Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

1. mijareke pêwîst ku mirov tê de dikare beyî ku serê xwe bi formatê biêşîne pirs û mirsan bike ye.. va min vekir û meselê safî kir.

neyse dûvdirêj nekim.

HEKE KU camêrek an jî xanimek NAVÊ VÊ FÎLMÊ Jİ MİN RE BÊJE EZÊ DİAYÊ 7 ZİRRİYETA WÎ/WÊ BİKİM





15.12.2013 17:50 | oxir

2. yaw, stranbêjek hebû, berê ser tvyên pkkyî jî derdiket. straneke kurdistan digot. weke pavarotti dengê bilind û xurt bû, stran soranî bû, gotinên wê nizanim lê rîtma wê weke "kurdistan, nay na nay na nay" bû. heta malbata min, ewî dişibandin min, an jî min dişibandina wî. neyse. gelo nayê bîra tu kesî? ha vê navberê de, li serê wî jî şaşikek hebû, lê zilamek ciwan bû. ne pîr bû.



04.01.2014 10:11 | simurg56

3. hevalê oxir, min fîlma ku tu lê digerî dît. navê kurtefîlmê a thousand words e. dikarî ji vir temaşe bikî:





niha tu jî stranbêjê ku min behsê kiriye, bibîne *



01.02.2014 18:18 | simurg56

4. hevalê sîmurg stranbêjek bi navê comerd heye.. hem şaşika wî heye û hem staran ax kurdistan kurdistan navê te çi şirîn e dibêje û hem jî derdiket û derdikeve ser tv-yên pkkê yên wekê med û medya û mmc û roj û stêrk tv-yê..



01.02.2014 19:07 | endazer

5. na lo ne comerd bû. ma kî comerd nas nake. camêrek ciwan bû, ne ji bakurê kurdistanê bû. an ji başûr an jî ji rojhilatê kurdistanê bû.



01.02.2014 19:13 | simurg56

6. ez ji te re bêjim birako: hesen lor ango hesen lûr



01.02.2014 19:43 | azadixwaz

7. mixabin ne hesen lor e jî....



01.02.2014 19:45 | simurg56

8. gelê tirsikvano



gelo li enqere an jî li stenbolê dê cihekî ku ez ji xwe re zendikekî, (bileklik) ku bi motîvên kurdistanî ve hatîye xemilandinê, bikirim heye?



12.02.2014 20:03 | ervah.azad

9. ber êvarkî dora seet 9'a de derê li ceddeya meşrÛtîyetê (enqere )hemû tişt hene.



12.02.2014 22:09 | hemokrates

10. spas, kekê hemokrates. lê, tiştê ku ez digerim ne berhemekî ya ku ji dervê de tê firoşine ye; divê ku yekê taybet û xwemalî bibe.



12.02.2014 23:53 | ervah.azad

11. simurg56 strana tu lê digerî ne ev be gelo?



Sar kznakam - Kurdistana min - Hogir Fatih Rasul :



19.02.2014 02:56 | endazer

12. mixabin ne ew e. di strana ku ez lê digerim de wisa digot "kurdistanim da da da daaa. "

lê ya te destnîşankirî jî xweş e.



21.02.2014 16:06 | simurg56

13. gelo hayê we ji navê vê stranê yekem ku wê malperêde ye, heye?



http://birseftali-binseftali.tumblr.com



17.03.2014 19:20 | ervah.azad

14. hevalê ervah.azad;

navê stranê prelude ye û alî azîmî dibêje.











(shazam sax be)



17.03.2014 19:28 | simurg56

15. ez ya herkesî dibînim, lê kes ya min nabîne. çima? çima? çimaaaa?



17.03.2014 19:33 | simurg56

16. gelekî sipas, kekê simurg. zehf memnûn bûm; destê te ne êşe!



17.03.2014 23:35 | ervah.azad

17. stranek heye ku bû çar roj e lê digerim min çi kir çi nekir dîsa jî min peyda nekir. min li cihekî bihîstibû çend peyvên ku di hişê min de mane ew in "em ê vexwin vê şerbetê em ê bikin vê suhbetê, ji min dûr neçe yek saetê...." wisa didome.. bila xêra dê û bavê we be, kî dizane nav û stranbêja/ê vê stranê?



18.03.2014 00:14 | ferhenga şikestî

18. @serhat avci

navê stranê hurî ye û hozan dilgeş distirîne



19.03.2014 00:24 | kevçiyê dil

19. Gelek spas dikim min peyda kir..

navê stranê jî 'dilê min' e



20.03.2014 00:33 | ferhenga şikestî

20. @simurg56 strana erdewanê zaxolî ya kurdistan kurdistan barê giran kurdistan tam di rîtma ku tu dibejî de ye* şaşik jî heye lê ne soranî ye, guhdar ke belkî ew be



20.03.2014 04:21 | kevçiyê dil

21. @kevçiyê dil, mixabin ne ew e jî :( dawiya dawîn, ez ê melodiya wê ji dengê xwe tomar bikim û li vir bar bikim.



20.03.2014 20:33 | simurg56

22. hevalno stranek heye vê dawiyê li her derê lêdidên. bi "hevalo lo lo lo lo lo" destpê dike û doma wê çend cihan vanan dibêje: "ka çepik hevalno", "doktorÊ me pkk"...



lê zêde kirin: min dît: http://youtu.be/JIdyqcQFXKU



25.03.2014 17:25 | mergehez

24. Hevalno di lîstikên zarokan de ji bo "ebe" kîjan peyv tê bikaranîn? Qasî ku zanim gava yek dibe "ebe" em dibêjin "maqa te ye".lê ji bo wê rasterast peyvek tune?



21.04.2014 15:15 | bayesar

25. Em dibêjin pîrik



21.04.2014 15:33 | ceso

26. hevalê tirşikvan fîlma di vê klibê de gelo hûn dizanin navê wê çi ye ?





02.05.2014 00:45 | kevçiyê dil

27. divê fonksiyoneke li tirşikê bê zêdekirin û moderator pêwîst bibînin bikarin nivîskarekê yekcar beraliyê rupela formata tirşikê bikin.



06.05.2014 00:06 | azadixwaz

28. hevalno alîkariya we pêwist e.ez dixwazim ji bo banga dîlaniyê parçeyekê wergerînim kurdiyê lê çi dikim tişteke baş dernakeve.ka hûn jî biceribînin ji kerema xwe.niha ve spas...



biz kenardan gidelim

yol sizin olsun

biz pınardan içelim

su sizin olsun

belki gelemezsiniz

sağlık olsun

biz evleniyoruz

haberiniz olsun



02.06.2014 16:19 | bayesar

30. @qivaro gelek baş e.min ew avêt berîka xwe.niha li benda wergerên din im.



02.06.2014 17:43 | bayesar

31. ger em hinekî biguherînin;



"em berçem berçem biçin

bila rûbar ya we be

em ê ji kaniyê vexwin

bila av ya we be

belkî hûn nekarin werin

canê we sax be

em ê dizewicin

haya we jê hebe"



02.06.2014 19:06 | simurg56

32. @simurg56 sipis hivil simirg*



02.06.2014 19:40 | bayesar

33. em didin qeraxê rê

rê bila ji we re bimîne

em avê ji kaniyê vedixwin

av bila ji we re bimîne

belkî hûn nikaribin bên

xem nake, dinya her mirine

eve em dizewicin

hûn hatin ji xwe hûn ê bên hûn nehatin ji serî vî ve.. *



02.06.2014 21:02 | endazer

35. gelo xêrxwazek heye ku ji bo endambûnê r10.netê dewetnamekî ji min re bişîne? yê ku bişîne, gelekî bibe xweyê xêrê : )



13.06.2014 21:24 | ervah.azad

36. xwedê jê razî, hevalê oxir arîkarî ya min kir.



13.06.2014 22:09 | ervah.azad

37. malî ava hevalê @ervah.azad

2 dawetnameyên min ên din hene, heke ku hewcedariya tirşikvanan pê hebe bila silavekê bidine min ;)



14.06.2014 18:22 | oxir

38. hesabek heye li ser sosyal medyayê bi ser navê nasekî dîmen û vîdeoyên nepêketî belav dike, gelo derfet heye mirov bi ser nasnameya wî/wê ve bibe? ango aypiya wî bike di qûzê diya wî de.. bêyî ku mirov serê xwe bi polîs û parêzer û dozgeriyê re biêşîne..



14.06.2014 20:42 | endazer

39. ez ji moderatorên me yên hêja û delal rica dikim ku peyama min a şaş ku biskek berê min nivîsandibû, bila ji xêra miriyên xwe, jê bibin an na ez ê bêtir rezîl û rencîde bibim*



not; bi telefonê mariv nikare peyama xwe jê bibe



26.06.2014 22:18 | ferhenga şikestî

40. hevalno pirseke min heye. min karteke nû yê krediyê stand û min jê bilêteke balafirê qezenc kir. dixwazim ev tişt ji min re bibe sebebek û pê biçim derveyî tirkiyê heftiyekê bêhna xwe berdim Û vegerim. gelo hûn kîj welat ango bajaran pêşniyar dikin ku di vîze-mîzeyê de serê mirov naêşînin. Bi rastî di dilê min de îtalya heye lê ditirsim ku nekarim vîzeyê bistînim lewra yekem derketina min a derveyê yê...



30.06.2014 00:14 | oxir

41. @oxir, par hevalên min çûbûn taylandê û jê hez kiribûn. him vîze jî naxwazin. lê ez bawer im vê dawiyê li wir darbe (cunta) çêbûye *



30.06.2014 18:41 | simurg56

42. @simurg56 ez wî stranbêjî û stranê gelek baş dizanim û ez gelekî hijê jç dikim lê wilehî navê wî nayê bîra min lê ez ê bibînim. dema min dît ez ê ji te re bêjim!



30.06.2014 18:51 | xendekî

43. @oxir gelek hevalên min çûn li welatên cûrbecûr ên ewrupayê û tu kes ji wan di standina vîzeyê de rastî pirsgirêkan nehat. ji xwe dema tu bixwazî biçî ewrupayê tu vîzeya schengenê distînî û ew vîze li her derê ewrupa derbasdar e.

ger armanc ger be û daxwaza te jî standina vîzeyekî ji bo heftiyek an jî 2-3 heftiyan be, qet bawer nakim ku pirsgirêk derkeve.



01.07.2014 00:23 | brusk56

45. @simurg min stran dît. lê navê wî nanivîse. ez ê navnîşana wî niha parve bikim. ji wir tu dikarî lê binêrî.







03.07.2014 14:07 | xendekî

46. tu di youtubê de kurdistan niştimani çiwan binivîsî wê derbikeve.



04.07.2014 01:56 | xendekî

47. @xendekî, xwedê ji te û dê û bavê te qayîl be. aha strana ku lê digeriyam, ev bû.

dema ez biçûk bûm, min dişibandin vî zilamî. belkî jî ji ber vê yekê ye ku ji vê stranê hez dikim *



04.07.2014 18:27 | simurg56

48. bi opera mini dikevim tirşikê û di mijaran de nikarim derbasî rupelê 2 an 3yemîn bibim. nizanim kêmasiya min e yan tişteke din e.



05.07.2014 10:12 | azadixwaz

49. cem min problemek wisa tune. gelo lînka ji bo van rûpelan dernakeve an tu ditikînî û venabe.

ger tu bitikînî û venebe, lê bitikîne û tikandî bihêle û di hilpekînek nû de veke, wê vebe.



05.07.2014 10:14 | simurg56

50. ez ditikînim weke ku biçe malperê lê dîsa heman malperî vedike, weke ku te gotî min li ser hişt lê dîsa çênebu ji ber ku di sepaneke din de veke dernakeve, bawerim weke navnîşan nabîne.



05.07.2014 10:27 | azadixwaz

51. divê tu lînka rûpela 2. bitikînî û di hilpekînek nû de vekî. (open in new tab)



05.07.2014 10:29 | simurg56

52. ji xwe min wisa kir lê bijareyek eî awayî dernakeve weke ku nivîsek ji rêzê be kopîkirin lêgerîn filan derdikeve



05.07.2014 10:35 | azadixwaz

53. pirs: rastnivîsa wan peyvikan bi zimannasan kîjan hatiye qebûl kirin, yan jî kîjan zahftir tê bi kar anîn?



+ an / yan (tu herî an / yan birayê te) aliyê me da yan tê gotin

+ re / ra ( ez ji Wî ra/re bêjim) aliyê me da Ra tê Gotin

+ de / da (li xaniyê da/de) aliyê me da da tê gotin

+ ye / ya (ye / ya mine) aliyê me da ya tê gotin

+ usa / wusa (belê rast e usa /wusa ye)

Aliyê Me da usa tê gotin



Heke hûn Bi kitêbî dizanin yan jî tecrûbedarin bersivê bidin bi xêra bavê xwe...



20.07.2014 03:28 | mîr

54. + listîk / leystîk kîjanê bi zimannasan hatiye qebûl kirin yan jî zahftir tê nivîsandin?



20.07.2014 03:46 | mîr

55. Hemî yan hemû

bîçûk yan pîçûk

kîjan bûye wekî standard?



em Hemû Û pîçûk dibejîn



20.07.2014 04:03 | mîr

56. Rewşa perwerdehî ya kurdistana iraqê çawaye, bi zaravayê kurmancî pêşva çune? Ji dibistana seretayî heta zanîngeha sîstemekî ava kirine?

çima Medyaya sosyalê da zêde kurmancî nayê bikaranîn bi xelkê başûr?



belê Min iro serê we gelek êşand lê xew neket çavê min êş û kedera wan tiştan a ;)



20.07.2014 04:12 | mîr

59. kekê ev meseleyên hêsan in. ev safî bûne. ez ji te re bêjim:

+an/yan; koka wê an e. dema peyva pêşiya an'ê bi dengdêrekl biqede dibe yan. heke dengdar be an e. mînak: kitik an pîsik. peyva kitikê bi tîpa k ya dengdar qediyaye ji ber wê an hatiye, masî yan jî dasî ji ber ky tîpa dawî ya masî'yê tîpa dengdêr î ye yan hatiye bikaranîn.

+re/ra û de/da di zimanê nivîskî de ji bo standartîzekirinp re û de hatiye qebûlkirin.

+yê/ya min ev fêm nekir, yanî te behsa çêkirye? heke tu behsa a/ê yê dikî ev qertaf in. li gor zayendê tê guhertin heke mê be tu yê bêjî ya min e, heke zayenda wê tiştê nêr be tu yê bêjî yê min e.

+wisa kevintir e. wisa tê qebûlkirin.

+lîstik tê û leyistik herdu jî dibin.

+hemû tê qebûlkirin



20.07.2014 20:14 | xendekî

60. rewşa perwerdehiya kurmancî li başûr tişta ku ez dizanim qet ne baş e. heta li hin deran pêşiya kurmancî tê girtin. di çapemeniya başûr de jî di van salên dawîn de kurmancî hino hino baş dibe. êdî di qenalên sereke yêb başûr de qet nebê bultena nûçeyên kurmancî jî heye. rûdaw ji vî alî de pêşdetir e. di beşa kurmancî de bêhtir xebatkarên rûdawê hene. yên wam qenalên din jî xebatkarên wan zêde dibin.



20.07.2014 20:21 | xendekî

61. bi qasê zanim li başûr, zizanîngehan zimanê beşa hiqûqê komple bi erebî ye. hê jî têgehmn beşên sereke yên zanistê wernegerandine kurdî.



20.07.2014 20:25 | simurg56

62. Heke hûn ji min nebêziyan, pirsekê min heye *



peyva mê û nêr em çakî ji hev nas bikin? em dawiya peyva xwe a yan jî ê daynin. Spas ji bo bersiva we...



23.07.2014 00:27 | mîr

63. wilê tişteke diyar/bellî nîn e. heke te ziman ji mala xwe hîn bûbî tu yê jixwe wan ji hev ferq bikî lê heke tu paşî hîn bibî hinekî zehmet e.



23.07.2014 00:45 | xendekî

64. hevalên zor hêja, gelo hûn van futbolîstan nas dikin ? http://tinyurl.com/lon9jes

xêra xwe li gor rêzê ji min re bêjmêrin.. ji bo xwedê !



nîşe ; em zanin ku ji hollandayê ne ..



16.08.2014 22:55 | brusk56

66. çi pirsên ecêb ya rebbî!



16.08.2014 23:37 | azadixwaz

67. (bnr: ji bo gûkirina yekî pêwîst bû) *

(bnr: aniha hat gûkirin)

(bnr: mission passed)



16.08.2014 23:42 | brusk56

68. “Di edebiyata kurdî de nivîsandina menzûmeyên ‘Zembîlfiroşê’ bi kê dest pê kiriye?”

a) Eliyê Herîrî

b)Feqiyê Teyran

c)Ehmedê Xanî

d)Melayê Cizîrî

gelo bersîva vê pirsê çi ye?



30.08.2014 22:30 | bêhûd

69. e) şivan perwer û gulîstan perwer



31.08.2014 11:38 | simurg56

70. b) feqiyê teyran



01.09.2014 09:56 | xendekî

72. zembîlfiroş berhema feqiyê teyran e.



01.09.2014 10:22 | xendekî

73. bikaranîna -erek -arak a tirkî bi kurmancî çi ye?

wek hevokên

arkadaşinin gozlerine bakarak konuşmaya devam etti,

konuşmaya devam ederek çayini içti, çawa tê gotin?



01.09.2014 20:49 | bêhûd

74. bersiva pirsa min a jor (bnr: mela ehmedê bateyî) ye ku ev di nava vebijêrkan de tune * li gorî wîkîpedîayê di nava berhemên(bnr: feqiyê teyran)î de (bnr: zembîlfiroş) tune.

http://ku.wikipedia.org/wiki/Feqiy%C3%AA_Teyran



01.09.2014 21:25 | bêhûd

75. helbesta strana hunermendê nemir mihemed şêxo 'ay lê gulê' a kê ye? Tirşikvanekî ji min re gotû be a Rênçber e, lê gor min a cegerxwîn bû. Rênçber jî zaza ye û helbestê wî zazakî ye. Gotinê ay lê gulê a kê ye?



03.09.2014 13:35 | serpale

76. gotinên stranê ji helbesteke cegerxwîn hatiye beste kirine ku stranek hinek kevn e jî. ku bixwe dema mihemed şexo vê stranê digot, rençberî hê dest bi hunermendiyê nekiribû.



04.09.2014 01:33 | bêhûd

78. Em behsa rênçber ezîz dike, qey m.sêxo helbestên rênçber'ekî din kirîye stran lê kîjan strane ez nizane, me li derekê xwendî bû



04.09.2014 09:11 | serpale

79. gotinên xwe ya li jor rast dikim, bersîva vê pirsê nizanim ji ber ku min rênçberan tevhev kiriye * li ser googlê hîn çavkanî henin dibêjî ay lê gulê helbesta cegerxwîn e, hin dîn dibêjî ew ya rênçber ezîz e.



04.09.2014 18:22 | bêhûd

80. min pirsa xwe ya jor arasteyî nivîskarekî kir, bersîvek weha jêr da min lê dîsa neket serê min î sivik. nakeve serê min ji ber ku -erek, -arak a tirkî dibe ku bi kurmancî tiştek dîn bê. gihaneka û'yê wateya "bakti ve, etti ve.. " yê dide



Li şûna -erek û -arak'a tirkî di kurmancî de tenê gihaneka û'yê heye:

Mînak:

Arkadaşının gözlerine bakarak konuşmaya devam etti:

Li (nav) çavên hevalê xwe nêrî û axaftina xwe domand (an jî berdewamî bi axaftina/xeberdana da).

Konuşmaya devam ederek çayını içti:

Axaftina xwe domand (berdewamî bi axaftina xwe da) û çaya xwe vexwar.



04.09.2014 18:45 | bêhûd

81. gelo em stenbolÊ li kuderÊ dikarin pirtûkÊn kurdÎ bikirin .yÊn kawa nemir û ciwanmerd kulek

min bÎrkir neanÎ ziman ilo simurg bavÊmin tu yê kengÊ pirtûken min göndermişkî



dibinÎ zimanÊ min hÊdî hÊdÎ dilewiTe .de adrÊsa min edÎ bixwaze



08.09.2014 14:41 | sarpimoleni

82. li stenbolê bêguman pirtûk ji cem selahattin bulut li medya kitabevî tên kirîn.û

û birêz sarpimoleni, ger rojekê em pirtûk bişînin ji te re, wê ew pirtûk ne bi tirkî bin *

li gor şertên kampanyayên tirşikê, divê pirtûkên ku tu dixwazî, bi kurdî bin. werger bin jî..



08.09.2014 21:42 | simurg56

83. birÊz simurg56 min digo qey ew pirtûkÊn em bixwazin an zimanÊ wan kurdÎ be an jÎ li ser kurda hatibe nivîsandinÊ .

em hÎnbûn ku şert ewe ku ewanin bi kurdi hatibin nivÎsandin û wergerin.

niha em werin li ser pirsirikeka dinÊ

te nivÎsiye ku ger rojeke em pirtûk ji te re bişÎnin. lê binin lÊ ger ,şandin, em ev çi peyvin mr. simurg56 .niha ez jÎ zanim sibe ÊvarÊ pirtûk nayîne xwestinÊ ,ez mafÊ xwe dixwazim .hûn rabin bêjin na biro şandin li ser xwestina me maye ez ji wera vînÎ dişÎnim http://inciswf.com/sax%C4%B1.swf ez sarpimolenime .

min doh êvarÊ radyohevî da stranek guhdarkir

hema digotin azÎzim azîzim gelo yekÎ vÎ stranÊ nasdike heye tirşikÊ da



12.09.2014 15:24 | sarpimoleni

84. nivîskarên ji wanê, dikarin qala navçeyên edremît, ipekyolu, tuşba û ercişê bikin? mirovên wan çilo ye?(EV CARA EWIL E EZÊ LI KURDISTANÊ Û DI NAV KURDAN DE BIJÎM) buhayên malan; çûnehatê bajÊR LI NAVBERÊN NAVÇEYAN DE ÇAWA YE? HEK HUN CIHÊ MIN BANA, HUNÊ KÎJAN NAVÇEYÊ JI BER KÎJAN SEDEMÊ HILBIJÊRTANA?



(bnr: zengilan ji bo kÎ lÊdixin)



14.09.2014 15:44 | biruya hayao miyazaki

85. birêz hevalên hêja, taybetî jî yên moderator, min doh mijarekê vekir û piştî çend xulekan min dît ku mijar winda buye û hingî ku ez lê geriyam min nedît. mijara min vekirî "prof. dr. halise neslihan önenli mungan" bu, ê ku dît bila ji min re rêke.



16.09.2014 20:38 | azadixwaz

86. mijarek wisa nayê bîra min. lê min duh ji bo ku sîstema şopandina nivîskaran û taybetiya kul û derdê çêkim û bixweribînim, min li ser danegehê gelek lîstikan lîst. heye ku min bi xeletî jê biribe, lê bawer nakim.



16.09.2014 23:00 | simurg56

87. kilameke wisa hebû: "îşev çûme nav dika xeberdame bi mirişkan" hwd. gelo kî wê distre?



19.09.2014 13:43 | ervah.azad

88. bersiva pirsa peyama nimro 87:

koma rojhilat - xiringê : http://www.izlesene.com/video/koma-rojhilat-xiringe/5708933



19.09.2014 13:49 | endazer

89. erê welleh ev e. spasî ya te dikim.



19.09.2014 14:48 | ervah.azad

90. ha xiringê xiringê xiringê, xiringê mammanîto!

ev çi ye bi xwedê kî?



19.09.2014 21:26 | azadixwaz

91. bersiv ji bo peyama nimro 90ê:

baş pê nizanim lê ihtimal heye ku navmalî be.. xiringê ji xwe navê keçikê ye..



19.09.2014 21:41 | endazer

92. xiring (rengdêr) di ferhengan de (bo jinan ) spehî, rind,delal, xweşik, narîn... her wekî dîn hatiye gotin



19.09.2014 22:48 | havka

93. piştî ku nivîskariya çomezan bê erêkirin jî peyamên wan weke ya çomezan dixuye û bawerim bi aliyê ne-moderatoran ve nayê dîtin. divê ev pirsgirêk bê çareser kirin û piştî nivîskariya yekê hat erêkirin, divê hemu peyamên wî/wê bên dîtin.



25.09.2014 23:03 | azadixwaz

94. dema çomezek were erêkirin, hemû peyamên wî/wê dikevin weşanê. lê ger di dema erêkirinê de ew kes girêdayî be, heta ji sîstemê derkeve û weke nivîskarek erêkirî têketinê bike; ev peyamên wî/wê yên nû jî wê weke çomez werin hesibandin.



ji ber vê yekê dema nivîskarek were erêkirin, jê re peyamek otomatîk tê şandin ku ji sîstemê derkeve û dîsa têkeve. lê gelek kes guhê xwe nadinê.

(bnr: cookie)



25.09.2014 23:07 | simurg56

95. Gelo enstîtuya kurdî ya stenbolê cemaet, partî, rexistinan re pê têkildar e yan na? Û hebe kîjan?



Û enstîtuya kurdî din re jî agahî yê we heye behsa heman



Spas...



01.10.2014 23:56 | mîr

96. enstîtuya kurdî ya stenbolê girêdayî tzp kurdî ye û jixwe tzp kurdî jî tevgereke bdp/hdpê ye.

yanî enstîtû jî girêdayî rêxistinê ye. jixwe serokê wê samî tan jî nivîskarê azadiya welat e.



02.10.2014 07:01 | simurg56

97. Silav hevalno. Dilxwazîyeke min heye, ez hêvîdar im ku hevalek alîkarî bide. Ez li helbesta Ferhad Merdê ya "Hêviya Azadî" bi nivîsî digerim, gelo bi kesekî re heye?



20.10.2014 13:48 | quşxaneli

98. na .s



20.10.2014 20:51 | mîrekî04

99. dev ji ferhad merde berdin



20.10.2014 22:02 | şêrkux

100. gelek dirêj e, ka wê kî binivîse *



20.10.2014 23:34 | xendekî

101. raste gelek dirêje le min got belkî hevalekî bi kurdÎ nivÎsÎ be



21.10.2014 02:18 | quşxaneli

102. ez dixwazim malperek pirtûkan vekim. gelo pêşniyarên we bo domain ê heye?

ên min www.pirtukakurdi.com an jî www.pirtukenkurdi.com in. hun çi difikirin.



22.10.2014 00:38 | berxweda

103. ji bo hevalê @berxweda

gelo pirtukurdî.com an jî pirtukkurdî.com çawa ye?

her wiha pirtuk.us, pirtuk.biz, pirtuk.tv jî dikarî bistînî.

weke pirtuk.clup, pirtuk.center, pirtuk.media domainên taybet jî hene.

heke mebesta te firotina pirtûkan be pirtukshop.com jî xweş e



22.10.2014 19:34 | oxir

104. pêşniyara min kurdipirtuk.com e.ez dibêjim qey ev domain bi lêgerînên google'ê hêsantir tê dîtin.



www.pirtukenkurdi.com jî tişteke xweş mîna ye.



22.10.2014 19:54 | bayesar

105. TEVLÎHEV E.



23.10.2014 14:34 | seydayê_peyvan

107. gelo pepûle tv tenê li mala me xera bûye?



26.10.2014 19:34 | simurg56

108. na xêr keko, bi qasî 2 hefte ye ku li mala me jî tune ye, jixwe min niha peyama te dît pê werqilîm ku ne tenê ya min çûye



26.10.2014 21:12 | ferhenga şikestî

109. lê li ser malpera wê weşana wê didome. mirov dikare bi komputerê lê temaşe bike lê êdî li tvyê dernakeve.



26.10.2014 21:18 | simurg56

110. ka bila yeke xêrxwaz ji min re bêje.. di twitterê de navê bikarhênerî divê herî kêm çend tîp be? ango sînorkirineke bi vî rengî heye an na? ger ku hewce be pirsa xwe zelaltir bikim. Min 2 hesabên twitterê hebû. Yek jê ne çalak bû bi navê oxir û ya din a çalak bi navê oxiro87 bû. Min dûh bişev hay ji hesabê xwe yê ne çalak çêbû. Vêca min go ez navê bikarhênerî biguherim yê çalak bikim oxir yê ne çalak jî bikim tişteke din. Min pêşî oxir kire quzulqurtek pişt re min xwest ku di hesabê din de navê oxir bikarbînim lê belê min kir û nekir biserneketim.Di asta kontrolkirinê de disekne û wilo dimîne. Dema ku bêyî kontrolkirinê pêl enterê dikim jî "%{field} must be more than 4 characters" ev gû derdikeve. Vêca ka bêjin derdê vê jehrê çi ye?



04.01.2015 08:49 | oxir

111. wa te bersiva xwe xwebixwe daye * gotiye "divê navê te ji 4 tîpan bêhtir be". navê te yê "oxir" jî çû bihuşta nava..



04.01.2015 13:35 | berxweda

112. nexwe ez him ji dêrê bûm him ji mizgeftê..



04.01.2015 14:13 | oxir

113. Hevalên ezîz. Bi lez hêviyeke min ji we heye. Ji bo dibistana bêrîvan a ku li Cizîrê îsal vebûye û yek ji sê dibistanên kurdî yên pîlot e. Îcar ji bo li ser qernayên wan ên donemê rewşa wan binivîsin alîkareyek xwestin. Ji bo zarokên pola yekem jixwe not nîn in tenê ast hene yanî di çi astê de ye mirov wêna diyar dike. Îcar sê ast hene.

1) Divê pêş bikeve

2) Baş

3) Serkeftî

Ya ji me dixwazin şûna asta yeka ango "divê pêş bikeve" mirov dikare çi bêje.? Helbet divê ne tişteke neyinî be. Heta ji me bê bila yek peyv be. Mesele em dibêjin qels lê ji ber ku di peyva qels de hindik be jî dîsa hinek neyinî heye. Îcar mirov dikare çi bêje. Di ya tirkî de jî "geliştirilmeli" derbas dibe. Ne werger lê tişteke resen kurdî em peyda bikin wê gelek baş be?



21.01.2015 11:20 | xendekî

114. (bnr: hîn peya ye)*



21.01.2015 14:18 | mergehez

115. (bnr: kêm)

(bnr: bikêmasî)

(bnr: ne bes)



21.01.2015 22:35 | simurg56

116. @113

bila wusa be:



3 Zêr

2 Zîv

1 Mefteq



21.01.2015 22:43 | mîr

117. @113

Yan jî wusa be ;)



3 çeppik

2 Ecêb

1 Reşşik



21.01.2015 22:47 | mîr

118. @113

Yekî din



3 Kêvrûşk

2 jûjî

1 kûsî



21.01.2015 23:10 | mîr

119. gelo kurdiya "masturbasyon" çiye? li herema qerejdaxê dibên "liberxistin", lê heremên din jî pir meraq dikim *



23.01.2015 19:03 | rûbar payîz

120. di tuwaletê de ya rênas jiyanî de ji bo wî yê masturbatioê dike dibêje bixwexweşanî.



23.01.2015 19:44 | xendekî

121. Ji bo pirsa xendekî; bêbiryar an jî bargiran;)



25.01.2015 16:36 | azadixwaz

122. Gelo kîjan rast e?

1-ez fikirîm

2-min fikirî



27.01.2015 20:41 | bayesar

123. @122 ez fikirîm



27.01.2015 20:45 | berxweda

124. Spas berxweda.lê mirov bi nesneyekê bikarbîne çawa dibe? mesela:

1-ez ew fikirîm

2-min ew fikirî



27.01.2015 20:56 | bayesar

125. ez wê fikirim.



ez te fikirîm

tu wan fikirî

ew me fikirîn

em wê/wî fikirîn

hun wan fikirîn

ew min fikirîn



27.01.2015 21:03 | berxweda

126. Qasî ez dizanim di kurdî de dîftong hebek e (xw) Ev çax çima van peyvên li jêrê wusa tê nivîsandin.



Spas – sipas (sp)

Stêrk – sitêrk (st)

stran - sitran (st)



Dibe ku mînakên din jî hebe lê a niha nayê bîra min



Sp û st li vir a mîna dîftong tê bi kar anîn?



30.01.2015 23:14 | mîr

127. "Em bihêz tevlî meşan bibin" navê nûçeyeke anfê ye. ez nakevim naveroka nûçeyê. gelo ev sernav ji bo we tiştekî îfade dike? ya li min tenê xerîb tê?



01.02.2015 13:40 | berxweda

128. (bnr: heval li bin mijara têkildar de binivîse) *



01.02.2015 16:34 | azadixwaz

129. Di serê belgefîlma dîroka ji agir de muzîkek lêdide. Gelo ev muzik ya kê ye?



23.02.2015 01:37 | mergehez

130. mijara ku bûye cihê lêgerîna stranan.

@129, mixabin nizanim.



23.02.2015 20:18 | simurg56

131. (bnr: sîmurg ji me re forumekê çêke)



24.02.2015 00:29 | mergehez

132. Ez ji mûzîka rockê hez dikim. Lê ji mûzîkên di destê min de ne betilî me. Ji xwe re dengên nû û playlîstek nûpûnû digerim. Haa ez ji stranên hit jî hez dikim ên biyanî. Sibehî zû xweş e guhdar kirina wan.

Gelo tu kes heye ji min te playlîstek pêşniyar bike ku ez daxînim ??

Ji niha gelek spas dikim ..



07.03.2015 13:48 | brusk56


134. Û playlîsta mergehezo nançû

(bnr: playlîstek ji derdora newala waweylê)



07.03.2015 13:55 | xendekî

135. yên hît:

Faydee - Can't Let Go

Kadebostany - Castle In The Snow

Daft Punk - Get Lucky ft. Pharrell Williams

Maroon - Animals

Milk & Sugar - Canto Del Pilon ft. Maria Marquez

Akcent feat Sandra N Boracay

Carlprit - Fiesta

Gabry Ponte - Beat on my drum

Gym Class Heroes - Stereo Hearts

its my life - bon jovi

ItaloBrothers - This Is Nightlife

Surisan - Where have you gone

Jason Derulo - Breathing

Kat DeLuna - Wanna See U Dance

Knife Party - Bonfire

Lana Del Rey - Summertime Sadness

Marc Anthony - Rain Over Me

Nicki Minaj - Starships Explicit



07.03.2015 17:00 | simurg56

136. gelek spas ji bo agahdarîkirina jovan bervaj



15.03.2015 13:34 | ceso

137. gelo mariv çawa dikare kesên ku marivî dişopînin bibîne?

yanê şaş fêm nekin, ne ji ber tiştekî, bi qewlê bavê min menfexet dînyasî ye, ez ê jî li gor wêya xelkê bişopînim*



26.03.2015 23:24 | ferhenga şikestî

138. (bnr: tu min bişopîne, ez jî te)



26.03.2015 23:41 | xendekî

139. (bnr: nivîskarên tirşikê hev dişopînin)



vêga taybetiyek wisa tune. lê pêkan e. sedema tunebûna wê ew e ku min nezanî ka hebe baş e an na. ger bê xwestin dikare were kirin.



27.03.2015 19:19 | simurg56

140. ji hemû tirşikvanan re silavê xwe dişînim. ez pir dixwazim zanîngehekî li başûrê kurdistanê de xwendekar bibim lê pirsgirêkekî min heye ez rê û rêç nizanim ku çawa bigihinim xwe li zanîngehan kurdistanê. ger di nav we de kesekî rê û reç dizane ji kerema xwe re ji min re alîkar bibe.



27.03.2015 19:28 | remlavêj

141. Merheba li vir de kes heye gelo?



27.03.2015 19:44 | remlavêj

142. (bnr: #takipedenitakipederim)



27.03.2015 20:21 | ceso

143. @remlavêj eger tu li derveyî welat bî divê tu bikevî ezmûna "yös"ê. bi qasî zanim ezmûna yösê ne dijwar e û bi puanê ku tu bi dest dixî dikarî di nava du salan de ji xwe re beşek hilbijêrî, ez ne xelet bim sala pêşî perwedeya tirkî didin û ez ne xelet bim divê tu îngilizî zanibî dîsa jî yên çêtir zanibin bila ji kerema xwe re agahiyan bidin



27.03.2015 20:38 | ceso

144. Ez tirkiyê me û hewceyê ezmûnan yös û ygs û lys tune ye. Tenê xelasnameya lîseyê bes e. Lê ez çawa bikevim têkiliyê ez wî nizanim. Disa jî spas kekê.



27.03.2015 20:46 | remlavêj

145. di vê videoyê de straneke soranî lêdide..

ji duh meh zêdetir e ku ketime li pey vê stranê lê min çi jî kir bi ser nebûm

kesên ku vê stranê dizanin bila ji bo qedrê xwudê bibêjin



Here lînkê



03.04.2015 22:41 | ferhenga şikestî

148. gelo ji wan hevokan kîjanê rast e:



Rewşe te çîye?

Rewşe te çane?



05.04.2015 13:14 | ervah.azad

149. ya rast: rewşa te çawa ye?



05.04.2015 13:24 | simurg56

150. (bnr: tu bi çi rewşê de yî)



05.04.2015 13:26 | ferhenga şikestî

151. careke dî dipirsim kes strana ku di vê videoyê de tirşik forûm/63805 lêdide, nizane?

(bnr: hêvî simurg56 e:))



05.04.2015 13:41 | ferhenga şikestî

152. ferhenga şikestî, willeh min nedît. min hemû şîroveyên din bin vîdyoyê de jî wergerandin tîpên latînî lê li wir jî nanivîse. min gotinên stranê jî di googlê de gerand derneket.



05.04.2015 13:54 | simurg56

153. hama xwudê ji te razî be patron, hewldana te jî besî min e heyra*



05.04.2015 13:58 | ferhenga şikestî

154. gotinên strana li jorbehs hatî kirin min jî (yên min fêhm kirî) li hinek deran geriya lê bawerim hebe jî bi tîpên erebî hatine nivîsîn loma tu encam derneketin. hêvîji tirşikvanên ji başur...



05.04.2015 14:17 | azadixwaz

155. destbirako bise ka ez herim Amedê (niha li Cizîrê me) ez ê hewl bidim ka ev kîjan stran e, û gotinên ji te re peyda bikim. lê hinekî sebir bike *



05.04.2015 14:30 | xendekî

156. xwudê ji we tevan razî be yahû, tê heye du meh e ku min hêş û aqil xwariye li pey şopa vê stranê*



05.04.2015 14:31 | ferhenga şikestî

157. Ji "rewşa te çawaye?" bêtir îfadeya "tu bi çi rewşê de yî" bi min hişkurmancîtir hat.



Sipas ji herudu kekê min re.



05.04.2015 15:45 | ervah.azad

158. ez peyvên wê strana bi tîpên erebî li google û duckducgoyê geriyam, lê encameke jî derneket. min jî gelek meraq kir, ka navê wê çi ye, ecêb!



05.04.2015 16:41 ~16:41 | biruya hayao miyazaki

159. gelo strana min nehat peydakirin? :(



07.04.2015 20:17 | ferhenga şikestî

160. ez bawerim koma bêsinor disitrîne lê navê stranê nizanim.





07.04.2015 20:22 | remlavêj

161. destbirako min nego bihêle ez herim Amedê ez ê ji te re her tiştî derxim.

Niha min navê stranê û navê stranbêj dît, ez ê gotinên stranê jî ji te re bişînim.



Stran strana Çiya medenî ye navê stranê jî rojava ye.



Çiya Medenî - Rojava



07.04.2015 22:14 | xendekî

162. naxêr remlavêj ne ew e..spas..

yahû xendekîmin navê camêr û stranê li ser googleyê da ber pirsan axirê tiştekî jê derneket:/



07.04.2015 22:22 | ferhenga şikestî

163. erê tune ye, di youtubeyê de jî nîn e. ka bise hinek din jî sebir bike ez ê ji te re gotinên wê jî peyda bikim *



07.04.2015 22:25 ~22:26 | xendekî

164.





Facebooka Chia Madani: Here lînkê



07.04.2015 22:27 ~22:45 | remlavêj

165. (bnr: xendekî) yahû tu camêr î, zilam î bi xwedê!!!

çepik çepik çepik!!*

dema werim amedê bi navê sir û seqemê ez ê cigera herî xweş ya amedê û qehweya herî xweş ya amedê bikim îkramî te bijî bijî*



07.04.2015 22:29 | ferhenga şikestî

166. @remlavêj te çeppikek kurdewarî ji min stand ;) û xendekî tu jî



07.04.2015 22:36 | ceso

167. ez jî weke tirşikvanekî ji bo ked û hewldana wî sipas dikim. ez jî hema hema qasê ferhenga şikestî kêfxweş bum. destê te sax be birako!



07.04.2015 22:38 ~22:41 | azadixwaz

168. piştî lêgerîna min a wê rojê, kurmekî tuj di hundurê min de digeriya. welle tu ji min jî tu çepikekî dilgerm histend. mala te ava *



07.04.2015 22:46 ~22:46 | biruya hayao miyazaki

169. ez saetekî ye li binê mijara nijadkujiya ermenan dinivîsîm û min ê tam nivîsê bi rê bikirana lê tirşik ez ji malparê avêtim û nivîsa min jê çû. niha dikim bigirîm. hewar e lawo... ez jî ketim ber bayê komkujiya tirşikê.



12.04.2015 21:55 | ceso

170. ji ceso re: ger nivîsandina ye zêde dem girtibe, carina tiştên wisa dibin. lê bêyî ku tu bikevî kelecanê, te tenê pêl bişkojka "back space"/vegere bikiriya ez dibêm wê nivîs dîsa derketa pêşberî te. helbet ev girêdayî geroka înternetê ye jî. lê di chrome browserê de wisa problem çênabe.



12.04.2015 22:17 | simurg56

171. haya min jê heye lê bextreşiya min ew e ku ez bi tabletê ketibûm tirşikê*



12.04.2015 22:26 | ceso

172. hevalno dostno ji min re alikariya hevalekî dimilkîzan lazim e. Dê nêzîkî 50 gotin û peyvan ji kurmancî wergerîne dimilkî. Di nav van gotinan de tenê yeka dirêj heye nêzîkî 50 kelîmeyan dihewîne. yên din kin in ya herî dirêj 18 kelîme ye û nêzîkî 15 heb jî tenê kelîmeyek e..

Alîkarî hevalno...



15.06.2015 00:49 | mergehez

173. soranî yan zazakî ji kurmancî re nêzîktir e, kîjan ji we re sivik tê bi rehetî fehm dikin?



21.06.2015 00:32 | mîr

174. Di facebooka kurmancî de. Ji bo "check-in" dinivîse ? Yanî wergerê "check in " çi ye ?



21.06.2015 20:23 | endazyar

175. ji bo check-inê em dikarin bibêjin "qeyda têketinê"



21.06.2015 21:03 | simurg56

176. roja we bi xêr tirşikvan'ino. hal? hewal? kêf? rewş?



07.07.2015 00:05 | hola êzîda

177. welleh mixabin van salan rewş û halê me girêdayî rewşa serê sûrî û iraqê ye.

carina em pir kêfxweş û serbilind in carina jî tama jiyanê namîne.



07.07.2015 00:08 | simurg56

178. erê bira, weleh tu rast dibêje. derd û kul bê dawî ne, bê derman e, toxtor hekîm bê çare ye, birîna me kûr e, derdê me pirrin, birrekvan dixwaze koka me bibirre, em bi kurmên darê ketin, em ber wan nagihêjin, îcar ka werre birrekên dijminan bişkenîne, welleh zor e, zehmet e



07.07.2015 00:18 ~00:20 | hola êzîda

179. (bnr: wey li min, wey li min)



07.07.2015 01:02 | azadixwaz

180.



Here lînkê



08.07.2015 00:16 | hola êzîda

181. Hevalno peyama min nivisîyê yê (bnr: ellah sehergaha ezel) di lînkê de pirsgirêk derket yê jî fêhm bike dikarî alîkarî bide



19.07.2015 23:39 | ronahî

182. pirsgrêkeke çawa?



19.07.2015 23:40 | ferhenga şikestî

183. Min peyam nivisî lê link venabe



19.07.2015 23:42 | ronahî

184. berê moderatorên trişikê dikarîbûn entryên nivîskarên dî yên tirşikê sererast bikirana lê niha patronê me bûye wekê patronê nû yê ekşiyê kanzuk û li me hatiye xezebê lewma niha em nikarin sererast bikin

ronahî ji kerema xwe re entrya xwe jê bibe careke dî biceribîne



19.07.2015 23:43 ~23:44 | ferhenga şikestî

185. Tmm spas



19.07.2015 23:45 | ronahî

186. (bnr: pênas)

Hevalno lîstikeke min heye lê min naveke xweş jê re nedîtiye heta niha. Listik wiha ye:

Mesela di asta hêsanê de 16 heb bûton hene û di binê her bûtonê de peyvek heye. 8 heb peyvên cot hene. Divê meriv wan bibîne. Mesela rast-çep divê li dû hev bên dîtin. Tirkî: eşleştirme

fikra min 'lîstika cotkirinê' ye lê bawer im navek din a xweştir heye. We got çi hevalno?



21.07.2015 22:00 | mergehez

187. (bnr: lihevanîn)

(bnr: min dît)

(bnr: wekhev-î)

û hevalê hêja te mijareke cuda vekira wê çêtir buya.



21.07.2015 22:43 | azadixwaz

188. (bnr: alîkarî)

xwişka min zanîngeha batmanê qezenç kiriye. dixwaze here lê ez naxwazim. ji ber ku beşa wê bi ya min ne tu beş e. aliyê din him ew zanîngeh ne tu tişt e him jî halê bajêr ji bo xwendina zanîngehê ne yê xwestinê ye.. ez dixwazim ku tirşikvanên êlihî bira hinekî qala bajarê xwe bikin. heger tirşikvanên ji wê zanîngehê hebe, wê çêtir be. dibe ku ez dikevim pêşdaraziyê..



ka xwendekarek keç li wir dikare yan na?



24.07.2015 12:23 | biruya hayao miyazaki

189. ez ji amedê me lê gelek caran çûme batmanê, jixwe ji xeynî çend zanîngehan -ku yên baş li tirkiyeyê ne- tu zanîngeh ne baş e lewma hewce ye mariv bajêr bikole

batman ne xerabe bi tenê bêhna petrolê tê hew*

ma çima keçik li vî bajarî nikaribe? heyret birsey yani...

nîvê bajêr jin e gelek keçik hene, gelek xwendekarên din hene çima ew dikarin, xwişka tr nikare? bajarên xwe ewqas jî piçuk nexînin eyb e.

madem hûn ne razi ne herin baş bixebitin û biçin stenbolê yan jî enqereyê



24.07.2015 12:42 | ferhenga şikestî

190. @189 ma heval te jî çi kir lo.. tobe elah..



24.07.2015 12:58 | biruya hayao miyazaki


192. piştî tercîh kir û tercîhek hat ez bim êdî vegera wê nîn e, ji ber ku heke tercîh hat û tu neçî sala dîtir ji puanê te yê dîplomayê tê nîvî dikujin, ev jî derdora 20 puanan e. batman ne ciheke gelek xirab e jî. saleke din heke bikare 20 puanê kêm bibe û hinek puan din jî lê zêde bike (ku ev tişteke pir zor e) bila neçe. ez bim bila here, oxira xwe xêr'ke.



24.07.2015 15:16 | xendekî

193. lîsekeke qirêj bi shorbevan tê lîstin. hêzên tarî bandorê li shorbevan kirine ji bo ku bibe dijminê hola êzîda. em gereke neyên vê lîstikê. em gune ne.

bi taybetî gerek shorbevan van lîstika fam bikira, lê mixabin ew ji aliyên kesên din li hemberî hola êzîda hat tûjkirin. em hêvî û daxwaz ji hemû tirşikvanan dikin ku hişiyar bin li hemberî pîlan, komplo, lîstik û hesabên hêzên tarî û îstîxbarata kesên ne diyar. herkes li xwe û herkes li shorbevan miqate bin. gerek shorbevan ji hemû peyamên taybet yê jê re tên zû zû bawer neke, ewilî ji xwe bipirse ka hela niyeta wan çi ye, ev di xizmeta kê de ye û ka eger ez dijmintiya hola êzîda bikim, çi kara wî tê de heye, hola êzîda êzîdiyek belengaz û bêkes e, tiştekî wî tuneye xwe bispêre, bê sitar û bê cîh û bê heval; dijminê wî ji berê de gelekin û pir xirabin îcar gerek meriv bipirse ka eger meriv er wî da here dê çi kar bi, meriv ser wî da neçe wê çi zerar hebe. dimin ji berê de fam kiriye û bi pîlana divide et impera yanî parçe bike û desthilatdariyê bike, îcar bi rastî bes e ji meriv re jî êdî.

eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek, û eger em bibin yek emê herin bi yekcarî, ha tu yek bi yek çû, ha tu bi yekcarî çû, firqî çi ye îcar ji bo xwedê yaw? na lo/lê. em ne yek bi yek û ne jî bi yek carî diçin, em ê an yek bi yek bên an jî bi yekcarî bên, yanî çawa be jî emê bên. yanî tiştê ez dixwazim bêjim ev e, dev ji sloganên nîv-felsevî berdin, ti aqil û mantiqek kûr tê da nîne, tenê xemilandina zimên e, îcar ziman heta niha tenê huner bû yî bi rastî jî kurmancî xwedî hunereke mezine, lê mixabin di warê zanistî û aqil de kêmasî hene, êdî bese ji mere, emê heta kengî li teneka xin û bireqisin û lotika bavêjin, ez êdî ji helbest û cîrok û civanok û nizanim quzzilqurt têr bûme, êdî ew nema fêde dike. dinya çûye ser hîvê û em hîn nuh bûne bajarvan, gerek êdî gavên din jî bavêjin.



24.07.2015 15:49 | hola êzîda

194. (bnr: formata forumê)



24.07.2015 15:51 | ferhenga şikestî

195. ez çimonc şîna zazakî bonder biba? çira ind zaf grammerê zazakî est ê çira? sereyê min bî gebol...



22.08.2015 22:24 | bayesar

196. Pirseke min ji te re heye tirşiko! Hinek peyam ji telefona min nîvçe dixuye gelo çima? Di heman rupelêde hinek peyam normal dixuyin û carna hin jî weke ku hemu nivîs lê cih nebe di her rezikê de çendkî peyv naxuyên. Çima tirşiko ji min re bêje?



06.09.2015 17:12 | azadixwaz

197. îlahiyek bi kurmancî hebû, ez ne xelet bim yekî bi navê bîlal digot, navê stranê nizanim lê ihtimal e ku îslama min be



xwezî li bajar û gunda bilbilê te bixwenda

qet ne eyb û ne fedî winda ye îslama min



ev herdu ristên jorîn di bîra min de mane ji gotinên îlahiyê..



li ser netê min kir û nekir bi ser ve nebûm an bi qewlê colemêrgiyan lê hilnebûm (îlahiyek bi navê îslama min ji dengê yekî bi navê bîlal heye lê ew îlahî û ev îlahiya ez lê digerim ne yek in)



min dît; niha li ser netê bi çend keywordên nû cardî min şop li pey vê strana serwinda gerand û mala xwudê ava vê carê bi ser ve bûm, navê stranê îslama muhemedî ye û ciwanek bi navê muhemed nur dibêje; https://www.youtube.com/watch?v=PVJiOLvusFo



10.09.2015 00:46 ~00:52 | endazer

198. ya rastî û ji bo ne derew be, ez dixwazim mijarên giring binivîsim lê divê ez û tirşikvan û birêveberiya tirşikê li hev bikin û herwiha jî divê hûn alî min bikin.

ya dî birano! tiştên xweş, giring û tijî zanîn binivîsin, tiştên xweş û hêja biçepikînin bila mirov bi çêj û tama tirişkê bihese



11.09.2015 23:40 | dijber

199. Bi rastî eger jêbirina peyaman dewam bike ez ê dest ji tirşikê berdim. Xweş e yek peyamên we jê bibe?

Eger tirşik platformeke azad be, naxwe her kes çi bixwaze dê binivîse.

Wek mim got reform ji bo tirşikê şert e, bila nivîskar piştî 20 peyaman bên bijartin, ne hema çi kes bi kurdî(xwedêgiravî dizane)bizane dê bine nivîskar.

Bira hûn ço dikin? Ez dizanim rêveberî zehmet e lê bilq edalet û prensîp hebin û diyar bin û xwedê bike xwediyê tirşikê bi xwe be, ne li gorî wan rêbazan tevbigere, dê neyê qebûlkirin.

Ma qey ez wisa tund û hişk im, lê ji bo tirşik xweş bibe, bo teşqîqkirina fikirîn û fikirandin û xwendinê ez xwe wisa dikim û min misyoneke dijber daye xwe ku heta ji min were ez ê dijberiya fikirên heyî bikim ta ku em bikarin bi çavekî din li meseleyan binerin.



16.09.2015 17:12 | dijber

200. haya min ji meseleya jêbirina peyaman tune.

ger peyamek bêedalet hatibe jêbirin, vegera wê heye. tenê bi min re bikevin têkiliyê û em kontrol bikin. an bi riya peyama taybet an jî bi riya Here lînkê



16.09.2015 21:17 | simurg56

201. kek dijber tu bixwe di entryeke xwe de dikevî nakokiyê hem dibêjî bila kî çi dinivîse bila binivîse hem jî dibêjî bila prensîb hebe, jixwe ji ber ku prensîb hene peyamina tên jêbirin*

tirşik platformeke azad e heta cem xwudê bawerî pê azadbûna wê tînim lewma ye ku têde dinivîsim, lê di heman demê de formateke wê heye divê meriv baş têbigihîje ez bawer im cenabê te li ser formatê serwext nîn e. bi slogana 'kî çi dinivîse bila binivîse' nabe ger wisa bûya navê wê ferhenga înteraktîv nedibû, dibû tirşik forum. ha dibe ya ber dilê te forumek be lê li vir ne forum e heyra.

ez nikarim xwe di sosyal medyayê de rabigirim lewma êdî tu hesabê min ê sosyal medayê nîn e min teva betal kirin. ger behsa forumê bikî jixwe rewşa foruman ji faceyê jî xirabtir e. di foruman de surkulasyona zanînê nîn e xelk û elemê hew dijmînê dêya hevudu didin ew jî ne li gorî me ye ez bawer im. .

tişteke dî ku ez pê eciz dibim hama formata tirşikê û gotinên nivîskarên wê hesabê yekî/ê re nayê radibe gef li me dixwe, dibêje ez êdî nanivîsim. ma ev çi ye heyra? baş e nexwe ez jî bêjim serê pozkê we xwar e loma ez êdî nanivîsim! wilo nabe divê meriv tehemul li hevudu bike û di nava sînor û çarçoweya formatê de toleransê nîşanî hevudu bide.

tirsik ji bo mirovên me yên ku dil dikin emelên xwe bêyî minnet û teşqeleyê bi kurdî bikin, şansek e divê em vê yekê jî zanibin û hew



17.09.2015 00:19 ~00:21 | ferhenga şikestî

202. keko, eger bi formatê nizanibe çawa dibe nivîskar? mebesta min ji prensîp, rêbaz bûn? anku eger île li gorî formatê be, bila tenê entryên ne li gorî formatê jê herin ne yên "heqaret"an dihewînin.

hûn ê min bikin nivîskar lê ez ê li gorî kêfa we binivîsim, na bira! wisa be ez nanivîsim, ev ne tehdîd e, ev mercê min ê nivîsînê ye.

Kî çima peyaman jê dibe? eger sedem format be, bibêjin ta ku em fêm bikin ku format e, lê eger wisa be, çima ew kesê nizane bi formata tirşikê bûye nivîskar?



17.09.2015 00:30 | dijber

203. ji ber ku formata tirşikê tiştekî nû ye di nava kurdan de pirrî nivîskaran dema nû qeyda xwe çêdikin qet hay ji formatê nîn in, hêdî hêdî hînî formatê dibin.

heqeret bixwe jî derî formatê ye lewma tên jêbirin. ji du sal bêtir e di tirşikê de dinivîsim ji saleke zêtir e jî moderator im heya aniha min bi tenê çar-pênç peyam jê birin. tev jî heqeret bûn.

îroj min peyamek jê bir, nivîskarek ji bo hdp'yiyan û pkkyiyan gotibû pinc yanê bêjî. ma keko ev ne heqeret e? ne çêr e? wê piştre jî yek rabe jê re bêje bêjî tu yî û dûre heta dêya hevudu jî bêjin (ji vir sê meh berê tiştekî wilo qewimîbû lewma ne zehmet e meriv siberojê fêm bike)



17.09.2015 00:36 ~00:37 | ferhenga şikestî

204. Ez ê herim malê.

Ew ê herin mizgeftê.

Lê ez ê nerim.



Di gramerê de ji bo "ê" dibêjin çi?



20.09.2015 01:12 | mergehez

205. ji bo peyama 204; qertafa dema bê, bi tirkî -ecek, -acak, bi îngîlîzî; will/shall



20.09.2015 01:13 | endazer

206. (bnr: pirtika dema bê)

(bnr: pêşpirtika dema bê)

têbînî: amraza dema bê jî tê gotin ku pêşî nehat bîra min: pirtik husein muhamed bi kar haniye, amraza samî tan, niha nayê bîra min bê kesî din bi kar haniye yan na.



20.09.2015 01:15 ~01:29 | dijber

207. bila nivîskarên ne çomez bikarin nivîsên çomezan bibînin ta ku ew jî binirxînin.



22.09.2015 15:12 | dijber

208. gelo sînorek ji tirşikê re heye? yanî ez bibêjim 4984765839 (wek mînak) bên nivîsîn, dê tirşik nema vebe yan jî dê zêdetir pere ji tirşikê bên xwestin?



23.09.2015 21:18 | dijber

209. Ji ber ku danegeha tirşik microsoft sql server e her danegehek 10 gb dane digire. 10 gb zûbizû naqede. Biqede jî dê du heb danegeh bê bi kar anîn. Hejmar ne mesele ye yanî. Mesele qalîteya peyaman e!



Nîşe: min bi texmîn got sql. Belkî tişteke din be jî. Lê zêde ne mesele ye..



23.09.2015 21:24 ~21:25 | mergehez

210. sînorên tirşikê tune. lê sînorên pêşkêşkera (server) wê hene. aniha ji bo tirşikê xizmeta ku em dikirin, bes e û zêde ye jî. lê weke mînak ger her roj şûna 20-30 kesan 2-3 hezar kes têketinê bikin, an jî rojê 100-200 pirtûk ji danegeha wê were daxistin an jî her deqe 50 kes li radyoya tirşikê guhdar bike, îhtîmalek mezin wê tirşik bikeve tengasiyê û nekare vebe.



ger tiştek wisa çêbe, em ê wê demê pereyek zêdetir bikin û xizmetek çêtir bikirin. mesele ev e.



edît: erê danegeh sql e û aniha bi qasê 60 mb e.



23.09.2015 21:27 ~21:29 | simurg56

211. ê naxwe ji bo çi peyaman jê dibin? ez dixwazim vê bibêjim:

eger yek " dibjer" di şûna "dijber" de binivîse û nizanibe ku rastiya wê dijber e, ew tê wateyê ku hinek rastiya wê nizanin, bila ew nivîsa şaş bimîne û ji xwe tirşikvan li bin wê ya rast dinivîsin û beralî dikin.

herwiha ew serrastkirinên li jêrê fikireke baş didin xwendevanî.

lê hûn çêtir dizanin.



23.09.2015 21:36 | dijber

212. Hevalno ez dixwazim xwe bigihînim endezyarên kombersê yên welatperwer lê ez nizanim bê ez ê çawa xwe bigînim wan an jî bi tiştekî çawa wan bigihînim xwe. Gelo hûn dikarin riyekê li ber min bixin?

Dixwazim komekê çêkim û bi wan re projeyan li ser kurdî û kurdayetiyê çêkim. Gelo li gorî we ev pêkan e?



24.09.2015 03:51 | mergehez

213. projeyên çawa?



24.09.2015 03:52 | dijber

214. Weke mînak:

- ji bo hevoksaziya kurmancî

- sepanên li ser çand û zimanê kurdan

- ji bo hêsantirkirina jiyana kurdan li ser mijarên cuda sepan û bername filan..



Jixwe heke ku kom bê afirandin dê li ser projeyan bê axaftin. Helbet em ê dest bi projeyekê bikin..



24.09.2015 04:05 | mergehez

215. Di beşa filmande filma min lê zêde kirî, ne weke min lê zêde kirî lê weke ku yê lê zêde kirî nediyar dixuye. Nizam çi pirsgirêka pergalê bi min re heye le what if wisa dixuye.

Here lînkê



26.09.2015 11:24 | azadixwaz

216. Bila kesên ne tomarkirî jî kul û derdên xwe binivîsin ta ku em jê re bibin derman.

Bi min eger tiştekî wisa pêkan be dê baş be.

Herwisa gelo awayek hebe ku kirov bikare nivîsan di twitter û facebookê de bi awayekî otomatîk belav bike li gel beşekî ji peyamê ta ku zêdetir bigihê mirovan û meraqê bi xelkê re çêke ku bixwînin.

Gelo hûn tirşikê nafiroşin?



11.10.2015 17:02 | dijber

217. Gelo hûn tirşikê nafiroşin?



15.10.2015 20:49 | dijber

218. na em tirşikê nafroşin.

ji ber ku ne em xebata tirşikê ji bo pereyan dimeşînin ne jî em ji tirşikê kerixîne ku xwe jê xelas bikin.



lê ger hinek bixwazin ferhengek din ya kurdî vekin, dikarin vekin. û ez jî dikarim alîkarî bidim.



15.10.2015 21:07 | simurg56

219. ya rastî ez tiştekî nêzîkî tirşikê lê ne bi temamî wek wê di serê min de heye lê nizanim dê çiqas pere lê biçin *

spas hêvîdar im rojekê tirşik bi qasî googleê buha bibe



15.10.2015 21:35 | dijber

220. ger ji bo malperek weke tirşikê, di destê we de nivîsbariyek/programek hebe, mesrefa malperêya salwext bi qasê 500 tl (150 dolar) e.



lê ger nivîsbarî tune be ű hûn wê li gorî keyfa xwe bidin nivîsandin wê mesrefa ya dana nivisandinê li gorî kesan di navbera 1-3 hezar tl de biguhere.



15.10.2015 21:45 | simurg56

221. Pirseke min ji we heye. Lezgîn e..

Heke ku endamê lijneya sindoqekê neyê li ser sindoqê, wê dengê xwe li ku derê bide. Li dibistana ku ewil hatiye diyarkirin an li dibistana ku lê bûye berpirsiyar?



31.10.2015 21:13 | mergehez

222. li dibistana ku ewil hatiye dîyarkirin. ji ber ku dema nehat jıxwe êdî wî mafê xwe wenda dike



31.10.2015 21:15 | simurg56

223. gelo niha encamên gundan û tiştên wisa yên ji me re tên em parve bikin dê zerar bigihê hdpê?



01.11.2015 18:11 | dijber

224. tu zirar tune ye



01.11.2015 18:16 | ferhenga şikestî

225. lê dîsa ji bo silametiya hilbijartinê û ya xwe, eşkere nekî baştir e karê vê dewletê çeqlomeqlo ye hay jê hebe birako*



01.11.2015 18:19 | ferhenga şikestî

226. silav tirşikvanên hêja eger em ji xwe re hinekî biaxivin?

Dixwazim bê henek û bê tirşiktî çend tiştan ji we re bibêjim û nîqaşê li ser bikim.

eger hûn bibêjin erê em biaxivin.

spas



04.11.2015 00:38 | dijber

227. (bnr: erê) *



04.11.2015 00:41 | brusk56

228. spas kek (bnr: brusk56) mirovek hebe jî bes e.

Kêşeyên me kurdan zêde ne û bawer dikim çi kesê di tirşikê de dinivîse, bi awayekî dixwaze (bi kêmasî dixwaze eger neke jî) ku çareyekê jê re peyda bike.

temenê min têra xwe mezin e lê hîn ez dizanim ku ez gelek gelek tiştan nizanim û ez ji we ciwanan hîn dibim û dixwazim hûn jî hîn bibin û xeletiyên min nekin û hewl bidin vê tirşikê ji xwe re bikin dibistanek.

asayî ye ku bandora dafierkeran, bandora çanda wan, fikirên wan, medya wan û hwd li me bûbe û em pê hatibin guhertin.

asayî ye ku em baş bi ziman nizanibin, herwiha asayî ye ku em baş dîroka xwe nizanibin asayî ye ku em baş çand û wêjeya xwe nizanibin û hwd lê tiştê ne asayî ku em nikaribin bifikirin:

mejiyê me hîn milk û malê me ye û em encex eger wî bixebitînin em bikarin rastiyê bibînin:

di şûna hûn hewl bidin ku kêmasiyên xwe biparêzin an jî kêmasiyên rexnegirî derxînin, hewl bidin ku hûn wê kêmasiya xwe serrast bikin û enerjiya xwe ji bo wê bimezêxin dê bi gelekî çêtir be.

balkêş e ku mirîdekî pkk yan pdkê ji yê dî re dibêje binere "pkk an pdkê wisa kir" yê dî hewl nade wê helwêstê rave bike lê vê dibêje "ma ne we jî wisa kir" hûn jî wisa nebin û nekin.

hûn hîn ciwan in û dikarin bibin rewşenbîrên vî miletî lê rewşenbîrin wisa bin ku bi zimanê miletê xwe, bi pirtûkên miletê xwe, bi dîrok û çanda wî mezin bûne.

yana ez ji we re behsa "ku" û "tewang" û "ihtimal" û" îxtimal"ê bikim çi ye û nekim çi ye!!

ez zanîna xwe didime we û dixwazim hûn jî ya xwe bidim min:

ez dixwazim em ji hev fêr bibin û ew rewşa kurdan ya birakuj û xwekuj li vir bikujin:

ji nivîsê netirsin lê xwe li pêş xin jî yana mirov nikare we bixwîne.

şaşiyan bikin û dubare û sêcare jî bikin lê sedcare nekin ji ber wê çaxê mirov dibêje ev kes naxwîne lê tenê dinivîse.

mesele ne ez we biçûk dikim ne jî mezin dikim lê ji vê bawer im ku her mirov eger bixwaze dikare tiştekî ji xwe û miletê xwe re bike.

(bnr: kurdistana xwe di mejiyê xwe de ava bike dê kurdistan azad bibe), (bnr: kurdistana xwe di dilê xwe de ava bile kurdistan dê rizgar bibe)

gele tişt hene ez bibêjim lê bi nivîsên we ez ê hewl bidim tiştin din jî bibêjim:



note: ez van ne ji brusk56î re dibêjim, ez li ser şexsan nasekinim û bawer im xortekî baş e jî lew bila kes nebêje qey min ji wî re gotiye lê wî bersiva min da lewra. spas jê re dîsa.





04.11.2015 00:56 ~00:57 | dijber

229. welhasil elkelam, tiştê ji destê min tê ev e, xwezî zêdetir jî bihata lê nayê.

ez xwe kêm dibînim û li ser kêmasiyên xwe difikirim û dixwazim hemû kurd serkeftî, jêhatî û zana bin lê mixabin em ne wisa ne û di dawiyê em giş kurd in, bindest û bêdewlet in.

ez vê jî ji we re bibêjim û bi taybetî simurg56 di vê tirşikê de ked û xebateke mezin da û tiştekî hêja kir lê mixabin û hezar mixabin bawer nakim tirşik saleke dî xwe li ser lingan bigire.

(bnr: xwedê emrê tirşikê dirêj bike)

(bnr: xeber xweş xeber e lê pîra perçiqî ne bawer e)



04.11.2015 01:07 | dijber

230. dê tirşik her li ser piyan bimîne, kes nemîne jî ez li vir im!



04.11.2015 01:10 | ferhenga şikestî

231. ez vê jî bibêjim berî ku di min de bişkê, eger ez bibînim carekê an du caran mirov berî ku bersiva nivîs an serrastkirinên min bide, çend çavkaniyan bixwîne û ji wir tiştekî bibêje, ez aciz nabim û belkî ez islûbê xwe jî biguherînim lê wek meseleya "ihtimal û ixtimal" gelo çend kesan hewl da li ser peyvê bixwîne û bizane bê çi çi ye?(nabêjim her kes naxwîne lê ez yên dixwînin nabînim), gelo çima min "îhtîmal" nenivîsî lê "ihtimal" nivîsî?

hûn bin mijarê ne bi xwendinên xwe lê bi fikirên bê zanîn û xwendin dadigirin lew ez qanî nabim.

wekî din dijber ne şexsek e, dijber wek hesab hesabekî rexnegir, dijber û berevajî tiştên heyî ye. dixwaze bifikirîne, ne şert e, dijber her rast be lê dixwaze em hînî fikirînê bibin.



04.11.2015 01:14 | dijber

232. (bnr: kes wek min naxwaze ku tirşik bimîne le)



04.11.2015 01:22 | dijber

233. ez çawa dikarim wêneya avatara xwe biguherim ? min nêrî lê nedît lo. ka ji kerema xwe re kesek ji min re bêje *



10.11.2015 23:08 | endazyar

234. bikeve panalê, 'avatar biguherîne' heye di hêla çepê de



10.11.2015 23:10 | ferhenga şikestî

235. gelo mirov dikare bizane bê çend kes di rêya lêgerîna googleê an lêgerîna di internetê de ketine tirşikê? herwiha dikare bizane bê mirov gava li çi digere beralî tirşikê dibe?

wekî din mirov dikare hîn bibe bê trenda lêgerînê di tirşikê de çawa ye? anku mirov gava dikevin tirşikê li çi digerin?

wekî din pirseke din hebû lê min ji bîr kir, hûn bersivan van herduyan bidin belkî ew jî were bîra min.

ha hat bîra min: gelo hûn çima wek wikipediyayê an wikiferhengê versyona otomatîk ya ku bi tîpên erebî derdikeve, li tirşikê zêde nakin, wê çaxê beşên din yên kurdistanê him di lêgerînê de û hin di nivîsên din de zêdetir werin.



15.11.2015 13:02 | dijber

236. 1- erê mirov dikare bizane ka çiqas kes bi riya googlê tên tirşikê û bi lêgerîna kîjan peyvan tên. ji bo vê yekê divê mirov xizmeta googleê ya analyticsê bi kar bîne. ji bo ku leza tirşikê nekeve, berî demek dirêj me vê xizmetê sekinandibû. loma aniha em wan îstatîstîkan nabînin.



2- em qeydên lêgerînên di tirşikê de, nagirin. em dikarin bigirin lê wê kêr çi were nizanim. weke mînak di beşa ferhengê ya tirşikê de qeydên çend lêgerînên dawîn tê girtin.



3- fikrek baş e. em ê li ser wê bixebitin.



15.11.2015 18:33 | simurg56

237. Bila vê carê bersiv hebe ji vê mijarê re mijarên ku dijberî sererast kirine/80111

kekê min, ez dibêjim ku hebe û tune be jî rast e lê eger tu "ku" binivîsî divê tu hevokê temam bikî, eger tu nenivîsî, wek sernivîs dikare wisa bimîne(ne ku hevokeke temam e, lê ji aliyê watesaziyê de dikare bimîne)

anku:

mijarên ku dijberî serrast kirine, ev in..

mijarên dijberî serrast kirine:



îca ez ji te re bibêjim bê ev hevok çawa tê fêmkirin.

mijarên: ji ber ku me "ên" anku veqetandek nivîsiye, naxwe ravek e û divê ravekera wê jî hebe, raveker çi ye? raveker ew tiştê ku raveberê rave dike: anku divê dewama wê wê rave bike, dijberî ew serrast kirine.

mijarên dijberî (ew êdî çû, ji ber li pêşî heye) serrast kirine.

"serrast kiriye, ji xwe nabe, ji ber li gorî rêbaza ergatîvê nabe.

lînk ji serdema neolîtîk de jî mabe, rast be rast e.

welhasil, kêşeyek heye, ku mirov ji ser ya xwe danekeve, ez dibêjim wek te eger tu wisa binivîsî "mijarên ku dijberî serrast kirine" binivîsî ne xelet e, lê wek sernivîs, "ku" tine be, xweştir e. lê tu dibêjî na tu xelet çêdikî gava tu dibêjî "serrast kiriye" îca eger tu ji min bawer nakî, ez nikarim zêdetir rave bikim.

li ser meseleya lêkernavê rengdêr: ew hevokên te:

goştê (ku)xera bûye biavêje

pisîka(ku) pirçî bû mir.

..

binere ez dîsa dibêjim gelek caran "ku" lazim e lê herdem ne şert e. bi pirranî heye lê ne şert e her car bê nivîsîn di hinek rewşan de ne şert e were nivîsîn.

ez bi xwe alîgirê nivîsîna "ku"yê me, lê dibe ku mirov ji bo xwebêjiyê nenivîse.

spas û eger kekê min qanî nebû bila ji hinek pisporan bipirse ji ber texmînen te ji pirtûka "bahoz baran"î xwendiye. dixwazî ji wî bipirse bê ew çi dibêje.







15.11.2015 23:20 | dijber

238. rûlihêf/80126 gelo zayenda vê peyvê çi ye? min mereq kir bê hûn çawa dibêjin, nizanim lew dipirsim.



16.11.2015 00:31 | dijber

240. gelo cudatîyên tîpên "u" "û" çîye ?

kîjan li kuderê tê bi karanîn ?



li min nekenin , ez nizanim.



18.11.2015 13:26 | mijdar

241. (bnr: ceso were bikene)

(bnr: u)

(bnr: û)

(bnr: em jî nizanin)

hinek ziman zanên bîna dijber ev tîp tevlîhevkirine kirine bela serê me..



18.11.2015 13:45 | shorbevan

242. û mina 'u' ya tirkîye. Minak: Uzun (dirêj), su (av).





Çûn. (tr. Gitmek)

Kûr. (tr. Derin)

Bûn. (tr. Olmak)

Gû. (tr. Bok, kaka)



18.11.2015 14:08 | sloujouc

243. Dengê u di tirkî de tune.



Kurmanc

Kurr. (tr. Evlat)

Gurr. (tr. Kurt)

Guhar. (tr. Küpe)



18.11.2015 14:17 | sloujouc

244. gelik spas sloujouc .



shorbevan serê min kir wek şorbê .



18.11.2015 15:12 | mijdar

245. selam hewalno canın



18.11.2015 15:55 | qers

247. ez xer hat hune ji xer hat



18.11.2015 16:10 | qers

248. pakî ji were pere nake hûn çidikin ji hev hûn zanin li hev pîrozbin..



18.11.2015 16:48 | shorbevan

249. ew mijarên dijberî sererast kirine...

ew kirde ye

mijarên dijberî ravek e lê bes bireser e

sererast kirine jî pêveber e

kirin gerguhêz e lema ditewe, lê mesele ev e ku di hevoka jor de dijber bixwe ne kirde ye, bireser e lê dijber xwestiye bêje ku min sererast kirin yanê xwe dike kirde lê ne kirde ye bireser e, dema tu ku'yê bihînî beriya hevokê problem çareser dibe. an na şolî dibe lewma jî ku pêwist e

ezê aniha mijarê sererast bikim.



19.11.2015 00:13 ~00:16 | ferhenga şikestî

250. (bnr: spas)



19.11.2015 00:16 | dijber

251. (bnr: spas xweş) û (bnr: sihheta te xweş)



19.11.2015 00:19 | ferhenga şikestî

252. silav!

Kesek heye ku ji "anketên google"ê fêm dike heye?yanî yên wek vê (bnr: anketa dijberî)

ez dixwazim çend tiştan bipirsim.

spas



19.11.2015 13:50 | dijber

253. Gelo kê navê mijara min wisa kiriye mijarên ku dijberî sererast kirine? li gorî çi? dikare bibêje bê ev çi ye? ji min nehat ez bersivê bidim nayê wê wateyê ku ya min xelet e.

Ji kerema xwe re dikarin vegerînin wek berê.



19.11.2015 17:44 | dijber

254. gelo çima kes bersivê nade? Ji dil ez aciz bûme û ez jî carinan aciz dibim.



19.11.2015 22:23 | dijber

255. tirşik forum/80450

tirşik forûm/80450

Bawerim baş rave kiriye.



19.11.2015 22:28 | azadixwaz

256. Kê guherandiye bira? Baş rave kiriye yan nekiriye, wek wî jî nekiriye.



19.11.2015 23:10 | dijber

257. min guherand û min sedema şaşiya mijarê jî rave kiribû... ez moderator im ger şaşiyek bibînim dikim ku sererast bikim carinan rastî şaşiyan tên carinan nayêm. ji ber ku ez jî bi destûra we însan im ne robot im.

cardî dibêjim mijar şaş hatibû vekirin, kirde di dewsa bireserê de hatibû karanîn



19.11.2015 23:56 | ferhenga şikestî

258. mijarên dijberî serrast kirine:

eger em bibêjin "mijarên dijberî" bireser be(ku ne wisa ye, mijar tenê bireser e) wê çaxê tiştê serrastkirî dibe çi? "mijarên dijberî". Baş e! kê ew serrast kirine???

(madem ez şaş im, ka em nîqaşekê ji dil û bê pêşdarazî bikin? hema bila îro roja me wisa here.



19.11.2015 23:58 | dijber

259. mijarên ku dijberî sererast kirine

di hevoka jor de dijber kirde ye (jixwe dijber sererast dike, nayê sererastkirin ango di bin bandora kirdeyê de nîn e kirde bixwe ye)

mijarên dijberî sererast kirine

di vê hevokê de jî mijarên dijberî bûye bireser (bireser ew hêma ye ku di bin tesîra karî de dimîne ango kirde nîn e lê dijber bixwe dibêje min mijar sererast kirin, ne ku mijarên min hatin sererastkirin)



20.11.2015 00:02 | ferhenga şikestî

260. li gorî vê rêbazê divê ev hevok tiştê min kir şaş be.

mînak 1:

"Bes dilo ez di bextê te û xwedê de

Heta niha ez li pey te hatim tiştê min kir çû bi avê de

Heke destê min bigihaye te min ê tu ji nava xwe bavête "



mînak 2:

Wihareng e ku tiştê min kir ne li dijî perensîpên min yên niştimanî û neteweyî yaxud nêrînên min yên siyasî ne derbarê giringî dan bi nêrîn û rol û beşdariya hundir ,

(Hevpeyivîn: Dr. Ridwan Elî û Besam Mistefa)



Mînak 3:

" Tiştê min kir jî ev bû. Tabloya danberhevê (mûqayesê) nîşan dide ku encama vê yekê ne xerab e." "edîp polat"

..

Eger mînak wisa bûya:

nanê min xwar.. helbet divê tu "ku"yê binivîsî. yana şaş tê fêm kirin.

..

Ez ji çi aciz dibin, dizanim belkî ez şaş bim belkî tu şaş bî lê eger rêbaz, an delîleke te tune be nabe tu biguherînî.



20.11.2015 00:07 | dijber

261. min berê gotibû ger meriv cînavkan bi kar neyêne hevok şelû dibe, di tirkî de jî wisa ye

nanê min xwar

ew nanê min xwar

nanê ku min xwar

diyar e ku pêwist nîn e lê cînavkan pêwist e

di mînaka te de jî min gotibû ger meriv cînavkê bîne beriya hevokê dijber dibe bireser lê ger ku binî dibe kirde û alozî cenabê



20.11.2015 00:31 | ferhenga şikestî

262. Hinek peyam bi temamî naxuyên, nivê wan li derve dimînin û nayê xwendin, navê nivîskar jî naxuye. û nizanim gorî çi taybetiyê wisa çêdibe.

Mînak; xwekujî ya mêrekî li nisêbîn ê



21.11.2015 22:47 ~22:48 | azadixwaz

263. foruma tu dibê qey xana şeroye.

(bnr: heval format)

(bnr: heval malê simurg56 diçe canê min diêşê)



22.11.2015 00:24 | shorbevan

264.

navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê

sira nesimî hênik tenik, dil çola kerbelayê





di helbesta jor de peyva kaçûmanok heye, gelo meriv wê çawa dikare wergerîne tirkî?



23.11.2015 19:28 | ferhenga şikestî

265. saman gitti nohut ardına verdi

"saman gider nohut kalır"

samangittinohutkaldı

hevalên gundîyê me yên mektebê pêre dikenin dibêjin kaçûmadan çiye ? ew jî dibêje:

- hê mamosteyê me ev hişanî me nedaye.



23.11.2015 19:52 | shorbevan

266. edît: temam e hewaldînyolar me safî kir meselê*



23.11.2015 19:57 | ferhenga şikestî

268. hevalno kilamek heye lê navê nayê zanîn. Ca min ji min re qalê kiribû gotibû ku wan berê vê kilamê ji bandê guhdarî dikir. navê stranê nayê bîra wê lê gotinek ji stranê tê bîrê. Hûn vê stranê zanibin an jî dikaribin bielimin, dikarin ji min re bibêjin?



zeynep xanimê metka mehemed û heft birayên wê bû. ya tuyê min bikî yan ez ê serê heft birayên te jêkim.



05.12.2015 17:40 | mergehez

269. Çiroka fatfatokê heye û heft birayên wê hene le bawerim ne ew e tu behs dikî.



05.12.2015 19:53 | azadixwaz

270. problemek heye. ez nikarim kontrola stranê bikim lewre ez jî stranê nizanim. her carê jî nikarim ji ca xwe bipirsim.. ji ber wê divê bersiv teqez be.

herwiha: di kilamên dengbêjan de fetişîzma hejmara heftê



05.12.2015 21:40 | mergehez

271. (bnr: sitranên di ferhengade peyda nabin) dibe ku strana zeyneba ûsê be lê bi dengê kî û bi versîyona çenda ? sitrana zeynebê elî tico sê çar kaset jêre derxistîye li nav sitranê wî bigere ger te nedît, li sitranên cemîl horo binihêre ger te dîsa jî nedît edî lê negere li cîhê bereday rûnê û çend dijûnîya ji şansê xwere bide hev..



05.12.2015 22:11 | shorbevan

272. 2 deqe berê ez tenê di tirşikê de bûm. Niha dibînim ez û mergehezo nançû tê de ne û ew berî min ketiye tirşikê.



Ev çi rewş e. Qey rêvebir karin xwe veşêrin *



06.12.2015 01:37 | berxweda

273. dema mirov di tirşikê de 15 deqeyan tu tişt neke lê rûpela tirşikê jî negire: wê demê tirşik wî kesî ji lîsteya nivîskarên girêdayî derdixe lê ji sîstemê navêje. ger ew kes li rûpela tirşikê vegere û li tiştekî bitikîne dîsa dikeve lîsteya nivîskarên girêdayî û ji ber ku ev demek dirêj bû têketibû û jê derneketibû jî, wexta wî ya girêdayîbûnê weke mînak saetek û nîv xuya dike. û rastî jî wisa ye, berî saetek û nîv ketiye tirşikê û rûpela tirşikê jî qet negirtiye lê ji ber ku bêçalakî bû, tirşikê hebûna wî paşguh kiribû.



06.12.2015 11:08 | simurg56

275. instant messaging yanî pevaxaftina demildest dikare were kirin û berî niha jî hatibû gotin û me jî not girtinû û li ser fikirîbûn lê wê çi feydeya wê hebe nizanim.

yanî em li tirşikê hewl didin ku şîrove em dikin û agahiyên em didin weke mayînde bimînin ji bo pêşerojê lê wê axaftinên chat'ê wenda bibin biçin.



lê ger dîsa jî feyda wê û pêdiviya wê xwe bide hîskirin û tirşikvan bixwazin, dikare were çêkirin.



06.12.2015 23:05 | simurg56

276. bi ya min instant messaging ne zêde pêwîst e û wê zêde feyda wê jî tune be lê ku yên bixwazin zêdebin dikare bê ceribandin.



06.12.2015 23:09 | azadixwaz

278. Li gorî min wê nebaş be. Ê dixwazin bi hev re bipeyivin ji xwe dipeyivin. Heke hevpeyivîn çê bibe wê bi du aliyan nebaş be. Yek wê kesên di bin mijara dinivîsin kêmtir binivîsin a din jî wê ji ber hevnasînê fikrên xwe yê tûj kêm binivîsin an jî qet nanivîsin



07.12.2015 01:02 | berxweda

279. gelo em çawa dikarin bizanibin ku ka moderatoran kî ne? da ku em pirsgirêkên xwe ji wan re parve bikin û çareser bikin.



10.12.2015 12:34 | nazim tolhildan

280. berê di sîstema kevin a tirşikê de, li panelê xûya dikir bê ka kî moderator e. mirov dikarî li wir moderatorên online bibîne û jê re peyam bişîne. lê di sîstema nû de kî çi ye ne diyar e.

bi min divê ev taybetî dîsa were, di bin nivîskaran de erka wan jî dikare were nivîsandin. mod, nivîskar, çomez hwd.

bawer dikim ne karek zehmet e.



10.12.2015 12:40 | brusk56

281. nexwe wê di rojenekirina nû de ev taybetî jî hebe.



10.12.2015 16:06 | simurg56

282. hewalno destekkkk!!

problemeke min heye, ez di warî karanîna înternetê de gelek cahal û kêrnehatî me, ez êşa vê kêmasiyê nexasim di daxistina fîlman de dikêşim. madem li vir ferhengeke înteraktîf e, min got herhal entryek ku karibe di hîşê min de çirûskekê vede, helbet hebe lê axirî min tu rêç jê peyda nekire..

xweyîxêrek bila ji kerema xwe re weka ku ji bîlalî re qal bike, ji min vê rêbaza daxistina fîlman qal bike, da ku ez jî karibim ji înternetê fîlman daxînim..

hetta dikare di binê vê mijarê de bnr'ek bide û mijareke veke û bi awayekî berfireh qala vê meselê bike, ku xelk jî keysê jê bigire..



28.12.2015 13:27 | ferhenga şikestî

283. (bnr: idman)

idman, ev programek başe niha xwezî wextê min hebûya versîyona bixwe crack dike barbikira lê hinek hûn serê xwe bihêşînin li ser vê programê lêkolîn bikin. rastî jî hêjaye ku meriv daxe û bikarbîne min dixwest berfireh bidim nasîn û bibûma alîkar mixabin dehan sedem hene 1 destê min ji sermana nagire binivîsînim 2 kombersa min ne li cem mine 3 ger kombers li cem min be usb jî divê li cem min be ger usb hebe jî leza înterneta min 96kb e... *



28.12.2015 16:31 | shorbevan

284. (bnr: torrent)

(bnr: ji torrentê daxistina tiştan)



bnr: ji lêgerînê bawerkirin



28.12.2015 20:51 | simurg56

285. (bnr: maxthon cloud browser)



eger tu çavkaniya filman li ser înternetê dipirsî, ji bilî malperan ez nizanim lê te fîlmek dîtibe û tu nikaribî daxî, vê gerokê bikarbîne.ev jî wek google chromê, geroka webê ye.vê gerokê daxe û li ser kombersa xwe saz bike.lêgerînên xwe ên înternetê li ser wê bike.de îcar çi fîlm, vîdeo derkeve tu bi rehetî dikarî daxînî.



28.12.2015 21:12 ~21:13 | bayesar

286. silav hevalno!

pirseke min heye, kî zanibe û bersivê bide bila mala wê/î ava kurê wî/ê zava be*

berê stranek hebû aniha baş nayê bîra min bi tenê du ristên stranê di hêşê min de maye ku ne şaş bim wek 'xira bibe cizîra botan, kevir li ser kevirê de nemîne, ziwa bibe çemê cizirê, av di binî de qet nemîne, mem û zînê lê hewşa bekir beko' bû..

hama bila xweyîxêrek evê stranê ji min re peyda bike, ezê diayên xêrê jê re bi rê kim*



01.01.2016 21:06 ~21:12 | ferhenga şikestî

287. mixabin strana jor kes nizane, ez bim ezê jî nizanibim lê yek ji min pirsîbû min got qey li van deran belkî were zanîn..



02.01.2016 16:43 | ferhenga şikestî

288. Min ji nûvre dest bi tirşikê kir. Ez ji vê tirşikê pir hêvîdarim ku di demeke nêz de weke ekşî werê naskirin û bipêşve bikevê.



Destxweş hevalno.



02.01.2016 21:35 | gumgumok

289. di lînka jêr de straneke gelek xweş heye, min çi kir jî bi ser ve nebûm

gelo hûn dizanin navê vê stranê çi ye û kî dibêje?

Here lînkê



06.01.2016 21:15 | ferhenga şikestî

290. mixabin ev stran jî nayê zanîn lê hevalên me li ser dixebitin.



06.01.2016 23:10 | simurg56

291. min xwe gihand kesê ku stranê li vê malperê bar kiriye, camêr got welleh me jî gelek lê kolaye lê nezaniya ka yê kê ye.



07.01.2016 20:36 | simurg56

292. hahoo hahoo, ev çi îş e gidî..

bi xwudê kurd qirdikên dinyayê ne*



07.01.2016 20:40 | ferhenga şikestî

293. Strana 'xera bibe cizîra botan, kevir li ser kevir nemîne' kevn e. Çend sal berê lê rast hatibûm. Min lê kola bû lê min tu tişt nedîtibû. Piştî min stran wenda kir îca mi dest bi lêgerîna stranê kir û min wê jî hew dît. .

Kengî te dît hayê min jî jê çêkê *



08.01.2016 00:02 | berxweda

294. Gelo mere çawa kare di radyoya tirşikê de him rockê û him kurdî hilbijêre?



29.02.2016 08:06 | berxweda

296. ji bo ku tu vîdyoyek parve bikî, tenê lînka vîdyoyê binivîse û tu tiştek din neke. wê tirşik bizane ew vîdyoyek youtubeê ye û wê vîdyoyê nîşan bide.



04.03.2016 20:05 | simurg56

297. hevalno min berî salekê fîlan pirtûkeke çîrokan xwendibû. ji aliyê nivîskarek kurd yê ji rojavayê hatibxw nivîsandin. min qet jê hez nekiribû û rexneyên tûj nivîsandibû di derbarê de.

lê dikim nakim niha nayê bîra min ka ew kîjan pirtûk bû.

ez dibêm qey pirtûka mêrê avis ya helîm yûsiv bû lê li wir peyameke min yê wisa xuya nake. min di nav pirtûkên xwe de jî nedît. min bi lêgerîna di tirşikê de jî nedît. gelo kes zane ew kîjan pirtûk e?



vê jî bêjim, piraniya çîrokan di derbarê xwendekarên kurd yên li şamê, helebê fîlan bû. ez dibêm qey mêrê avis bû yaw... lê nexwe kanî peyama min??



31.03.2016 17:06 | simurg56

298. Bi kurdî ipucu çiye?



02.04.2016 16:28 | gumgumok

299. Li ferhenga tirşikê serişte dinivîse. Lê...

Here lînkê



02.04.2016 17:14 | simurg56

300. Vêga tirşik.net li ser kombersê çawa xuya dike *



Ji binî min li ser kombersê tirşika nestêlih nedîtîye :-)



04.04.2016 23:37 | gumgumok

301. xuyaniya tirşikê: Here lînkê

mezintir: Here lînkê



05.04.2016 00:01 | simurg56

302. di kurmancî de gotinek heye : '' ji we(te,min, wî û hwd) werê'' ev tê çi wateyê? ji kerema xwe acîl e, bila kî bibîne ji min re bersiv bide û ez spasdar bim. *



07.04.2016 03:21 | endazyar

304. zor spas birako bo agahî.



07.04.2016 06:23 | endazyar

305. dibe ku we xelet fêm kiribe. min heta niha qet tişteki wisa nebihîstiye. lê "ji we wetrê" bi kurmancî tê gotin.



(bnr: wetrê)

Here lînkê

ji min wetrê/11030



07.04.2016 06:27 | sloujouc

306. di nav nivîsê de weke rasteqîn gotiye wiha hatiye bikaranîn. min jî di destpêka lêkolîna xwe de tiştê ku sloujouc agahî daye rastî wî hatim û min wisa wergerand jî. piştre min dît wateya xwe nade û min pirsî. bersiv tam rûniştibû cihê xwe.



dîsa jî spas hevalo ji bo agahî û fikirandina te.



07.04.2016 06:55 | endazyar

308. cem me em bi wateya "li gor fikra..." bi kar tînin. wisa;



- ji te (an jî bi kurtî j'te) wê maça îro çawa xelas bibe? (gelo bi ya te wê maça îro...)

- ji wî ve ye ez wî nas nakim. (ew dibêje qey ez wî nas nakim)

- j'min êdî tu jî wek herkesî yî. (bi ya min êdî tu jî wek herkesî yî)



07.04.2016 16:46 | simurg56

309. Ji we (te, we, wa, min, wî/wê) werê : heke ku hun karibin, heke ku qeweta we têrê bike.

An hî '' ji we tê'' .mînak : heke ji te tê raje vî çiwalî.(elînden gelîyorsa , gücün yetiyorsa bu çuvali taşı)



Erênî: Jê tê ( onu yapmaya gücü yetîyor)

Neyînî : jê nay(ê). (Onu yapmaya gücü yetemîyor)



Ji wî ye ez pê nizanim ( ez pê zanim lê heya wî ji zanîbûna min nîne)



07.04.2016 18:10 | gumgumok

310. Gelo em karin nivîsa ku hatî reşşikandin bibînin?

Û sedema reşşikê?



12.04.2016 15:53 | gumgumok

311. wateya "Gelo em karin nivîsa ku hatî reşşikandin bibînin? " çi ye nizanim lê, na mirov nikare sedema reşşikan bizane.



12.04.2016 18:25 | simurg56

312. 0 çeppik,1 reşşik û 0 dengên ecêb dengên ecêb ji te re hatine dayîn û 15 peyam li tirşikê zêde bûn.



Ev 1 reşşik ji bo kîjan peyamê hatîye dayîn, (=gelo em karin peyama ku hatî reşşikandin zanibin)



12.04.2016 18:43 ~18:44 | gumgumok

313. : )

ger tu bikevî profîla nivîskarek, tu dikarî reşşik/çeppik û ecêbên dawîn yên jê re bibînî. weke mînak yên te:

Here lînkê

(bnr: tirşikvanên ku neketine profîla xwe)



12.04.2016 18:47 | simurg56

314. Aaa, birastî jî wilo ye :-)



I got it .



12.04.2016 19:08 | gumgumok

315. hevalno mixabin di tirşikê de neyarên min jî çêbûne nizanim çima reşşik li ser reşşikê didin min! tu kî yî ûlan ji min re derkeve meydanê!!! neyse lo canê we sax be henekan dikim*



13.04.2016 21:38 | ceso

316. min jî fÊm nekir, mariv dibÊje qey yek hew ji bo reşikdayînê qeyda xwe çêkiriye*



13.04.2016 21:39 | ferhenga şikestî

317. Gelo ji bo parvekirinê bişkok heye?

Mînak ku ez bixwazim peyameke tenê bi rèya whatsapp an jî bi twitterê parve bikim ji xeynî lînkê bişkok heye?



14.04.2016 01:24 | gumgumok

318. Tirşikvanên hêja û delal ez nizanim çi bû ye min. Ev du seet e ez nikarim avatara xwe biguherînim. Çawa çê dibû laaawww :/



22.04.2016 00:01 | biaqila malê

323. slav.. gelo ez çawa dikarim filma Apocalypto bi binnivîsa kurdî temaşe bikem?

hûn dikarin link parve bikin ?



24.04.2016 21:44 ~21:47 | bûtîmar

324. Nivîskarên tirşikê ku rewşeke pir awarte hebe dikare ji bo guhertina nav bi simurg56 re têkevin têkiliyê. Lê ev her nabe. Ez va ye salek e jê dixwazim lê kiriye 'eks û navê min naguherîne. Bila zêde hêviya we tune be canikno.



24.04.2016 22:40 | mergehez

325. 1- guhertina navan

heta ku ji me bê em naxwazin kes navê xwe biguherîne. ji ber ku dema nivîskarek navê xwe biguherîne, hemû bnr û vbnr'yên jê re betal dibin. têkliya peyaman ya bi hev re xera dibe.

herî dawîn me ya gulêê, guherî. ji ber ku ya wê tenê rastkirina tîpên kurdî bû him jî ji ber ku nivîskarek nû bû û zêde peyamên wê tune bû me karî bnr û vbnr'yan bi destê xwe rast bikin.



2- bi kurdî temaşekirina Apocalypto

here rûpela fîlmê: Here lînkê

li wir di beşa binnivîs de binnivîsa kurdî ya fîlmê heye. wê daxe, ji arşîvê derxe û bavêje ser fîlma xwe. wê binnivîs bibin kurdî.



24.04.2016 23:05 | simurg56

326. ez 11-12 salî bûm min pirtûka "cihana sophie yê" xwend...

min dawîya pirtûkê tam fêhm nekir bû.



li dawîya pirtûkêde sophie û alberto knox otomobîlekê siwar dibûn... û ji wê demê pêve tukesê ew ne didîtin...



gelo yê ev pirtûk xwendî dikarê dawîya wê ji minre bêjê ?



ma mirin ? dawîya wan bû çi ? kanî sophie ? kanî alberto ?



nekenin.





25.04.2016 22:14 | mijdar

327. Min ew pirtuka, 8 sal ewil heya rûpela 40emînê falan xandibu û ez zehv tirsîyabum (:

Paşê min tirsa nexwandibu.. Ew nameyên ku diketine qutîya posteyê zehv ecêp bun..

Mixabin dawîya wê ez jî nizanim çawa ye ..



25.04.2016 22:21 ~22:22 | bûtîmar

328. Hema hezke qet pirsyar neke dawîya zehf çivêl, tamsar û lewçe ye. Lė îllah ku tu meraq bikî ez hosa bêjim ji te ra sophie û mamosteyê wê ji bin bandora nivîskara romanê derdikevin û Azad dibin yêt mayî magazîn e.



25.04.2016 22:54 | azad30

329. Destxweş simurg56, serkeftineke mezin e. Pîroz be. Wikiferheng tevlî ferhenga tirşikê bú. beşa ferhengê ya tirşikê/88588

Gelo brêz simurg56 çawa wikiferheng tevlî ferhenga tirşikê kir. Ez ecêb mam.



26.04.2016 01:05 | gumgumok

330. hevalno gelo "spoiler" çi ye? anjî kêr çi tê?



27.04.2016 13:34 | azad30

331. Here lînkê





27.04.2016 13:48 | gumgumok

332.



(deqe 16:04)



27.04.2016 14:37 | simurg56

333. tirşikvan çima di mijarekî de di bin hev du peyam dinivîsînin? ez pir mereq dikim û ji kerema xwe jî rexneyên min wek dijûn fehm nekin! pêşî ji azad30 û paşê jî ji hozan serhadê dixwazim vê berfirehiyê.



28.04.2016 00:23 | bijîmillah

334. ez ji dixwazim li cem tirşikvanan navê vÎ zilamê hanê tevê jina kurd kilamê distre hîmbim û gelo ev mêrê dengxweş bi kÎjan zimanê diaxive . bi min wek farsî hat lê min go ez dÎsa jÎ li heval û hogiran bipirsim.







28.04.2016 00:29 | xeteraqirêj

335. gelo di formata tirşikÊ de mirov dikare di bin mijarekê pirseke bike? mesela ger ez di bin mijara têgehên avahîsazîyêde pirsek binîvîsim dê li dijî format Ê bît an ne?



28.04.2016 11:51 | azad30

336. piştî ku te di peyama xwe de "pênase"ya xwe kir, yanî te raveya mijarê kir. êdî tu dikarî bêyî ku rasterast navê nivîskarekî hildî, pirsan bikî.

wekemînak:



mijar bila gotinên fîlman yên nayên jibîrkirin be.



peyamek dikare wisa be: mijara ku tirşikvanên hezkiriyên fîlmên tirkî, derxistiye holê. ez vê fêhm nakim, gelo hûn şerm nakin?



28.04.2016 21:15 | simurg56

337. xêrnedîno kîbordeka baş tune? kîborda min qet nabe ez. nikar im. binivi simim : )



29.04.2016 13:46 | shorbevan

338. Nivîsên dîwêr têne guhartin gelo?



30.04.2016 01:00 | gumgumok

339. li hêla serhedê de pirseke wiha heye: keyf û hale te çane? ereb ji bo hinbûna rewşê yekî, vê pirsê dike: "keyfe hal?"' gelo tekîlîyeke di nav wan herûdû hevokan heye?



Not: sedema pirsê min ev e: dibe ku ew ji ber bikaranîneke çewt derkevîbe holê. Peyvê 'keyf' ya erebî tekabulê 'çawa' ya kurdî dike. Heke bi vê çarçovê yek lê binêre heye ku ferqekê hebe.



08.05.2016 14:19 ~18:11 | ervah.azad

340. Ez ne ji hêla serhedê me lê li hêla me jî (dêrik) tê bi kar anîn: kêf û halê te çawa ne? (Ya rastî li cem me dibêjin 'çawa yi')

Kêf kêf e. Hal hal e. Te çima tiştekî wiha meraq kir nizanim.



08.05.2016 14:41 | mergehez

341. îhtîmalek mezin herdu peyvên keyf û hal jî erebî ne. loma bêguman têkilya wan heye.

em jî wisa bi kar tînin: "keyf û holê te çowo ne?" *



08.05.2016 15:07 | simurg56

342. dibe ji erebî bê ereb jî tiştekî wiha dibêjin şitlonek/?كيف حالك keyf halk



em farqînî wiha dibêjin kêf hal?

yanî eleqeyan wan bi hev heye jixwe kurd û ereb nedûrî hevin cîranê hevin



08.05.2016 15:55 | shorbevan

343. Alışkanlık, li gorî ferhenga zana,

alışkanlık:1. hînbûnî, xûy, kurm, tebîet 2. hevaltî, nêzbûnî 3. refleks fel/psî m ~ etmek ji xwe re kirin kurm, ji xwe re kirin xûy, ji xwe re kirin tebîet, ji xwe re kirin adet ~ kazanmak banekî bûn, hûreyî bûn



Lê mixabin, hînbûnî rasterast ne.alişkanlik e,xûy ji binî ne ew e. Kurm ji binî nizanim. Tebiet jî xûy e.

Gelo raterast wergera alışkanlık çîye? Hun çawa bikar tînin?



Edît : bona bersivên weyî delal spas dikim.



12.05.2016 00:49 ~2016.05.13 01:03 | gumgumok

344. ez fikra xwe bêjim. wek hûn jî dizanin ez ne kurmanc im, ji ber vê yekê tiştê ku ez dibêjim tenê li ser kaxêzê ye. nizanim di nav xelkê de ev gotin heye tune ye.



hînbûnî --> ji lêker bûye navdêr. (bi tirkî ogrenilmiş olan . . . hwd)



di kirmanckî de jî ( ez kirmanc im, loma berhev dikim, lê dibe ku ne rast be) lêkerek heye. û ev lêker di axaftinên gel de ji bo ''alişmak(bi tirkî)'' tê bikaranîn.



musayîş=ogrenmek, alişmak --- musayîş = hîn bûn

/musa-yîş(dimilkî ) = hîn bûn



musayîşî =hînbûnî =alişkanlik



ji min ev qas. *



12.05.2016 05:09 ~05:10 | endazyar

345. Li cem me ji bo vê peyvê em rasterast dibêjin 'elm'. E'ya vê peyvê weke ya 'ezîz' tê xwendin.



-tu çima vê jehra sîgarayê vedixwî??

+welleh tenê elm e.



îhtimalek mezin bi erebî ye.



12.05.2016 07:45 | simurg56

346. @gumgumok hevalo tu şaşî li ba me "kurm" tê bikaranîn. mesela em dibêjin "kurmê cixarê" (sigara alinşkanlığı). hetta gotineke pêşiyan jî heyr " kurmê şîrî heya pîrî". Lê ji bo lêkerê em him "ji xwe re kirin tebîet" û him jî "ji xwe re kirin kurm"ê bi kar tînin. mesela "êdî ji min re bûye kurm ez her sibe dikevim tirşikê" an jî "min ji xwe re her sibe ketina tirşikê kiriye kurm" ji bo yan din jî "her sibe ketina tirşikê ji xwe re kitiye tebîet" û gava em qala van tiştên yekê dikin em tenê "tebîet"ê bi kar tînin yanî em dibêjin "tebîetên filankes" "kuro êdî dev ji van tebîetên xwe berde" lê mixabin nizanim çima lê dibêjim qey ev "ji xwe re tebîet" û "tebîet" ji peyaseya kurdî rabûye. bi qasl dibînim li ba me "kurm" tê bikaranîn û ya din jî hêdî hêdî tê jibîrkirin.



12.05.2016 08:46 | ceso

347. @gumgumok û ev jî heye min ji bîr kir bêjim * lê em herî pir "hînbûnê" bi kar tînin" (ev çawa nehat hişê min nizanim lê "alişmak"a sereke li ba me ev e) -ez hînê cixarê bûm- ez hînê te bûm- ez hînê amedê bûm- ez hînê esrarê bûm- yanî a dawî "hînbûnî" peyva herî bi mantiq e ji ber ku di kurdî de ew tê bikaranîn. heval gumgumok mixabin tu di hersê nêrînên xwe de jî xelet derketî. *



keyskirin: ez jî weke "zana farqînî" farqînî me *



12.05.2016 08:53 | ceso

348. yekî jî farqîniya xeberda, ka law bi kuda çû? bira bi ber destê min nekebe..*



(bnr: hînbûn)

(bnr: kurm)

di peyva hînbûn û kurm de ti xeletî tune hînbûn dibe du heb wateyê wî hebin yek jê di tirkîde öğrenmeke a din jî dema meriv tiştekî hîn bike û ji du cara zêdetir bike meriv hîn dibe an ji xwere dike kurm ev jî dibe alışkanlık/alışmak. di van herdû peyvade xeletî ne bawerim hebe



12.05.2016 10:36 ~10:38 | shorbevan

349. dilop dilop av diniqute.

dilop dilop av dinuqite. kîjan raste ? herdû?hişê min yê timî aram niha gêj/tevlî hev bû*



13.05.2016 20:21 ~20:25 | shorbevan

350. gelo em tirşikvan dikarin dosyayên pdf li danegehê zêde bikin ? eger dibe çawa dibe ?



14.05.2016 02:20 ~04:54 | endazyar

351. Kurdiya kevn bi alfabeya erebî bû lewra tîpên dengdêr nebûn. Ew Peyva shorbevan wbi van tîpan dihate nivîsîn (ن ق ة ) . Ida tîpên dengdêr li gorî herêmê diguhere. Niqut, nuqit, nuqut. Her sê jî li gorî wikîferhengê rast e.

li gorî ferhenga zana jî ya rasttir ''niqut'' e.

Li gorî zimanê min niqut siviktir e.



14.05.2016 13:32 ~13:34 | gumgumok

352. di tirşikê de, ji bo ku mirov bikaribe peyamên rojeke derbasbûyî bibîne, fonksiyonek dikere were çêkirin yan na? wekî mînak mirov bibaribe tenê peyamên roja 12.05.2013 yan jî rojeke din bibîne yê pir xweş be.



18.05.2016 13:31 | nazim tolhildan

353. Weke di vê peyamê de jî hatî gotin (bnr :min rebenê) , gelo çima ji bedêla "ez" , "min" tê gotin?

li dora hezex-nisêbînê tê bikaranîn





Sîstema nû ya tirșikê pir baș çêbûye. Bișkoka " Rojek"ê ser xêrê be. Destxweș simurg56 .



20.05.2016 23:27 ~23:37 | gumgumok

354. ka li vir kes tuneye?vê sernivîsê rast bike.(bnr: mezada li beybûn cafeye ku lezgîn kitêpçiyan pirtûk difrotin) ne 'kitêpçiyan', 'kitêbçiyan' e. ji kerema xwe tirşikvana hêja gulêê jî xeletiyê xwe sererast bike.



11.06.2016 17:35 | bijîmillah

355. Pirtûkfiroş an jî pirtûkfiroşgeh e li gorî hema hemû ferhengên kurdî..

Çima nabêjin “pirtûkvan” “kitêbvan” nizanim lê qertafên –ci, -cî ne li gorî rêzimanê kurmancî ye..



11.06.2016 20:31 | havka

358. gelo kovara nûbihar hêjî tê weşan an na ?

çend heftî/meha carkê tê weşan ?

û ez çawa dikarim bibim abone ?



ez van rojan çûm pirtûkxana li sêrtê (celadet bedirxan) û ez raste vê kovarê hatim û min gelik eciband...

ji ber kû têde sîyaset nîne ,tenê tekoşîna kurd û kurdî heye.



26.06.2016 21:02 ~21:53 | mijdar

359. Kovara nûbiharê nêzikî 24 salan e weşana xwe bêyî rawest didomîne. Di sê mehan de carekê derdiçe û belê meriv dikare bibe abonman.

Ger hûn bi rêvebiriya kovarê re li ser tevn û tora civatiyê bikevin têkiliyê dê hûnê karibin bibin..



26.06.2016 21:29 ~21:30 | ferhenga şikestî

360. Spas ferhenga şikestî.



26.06.2016 21:51 | mijdar

361. moderotoor!

hesabê min û şorbevan tevlihev bûye. ez dinivîsÎnim navê şorbevan tê binî

şorbevan dinivîse navê min tê binî? *



26.06.2016 22:53 | bûtîmar

362. tirşikê jî hiş avêt hiş lê şolî bû *



26.06.2016 22:54 | shorbevan

364. mijara (bnr: anneciğim ne olur beni affet) min vekir lê binî da navê şorbevan heye *



mijara (bnr: capri) da peyama 4. û 5. şorbevan nivîsîye lê navê min binî da dinivîse *



26.06.2016 23:01 ~23:01 | bûtîmar

365. pirsgirêka zû çareserkirin Xwedê ji wan xweşbe belî.. hê minê li ser navê hozan serhed çend hev çêra bikira



26.06.2016 23:03 | shorbevan

366. ji xwe ziravê min qetiya mi go şorbevan ê tiştên erotik li ser navê min binivîse *



26.06.2016 23:05 | bûtîmar

367. anneciğim ne olur beni affet/91197

rest in peace/91195 #ev herdû peyam hêjî nehatine rastkirin ev peyam yên hozan serhadin jikerema xwere vê şaşiyê rastbikin ger pêkan be..



27.06.2016 23:02 | shorbevan

368. Heke bibe qismet ez ê çend rojên din herim başûrê kurdistanê. Gelo pêşniyarên we hene? Meriv li ku bigere? Çi bike? çi bixwe? Hay ji çi hebe?

Wekî din tu kesê dixwaze here wir heye *

Edit: wir *



09.07.2016 14:54 ~20:23 | berxweda

369. "wir" ?



09.07.2016 15:48 | binevşa narîn

370. hetanî meriv neçe mûsilê tewaf neke Çend bombe nexwe.. seyrana meriv qebûl nabe.. apê min(ez diçim têm dibêjim apê min maşellah 10 hebin: ) jî digot ezê herim başûr çavê kerê nerije pakurdê wî jî tevlî partiya xwe kiriye mala xwe birine mîratê bi vî awhayî... ewjî diçe em dikarin wî jî ji berxwedare bikin heval.. û qolê me di başûrde dirêje ger tiştek lazim be bime biqede em bikin



09.07.2016 23:34 | shorbevan

373. dibe ku niha ne demê wêye lê dive ez bipirsim... gelo kîjan derê "li" kîjan derê "di"... tê nivîsandin ?



ger yek bikare ji vî birayê xweyê nezanre binivîse ezê gelik pê kêfxweş bibim. Spas.



21.07.2016 01:09 | mijdar

374. daçeka li bêtir dşibe daçeka at û on ya îngîlîzî,û di...de jî bi ser daçeka in ve diçe..

yanî dema mirov li cihekî be, daçeka li bikar tîne, ez li malê me, ez li amedê me..

dema mirov di nav tiştekî de be daçeka di...de bikar tîne. ez di odeya mêvanan de me, ez di depressyonê de me, ez di tirşikê de me...



21.07.2016 01:13 | endazer

375. * cih û warên ku lokasyona wê ya vekirî ne eşkere be, li wira "li" têt bikaranîn: li amedê ye. (lê di ku de ye nayê zanîn.)



* "di ... " li gorî ez dizanim, di çend biwêjan de tenê têt bikaranîn; wekî "ew belaya xwe di min dide"



*"di ... de" cihên ku lokasyona wê vekirî ye, têt zanîn. "di nav dibistanê de ye."



---> li amedê, di mala xwe de ye.



21.07.2016 01:13 ~01:19 | biruya hayao miyazaki

376. Peywira li'yê zêdetir e, bi armancên cûda têt karanîn lê di...de ne wisa ye.

-li amedê me

-ew cil li min tê

- li xwe vegere



Di.. de bêtir wateya hundirîn dide. Lê li destnîşan dike



21.07.2016 17:47 ~17:48 | ferhenga şikestî

377. hembêzek tije spas ji bo tirşikvanên li jor.



21.07.2016 18:36 | mijdar

378. gelo di dema bê de hevok çawane ?



-Ezê biçim malê

-Ez dê biçim malê .



ez ya ewil bi kar tînim.



rastkirin:min dema niha nivîsandibû.



22.07.2016 14:08 ~15:24 | mijdar

379. Herdu hevokên jor jî yên dema bê ne, bi dema niha divê mirov bêje, ez diçim malê.



22.07.2016 14:23 | endazer

380. gelo di nava me de tirşikvanên ji başûr an jî rojava hene ?



24.07.2016 02:29 | mijdar

381. ji başûr jî ji rojavayê jî 1-2 heb nivîskar hene (kî bûn nayê bîra min) lê zêde ne çalak in.



24.07.2016 11:29 | simurg56

382. dastanekkevin kevin hebû, bi behdîniya xwe ya xweş dinivîsand lê zû de ye pêjn jê nayê. ji rojava jî çend nivîskar hene lê zêde nanivîsin, ji rojhilat û bi taybet ji xorasanê jî çend nivîskar hene ew jî zêde nanivîsin, ji ber li cem wan ferhengên înteraktîv nîn in, tu çi qas ji wan re bêjî û li ber wan bêxî jî, bi serê wan nakeve.

xwezî ji hemû parçeyên kurdistanê û ji hemû devok û zaravayên kurdî nivîskar hebûna û biçalakî bitirşikandibûna, lê mixabin nîn in, em jî bi yên destê xwe de îdare dikin.



24.07.2016 12:24 | endazer

383. mesela em bibêjin shorbevan qey hûnê heyl û meylê bikin nava wî û tirşikvanên din? hûnê bêtir jê hezbikin? ger bersiv erê be ez ji nava/sînorê başûr û rojava me jixwe zûde min nedîtiye yekî ji min hezkiriye..* başûriyên jixwe ew ji me kêmin em yên hene goştê canê hev dixwin *



25.07.2016 01:26 | shorbevan

384. na shorbevan te bi ya rastî bive tû di nav tirşikvanên ez herî zêde jê hez dikim de yî lê pirsa min tenê ji meraqa min bû .



25.07.2016 13:21 | mijdar

385. ez ne di etiriya reşşik stendinêdeme lê ez dixwazim balê bikşînim ser faşîstiya hinek kurdan.. ka di van peyamande tiştek nebaş çiye, çi heye?



/92426 firqek dinav vê sernivîsa û ya biz apoya söz vermişizde heye çima reşşik nadin endazer jî... û bnrin li sernivîsa mustafa yıldızdoğan jî wê jî duheb reşşik sitendiye.. ev kîjane gelo faşîstî gihîştiyê bira bibêje li vir hekîm pirin? *



02.08.2016 00:24 | shorbevan

386.



di nav strana jor ya serhado de straneka bi navê rubaro ya gelêrî heye?
min ev stran tenê divê lê peyda nabe, li hêviya xêrxwaz û xweyîxêrekî me..

edît; dawiyê min stran dît


(di deqeya 8:02 destpê dike)



16.08.2016 19:33 ~2016.10.23 22:21 | endazer

387. (tirşik forûm/92987 peyama berî vê peyamê)

Ji ber ku înterneta telefonê bi kar tînim niha nikarim vîdeoyê daxînim sererast bikim û dîsa bar bikim. Ez riya wê bêjim bawer im wê ne pir zor be. Bernameyek bi navê videoshow heye. Bi vê bernameyê mere dikare vîdeoyan sererast bike: Qutkirin-lêzêdekirin-pêlîstin-veguherandina mp3yê û hwd..

Lînka wê ya google playê: Here lînkê



Ev jî Lînka proya wê ye: (belaş*) Here lînkê



16.08.2016 20:10 ~20:11 | mergehez

388. ez dikarim rûbaro ji nav strana serhedo derxim, ez versiyoneka biserêxwe ya vê stranê dixwazim, versîyoneka destêkesîlêneketî, yanî gelo ji bilî versiyona jor kesî berî niha dengê xwe li vê stranê germ kiriye, eger erê qeydeka wê heye? û çawa dikarim xwe bigihînmê?



16.08.2016 20:13 | endazer

389. çend kesên din jî werin wê îşev qadroya tirşikê ên kev temam bibe maşele *



17.08.2016 00:25 | berxweda

390. Slav ji we ra

Gelo li amedê cihek ku wek dolabên pirtûka, mese , kursî mexfîr çekyat bifiroşe heye an ne? Evkur jî dibe hevalek ku ji amedê koç bike û bixwaze tiştên xwe bifiroşe jî dibe.

Eger hûn alîkar bibin ezê pê keyfxweş bibim.

Hevalên ku dixwazin alîkar bibin bila xêra xwe bi rîya taybetê peyamê bişîne.



20.08.2016 14:17 | azad30

392. ji rojan îro jimin jat ez çend mijar vekim û Kategorîzebikim lê nabe xuyaye simurg56 hetanî serê tirşikê nexwe nase



23.08.2016 21:55 | shorbevan

393. li vê ciwanikê digerim? kî zane li kû peyda dibe?

Here lînkê



05.09.2016 22:16 | endazer

394. li zozana meriv dikare peyda bike here bibêje ka (bnr: bêrîvan) ewê nîşî te bidin *



05.09.2016 22:32 | shorbevan

395. Ulan shorbevan! Êja peyda kirin çî ye kuro *



05.09.2016 23:16 | bûtîmar

396. çima berî min endazer bikarhanîye tu riya xwe têde nabînî *



05.09.2016 23:37 | shorbevan

397. Law wele min nedîtibû ku endazer jî wisa nivîsîye *



an jî ez tenê te dikarim *



yek jî algıda belengazı seçicilik heye *



06.09.2016 00:01 ~00:02 | bûtîmar

398. bê edebî tê * ez zanim yê(xirê) herkesî li shorbevan radibe û ez viya jî zanim yê kî radibe ew jî ber bi shorbevan diçe *



06.09.2016 00:27 | shorbevan

399. peyda kirin li cizîrê tê wateya "dîtin" (bulmak). yani ne peydahlamaka tirkî...li bajarên dî çi tê bi karanîn ez nizanim.



u ez li piş te me shorbevan bajooo !



06.09.2016 00:39 | mijdar

400. Haha * ez dengê bilind kenîyam!



(bnr: tobe tobee!)



(bnr: ne'uz billahh) *



06.09.2016 00:41 | bûtîmar

401. kuro "xêlê" çi ye?? *



06.09.2016 01:00 | bûtîmar

402. nikah e?



06.09.2016 01:02 | bûtîmar

403. xêl dawet e, ango civîn û şahiya ji ber zewacê tê lidar xistin.



06.09.2016 01:10 | azadixwaz

404. Min ev peyva heta niha qet nebihîstibû spas dikim *



06.09.2016 01:16 | bûtîmar

405. min ew ciwanik dît, meger wêne ji sehneya fîlmekÎ hatiye girtin, min digo qey ji jiyana rastî ya jineke koçer hatiye girtin. ez şaş mam jineke di nav kincên kurdÎ û koçeriyê de ev çend bedew û levhatÎ, di nav kincên normal de çawa ev qasî ji rêzê dixweye??

wêne ji fîlma mast hatiye girtin, navê ciwanikê fidan yeter e, Here lînkê Here lînkê

ev fîlma wê ya ewil e. me tu ji ciwanikê safî nekir lê dewla serê vê fîlmê, min mûzîsyeneke kurd nas kir, bi navê mehmûd berazî, ji bo fîlmên kurdî mûzîkan çêdike, her mûzÎkeka wî ji ya din xweştir e.



dengbêj qaso - me sefer e li ser botan e;



mehmûd berazî- ji bo şengalê (dengbêj ezîzê simê)



orkestraya heskîfê- hele yeman ;



mehmûd berazî - çeleng ;



mehmûd berazî - êvarên havînê;



mehmûd berazî - ay lo dilo ;





07.09.2016 02:32 ~02:36 | endazer

406. Gava mirov xeletî pê li çeppik an jî reşşik bike mirov dikare paşvebikişe an ew dengdan her dimîne dimîne ?



19.09.2016 17:05 | bapîr

407. di rûpela panelê de li aliyê çepê rûpela çeppikên min dayî , reşşikên min dayî fîlan heye. mirov dikare ji vê rûpelê çeppik û reşşikan fîlan betal bike.



19.09.2016 17:14 | simurg56

408. Gelo li amedê li kîjan derê û kîjan kargehê ezê bikarim pirtûkê kurdî bikirim?



30.09.2016 00:49 | mijdar

409. mijdar (bnr: pirtûkfiroşên kurdî yên li amedê)



30.09.2016 16:18 | xendekî

411. Gelo li kîjan bajaran kurd tenê dijîn? Tișta ku ez dizanim șirnex û colemêrg tenê ne. An jî?



21.11.2016 00:42 | gumgumok

412. gelo tu rê heye meriv alîkariya ekonomiya başûr bike? bankayek wan heye ku meriv pereyan razîna wir da ku ew bikarîbin wî pereyî bi kar bînin? an jî tişteke wan heye meriv 'yatırım'a wan bike?



22.11.2016 19:56 | berxweda

413. ji bo peyama 411 (bnr:tirşik forûm/95591)

- bajareke wisa nîne, li colemêrgê 100 sal hema bêje biqasî kurdan, kildan û aşûrî hebûn. şirnex bi xwe ne bajarek e, ji loma ne ji hesabê ye, li cizîrê jî erê niha şêniyên niştecih safî kurd û kurmanc in, lê dîsa sed sal berê, nûfoseke berkeftî ya cihû û filehan li wir jî hebû. hê jî li îsraîlê cihûyên bi eslê xwe ji cizîrê botan hene.

û ji bo peyama 412 (bnr:tirşik forûm/95629)

pereyê xwe neyêxe xusar! gotineka pêşiyan heye dibêje; Erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tune be zû xelas dibe. û dîsa dibêjin şeytan gotiye; ez bikutim wî de yê ku bi kêrî xwe neyê! ;)
xelkê başûr elimiye nanê belaş yê dewletê û bitrî û betaliyê, qenciya mezin ew e ku yek pehînekî li derê qûna wan xe û bi zorê wan bişixulîne. bi xêran û alîkariyan krîza li başûr derman nabe.



22.11.2016 20:29 ~20:29 | endazer

414. îşev 95 heb mêvanê tirşikê hene. Divê em şorbeya tirşikê zêde bikin lê şorbevanê me hatiye asteng kirin û hêdî hêdî ji tirşikê sar dibe..



22.11.2016 23:39 | bûtîmar

415. jiwan 95 heba 80 heb ezim hingî bi vpnyan têm mêvandariyê û diçim wiha xuya dike an xwedê çi ji kî stendiye werin tirşikê * shorbevan loqeka mezine ewê qirka yên wî astengkirine û yên bûne sedem wê biqelêşe qelaştiye jî lê ew kes nabînin an naxwazin bibînin, her wiha serketin a shorbevana ye



22.11.2016 23:51 | bernadim

416. we çiqwasî behsa zerdeçalê kir law * ka kesî zane bê çawa tê xwarin an dikeve kîjan şîvê û ew şîv çawa çê dibe heye?
min jî bi zerdeçalê bidin nasîn ha *



27.11.2016 11:03 | berxweda

417. Lînkên binnivîsên the sixth sense șikestî ne. Gelo çawa karim peyde bikim?

Edît, me dît: @simurg pirsgrêk hal kir. Zor spas kekê. Xwidê te ji serê me kêm neke.



03.12.2016 17:11 ~2016.12.05 12:35 | gumgumok

418. @gumgumok, binnivîsên fîlman ji nû ve hatin barkirin û problem nema.



04.12.2016 17:53 | simurg56

419. Ev binnivîsan çawa bêyî qalîta wê kêm bibe tevlî fîlmên hd dikin û li malperan bar dikin?



05.12.2016 14:55 | berxweda

420. @berxweda,
ji bo vê yekê 2 rê hene.
riya 1- di hinek malperan de lêdera vîdyoyan (player) rê dide ku mirov binnivîsan dûre li fîlmê zêde bike. mîna binnivîsên youtubeê. lê encax sîstemên pêşketî dikarin vê yekê bikin. %99ê malperan bi riya duyemîn dikin;
riya 2- ji vê re hardsub tê gotin. min berê bi bernameya avidemuxê (ku belaş e û bi çavkaniya azad e) vê yekê dikir. niha jî bi vê bernameyê mirov dikare çêbike. mirov fîlmê û binnivîsê hildibijêre û paşê mîhengên mîna reng, mezinahî û pozîsyona nivîsê fîlan eyar dike û dide kodkirin (rendering an jî encoding tê gotin).
di vê rêbazê de, dîmenên fîlmê ji nû ve tên afirandin û êdî binnivîs dibin parçeyek ji dîmenê, loma êdî ew binnivîs nikare jê were derxistin an jî guhertin. demek dirêj û komputerek baş dixwaze.



05.12.2016 18:21 | simurg56

421. Gelo em torrentên fîlman jî parvebikin çawa ye? Ti pirsgrêk hene vêga?

Heke em karibin torrentên fiîlman barbikin, îda ji beșa fîlman em ê karibin fîlman daxînin jî.



13.12.2016 01:39 | gumgumok

422. willehîî, ez nizanim. bi ya min problem dernakeve. em dikarin torrentan tenê ji bo endamên tirşikê vekin. ger mêvan, biyanî nebînin problemek legal dernakeve.
ger daxwaz hebe em dikarin, lê gelo çend kes torrentê bi kar tîne li tirşikê?
(bnr: torrent)
(bnr: ji torrentê daxistina tiştan)



13.12.2016 13:06 | simurg56

423. îşev dîsa hişê tirşikê tevêhev bûye..
nivîskarek (radîşo - 1501 saet û 38 deqe) onlîne nîşan dide..
simurg bûye çomez, ez bûm "pergala tirşikê",
qaz da elokê, elok da mirîşkê, mirîşk da werdekê : ) hemû tevêhev bû çû..
nizanim xezeba kî ye li ser tirşikê de dibare : )



14.12.2016 00:08 | bûtîmar

424. min bi zanistî xwe kiribû çomez. ji bo ceribandina guhertinên xwe.
di saeta onlinebûna nivîskaran de xeletiyek heye. ez ê lê binêrim.



14.12.2016 00:22 | simurg56

427.


deqe 13:10.



14.12.2016 00:41 | simurg56

428. -ev ji bo ceribandinê ye-

¯\_(ツ)_/¯

-ev ji bo ceribandinê ye-
edît: pardon moderasyon, min got ka ez mêze bikim mirov dikare wan şeklan di tirşikê de bikarbîne.belê dibe.bila ev bimîne *



16.12.2016 13:24 ~13:27 | bayesar

429. Tirșika me dîse tevlîhev bû. Bûye hewdel .

Ez têneketibûm û 2 peyam nivîsand. Peyrê min fêhm kir kû têneketime. Piștî ez têketim peyameke min li ser navê sergijikê bû ya dî jî bê nav bû. û serê kêlî tirșikê ez derdixistim. 5 caran ez derxistim. Beșa peyaman nașixule. Hinek pirsgrêkên dî jî hene. Mesela min 40-50 saetan online nîșan dide.

Simurg56 ji bawerim ku van rojan pir mijûl e. Simurg abe hey ji tirșikê hebe *



19.12.2016 23:02 | gumgumok

430. Ne girîng e, lê dîse ez bêjim. Di ferhengê de version 2.9.1 xwuya dike. Divê 2.9.3 bane.



24.12.2016 03:20 | gumgumok

431. domaina ferhengê xweş ninû. ferhanga tirşikê ne tenê tirkî-kurdî ye.



24.12.2016 11:32 | cinorek

432. dizanim lê dema min navê malperê standibû, yeke xweştir nehatibû bîra min û domainên mîna ferheng.com fîlan hatibûn standin. wê demê ferhenga me ya herî mezin ya tirkî bû loma min navek wisa standibû. em dikarin yeke din jî bistînin lê çi?
ferhengenkurdi.com??
mirov dikare ji vir kontrol bike ka ew nav musaît e an na; Here lînkê



24.12.2016 11:44 ~18:41 | simurg56


434. Meheba gelî dost û hevala min pirsek heye! Hûn di derbarê çîroka "leyla salim axa" de tiştek dizanin an no an na an erê an belê!*



25.12.2016 22:55 ~2016.12.26 10:07 | xwelî li ser

435. işev li ser mijarên sîyasî dilê min hevket.
nizam tevger, nizam lihevnekirina kurdan welleh ez idî zehv westiyam.
kuro ewqas rêxistin, partî, tevger nizam çik çêbûn û çêbûn ku idî alfabeyê de tîp neman yaw!
her kesek radibe tiştekî saz dike û dibêje ya rast fikra min e. ku hin kes hember derdikevin, kuştin çêdibe... siyaset siyaset siyaset heta kû?

birastî jî hişê min westiya.

Ka bifikirin hingî dinya ava bûye, kuştin e şer e şer e şer e bû çi?

ji kerema xwe re pişta xwe bidin belgehê xwe û vê stranê guhdar bikin..

https://m.youtube.com/watch?v=JszEHpfk3



01.01.2017 22:59 ~23:06 | bûtîmar

436.



01.01.2017 23:09 | bûtîmar

437. Yaw heval no inşellah xweda bike nesîb ezê vê çileyê dahwet bikim yanî hûn jî dizanin mobîlya fîlan hewceye îca mejîyê min bûye şorbe di mijara mdf û sunta de ango mesela ger ez mala xwe zehf bar nekim, kîjan çêtir e perê jî zehf tune nexweşîya popûlarîzmê jî minve nîne elhamdulîllah* . Min suntayek dît 2.500 e mdf jî hema texmînî dora 4 an destpêdike êjî her dikandar dibêje nizanim mdf başe nizanim sunta jî başe nizanim suntalem mdf û suntalem tevlîhev her yek xwedê zane derewa dikin her yek ji ber ku her dikandar malzemeyê din pûç dide nîşandan.. Gelo ez çibikim bawerîya min bi mobîlyafiroşan nayê tirşîkvanên ku zewîcîyê wê ji min re çi pêşnîyar bike???



02.01.2017 16:39 ~16:43 | azad30

438. @azad30,
ez jî ji van karan zêde fêhm nakim lê ya ez dizanim ew e ku mdf ji yên din qewîtir e. jixwe dema tu hilgirî jî tu wê bibînî ku girantir e. yên min ev nêzikî 6 sal in bi kar tînim, hê tu tişt bi wan nehatiye. di barkirina malê de jî tu xesar nedît.
lê mesele ne tenê malzeme ye, karkerîya wê jî bi qasê malzemeyê girîng e.
ger xema te ya markayan tune be û ger ji te re ne dûr be, li dîlokê mobîlya erzantir in.



02.01.2017 19:44 | simurg56

439. Sax bî keko bawerî jî zehmete ez diçim kîjan dikandarê her yek sûnd dixwe dibê ya me qahîm e piştrast be lê amedê çend cara hatîye serê min hinek dikandar zehf derewa dikin loma ez nizanim ji kîjan dikanê bistînim.



02.01.2017 20:03 | azad30

441. Mdf spî dimîne. Ê din bi demê re zer û çilmisokî dibe lê ev rengê xwe disitêre û temendirêj e. Rengekî ronak û bedew lê heye. Zû bi zû qirêj nagirê. Lê bihayê wan nizanim. Di navbera wan de ferqê fiyetê kêm be mdf hêj çêtire li gorî min. Baş bihesibîne û wilo qerara xwe bide. Li gorî min li serşok û pêjgehê yanê ji bo menzelên ku zû diperitin yan jî tiştên ku zehf tên şixulandin bijartina xwe ji aliyê mdf yan bi kar werîne. Ji bo menzelên din û tiştên din sunta besî ye. Sunta jî baş e. Bi vî awayî him hê aqilane him jî kêmmesrefî dibê bi goriya min.



02.01.2017 20:16 | rûbar

442. merheba gelî tirşikvana..

cinorek di peyama xwe ya bnr: jan dost/96760 de behsa : 4- şerha Dîwana Cizîrî. bi kurdî.
kiribû.
min sê roj ewil li amedê ew pirtûk geriya, haja kesî pê tinebû.
dibe ku hê derneketibe?
haja kî pê hebe bila xêra xwe min agahdar bike..



12.01.2017 14:47 | bûtîmar

443. @hozanserhad
di şandiya xwe de gotiye ji bo çapê amade ye yanî hîn nehatiye çapkirin



12.01.2017 15:57 | mergehez

444. Spas dikim mergehezo nançû..



12.01.2017 21:58 | bûtîmar

445. şerha dîwana melayê cizîrî, ne ya jan dost lê ya mela ehmedê zivingî 88 mîlyona hûn dikarin bikirin: Here lînkê



12.01.2017 22:09 | xendekî

446. hevalno merheba ji were..pirsa min:dibêjin di wêjeya Kurdîde romana herî pêşî romana Ereb Şemo Şivanê Kurmancaye...ev pirtÛk jî di sala 1935 an de hatiya çapkirin ma gelo beri hingî me Kurda qet roman ne nivîsîne?



12.01.2017 23:25 | şervantes

447. spas dikim xendekî
min ewa mebihîstibû, baş bû ezê binhêrim.
lê te xwendiye bawer dikim?
pir baş e?



13.01.2017 01:45 | bûtîmar

448. @hozanserhad min çend cara jê xwendîye. pir mezin e. û xweş e, her hevokê her peyvê mehneya wê tesewûfî vedibêje.



13.01.2017 12:21 | xendekî

449. @şervantes erê berîya wê romaneka kurdî tune ye. yanî em wilê dizanin



13.01.2017 12:22 | xendekî

450. te dît li aliyê çepê yê tirşikê tenê peyamên ku di 24 saetên dawîn de hatine nivîsandin, tên nîşandan, vêca wê rojê tirşikvanek pêşniyar kiribû ku êdî peyamên 48 saetan were nîşandan.
gelo fikra we çi ye? em tiştek wisa bikin?
carina ez bixwe jî 2-3 rojan nikarim tirşikê bixwînim û loma nikarim nivîsan bişopînim. dema mirov tê jî dibîne ku mijar fîlan tune, wê demê jî mirov nizane çi binivîse.
ya rastî jixwe rûpela rojek heye, mirov dikare ji wir mijarên rojên berê jî bibîne... Here lînkê



15.01.2017 20:22 | simurg56

451. bûtona peyamên 24 saetan jî ya 48 saetan jî hebe wê baştir be. Hine rojan ez jî nakevime tirşikê paşê û ji xwe ra nabînim fonksiyona "rojek" bikar bînim.

"peyamên 48 saetan" wê baştir be bi ya min.



15.01.2017 20:27 | bûtîmar

452. 48 baştir e.



15.01.2017 20:38 | elaziz izzetpasa camii

453. ey nîştecihên tirşikîstanê,
ji bo ehlewiya di rûpelên medyaya civakî (facebook, twitter, instagram... ) nimareya ma ya telefonê tê de qeydkirî be, ji bo me tiştekî baş e an nebaş e?



14.02.2017 13:56 | bûtîmar

454. meriv nimreya xwe eşkere bike baş e qey?
ger hûn sixûr nebin tiştekî pê nayê
(bnr: muhittin topalak from kazlıçeşme)*



14.02.2017 13:57 | ferhenga şikestî

455. ferhenga şikestî min wek merivan pirseke di hişê xwe de pirsî.
tu wî pozê xwe yê genî nav her tiştî da nekî nabe?



14.02.2017 14:02 | bûtîmar

456. na nabe, ji ber ku li gorî formata tirşik forumê ez dikarim li vir pozê xwe yê xweşik û lihevhatî têxim her derî.
û bi qasî ku ji civîna stenbolê tê bîra min tu lawikekî biqail û efendî bûy, ev heqeret li te nehat, peyvên ku hûn rû bi rû nikarin li ber însanekî bi kar bînin, di vir de jî bi kar neyênin. fedî bike.



14.02.2017 14:08 | ferhenga şikestî

457. min pirsek pirsî, dibe ku ew pirs ji bo min zehv girîng be jî.
lê tu tirranê xwe li min dikî. eger te rû bi rû jî ev tirane li min kiribûya tu yeqîn bî min ê ev bersiv bida te.
esas tu fêdî bike. laqirdî û terrane jî heta cîhekî ye.



14.02.2017 14:12 | bûtîmar


459. @hozan serhad;
dema di hesaba te de problemek derket, ger nimroya te rast be, wê gelek hêsantir be ku hesaba xwe rizgar bikî.
lê ger meseleyek hiqûqî rû bide, ez bawer im wê ev nimro îspat bike ku ev hesab aîdê te ye. û ev jî ne tiştek baş e. (bnr: anonîmbûna li ser medyaya civakî)



14.02.2017 21:27 | simurg56

460. spas dikim ezîz simurg, te pirsên di hişê min de ronî kirin..



14.02.2017 22:30 | bûtîmar

461. Gelo tirșik werê hackkirin wê peyam û keda têde li boșê biçe? An jî ihtimal heye ku hinek van peyamên tirșikê bêveger (irreversible) jê bibin û bișewitênin? Ewlehîya me bi kê tê?

Pirsa duyem, .... Wellehî min jibîr kir :/



17.02.2017 00:00 | gumgumok

462. simurg56 carûbaran yêdeka daneyên tirşikê digire loma ger tirşik were heckkirin dê hemî daneyên tirşikê çem û çem neçin.
Mîsal, îroj Simurg56 em bêjin ku yêdeka daneyan girtin, sê roj paşê tirşik hat heckkirin, wê bi tenê daneyên sê rojan çem û çem biçe



17.02.2017 00:12 ~00:13 | ferhenga şikestî

463. yekî dîsa belesebeb reşşik barandiye. Vê carê qutto jî nîn e. Ji ber ku Dengdanên qutto hê 22 ne.
gelo çi kêfê lê hildidin ev kesana?
welleh ez zêde nakevime heyra reşşik meşşikan. Lê dilê merivan sar dike yaw!
bes bes.



17.02.2017 10:25 | bûtîmar

464. merheba tirşikvanno, we peyva "ret-bûn" bihîstiye qe?

mînak: ez îro zehv xebitîm, ret bûme"



17.02.2017 15:07 ~15:07 | bûtîmar

465. Ew ne retbûn e rextbûn e
Bi pirranî wek ez rext ketim tê karanîn
Ez îroj pirr xebitîm û rext ketim



17.02.2017 15:28 | ferhenga şikestî

466. ew ne "ret" bûne ne jî "rext" bûne. ew "reht bûn" e agssghs li rojhilatê amedê di dewsa "westîn"ê tê bi kar anîn.



17.02.2017 15:52 | ceso

467. rojbaş tirşikvan! îro rojek tijî ewr e li Almanya.



17.02.2017 16:16 | hola êzîda

468. @ceso
Te jî got qey min tiştek got?
Bipirsim, ku rast e? Ko rast e? Go rast e?
Miraq rast e? Mirax rast e? Merax rast e? An meraq rast e?
Guherandin rast e an gewirandin rast e?
Reht rast e? An rext rast?
Ez bêjim belkî tu xwedî ewqas agahiyên nîn î, normal e yanî herkes ne mecbur e her tiştî zanibe
Hemî peyvên li jor rast in. Hemî giş di tekstên kurmancî de derbas dibin û heta ku dewletek saz nebe û piştî salan bi vî zimanî perwerde çênebe û kurdî standart nebe tu nikarî bêji ya min rast e.



17.02.2017 16:21 | ferhenga şikestî

469. Min xwest mijara "mobile tarife tavsiyeleri" vekim, lê Kurmancîya wê ne hatê hișê min. Gelo çawa ye kurdiya wê?

Șîretên Tarîfeyên mobîl ?

??



17.02.2017 23:44 | gumgumok

470. (bnr: pêşniyazên tarîfeyên mobîlê)



17.02.2017 23:56 | ferhenga şikestî

471. Barikem RextbûN û rext ketin wateya bêhnstandin, xwedirêjkirinê de tê bikaranîn. Min qe bikar neaniyê lê wisa hiş pê dikim min vê wateyê de bihîstiye erê..
heta dibe jî ku peyva "rex" ve girêdayî be jî..

peyva ku min digeriya rehtbûn bû. Di wateya westînê de tê bikaranîn

Min etîmolojiya rehtbûnê meraq kir..
reht çi ye *



18.02.2017 00:15 | bûtîmar

472. Danegeha tirşikê car caran tê tomarkirin. Ez danegehê dadixînim ser komputera xwe û paşê wan li hard diska xwe ya din mobîl jî kopî dikim. Heta yêdekên berî 2-3 salan jî li cem min in. Yanî zehmet e ku ked komple wenda bibe.



18.02.2017 00:15 | simurg56

473. Şev baş @hola êzîda. *

Li serhedê şevek e sar û bager-berf e.
Lê nava rojê wek almanya esman bi ewr nebûn li vir.
Esman wisa sayî bûn wisa sayî bûn idî hindik mabû em marsê bibînin.
Ev qedereke dirêj bû çiyayê sîpan evqas sayî xwe nîşanî me nedabû. Lê îro wê jî xwe seyreke xweş va xwe rojên tavîn re amade dikir..



18.02.2017 00:29 ~00:38 | bûtîmar

474. Șevbaș @hola êzîda û @serhado, îro stenbol sayî bû. Tavik bû. Lê hinekî sar bû dîse. Șeveqê saet 08:00a ji mal derketim. Heyv diberiqî. Min wêneyeke wê kișand û ji mixaletiyê xwe re șand. Min got meyzêne, heyv jî weke dinyayê grover e. Dîse bawer nekir.



18.02.2017 00:37 | gumgumok

475. @gumgumok *

Ji kerema xwe re wê wêneyê ji min re watsabê de bişîne. Ez wêneyên wisa zehv hez dikim

(bnr: özele gel) *



18.02.2017 00:41 | bûtîmar

476. @hozan serhad
Li gorî wîkîferhengê peyva rehtê ji rehetê tê



18.02.2017 00:44 | ferhenga şikestî

477. Li cem me, reht heye û rehet(rihet) heye.
Reht, westandin, betilîn.
Rehet, rehet e *

Hinekî li min jî ecêb tê wisa ye.

Minak, Gumgumoko xwe reht neke, ez dikarim çiwêl bar bikim.

Filankes ji bo me xwe gelekî reht kir. Xwarin çêkir, ça anî, em gerandin....



18.02.2017 00:49 | gumgumok

478. @gumgumok
Min pêşniyaz nîvîsandibû lê te wek pêşniyar mijara hanê vekiriye
Ji vir çend sal berê min gotarek xwendibû derheqê vê mijarê de kêm zêde tê bîra min. Peyv nîyazê ji erebî tê jixwe bi vî rengî derbasî tirkî jî bûye. Şeklê resen ê vê peyvê nîyaz e, te dît tirk jî dibejîn 'niyaz ettim'
Vêga çima di kurdî de wek nîyar bûye? Ez ne şaş bim cara ewil ev peyv ji alî mamoste mukrîyanî ve derbasî kurdî bûye, dibêjin di matbaaya mukrîyanî de tîpa zyê xira bûye û ew peyv bi şaşî ne pêşniyaz lê wek pêşniyar hatiye nivîsîn û wisa belav bûye. Mesele pirr baş nayê bîra min lê tiştê ku tê bîra min pêşniyaz ji ber kêmasiyekê nehatiye nivîsîn û pêşniyar bi şaşî belav bûye û wisa heya îroj hatiye



18.02.2017 00:51 | ferhenga şikestî

479. @ferhenga șikestî, min ji binî pêșniyaz ne bihîstiye. Di Kurmancî de Wekê pêșniyar dizanim. Min got vêga te bêhemdî xelet nivîsiye, ka ez ya rast binivîsim. *

lê rast e. Niyaz heye niyar nîne. Esil tu yî. Tu moderator î. Te divê biguherîne.



18.02.2017 00:57 | gumgumok

480. @gumgumok
Ev şaşiya çapê ya ku behs dikim ji vir sed sal berê qewimiye loma wisa pirr zêde berbelav bûye
Ger ez gotara ku behs dikim bikaribim peyda bikim ezê ji te re jî bi rê kim. Lê êdî pêşniyar jî ketiye zimên loma tê têgihiştin



18.02.2017 01:00 | ferhenga şikestî

481. @ferhenga şikestî, çawa li çapqaneyekê tîpa zyê tune be? ma bê wê tîpa ew der dibe çapxane?

niyet an jî nêt ji erebî ketiye kurdî. niyaz jî farisî ye. dibêm qey pêlek me dibe ber pêla din.



18.02.2017 01:03 | berxweda

482. @berxweda
Min çend sal berê xwendibû loma baş nayê bîra min ezê wê gotarê peyda bikim. Tîpa zyê heye lê wêga xirakirî bûye. Ezê sibehê vê meselê zelal bikim



18.02.2017 01:14 | ferhenga şikestî

483. Şev baş gelî tirşikvana

strana ku koma azad jî dibêje, weylo weylo (şar)
Bnr :



Vira da mesela şarê çi ye?
gotinên stranê min xemgîn dike..



06.03.2017 22:25 ~22:26 | bûtîmar

484. Hozan Serhad qansî ez zanim di vê stranê de şar wekî " şarp , çefî , xavik " tê bikar anîn. Belkî xelet bim jî *



06.03.2017 22:41 | biaqila malê

485. biaqila malê ez zanim şar çi ye *

min mersele pirs kir *
gotinên stranê:

Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê
şar a bûkam reşe weylo weylo
Şar a bûkam reşe dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî meşan weylo weylo
Gundîyan girtî meşan dayê xerîbim dayê

Wey malîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Wey gundîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Weyla kulê tu bi kul bî bikevî
mala dawetê wê wê singê ersê
Wê wê aman şarê
aman şarê wê aman şarê
Derdê şar êli min bûye dendika jerê

Şar a bûkam sore weylo weylo
Şar a bûkam sore dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî dore weylo weylo
Gundîyan girtî dore dayê xerîbim dayê

Wey malîno şara serê wî lo li min begeweze
Wey gundîno şara serê wî lo li min begeweze
Wêleh şara serê min dane serê wî . aman şarê
Aman şarê wê aman şarê derdê şar êli min bûye dendika jerê
Şar a bûkam sîpîye weylo weylo
Şar a bûkam sîpîye dayê xerîbim dayê
Xêlya xwe danîye weylo weylo
Xêlya xwe danîye dayê xerîbim dayê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê

Wey malîno şara serê wî lo li min badane
Wey gundîno şara serê wî lo li min badane
Wêleh reşê şara wêê li min badane wê aman şarê
Aman şarê wê aman şarê derdê şarê li min bûye dendika jerê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê.



06.03.2017 23:26 | bûtîmar

486. ewî xwe ji bo şarê sot *

meseleya wê, çîrok û hîkayeta wê çi ye gelo? *



06.03.2017 23:28 | bûtîmar

487. Ha welleh min şaş fam kiriye * nizanim bila xêrxwazek ji min re jî bêje min meraq kir *



07.03.2017 02:15 | biaqila malê

488. êzidiyên ne kurd dîsa li van orta ketine.



15.03.2017 23:27 | berxweda

490. Slav, gelo "Check for updates" yanî 'güncellemeleri denetle' çawa tê wergerîn?

-Venêre rojanekirinan
-Li rojanekirinan venêr e/binêr e
-Rojanekirinan qontrol bike


Edît: ji bo bersiva tirșikvanên hêja rubar û simurg56 gelek spas dikim.



19.03.2017 11:30 ~2017.03.20 16:34 | gumgumok

491. Ez bawerim wisa dê dibe wergerandin(wergerîn niye);
Rojanekirinan vebinêre/bivenêre
Neyînî;
Venenêre/nevenêre

Veser:
Vebinihêrîne/bivenihêrîne
Venenihêrîne/nevenihêrîne



19.03.2017 14:59 ~15:08 | rûbar

492. "kontrola rojanekirinên nû", an jî "rojanekirinan kontrolke"



19.03.2017 15:32 | simurg56

493. Gelo (bnr: cinorek) li kû ye, çi dike, rewşa wî çawa ye?.. *

zûda ye nanivîse.. Carekî gotibû ez dinvîsim, hine caran çewtî tê de çêdibin û hinek kes rexneyan li min dikin. Ji ber vê yekê jî dilê min ji tirşikê sar dibe.. Dibe ku lewma nanivîse..?

were birayê ezîz. Ev tirşik zeviya bavê kesî nîn e. Ya her kurdî ye. Tu guh nede wan kesên ku çavên wana têrkirina egoya wan e.



22.03.2017 00:18 ~00:24 | bûtîmar

494. @hozan serhad,
cînorek herî dawîn berî 3 rojan têketiye tirşikê. min jê re peyamek taybet nivîsandibû, hê wê jî nexwendiye. ew wisa ye, carina ji holê wenda dibe lê teqez dîsa vedigere.



22.03.2017 20:04 | simurg56

495. endamtiya min hatiye erê kirin. min pîçekî formata tirşik jî xwend keyfxweşim *



22.03.2017 23:34 | kanî27

496. Ez idî newêrim tirşikvanên nû ra xêrhatin bidim.
Çendek ewil min xêrhatin li çend kesan kir, yekê gotibû min da "ji te re maye xêrhatin a min" * *

lê disa jî @kani27 tu bi xêr hatî *



23.03.2017 01:00 | bûtîmar

497. Gelo em çawa dikarin di hemû mijarên tirşikê de li peyvekê bigerin? Di "lêgerînê" de em li sernivîskan digerin. "di mijarê de bigere" de em tenê 'di wê mijarê de' digerin.?

Edît me dît : @xendekî spas dikim



09.04.2017 13:36 ~23:30 | gumgumok

498. @gumgumok bikeve googleê. di qutiya lêgerînê de wiha binivîse:
"tişta tu dixwazî lê bigerî" site:tirsik.net

divê tu di nava dunikê de peyv an jî hevoka lê digerî binivîsî û ji ber ku dixwazî di tirşikê de lê bigere valahîyekê bihêle û site:tirsik.net binivîse û lê bigere.



09.04.2017 13:51 | xendekî

499. @gumgumok
me îsal 4 ton komir xelas kir hê jî em germ nedibûn.
Hê ez qe behsa dar beran jî nakim haa.
Qe ti wek zivistana îsal jî nebibû eva çend sal bû evqas dijwar nedibû.

Bnr: serhed/98698
Bnr: serhed/98701



09.04.2017 23:47 ~23:50 | bûtîmar

500. Slav hevalno, gelo "vajî" ji xeynî cilan tê bikaranîn?

Mînak: vajî bimeșe, vajî bixwîne,

Yanî wateya vajî "tersyuz, içi dışına dışı içine çevrilmiş hali" ye, an jî wateya "ters, tersten" jî dihewîne?


Edît : @hozan serhad, raste wilo ye. pașpașkî jî tê gotin. Lê ez wateya "vajî" dipirsim.



10.04.2017 10:08 ~11:59 | gumgumok

501. wek ez zanim wateya ku tu dibêjî ''tersten'' kurdiya wê paşopê ye.

mînak: paşopê bixwîne, başopê bimeşe..



10.04.2017 10:59 | bûtîmar

502. şeva we xaş be gelî tirşikvana..
niha li vir mele selayê dixwînin. Ma îro an jî sibê rojeke pîroz / mişerrif e?
Ber zena min na.

Îro ber derstê êvarê min li sûkê melê camîya navendê dît, bi dengekî bilind şa dibû digo "em ê ji bo serokvezîrê xwe îşev li camîyê da loqiman bela kin"..
Destê wî da jî cîhaza mîkrofona deng hebû..

ez wisa fikir pê dikim ev sela jî ji bo referandûma serokatîyê ya tirkîyê a sibê ye.

ahan ez li vir jî dinvîsim. Eger ko sibê evet (erê) derkeve, wê hemû camîyan da bang û sela bikin.

na na vê carê meriv birastî jî ecêbmayî û matmayî û şaş dibe.



15.04.2017 20:51 ~20:54 | bûtîmar

503. Hevalekî ji bo xwe û jina xwe ji min kincên kurdî (şal û şapik, kiras xiftan) xwest. Pirsa ewil li gorî we kincên kîjan herêmê (Botan, Behdînan, Soran, Hewraman) bêtir levhatî ne? Pirsa duyê kîjan qumaş çêtir e? Pirsa sêyê ji kû derê mirov dikare peyda bike?
Ji kerema xwe hemû kes bila zanîn û tecrûbeyên xwe yên di vî warî de binivîsin. Eger ber dilê min bigire belkî ji xwe re jî bedilekî bidim dirûtin.



21.04.2017 20:56 | endazer

504. Ez bes dizanim ku amedê li çarsiya şewitî da tiştên bi wî awayî hene û têne dirûtin.
Hevalekî min li wir şal û şepik ji xwe re standibû.
Wekî din fikra min tine.



21.04.2017 21:37 | bûtîmar

505. Silav hevalno,
endazer gotiye :
jê re gotine tembeliya xwendinê lê bi ya min diviya bigotana nezaniya nivîskarî.


Ka em li ser " diviya bigotana " û " divê gotibana" Analîzekê bikin.

Gelo kîjan rasttir e? "divê" çima bûye "diviya", û gotibana " û " bigitana" . Li kîjan herêman tê bikaranîn? Heke em Li gorî rêzimanê bifikirin, Çima wisa diguherîn?


Edît : @hozan serhad, @mergehezo û @simurg56, @xendekî gelek spas dikim. Mal ava.



23.04.2017 06:30 ~2017.04.24 19:21 | gumgumok

506. tirşik forûm/98898
Ez jî meraq dikim bê divê kîjan form bê bikaranîn. Lê di hin berhemên edebî de ez li rastî "diviya", "diviyabû", "bivê" hatim loma ji bo dema borî "diviya" bi kar tînim. ku hinek bêje çima bi kar tînî ez ê bêjim ûlan tu ji romannûsan bêtir dizanî?? *
(nîşe: ev henek e. gelek romannûsên me tew nizanin rêziman çi ye)



23.04.2017 19:33 | mergehez

507. Em "bigotana" yê bikar tînin lê bikaranîna wek gumgumok a "gotibana" zehv ji min xaş tê.
gotibana
gotibana..
nazik e yaw *



23.04.2017 19:46 | bûtîmar

508. di destê min de danagehek ji hevokên wêjeya kurdî heye. min tê de ji bo "bigotana" lêgerînê kir, gelek encam derketin,. ji pirtûkên bûbê eser, hesenê metê, Dîlawer ZENGÎ, Edîb POLAT, Mehmet UZUN, Laleş QASO, Fawaz HUSÊN û hwd.
lê dema min ji bo "gotibana" lêgerînê kir, tu encam derneket. ev jî nîşan dide ku di nav nivîskaran de, "bigotana" gelek zêdetir tê bikaranîn.



23.04.2017 20:45 ~20:46 | simurg56

509. @simurg56 heke tu bi "gotiba" lêgerînê bikî tu yê bibînî.



24.04.2017 09:53 | xendekî

510. @simurg56 û @xendekî
gelo hun dikarin wê danegehê ji min re jî bişînin?
spas û roj baş..



24.04.2017 10:12 | bûtîmar

511. meheba ji we re! îro hevaleke min wêneyek şiyand ji ekşi sozlikê entryêk bû. qaşo tişteke komîk bû. mi go ev çiye vêca?! paşî mi go çima rûpela tirşikê tuneye wekî vê di instagramê de di twitterê de ku em entryên xwe yî giranbuha di vir de parve bikin? çima tuneye?! * de neyse bila niha kul û derdê min bê heke kesek jê re nebê derman ez ê bim. ku hûn nexeyidin. *



05.05.2017 21:40 ~21:41 | xwelî li ser

512. Ez bawerim carekê ferhanga şikestî înstagram ê vekiribu rupela tirşik ê hetta çend heval ji ber wî rupelê hatibun tirşîk ê lê ka nizanim niha rewşa rupelê çî ye?



06.05.2017 13:04 | azad30

513. @xwelî li ser hesabek li ser twitterê hebû di destê simurg56 de bû, hê jî heye nizanim?
dîsa komek li ser facebookê hebû di destê brusk56 de bû, ne xelet bim ew jî hat girtin.
û dawiyê ferhenga şikestî li ser înstagramê hesabek vekiribû, ji ber bazara qewî kesad ewî jî derebeyên dikana xwe anî xwar çû mala xwe. min jî dil heye li ser soundcloudê hesabekî vekim. lê divê pêşiyê xweyîxêrekî bibinim ku peyamên tirşikê bixwîne ;)



07.05.2017 02:39 | endazer

514. tiştê min fahm kir @xwelî li ser doza malperekê nake. doza lînka parvekirina peyaman dike. heke di bin her peyamê de bişkokek bo parvekirinê hebe wê çaxê dê herkes rasterast peyamê parve bike.



07.05.2017 03:43 | berxweda

516. @endazer soundcloud boş e lo * kes tune li wan dera!
@berxweda na heyran doza malperekî dikim di twitter an jî instagramê de. û peyam jî wek screenshot bigrin û di wir de parve bikin. *
ya ku ti dibê jî baş e wele .slav ji rêveberîya tirşikê *



07.05.2017 23:02 | xwelî li ser

517. carê dema te tiştek dinivîsî, kopÎ dikir û pêl bişkojek ji bişkojên jêr yên wekê bnr, vbnr, lînk.. dikir ew ê kurterêyê ew nivîsa te kopî dikir li xwe digirt. lê niha dema pêl yek ji wan bişkojan dikim, kurterê di dawiya wê nivîsê re derdikeve. mesele dema min diwest binêrina simurg56 bidim. min simurg56 dinivîsî, kopî dikir û pêl bişkoja bnr dikir (bnr: simurg56) çêdibû, lê niha simurg56(bnr: ) çêdibe.



13.05.2017 00:11 | endazer

518. Merheba dostno, gelo meriv dikare kilamên Dengbêjiyê bi nivîskî li înternetê yan jî ciyeke din peyda bike, Xebateke usa heye yan na?



13.05.2017 23:07 | mîr

519. @mîr tiştekî bi wî awayî hebe wê zehv xaş be.
Ez jî digerim.
eva çendek e ez gotinên strana qasimo digerim nagerim nabînim.



13.05.2017 23:23 | bûtîmar

520. @Hozan Serhad: Ez dibînim carna yên ku kilaman dibêjin li ber wan de kaxez heye lê dinêrin, hema nizanim tenê notên wan e çiye.. li ser înternetê de peyda nabe.

Dixwazim ez binivîsim hinek cî de jê fehm nakim, devê xwe diçeliqînin, zû dibêjin.. ji xwe min fehm bikira lê nedinêrî.

Carna Stranên jî hin cîhan de fehm nakim, nizanim ev problema min e tenê :-)



13.05.2017 23:34 | mîr

521. Min li vir bigota stranên Tirkî, min xwe şaş kir:
[carna stranên jî hin cîhan de fehm nakim, nizanim ev problema min e tenê :-)]



13.05.2017 23:40 | mîr

522. di androîdê de sepana gotinên stranan heye ku ji aliyê xendekî û mergehezo nançû ve hatiye amadekirin. heye ku di vê sepanê de gotinên hinek kilaman were peydakirin.
xendekî, ji kilaman hez dike. ez bawer im di destê wî de hinek hene.

Here lînkê



14.05.2017 12:12 | simurg56

523. bersiva pirsa endazer ya (tirşik forûm/99235);
tu caran tiştek mîna gotina te tune bû, ku mirov tiştek kopî bike û paşê pê li bnr bike û ew bibe bnr. lê tiştek hêsantir hebû û hê jî heye; em bêjin di nav nivîsa we de peyvek heye ku hûn dixwazxin bnr bidinê, li peyvê cot bitikînin û paşê pê li bnr bikin û temam e.
di vîdyoya jêr de, di deqeya 09:00 de tê dîtin.




14.05.2017 12:18 | simurg56

524. .
xûşka min:
-Serhad..... (deng nay min. Ji ber ku ez ditirşikînim)
Cîya min:
-hişê serhed tirşikê da ye. Ew li vir nîn e. *

tirsik.net hêdî dibe parçeyeke mala me *



23.05.2017 11:39 ~11:47 | bûtîmar

525. Gelo kurdîya "laf atmak" çi ye ?



27.05.2017 10:40 | mijdar

526. @mijdar ''avêtin, dev avêtin'' dibêjin. bi tirkî bêtir bi wateya ''sataşmak'' dide.biwêja ''laf atmak'' bêtir wate û întîbaya kirina gotinên nexweş ji bo jinan ji aliyê mêran ve dide. yanî tacîz anku destdirêjiya devkî an rasterast devdirêjî. lê ''dev avêjtin'' biçekÎ din masûmtir e li gorî ya tirkî.



27.05.2017 12:47 | endazer

527. gelo rastnivîsa kîsika ziravê çi ye.
di ferhenga me û wîkîferhengê de weke kîsikê zirav dinivîse: Here lînkê
lê heçko weke kîsikê ziravê be wê rasttir be. Ji aliyê din ve zirav an zerav rasttir e, wê jî nizanim. her wiha zeravdank/ziravdank jî heye.
li gorî fikrên we, em hemû mijaran beralî mijara rast bikin.



27.05.2017 13:42 | simurg56

528. $mijdar di ferhenga me de ev hene;
"1) bi hev re mijûl bûn, bi hev re mijûlahî kirin 2) gotin di ber de avêtin 3) gotin avêtin (yekê)"
Here lînkê



27.05.2017 13:44 | simurg56

529. Slav!
Gelo ji bo klavyeya kurdî hun kêjan sepanê pêşniyar dikin?



27.05.2017 23:50 | bûtîmar

530. tirşik forûm/99518

"gboard" sepanê Google ê ye, him ferhenga wê ya kurdî heye peyvên te jixweber rast dike tîne ba te, him jî klavyeya wê zehf xweş e.



27.05.2017 23:56 ~2017.05.28 00:03 | mîr

531. Ela helaa dibêje sepana gboardê barkirî ye lê ez têlwfonê da nabînim.
Kuro ez ça van telefonên kenehon biaqil fem nakim yaw



28.05.2017 00:26 | bûtîmar

532. Min çêkir! * ez kêfxaş im, spas dikim @mîr ê tirşikê*



28.05.2017 00:56 | bûtîmar

533. Fikrê we çi ye?

Gelo kurmancî û soranî nêzîkî hev in yan kurmancî û zazakî?

em bidin ber hev kîjanî pêş dikeve.

Bi ya min Soranî ji min re hêsantir tê û fehm dikim dibe ku seva xwendin û nivîsandin, sêrkirina televîzyonan be, êdî nizanim... Hûn çi difikirin ser vê meseleyê.



28.05.2017 14:35 | mîr

534. tirşik forûm/99535
bawer im ev dibe bersivek:
"Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Iraq) ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmanîyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn." (çavkanî: wiki)



28.05.2017 15:00 | mergehez

535. tirşik forûm/99537 Boyî cewabê te spas dikim, weke fermî û dîrokî wan tiştên hatiye nivîsandin rast e.
lêbelê ez tecrûbe, nêrînên we ya şexsî meraq dikim.

Soranî wekî kurmanciya jêrîn jî tê binavkirin, dibe ku eleqeya wê kurmanciya (jorîn) re ji zazakî zêdetir be...

Hûn gelo yekî soran yan jî Zaza xeber bide zehftir kîjanî fehm dikin?

-Ez bi xwe piştî dest bi xwendin û sêrkirina tv yan soranî fehm kirim, wek mînak dê û bavê min kurmancî ji min baştir dizanin lê peyveke ji soranî fehm nakin. Belkî di televîzyonan de zazakî û kurmancî bi hev re wekî soranî û kurmancî bername bihata pêşkêşkirin ewçax min Zazakî jî fehm bikira-

Min hinek agahî ji bo wê lê geriya lê tiştek neket destê min.

Fikrên we? Gelo we ev tiştê hanê çi tecrûbe kir?



28.05.2017 15:33 ~15:39 | mîr

536. Ez jî soranîyê zazakîyê zêdetir fem dikim.
hevalên min ên zaza, zazakî xever didin ez ku %10 fem bikim, di tv yê da soranîyê %30 filan fem dikim.
Wek gotina @mîr gotiye jî helbet bandora tv û xwandina soranî-kurmanciyê li ser heye lê ez dibêjim hindik e.
Soranî daha zehv nîzikê min tê..



29.05.2017 08:51 | bûtîmar

537. bala min kişand têkiliya ku di navbera peyvên ingilîzî yên history û storyê de heyî, gelo di navbera peyvên kurdî yên dîrok û çîrokê de jî heye yan tuneye? ji kerema xwe dîtin û zanyariyên xwe bi me re parve bikin.



31.05.2017 23:48 | tizbîkêş

539. @derqamij
ez soranî me û kurmancî baş nizanim
1-nêzîkî 100 milyon kes li anatolî û azerbaycan xwe tirk dihesibînin lê ne tirkin (tirkan çekîk gozlu ne) pes tiştekî normale ku çend hezar zaza xwe kurd bihesibînin (ku nahesibînin û bi xwe re kird kirmanc kirdas zaza dimilî dibêjin û çar pênc nav bi kêr tênin çunke ne kurdin û eger kurd bûn bi xwe kurd digotin ne kird û dimilî û falan wek hemû kurdên din ku tenê xwe kurd dinasin) elbete zazayên ku raya xwe didin chp bêguman xwe kurd nahesibînin
2-zimanê zazakî nêzîkî kurmanciye nêzîkî soranî jî heye nêzîkî farsî gîlekî û hemû zimanên îraniye çunke zimanekî îraniye lê ne kurdiye ne jî farsî û bi farsî herî nêzîktire ji kurdî zimanê lurî jî bi kurdî nêzîke (nêzîktir li zazakî) lê ne kurdiye eger zimanê zazakî kurdiye çima bi farsî nêzîktir ji kurdiye? lê welatê wan ji welatê farsan herî dûre? tenê yek sedem heye û ev hatina zazayan li cihê dine (bakûrê îran)
3-hemû kurdan û tirkan nêzîk zazayan sunnî ne zazayan çawa elewî bûne? bersiva wî tenê hatina zazayan li welatek elewî ye ku bêguman bakûrê îrane û navê yekemîn hikûmeta elewî di cîhanê de dêylemiyane (dimilîyan) ku li bakûrê îranê ava kirî)
4-niha kî biçûke? mêjiya te biçûke ku nikare tiştek sade fêm bike



01.06.2017 08:45 | mindal

541. @derqamij
li rojhilat hemû kes bi xwe re dibêje kurd ez yekemîn car di înternetê de soran û goran bihîstim heta pîremêrdên seqiz nizanin soran û goran çî ne



01.06.2017 10:04 | mindal

544. @mîr
li gorî min û çend zimannas zazakî ne kurdiye
kurmancî û soranî nêzîk tirin çimkî zaravayên yek zimanin
ferqên ew du zarava kême
mînak
w ya soranî - v ya kurmancî
çaw - çav an aw - av an şew - şev
e ya soranî - i ya kurmancî
debînim - dibînim an be - bi an le - li
fêlên wan ferq dike
min got - min gutim
ez dibêjim - min dellêm
h ya kurmancî di çend peyvên soranî de tune
bihîst - bîst an guhertin - gorran an deh - de an cih - cê
î ya axira soranî - a/ê ya kurmancî
çawî min - çava min an dengî to - dengê te
ê ya soranî - î ya kurmancî
mêz - mîz an kêr - kîr
çend ferqên din
zarok - mindal
golik - gwêreke
rûnîştin - danîştin
roj - xor
meh - mang
lê - bellam
niha - êsta
em - ême
hun - êwe
çima - boçî
çawa - çon
heta peyvên başûrîtirîn zaravaya kurdî (feylî) wekî soranî û kurmanciye lê zazakî gelek ferq dike



13.06.2017 15:02 | mindal

545. bişkoka îstatîstîkên wî/ê---bike grafîk naxebite.
di ya her kesî da eynî grafîkê nîşan dide



15.06.2017 11:36 | bûtîmar

546. "bişkoka îstatîstîkên wî/ê---bike grafîk naxebite.
di ya her kesî da eynî grafîkê nîşan dide
"

problem hat çareserkirin.



15.06.2017 23:34 | simurg56

547. silav gelî tirşikvana..

strana qasimo (Qasimê lawê Meyro) da hevokeke iha derbas dibe:

Kerî pergerê Qasimê lawê Meyro giran e.

gelo ev Kerî pergel çi ye hun zanin ?





Bnr 6:53 ê da



19.06.2017 12:58 ~12:59 | bûtîmar

549. Di nave pirtuka Pîremêrd'de ''Felsefey Kiçe Kurdek'' di nave pirtukê de Kiçe tê çı watê?



22.06.2017 04:05 | mamojian

550. (bnr: keç)
(bnr: qîz)



22.06.2017 04:26 | sloujouc

551. min bîşkoka lêgerîn: tiştek binivîse vala hîşt û bişkoka lê bigere tikand û paşê vegeriyam dîsa bişkoka lêgerîn: tiştek binivîse tikand, lêgerînên min ê berê wek lîsteyekî derketine pêşiya min.

demek kî meriv dikare tirşikê da lêgerînên xwe ên paşerojê jî bibîne..



25.06.2017 00:36 | bûtîmar

552. Gelo em dikarin taybetiyeke aha bînine tirşikê:

mesela ez peyameke dirêj dinivîsim, di telefona min da pirsgirêkeke teknîkî çêdibe û telefon tê girtin. (şarz xilaz bû, telefon sincirî..) wî çaxî bira tirşik wê peyamê otomotîk qeydê nava peyamên li benda weşanê bike.

Hee?



05.07.2017 03:04 | bûtîmar

553. Min îro mijareke zehv dirêj vedikir lê şarza telefonê xilaz bû mijar û peyama min çû çû:(



05.07.2017 03:05 | bûtîmar

554. " gelo em dikarin taybetiyeke aha bînine tirşikê:
mesela ez peyameke dirêj dinivîsim, di telefona min da pirsgirêkeke teknîkî çêdibe û telefon tê girtin. (şarz xilaz bû, telefon sincirî..
wî çaxî bira tirşik wê peyamê otomotîk qeydê nava peyamên li benda weşanê bike.
hee?)"

taybetiyek wisa dikare were çêkirin. weke mînak serê her deqeyekê, peyam dikare weke peyamên li benda weşanê were tomarkirin. em ê li ser vê bifikirin.



05.07.2017 22:35 | simurg56

555. Kek @simurg56 ez dibêm qey wê çênebe.. Lê bibûya xaş dibû..



06.07.2017 01:14 | bûtîmar

556. klojen bi kurdî çi ye gelî jînekolognoo!!?



17.07.2017 01:08 | xwelî li ser

557. Hişyarî ! +18
Ava quz.



17.07.2017 18:23 | mijdar

558. min nedizanî çi ye û min ji googleê lêgerin kir serî de incisozluk derket. mijarek wiha vekirine: "ust kattan klojen damliyor beyler ne yapmam lazim"



17.07.2017 20:40 | mergehez

559. Zemanekê danegeh hebû çi jê hat?
An ew jî hespê spehî siwarbû û çû?



17.07.2017 22:04 ~22:18 | mijdar

560. danegeh hê jî heye; Here lînkê



17.07.2017 23:51 | simurg56

561. Bişkoka îstatîstakên wî -- bike grafîk dîsa naxebite.. peyamêmşn hemûşk meha wek 0 nîşan dîde



19.07.2017 00:12 | bûtîmar

562. ji ber rojanekirina sîstemê dîsa di vê beşê de problem derketiye. (rojanekirinek mezin tê amadekirin, di vê pêvajoyê de ev sîstema niha carina rastî komplîkasyonan tê, xem nekin.)



19.07.2017 00:24 | simurg56

563. Bi îngilîzî: Reflection
Bi tirkî: Yansıma

Li ba we wateya wê çi ye?



20.07.2017 21:43 | remlavêj

564. em ji bo reflectionê dikarin bibêjin "şewq".

Wan nedixwestin ew herin ser çemê ku hemû şewqa deştê dicivand û dida çavên wan, ew jê direviyan, lê wan berê xwe didan vê meydana kesk"
[Dara Hinarê - Yaşar KAYA]

"şewqa perajiktorê Turko rihnî dida berya mêrdînê"
[derdê gel - D. Îsmaîl HESSAF] Erêke

"Gencîneya min, tu dibiriqî, çavên te mîna du elmasan şewq didin"
[Bexçeyê Vîşne - Anton ÇEXOV]

Roka piştî nîvro di nava qelîştekên dîwêr re derbasî hundir dibû, li ser gîhê xelekên şewqê tanî holê"
[Mişk û Mirov - John STEINBECK]

Hêşinahî, geşî û xweşî Bereket, ber, heyina axê Hemû ez, hemû Dîcle, hemû ji min Rehê min di nav axê de, pê re Asimanên wê, ewrên wê Bi çivên min rengîn, bi şewqa min çirûsî Û pêlên min, bi ba, baran û lehiyan rabûyî Çavê min, bijangên min Nobedarên wextê, heyam û dewrê HAWARA DICLEYÊ
[Hawara Dîcleyê - Mehmet UZUN]

eleqeya wê tune lê (bnr: reflections of a poem) *



20.07.2017 21:49 ~21:51 | simurg56

565. dest xweş (: gelo sîtav çawa ye, li şûna reflectionê digire?



20.07.2017 21:59 | remlavêj

566. min peyva sîtav bi kar neaniye û nenihistiye di jiyana rojane de. lê şewq di nav axaftinên me de derbas dibû.. li min xwezayîtir tê



20.07.2017 22:14 ~22:15 | simurg56

567. spas, rast dibêjî. ya giring xwezayîbûn e.



20.07.2017 22:18 | remlavêj

568. Şev baş gelî tirşikvana..
ezê tiştekî ji we bipirsim. ez zanim kesê bersiva min nede lê dîsa jî ezê bipirsiç. Ji ber ku min internet û tirşik serî binî lihev xist lê min ew strana nedît. eva çend mehe di hişê min da ye lê ez digerim nagerim nabînim.

çend meh ewil bû nizanim lê şeveke zivistanê bû berkam. tirçikvanekî lînkeke youtubeyê parve kiribû tê da jinikekî wek dengê banga sibehê îlahuyeke cihûyan nizanim krîstîyanan dixand.
Aha ez wê digerim.

Kî/ê ji min ra wê bibîne ez ê gellek mîhnetdar bim.

wî çaxî kê parve kiribû yaaw?



10.08.2017 23:17 | bûtîmar

569. Ji aliyê havka hatibû parvekirin. Navê stran jerusalem , holy city bû. Entry ev e

https://tirsik.net/index.php?mijarid=22032



10.08.2017 23:57 ~2017.08.11 00:09 | kocer.rojhelati

570. Zehv spas dikim @kocer.rojhelati.
Lê nexêr, stran ew nîn e. Ya ku ez dibêjim melodiya wê wek banga sibehê bû.
jixwe îlahîyek bû lê îlahîya mislimana nebû..



11.08.2017 00:09 | bûtîmar

571. (lînk:

)

Îlahiya ku dişibe azan ya cihû ev e.



11.08.2017 00:14 ~00:16 | kocer.rojhelati

572. Na bira, ewa jî nîn e..
mixabin *

navê jinikê serê zimanê min da ye lê dikim nakim dernay..



11.08.2017 10:53 | bûtîmar

573. Ferqa kilam û stran çiye?



13.08.2017 00:46 | mîr

574. @mîr
kilam: ji wan berhemên dengbêjîyê re tê gotin. dirêj in, gelek jê çîrokên wan he ne.
stran: ji berhemên stranbêjan re tê gotin, ev kurt in, bêhtir çarîn û dubareya wê he ye.



13.08.2017 04:07 | xendekî

575. bi tirkî
kilam uzun hava, türkü ye,
stran jî şarkı ye.



13.08.2017 10:55 | bûtîmar

577. @hozan serhad,
ji bo ku strana ku lê digerî bibînî, belkî fonksiyona kategoriyan alîkarî bike.

min ji kategoriya mûzîk û vîdyo hilbijart û vebijêrka "kîjan be" îşaret kir, di nav encamên derketî de min çend peyaman ji te re derxistin. hemû li vir in; Here lînkê

min çend heban bilhijartin, li van peyaman binêre;
ji peyamek jêbirî;


alborada de jarramplas/99917
anna rf/99823
kurd çima ji amy winehouse hez dikin/25992



13.08.2017 23:13 | simurg56

578. Bala min kîşand ku îro mijara (bnr: el nusra) yê li serhev 3 heb reşşik stendiye.mirov ji xwe re dibêje gelo peyamên reşşik stendinê ji aliyê sempatîzanên vê rêxistinê ve hatiye dayîn an jî ji alîgirê hizbillahiyan ve û karê wan li vir çiye??



14.08.2017 17:28 | ronahî

579. Zev spas dikim kek @simurg56
strana ku min digeriya ew bû erê..

Lê feiruz dixwîne.. ez baştir hîn bûm ku meriv tiştekî di tirşikê da bigere çawa hêsan e ku bi rêya kurt va bibîne..





15.08.2017 22:08 | bûtîmar

580. Hevalekî min dixaze bine endam. Me forma endamtiyê tijî kir nebû. Hişyarî dide dibêje "prolemek çêbû koda çewtiyê: ..."



19.08.2017 10:57 | bûtîmar

581. Çaxa ku ez dikevime tirşikê, ez dibêjim qey du sê kesên dinê jî têketin bikin, wê binivîsînin hwd.. lê kes nayê.
ez zanim ku kes dê ney. Lê dîsa jî çav-bende dibim. : )



19.08.2017 21:13 | bûtîmar

582. @hozan Serhad
tirşik forûm/101458
benda Moderatoran be. înşela wê sala îsal endamtiya wî hevalê te çêbikin *



19.08.2017 21:15 | bûtîmar

583. @hozan Serhad

tu xem neke, tenê nîn î ez li vira me, ez yanî tu : ))

(bnr: asta tenêtiya min)
(bnr: asta tenêtiya min a di tirşikê da) *



19.08.2017 21:17 | bûtîmar

584. @hozanserhad

van rojan simurg56 malperê serobino diguhere. wê versiyoneka pir baş derkeve, wê tirsik.net xwe nipûnû bike. ji ber wê van rojan problemên wilê derdikevin. hinekî sebir bikin. çend carên din jî biceribîne.



20.08.2017 00:39 | xendekî

585. @xendekî
me çend Cara ceriband lê nebû..
Hevalê min çû betlaneya eydê.
idî ma Piştî eydê ra.
him heta wî çaxê dibe ku versiyona me a nû jî derketibe..
Wê baştir bibe..



20.08.2017 23:28 | bûtîmar

586. @hozan serhad, @xendekî rast gotiye, sedema xeletiyê rojanekirin in. min rast kir. bibore.



23.08.2017 00:54 | simurg56

587. Şev baş gelê tirşikê..
peyva kêmut tê çi wateyê?

mînak:
...lazim bû heta ku hesin di nava agirê gur de sor bikin, wekî ew nerm bibe, paşê bidin ser kêmutên hesinê mezin û li ber çakûçan çêbikin..



29.08.2017 00:32 ~00:32 | bûtîmar

588. (bnr: kêmut)



30.08.2017 05:27 ~05:29 | rûbar

589. gelo 2-3 milyon ereb ku ji tirsa daiş ji mûsil û hwd çûne bajarên kurdistanê jî dikarin li referandume ray bidin?



05.09.2017 15:35 | mindal

590. Gotinên Strana siya şevê a tu xem nekşîne aliyê mamoste fedlî va hatine nivîsandin.
lê mamoste fedlî kî ye? hun nas dikin?
min navê wî googlê da geriya tiştek derneket.
min meraq kir kî ye, helbestvan e an na, helbestên wî yê din hene an na...



06.09.2017 09:33 | bûtîmar

591. eva çend roj e xew nedikete çavên min. Lê idî ezê bi kafirkî razêm îşev : )

(bnr: 9.10.2017)

simurg bi kelecana xwe navê mijarê kêm nivîsiye *
ka "1" a tarîxê ?



19.10.2017 03:22 | bûtîmar

592. Kuro we xêr e hin vê saetê da li vir civîyane *
tirşik hînê tiştên aha nebûye hê *



28.11.2017 03:13 | bûtîmar

593. Carinan difikirim dibêjim hema pênc sal li dibistana kurdî xwendibûbana vêga minê entryên weke romanê nivîsandibûbana. Gerçî bênamûsê orhan gencebay dibêje qederin bêlesine yezixler ulsin lê em wilo nabêjin xwedê mihafize em dibêjin Xwedê xera bike! wê pergalê inşaela.



28.11.2017 03:24 ~03:28 | rûbar

594. me bêriya xelatan kir tirşik *



30.11.2017 22:00 | berxweda

595. belkî Xwedê qebûl neke!

nexweşiya gulêê derbasî min jî bû :(
ez jî nikarim di xew ra herim.
saet 01:00 an de ketim nav nivînan, 01:30 da rabûn. 02:00 an de dîsa ketim binê orxanê, saet 02:00 an de dîsa rabûm û niha ditirşikînim.

xwedêkirî êja tirşik heye..
ew jî nebûya me yê çi kira..



01.12.2017 02:52 | bûtîmar

596. seyda @gumgumok..
silav û rêz.. *

ez li ber te bejna xwe ditewînim *



06.12.2017 00:38 ~00:39 | bûtîmar

597. @gulêê! Mehla jêrê şerr derketiye porkurrê *
zara top le bîne, mesele heye *



06.12.2017 00:41 | bûtîmar

598. Divê ku li tirşikê beşek bi navê tirşik forum werê vekirin. Çimkî tirşik ji ferhengek zêdetir dirûvê foruman. Meriv ji ber peyamên beredayî nikarî hîn mijaran de agahî bi dest bixê. Heke meriv bixwaze li ser mijarekî agahî bi dest bixê bêgav dimîne ku serpêhatiyên tirşikvanan jî ku ji heta demên pîrik û kalikên xwe dest pê dike bixwîne. Û ev jî em pêwendîdar nake bi rastî.

Wek mînak,
Mirovek ji qersê û ji navê qersê agahî dide. Ji qersê zêdetir qala bavê xwe û serpêhatiyê xwe dike.

Mirovek ji termos û ji merqeyên termosan behs dike zêdetir behsa xweşik lê hatina xwe dike.

Wexta ku tu mijara memûrtiyê dibînî guman dikî ku ji memûrtiyê agahî bistînî lê mirov ji memûrîtiyê zêdetir qala serguzeştên xwe yên di memûrtiyê de dikin.

Behsa qersê bike. Tu qersê dizanî. Ez ne çûme nizanim. Ji ber ku ev der ferheng e. Meraqa dikim. Dixwazim ji qersê agahdar bim. min çi jê macerayên we ye?

Li ser termosan agahî bide. Min çi jê ye ku li xweşa te diçe? Taybetiyên vê merqeyê vê termosê bêje, rave bike çima bikalîteye ku em demildest ku em dîtin bikirin.

Memûrtiyê pênase bike. Erênî û neyînîyên vê pîşeyê ji bo me bide naskirin. Ji ber ku em nizanin memurtî çi ye dixwazin agahdar bin û ji ber ku em te jî nas nakin ne pêwîst e ku tim û daîm behsa jiyana xwe bikî.

Heke dîsa jî bixwazin ji jiyanên xwe behs bikin, gotinên xwe kin bigrin berxên min, gulên min.

Mesela ez mijara tualetê de behsa serpêhatiyên xwe û bav û kalên xwe bikim baş be. Çawa deng hat, bavê min çi got, rengê wê çi bû, behnek çawa bû, virikî bû an qebizî bû... Hûn mecbûr in maceraya tualeta min bixwînin.



20.12.2017 10:11 | bilbilê dilkul

599. ya yekem; jixwe wek mijar tirşik forum hatiye vekirin wa ye tu jî têde nivîsiye*

ya duyem; ez bawer dikim nivîskar li hÊyvê dijî, dibêje dirûvê ferhengê jê nayê. tu bêjî qey di hemî ferhengên înteraktîf de her gav peyamÊn têr û tije î bi şêwaya pênasê tên nivîsîn lê hîç peyamên subjektif nîn e. mala minê tê bêjî qey bi tenê li tirşikê ev tişt heye. di pênasa ferhengên înteraktîf de du xîmên sereke hene; yek pÊnaseya objektîf yek jî pênaseya subjektif ango şîrove. ev her du dikin ku ferhenga înteraktîf ji forumê û ansiklopediyê cihê be. madem ji vê rewşê eciz î here ji xwe re her roj wikipediayê bixwîne. ger bi tenê tiştên objektîf hebûya dê ferqa tirşikê ji wikipediayê çi bû? di ferhengên înteraktîf de şîrove, serpêhatî, laqirdî û mîzah gelek girîng in. ger di mijarê de bes pênasek hebe têr dike ku meriv şîrove jî binivîse.

ya sêyem; agahîdayîna navê tiştekî bixwe pênaseyek e

ya çarem; gilî û gazincên memûrtiyê û qisekirina li ser tecrûbeyên memûriyê, pênase bixwe ye. yanê camêrek rabe di mijara memûrtiyê de behsa serpêhatiya xwe bike ew ne li dijî formatê ye. rasterast bi memûriyê ve pêwendîdar e. camêrek rabûye qala şert û mercên memûriyê kiriye ez bawer im ew jî derbarê memûrtiyê de tiştinan amaje dike newsa?

ya pêncem; di mijarekê de ger agahiyek hebe têr dike ku di nava formatê de bê nirxandin. wek mînak di mijara qersê de gelek agahî hene tu dikarî ji wir tiştna derbarê qersê de fêr bibî. ne hewce ye meriv hezar car binivîse 'bajarekî kurdistanê ye' jixwe carek hatibe nivîsîn bes e. meriv wexta wê sernavê ditikîne hezar tişt derdikevin. wek mînak;
1. bajarê kurdistanê. yek jî dibejin serhed qers.
3. orhan pamuk xwediye xelata nobel di pirtûka xwe ya bi navê berf-kar-de û derneherê tirk reha erdem jî di fîlma xwe ya kosmos de zehf pesnê kevnarbûn û ava yên qersê dikin
4. li ser bextê wîkîpediyayê be ji bo qersoka şêrîn û rengîn dibêje: ''li gorî çavkaniyên dîrokî, di dema hîtîtiyan de navê herêmê "ermania" bû. navek bajar yê kevn jî "araks" û "karask" bû. navê ku niha jî tê bikaranîn jî, ji gotina qasrak tê. tê texmînkirin ku ev nav ji êleke ku beriya zayînê, li vê deverê bi cih bûye tê. li gorî hin baweriyên din, navê bajêr, ji gotinek zimanê gurcî tê ku ew jî tê wateya bajarê bi derî. kurd jî, ji bajêr re dibêjin qers û ji herêmê re jî dibêjin serhed. ji ber ku bajarê qersê wekî deriyek e ku kurdistanê bi qafqasan û bi deryaya reş ve girê dide, xwedî şûnwariyek kûr e.

gelek gund ji rojên pir sar û hişk re "qers" dibejin.''

10. yek jê bajarê kurdistanê ye ku bakurtirîn, sartirîn, derewtirîn û dekûdolaptirîn ê bajarê kurdistanê ye ez her çiqas ji amedê bim jî di qersê de ji dayik bûm û nêzîkê heşt sal jî li wir jiyam bi qasî ku li jor hatiye gotin ne entelektuel e ne şîrîn e ne jî şekir e... belê rast e pirr tevlihev e nijadên cur bi cur hene û hê jî dijîn tu car jî pirsgirêkeke neqewimiye. ma çima biqewime? jixwe her kes dibêje em di rastiya xwe de tirk in nexwe ku ne hewceyê pirsgirêkê ye.. her çi qas navê zazayan wek serhişk derketibe jî di warê serhişkbûnê de kes nikarê av li destê qersiyan bike.. 8 sal li wir mam bîranîneke jî xweş nayê bîra min.. têkiliya marivtî û xizantî qet tune ye di rê de hevudu dibînim qet silava xwedê jî nadin hevudu têkiliya ku di nav civatê de ye jixwe li ser berjewendî ava bûye gava ku min bi wan re dipeyiviyam ji min re digotin tu ji kû yî min digot amed û digotin 'xwarzî binêre li vir ne amed e baweriya xwe bi tu kesî re neyne gava rûsan ketin li qersê em hînî derewan kirin niha jî di nav damarên me de hêj xwîna derewê digere lewma em nikarin rastî bipeyivin' ew bixwe wisa digotin lê hûn ê bipirsin qet başî tune ne? wale nayê bîra min qers zindana min bû lê du heb navçêya qersê hene ew baş in dîgor û kaxizman.. gava ku pê dihesiyan ku ez ji amedê me kêfa wan dihatin xwedê ji wan razî be lê hew!)

li gorî rÊjeya peyaman têra xwe agahiyên tÊvel hene, ger ku dîsa jÊ ne razî bî de ka kerem bike tu binivîse. de walle qisûr mêze meke ji bo ku tu xwe tatmîn bikî em nikarin 24 saetên xwe bo nivîsandina agahiyan biserifînin. kurdên me ecêb in bavo. tiştekî nakim lê li ser tawanbarkirina teraliya xelkê bi gîsinan çavêd xelkê derdixin. wextekî keçikek ji min re peyam rÊkiribû, gotibû ji bela ku versiyona mobil a tirşikê nîn e ez nakevim nanivîsim. mi go tu ekşiyê dişopîni? go erê mi go ekşi zêdetirî 18 sal e heye lê ev bû salek e rabûn versiyoneke mobilê saz kirin. nexwe tu çima wê dişopînî û dinivîsî? go niza walle. yanê ji xwe re li hincetan digere. wextekî dijber hebû hama bêje bi tenê peyamên rexneyî dinivîsand lê tu lê dinêriya ew bixwe tu tiştekî nedikir. hemî peyamên wî bnr bûn û giş jî vala bûn.

ya şeşem; belê tu dikarî di mijara tualetê de behsa serpêhatiyên xwe û bav û kalên xwe bikî.

ez dixwazim vê şaşfêmkirinê careke dî rave bikim. tirşik.net ferhengeke înteraktîf e. baş bala xwe binin, 'înteraktîf, înteraktîf, în ter ak tîf! yanÊ ne ferhenga zana farqînî ye. îzah jî hene, pênas jî hene, şîrove jî hene, serpêhatî jî hene, fikr û raman jî hene, nêrînên şexsî jî hene. ango hem nesnel e hem subjektîf e. têde futbol jî heye, sînema jî heye. dikare qala astrolojî jî bike, dikare qala pirça spî ya qûna kalekî jî bike. ev formata wê ye. hûn ferhenga herî mezin a tirkan binêrin. di rojê de belkî deh hezar peyam tên nivîsin. ji wan belkî hezar heb nesnel û objektîf û li gorî formatê ne, yên dî giş derê formatê ne û şîrove ne.
em jî dixwazin di tirşikê de em her roj li ser fîzika atomê, li ser mekanîkê, li ser gerstêrkên nûdîtî û kefşbûyî, li ser karl marks û adam smith, li ser tarantîno û li ser tesla peyamên têr û tije binivîsin û bixwînin û belav bikin û iq'ya xwe bikin 250! lê ew wisa bi gotinan nabe. ha tu bêjî ezê şoreşa tirşikê li dar xim. de kerem bike em li te guhdar in. êdî malbata tirşikê bi mereqdarî çavlirêya peyamên te ne

fermo bilbilÊ dilkul tu êdî dikarî bitirşikînî



20.12.2017 11:48 ~12:27 | ferhenga şikestî

600. : ). Baş e wallah, ferhenga şikestî li vê derê wek foruma jiyanên xwe dibîne. Çima li zorên we diçe evqas lawo? Yan ji xwe re li tirşikê mijarek bi navê macerayên min veke li vir binivîse serpêhatiyên xwe an jî ji xwe re forumek serbixwe weke li vir binivîse. Mirovên ku dixwazin çi li jiyanê te diqewime û diqewimiye ji vir bixwînin. Di binê her mijaran de behsa xwe dikî egoya xwe têr dikî. Yan here di binê mijarek serbixwe de egoya xwe tetmîn bike an jî mijarên din de behsa xwe kêm bike, kêm bigre.

Her wiha îro li tirşikê ji ber kesên wekî eida tevdigerin sê çar kes dinivîse, pişt re hejmar heke zêde bibe tu nikarî ji her kesî re bersiv bidî. Xwe ev egoyê jî dûr bixe. Her dîsa heke hejmar digel insanên wekî wisa egoîst zêde bibe dibe ku insanên ku wekî wisa egoîst in tevlî bibin û her kes ji her kesî re bersiv bidî egoya xwe tetmîn bikî ev der bibe wek şorbe. Yazix dikê ji xwe re. Tu kurê kî be jî ji kû be jî tu çi kiriye û çi daye û standiye jî tu jî wekî insanên din insanek normal î. Her tişt li gorî te nîn e. Xwe mezin nebîne.

Mirovên biçûk kiryarên xwe, fikr û ramanên xwe, gotinên xwe û tev de bixwe mezin û girîng dibînin. Li ber rexneyan serhildêr û girtî û bêtehemûl in. Heke li alaskayê yekî tiştek bibêje hema dikevin nav xebata bersivandinê û egoya xwe têr kirinê.

Mirovên mezin bitehemûl in û qure nîn in. Cahiltiya xwe dizanin. Li her tiştan bersiva van nîn e, a rastî xebatek û egoyek wisa jî li wan nîn e. Û xwe her car rast jî nabînin.

Lê dîsa em vegerin li ser mijarê,
Forum û ferheng bi înteraktîf jî bin nebin jî ji hev cuda ne. Mirov li ferhengan di binê her mijaran de qala serpêhatî û macerayên xwe bike û bike ku ferheng bibe hember entryên din cihê bersiv danîn ev ji ferhengbûna xwe derbikeve. Yanî ew ji aliyê her kesî ve tê zanîn ne ku ez tenê dizanim. Lê carinan insan wê divê bi bîran bixe. Her kes qala jiyana xwe bike egoya xwe tetmîn bike ev der bibe şorbe. Îro tenê hinek egoya xwe tetmîn dikî li vir. Pişt re wekî insanên din yên egoîst werin vir çi be? Ferheng ji armanca xwe dûr bibe.

Heke armanc tenê bi pêşve birina kurmanciya xwe ye biya min forumek cuda hebe û odeya behs kirinê li vir hebe hêj li gorî armancê bê. Û li vir mirov dikare egoya xwe jî tetmîn bike.

Dema ku ez dikevim tirşikê mijarek dibînim û dikevim nav mijarekî dixwazim ku agahiyên cuda, balkêş û tiştên ku ez nizanim bibînim, bixwînim, bialimim. Înteraktîfbûna ferhengan armanca sereke yên ferhengan ku ev agahî bi dest xistin e nabire.

Ferheng armanca xwe ya sereke bike û wek kêm mirov behsa xwe jî bike tişt nabe. Emê bikarin bêjin înteraktîf e wek ferhengên zanîstî nabin. Lê peyamek ji sedî not di derbarê serpêhatiyên kesekî de hebe û tu agahî nade em nikarin bêjin ferhenge û înteraktîf e. Ev forumeke wek beredayî tê nav kirin.

Forum ji bo armanca ego têr kirinê û ji bo pêşve birina ziman hej baş e.
Armanca ferhengan çi qas înteraktîf jî bin agahî dan e. Divê ji serpêhatiyan zêdetir agahî bidê.

Mirov heke bixwazin di bin mijarên foruman de hetanî destê wan bişkin macerayên xwe binivîsînin. Lê di mijarên din de herî zede çi qas destên we werê agahî bidin.

Foruma tirşikê hebûbana û mijarên ku li ferhengê tê vekirin li vir jî vekirîbûbana ferheng vegeriyabûbana armanca xwe ya rasteqîn.

Mixabin em çi qas jî bêjin ferheng ne ev e û ev forum jî nîn e. Tişteke ecêb e rûdaye. Tu fêdeyê wî nîn e. Tenê meriv dikare wextê xwe pê de beredayî derbas bike. Û înteraktîf bûn jî nayê wateya beredayî xeberdayîn û qal kirinê. Mirov nikarin têbigihin. Fam nakin. Heke ku armanca yekî egoya xwe têr kirin bibe hîç fêm nake.

Ez dixwazim ev der nebe çopdankek. Ji bilî vê min çi jê ye? Werin bi macerayên xwe egoya xwe têr bikin.

Armanca li vir ku min fêm kiriye dixwaze bibe ferhengeke înteraktîf bi kurdî û tijî. Lê ber bi çopdankbûnê ve diçe.

Di dawiyê de ezê bêjim ferheng û forum cuda ne hevalno. Ewê hun jî dizanin. Xwe nexapînin. Dest ji egoya xwe jî berdin. Ji bo ferhenga înteraktîf bi hemû şêweyê re(henek, rexne, zanistî...) peyamên tijî binivîsînin. Kêm jî be tişt nabe. Heke bixwazin jî herin foruman an jî tirşik forum vekin heta ku bixwazin qala serpêhatiyên xwe bikin.

Ji bo ferhengê baştir ev e.



20.12.2017 13:27 ~13:33 | bilbilê dilkul

601. min jimart, 123456 car gotiye ego, dibêjin mirovek li ser kîja peyvê zêde biştexile ew kompleksa wî kesî ye.
ha em guhê mirovan kaş nakin, çek berra serê însanan nadin an jî li binê erdê naxin kes bi zorê nikare peyamên xwe bide xwendinê. mecbur nîn î kakgyan ma tu daw'a îmana me dikî? hej ji şêwaza nivîsa yekî nekî nexwîne law. te ew qas leqleq kir weyy



20.12.2017 14:37 | ferhenga şikestî

602. : ) Mamoste, min li cihê peyva egoyê peyvek bi kurdî nedît. Ji ber vê yekê min nivîsand ego.

Birayê ezîz çima wisa dikî xwe nayênê fam kirinê?
Ji fam kirinê re xwe didê girtin?

Ez ne ji bo nivîsa te dibêjim. Heke xwedî blogek bibe min agahdar bike ezê serpêhatiyên te jî tê de hemî nivîsên te bixwînim. Û şopînereke te bim. Her wiha min negot tu xweşik nanivîsê. Min dibêm tu zêde qala xwe dikê di binê mijaran de û mijar pûç dibe. Yekî ku bixwaze ji ferhengê tiştek bixwîne, fêr bibe tenê serpêhatiyên hîn kesan dixwîne û agahî nikarê demildest navdest bike.

Dibe ku jiyanên te di nav xwe de zahf tişt dihewîne û tijî macera ye, heke tu dixwazî ewana bînî ziman û xuya ye li tirşikê jî hîn kes hene meraqa dikin serpêhatiyên te, li blogan li foruman binivîse him ferheng bikeve armanca xwe him jî tu bi qedrê nivîsên serpêhatî û macerayên xwe bibîne.

Heta ku dixwazê ji serpêhatiyên xwe romanek binivîse. Ku kurmanciya te baş e. Beş bi beş binivîse û li bloga xwe biweşîne wek rojnameyên berê. Dibe ku xwedî romanek bibê. Waye min fikrek jî da te.

Her wiha min meyizand ku tu li vê derê moderator î. Ji me bêhtir divê tu bizanê ewana kaka giyan. Çima xwe ji wana bêxeber nîşan didî çawmin?

Dîsa ez zahf û dirêj dinivîsînim ji ber hînkarî ya kurdî ku nivîsa min rêze û dirust bibe. Min ji zû ve ye nanivîsîme tenê dixwînim.

Dîsa armanca min ev bû, ji bona ku baş fêm bikê ku çi dibêjim min dîsa dîsa heman tişt nivîsand. Lê xuya ye li te negiştiye.

Dîsa bêjim ji bo nivîsên te nabêjim. Ji bo te nabêjim. Ji bo ku ev der ferheng e divê wek ferhengek xuya bikê dibêjim. Ji serpêhatiyan zêdetir divê agahî bihewîne. Ha bi şêweyeke henekî ha bi şêweyeke rexneyî ha bi şeweyeke zanistî wekî gotinê te wekî wîkîpedîayê ferq nake.

Ev ferhenga înteraktîf ji wîkîpedîayê cudatir bê lê divê li ferhenan jî bidûrîvê.

Bi kurtî di her kes di peyamên xwe de ji macerayên xwe zêdetir agahî di derbarê mijarê de bidê xwendina ferhengê zor newê ji kesî re. Mirov dixwazê hesta ferhengê pê xwendina xwe bihisê. Mirov ji xwendina xwe dipêhise ku qey pasajek ji pirtûkên hikayetan dixwîne. Ji bo wî blog hene. Forum hene. Her wiha tu dikarî mijarek li ferhengê jî wekî û vê mijarê wek bloga xwe bikar werînî. Ev jî çêdibe.

Dîsa bêjim ku baş werim fêm kirinê, birayê ezîz can ne ji bo te dibêjim, ji bo wek ferheng bûna ferhengê dibêjim. Heke tu fêm kir kaka giyan, ji kerema xwe ji egoya xwe re jî pirs bike ev jî ji min fêm kirîye an na?



20.12.2017 18:56 | bilbilê dilkul

603. silav brayê @miyazeki, gelo di vê hevoka xwar de te xebitandin biqestî bikar aniye? j'bo go hevok tê bikaranîn, nayê xebitandin ; an jî ' dayîka min wisa dibêje' li gorî min rasttir e.
bi taybetî dema em di xewnên xwe de kesên rehmetî dibînin, dayîka min vê hevokê dixebitîne.

Edît j'bo hozan serhad: min peyam jê biribû, va dîse nivîs.



26.12.2017 19:06 ~2017.12.28 09:43 | gumgumok

604. @gumgumok, silav. wele hema xebitandin hat ber tiliyên min û min jî qisûrek ne dît* lê bira ne derew be, te'amekî ta'l dabû min jî, heqê te heye. aliyê din, bikaranîn û xebitandin û emilandin hema di heman wateyê tê bi kar anîn. ma ne wisa ye?

li ser qontekstê, peyv ne bi serê xwe, lê di "dema ku" de (di wê wextê de, di wê rewşê de) hatiye ber tiliyên min, ango hînbûniyeke/xûyeke nîşan dide/daye. gelo ev tiştekî ya fikirînê ye, nizanim, hema hat bîra min. * her wiha, carekî din heqê te heye ku "dibêje" wateyê bi zelaltir dide.*



26.12.2017 20:54 ~20:56 | biruya hayao miyazaki

605. Bavo, bira.. mesele çi ye?
ku min bişkojka peyama gumgumok a "guhertin.." nedîta, min ê bigota kuro ev çi ye?
Gumgumok bi tenê nuqteyek nivîsye, Miyazaki bersiveke dirêj dayê.. *

neyser.. welhasil mesele hebe em hel kin haa *



27.12.2017 01:46 | bûtîmar

606. Gelo kategoriyeke mijarên ji pênasînê azade an jî mijarên ne hewceyî pênasînê heye? DeFacto jî be kategoriyeke wisa xwiya dike. Weke tirsik Forum, rojnivîska tircikvanan, tirşik translate...

Go bê erê, kîjan mijar in?



31.12.2017 18:39 | gumgumok

607. @tevnepirk!
Vê peyama xwe da bêhemdî xwe xeber didî.
bnr: ji bo bûna nivîskarê tirşikê divê şert çi bin/104015

ji te re çi kê kîjan zimanî dinivisîne?
erê?
êja em ê bi zimanê gundê xwe binivîsînin qey şerm e yan eyb e ????



04.01.2018 23:28 | bûtîmar

609. heyrana serê te yê aqil im ez..
ez nabêjim Kurdiya min rind e an nerind e..
dawa min ew nîn e. Ya min ew e ez dibêjim bi te nemaye kî/ê bi kîjan devokê dinivîse. Her kes serbest e (xêncî peyamên dijî formatê) azad e, dikare bi her dwvokê binivîse.
jixwe ewa dewlemendiya zimanê me ye.
ez devokên dinêna bi saya Tirşikê hîn bûm.

erê bavo Kurdiya herî baş şabaş ya te ye.
ya me kêrî du quruşan nayê ezîzem..



05.01.2018 10:21 | bûtîmar

610. Hûn çito linkên wisa çedikin; mijar/266363377
Mina
Here lînkê

Pir asan bûye. Sipas gumgumok:
tirşik forûm/104042



05.01.2018 11:23 ~14:35 | elaziz izzetpasa camii

611. @elaziz İzzettinpasa camii

# + hejmara peyamê

Mînak . Hijmara peyama te 104037 ye

# û 104037 yanî tirşik forûm/104037



05.01.2018 13:02 | gumgumok

613. xwanê, têra xwe heremî xuya dike. em bi kar naynin û min nebihîstiye jî li derdorê.
lê di lêgerîna googlê de gelek mînak derdikevin; Here lînkê (di serî de jî tirşik)



11.01.2018 20:01 ~20:01 | simurg56

614. @umed
Li ba me jî dibejin "xwanê dike" (herêma xarpêtê).
Ew gotina te li ba me wusa ye:
Ew çend ro bûn te xwanê nedekir.



11.01.2018 20:24 | cinorek

615. tirşik forûm/104376 em jî bîna vî şiklê dibêjin:
Ev çend roj bû te "nedixuyî"?
Şev tarî ye stêrk "kifş" nabe
Mesele ya we hê "belî" nebûye?



11.01.2018 20:27 | mîr

616. li aliyê serhedê peyva "xwanê" tine



11.01.2018 21:49 | bûtîmar

618. Ez ji tirşik mobilê nikarim mesajên xwe binêrim.
Bi karanîna tirşik mobile pirr zor e, Ez ji koda moda û zimanên kompûterê fêhm nakim an min ê tiştek bikira.



17.01.2018 00:36 | mijdar

619. @mijdar; dema ji te re peyamek taybet hat, di mobîlê de li hişyariya peyama nû netikîne. dîsa here menûya vebijrk>peyam û ji wir bixwîne.



17.01.2018 22:08 | simurg56

621. Tirşik ev du sê roj e gellek xweş bûye. Mirov tê de nivîsên ku hêjayî xwendinê ne dibîne vêga.



17.02.2018 03:17 | bilbilê dilkul

623. (bnr: xezebê vekirina peyamên fîlman)
min piştî temaşekirina fîlma the book thief-ê xwest ku sernivîseke vekim. xweş e ku tirşik bi otomatîk hûrgiliyên fîlmê anî, ji min re ma danasîna wê. baş e, rabûm nivîsekî nîv-komposîzyon (!) nivîsî, çi bikim hinekî dirêj bû. her wiha min tikand. lê! lêzêdekirina youtube-ê jî ketiye para min û got, erê got ku sîstema tirşikê, ji min re got, vala nehêle! kuro te got vala nehêle, lê tu tişt di ekranê de nema. paş de vegeriyam, geroka pîroz got, niza'm forma te çawelêhato emirquto bû. û çû.
-
kêfa min xira kir. û ne cara yekê ye jî.
ji peymaên fîlman sar bûm bi şeref.
-
bi ya min-
-belê-
:
çima ev form dibe mecbûr? bira bibe vebijark! yên bixwazin dê binivîsînin, ên nexwezin jî dê ji xwe re peyama xwe binivîsîne.
!ha, bira carde form were li ber tirşikvan, lê
bira dawiyê nebêje cihên vala maye û yên ku te tije kir ne xema me ye, û, û.

--di guhên min de- abbas ahmed, şa'ir dibêje ku: çi jehr e... mesele ne ev aaaaaaaaa.

perde.



28.02.2018 22:02 ~22:19 | biruya hayao miyazaki

628. li gorî qeydan rekor 305 e: rekorên tirşikê/29172
(bnr: rekorên tirşikê)
(bnr: kampanyaya şikandina rekora peyaman a tirşikê)



02.03.2018 00:09 | simurg56

629. tirşik forûm/105527

dixwazim bêjin wê dimek zû de were çareserkirin lê mixabin wê hinekî dem bigire ji ber mijlahiyan.



02.03.2018 00:15 | simurg56

630. Merheba gelî tirşikvanan..
etîmolojî û dîroka peyva Hekarî, hekarya, Hakkarîyê hûn dizanin?
acîl lazim e..



13.03.2018 16:42 | bûtîmar

632. li vir dibêje Here lînkê bajarê hakkaran

li vir dibêje Here lînkê ji kurdî herkarî. ev mesela herkarî min çend carên din jî bihîstî, xelkê wir hinek jê hê jî dibêjin herkarî: her + karîn.

akadî hemma gihane hekarî, zêde li wir nemane; ez bawer nakim ewqa bandor lê kiribe.

helbet ev hemû îddîayên jiqûnê yên etîmolojîk in.



14.03.2018 00:38 ~00:42 | xendekî

633. spasdariyeke derengmayî;
ji bo bersivên @xendekî û @umed ez spas dikim..

tirşik forûm/105802
tirşik forûm/105807

û pirseke min ya din jî ji gelê tirşikîstanê ra heye.
Wê rojê, li cizîrê, heywaneke ecêb hatibû dîtin.
Navê wê bi tirkî "varana çolê" bû.
Gelo bi kurmancî, -li devera Cizîrê- jê ra çi navî lê dikin?
Here lînkê



03.04.2018 10:46 | bûtîmar

634. Ez dikim mijara "çîk" vekim lê navebê. Berî niha min ev mijar j'xwe re kiribû kul û derd. Niha ez dikim vekim, peyama xwe dinivîsim lê venabê. Halbûkî hişyarî jî tê peyamdanka min "kul û derd'"ê de hate dermankirin!

Gelo çima?

Edît : ok. Niha derket. Spas dikim



13.04.2018 14:54 ~2018.04.14 00:47 | gumgumok

635. mijara çîk vê gavê vedibe.
kesê ku xwestiye bibe derman, îhtîmalek mezin ji ber qutbûna înternetê an jî problemek teknîkî, çend caran li ser hev tikandinê kiriye û gelek mijarên çîk bi hev re hatine vekirin. loma jî tirşikê nedizanî kîjanê nîşan bide. min yên zêde û vala jê birin, niha çareserbû.



13.04.2018 23:10 | simurg56

636. Ez çima nikarim hindirê mijarên siyasî bibînim û lê binivisînim? * xwedê heqa bi heq bike..

Bixwedê dinya lihev dikebe bitirsin û netirsin piştî lihevketinê jî wê gelek xweş bibe.
çi dibe li dinyayê, li rojhillata navî ?
Amerîka, tirkiye, rusya, îran suriye, îsrail.. tev têk çûn wê bixwe bixwe bihevkebin, bihevnekebin jî wê wekî tirkiyê bibin çewa belkî bala we kişandibe va heftekî du hefteye li tirkiyê qeza li ser qezayê çêdibe xwedê li wan dixe, yên teva erebeyên wan dibin pert, yên agir dikebin malawan û nexweşxaneyên wan yên hev kêr dikin, yên bi top û guleyên (brusk) xwedê diçin.. di heftekîde çar heb helikopterên amerîkayê, çend hebên rusya , firansa cezayir, yunanîstanê.. ketin û wê bikebin jî edî xwedê darê xwe daye destê xwe haya we jê hebe bi quran dikuje * piştî lihevketina dinyayê hz.mehdî derê banga hîdayetê bike aramiyek mezin wê ava bike wê heqî û edalete min bibe hakim ez telebe û şûrê wî ezim.
Mehdiyet tê nerhetiya nekin daku hun jî şêrînlera bibînin/ gurê menco we nexwe..



14.04.2018 13:12 | telebê hz mêdî

637. nivîskarên ku ji 100 peyaman kêmtir nivîsandine, nikarin mijarên sîyasî bibînin.
dema hemara peyamên wan ji 100, bihurî, ev astengîya li ser wan jixweber radibe.



14.04.2018 20:51 | simurg56

638. Gelek caran tirşikê divekim, lê mixabin peyam zehf kêm in. Eynî peyamin.

Xwezî bi qasî ekşîyê dagirtî bane.



29.04.2018 23:57 | gumgumok

639. kuro barikem êdî tirşik hêdî hêdî ber bi têkçûyînê va diçe :(
her kesî ji xwe re blog mlog vekirine ûli wan deran da dinivîsînin her tiştî.
hema wan tiştan kopy-past bile bikin têra me ya roj bi rojê hebû ha.



30.04.2018 00:56 | bûtîmar

640. wê rojek bê, qedr û qîmeta tirşikê bê zanîn. vêga hejmara peyaman, nivîsan hindik in, lê belê namîne bo demekî dirêj, dê ronahî derkeve û çirûskek çavê me hemûyan kor bike.

li hêviyê bimînin. ji kêmê jî kêmtir ma.



30.04.2018 01:52 | wiha wilo wisa

641. Niha 113 mêvanên tirşikê xuya dikin.
ez meraq dikim ka gelo ew hejmar rast e an na?
yanî ez zêhn nakim ku di vê saetê da 113 merivên mînanî min betal hebin.

gelo ew hejmar birastî jî wisa ye yan mesela ez îro deh caran ketim tirşikê û derketim, ew têketin-derketinên min hemûşk wek mêvan tên nivîsandin lewma li wir ewqas zêde ye hejmara mêvanan????

(bnr: di hişê min de pirsên ecêb)

Jêrenot : maşellah niha bûye 120 ! *



01.05.2018 03:01 ~03:02 | bûtîmar

642. meseleya mêvanên tirşikê;
dema komputerek an jî telefonek têkeve tirşikê, ger ew kes têketinê bike yanî endam be, jixwe ew kes tê naskirin. lê ger têketinê neke tirşik li nimroya ip'ya wî dinêre û wî kesî weke "mêvan" dihesibîne. ger xwediyê vê ip'yê di nava 15 deqeyan de di tirşikê de li tu deran netike, tirşik wî kesî çûyî dihesibîne û ji hejmara mêvanan kêm dike.

yanî; ew hejmar rast e. lê robotên google, yahoo, yandex, bing, duck duck go û hwd. jî 24 saet li malperan digerin û ku daneyan berhev bikin. yanî ew jî di nava mêvanan de ye.



01.05.2018 22:36 | simurg56

643. roj baş gelî tirşikvanan..
gelo hun dizanin peyva altindarî tê çi wateyê?
Ev peyv di helbestên şikoyê hesen da derbas dibe.

mînak :
... altindariya kurd ez dikim bawar.



13.05.2018 12:31 | bûtîmar

644. Bila Birêz simurg56 derkeve ji bo Kurdiya "damar yolu" tiştekî bêje ji kerema xwer e . Birêz asoya helbesta kurdî di Twitterê de got "rêya rayê, rebora rayê" lê dîsa jî ji hişê min dernakeve gelo em dikarin tişkî din jî jê re bêjin?



10.07.2018 00:32 | biaqila malê

645. tirşik forûm/107033

mixabin wergera vê têgehê ji bo kurdî ne hêsan e. ji ber ku tevlîhevîyek heye di vê mijarê de. di kurdî de herkes ji bo damar û sinir'a tirkî, tiştekî din dibêje.
demar jî ji bo herdûyan tê bikaranîn, ra/reh jî.

damar yolu ji bo wê enstrûmantasyonê tê gotin ku bi riya lûleyeke zirav mirov dikeve hundirê demarên xwînê û bi riya vê lûleyê mirov dikare xwîn û tiştên din ji laşê mirov bistîne an jî lê zêde bike.

doç. dr. huseyîn bektaş, di xebata xwe ya anatomîya bedena mirovan de meselê wisa safî kiriye:
demarên xwînê kiriye du beş; sordemar û şîndemar. sordemarê ji bo demarên belavker bi kar anîye (tirkî: atardamar, îngîlîzî: arter), şîndemarê jî ji bo demarên berhevker bi kar anîye. (tirkî: toplardamar, îngîlîzî: vein)
lê ev ne tiştekî bimantiq e. ji ber ku rengê sordermaran ne sor e û rengê şîndermaran jî ne şîn e. di atlasên anatomiyê de ji bo ku ji hev werin veqetandin, wisa tên boyaxkirin lê di rastiyê de ne wisa ye. loma binavkirinek wisa ne rast e. em bêjin demarên belavker û berhevker çêtir e.

huseyin bektaş ji bo sinir'a tirkî jî (îngîlîz: nerve) peyvên birik û reh bi kar anîye.

welasil wer xuya dike ku divê em ji bo damar'ê bêjin demar. yanî di wergera damar yolu'yê de divê em behsa reh, ra û hwd. nekin û pêşniyarên xwe li gorî vê yekê bikin.

di destê min de pêşniyarek orjînal tune. ya ewil tê hişê mirov û ya herî hêsan û bi hêsanî were fêhmkirin ew e ku em bêjin riya demarê.

dawiya dawîn, min tije tişt nivîsandin û di dawiyê de wergera motomot kir *

not: pirtûka birêz bektaş di danegeha me de heye: Here lînkê



10.07.2018 23:02 ~23:32 | simurg56

646. tirşik forûm/107033 rêtamar ha ji we re, dê serên xwe neêşînin.



10.07.2018 23:36 | mîr

648. Here lînkê

Nivîs hinek wergeriyayî hat li min. Cara yekem ku min xwend jê dagerandiyek, serûbiniyek pê hisîyam. Dibe ku li dera me bikaranînek bi vê rêzê nîn e ji ber vê yekê vajîtiyek rû da li gel min û ez çewt im.

Kîjan aşpêş e?
Kîjanê aşpêj e?

Kî ji van aşpêj e?
Ji van kî aşpêj e?

Ji van kîjan aşpêj e?
Ji van kîjanê aşpêj e?

Kîjan ji van aşpêj e?
Kîjanê ji van aşpêj e?

Peyva aşpêj werê pêş bi qasî wan hevokan hevokên din jî dikarin derbixin. Wek mînak;
Aşpêj ji van kîjan e?
Aşpêj ji van kîjanê ye?
.
.
.
....û dîtir.

Hevalno ji van kîjanê rast e, kîjanê rast e xwişk û birano? : ).



12.07.2018 06:12 ~06:21 | bilbilê dilkul

649. Devrik cümle bi kurdî çawa tê gotin? Li pirtûkan çawa derbas dibe? Bikaranînek giştî heke hebê kîjan e?



13.07.2018 07:07 | bilbilê dilkul

650. bila chalak events û tirsik.net li gel hev bicivin.



25.07.2018 16:37 ~2019.08.18 01:45 | bargiran baran

651. chalak events xwe bide ber û tirsik.net jî hazir be dikarin li Amedê çalakîyeka rengîn pêk bînin.



26.07.2018 01:27 | xendekî

652. peyamên nû ku li çepê rûpelê li bin hev bi rêz dibin, bi nimro li ber wan mirov fêhm dike ka li ser mijarê çend peyam hatine nivîsandin.

îcarê, pênc kes li ser heman mijarê deng bidin, rêzên dengdanên dawîn ku cihê wî li milê rastê yê rûpelê ye, tenê bi mijarekî tije dibin. nimroyek qasî hejmara dengdanan çima li hemberê mijaran nanivîse, moderatorno? bi ya min, bi nimro, ew ê çêtir bibin.



26.07.2018 20:46 ~2020.04.11 12:40 | mirovekirind

653. Gelo wateya "wunken/wûnken/wun ken" çi ye?



10.08.2018 23:35 | cûndûllah el-kurdî

654. tirşik forûm/107463
Ango hûn bikenin



11.08.2018 05:24 | bilbilê dilkul

655. silav û rojbaş gelî tirşikvana..
ji kerema xwe re gelo kî dikare ji bo min gotinên vê stranê wergerîne kurmancî..





20.08.2018 10:49 | bûtîmar

656. gelo kurdîaxêvan ji bo "îşaret dili" çi bi kar tînin? her wiha, "işitme engelli"?



26.09.2018 19:11 ~19:13 | biruya hayao miyazaki

657. sign language: zimanê nîşandanê
hearing impaired: astengdarê bihîstinê

ji ber xwe dibêjim :/ alternatîvên baştir bên bîra min ez ê binivîsim



27.09.2018 09:40 | xendekî

658. tirşik forûm/107963
@xendekî spas dikim, heman tişt hema hema hat bîra min jî, lê helbet heta niha kes an komeleyeke din hewce kiriye ku van têgihan wergerîne. ez hêvî dikim.*



27.09.2018 20:24 ~20:24 | biruya hayao miyazaki

659. her wiha hevalan ji bo sign language gotine: "zimanê nimîneyan"



28.09.2018 19:32 | xendekî

660. @xendeki, ev werger hatibû guhê min jî, nas dikim lê gelo ji ku min bihistiye nizanim, gelo ji wergereke romanê ya c. kulek? nayê bîra min...



29.09.2018 08:29 | biruya hayao miyazaki

661. silav gelê tirşikistanê..
pêşniyareke min heye..
ez dibêjim madem tirşik zêde aktîf nîn e.. bila di şûna entryên 24 saetan da peyamên du-sê rojan werin nîşandan..
him wî celebî entryên nivîsandî wê bigîjine bêhtir tirişikvanan.
ji ber ku her kes her roj nakeve tirşikê..

gelo fikra we çi ye li ser vê?



02.10.2018 11:41 ~11:43 | bûtîmar

662. @hozan serhed ji xwe berî demeke kin, heke ne xelet bim tiştekî wiha hebû. (niha ketim gumanê) lê bi ya min jî ev pêşniyazeke maqbûl e.



02.10.2018 11:51 | biruya hayao miyazaki

663. tirşik forûm/107950 wê rojê li instagramê di rûpeleke kurdî de tiştekî wiha hat parvekirin:
- astengdarên bihîstinê
- astengdarên dîtinê
- astengdarên rêçûnê
lê gelo ji ber xwe çêkirine yan ji derekî dîtine û bi kar anîne nizanim.
Here lînkê



02.10.2018 15:56 ~15:58 | biruya hayao miyazaki

664. silav gelî tirşikvanan..
sineye çekmek a bi Tirkî, di zimanê kurdî de çi ye gelo?
Ji min re biwêj an jî gotineke pêşiyan a kurdî a ku tê vê wateyê lazim e..



04.10.2018 12:41 | bûtîmar

665. @hozan serhad

Min dema xwend daqurtandin hat hişê min. Lê di wikiferhengê de wek biwêj di xwe de derbas kirin dide nîşan. Û herwiha daqurtandin jî heye di ferhengê de.

Edît ji bo rastnivîs.



04.10.2018 14:52 ~14:53 | xelîl

666. Silav tirşikvanên hêja. Divêm derbarê peyvek ku nikarim bersivek têr û qelav ji bo wê bibînim de pirsek bikim. Peyv: Bi ingilîzî boarding school û bi tirkî yatılı okul e.

Di ferhengan de peyva yatılı wek şevîn, razanî û leylî dide nîşan.
Yatılı okul jî di ferhenga salah saadallah de heye ew jî wek dibistana hindurî dide nîşan. Li vir hindurî tê wateya çi nizanim. Dibe ku ji hundur ve hatibe.

Leylî peyvek erebî ye û tê wateya yatılı. Lê erebî ye :-/
Razanî û şevîn jî kurdî ne. Û xweş in. :-)
Min deh salan zêde di dibistana şevîn!? de xwend. Li heremê ji ber ku tiştek nû û nedîtîbû digotin meyteba yatîlî. Bi rastî jî piştî deh salan îşev ev tişt hat hişê min û min mereq kir. Divêm ji we jî bipirsim. gelo hûn çi dibêjin ?



18.10.2018 21:54 | xelîl

667. Hin kurd hene bejnkurt û ser çavên wan bîna Asyayî ne bîna tirk û moxol çavşûjin in, meriv dibe qey koka wan ji Asyaya dûr, Asyaya Navîn tê

Çima?

Gelo seva vî gotina hanê tiştek heye em bixwînin



10.11.2018 22:49 | mîr

668. pirseke li ser rezimanê: gelo mirov bi girînê kîjan daçekan bi kar tîne?

dema kesek di rewşeke xirab de be û mirov ji ber wê xwe xemgîn hîs bike û bigirî.
ez li ser wî digirim
ez li wî digirîm
ez ji ber wî digirîm
ez bi wî digirîm
ez ji bo wî digirîm

kîjan gelo?



15.11.2018 17:47 | mergehez

669. Cewab -> tirşik forûm/108686
Em usa dibêjin (li serhedê) :
(Ne kurmancîya standard devkî USA tê gotin)
ez boyî wî digirîm
Ez bona wî digirîm

Kesekî nexweş, bêhal be evçax jî

Ez ser da digirîm.
Mînak: ka ser da buxîne belkî hinekî baş be.



15.11.2018 18:13 | mîr

670. Seba wî / sewa wî



15.11.2018 19:44 | cinorek

671. ji bo meseleya girînê;
min agahîyek saxlem tune lê belê yên li jêr ji bo min nas in û rast xuya dikin;

"ez li ser wî digirim
ez ji ber wî digirîm
ez ji bo wî digirîm"

min ji hinek pirtûkan van mînak derxist:
"Û li wir kesekî we jî tune ku li pey mirina we bigirî! Mîrza Bukov ê jî ji xwe re li pey nêçira keroşkan be"
[Merivên Reben - Dostoyevskî]

”Cemîl! ez ne yê girî me ku tu bi ser min de bigirî"
[Bîranînên Mamoste Osman Sebrî - Dîlawer ZENGÎ]

"Ta firrinde jî li tabûta Berfînê civîn daku li mirina wê bigirîn: pêşî kund, paşî qirrereşk û dawiyê jî kevok hat"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]

Bila Zelîxaya Usif, bila Leylaya Mecnûn, bila Şêrîna Ferhad porê xwe kur bikin, bila ji qedera xwe re bigirîn, ma ew çi tofan bû, ma ew çi heyv bû, ma Zîn û Stîyê ew bidîta dê şerm nekira? Kekê min, wele û hezar car wele û bîle, ez wisa fikirîm"
[dara gozê - Serdar ROJAN]

"Baranên sermawezê dê kulîlkên gora min rizandibin jî, pûşperê dê ew sotandibin jî lê hê jî giyana min dê ji ber bêsebriya xwe bigirî"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]

"Ez li ser maqûlên wusa dinivisînim ku... ez dibêjim dema lehengê min bimire bila xwendevan li pey bigirî"
[Epîlog - Hesenê METÊ]



15.11.2018 21:57 ~22:00 | simurg56

672. silav gelî dost û hevalan,

GerçÎ belkû hûn ne misaîd in lê ez dîsa jî pirs bikim.

min ev du meh e endazyariya avahîsaziyê qedand û eskertî jî kir.
Ji bo ku karekî baş bibînim divê çi bikim?

Dixwazim destpêkê de bi awayeke baş hînî ev karê bim û xwe pêş bixim û him jî naxwazim werim çewisandinê. ûdixwazim ecemîtiyê xwe baş derbas bikim.

Bi zelalî him derbarê şert û mercê him jî derbarê muçeyê
Çawa tevbigerim, çi bêjim, biçim kû, çi bixwazim, çilo xwe bidim nasîn?
pêşniyariyên ve çi ne hevalên hêja bo min?



18.11.2018 16:56 | bilbilê dilkul

673. Cewab -> tirşik forûm/108715

Merheba karê înşeatê êdî li Tirkiyê kete xwarê, devdorên min lê dinêrim şîrket û kesên înşeatê dikin neketine tengasiyê tune ye. Xanî nayên firotin, karên ku şîrketan dikin wekî rê, mekteb, pira bajaran nikarin pereyên xwe ji şaredarî û saziyên dewletê bistînin.

Tirkiyê nava krîzeke mezin e, ev krîzek ekonomîk, civakî, siyasî ye êdî kîngê xilas be yan jî xilas nebe bellî nîne.

Tirkiyê Welateke xweyî petrol, gaza xwezayî, komirê hwd. nîne. Û tiştek jî çênake loma ekonomî pereyên ji derve were ser piyan disekine, demokrasî, hiqûq, asayîş, îstiqrar nebe pere jî nayê, pereyên ku ji welatên Ereban dihatin êdî nema, pirsgirêka kurdî nehate çareserkirin loma krîzeke berê wê nayê texmînkirin li ber Tirkiyê disekine.

Evana fikrên min e ji te re:

heke şîrketekê bibînî ewana ji te biherin boyî projeyên xwe yê înşeatê welatên bîna Afrîkayê, Rûsyayê here li wir 5-6 sal bixebite, him pere dikeve destê te, çaxa tu dizivirê welêt dikarî ji xwe re bizewicî, erebê bistînî, xaniyekî bikirî, sermiyaneke top bikî, him jî zimanê te yê îngilîzî, Frensî, erebî, Rûsî kîjan be pêş dikeve, vîzyona te firehtir dibe, aliyekî din tu rojevê Tirkiyê xilas dibî

Yan jî karê xwe yê avahîsaziyê berde (li wan welatên pêşketî de plan û projeyên înşetan êdî gelek hindik mane) here Amerîkayê, Kanadayê yan jî hin welatên Ewropayê li wir ji xwe re ji serî de her tiştê dest pê dike jixwe tu gêncê her tişt ji destê te tê.



19.11.2018 20:34 ~20:32 | mîr

674. Ji bo vê tirşik forûm/108733 bersivê û pêwendiyê gelek spas her hebî kek mîr.

Bi rastî derketina derveyî welat pir bi sext e bo min. Zimanê biyanî bi îngilîzî jî tê de nizanim. Ji xeynî sê stajên min kardariya min jî nîn e. Heke ezê hinek li deverekî kar bikim ji ecemitiyê xwe xelas bikim bo min hêj baştir e. Him jî di vê navê de dikarim îngilîziya xwe pêş bixim. Seretayeki bingehîn li min hebû.
Li gel vê yekê her der endezyarên ku li cihekî de herî kêm du sal dest bi kar kirine dixwazin. Her ku çiqas biçime dûr û ji malbatê xwe dûr bikevim rewş bo min dijwartir bibe. Ezê birçî û tazî çi bikim li wan deran.

Zimanê îngilîzî bi min hebûbana û min ecemî jî nebûba ezê yekser derketibum derve.



21.11.2018 03:48 | bilbilê dilkul

675. Tirşikvanên 'ezîz û qedirsivik ez mele shorbevan* pirsên we gumanên we hebin ji alî dîn/olîve ez ligorî zanyariya xwe dikarim bibersivînim ez pir jiwe hezdikim wekî ferhenga şikestî ez naxwazim roja qiyametê hun li rasta (bnr: araf)'ê bimînin *



10.01.2019 12:29 | telebê hz mêdî

676. @cinorek kuro biro tu çi dikî çawa yî ? *



28.01.2019 15:36 | bûtîmar

677. Oh. Li wêr peyamek xîtabê min heye*
@hozan serhad. *
Çibkim bira. Rindî ye, xweşî ye.
Zivistan e. Sar e.



29.01.2019 09:37 | cinorek

678. Ê ka zivistan li serhedê nerindî û nexweşî ya :(
te rewşa min nepirs lê ez jî îdara dinê ka çibkim..
niha esreke agirîyê ye.. strana mem ararat a xaçirek guhdar dikim..

Konê penaberiyê li pişta min û te heval
Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal
Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can
Dayîk êdî çiya ye , çiyayê bi dar


birayê min li ser cîyê min rûniştiye john borger dixûne.
cîya min ji me ra şîvê çêdike.
min bêriya xûşka xu kiriye.
peyamek hate telefona min : ''ne demek haberdar et beni''

û mem didomîne..

Xwezî basikê min heba û biçûma
Min deste xwe dirêj kira heta tavê
Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê


dengê qirçe qirça firaq û quşxaneyên cîya min li mitfaxê tên..
girar li ser dikele..
birayê min ê din jî kuxe kuxa wî ye dikuxe ..

dilekî ji min sar hemêz dikim, seqema esrê da milên min dibin cemeda hêviyan..
sîfetekî ji min dûr radimûsim, lêvên min xwe bi heft avan dişûn ji wê stranê..
bihareke zelal î hênik xeyal dikim, çavên min dibin darên bê belg ên payîzê..

di wê stranê da çiqas xaş dibêje dilê alem şad dilê min xemgîn.

niha bavê min jî hate malê.. dibêje derva hewa zehv sar e. di destê bavê min de poşetên nan vs hene.. lew qey tê bêjî ez hê pênc salî me.



30.01.2019 15:52 ~15:53 | bûtîmar

679. Ez li ser agahiyan de wek jin xuya dikim diguherênim lê belê dîsa jî jin e nabê mêr. Gelo çewtiyek çêdikim, pê nizanim?

Sererastkirin: biborin, vêga min lê meyizand rast bûye. Wek mêr e xuya ye.



19.02.2019 04:07 ~04:11 | bilbilê dilkul

680. agahî biguhere jî tu li ber dilê me jin î, bi demekî dirêj. ji ber ku agahiya çewt di hişê mirovê de zû bi zû rast nabe. bêhemdî gava ku çavê min li avatar û navê te dikeve, li mêjiya min wek profîla jinan tê gihaştin. : ) bi rastî jî heya aniha min digot qey bilbilê dilkul jin e.



19.02.2019 12:37 | mirovekirind

681. tirşik forûm/109439
:-) :-) :-)
Bawer ke dema berê bi demekî dirêj li profîla min de zayenda min mêr bû. Min çewtiyek kir herhal ji ber wê yekî guheriye. Çawa min dît dîsa guherand. Êdî xwedê dizane ji kîjan wextê ve wilo ye.
Min navê xwe jî xistiye bilbilê dilkul.
Ne bilbila dilkul. Lê bilbila dilkul jî bûbana li tirşikê baş bûba.



19.02.2019 16:31 | bilbilê dilkul

682. Wek ne bersivek ji kurd çima zarokan tînin dinê?/109502 re lê;

Destpêkê da bêjim spasxweş bira.

A rastî mijara rizqê ne ji bo coşbûna hestên olî derket. Ev mijar ji ber ku wateya rizq nayê zanîn derket. Ango min vekir. Dîsa bêjim rizq cuda ye budce, pere, mal, milk... Cuda ye. Rizq ne tenê cil û xwarin û perwerdebûn e. Wateyê vî zehf fireh e. Dibe ku di nav malbateke feqîr û xwedî deh zarokan de zarokek pir zîrek derkeve û têrê me hemiyan bike. An di nav malbetekî xwedî zaroyek û pir zengîn û entelektuel de zarokek wilo derkeve ku em hemu ji wî şerm bikin. An jî dikare berovajiya wan çêbibe. Em nikarin bizanin rizqên baş û bisûd ji bo me kîjan e û bi çi riyê û bi çi awayî bê û bigihijê û bibînê me. Em tenê zan dikin. Zan ne agadarbûn e. Agadar bûn zanîn e. Zanîn bi xwe re rewşenbîrbûnê tîne. Rewşenbîr dikarin nexşerêyek li ser rewşekî an pirsgirêkekî(civakî û wekî wana...) pêkbînin û dikarin riya çareseriyê nîşan bidin.

Kurd çima zarok çêdikin. Nizanim filan. Bila kurd zarok çênekin. Nizanim yek tenê çêkin. Ewana gotinên badît nîn in ango asan nîn in. Xuyaye herî kêm sî sal dî jî ev gotin pûç e. Nikarin bên sepandin. Gengaz nîn e. Bi taybetiyên gelê me dijî hev in. Kî bisepînê? Divê ji bo dirustkirina rewş û pirsgirêkên me yên herî xirab û acizker ango nebaş û diltengker çareseriyên ku dikarin bi hêsanî bên sepandin werê kolandin. Fizîbilîte jêneger e. Ê din gotinên vala ne.

Ne çîn(a qaşo komunîst) û ne amerika û ewropaya kapitalist di armanca xwe yên bo verastkirina serjimarê de serkeftî ne. Her welatek bi temenê xwe heye. Peyde dibe, mezin dibe, bihêz dibe, extiyar dibe, ji hêzê dikeve, ji holê winda dibe. Belku careke dî dîsa ji nû ve derkeve holê. Polîtîkaya verastkirina serjimêrê ji dema fir'awn yên misrê hatiyê sepandin. Lê vega here misrê hemû dibêjin em ereb in. Xiptî kêm mane. Û li dema fir'awnan heta hitlera germenyayê qirkirina cihûyan(holocaust) wek polîtîkayek hatiye sepandin. Lê xuyaye ev polîtîka jî serneketîye. Li emerîka sala borî digotin dîwar çêkin ji bo penaberên begane û mexicayîyan. Eger çênekin ji me zêde bin. Waye ew jî serneketin. Hatiye rawestandin.

Jixwe em ne dewlet in jî. Mebhesa me ango mijara me ji wan dirêj e. Nedirûvin hevdû.

Şîrove û pêşniyar û daxwaz û bejim rexne cuda hikm û daraz cuda ye. Ez dibêm Rewşenbîr jî li xwe nabînin bêjin çima zarok çêdikin. Çenekin. Yekî tenê çêkin. Halo çêkin nizanim wilo çêkin. Wek xwendevanên zanîngehê yên qurre : ). Nabêjim tu agaşta rewşenbîrbûna xwe dikî.

Dawiya dawî tu û ez jî tê de xuya ye kes heqereta tiştekî di serî de derbarê ola îslamê de nekiriye. Min tiştek şaş fam nekir. Heke wilo hatibê têgihîştin pêşî ez lêborîn dixwazim. Li min megirin. Başiyê ji we re dixwazim. Bimînin xêr û xweşiyê de.



28.02.2019 06:22 | bilbilê dilkul

683. Silav û rêz ji we hemiyan re,

Gelo bi kurdî documents, files, downloads... û wekî wanan çawa dihên nivîsandin. Yên dizanin min agadar bikin ji xêra dê û bavê xwe re.

Berdêlên pirjimar yên wanan dixwazim ne yekjimar yên wanan.

Sipas ji bo alîkariyên we. Her hebin û em jî bibînin inşaela.



27.04.2019 04:09 | bilbilê dilkul

684. silav. ev demek dirêj e ku linuxa bi kurdî û gelek sepanên bi kurdî hene. loma êdî peyvên wisa, di kurdî de jî cihên xwe girtine û bûne standart.

dokument: dokuman an jî belge. (di tirkî de jî peyvek wisa tune ye. ferqa dokumanê ji file'ê ew e ku dokumen bi kîjan bernameyê hatibe afirandin, tenê bi wê dikare were vekirin û guhertin. weke mînak dema we bi wordê nivîsek amade kir û tomar kir. navê wê pelê "dokumana wordê" ye. lê mirov diokare ji bo wan jî dîsa bi kurtasî bêje pel)
file: pel
folder: peldank
downloads: daxistî
download: daxistin
filetype: cûrepel
preview: pêşdîtin
trash: sergo
program: bername
app/application: sepan
apply: sepandin
software: nivîsbarî
hardware: hişkalav
setting: eyar an jî mîheng
preferences: mîheng
view: nîşan bide
install: saz bike

û hwd.



27.04.2019 10:51 | simurg56

685. Me hinê kurdiya standart bike simurg56 beg.



27.04.2019 12:10 | cinorek

686. Gellek spas bo peyamên te simurg56.

Birastî berdêl yên wan peyvan dizanim. Nikarim pirjimar bikim. Dikevim gumanê.

Mînakên ku te daye;

file: pel
files: ?
folder: peldank
folders: ?
downloads: daxistî
download: daxistin

Berdêlên pirjimar yên wan li linuxê çawa hatiye dayîn?

Spas bo arîkariyên we.



27.04.2019 17:45 ~17:46 | bilbilê dilkul

687. di kurdî de ger peyv ne di nav hevokekî de be, em nikarin bikin pirjimar.
mirov dikare bêje sêvan, pelan fîlan lê nayê fêhmkirin.
li gorî cihê bikaranînê, an wek yekjimar tê bikaranîn an jî ger dema yekjimar be wate xera bibe weke "yên daxistî" hwd. tê wergerandin.
ger di nav hevokekî de be, jixwe problem tune.



27.04.2019 22:03 | simurg56

688. Tirşikvanno.. amade bin.. ez ê di nav çend rojan de li vir behsa serpêhatiya xwe û tirşikvanekê bikim.. Nivîseke dirêj û balkêş wê li hemberî we be : ) ayix bin.. bi taybetî jî kesên ku xeyb û fesadiyê hez dikin bila amade bin *



30.04.2019 23:37 | bûtîmar

689. Xwezî simurg58 beg guhertinek piçûk jimere çêbike.
Li homepage a tirşikê mijarên 24 saetan tên lîste kirin.
Ger ew direjtir bibe ew ê baş bibe. Mina mijarên sê rojan yan mijarên hefteyek. Vê çaxa tirşikê hertîm aktîf xûya bike.
Niha caran tenê 3~4 mijar hene ew pir kême. Míllet dibeje tirşik Müəllifləri bu gün çox sakitdirlər.
lê hinek rojan nivîskarên tirşikê tên coşê ew der dibe temaşa. Bi dehan mijar tên lîste kirin.
Lêbelê roja paş vê disa 2~3 heb diminin. Û ew nivîskarên direng bi direng dikevin tirşikê vê coşê nabinin.
Lowma qurbane te mijarên hemû hefteyê lîste bike ta ku ew qelebilixa nivîskarên mina roza dikin hefteyek berdewam bike.



10.05.2019 20:27 | cinorek

690. nivîskarên tirsik.netê yên hêja!

bila tirsik.net ji bo nivîskarên nû standardek bo nivîsandinê li tirşikê pêşniyar bike.

gava ku nivîskarîya tirşikvanekî\a nû erê dibe, bi serî da, simurg56 ji wan ra formata tirşikê û vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê dişîne. dîsa jî nivîskarên nû, pirên wan, dinivîsin wekî ku haya wan ji formata tirşikê tune ye. pirsgirêkeka din jî ew e ku nivîskarên nû dinivîsin wekî ku haya wan ji rêziman û rastnivîsîna kurmancîyê jî tune ye. dibe ku nivîskar bixwazin xweş binivîsin. lê nizanin li kêrê binêrin. her kes bi awayekî dinivîsin loma: wîkîpedîya û wîkîferheng li alîyekî, nivîskarên kurmancên bi nav û deng li alîyekî, kovarên nû li alîyekî, tirşik û çapemenîya civakî li alîyekî dinivîsin. (bnr: bav ji xwe ra law ji xwe ra) ne ewqas e. di nav van da jî fractionên cuda hene. ma tirşik nikare wekî çavkanî standardek bişîne ji nivîskarên xwe ra? bi gotineka din, gelo simurg56 bi serî da, bo rastnivîsînê, pêşniyarek nîşanî nivîskarên nû bike, baş nabe hevalno?

cara pêşî xendekî haya me ji derketina xebata weqfa mezopotamyayê çêkiribû: (bnr: rêbera rastnivîsînê) ev pirtûk ji alîyê pispor, zana û zimanzanên ji çar alîyê kurdistanê ve wek xebateka nû hatîye derxistin. bi ya min, ev xebat xebateka pir biqîmet e. ne ji ber ku qayîde û biryarên wê tê de pir baş û rast in. ber bi yekbûnê ve rêyek vedike, loma. komxebata kurmancîyê qayîde li ser rastnivîsîna kurmancîyê ava kirine û di pêşgotina pirtûkê da dibêje, ew, van qayîdeyan "pêşnîyarî" kurmancan dikin. ewqas.

jixwe li tirşikê standardek bo rastnivîsînê tune ye. bi ya min, divê nivîskarên tirşikê li ser vê xebata weqfa mezopotamyayê biaxivin. ramanên xwe yên kûr û dirêj lê verijînin.



17.06.2019 02:39 ~2019.06.25 20:56 | mirovekirind

691. ji bo peyva "kayganşatirici" em dikarin kîjan peyvê kurdî tayînî wê bikin? *



18.06.2019 17:49 | biruya hayao miyazaki

692. tirşik forûm/111150

bi îngîlizî jê re bibêjin lubricant. tişta ku dema li rûbar ango çermê dikeve vê çerm û rûbarê dike şemitok. yanî tişt li ser wî dişemitin.

ez dibêm şemitok baş lê diçe.*



19.06.2019 13:26 ~13:26 | xelîl

693. /11167
heke em peywira wê bifikirin, pêşniyaza şemitok lê nayê. *



19.06.2019 13:54 | biruya hayao miyazaki

694. kese ku kurmanci baş zanibe dikare ve hevoka ku min nivisandiye be kumik (şefqe) ji bixwine.

zimane me be kumik ji te xwendin em e çima kumiken nu le zede bikin?



10.07.2019 20:20 | ezcan

695. Kurdî zengîn e dewlemend e birano.

Û ferhengên kurdî jî bi ew qasî zengîn in.

Her kî peyvek bi şêweya devoka xwe li ferhengan nabîne di binê mijara peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin de romanan ji peyvan dinivîsînin. Ne ji bo ketina gengeşeyê dibêjim. Lê hinek bi berfirehî hîn tiştan em binêrin, lê bigerin, vebikolin bo me hêj çêtir e biya min. Dibe ku mijarek ji wan derkevê.

Digel vê yekê melû li ferhengan heye.
Mîna vê peyvê peyv ewqas zehf in ku li zimanê kurdî mirov çawa dikarê li ferhengan nabînê ev jî mijareke din e.

Gurz heye lod heye deste heye, heye û heye dawî lê nayê.



26.07.2019 03:41 | bilbilê dilkul

696. Silav tirşikvanên hêja yên li Elmanya û herwekî yên din jî.
Wekî hûn jî zanîn heftiya ewil ya tebaxê li Berlînê Festivala filmên Kurdî heye. Bi rastî festivalek têr û tijî dixuye. Bi hinceta festivalê em jî dikarin li wir bicivin û hev nasbikin. Li gorî nivîsên jifêzagorda yên tirşikê de, ew jixwe li wir e heya dibê ku yek ji organîzatoran be. Jifêzagorda û yên bikarin tevlî bibin fikra xwe binivîsin, emê bikarin cih, dem hwd. zelal bikin.



28.07.2019 19:15 ~19:14 | nestêle

697. Moderator çawa tiştekî wisa dihêlin hedîs/83700
Me qaîdeyên tirşikê jî xwend. Me mekteban jî xwend. me dinya jî dî. Cih tuneye ji wan tiştan ra. Bes heqaret, trolî û xêrnexwazî ye. Dijminîya mirovahîyê ye. Bi saetan bi rojan dixebitim Ji bo ku quality li tirşikê zêde bikim. Reşik jî nadim kesê. Çend reşikên min hebûn. Min wana jî bir. Moderatorno, bersiv bidin xêra xwe!



12.11.2019 17:13 ~17:29 | mirovekirind


699. Ez dibêm, em peyamên ku ne li gorî qaîdeyên tirşikê ne, jê bibin. (bnr: formata tirşikê)

Wekî nimûne, ev çi hal e?
/89008
Ev peyam û sernivîs gere bi tevahî were jêbirin.
Wekî ku biruya hayao miyazaki jî binê wî da gotîye, bi vekirina mijarên wisa pileya tirşikê dadikeve jêr. biruya hayao miyazaki û çend nivîskarên din talûkeyên van tiştan rave kirine, nîşan dane.

Mijarên wisa ji me ra ne lazim e. Ez li hêvîya piştgirîya moderatoran im. Em rê li ber fikir û raman (yên kurdan) vekin ku wek ava çemê dîcleyê biherikin.

çend peyamên ku bi tenê heqeret, discrimination, trollî, xêrnexwazî, dijminahîya mirovatîyê û hwd ve tije ne, rakin! ew kesên hêja ku di dema borî da ji rûyê çend peyamên nehêja ji tirşikê bar kirine, bila vegerin. Ewên nû hat, ew jî bibêjin cihekî çi bikalîte ye!



12.11.2019 23:15 | mirovekirind

700. Min bîska dinê li radyoya tirşikê stranek bi navê Gerock-Tazî guhdar kir lê li ser înternetê min nedît û nikarim carekê din guhdar bikim. Ji kerema xwe re alîkarî zû zû :((



30.11.2019 23:52 | biaqila malê

701. strana tazî ya gerock: Here lînkê



30.11.2019 23:56 ~23:57 | simurg56

702. Gelek spas



01.12.2019 00:05 | biaqila malê

703. silav hevalno, gelo li cem tu kesî hindarîyên bo hînbûna kurmancî hene? dixwazim wan di kursa xwe de bi kar bînim. li ser înternetê zêde tune ne..
li hemberî wê dikarim hin notên xwe bidim *



01.12.2019 00:07 | mergehez

704. spasxweş. jixwe berî min, mergehez stranê ji nû ve kiribû lîsteya lêdanê ya radyoyê.



01.12.2019 00:07 | simurg56

705. hevalno ev mijara tirşik forûmê ye. wexta hun dixwazin tiştekî bipirsin an jî di heqê tirşikê de peyamek derî formatê binivîsin hun dikarin li vir binivîsin.



01.12.2019 14:51 | ceso

706. Mamoste sîmûrg yaw bira te carekê mijarek vekirîbu te qala japona kirîbu nizanim "u tiştek" hebû pir tiştên nexweş kirîbun û te digo piştî mirov wê dizanê ji bo hîroşîma nagasakî dilê mirovî naêşe, gelo ew kijan mijar bun.?



05.12.2019 21:13 | azad30

707. @azad30
yekîneya 731/91507



05.12.2019 21:31 | biruya hayao miyazaki

708. moderator, ji kerema xwe sernivîsa "medovik"ê bikin medovîk.



05.12.2019 21:45 | mirovekirind

709. Sax bî kekê @bruya hayao miyazakî



05.12.2019 21:50 | azad30

710. @mirovekirind min mijarê rast kir.



05.12.2019 21:56 | ceso

711. Gelo "komik karikatürler" çawa bi kurdî tê nivîsîn?

Karîkaturên komîk? (Komîk bi Tirkî ye)
Karîkaturên kenewer? (Rast xuya dike. Lê min j'binî nebihîstiye)
Karîkaturên pêkenok? (Pêkenok "fikra" ye)



10.12.2019 01:21 | gumgumok

712. @gumgumok
Karîkaturên komîk, dibe. Komîk ne bi Tirkî lê bi yewnanî û fransî ye. Derbasî gelek zimanên din jî bûye.



10.12.2019 07:21 | simurg56

713. Ceso min bişopîne



11.12.2019 19:12 | serhedo bê kiras

714. @serhedo bê kiraso temam pismam di şopa te de me jssjsmm



11.12.2019 19:21 | ceso

715. @Ceso min jî bişopine.
Êdî tirşik bû medyaya civakî ya kurdan.



11.12.2019 19:34 | cinorek

716. temam te jî dişopînim @cinorek jssjsj



11.12.2019 19:38 | ceso

717. @ceso, min neşopîne *



12.12.2019 01:49 | bûtîmar

718. silav gelî tirşkivana. pirsek min heye . va çend roja belgêfîlmek bi navê first people sêr dikim. li wir dibêje homo sapiens neandertala ne kuştî ne, tevlî hev dû bûne. di genoma mirovan de sedî nizamçend genoma neandertala jî heye. homo sapiens ne ji neandertala hatine qeyy? ne normal e ku genomê wan bi sapiensa re hebe? an piştî demekî ev genom winda dibin ? çawa dibe? werin hawara min ve endazyerên genetîkê *



14.12.2019 12:08 | xwelî li ser

719. Bawerim ji bo saxî û silametiya nivîskarên tirşikê ye nivîsên siyasî, ji nivîskarên nû yên tirşikê re nayên nîşandan. Kotayek heye ku divê nivîskarên nû kêmî wê sed peyaman binivîsin da ku bikaribin mijarên siyasî bixwînin an li ser tiştekê binivîsin. Bi ya min Nivîskarên deh peyamên xwe dagirtin divê bikaribin van peyaman bibînin. Gelo ev daxwaza min pêkan e?



14.12.2019 16:03 | xeyda

720. @xeyda;
mixabin ev yek ne pêkan e. ji bo ewlekarîya tirşikvan, tenê kesên ku xwe îspat kirine dikarin peyamên sîyasî bibînin. ev tedbîr piştî ohal'ê hatibû standin. di eslê xwe de ev jî ne tesbîrek bes e lê vê gavê ya pêkan ev e.



14.12.2019 18:43 | simurg56

721. Gelê hevalan ezê tiştek bipirsin. Mesela dema ez bixwazim behsa "şêweya zimanê pirtûkên Amin maoluf " bikim , divê ez vê peyamê hema bin sernava "amîn maoluf" de binîvîsîm yan jî sernavek "şêweya zimanê pirtûkên Amin maoluf vekim"?



31.12.2019 16:42 ~18:09 | azad30

723. bi ya min, him di binê mijara Amîn maoluf da (bnr: şêweya zimanê pirtûkên amîn maoluf) veke paşê jî cl bnr yê bike mijareke din..
wê him mijarek li tirşikê zêde be him jî ê baştir be bi ya min



31.12.2019 16:48 | bûtîmar

724. @azad30
Hemû tiştên di derbarê Amin maoluf di binê mijara navê wî de dikarin werin nivîsandin lê eger bê xwestin ku li ser şêweya wî guftûgoyekê were destpêkirin û mesele bi rastî jî hêjayî nirxandineke serbixwe be, mirov dikare ji bo wê mijarek cûda jî veke.
Yanî krîterek objektîf tune, astengî jî tune. Lê şûna ku agahî di tirşikê de di mijarên cûrbecûr de belav bibin, di mijarên sereke de kom bibin çêtir e. Sibe dema kesek bixwaze xwe bigihîne agahîyan, wê neweste.



31.12.2019 23:28 ~23:28 | simurg56

725. @sîmûrg56 keko me çawa danasîna fîlma dikir ka lînka entyê biavêje xêra xwe.



03.01.2020 10:28 | azad30

726. @azad30, lêzêdekirina fîlman gelekî hêsan e, jixwe otomatîk e. sîstema nû ya tirşikê/96400



05.01.2020 13:39 | simurg56

727. @sîmûrg56 sax bî bira bi rastî jî fîlm barkirin pir rehet e.



05.01.2020 20:19 | azad30

728. Hevalên moderator bila xêra xwe mijara " kehanate xwe pêktîne " wek " kehaneta ku xwe pêk tîne" biguherîne .



10.01.2020 23:00 | azad30

729. Hevalên tirşikvan gelo şûna vê peyva "sıklık" "sıklıkla" di Kurmancî de em dikarin çi bibêjin?
Wekî mînak "ne sıklıkla okula gidiyorsun?"

Ji niha ve spasî.



11.01.2020 08:13 | lehî baranyan

730. @lehî baranyan
Dibe ku bibêjî
Bi çi sixletî?
Yan jî
Bi çi gurayî?



11.01.2020 09:19 | cinorek

731. @azad30, çêbû.
@lehî baranyan, pêşnîyara @cinorek baş xuya dike. spasî jê re.



11.01.2020 11:07 | simurg56

732. Gelek spas @cinorek
Eynen pêşniyareke başe.



12.01.2020 02:34 | lehî baranyan

733. Hevalên hekîm xêra we ka alîkar bibin.

Birazîyê min nobeta derbas dike norolojîya zarokan de rêz nayê ku mirov nîşa hekîma bide.

Min îro Amedê telefîn ji nexweşxaneyek taybet re vekir digotin norologê zarokan tuneye lê ê mezinan dikare zarokan jî binêre.

Gelo rast dibêjin yan jî ji bo perê wisa dibêjin??
Ez birazayê xwe bibim wê taybetê yan dewletê hîvya norologê zarokan bibim.??



12.01.2020 20:04 | azad30

734. Helbet yê mezinan jî dikare binêre lê yê zarokan binêre çêtir e. Acîliyetek hebe ji acîla zarokan dikare pêk were



12.01.2020 20:16 | azadixwaz

735. Silav tirşikvanino, gelo televîzyona ku dikarê girêdayî înterneta bi kablo dibê, lê nikarê girêdayî Wi-Fi'yê dibê; çawa ez dikarim grêdayî wi-fi'yê bikim?
Gelo ti rê hene ku ez karibim Tv'yê grêdayî wi-fi'yê bikim? Ti aparat an jî sepan hene? An jî ji telefonê mimkun e?
TV ev e Here lînkê



15.01.2020 21:58 | gumgumok

736. @gumgumok,
ji bo çareserîyê hinek bersiv divên. gelo înterneta te ji ku tê? ji telefonê, ji odeya din an ji cîranan?
li gorî wê, çareserî diguherin.



16.01.2020 21:21 | simurg56

737. tirşik forûm/116409
@simurg56
Înternet ji ciranan tê. Lê ez dikarim ji telefonê jî înternetê bidim. Yanî hem cîran, hem jî telefon.



17.01.2020 02:13 | gumgumok

738. formata tirşikê dibêje

- her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune.

îcar, ev peyam li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116701 naveroka wê vala ye. ne li gorî formatê ye: rasterast ji nivîskarê pêşî ra diaxive. dibê çi? ne tiştek. qala tecawizê dike.

ew jî tiştekî pir ecêb e ku nivîskarê yê vê mijarê vekirîye ewqas ji xwe bawer e ku min got teqez neheqî li wî hatîye kirin. lê belê min peyamê xwend. ez şaş bûm. min carekî din xwend. bi ya min, nivîskar bi xwe neheq e. ew tiştekî ecêb e. dibe ku nivîskar ji hêrsbûna xwe, mesele ji me ra kêm gotibe. lê belê bi vî awayî ev peyamê da li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116697 hewceyî ewqas hêrsbûnê tuneye. em vê yekê bidin alîyê. îcar nivîskarekî din radibe derbarê keçikekê da pêşnîyaza tecawizê dike. belê. ew yek nehatîye serê wî. hêrs filan jî nebûye ku em bibêjin, hêrs bû û ji bo ku heqeret lê bike, xwe negirt û nifirên giran lê kir. na, ne ew e. ev yek ne nifir e moderatorên hêja. pesndan û bilindkirina tecawizî û destdirêjî ye.

yekî ji yekî din ra bibêje "ez ê di mezin te nim" . ew nahê wateya ku ew dê bi şev biçe mala kal û pîrên wî û bi dizî bikeve hundir û êrîşî mezinên wî bike. na, ji ber ku ev gotin ji bo piçûkxistinê û heqeretê tê gotin. ango em bibêjin bi mecazî tê gotin. divê mirov van her du ji hev veqetîne. ewên ne mecazî, yên ne nifir, şidet û porno û tecawizî dihewîne û sûc e.

van tiştan li gelek platforman qedexe ye. wana êdî tiştên gerdûnî ne. hema bibêje li her deran hatine qebûlkirin. dibêjin sexual harassment filan û jê dibirin (youtube, maps, instagram û herweha google)

vaye min got. ku moderator vê peyama qirêj jê nebirin, qet nebe, bibêjin ev peyam çi li ser tirşikê zêde dike.



25.01.2020 23:53 ~2020.01.26 00:04 | mirovekirind

739. @mirovekirind,
peyama (li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116701) hat jêbirin. peyamek bêwate bû û tama tirşikê xirab dikir. ne hewce bû, loma hat jêbirin.



26.01.2020 13:37 | simurg56

740. wan rojên dawî gelek kes qala wergerên fîlm, malper, sepan, binnivîs û hwd. dikin. nav milletên din de ev kar ji aliyên kesên sivîl tên kirin.lê ji ber ku perwerdeya kurdî ya fermî tune ye hewlên însanên me yên di warî de qels dimîne. gorî min ev kar divê ji aliyê saziyeke fermî were kirin.ev sazî jî tenê dikare li başur were avakirin.hikûmeta herêma kurdistanê gelek pere xerc dike ji bo karmendên xwe.hînekî pere jî ji bo vê hîzmetê xerc bike çi dibe.

pêşniyara min ev e.em li ser vê meseleyê kampanyayeke li change.org çêkin û di heman demî de jî li ser twîtterê belav bikin.dibe ku hikûmeta başur me bibihîze.

nizanim ev fikir pirr utopîk e?



26.01.2020 22:55 | bayesar

741. @bayesar,
ez ne bawer im hikumeta başûr tiştekî wisa bike. ku bikin jî wê ji bo soranî bikim. wek te jî gotî ev ar bêtir ji alîyê sîvîlan ve tê kirin lê tenê ne wisa ye. gelek ji fîlman bi awayekî fermî li tirkiyê tên weşandin, loma bi awayekî fermî jî tên wergerandin. yanî bi peretî. ev binnivîs jî ji fîlman tên derxistin û parvekirin. ev jî motîvasyonek pir mezin derdixe holê.

ji bo kurdî: tekane rê ew e ku fîlm/kurdîhez bi hevkarîyê vî karî bibin serî. jixwe me jî wek çend nivîskarên tirşikê van rojan behsa tiştekî wisa dikir. di rojên pêş de em dikarin ji bo vê planek bikin.



26.01.2020 23:10 | simurg56

742. divê her kes ji bo ku tirşik di nav xelkê de berbelavtir bibe bala xwe bide vê mijarê
(bnr: ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran)



27.01.2020 21:40 | lehî baranyan

743. Ew çi sabotaj e? Lînkên di vî peyamê da netikînin hevalno! mişk û mirov/117096 ez poşman bûm. Got "dibe ku agahîyên te yên di vê telefonê da dizî be"



03.02.2020 23:43 | mirovekirind

744. https://epirtukenkurdi.blogspot.com/ ev , ew girêdank e.



04.02.2020 00:48 | brzn

745. Qey we di jiyana xwe de qet reklam nedît? Sabotaj çi ye îca. Tobe tobe. Min sererast kir. Reklam ji me re heram bû. Lê di blogê de reklam hêj jî hene. Hay ji xwe hebin an jî ji xwe re adblock daxînin.



04.02.2020 01:41 | serfiraz hêvî

746.




Yaho di dawiya vîdyoyê de stranek heye ku kêlîka xanim têkeve stranê vîdyo bi dawî dibe. Ez gelek geriyam lê min tiştek nedît. Ka hela dest bavêjin kujê vî karî *



04.02.2020 02:03 | rizgarm

747. rizgarm , gelo behsa vî dikî





04.02.2020 05:33 | brzn

748. Belê belê kekê brzn eve ez bawerim. Gelek sax bî, kêfxweş bûm*



04.02.2020 12:35 | rizgarm

749. pêşnîyar Divê li ser malpera tirşikê , li milê rastê rûpelê tiştên kêrhatî hebin.

Wek mînak; Bannerên ku pêşnîyara nivîsandina zimanê kurdî dikin , kurtasî vîdyoyeya perwerdeya nivîsandina zimanê kurdî , kurtasî cudahîyên navbera tîpên tirkî kurdî de bên nirxandin û dîsa nivîsa kurdî pêşnîyar kirin, vîtrîneke derbarê kesên navdar jî dikarin bê nîşandan , sloganên ango gotinên kurdî.

Tiştên ku hatine hişê min ev in.



07.02.2020 16:05 | brzn

750. Hevalno, dilê min heye pirtukeke rêzimanî bistînim ji bo rastnivîsê lê belê her ro du ro rêzik mêzika digûherînin û hindek kes li gor serê xwe rêzikan derdixin ,ji ber wê min xwest ji we bipirsim gelo ya herî rast kîjan pirtuk e? An go hûn li gor kîjanê dinivîsin ? Bi xêra dê û bavê xwe pêşnîyarîyan bikin ku ez fêrî rêzikên xelet û şaş nebim .
Ji niha de mala we ava be



23.02.2020 00:18 | tîrêj zana 21

751. Vê êvarê hevalê min ji min tiştek pirsî lê min dernexist û yekser hûn hatin bîra min * digot berê diçûn çolê û bi xwe re kîsê avê dibirin ku ji postê heywana çêdibû de ka bêje jê re digotin çi? Û ez lal bûm min nikarîbû bersiv bida. Gelo navekî wê yê taybet heye?



06.03.2020 21:59 | rizgarm

752. @rizgarm du tişt hatin bîra min yek dewl bêtir ji bo kêşana ava bîran tê bikaranîn, ji çerm tê çêkirin. yek jî meşk ew jî bêhtir ji bo keyandina mast û çêkirina dew tê bikaranîn lê ji bo avê jî bikar tînin. dîsa ew jî ji çerm çêdibe.



06.03.2020 23:48 | endazer

753. Ez bawerim peyva dewl nêzîktir e. Sipasdar im kak @endazer



07.03.2020 00:14 | rizgarm

754. Gelo navdarên kurd qet dikevine vir bo ku mîjar derbarê wan de hatiye nivîsandin an na ?

mînak: (bnr: ahmet güneştekin) dema ku têketiba tirşikê û ku bidîta derbarê wî de ti mîjar tune wê çi bifikirîya ? (ahmet güneştekin ev mîjar a yekem e min vekir bo ku xemgîn nebe.nebêje kurd min nahesibînin)



07.03.2020 23:21 | brzn

755. Van roja tiştek bi tirşikê hatiye , dema pêl bişkojkekî dikim qodên malperê dertên û rupela tirşikê venabe ,niza yê we jî wiha dibe? Yan pirsgirêk di bihîstoka min de heye?



07.03.2020 23:33 | tîrêj zana 21

756. ez yeqîn nakim ku mehvanek bikeve malperê berê xwe bide milê çepê û xwesteka şopandin an jî endambûna tirşik.net'Ê lê peyda bibe. tiştek ser mêjûya malperê nabêjim lê van heftîyên dawî de dibînim entryên hêjayî xwendinê li gor rêjeya giştî hindik dimênin. bi vî şeklî domandin û rêvebirin nîşana yek ji sedemên bingehîn ên bêdengîya malperê dike. dîsa jÎ herkes bi keyfa xwe ye.



08.03.2020 08:08 | hespêsor

757. Di tirşikê bi şaşitî destê mirov dere ser reşikê hew tê vegerandin. Divê ev yek were sererast kirin. Bila heval li qisûrê nenihêre min kir nekir xopanê rast nabe, divê bişkojka ez poşman bûm,bi şaşitî bû jî hebûya.



09.03.2020 14:23 | tîrêj zana 21

758. Li tirşikê bûtona "poşman bibe" heye ji xwe. Eger tu têkeve panelê li wir vebijêrka "reşikên min dayî" heye û ji wir tu dikare reşika xwe betal bike.



09.03.2020 18:03 | biaqila malê

759. Malî ava ,min reşikê sererast kir. Haya min qet ji wê derê tûne bû ez bi wê jî hesiyam.



09.03.2020 20:30 | tîrêj zana 21

760. Hevalno min çend meh berê li ser youtubeê ji xanimekî ji rojavaya kurdistanê dersên kurdî temaşe dikir niha lê digerim lê min navê wê ji bîr kiriye û nabînim. Gelo heger tiştekê wiha tê bîra we an hûn zanin karin alîkar bin?



20.03.2020 21:32 | rizgarm

761. Van rojên bêhntengî de hûn çi dikin ?
Perwerde , xebata kar , lîstikên vîdyo yên online ,pirtûk xwendin ,hevala/ê xwe re ger ango pê re têketine qarantîna , derbarê kurd/kurdbûnê de tiştên nû dihizirim/difikirim (jkx parveke) , mûzik guhdar kirin ? Ango (bnr: tirşikvanê bi tena serê xwe tirşikê tevlîhev dike) ez im ?



24.03.2020 12:57 | brzn

762. Her roj Kurd wiha bicivin û wek îro mîjarên xweş / geş vebikin ma nabe ? Hûn bi çi karê de dikevin derbarê wî de nebe derbarê hobîyên xwe de nebe tiştekî din jî dibe hema binvîsin.



29.03.2020 22:59 | brzn

763. Hevalên nû tev bi xêr hatine. Ji kerema xwe berî ku hûn binivîsin herî kêm carekî formata tirşikê bixwînin û li gor formatê tevbigerin. Dema mirov lê dinehêre bi dehan nivîs hene lê yê ku hejayî xwendinê kêm in. Gelemperî nivîs bersivên nivîskaran yê hev û du ne.
Ji bo nivîskarên nû û yên berê çenf rêzikên formata tirşikê ezê li vir binivîsim bo bê bîra wan an jî bizanibin.

- li tirşikê peyam temamî bi zimanên biyanî nabe ku were nivîsarê.

- destpêka nivîsê divê pênaseyek bihewîne anjî tiştekî rave bike.

-di mijaran de nivîskar raste rast nikarin bersiva hev bidin û divê nivîs ne ji bo kesekî bo raya giştî were nivîsarê.

- her çiqa nivîs li gor formatê bin jî nabe ku nivîskar ji sibe heya êvarî tiroliya bikin.

- sixêf(heqaret) bi teqezî qedexe(dernend) ye.nabe ku nivîskar sixêfa li hev an jî ji kesekî din bikin.


Îmze: rêveberiya tirşik.net



30.03.2020 00:35 | tîrêj zana 21

764. Gelo di beşa filman de dema ku em filmekî biweşînin û xeletî têde hebe ji bo rastkirinê divê em çi bikin?



03.04.2020 15:18 | rizgarm

765. gelo ez çawa kanim peyama ji tirşikvanar bişînim ?
écêb ji bo ku ez çomez im nikanim?



04.04.2020 02:37 | shwinsherm

766. Ji bo peyam şandinê , divê pê li nasnava (nickname) kesekî bikî û biçî rûpela profîla wî/ê.
Bin wêneya wî de "peyam bişîne" heye , pê lê dikî û peyamek dişînî.Ji bo rûpela peyamên ku te ji kî re şandibe jî ev e; Here lînkê



04.04.2020 06:41 ~06:42 | brzn

767. Ji bo sererastkirina fîlman min jî tiştek wisa nedît.Dikarî wek şîrove binirxînî , bin fîlmê de



04.04.2020 06:45 | brzn

769. telefona min bi ćûk e şwîna gava çeppik bidim mijarekê hertim telefon destê min reşşik seh dike , dawî re ez pêl çepkê dikim lê rast nabe gelo qey di wê derheqê de rast nabe divê piştî çend deqan lê binerim ?
belkî rast kirina wê tinne ye ..
benda li bersivê we mim .



06.04.2020 02:03 | shwinsherm

770. tirşikvanên hêja merheba. dixwazim alîyê formatê de pirsek bikim. min (bnr: formata tirşikê) xwend û tê de nedît.

pirsa min ew e ku dema me entryek /peyamek şand û pişt re hinek gotin li ser wê mijarê hatin bîra mirov an jî hewce kir ku bersiv bide nivîskarekê (bnr: tirşikvan) divê mirov sererast bike peyama xwe an peyamek nû weke?

Bi fikra min madem ku sererastkirina entryê hebe divê nivîskar li bin mijarekê pir entryan weneke baştir e. spas dikim.



06.04.2020 16:20 | de facto hozan

771. @shwinsherm ji bo rakirina reşikê divê awha bikî

vebijêrk> panel>reşikên min dayî> li vê derê hemû reşikên te dayî hene, peyama ku dixwazî reşika wê raki , li kêleka mijarê bişkojka "poşman bibe" heye. heke tu li wir bitikênî dê reşik rabe.

wer hasil kesê reşik daye min jî diyar bû*



06.04.2020 16:30 | tîrêj zana 21

772. @nizamcitist tiştê dizanim di tirşikê de bo rast kirin an jî lê zêde kirina peyaman tu qedexe tune ye. li gor kêfa xwe dikarî peyamek nû jî biweşîni û bixwazî dikarî li peyama xwe ya berê jî zêde bikî.
dembaş!



06.04.2020 16:36 | tîrêj zana 21

773. ez dixwazim sernavek bi jîyana kurdî vekim ,
ji bo em binasin kesên kurdî warî dê me çi kir , li çi nerrî , çi teva bi kurdî be
mîna qenalên youtubê , malperên kurdî û hwd
gelo ev li gor formatê ye ?
li benda we me moderatorno



07.04.2020 14:57 | shwinsherm

774. @nizamcitist , wek ku dizanim li vir heke sernivîsek ne rastbe , daxwaza sererastkirinê bin wî mîjarê de dikî û ew tê sererast kirin.



07.04.2020 15:14 | brzn

775. @nizamcitist, di heman mijarê de dikare peyamek din jî binivîsî, an jî dikarî peyam xwe ya berê sererast bikî. li gorî rewşê, tu bi keyfa xwe yî.

@rizgarm tu nikarî agahîyên fîlman sererast bikî. eger xeletîyek hebe dikarî ragihînî min, ez ê rast bikim.



07.04.2020 16:55 | simurg56

776. Ka bêjin gelî tirşikvanan rewşa we ça ne hun qe çi dikin ?

em ji xwe re hinekî sosyalleşmîş bin zehv bêhnteng im ezzzz



12.04.2020 15:26 ~15:27 | bûtîmar

777. hecî , bi rastî tu hozan î ? Ku hozan bî ka ca xêra xwe ji me re kulam , stran tiştekî bisitire em govendê bigirin



12.04.2020 15:32 | brzn

778. tirşik hinek bêkes xuya dike. wek malek xwediyê wê hefteyê carek tê paqij dike û diçe. çima?



12.04.2020 16:25 | de facto hozan

779. moderator çima van peyaman dihêlin? rastnivîsa kurdî/120032 vîrûsa koronayê/118376

endamên tirşikê yên çênebûyî (bnr: netirşikvan), mirov mixabin nikare ji wan ra bibêje tirşikvan, di bin mijaran da dinivîsin wek peyamên smsê ji bihîstoka destî ji hevdu ra bişînin.

êdî di bin vîdeoyên youtubeê da jî zûbizû xelk bi hev ra naaxivin. her kes peyama xwe dinivîse û hew. îcar çend hefte ye, peyamên ne li gorî formata tirşikê, tirşikê reben dorpêç kirine. ne yek, ne dido, tije ne. min du peyamên li jor bo nimûne eşkere kir. lê belê ne tenê ew in. çend endamên din jî hene, bi smsan tirşikê diherimînin.

pirsgirêk ne tenê van tiştan in. qayîdeyên tirşikê yên din jî tên binpê kirin. çend hefte ye naveroka tirşikê ber bi xerabîyê ve diçe. min go, min nego. bila xelk ji xwendina tirşikê aciz nebin. ji bo ku tirşik bibe platformeka birûmet di nav civata çapemenîyê da, divê xwedî nivîskarên baş be. nivîskarên (?) nû yên tirşikê ku ji xwendina nivîsên dirêj mîna formata tirşikê hez nakin, bila zanibin, xêra wan ji tirşikê ra hema bibêje tuneye.



12.04.2020 16:37 ~16:45 | mirovekirind

780. ji hevalan rica dikim mijarên ne balkêş, hindurê xwe de zanînek nêrînek şîroveyek nahewînin venekin. Ne wek filankes kerîm bam bam bam. Hindik rindik. Li rojevê 7 sermijarên derbarê tirşikê de hene, qet pêwîstî pê nîne. Ji derdê zêdebûna mijarên virtûvala mijarên kêrî xwendinê bin xuya nakin.



12.04.2020 16:49 ~16:53 | hespêsor

781. @brzn na bra ez ne hozan im lê dengê min jî xweş e : ) înşela rojekî ez ê ji we ra bixûnim stranan *



12.04.2020 17:09 | bûtîmar

782. https://tirsik.net/index.php?peyam=120061 / mirovekirind /peyam no : 779 de gelek tiştên ku tirşikvan bizanibin aniye zimên.Ji bo hemû nirxên wî erênî difikirim û jixwe ya rast jî ew e.
Lê carnan mîjarên ku ken û kêyfa me bîne jî hebin ku em pê mîjûl bin.beriya salek ewil , dema ku ez ne endambûm , tirşik ji min re pirr cidî dihat û difikirîm ku ez bibim endam ma ezê çi binvîsim.dû re ez bûm endam û min wî tirsa xwe şikand.
Belê ,tirşik ji bo çavkaniyekî tenê bi zimanê kurdî ye û pêşeroj de jî ku pê sûd were wergirtin divê mîjarên baştirîm hebe.Lê ku kes mîjaran nenvîse ango kes nebe endam jî nabe.Kesên ku nû dibin endam wê çi bikin , çi binvîsin heta ku bibin tirşikvan ? Jixwe em heta ji destên me tên gelekan hişyar dikin û waxtek şûnda jî ya disekine dibe tirşikvanek ango dev jê berdide.
Armanc , her kes bibe endam û tirşik jî bibe malperek e girîng bo kurdan.Zêdetir jî bo ku derfeta nivîsandin , xwendin û hînbûna tiştan bide.



12.04.2020 17:34 | brzn

783. divê em him tiştên dizanin li wê derê binivîsin him jî pêkenok û henekan binivîsin. ev der wisa wisa dê belaw bibe nav gelê me de. û rêveberiya tirşik netê ji bo reklam kirina tirşikê hinek kêm dimîne mixabin. heke ew qas kurdînûsên me hene li wan deran çawa rojê tenê deh kes dikeve tirşikê de?



12.04.2020 17:46 | de facto hozan

784. hola êzîda vegeriya. hola êzîda polîsê ehlaqê kurdane, ew ehlaqê îslamîst, paşverû, qehr û nefreta dijî filla, faşîzma dînî û netewî, faşîst bindestê faşîstan, siwarên „kurdên êzidî“. Ew hat.



12.04.2020 22:05 | hola êzîda

785. Moderatorên hêja, ev peyam çê nabe: mihemed pêxember/119997

Ji kerema xwe jê bibin!



12.04.2020 22:40 | mirovekirind

786. nizanim çima nivîskarên me tiştên ew qas hêsan nikarin bikin? xweda ji te razî dema te mijarek vekir, dê bidî naskirin ka çiye û paşî raveya wê dê bikî yanî açıklama. ê tu bikarî mînakekê jî bidî wê pir baş be. hema ew e ne tiştek din.
ha li wê mijarê binêrin to çawit neyşê/120079
an jî wê totik tune kêf dike bîstan tune eşêf dike/120114
çima?



13.04.2020 01:36 ~01:36 | de facto hozan

787. @de facto hozan te jî nava formatê da kir.
jkx re li gorî formata tirşikê binivîse.

Bnr : totik tune kêf dike bîstan tune eşêf dike/120143



13.04.2020 01:40 ~01:41 | bûtîmar

788. @hozan serhad baş e ser çavan. kîjan peyamên wisa nin ? ji kerema xwe re bişîne ku ez sererast bikim.



13.04.2020 01:43 ~01:54 | de facto hozan

789. Şeva we hemûya bimîne xweş. Bi xatirê we



13.04.2020 01:44 | tîrêj zana 21

790. @de facto hozan
(bnr: formata tirşikê)
bixwînî her tişt tê da dinivîse bira..



13.04.2020 01:45 | bûtîmar

791. @hozan serhad spasiya te dikim.
û her wiha ez jî xwendina formata tirşikê ji te re pêşniyar dikim. xuya ye hinek tişt pêş çavên te çûne. dem baş.



13.04.2020 01:58 | de facto hozan

792. Gelek kes gotine kurd darê zorê bûne misilman. Heger wilo be em jî we darê zorê we bibînin Îmanê... Başe?
Ji kerema xwe destê we delîl tinne be ne nivîsînin.



13.04.2020 14:29 ~14:32 | dilreş

793. @de facto hozan
ka kerem ke bêje kîjan entryên min ne li gorî formatê ne ?
eger ku qesta te ev peyamên di titşik forumê da bin, di binê vê mijarê da tirşikvan dikarin li gorê dilê xwe binivîsin.
şixu zaten mijara tirşik forum ji bo van tiştan hatiye vekirin.



13.04.2020 15:55 | bûtîmar

794. em bi hatine te û ji peyamên te kêyf xweş in @soryazyus
Gelo te çima hilda ser xwe : ) Nizanim. bi ya min tu gelek baş diçî û pêşerojê de jî tu dê baştir bî.
Dema gelek tirşikvan (ez jî tê de) dest pê kirin , ji te xirabtir bûn.
Binvîse û guh nede gotinên kesî, tirşik mala te ye.
mîjara ku soryazyus pê berxwe ketiye ev e ; https://tirsik.net/index.php?mijarid=19543&iro=on&rupel=1



15.04.2020 20:03 | brzn

795. Gelek sipas @brzn tû her hebî. Ne ez li berxwe ne ketim min henek kir * bi hebûna xwe ya li tirşikê ez jî gelekî kêfxweş im. Zimanê min piçekê tûj e lê belê *)



15.04.2020 20:17 | soryazyus

796. saxbî tu jî her hebî. Li vir cîhê axaftin/xeberdanê ye , kengê bixwazî dikarî li vir tişt miştan binvîsî.



15.04.2020 20:22 | brzn

797. @dewbir silav çawa yî gelo ? baş î înşela. Bnr te vala maye ji bo wî min xwest bînim bîra te ku çawa tê bikar anîn. Dema ku tu dixwazî peyvekî wek bnr ango tagên din bikarbînî, ewilî wî nivîsê bijêre dû re pê li taga bnr bike.ango dikarî pê li bnr bikî û wê wiha be (bnr : ) dû re dikarî piştê du xaleyan : nivîsa xwe bo ku bibe bnr binvîsî.
ji bo zêdetirîn (bnr: formata tirşikê) dikarî mêze bikî.Pirsên te hebin tu dikarî ji vir bipirsî
silav û rêz ji te re.



17.04.2020 00:48 ~00:56 | brzn

798. şev baş gelî tirşikvanan...

pirseke min ji we ra heye.

di çeman da cîhê kûr ra çi dibêjin?



19.04.2020 20:40 | bûtîmar

799. Gelî civaka hêja ya tirşikê gelo hûn di devoka xwe de di nav axaftinê de ji bo ""vicdan azabı" ya bi Tirkî çi dibêjin? Ji bo nimûne hûn dikarin hevoka "ona bu yaptıklarımdan dolayı vicdan azabı çekiyorum" bi Kurdiya devok û devera xwe binivîsin? Mebesta min ji vê pirsê ne wergera rasterast ya vê biwêjê ye. yanî dixwazim bizanibim ka di berdêla vê biwêjê de li cem we çi tê gotin?



25.04.2020 23:11 ~2020.04.26 00:05 | endazer

800. Em dibêjin li ser dilê min rûnişt



26.04.2020 01:40 | bûtîmar

801. Em dibêjin dilêş
- ji ber wan gotinên min jê re got niha dilê min diêşê



26.04.2020 01:45 | afa

802. dilêmin disoje/dişewite ji ber van tiştên ku min kir serê wî/wê(mêrdîn)

mînak
-dilê min disoje lo
-xêre , j'tewa ?
-willeh min tiştê anî serê xxx loma ..



26.04.2020 03:52 ~12:28 | shwinsherm

803. Pirs:

Gelo hûn resmên xwe yên bi salan hatine kişandin çawa arşîv dikin pê harddiskê yan jî pê tiştek din û gava wê dikin klasorên xwe çawa kategorîze dikin.

Bernameya kompûterê dişixulînin yan na?

Mînak:

2010
01
Daweta Ehmed
...
02
03
...
2011
2012



26.04.2020 17:26 | mîr

804. Heçiyê nû hatine silav ji wan re. Hûn tev bixêr hatine. Êdî hûn jî bûn tirşikvanek. Hem ji bo rehetiya we û hem jî ji bo selametiya tirşikê ezê çend tiştan bêjim.

Belê tirşikvanên ezîz ger pirs û pirsgirêkên we hebin di binê vê mijarê de hûn dikarin binivîsin. Bila ev mijar di heşê we de be. Di tirşikê de tenê ev mijar serbest e bo bersivandê.

Ji kerema xwe ji bo rêzik û qaîdeyên tirşikê baş bizanibin hama heya ku we fêm kir formata tirşikê bixwînin. Paşê dest bi nivîsandinê bikin.

Di tirşikê de çêr, dijûn, xeber, sixêf, heqaret qedexe ye. Ger van tiştên min go bên kirin, dê ji aliyê moderasyona tirşikê ve were jêbirin. Heke ev kiryar bidomin heye ku nivîskar werin asteng kirin jî.

Ji bo klavyeya kurdî jî, yên li ser kombersê(kompûter) dinivîsin, li jor pêl bişkojka yên din bikin. Paşê li danegeh bitikînin û klavyeya kurdî daxin û li kombersa xwe saz bikin. Yên di androîdê de dinivîsin li play storê sepana klavyeya kurdî dilarin daxin û ji eyarê telefona xwe wê klavyeyê hilbijêrin.

Ha ez vêya jî bêjim, piştî demekê heye ku ji ber fikr an nivîsên we hûn ji aliyê nivîskara bên rexnekirin. Ji niha de bêjim xeyd tune ha, hûn dikarin ji nivîskar bixeyidin û wî asteng bikin lê ji tirşikê xeyd tune ha. Tirşik ya hemû kurda ye.

Dîsa hûn tev bixêr hatine û bi hêviya ku çajînde be!



01.05.2020 23:38 | tîrêj zana 21

805. Tirşikvanên nuh bi xêr hatine. Wexta min li tirşikvanên girêdayî nerî kenê min hat. Çi navên qomîk tê de hene *



02.05.2020 00:16 | biaqila malê

806. gelî nivîskar moderator û çomezên delal,

ji min re şîretên we lazim in!
Ez carna ewqas gelek baş dixebitim, kitêban dixwînim, li ser zimanan dixebitim lê carnan jî wilo boş, virtûvala tenê li ser twitterê bereday bereday digerim. Gelo divê çi bikim da ku motîvasyon û konsantrasyona min xera nebe?

Please, help me :/



02.05.2020 01:07 | gulêê

807. Armanca xwe her bêne pêş çavê xwe. Tiştên tu dizanî divê bê kirin di gotinê de nehêle, bideng ji xwe re bêje ù rabe bike. di heman demî de tenê bi karek re mijûl be, heta tu xelas dikî jî tenê pirtûkek bixwêne.



02.05.2020 01:14 | hespêsor

808. gulê , were tirşikê bêhna te yê vebe



02.05.2020 01:16 | brzn

809. berzan,

mêra mêr dikuştin, jina ûr dişûştin
ev jî bû ew mesele



02.05.2020 01:26 | gulêê

810. @gulêêê *)))

wele te ez kenandim wisa bû ku min bi xeletî reşşik da peyama te. *



02.05.2020 01:29 | xelîl

811. xwedê min parast xelîl , te go çi ?



02.05.2020 01:30 | brzn

812. xelîl xwedê te nehêle ma çi bêjim *)

Min jî digot min îro gelek çeppppik stendine, te çavek li min da *



02.05.2020 01:38 | gulêê

813. silav ji we re tirşikvanno! dixwazim qala mijarekê bikim.
gelo hinek peyv, nav, hevok an jî gotin bi pir wateya tê bikar anîn ji ber wê jî hewce ye di tirşikê de jî dema behs tê kirin divê bê zelal kirin ka qala çiye.
mînak; rûbar peyvek kurdî ye û wateya wê ava di çeman de dikişe ye, aliyek din rûbar tirşikvan e. divê ew her du di sernivîsên cûda de bê nivîsin ku mirov wate tevlîhev nebin.
ger sernivîsê wisa binivîsin wê çawa be?
- (bnr: rûbar)
- (bnr: rûbar (tirşikvan))
mînakek din;
(bnr: mîrê gustîlkan (pirtûk))
(bnr: mîre gustîlkan (film))



02.05.2020 04:25 | de facto hozan

819. Min dît ku peyamên endamê "hespêsor" yên di derbarê pêxember û meleyan da, û ya derbarê min da her sê jî disekinin mihemed pêxember/119997 dengê meleyan/119106 mirovekirind/121114. û bi ser da jî Peyama min ya di derbarê wî da jê bûye hespêsor/121099.

Ev yek çawa çê bûye? gelo çavê moderatoran lê neketîye?



03.05.2020 01:02 | mirovekirind

820. ev çend hefteye tirşikvanek hema her tê ka wê peyamê jê bibin, ka wê asteng bikin ka nizanim çi bikin. bira bisekine ez ê ya li gor te bêjim; hevalên moderator yên ku ne misliman ji kerema xwe re asteng bikin. ku em jî ew hevalên wisa jî ji hev xilas bibin.



03.05.2020 01:10 | de facto hozan

821. daxwaza sansurê protesto dikim. ferheng divê azad bimîne.



03.05.2020 01:15 | de facto hozan

822. kî kani li ser ferhenga tirşikê alîkarya min bike ?
çawa tê bikar anîn ?



03.05.2020 04:16 | shwinsherm

823. shwinsherm, ji bo bikaranîna tirşikê;




03.05.2020 04:49 ~04:51 | merwano

824. tirşik forûm/121779
daxwaza vî hevalî di cih de ye. dema min xwe li tirşkê qeyd kiribû, nicka min tenê hayao miyazaki bû ew jî pirsgirêkek derdixist li bin mijarê. peyamên derheqê min û wî derhênerî tevlihev dibûn. berî niha tirşikvanekî nû xwe qeyd kiriye ser navê roverandom ku ev di heman demê de navê çîrokekê j. r. r. tolkien e.

nizanim sepandinên ferhengên din çawa ye, lê belê bi min jev cuda bûya wê xweş baya. hema nebû dema qeydkirinê de pêkan e, hişyariyeke derheqê vê meselê de bê dayîn da ku endamên nû haydar bin.



03.05.2020 11:24 ~11:26 | biruya hayao miyazaki

825. bi min projeyên kreatîf dê bêhtir rê li ber belavbûna tirşikê vekin û bala mirovên berhemdar bikişînin.

*wek mînak heftane di spotify û youtubeê de lîsteyên taybet ên derheqê kurdan de werin çêkirin û di ser hesabên wek twitter, instagram, facebook û hwd de belav bikin, çawa ye?

lîsteya qewmê pezkoviyan ji bo destpêkê nebaş e ma?



03.05.2020 17:20 ~18:04 | ezcan

826. tirşik forûm/121779 mijara ku wek tirşikvanê jor jî behs kirî divê bê zelal kirin. silav moderatorno!



04.05.2020 21:57 ~21:57 | de facto hozan

827. tirşik forûm/121779
@de facto hozan, ji bo niha nîyetek me yê wisa tune. ji ber ku vê gavê problemek wisa ne berbiçav e. dema mirov mijaran wisa veke, ji alîyê dîtbarîyê ve xweşik xuya nake.



05.05.2020 20:17 | simurg56

828. @simurg56 spas diikim ji bo bersivê. ez dibêm ew problemeke lê hûn dizanin, min ya xwe got jixwe^^



05.05.2020 21:03 | de facto hozan

829. Mijara horse power min weke hêza hespî vekiribû. Lê moderatoran nivîsa min li binê mijara hespxurtanî ve zeliqandine. Ji kerema xwe vê şaşitiyê bila moderatorek çareser bike lewra têgehek bi navê hespxurtanî di lîteratûrê de tuneye. Li gor ferhenga termên fîzîkî ya tmmob ê. Navê wê hêza hespî ye. Meraq nekin ez yeko yeko nivîsên xwe yê berê jî kontrol dikim*



14.05.2020 01:56 | tîrêj zana 21

830. @tîrêj zana 21,
Li gorî ferhengan kurdîya peyvê wek hespxurtanî ye û li gorî min jixwe bêtir lê tê;
Here lînkê
Here lînkê



14.05.2020 02:48 ~02:49 | simurg56

831. @simurg56,
Peyva horsepower ji ber ku têgehek fîzîkî ye em nikarin li gor ferhengên giştî ya peyva tevbigerin. Belê ji bo têgehên taybet ferhengên taybet tên amade kirin. Ji bo têgehên fîzîkî jî 17 fîzîkzan û endezyarên ji her çar perçê kurdistanê hatine cem hev û ferheng ava kirine. Di ferhengê de jî bo vê têgehê jî peyva hêza hespî mûnasîp dîtine. Aha ev jî ferhenge wan e. Here lînkê. Ha ev jî heye me çi hemû pirsgirêkên din ava kir îja ma ev, heke nebe jî dê dinya xera nebe*
Ha heya di bîra min de ye mijara rêbera rastnivîsê ya tirşikê jî binehêrin

Guhertin: rastkirina peyva



14.05.2020 03:21 ~03:25 | tîrêj zana 21

832. @tîrêj, wek daxwaza te hat sererastkirin.



14.05.2020 22:09 | simurg56

833. Simurg56,
Te bi awayekî wiha gote ku îja ez li ber ketim. Mala te ava be!



14.05.2020 22:43 | tîrêj zana 21

834. (bnr: nifirên kurdî)
Û
(bnr: nifirên me)

Divê ev herdu mijar bi hev re werin girêdan...



14.05.2020 22:57 | bûtîmar

835. @hozan serhad, çêbû.



15.05.2020 19:09 | simurg56

836. Min li ferhenga tu navek nedît ji vê mîratê re û navek taybet û kurt tunêye gelo ji vê bêxwedîkê re? Hevalek min hatiye dipirse kurdiya "kas gevşetici" çiye gelo? Ajteree roja zimanê kurdî ev jî pirse diya min ahahaha yê ku pê zanin bila agahîyekî bide xêra pîrika xwe*



15.05.2020 20:28 | rizgarm

837. @simurg, spas...

û @rizgarm, ez bûma min ê ji ber xwe bigota dermanê rehetkirina zewlekan. Lê di zanistiyê da miheqeq navekî wî heye.
divê em ji nivîskarên doktor bipirsin.



15.05.2020 20:37 | bûtîmar

838. divê binê peyvê xelet bêne xêz kirin bi rengek balkêş mîna sor .
da ku kurdî bêhtir di cîh de bê .

yaw temam binê peyvê sor bû em ê çawa a rast fêr bibin?

divê çemberek ji bo ferhengê bê çêkirin gava te tikand ferhengek çûçik vebe û merov peyva xwe lê bigere hem entry ew ê kurdî bin hem jî em ê entrya bi vî hawî fêm bikin .

erê kani ferhenga tirşikê kêm be lê moderator kanin arşîva wk ferhengê ji wan bistînin .

mînak di vê sepanê de heye Here lînkê

@simurg56

erê ev sepana chatê ye lê ferhenga pratîk pêdivîyek e jixwe me kesî zanqoyê bi kurdî neqadandî ye .



16.05.2020 02:15 ~02:16 | shwinsherm

839. ji ber wê peyamê mihemed pêxember/119997 tirşikvanê @mirovekirind pir aciz e û ew mehekê zêdetir e çend dibînim derbarê wê peyamê car sansûrê dixwaze, car moderatoran carna jî wî nivîskarî rexne dike. ya ez meraq dikim ew e ku ka tirşikvan çi difikirin?
Gelo gotina şîzofren dijûn e an wek nexweşiyek tenduristî ye? di wê cîhanê de 6milyaran zêdetir insan wî wek pêxember na pejirînin û çi jî pê nadin gelo divê serê wan bê jêkirin an jî zimanê wan bê birîn, wê çawa be?
bi ya min kî çi dibêje bila bêje (ji bilî dijûnan tabî). ev der ji bilî kurdî û kurdistaniyê divê nebe cihê mîsyoneratiya olan, partiyan an tiştek din. ku tiştek hebe mijara xwe veke/peyama xwe binivîse zêdetir ne baş e. wekî din jî hûn bi kêfa xwe ne*



17.05.2020 19:46 | de facto hozan

840. Bi ya min divê mirovekrind biçe û peyamek taybet bo jêbirin/serrast kirina wî peyamê bişîne.Ji bo ku ev peyam wî diêşîne û bibêje "xêra xwe dikarî vî peyama xwe jêbibî/serrast bikî"
Divê Hespêsor jî bizanibe ku ev kes pirr pê êşiyaye û here jê re bibêje "bira baş e ez jê bibim lêborîn dixwazim heke ku ev te êşandibe."
Bi ya min daxwaz kirina jêbirina vî peyamê ne xwepiçûkkirin e.Lê divê hespêsor jî vî wek piçûkkirin nebîne û lêborîna xwe bike.
Herdu jî dikarin bi du alî lêborîn ji hev bixwazin û li hev werin.Anku wek du gundiyan jihev bixeyidin û hevdu tawanbar bikin.



17.05.2020 19:54 | brzn

841. silav ji we re! min pir li ferhenga geriya û peyva " topraklama "ya tirkî an " ground " a îngîlîsî min nedît. gelo kurdiya vê peyvê heye?



17.05.2020 21:20 | tîrêj zana 21

842. Eger mirovekirind ji wê peyamê pirr aciz bûbe bila bersiva wê bide û bêje "na welle tu ne rast î. Ev tişt ne were ye " û bide peyitandin lê ew ji dêvla bersivdayinê wek zarokên hûr digrî û teşqele çê dikî. Nexwe ew jî zane Xwediyê peyamê ji binî heta serî rastiyê dibêje.



17.05.2020 21:31 | biaqila malê

843. @tîrêj zana 21,
Ji bo peyva " topraklama" ferhenga zaravê teknîkî 2014 an de peyva erdkirin bikar aniye.*



18.05.2020 08:23 | tîrêj zana 21

844. pêşniyara de facto hozan e.
Here lînkê

wek ku wî jî nivîsandiyê, divê dema mijar hatin vekirin.
eger qala tirşikvanekî tê kirin, pewiste ku di nava parantezê de tirşikvan werê nivîsandin.
ji bo hemûyan na lê ji bo kesên ku nîcka wan navê yekî hunermend û hwd. be pewistiyeke herî girînge.

mînak:nivîskarekî bi navê hozan serhad heye û di bin mijarê de piraniya peyama li ser vî nivîskariye, lê ji bo hunermend hozan serhad herê werê 4-5 peyam hene an jî nînin.

(bnr: hozan serhad)
(bnr: hozan serhad (tirşikvan) )

dîvê ji hev werê veqetandin, wilo çê nabê :/



21.05.2020 14:20 ~14:22 | merwano

845. Ez jî mîna @merwano difikirim..



21.05.2020 14:43 | bûtîmar

846. sipas hozan serhad *
an jî hozan serhad (tirşikvan) *



21.05.2020 15:10 ~15:11 | merwano

847. gava mijar vekirinê de ku me tirşikvan tikand divê sernav kesk bibe jixwe bi vî hawî ew ê tirşikvan û kesên rast werin veqetandin .

hozan serhad(tirşikvan)
bê lizûm e , dûdirêj e .



21.05.2020 15:12 | shwinsherm

848. lê tişta ku tu dibêjê tenê nivîskarên tirşikê wê fehm bikin, kesên ku ne endamên tirşikê jê fêhm nakin, dîsa jî ew jî çê dibê @shwinsherm



21.05.2020 15:16 | merwano

849. Min rojek berê mijara “çelê” vekir Lê îro digerim tirşik ji min Re dibêje mijarek wisa nehatiye vekirin. Sedem çiye gelo?



23.05.2020 01:11 | kajav

850. çelê/123860
Kerem ke bira, di rojekî da bigere dertê



23.05.2020 01:13 | bûtîmar

851. Spas kena hozan serhad *



23.05.2020 01:20 | kajav

852. tika dikim @kajav *



23.05.2020 01:21 | bûtîmar

853. @simurg56 niha peyamên min tên jêbirin balam ez nizanim bo çi? Peyama min î nazê nêrgiza hewşê ne dûrî formatê bû Ka ev çewa kar e tirşik!!, ê babo werin ji dêvla me peyaman binivîsînin çi hewcedarî bi me heye. Min jî newestînin xwe jî newestînin



24.05.2020 04:49 | qijilyo

854. @qijilyo merheba.
peyama te li vir e: nazê nêrgiza hewşê/123946 kesî jê nebiriye. ji ber ku di ser re 24 saet derbas bûne, ji lîsteyê ketîye. eger tu li bişkojka hemûyan bixwîne bitikînî, tê bibînî.
ma te peyamek din nivîsandibû? di dangehê de tu peyama te ya jêbirî tune.



24.05.2020 09:50 | simurg56

855. peyamê kesî jê naye birin ev tiştek automatîk e di tirşikê de .
yanî her derbê tê rojna kirin.
gava te pêl "hemûyan bixwîne" kir
tê peyama xwe bibîni .



24.05.2020 10:10 | shwinsherm

856. @simurg56 Slav min hay ji wê bişkokê Heye, balam min xwest ez linka di peyamê de biguherînim min kir nekir çênebû her lînka berê datanî, û kesek bi taybetî peyam rê kireye. Dibêje lînka ku li ser peyamê ne rast e Ka sersart bike hwd û min dîs ceriband peyam xuya nekir. Piştî xuya nekir ketim gumanan çimkî moderatorek carekê jî navê mijara min guherandibû, min jî got çima peyam neye jêbirin



24.05.2020 13:14 | qijilyo

857. ekşi sözlük kesên ku Navdar in carcaran gazî wan dike, nivîskar pirs dikin û mêvan jî binê pirsa nivîskarê re cewabê xwe dinivîsîne

Merheba ez im Ciwan haco, hêviya pirsa we me

Tirşik.net jî bi vî awayî dikare nivîskarên edebiyatê, xweyî weşanxaneyan, stranbêjan, fenomenên medyayê civakî hwd. dawet Bike. Ev tişt dikare populer û çalakbûna tirşikê re rêyekî veke. Di heftê yan jî mehê de carekî em dikarin çêkin. Heta beşekî wekî fîlm, pirtûk bi navê "hevpeyvîn" meriv dikare çêke.

Mînaka ekşi sözlükê: Here lînkê

Hûn çi dibêjin?



26.05.2020 21:25 | mîr

858. Pêkan be eger Bi ya min fikreke gelekî baş e. Wê tirşikê bi vî awayî rengîntir û çalaktir be.



26.05.2020 21:36 | xeyda

859. erê fikrek başe lê ma ka em çend nivîskar in ?
bi pirranî 15 kes çalak dinivîse
bê ji bo xatrê ew kesê ku wê were bila bibe 25 kes.

mesela bila ciwan heco were
ma ew 25 tirşikvan şopînerê ciwan heco ye ?
-na

şopîner be jî pirsê herkesî tunne ye .
(em kurdê bakûr ne wek başûrîyan in , em pirr nakolînin heyata navdara .)

ji bo vê pirsgirêkê ,
divê çend kes pirsîyar bête bijartin .
û hem ji me û hem ew bi xwe dehan zêdetir pirsa bifikir e .
û pêşî kesên gran û kemlan were nabe .
divê systema me hepkî rûnê .
jixwe em kanin bi fenomenê insta wan destpê bikin .
mîna deno û hwd.

erê ew ê bi vî awayî tirşik geş bibe
û di siyasetê de rexneyên tirşikvana ew ê hêja û metirsîdar xuya bi .
jixwe ez ekşîyê li ser rojeva tirkî bi bandor dibînim .



26.05.2020 21:49 | shwinsherm

860. divê beriya ku ev yek bê kirin çend roj ewil de li twitter , facebook , instagram de her kes vî parvebike.(bi wêne û logoyan)
Dema saeta pirskirinê jî hat divê , em dîsa hewl bidin ku bibêjin ew kes li vir e û her kes dikare bibe endam bo pirs şandinê.Bi ya min jî pêkan e.Jixwe kurdên me yên nav mirov naşkînin û beşdar dibin.
Bi vî awayê mirov dikare twitter/instagram/youtube/facebook a wî/ê kesê/a jî binvîsa da ku gel bibe endam/şopînerên wan.
Lê beriya vî yekê divê pê re têkiliya vî yekê bê danîn.Dema ku bibe , ez wek tirşikvanek dil û can dikarim bibim alîkar.



26.05.2020 23:43 ~23:43 | brzn

861. Bixwe ji sîstemê têm avêtin hîn mijarên dixwazim vekim, bibînim problem dertê car kî jî min peyamek nivisand min dît bune duheb.. ji înterneta mine an problemek giştiye? Spas



27.05.2020 14:37 | shorbevan

862. li gorî min fikrekî pewiste ku werê bi cehkirin.
Li jor birayê shwinsherm gotiyê nivîskarên çalak herî zêde 25 kes in.
erê rast e lê ez dibêjim ne hewceyê ku pirs hemû ji aliyên nivîskarên tirşikê bên got in.
Bila li ser hesabên tirsik.net yên torên civakî ji şopîneran jî pirsên wan bên tomar kirin û ji wî kesî re pirsên xwe bipirsin.

mînak bêrî niha 1-2 heftiyan li ser qenala hestû tv, ji stranbêj agît işik re ev fikr hat cehkirin. Erê li gorî yên ekşîyê ne serkeftî bû lê ji bo destpêke îdare dike *




27.05.2020 15:43 | merwano

863. belkî hûn bawer nekin lê belê berî çend rojan me jî tam plana vê yekê dikir. dibe ku em bikin yanî.



27.05.2020 17:55 | simurg56

864. vexwandina kesên navdar heye ku tirşikê vejîn bike. xêrekê li tirşikê bike. divê ji nihade dûv qûna navdara bigerin heya em yekî bênin ser vir. ka kes bipejirêne an nepejirêne, em bi awayekî pergalî li tiwîtirê dîsa operasyonekê bikin belkî. moderasyon agahiyan bi me re jî parve bike dê gelekî baş be.



27.05.2020 18:30 | tîrêj zana 21

865. heke plan çû serî û biryara vexwandina kesa hat dayîn, teqez divê gazî siyasetmedarên kurd bên kirin. ileh jî yên hdp yê( ew jî zanibin bi kurdî binivîsin). ka bila werin çend pirsên min ji wan re heye. heke stranbêj û lîstikvan filan bên tu pirsê ji wan bikim tune ye. de ka bila bên bê çawa dibe.



27.05.2020 18:48 | tîrêj zana 21

866. ji niha de tîrêj zana 21 çavên belengazên ku wer in tirsand jî *



27.05.2020 19:24 | merwano

867. li ekşîyê pirs tê kirin ..
mêvan wan dibersivîne bi awayê vidyo .
dawî jî li pena ber belav dibe .
ka systema me ya vidyo girtin mirtinê heye ?
em kanin bi hestû tv re hevpar bixebitin .



27.05.2020 23:26 | shwinsherm

868. silav,

di derbarê çîrok û pêkenokên kurdî de gelek mijar hatine vekirin. di eslêxwe de ev hemû mijar behsa heman tiştî dikin û heman cûre meselok in. mijarên derbarê van de yên li tirşikê vebûne ev in;

mesel û metelokên kurdî

meselokên li kurdistanê

çîrok û metelok

pêkenokên kurdî

pêkenok

çîrokên kurdî

çîrok

çirokên zarûkatî


niha di heşê min de pêkenokek heye ez nizamin dê li ku binivîsim. û pêkenok û çîrok bela bûne. dema yek bixwaze hemûya bixwîne dê zehmetî derê. ev yek ez bawerim giringiyaji lêgerînê bawerkirin berbiçav dike.

daxwaza min ji moderatoran van hemû mijara di binê 2 mijara tasnîf bikin. pêkenokên kurdî û çîrokên kurdî an navên ku moderasyon guncaw bibîne.



