Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

38. @oxir, par hevalên min çûbûn taylandê û jê hez kiribûn. him vîze jî naxwazin. lê ez bawer im vê dawiyê li wir darbe (cunta) çêbûye *



30.06.2014 18:41 | simurg56

39. @simurg56 ez wî stranbêjî û stranê gelek baş dizanim û ez gelekî hijê jç dikim lê wilehî navê wî nayê bîra min lê ez ê bibînim. dema min dît ez ê ji te re bêjim!



30.06.2014 18:51 | xendekî

40. @oxir gelek hevalên min çûn li welatên cûrbecûr ên ewrupayê û tu kes ji wan di standina vîzeyê de rastî pirsgirêkan nehat. ji xwe dema tu bixwazî biçî ewrupayê tu vîzeya schengenê distînî û ew vîze li her derê ewrupa derbasdar e.

ger armanc ger be û daxwaza te jî standina vîzeyekî ji bo heftiyek an jî 2-3 heftiyan be, qet bawer nakim ku pirsgirêk derkeve.



01.07.2014 00:23 | brusk56

41. @simurg min stran dît. lê navê wî nanivîse. ez ê navnîşana wî niha parve bikim. ji wir tu dikarî lê binêrî.







03.07.2014 14:07 | xendekî

42. tu di youtubê de kurdistan niştimani çiwan binivîsî wê derbikeve.



04.07.2014 01:56 | xendekî

43. @xendekî, xwedê ji te û dê û bavê te qayîl be. aha strana ku lê digeriyam, ev bû.

dema ez biçûk bûm, min dişibandin vî zilamî. belkî jî ji ber vê yekê ye ku ji vê stranê hez dikim *



04.07.2014 18:27 | simurg56

44. bi opera mini dikevim tirşikê û di mijaran de nikarim derbasî rupelê 2 an 3yemîn bibim. nizanim kêmasiya min e yan tişteke din e.



05.07.2014 10:12 | azadixwaz

45. cem min problemek wisa tune. gelo lînka ji bo van rûpelan dernakeve an tu ditikînî û venabe.

ger tu bitikînî û venebe, lê bitikîne û tikandî bihêle û di hilpekînek nû de veke, wê vebe.



05.07.2014 10:14 | simurg56

46. ez ditikînim weke ku biçe malperê lê dîsa heman malperî vedike, weke ku te gotî min li ser hişt lê dîsa çênebu ji ber ku di sepaneke din de veke dernakeve, bawerim weke navnîşan nabîne.



05.07.2014 10:27 | azadixwaz

47. divê tu lînka rûpela 2. bitikînî û di hilpekînek nû de vekî. (open in new tab)



05.07.2014 10:29 | simurg56

48. ji xwe min wisa kir lê bijareyek eî awayî dernakeve weke ku nivîsek ji rêzê be kopîkirin lêgerîn filan derdikeve



05.07.2014 10:35 | azadixwaz

49. pirs: rastnivîsa wan peyvikan bi zimannasan kîjan hatiye qebûl kirin, yan jî kîjan zahftir tê bi kar anîn?



+ an / yan (tu herî an / yan birayê te) aliyê me da yan tê gotin

+ re / ra ( ez ji Wî ra/re bêjim) aliyê me da Ra tê Gotin

+ de / da (li xaniyê da/de) aliyê me da da tê gotin

+ ye / ya (ye / ya mine) aliyê me da ya tê gotin

+ usa / wusa (belê rast e usa /wusa ye)

Aliyê Me da usa tê gotin



Heke hûn Bi kitêbî dizanin yan jî tecrûbedarin bersivê bidin bi xêra bavê xwe...



20.07.2014 03:28 | mîr

50. + listîk / leystîk kîjanê bi zimannasan hatiye qebûl kirin yan jî zahftir tê nivîsandin?



20.07.2014 03:46 | mîr

51. Hemî yan hemû

bîçûk yan pîçûk

kîjan bûye wekî standard?



em Hemû Û pîçûk dibejîn



20.07.2014 04:03 | mîr

52. Rewşa perwerdehî ya kurdistana iraqê çawaye, bi zaravayê kurmancî pêşva çune? Ji dibistana seretayî heta zanîngeha sîstemekî ava kirine?

çima Medyaya sosyalê da zêde kurmancî nayê bikaranîn bi xelkê başûr?



belê Min iro serê we gelek êşand lê xew neket çavê min êş û kedera wan tiştan a ;)



20.07.2014 04:12 | mîr

53. kekê ev meseleyên hêsan in. ev safî bûne. ez ji te re bêjim:

+an/yan; koka wê an e. dema peyva pêşiya an'ê bi dengdêrekl biqede dibe yan. heke dengdar be an e. mînak: kitik an pîsik. peyva kitikê bi tîpa k ya dengdar qediyaye ji ber wê an hatiye, masî yan jî dasî ji ber ky tîpa dawî ya masî'yê tîpa dengdêr î ye yan hatiye bikaranîn.

+re/ra û de/da di zimanê nivîskî de ji bo standartîzekirinp re û de hatiye qebûlkirin.

+yê/ya min ev fêm nekir, yanî te behsa çêkirye? heke tu behsa a/ê yê dikî ev qertaf in. li gor zayendê tê guhertin heke mê be tu yê bêjî ya min e, heke zayenda wê tiştê nêr be tu yê bêjî yê min e.

+wisa kevintir e. wisa tê qebûlkirin.

+lîstik tê û leyistik herdu jî dibin.

+hemû tê qebûlkirin



20.07.2014 20:14 | xendekî

54. rewşa perwerdehiya kurmancî li başûr tişta ku ez dizanim qet ne baş e. heta li hin deran pêşiya kurmancî tê girtin. di çapemeniya başûr de jî di van salên dawîn de kurmancî hino hino baş dibe. êdî di qenalên sereke yêb başûr de qet nebê bultena nûçeyên kurmancî jî heye. rûdaw ji vî alî de pêşdetir e. di beşa kurmancî de bêhtir xebatkarên rûdawê hene. yên wam qenalên din jî xebatkarên wan zêde dibin.



20.07.2014 20:21 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvan
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî