Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

447. @ferhenga şikestî, çawa li çapqaneyekê tîpa zyê tune be? ma bê wê tîpa ew der dibe çapxane?

niyet an jî nêt ji erebî ketiye kurdî. niyaz jî farisî ye. dibêm qey pêlek me dibe ber pêla din.



18.02.2017 01:03 | berxweda

448. @berxweda
Min çend sal berê xwendibû loma baş nayê bîra min ezê wê gotarê peyda bikim. Tîpa zyê heye lê wêga xirakirî bûye. Ezê sibehê vê meselê zelal bikim



18.02.2017 01:14 | ferhenga şikestî

449. Şev baş gelî tirşikvana

strana ku koma azad jî dibêje, weylo weylo (şar)
Bnr :



Vira da mesela şarê çi ye?
gotinên stranê min xemgîn dike..



06.03.2017 22:25 ~22:26 | bûtîmar

450. Hozan Serhad qansî ez zanim di vê stranê de şar wekî " şarp , çefî , xavik " tê bikar anîn. Belkî xelet bim jî *



06.03.2017 22:41 | biaqila malê

451. biaqila malê ez zanim şar çi ye *

min mersele pirs kir *
gotinên stranê:

Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê
şar a bûkam reşe weylo weylo
Şar a bûkam reşe dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî meşan weylo weylo
Gundîyan girtî meşan dayê xerîbim dayê

Wey malîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Wey gundîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Weyla kulê tu bi kul bî bikevî
mala dawetê wê wê singê ersê
Wê wê aman şarê
aman şarê wê aman şarê
Derdê şar êli min bûye dendika jerê

Şar a bûkam sore weylo weylo
Şar a bûkam sore dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî dore weylo weylo
Gundîyan girtî dore dayê xerîbim dayê

Wey malîno şara serê wî lo li min begeweze
Wey gundîno şara serê wî lo li min begeweze
Wêleh şara serê min dane serê wî . aman şarê
Aman şarê wê aman şarê derdê şar êli min bûye dendika jerê
Şar a bûkam sîpîye weylo weylo
Şar a bûkam sîpîye dayê xerîbim dayê
Xêlya xwe danîye weylo weylo
Xêlya xwe danîye dayê xerîbim dayê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê

Wey malîno şara serê wî lo li min badane
Wey gundîno şara serê wî lo li min badane
Wêleh reşê şara wêê li min badane wê aman şarê
Aman şarê wê aman şarê derdê şarê li min bûye dendika jerê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê.



06.03.2017 23:26 | bûtîmar

452. ewî xwe ji bo şarê sot *

meseleya wê, çîrok û hîkayeta wê çi ye gelo? *



06.03.2017 23:28 | bûtîmar

453. Ha welleh min şaş fam kiriye * nizanim bila xêrxwazek ji min re jî bêje min meraq kir *



07.03.2017 02:15 | biaqila malê

454. êzidiyên ne kurd dîsa li van orta ketine.



15.03.2017 23:27 | berxweda

456. Slav, gelo "Check for updates" yanî 'güncellemeleri denetle' çawa tê wergerîn?

-Venêre rojanekirinan
-Li rojanekirinan venêr e/binêr e
-Rojanekirinan qontrol bike


Edît: ji bo bersiva tirșikvanên hêja rubar û simurg56 gelek spas dikim.



19.03.2017 11:30 ~2017.03.20 16:34 | gumgumok

457. Ez bawerim wisa dê dibe wergerandin(wergerîn niye);
Rojanekirinan vebinêre/bivenêre
Neyînî;
Venenêre/nevenêre

Veser:
Vebinihêrîne/bivenihêrîne
Venenihêrîne/nevenihêrîne



19.03.2017 14:59 ~15:08 | rûbar

458. "kontrola rojanekirinên nû", an jî "rojanekirinan kontrolke"



19.03.2017 15:32 | simurg56

459. Gelo (bnr: cinorek) li kû ye, çi dike, rewşa wî çawa ye?.. *

zûda ye nanivîse.. Carekî gotibû ez dinvîsim, hine caran çewtî tê de çêdibin û hinek kes rexneyan li min dikin. Ji ber vê yekê jî dilê min ji tirşikê sar dibe.. Dibe ku lewma nanivîse..?

were birayê ezîz. Ev tirşik zeviya bavê kesî nîn e. Ya her kurdî ye. Tu guh nede wan kesên ku çavên wana têrkirina egoya wan e.



22.03.2017 00:18 ~00:24 | bûtîmar

460. @hozan serhad,
cînorek herî dawîn berî 3 rojan têketiye tirşikê. min jê re peyamek taybet nivîsandibû, hê wê jî nexwendiye. ew wisa ye, carina ji holê wenda dibe lê teqez dîsa vedigere.



22.03.2017 20:04 | simurg56

461. endamtiya min hatiye erê kirin. min pîçekî formata tirşik jî xwend keyfxweşim *



22.03.2017 23:34 | kanî27

462. Ez idî newêrim tirşikvanên nû ra xêrhatin bidim.
Çendek ewil min xêrhatin li çend kesan kir, yekê gotibû min da "ji te re maye xêrhatin a min" * *

lê disa jî @kani27 tu bi xêr hatî *



23.03.2017 01:00 | bûtîmar

463. Gelo em çawa dikarin di hemû mijarên tirşikê de li peyvekê bigerin? Di "lêgerînê" de em li sernivîskan digerin. "di mijarê de bigere" de em tenê 'di wê mijarê de' digerin.?

Edît me dît : @xendekî spas dikim



09.04.2017 13:36 ~23:30 | gumgumok

464. @gumgumok bikeve googleê. di qutiya lêgerînê de wiha binivîse:
"tişta tu dixwazî lê bigerî" site:tirsik.net

divê tu di nava dunikê de peyv an jî hevoka lê digerî binivîsî û ji ber ku dixwazî di tirşikê de lê bigere valahîyekê bihêle û site:tirsik.net binivîse û lê bigere.



09.04.2017 13:51 | xendekî

465. @gumgumok
me îsal 4 ton komir xelas kir hê jî em germ nedibûn.
Hê ez qe behsa dar beran jî nakim haa.
Qe ti wek zivistana îsal jî nebibû eva çend sal bû evqas dijwar nedibû.

Bnr: serhed/98698
Bnr: serhed/98701



09.04.2017 23:47 ~23:50 | bûtîmar

466. Slav hevalno, gelo "vajî" ji xeynî cilan tê bikaranîn?

Mînak: vajî bimeșe, vajî bixwîne,

Yanî wateya vajî "tersyuz, içi dışına dışı içine çevrilmiş hali" ye, an jî wateya "ters, tersten" jî dihewîne?


Edît : @hozan serhad, raste wilo ye. pașpașkî jî tê gotin. Lê ez wateya "vajî" dipirsim.



10.04.2017 10:08 ~11:59 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik çawa çêdibe
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî