Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

169. Hevalno peyama min nivisîyê yê (bnr: ellah sehergaha ezel) di lînkê de pirsgirêk derket yê jî fêhm bike dikarî alîkarî bide



19.07.2015 23:39 | ronahî

170. pirsgrêkeke çawa?



19.07.2015 23:40 | ferhenga şikestî

171. Min peyam nivisî lê link venabe



19.07.2015 23:42 | ronahî

172. berê moderatorên trişikê dikarîbûn entryên nivîskarên dî yên tirşikê sererast bikirana lê niha patronê me bûye wekê patronê nû yê ekşiyê kanzuk û li me hatiye xezebê lewma niha em nikarin sererast bikin

ronahî ji kerema xwe re entrya xwe jê bibe careke dî biceribîne



19.07.2015 23:43 ~23:44 | ferhenga şikestî

173. Tmm spas



19.07.2015 23:45 | ronahî

174. (bnr: pênas)

Hevalno lîstikeke min heye lê min naveke xweş jê re nedîtiye heta niha. Listik wiha ye:

Mesela di asta hêsanê de 16 heb bûton hene û di binê her bûtonê de peyvek heye. 8 heb peyvên cot hene. Divê meriv wan bibîne. Mesela rast-çep divê li dû hev bên dîtin. Tirkî: eşleştirme

fikra min 'lîstika cotkirinê' ye lê bawer im navek din a xweştir heye. We got çi hevalno?



21.07.2015 22:00 | mergehez

175. (bnr: lihevanîn)

(bnr: min dît)

(bnr: wekhev-î)

û hevalê hêja te mijareke cuda vekira wê çêtir buya.



21.07.2015 22:43 | azadixwaz

176. (bnr: alîkarî)

xwişka min zanîngeha batmanê qezenç kiriye. dixwaze here lê ez naxwazim. ji ber ku beşa wê bi ya min ne tu beş e. aliyê din him ew zanîngeh ne tu tişt e him jî halê bajêr ji bo xwendina zanîngehê ne yê xwestinê ye.. ez dixwazim ku tirşikvanên êlihî bira hinekî qala bajarê xwe bikin. heger tirşikvanên ji wê zanîngehê hebe, wê çêtir be. dibe ku ez dikevim pêşdaraziyê..



ka xwendekarek keç li wir dikare yan na?



24.07.2015 12:23 | biruya hayao miyazaki

177. ez ji amedê me lê gelek caran çûme batmanê, jixwe ji xeynî çend zanîngehan -ku yên baş li tirkiyeyê ne- tu zanîngeh ne baş e lewma hewce ye mariv bajêr bikole

batman ne xerabe bi tenê bêhna petrolê tê hew*

ma çima keçik li vî bajarî nikaribe? heyret birsey yani...

nîvê bajêr jin e gelek keçik hene, gelek xwendekarên din hene çima ew dikarin, xwişka tr nikare? bajarên xwe ewqas jî piçuk nexînin eyb e.

madem hûn ne razi ne herin baş bixebitin û biçin stenbolê yan jî enqereyê



24.07.2015 12:42 | ferhenga şikestî

178. @189 ma heval te jî çi kir lo.. tobe elah..



24.07.2015 12:58 | biruya hayao miyazaki


180. piştî tercîh kir û tercîhek hat ez bim êdî vegera wê nîn e, ji ber ku heke tercîh hat û tu neçî sala dîtir ji puanê te yê dîplomayê tê nîvî dikujin, ev jî derdora 20 puanan e. batman ne ciheke gelek xirab e jî. saleke din heke bikare 20 puanê kêm bibe û hinek puan din jî lê zêde bike (ku ev tişteke pir zor e) bila neçe. ez bim bila here, oxira xwe xêr'ke.



24.07.2015 15:16 | xendekî

181. lîsekeke qirêj bi shorbevan tê lîstin. hêzên tarî bandorê li shorbevan kirine ji bo ku bibe dijminê hola êzîda. em gereke neyên vê lîstikê. em gune ne.

bi taybetî gerek shorbevan van lîstika fam bikira, lê mixabin ew ji aliyên kesên din li hemberî hola êzîda hat tûjkirin. em hêvî û daxwaz ji hemû tirşikvanan dikin ku hişiyar bin li hemberî pîlan, komplo, lîstik û hesabên hêzên tarî û îstîxbarata kesên ne diyar. herkes li xwe û herkes li shorbevan miqate bin. gerek shorbevan ji hemû peyamên taybet yê jê re tên zû zû bawer neke, ewilî ji xwe bipirse ka hela niyeta wan çi ye, ev di xizmeta kê de ye û ka eger ez dijmintiya hola êzîda bikim, çi kara wî tê de heye, hola êzîda êzîdiyek belengaz û bêkes e, tiştekî wî tuneye xwe bispêre, bê sitar û bê cîh û bê heval; dijminê wî ji berê de gelekin û pir xirabin îcar gerek meriv bipirse ka eger meriv er wî da here dê çi kar bi, meriv ser wî da neçe wê çi zerar hebe. dimin ji berê de fam kiriye û bi pîlana divide et impera yanî parçe bike û desthilatdariyê bike, îcar bi rastî bes e ji meriv re jî êdî.

eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek, û eger em bibin yek emê herin bi yekcarî, ha tu yek bi yek çû, ha tu bi yekcarî çû, firqî çi ye îcar ji bo xwedê yaw? na lo/lê. em ne yek bi yek û ne jî bi yek carî diçin, em ê an yek bi yek bên an jî bi yekcarî bên, yanî çawa be jî emê bên. yanî tiştê ez dixwazim bêjim ev e, dev ji sloganên nîv-felsevî berdin, ti aqil û mantiqek kûr tê da nîne, tenê xemilandina zimên e, îcar ziman heta niha tenê huner bû yî bi rastî jî kurmancî xwedî hunereke mezine, lê mixabin di warê zanistî û aqil de kêmasî hene, êdî bese ji mere, emê heta kengî li teneka xin û bireqisin û lotika bavêjin, ez êdî ji helbest û cîrok û civanok û nizanim quzzilqurt têr bûme, êdî ew nema fêde dike. dinya çûye ser hîvê û em hîn nuh bûne bajarvan, gerek êdî gavên din jî bavêjin.



24.07.2015 15:49 | hola êzîda

182. (bnr: formata forumê)



24.07.2015 15:51 | ferhenga şikestî

183. ez çimonc şîna zazakî bonder biba? çira ind zaf grammerê zazakî est ê çira? sereyê min bî gebol...



22.08.2015 22:24 | bayesar

184. Pirseke min ji te re heye tirşiko! Hinek peyam ji telefona min nîvçe dixuye gelo çima? Di heman rupelêde hinek peyam normal dixuyin û carna hin jî weke ku hemu nivîs lê cih nebe di her rezikê de çendkî peyv naxuyên. Çima tirşiko ji min re bêje?



06.09.2015 17:12 | azadixwaz

185. îlahiyek bi kurmancî hebû, ez ne xelet bim yekî bi navê bîlal digot, navê stranê nizanim lê ihtimal e ku îslama min be



xwezî li bajar û gunda bilbilê te bixwenda

qet ne eyb û ne fedî winda ye îslama min



ev herdu ristên jorîn di bîra min de mane ji gotinên îlahiyê..



li ser netê min kir û nekir bi ser ve nebûm an bi qewlê colemêrgiyan lê hilnebûm (îlahiyek bi navê îslama min ji dengê yekî bi navê bîlal heye lê ew îlahî û ev îlahiya ez lê digerim ne yek in)



min dît; niha li ser netê bi çend keywordên nû cardî min şop li pey vê strana serwinda gerand û mala xwudê ava vê carê bi ser ve bûm, navê stranê îslama muhemedî ye û ciwanek bi navê muhemed nur dibêje; https://www.youtube.com/watch?v=PVJiOLvusFo



10.09.2015 00:46 ~00:52 | endazer

186. ya rastî û ji bo ne derew be, ez dixwazim mijarên giring binivîsim lê divê ez û tirşikvan û birêveberiya tirşikê li hev bikin û herwiha jî divê hûn alî min bikin.

ya dî birano! tiştên xweş, giring û tijî zanîn binivîsin, tiştên xweş û hêja biçepikînin bila mirov bi çêj û tama tirişkê bihese



11.09.2015 23:40 | dijber

187. Bi rastî eger jêbirina peyaman dewam bike ez ê dest ji tirşikê berdim. Xweş e yek peyamên we jê bibe?

Eger tirşik platformeke azad be, naxwe her kes çi bixwaze dê binivîse.

Wek mim got reform ji bo tirşikê şert e, bila nivîskar piştî 20 peyaman bên bijartin, ne hema çi kes bi kurdî(xwedêgiravî dizane)bizane dê bine nivîskar.

Bira hûn ço dikin? Ez dizanim rêveberî zehmet e lê bilq edalet û prensîp hebin û diyar bin û xwedê bike xwediyê tirşikê bi xwe be, ne li gorî wan rêbazan tevbigere, dê neyê qebûlkirin.

Ma qey ez wisa tund û hişk im, lê ji bo tirşik xweş bibe, bo teşqîqkirina fikirîn û fikirandin û xwendinê ez xwe wisa dikim û min misyoneke dijber daye xwe ku heta ji min were ez ê dijberiya fikirên heyî bikim ta ku em bikarin bi çavekî din li meseleyan binerin.



16.09.2015 17:12 | dijber

188. haya min ji meseleya jêbirina peyaman tune.

ger peyamek bêedalet hatibe jêbirin, vegera wê heye. tenê bi min re bikevin têkiliyê û em kontrol bikin. an bi riya peyama taybet an jî bi riya Here lînkê



16.09.2015 21:17 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanê ku ji ber mesaj û mailên reklaman daya sitê
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî