehmetî dibînin, dayîka min vê hevokê dixebitîne.

Edît j'bo hozan serhad: min peyam jê biribû, va dîse nivîs.



27.10.2013 15:55 | simurg56

103569. @gumgumok, silav. wele hema xebitandin hat ber tiliyên min û min jî qisûrek ne dît* lê bira ne derew be, te'amekî ta'l dabû min jî, heqê te heye. aliyê din, bikaranîn û xebitandin û emilandin hema di heman wateyê tê bi kar anîn. ma ne wisa ye?

li ser qontekstê, peyv ne bi serê xwe, lê di "dema ku" de (di wê wextê de, di wê rewşê de) hatiye ber tiliyên min, ango hînbûniyeke/xûyeke nîşan dide/daye. gelo ev tiştekî ya fikirînê ye, nizanim, hema hat bîra min. * her wiha, carekî din heqê te heye ku "dibêje" wateyê bi zelaltir dide.*



06.06.2013 16:08 | endazer

104020. @tevnepirk!
Vê peyama xwe da bêhemdî xwe xeber didî.
bnr: ji bo bûna nivîskarê tirşikê divê şert çi bin/104015

ji te re çi kê kîjan zimanî dinivisîne?
erê?
êja em ê bi zimanê gundê xwe binivîsînin qey şerm e yan eyb e ????



26.10.2013 23:54 | endazer

105807. li vir dibêje Here lînkê bajarê hakkaran

li vir dibêje Here lînkê ji kurdî herkarî. ev mesela herkarî min çend carên din jî bihîstî, xelkê wir hinek jê hê jî dibêjin herkarî: her + karîn.

akadî hemma gihane hekarî, zêde li wir nemane; ez bawer nakim ewqa bandor lê kiribe.

helbet ev hemû îddîayên jiqûnê yên etîmolojîk in.



07.06.2013 18:27 | brusk56

107179. chalak events xwe bide ber û tirsik.net jî hazir be dikarin li Amedê çalakîyeka rengîn pêk bînin.



07.06.2013 18:27 | brusk56

107950. gelo kurdîaxêvan ji bo "îşaret dili" çi bi kar tînin? her wiha, "işitme engelli"?



06.06.2013 16:08 | endazer

107963. sign language: zimanê nîşandanê
hearing impaired: astengdarê bihîstinê

ji ber xwe dibêjim :/ alternatîvên baştir bên bîra min ez ê binivîsim



07.06.2013 18:27 | brusk56

108041. @hozan serhed ji xwe berî demeke kin, heke ne xelet bim tiştekî wiha hebû. (niha ketim gumanê) lê bi ya min jî ev pêşniyazeke maqbûl e.



06.06.2013 16:08 | endazer

109281. Oh. Li wêr peyamek xîtabê min heye*
@hozan serhad. *
Çibkim bira. Rindî ye, xweşî ye.
Zivistan e. Sar e.



01.06.2013 01:27 | simurg56

116104. @lehî baranyan
Dibe ku bibêjî
Bi çi sixletî?
Yan jî
Bi çi gurayî?



01.06.2013 01:27 | simurg56

121727. berzan,

mêra mêr dikuştin, jina ûr dişûştin
ev jî bû ew mesele



08.06.2013 18:10 | endazer

121737. xelîl xwedê te nehêle ma çi bêjim *)

Min jî digot min îro gelek çeppppik stendine, te çavek li min da *



08.06.2013 18:10 | endazer

122130. tirşik forûm/121779
daxwaza vî hevalî di cih de ye. dema min xwe li tirşkê qeyd kiribû, nicka min tenê hayao miyazaki bû ew jî pirsgirêkek derdixist li bin mijarê. peyamên derheqê min û wî derhênerî tevlihev dibûn. berî niha tirşikvanekî nû xwe qeyd kiriye ser navê roverandom ku ev di heman demê de navê çîrokekê j. r. r. tolkien e.

nizanim sepandinên ferhengên din çawa ye, lê belê bi min jev cuda bûya wê xweş baya. hema nebû dema qeydkirinê de pêkan e, hişyariyeke derheqê vê meselê de bê dayîn da ku endamên nû haydar bin.



06.06.2013 16:08 | endazer

123851. Ez jî mîna @merwano difikirim..



26.10.2013 23:54 | endazer

123933. çelê/123860
Kerem ke bira, di rojekî da bigere dertê



26.10.2013 23:54 | endazer

123937. tika dikim @kajav *



26.10.2013 23:54 | endazer

125278. @ tirşik forûm/125268
Dibe ku simurg56 hîn ceribîna dike, qey dilê wî heye dîsa sîstemê nûn bike.. rojek tirşikê nefirîne hewayê başe *



27.10.2013 00:18 | endazer

125729. @Doesntmatter te herhalde şaş fehmkiriye û nivîsek ku nayêfehkirin avêtiye holê..
Kesên tevgerên sadam di ecibînin min çend kesan dîtiye gotine ji îslamêre xebatkiriye jiber wî wî wekî îdol dibînin jiber wî min wisa got tu eleqeya wî bi îslamêre tune li vê peyama te heyirim min ola te çiye ji tereye min gotin navêtiyê te an ola te an min fehm nekiriye an neyeta te xerabe an jî em ji hev şaş fehmdikin.

Spas jitere jî



27.10.2013 00:18 | endazer

127495. (bnr: di tirşîkê de guhertina navên tirşîkvanan)



26.10.2013 23:54 | endazer

127766. tirşik forûm/127753
@merwano: bi quran guhê min êşiya hingî ez ketim şopa peyvên stranê li nav vîdyoyên youtubê û her carê jî cover-ekê wê min guhdarî kir. asdfghjk her wiha va ji te re. di girêdana youtubeê de bi alfabeya ermenkî heye. lê bawer im tu nizanî. nizanî, ne? asdfghj ya baş coversion-a wê biddim bi alfabeya latînî:

Tònik tònik tònē ear
Hēlē tòn, tònē ear
Mer tan aṙaǰ k̕aṙsown karas
Jer tan yitew k̕aṙsown karas
K̕aṙsown karsin ginin ē xas
Amēn karsin pag më piti tas
Mer tan yitew çaṙ më pndowk
Harsë ekaw sirown p̕ap̕owk
P̕esēn ownēr erkar mòrowk̕
Mtan sntowk, ǰardin pndowk
Ari ear ǰan ban asem,
Ari sirown ban asem,
Ari ear ǰan òr ow gišer,
Karmir t̕šerd pačem
Vzid xalerë hašowem

ev jî ya ku peyvên stranê parve kiriye:




06.06.2013 16:08 | endazer

131291. (bnr: 13.03.2021 online konsera şivan perwer)



01.06.2013 01:27 | simurg56

135262. teriya tiyarê çi ye ? *



26.10.2013 23:54 | endazer

137118. mijara ku @tirêj Zana behs dike li dijî formatê nîn e.
(bnr: bernameyên heval.js darî dike) Ev mijar mijareke normal e û berê jî bi dehan ji vê mijarê vebûn. Ne gerek e ku heval.js stranbêj û hunermend filan bêvan be.

mijar di derbarê tirşikvanan da jî dikare were vekirin.



26.10.2013 23:54 | endazer

137139. Mijara ku hatiye vekirin ne derî Formatê ye loma ti mafê moderatorekî nîn e ku mijar û peyamên ne-derî Formatê jê bibe.
Format tiştekî dî ye, mijar an peyama berredayî tiştekî dî ye.
Di rêziknameya prensîbên tirşikê de xala 'nivîsandina peyam û mijarên berredayî qedexe ye' tune ye...

Li gorî min futbol tiştekî berredayî ye li gorî yekî dî em bêjin sînema berredayî ye, li gorî yekê dî polîtîka berredayî ye falan û bêvan. Heqîqeta rastîn çi ye? Baş çi ye xirab çi ye? Çep çi ye rast çi ye? Ewana giş fikr û ramanên şexsî ne.

Heqeret û dijûn zelal in lê tiştên ku nivîskarên tirşikê ji xwe dikin derd û kul û xem, ew êdî aîdê wan in
Welhasil ji kerema xwe re helwest û sekn û felsefeya xelkê bi elega xwe nepîvin.



08.06.2013 14:50 | simurg56

137432. @cyaxares, li ser radyoya tirşikê em weke lêde (play) bikar tinin. Lêder/lêde baştir e.
@keyomerd, navê mijarê hat gûhartin.



01.06.2013 01:27 | simurg56

137461. eger berê hatibe nîqaş kirin min biborin. pêşniyara min eve ku di frame a çepê de ne mijarên 24 saetan, herî kêm mijarên 48 saetên dawîn an jî bila hejmarek sabît be û wekî mînak 40 mijarên nû divê bêne nîşan dan. a niha 2 mijar xuya dibin. wiha hîsa valahî û bêdengiyê dide bikarhêneran. ger di têketinê de zêdetir mijar bêne dîtin, asta peyam nivîsandina li mijaran jî wê zêdetir bibe.



05.06.2013 01:52 | simurg56

137462. @xidiran min jî ew pêşniyar kiribû ku şûna 24 saetan mijarên heftê bên sabît kirin.
Lê rêweberiya tirşikê razî nebû.



01.06.2013 01:27 | simurg56

138144. ti moderator nikarin destê xwe bidin peyama nivîskarekî, ez bawer im simurg jî neguherandiye.
lê bi qasî ku tê bîra min peyam nehatiye guherandin. min belkî penç şeş sal berê jî peyama hanê xwendibû wê demê jî peyam wisa bû. dibe ku baş nayê bîra min.
jixwe eger peyamek were guherandin di dîroka nivîsandina peyamê de roj û saeta guherandinê jî xuya dibe lê em dibînin ku kesî guherandinek nekiriye.



08.06.2013 14:50 | simurg56

138739. @heval.js hate serrastkirin. sebeba wê baş nizanim. lê heke te vpn bi kar anîbe, belkî lewma almaniya wê jixweber hatibe. carinan li min jî tê.



06.06.2013 16:08 | endazer

140616. tirşik forûm/140613 ne devokî filan e. her du jî du formên demê ne û ji hev cuda ne. di semînerekê zanîngeha sorbonê de ya ku îbrahîm seydo aydogan li dar xistibû, zimannasê navborî qala vî tiştî kiribû û gotibû di nav pirtûkên me yên rêzimana kurdî de hîn jî ev taybetiya demê nehatiye peyitandin. wateya vê e-yê dema çîrokiyê dide û di vê du nimûneyan de jî tê fêmkirin ku ya bi e-yê çîroktir e. (hin raveyên din jî hebûn, nayê bîra min.) ne ew e, lê bide ber: çîrokiya dema boriya dûdar. mîn. xwendibû/xwendibûye, hatibû/hatibûye hwd.



06.06.2013 16:08 | endazer

142841. @ciwanzêr,
Min xeber da simurg56.
Ez dibêm ewê lê xwedî derkeve.



01.06.2013 01:27 | simurg56