01.06.2020 13:56 | tîrêj zana 21

869. Hevalên moderator,

Niha di tirşikê de gelek tişt naxebitin û hinek tevlîhevî derketine. Vebijêrk û yên din naxebite. Bişkojkên profîla naxebite. Û pirsgirêka min li jor behs kir xerabtir bûye. Mijara pêkenokên kurdî hatiye jêbirin. Û peyama min ya dawî bê sernivîs maye. Ji ber nikarim wê vekim nikarim lînka wê jî li vir parve bikim. Ji ber vebijêrk naxebite nikarim bikevim panela xwe jî. Niha ev tişt meselokek din anî bîra min nikarim wê jî binivîsim, hama heya di bîra min de ye ezê li vir binivîsim.
---------------
Li gundekî zarokek hebûye her şev di xwe dimîze. Şevekî bavê wî dibêje " kurê min çima tu bi xwe de dimîzî? " lawik dibêje " wele bavo mîza min tê, şeytan dibêje bike bike tu li ber qulikê yî û ez jî dikim, lê belê dema ez radibim lê dinehêrim ez di nava nivîna de me." Bav dibêje " kurê min dema şeytan hat go bimîze, bêje sabûna e tune ye. Em feqîr in" lawik dibê temam. Bişec radizên û dibe sibe lê dinehêrin lawik bi xwe de riye. Ji lawik dipirsin " law îja çi bû te di xwe rî " lawik dibê " wele ez raketim û dîsa mîza min hat. Dema zor giha min şeytan go bimîze min go sabûna me tuneye. Şeytan gl de ka were em herin dikana sabûna. Em çûn ber devê dikanê , dikan qufilkirî bû. Şeytan go ` hama bi vê qufilê birî bila vebe` û min jî pê de rî. Ez sibehê rabûm ez di bî halî de me" bavê wî dibêje " weha nabe law em bi mîzê qayil bû, bêne sêringa berê!"
---------------------
Belê niha ez jî bêjim bênin sêringa berê?



02.06.2020 00:14 | tîrêj zana 21

870. ez nizanim bê kî ye bes hin edîtorên tirşikê écemî nin .
divê perwerdehîyê bibînin .

sernivîsa
kêmasiya alfaba kurdî bila
bibe kêmasîya alfaba kurdî ..

kêm+as+î ..
û bibin derman ji derdê zana re .
edît :
yaw ma ev çi aqil e ?
ji bo ku
pî+ye bû ye piyê min îja ew ê hemû peyv wisa bibin ?
zimanzanên me nizanim çi ji me dixwazin hey ne li gor édetênin .
zimanên zengîn wisa nayê standartîze kirin .



02.06.2020 10:47 ~15:32 | shwinsherm

871. li gorî qaîdeya 'î' ya berî 'y' yê.
pewiste ku nivîsandina 'kêmasî+ye'
wek 'kêmasiyê' werê nivîsandin.
tu çewt di vê mijarê de nîn e.

(bnr: î ya berî y yê)



02.06.2020 11:20 ~11:21 | merwano

872. ji kerema xwe sernivîsa
"xwe pêşandanên li hember polêsên dya yê " biguherin .

ji bo xwedê polês çi ye ?
polis/pûlis min bihîst lê polês çi ye ?
ji kerema xwe peyvên xwe yî deverî li gor rêzimanê binivîsin.



04.06.2020 00:11 | shwinsherm

873. di tirşikê de em gava peyama jê dibin li cem yê me nivîsî ye wî jî dihere an na ?
heke ku li cem wî/wê neçû ji kerema xwe tiştekî wilo çêkin ew ê gelekî qenc be .



04.06.2020 00:51 | shwinsherm

874. Here lînkê
piştî vê entrya tîrêj zana 21 gelek mijarên li ser pêkenokan jê çûn.
nizanim ev moderetor bi kêrî çi tên.
yek ji wan xeletiyek kir û sererast jî nakin.

wekî din birayê tîrej zana 21
ma hema bila wilo ba, qey wê dinya xera bûba
hûn dibê qey mijar vekirin bi pera ya yaw ajajsjjsjs

(bnr: tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin)



05.06.2020 00:41 | merwano

880. dengê min tê we moderetorno!



07.06.2020 17:26 | merwano

881. @merwano, merheba bra, mesele çi ye ?



07.06.2020 18:15 | bûtîmar

882. bira tu dikarê vê çomêzê bikê nivîskar, 10 peyamên xwe nivîsandine û dixwazê berdewam bike, îro 2 roja li benda erêkirine ye.
Here lînkê



07.06.2020 19:29 | merwano

883. erê kiriye , dikare binvîse merwano .Jixwe kesên ku 10 peyaman temam bikin dibin nivîskar û ji çomeziyê derdikeve.



08.06.2020 00:01 | brzn

884. seata we xweş *



08.06.2020 10:32 | merwano

885. tirşik forûm/124549, @tîrêj zana 21 û @merwano ez bawer im problem hat çareserkirin.

tirşik forûm/124617, @shwinsherm, hat rastkirin.



09.06.2020 20:47 ~20:47 | simurg56

886. seata te xweş birêz @simurg56 *



09.06.2020 21:26 | merwano

887. @simurg56,

ji bo yek kirina mijara mala te ava. pirsgirêkên din jî hal bûne. spas!



09.06.2020 21:49 | tîrêj zana 21

888. silav moderetor, edîtor û nivîskarê tirşikê yên hêja!
( û çomezên bêxwedî * )

ez ê hinekî serê we bê êşênim *
vîdeoya li ser bikaranîna tirşikê li gorî min û gelek kesên ku nû bi dest tirşikê dikin, zêde dûvdirêje.....
kesek bixwe re nabînê ku li hemûyî temaşe bike.

dema min nû dest bi tirşikê kiribû, min bixwe jî li hemûyî ne meyzandibû.
aniha kesên ku dest bi tirşikê dikin jî, li ser bikaranîna wê ji min pirsa dipirsin, ez jî dibêjime wan li vîdeoyê temaşe bikin, hûnê fêhm bikin, le gelek ji wan lê temaşe nakin
:(

pêşniyara min eve ku ji bo her taybetiyên tirşikê vîdeoyên kurt bên kişandin.
mînak, ji bo mijar vekirinê, tenê vîdeoyeke herî zêde 1-2 dk bê kişandin *

li gorî min wê baştir be, jixwe vîdeoya li ser bikaranîna tirşikê di sala 2016an de hatiye kişandin.(bnr: berî zayînê)
bila êdî vîdeoyeke nûjen werê parve kirin :(
ev çi kevneperestiye yaww *



16.06.2020 18:50 ~21:11 | merwano

889. ne ji bo ku dirêj e.
qualitya videoyê ne başe xijxijek ji ber vîdeoyê tê.
ji ber vî dengî mere tore dibe birastî .
û min dawiya videoyê ne anî ye .



16.06.2020 20:38 | shwinsherm

890. Ez aşkera dikem: ev çend sal e ji ber navê tirşikê ez nedibûm endam. Ji ber ku navê wê wek 'ekşisözlük' dihat, min digot di bin hişê wan da ew nav heye. Çend Kurdî bît jî, ji ber şibandina vê navê bo min sar dihat. Bawer'kem ew fikir êdî çûye, va min hesaba ko ji mêj ve ye vekirî aktîv kirîye !



17.06.2020 14:05 | buffaloskinners

891. malpera tirşikê wan rojana pir direng vedibe. mesele çiye.
ji hostingê problem heye?



17.06.2020 18:57 | cinorek

892. @ tirşik forûm/125268
Dibe ku simurg56 hîn ceribîna dike, qey dilê wî heye dîsa sîstemê nûn bike.. rojek tirşikê nefirîne hewayê başe *



17.06.2020 22:38 | shorbevan

893. Silav,
Ez meraq dikim, gelo dema ji kul û derdê yekî re bibin derman, pêdivî heye ku li jor binivîsin " kul û derdê felankes bû? " an yê weha dikin çima weha dikin?



18.06.2020 20:59 | tîrêj zana 21

894. @tîrêj zana 21,

zarûrîyetek wisa tune. tenê edetek e.



18.06.2020 21:34 | simurg56

895. Slav û rêz
Ez nivde binivîsinim. Gellek ser navê min enterî nivîsandibu. Gotin xeyidî ye. Na ez ne xeyidîm. Ez rexneya hez dikim. Devsa ku ez bi xeyidîm,kêfxweş dibim.
Kesik ciddîyettamin fahm nekir. Ez bahla keski nakşinim. Ez ne trolim. Wusa fahm bikin.



22.06.2020 11:36 ~11:37 | dilreş

896. Normal e carna meriv wekî her tiştî ji tirşikê re jî sar dibe, heyat bîna grafîkekê ye car caran berjêr dibe car caran jî berJor dibe

Tu dîsa bi xêr hatî tirşik forûm/125546 bi kêf û xweşî mayînde bibî înşeallah



22.06.2020 13:12 | mîr

897. tirşik forûm/125546 silav û hurmet dîsa bi xêr hatî

Tirşikvanno hejmara entryên me qaşo zêde bûne ez ne şaş bim çend roj berê hejmera entry nêzî 119500’ê de bû.



22.06.2020 13:33 | kajav

899. ker bikute wan û seddam *
(min dixwest vir tije sixêf bikim lê wê niha çend tirşikvan ên bêjin.
dijûnên zayendetî fln û mvn... )

em nikarin bi dilê xwe dijûn û çêra jî bikin yabo qurban :(



27.06.2020 19:55 ~19:56 | merwano

900. suca me ewe ku, em naxwazin rastiyetê bibînin. tirk, faris û ereb me wekî dijmin dibînin. lê em tu carî wî rastîyetê qebul nakin, ser da dixwazin ku wan ji me fehm bikin.
belkî hin kes bibêje ku dijminatî jî ewqas nabe, lê hiquqa dijmînatî ya ku bi aliyê tirk, faris û ereb ve tê qebul kirin ewe ku "cana, mala, namusa dijmin helale."
yanî wan rastiya xwe dikin. divê em jî realîteyê bibînin.

ne tenê nivîskarê ku jorê nivîsiye, bi wî rewşê re rûbirû maye, belkî hemu me bi wî rewşê ra rûbirû mane. em jî ewil nexwastin ku qebul bikin û zora me çu. lê paşî em dîtin ku wana wisane.(hovîtî cir e, nayê terikandin)



27.06.2020 19:57 | lonw karda

901. tirşik forûm/125721 te bigota min kiro sedam sedam kiro te ka kîjan tevgerên vî zordarî, doxinsistî, araqxurî, kujerî, zalimî.. raste? Çi feydeya wî li îslamê bûye, li hember îsraîlê şer kiribe li hember amerîkayê derketibe ji tirsa qûnê bûye, bûye ji siya serê xwe tirsiyaye, kesek ku tevgerên wî tev rastbin çima dawiya wî wisa dibe..



27.06.2020 20:35 | shorbevan

903. @Doesntmatter te herhalde şaş fehmkiriye û nivîsek ku nayêfehkirin avêtiye holê..
Kesên tevgerên sadam di ecibînin min çend kesan dîtiye gotine ji îslamêre xebatkiriye jiber wî wî wekî îdol dibînin jiber wî min wisa got tu eleqeya wî bi îslamêre tune li vê peyama te heyirim min ola te çiye ji tereye min gotin navêtiyê te an ola te an min fehm nekiriye an neyeta te xerabe an jî em ji hev şaş fehmdikin.

Spas jitere jî



27.06.2020 21:08 ~21:17 | shorbevan

904. @doesntmatter,
erê keko pir cara weha hatiye serê min jî. Ez jî di nava tirka de bûm û wan jî pir caran behsa polîtîkayê dikirin. Mixabin ez li xurbetê bûm û di nav wan de bûm. Loma min nikaribû bi rehetî fikrê xwe eşkere bikim. Ji ber zanibûn ez ji amedê me, dixwastin hişmendiya min fêm bikin. Hama dawiya her gotinê ji min dipirsîn, digotin fikra te çiye derheqê vê mijarê de. Min zanibû ku ew netewperest in. Loma jî min xwe weke apolîtîk dida nasîn. Mijarê ku ew behs dikin an navê ku dibêjin wekî ku ez fêm nakim an wan nas nakim tevdigeriyam.

Bi zimanekî nerm û bibandor henek û qerfê xwe bi nirxê wan û netewperestiya wan dikir. Ji dêlava ku ez fikrê xwe bêjim an bi wan re têkevim gengeşeya, timî pirsên zor û kînaye ji wan re dipirsî. Heke tu jî di nav wan de bî an li cem wan dixebitî, bi wan re nekeve gengeşeya. Ji ber ku ew ji fikrê xwe pê ve naxwazin tu tiştî guhdar bikin û ji medyayê pê ve ji çi kesî jî bawer nakin. Tu heya sibê jî bêjî lawikê 10 salî li ber çavê min polêsa kuşte jî dê bawer nekin. Ji loma heke bi ya min bikî, qet guh nede wan û dema behsa polîtîkayê kirin, karibî ji cem wan rabe an bi bihîstoka xwe mijûl bibe.

Ez zanim hesteke pir xerab e. Li ba mirov dijûna li nirxên mirov dikin û mirov nikare deng û basê xwe bike. Lê ka em çi bikin, ev jî yek ji encamê bindestiyê ye. Li cihê awha hevalê herî dilsoz tirşik e. Xwe ji tirşikê kêm nehêle. Bimîne di xweşiyê de!



28.06.2020 00:45 | tîrêj zana 21

906. @shorbevan bram neyeta min ne xerabe hema kêmasiyê min nenirê mixabin nivîs û xwendina kurdîya min zêde ne rinde hema hêdî hêdî serast dikim. alî din te çi nivîsîye rast nivîsîye spas



28.06.2020 02:06 | doesntmatter

908. Hevalno di demekî nêz de dê kurê min bê dinyê lê me hêjê ji wî re navekê kurdî yê biwate nedîtîye.ez li benda pêşniyarên we me.lê destên xwe zû bigirin wextê me kêm e *



07.08.2020 13:10 ~13:11 | ronahî


910. alan ji bo lawika xweş û baş e.
siyamed ,siyabend,rûmet ev jî baş in



08.08.2020 10:05 ~10:06 | shwinsherm

911. @ronahî;

dikarî çav li van mijaran jî bigerînî;

(bnr: xweştirîn navên kurdî)
(bnr: navên kurdî yên kurikan)
(bnr: navên xweş yên kurdî)
(bnr: navên kurdî yên unîseks)



08.08.2020 11:32 | simurg56


913. Divê tiştekî hêsan be, gelek kes dixwazin *



12.10.2020 00:14 | merwano

914. Li van roja kes tunne ye.Hişiyar bin hevalno



12.10.2020 20:11 ~20:12 | dilreş

915. Rûpelek gelekî xweşik û serkeftîye lê van rojan piçekî bêdeng maye. Ez dibêjim niha dema dibistanê ye ji lewma xelk nikarin êdî wek berê çalakbin.



13.10.2020 19:04 | pîroz

916. bila her kesekî mafekî bidinê ji bo guhertina navê.

mînak hene.
Tirşikvanên ku navê wana hatiye degişkirinê hene.

evana ji bo vê daxwaza me emsal in.



16.10.2020 22:13 | bûtîmar

917. tirşikvanên zîrek silav ji we re *

ka bi xêra xwe gotinên vê stranê bibînin, jkwr :/





27.10.2020 20:59 | merwano

918. @merwano bira ez qe xwe ra nabînim yaw :`/



27.10.2020 22:01 ~2020.10.28 00:46 | bûtîmar

919. Silav ji we re. Li van roja pirsek di hişê min de heye. Dixwazim bi we re parve bikim.

Di kurdî û tirkî de qertafa -de yê hemwate ne. Nizanim di kurdî de qertaf e jî.

Di tirkî de dibêjin bulunma hal Eki lê kurdî de nizanim jê re çi dibêjin. Ji bo baştir hûn fêm bikin Dixwazim mînakek bidim.

Di hişê min de pirsên tewşomewşo hene.
Kafamda saçma salak sorular var.

Tesadufek e an ji hev bandor bûne?



27.10.2020 22:49 | yûsiv

920. tirşik forûm/127761 tesaduf e, tu dikarî li vir bêjenasiya (etîmolojiya) wê binêrî:
https://ku.m.wiktionary.org/wiki/di_..._de



27.10.2020 23:23 | keyomerd

921.



Birêz @merwano di bin de bi ermenkî gotinên wê heye. Hêvî dikim bi wergeran filan çêbe û kêrî te bê*



27.10.2020 23:39 | rizgarm

922. herwiha -im a kurdî û ya tirkî jî dişibin hev. mînak:

ez hezir im.
ben hazırım

û wateyên wan heman e. wîkîferheng bêjenasiya wê wisa rave dike: "Ji proto-hindûewropî *h₁ésmi (ji *h₁es-), proto-aryayî *-em, hevreha im û -m yên kurmancî, farisî -em, soranî -(i)m, pehlewî -êm, partî -am, ermenî եմ (em), slaviya kevn єсмь, latînî sum, yûnaniya kevn εἰμί (êmî), inglîzî am, lîtwanî esmu... Herwiha -î, -e û -in jî ji heman rehê *h₁es- yê proto-hindûewropî ne."

tiştekî din î ecêb jî heye binêrin:
tirkî: ben, azerîkî: men
kurdî: ez (tewandî: min), soranî: min, farsî: men
lê ev jî tesaduf in. wîkîferheng li ser vê wisa dibêje: "Hêjayî gotinê ye ku nêzîkiya navbera min ya kurdî û lêzimên wê yên hindûewropî li gel men (ez) ya zimanên tirkîkî (bi tirkiya stenbolî ben) tenê tiştek tesedifî ye." û bêjenasiya wê jî wisa rave dike: "Ji proto-hindûewropî *(e)me-n-, hevreha avestayî mene, parsî mene, farisî من‎ (men), sanskrîtî ma, mam, yûnaniya kevn με (me) / εμέ (emê), inglîzî me, mine, my, latînî me, fransî me, moi, rusî меня (minya)..."



27.10.2020 23:40 | keyomerd

923. tirşik forûm/127753
@merwano: bi quran guhê min êşiya hingî ez ketim şopa peyvên stranê li nav vîdyoyên youtubê û her carê jî cover-ekê wê min guhdarî kir. asdfghjk her wiha va ji te re. di girêdana youtubeê de bi alfabeya ermenkî heye. lê bawer im tu nizanî. nizanî, ne? asdfghj ya baş coversion-a wê biddim bi alfabeya latînî:

Tònik tònik tònē ear
Hēlē tòn, tònē ear
Mer tan aṙaǰ k̕aṙsown karas
Jer tan yitew k̕aṙsown karas
K̕aṙsown karsin ginin ē xas
Amēn karsin pag më piti tas
Mer tan yitew çaṙ më pndowk
Harsë ekaw sirown p̕ap̕owk
P̕esēn ownēr erkar mòrowk̕
Mtan sntowk, ǰardin pndowk
Ari ear ǰan ban asem,
Ari sirown ban asem,
Ari ear ǰan òr ow gišer,
Karmir t̕šerd pačem
Vzid xalerë hašowem

ev jî ya ku peyvên stranê parve kiriye:




27.10.2020 23:46 ~23:47 | biruya hayao miyazaki

924. sipas ji bo hemû hevalên ku alîkarî kirine, welleh hûn kezeb in yaww *



27.10.2020 23:55 | merwano

925. Spasiyê li hemdê birêz keyomerd dikim. Qala gelek tiştên girîng kiriye û gelek xweş jî eşkere kiriye. Xwedê te bihêle. *



28.10.2020 11:17 | yûsiv

926. Silav tirşiknûsna, ji bo peyva îngilîzî ya addictê em bi kurdî dikarin çi bibêjin.
Wekî a game addict
bi tirkî oyun bağımlısı.



28.10.2020 20:00 | yûsiv

927. @yûsiv psychology kurdî peyva addictê wek bengî, bengîtî bikar anîbû.



28.10.2020 20:31 | xelîl

928. Spas kekê Xelîl.
Û dixwazim tiştekê din jî bipirsim. Min li ser înternetê pirr lêkolîn kir lê min nedît peyva soran soranî ji ku derê tê. Ên ku dizane dikare ji min re eşkere bike.



28.10.2020 20:53 | yûsiv

930. hevalno ev vîdeo ji kîjan fîlmî ye?




07.11.2020 10:02 | keyomerd

931. Yalvarıyorum bi kurdî çawa dikare bê gotin?

Û gıdıklamak?



18.11.2020 12:29 ~13:06 | yûsiv

932. @yûsiv, yeke yek ne werger e lê karî bibêjî, 'ez di bextê te de'

mînak: ez di bextê te de, tê min ji vî derdî xelas bikî.



18.11.2020 13:06 | tîrêj zana 21

933. @yusiv,
Pêşnîyara tîrêj rast e, weke din:

Yalvarmak: lava kirin
"Jina wî Zerê bi heyran qurban jê re lava kir; li ber wî gerriya, bê fêde bû" [dara gozê - Serdar ROJAN]

"Êzidî ko navsale bû, telîsek li piştê, li dora xwe dizivirî û xwîdan li enî, rondik li ser çavan, bi lava, bi tenê digot, Zarokno mekin, bihêlin ez di riya xwe de herim... Bi leza birûskê em ketin nav zarokan, bi çend şeqamên ko diviya di rûyê Heme û Kamo de jî biteqiya, me zarok jê bi dûr xistin" [Hawara Dîcleyê - Mehmet UZUN

Gıdıklama: diqdiqandin
"Wî dengî, wî kenê ji dil ko mirov digot qey hatiye diqdiqandin, heyecanek xist dilê wî" [Reş û Spî - Îbrahîm Seydo AYDOGAN]

"Misto hêdîka çû pişt wî û bi serê tiliyan ew hêdîka diqdiqand" [Sorê Gulê - Silêman DEMIR]



18.11.2020 13:24 ~13:25 | simurg56

934. Spasiyê li hemdê @tirêj zana 21 û @simurg56 re dikim. * wekî dermanê hatin.



18.11.2020 13:28 | yûsiv

935. “Yalvarmak” a kurdî her wekî din “li ber gerîn” e.
Wekî li ber te digerim wî mexe, ew kir tu meke.
Ey xwedê, li ber te digerim.
Li ber min gerî ku ez sibe zû rabim herim bajêr, çend xwestinên wî jê re bînim.



18.11.2020 23:33 | çomo

936. recycling bi kurdî çi ye?



22.11.2020 22:58 | yûsiv

937. Tiştê çû bide dû, pey çeqçeqokê ketin * zivirandin, vegerandin, fetilandin



22.11.2020 23:14 | shorbevan

938. tirşik forûm/128373 bi soranî bekarhênanewe ye, anku dîsa bikaranîn. -ewe wateya dîsayê dide hevreha ve- ya kurmancî ye. yanî bi kurmancî em dikarin bibêjin vebikaranîn. lê ev di ti ferhengan de pêde nabe û ez nabêjim qey ê kes têbigihêje. herwiha min di wîkîferhengê de "tedwîr" dît, erebî ye lê ketiye kurdî jî. wekî din jî "vezivirandin" heye di wîkîferhengê de. ez dibêjim qey tu ji vana yekê bi kar binî pêşî tênegihêjin jî dikarin ji ferhengê binêrin û fêr bibin *



23.11.2020 08:45 | keyomerd

939. silav gencno, di vê bernameyê da perwîz cîhanî behsa helbestvanekî kurd ê navê wî macin dike. gelo ev şair kî ye hûn nas dikin?

deqeya 31:35





09.12.2020 18:38 | bûtîmar

940. @hozan serhed

min di sernavê macin de nivîsî, lê sîstema tirşikê tenê hevoka pêşîn weşand û cara dudan jî qebûl nekir, hemû kedê min çû ber avê asdfgh

kurte:
di Şairên klasîk ên kurd de û di nimÛne ji gencîneya qedexekirî de hatiye qalkirin. tu agahiyekê rast a zanistî tune ye derbarê wî. tenê qasîdeyekî wî di keşkûlan de derbas bûye hew. û texmîn dikin ku berî 200 250 sal jiyaye û têsîra bateyî li ser wê helbesta wî heye.



09.12.2020 20:37 ~20:38 | biruya hayao miyazaki

941. Nivîskarno gelo Bêkubarî çiye?



10.12.2020 10:09 | lonw karda

942. Silav,
@shwinsherm destpêka nivîsandina bi kurdî/128889 di vê peyama xwe de gotiye, " ez ji tirşikê sar bûme, ma simurg nayê nanivîse çima ezê binivîsim?"

Min ji vê gotina wî tiştek fêm nekir. Ma qey em bo simurg tên li vir dinivîsin? Belê ger simurg jî were li vir binivîse, emê gelek kêfxweş bibin. Kêfa me teva jê re tê. Niha dibe ku wext nabîne an kar û barên wî hebin, an dibe karûbarên me teva hebin, derfeta nivîsandinê nebînin. Lê belê gotina ku çima ew nakevê ez jî nakevimê pir çewt e. Simurg nêzî 11 hezar peyam nivisiye, vê malperê ava kiriye, dê hêj çi bike? Hûn jî 11 hezar peyamên weke wî binivîsin û êdî têketinê jî nekin. Hinek ji bo hineka tên û dinivîsin. Nenivîsandina simurg nayê wê wateyê ku ev ferheng têk çûye û dê wenda bibe. Ji xwe camêr soza zindîhiştina vê malperê daye. Gotiye" heya ez sax bim û dest û lingê min bigrin, ger kesek nenivîse jî ezê vê malperê weke arşîvekî vekirî bihêlim. Lewra her kesê ku hatiye li vê derê ked daye û nivîsan li tirşikê bar kiriye, peyamên xwe emanetî min kiriye"

Nîşe: ji kerema xwe heçî kesê bêhna wî teng bû an dilê wî ji tirşikê, doza kurdî ma an jê sar bû bila li van dera bi eşkere nenivîse û nebe sedema hin kesên din jî jê sar bibin. Ev tekoşîn dijwar e. Bi qasî dijwarbûna xwe heye ku dûvdirêj be jî. Herçî kesê vî barî hilda divê bêhna wî fireh be û di doza xwe de xwudî- israr be. Silavên xwe li hemû hevalan dikim!



10.12.2020 21:00 | tîrêj zana 21

943. @lonw karda

Pismam " bêkubarî" bê kubarî ye. Kubar yanê bi nazikî( bi tirkî kibar). Daçeka " bê" wateya neyînî dayiyê. Yanê ne bi kubarî. Wekî din nizanim, ma wateyê wê din jî hene?



10.12.2020 21:06 | tîrêj zana 21

944. Slav
tirşik forûm/128903
ez bawerim bi edîta nû baştir bû ye nivîsa min .
wekîdin ev çend meh ne xuya mim lê kesî nego çi berem û çi teva .



10.12.2020 22:50 | shwinsherm

945. yaw ev pirsek min heye

li cem me dibêjin hûr û rêvî
hinek kurd "h" nabêjin rasterast dibêjin ûr .

gelo gotinên hêk û haştî li cem we çawa tê bilêv kirin?



10.12.2020 23:03 | shwinsherm

946. ji bo bersiva tw Zehv spas dikim @biruya hayao miyazaki *

tirşik forûm/128837



11.12.2020 21:08 | bûtîmar

947. Gelî moderator û edîtorên hêja,
Ji kerema xwe navê van mijaran sererast bikin.

(bnr: li gercowsê tecawizkirina zarokek 15 salî)
>(bnr: kercews)

(bnr: fenomenên kurd çima hayê tirşikê tîne)



12.12.2020 14:32 | tîrêj zana 21

948. @tîrêj zana 21, çêbû. spas ji bo ragihandinê.



12.12.2020 15:10 | simurg56

949. Bi xêra xwe ka navê mijara ibo şov jî bikin ibo show.



12.12.2020 22:40 | tîrêj zana 21

950. Divê ev pirtûka min li tirşikê zêde kiriye were jêbirin ji ber ku navê wê xelet nivîsandiye:

Here lînkê



12.12.2020 22:52 | xelîl

951. Ka bi xêra dê û bavê xwe vê mijarê jî sererast bikin, ma divê her tiştî em bibêjin *
(bnr: daxwaza zarokên qomişloyî)



12.12.2020 23:09 | merwano

952. (bnr: min pêşmergey kurdistanim)

divê navê vê mijarê "min pêşmergey kurdistan im" be jkx rast bikin



13.12.2020 17:43 | keyomerd

953. Navê êşa derûnî ya panik atakê bi kurdî çi ye? An em çi navê dikarin lê bikin?



14.12.2020 14:03 | yûsiv

954. @keyomerd, hate rastkirin..



14.12.2020 14:07 | bûtîmar

955. kûmika û'ya xûrsê rakin û bikin xurs jkx.

(bnr: xûrs)



14.12.2020 20:36 | hueyn

956. diyar e, bikarhênerên tirşikê ji ber çanda twitterê bûne lînçkar. Piştî vê Peyamê /129257 reşikan barandine, çima gelo Ka yek ji reşkaran were behs bike.



14.12.2020 22:32 | ezcan

957. @hueyn, çêbû.
@yûsiv, di wikipedîaya kurdî de wek "Berpêyên panîkî" mijar hatiye vekirin lê "panîkatak" jî wek alternatîf hatîye nîşankirin. bi ya min panîk atak baştir e û jixwe navek navnetewî ye. îngîlîzî, fransî, îtalyanî fîlan tim wisa ye.



14.12.2020 22:49 | simurg56

958. tirşik forûm/129286 her sax bît.



14.12.2020 22:51 | yûsiv

959. @ezcan,

car caran reşikdayîn ji bêdengiyê çêtir e. min bi xwe reşik nedaye te, heya ku min çepik jî daye te. lê wer difikirim ku raya giştî pkkê li başûr neheq dibîne û wer difikirin ku ger " serhildanek" an aloziyek li başûr derkeve dê pêşeroja fesderasyonê bikeve xeteriyê. loma jî heye ku bertekek bi vî rengî hatibe dayîn.


wekî din rexneyên te di cih de ne. lê bawerim ji ber dema wê şaş hatiye fêmkirin. belê li başûr derfet hene, lê ev 20 sale tu xêra wan negihaştiye kurda( ji bilî parastina kobanê). her çiqas bi saya dewlenendiya kurdistanê( petrol) pere tên destê wan jî li nav xwe bela dikin. rihê netewî bi wan re tune ye an kurdistanê tenê weke başûr dibînin. li parçeyên din qet xwudî dernakevin an newêrin.

ji aliyê zanistî de, aborî de, perwerdê de, civakî de di asteke ne baş de ne. her çiqas bakur bindest e jî, di gelek aliyan de ji wan çêtir in.

em tev dixwazin başûr bigihê astekî pir baş. ji heqî xwe derkeve, pir bi qewet be, gotina wî di gerdûnê de derbasdar be, aboriya wê baş be, xwudî li hemû kurda derkeve lê rastî ne weha ye. divê mirov rastiya bibîne û rexneyan bike da ku ew şaşitî û xeletî werin sererastkirin.

guhertin bi xwe re reforma tînin. ev çend sale dewletê weke eşîra xwe rêve dibin û weke malê bavê xwe jê dixwin û vedixwin.



14.12.2020 23:03 | tîrêj zana 21

960. Spasiya te dikim @tîrêj zana 21. tu jî dizanî reşikdayîn ji aliyê psîkolojîk ve dilê meriv rehet dike, weke herkesî ez jî reşikan Didim Peyamên eletewş lê min pir meraq kir ka mirovên me çima ewqasî îqtîdarperest in? Ne hewce ye behsa diziya burokrat û bertîlxwarên başûr û feqîriya gel bikim ne wisa? Seyr e ew kesên ku ji gotinên min aciz dibin eger hinek bala xwe bidin romanên bextiyar elî dê ji cenabê wî jî aciz bibin gelo? Hêvî dikim wê aciz nebin û fahm bikin ev 20 bîst sal e partî û yekîtî çawa bûne dewamiya pergala baasiyan.



15.12.2020 00:01 | ezcan

961. @ezcan

Bandwagon Effect



15.12.2020 01:17 | shwinsherm

962. Eger ji ber înyada xwe wisa dibêjî de bila, eger na ji ber fahmkoriya xwe wisa dibêjî hêviya min e ji yezdan tuyê herî başûr li wir hiş û aqilê te were cî. Êdî behsa aboriyê nakim lê gotineke min a dawî heye pişt re didî çêran, xwe aciz dikî û gotinên îngilîzî dinivîsî tu bi kêfa xwe yî. binêr shwinshermo li başûr ku tu dibêjî PKK dixwaze ew der xira bike, partî û yekîtîya we roja îro ji pêşmergeyên hevdu re nabêjin şehîd. nizanim çawa tu û kesên wek te dibêjin PKK ne kurd û kurdistanî ye pdk, ynk û gorana we dibe kurd û kurdistanî?



18.12.2020 02:33 ~02:35 | ezcan

963. te pê dernexist bibûre,
ez ji ber zane bûna xwe wilo dibêjim .

ti mafê pkk li başûr tinne .
îro ro nikani déwa tiştik miştikan biki .

ev tişt tev ji şingalê dest pê kir.
bila ybş here cem iraqê babo me jî bik tabûrek ésker em ê li warê xwe bin xelas çû .
na ê kurdê me dijberitî divê ji wan re.
bomba têxne rê , peşmerga bikujin,asayişê xera bikin, xulamtiya heşdî şabî û îranê bikin.
erê babo xweş mesele û hûn kurdperwer .

erê peşmerge weke tirsoneka şingalê hişt û çû.
pkk êzidiya xelas kir, mala wan ava lê pkk di statuya hemû dewletan de terrorist e bila ya bibe tiştek fermî an jî bila vekşe şikeftê xwe .
van îşa ne wilo asa ye , me bajar xelas kir ev mafê me ye .(bi rastî ev dibe dagirkerî).

kê got pdk,ynk û goran kurd û kurdistanî ye?
kê got ew tev yek in ?
ynk jî ne kêm xîmber e ,min hîn kerkûkê ji bîr ne kir ye .
bêhna xwe fireh ke.

ez zanim kdp,ynk,goran ne kurdewar in lê belê pkk êdî hîç ne kurdewar e
bang qereyilank bila were ji ter özgür turkiye,demokratik turkiye ava bike.
bila were ji ter qala destanê halklarin kardeşliği bike.
bila ji ter "türkü" ya bistirê.
êdî pkk bû ye xulamê çepa tirkan .
ez ji şwîna ypg bim ji cehş mehşên wilo dûr biçûma.

biner ezcan ez qazî mihemed van im.
te min ji çend peyvê min kir berzancî ilhez di parastina tiştekî rast de divê ez mensûbê partiyekê bim ne wilo...
anjî em wilo tesfîr bikin; fikr û ramanê ku ne ji we ye dibe fikreke dijber û nerast .
ne wilo heyran?

ew peyva min î englisî tişteke zanistî bû .
here ji xwer lê bikolîn .
wa min ne danî raprastê, wê peyva wateyek wê heye.



18.12.2020 08:30 ~08:32 | shwinsherm

964. bandwagon effect/129440
nivîsek hêja ye , dest xweş keke.



19.12.2020 01:06 | shwinsherm

965. moderetor û edîtorên hêja û delal *
ji xêra dê û bavê xwe hûn dikarin fîlmê ku min li tirşikê zêde kiriye, navê wî wek textê reş biguherînin.
(bnr: schwarze tafeln)



19.12.2020 16:44 ~16:44 | merwano

967. tirşik forûm/22771
Bawer dikim ku ev stran e. *
Hebkî bû dereng lê hêvî dikim kêrî te were kekê simurg56 ^^





25.12.2020 01:24 ~01:24 | yûsiv

968. Gelî moderatoran,

Di Mijara rojavayê kurdistanê pirsgirêk heye. Di vbnryan de vekirî xuya dike lê dema lê ditikînî dibêje ev mijar nehatiye vekirin. Paşê min rabû ev mijar vekir û têr lê nivîsî, vêca piştî ku min pêl bişîne kir mijar wenda bû. Nizanim ew nivîsa min çû ku? Ji kerema xwe sererast bikin. Spas.



26.12.2020 19:21 | tîrêj zana 21

969. @tîrêj zana 21, problem hat çareserkirin.



26.12.2020 19:33 | simurg56

970. silav, tirşikvanên hêja û delal.
pirseke min heye, tişta rastî ya hevalekî ye *

min ji bo gotina, ''umutsuzluk insanı öldürür'' re got: ''bê hevîbûn mirov dikujê'' lê hevalê min dibêjê tu bi tirkî difikire, ev ne dirust e, gelo ez şaş im, ger şaş bim, rastiya Wê çi ye? *

ji niha de spas



27.12.2020 22:53 | merwano

972. @merwano, bi ya min gotina te rast e.



28.12.2020 17:21 | bûtîmar

973. spas @umed û @bûtîmar*



28.12.2020 17:22 ~17:22 | merwano

974. @merwano bi ya min hevalê te rast e. dev ji peyva "kuştin"ê berde, li şûna wê peyva mirinê bi kar bîne! nizanim tu dê çawa li hev bînî, "mirov, bêhêvî û mirin". wekî mînak, dibe ku bibe "mirovên bêhêvî mirî ne"



28.12.2020 21:07 | mirovekirind

975. hevalno kesekî/e ku niha ji komeleya kurdî ya stenbolê bi rêya zoomê dersa soranî distîne hebe ji kerema xwe dikare ji min re peyam bişîne?



28.12.2020 22:09 | keyomerd

976. tirşik forûm/22771 navê stranê Kurdistan-Niştimanî Ciwan.

Her bijî beşarî,serbestî û azadî. Her bijî,her bijî,her bijî *



30.12.2020 17:26 | rodem

977. tirşik forûm/22771 navê stranê Kurdistan-Niştimanî Ciwan.

Her bijî beşarî,serbestî û azadî. Her bijî,her bijî,her bijî *



30.12.2020 17:26 | rodem

979. hevalno pirtûka kela dimdimê ya jan dostî li ba kesekî/ê hebe ji kerema xwe dikare ji min re peyam bişîne?



03.01.2021 20:53 | keyomerd

983. tirşik forûm/129945 em dikarin bibêjin porziwaker



06.01.2021 16:19 | keyomerd

984. tirşik forûm/129945 bi êngîlîzî hairdryer e. bi ya min jî ya rast porziwaker e.



06.01.2021 16:36 ~16:37 | hueyn

985. @dilreş ka zimanê kurdî? min nedît. signal/130062



10.01.2021 20:38 ~20:40 | mirovekirind

986. @mirokirind bikeve sepanê, li milê çepê li jor li wêneya profîla xwe bitikîne di vebijêrkan de xuyang/appearance/görünüm heye, li wê bitikîne dê vebijêrka zimanê sîstemê/system language/sistem dili derkeve. li wir dikarî zimanê kurdî bijêrî û bikî zimanê signalê.



10.01.2021 22:55 | xelîl

987. @xelîl
ya min iPhone e. appearancea malxerab ez nabînim.



11.01.2021 00:41 | mirovekirind

988. @mirokirind nexwe bila yekî xwedî iphone alî te bike *



11.01.2021 00:51 | xelîl

989. Birêz kekê mirovekirind.
Di saz kirinê de ziman biguherîn.zimanê kurdî hilbijêrîne



11.01.2021 01:58 ~02:01 | dilreş

990. ji bo xwedê xwedêjêraziyek dikare ji min re lînka torrenta fîlmê kûsî jî dikarin bifirin bişîne? (bê jêrnivîs)



13.01.2021 10:30 | keyomerd

991. Kusî jî difirin: Here lînkê

(Min bixwe neceribandiye)



13.01.2021 19:30 | simurg56

992. min peyameke dirêj nivîsî lê dema diweşînim nêviyê wê wenda dibe. min got belkî ji telefonê be îja min ji kombersê jî ceriband dîsa wisa bû. di peyamê de gelek peyvên bi alfabeya erebî hîndî û rûsî heye gelo ji ber wê ye? ji kerema xwe kesek dikare alî bike?



17.01.2021 19:11 | keyomerd

994. @keyomerd,
ji ber tîpan nabe, lê ji ber veqetandek û sembolên wisa çêbibe.
ew nuqteya ku ji wê û pê de wenda dibe, wê sedemê nîşanî de bike.



17.01.2021 20:53 | simurg56

996. li qoserê mezinên me ji şînî re dibêje kesk û ji keskî re dibêje şîn. lê nifşa nû ya rast dibêje. tiştê seyr jî ev e: madem mezin wisa dibêjin biçûk çawa bi awayê rastî fêr bûn?



01.02.2021 21:29 | keyomerd

997. ez di bextê we de me kes heye vê kilamê ji xeynî lêv û zimanê goranîbêjekê din bihîstiye, eger hebe ka bêjine me jî


Nîşe: gotinên goraniyê ji helbesta dill le ber derdî fîraqî yare ya safî hîranî ye. Here lînkê



05.02.2021 20:17 ~20:50 | tizbîkêş

998. ez ê çawa kesên ku peyama min ra deng daye bibînim?



07.02.2021 01:45 | heval.js

999. @hdval.js,

Nikarî bibînî



07.02.2021 01:50 | tîrêj zana 21

1000. @tîrêj zana 21,

Sipas. Lê ew opsîyon pêwîst e.
Şevbaş.
Edit: entrya 1000emîn. Gelo hedîyekî heye? : )



07.02.2021 01:56 ~02:00 | heval.js

1001. Birawo te tiştek wisa dît min jî agahdarbike * ez di texmînande dibînim dema kesên têketîbin û serê te û wan bi hev ne xweşbe a ew reşika didin pirî jê rihayî û êlihî reşikan didin * @heval.js



07.02.2021 22:52 | shorbevan

1002. yekê xêra xwe, vê sernava "alfabeya kurdî ya kîrîlî" bike "alfabeya kurdî ya kirîlî"



08.02.2021 02:21 | mirovekirind

1003. Here lînkê



08.02.2021 00:27 | heval.js

1004. @mirovekirind, sernava wê mijarê hate guhertin.



08.02.2021 03:41 | bûtîmar

1005. (bnr: soz6.com)

(bnr: sözaltı sözlük)

Ev her du mijar behsa heman tiştî dikin. Moderatorek bi xêra xwe kare wan bike yek.

Endamên li hêviya erkêkirina nivîskariyê hene. Bi xêra xwe wê jî çareser bikin



09.02.2021 00:57 | tîrêj zana 21

1006. tirşikvanê bi navê "hîçparêz" nivîsandîye pakîstan/130864 heyfa îcada nivîsê ye, ez dibêm.

Nizanim ji ku derê stendîye, wekî copy paste xuya ye. çima? min li înternetê meyze kir,

1. lawikê reşik ji fakulteya makînayê ye. bi teolojîyê ve têkilîya wî nexuyaye. çend nivîsên xwe yên li ser dîn û teolojîyê bar kiriye. lê ew nivîs li cihekî nehatîye weşandin. hin platform hene, tu xwebixwe diweşînî, hekem tuneye, kovar tuneye. (te got zanist?)
2. jixwe lîsansa bilind dixwîne. (te got lêkolîn?)
3. ji etiyopyayê ye. (te got pakistan?)

dibe ku ez şaş bixwînim. hema înternet jî şaş be. tirşikvanê bi navê hîçparêz jî hema em bibêjin hîç nizane çi dibêje. kesên deng da vê peyamê van hevokan bi kîjan aqil ve girêdan: "dewletekî ku hevalê dewletê tirkan e" û "zanist û lêkolîn li pakistanê" meraqdar im.

di profîla xwe da dibê ez ne kurd im. ji ber ku xwe bidî qebûlkirin ne hewce ye tu tiştên beredayî binivîsî. kalîteya vê platformê danexe erdê. neyse loo, te baş kir. çend tirşikvanên ku bêxwendin û bênirxandin deng didin peyaman xwe aşkere kirin. em jî li vir qala artificial intelligenceê dikin. lawo, lawo intelligencea asayî ji me ra lazim e.



11.02.2021 02:13 | mirovekirind

1007. Mijara rûbar çima hatiye asêkirin. Min hay jê tune bû, dikir nedikir peyama min nedihat weşandin. Paşê min lê nihêrî hişyariya " ev mijar hatiye asêkirin" derdikeve.

Minaqeşe û berteka li hember wî sekiniye. Divê astengî ji ser wî bê rakirin. Nivîskarek hêja yê tirşikê ye.



11.02.2021 14:02 | tîrêj zana 21

1009. dibêm qey de facto hozan xwestîye li vir derdê bê derman/130983 bibêje kurdish question an jî kurdish issue. bi ya min, li vir matter û kurdish tam li hev nehatine. bûye wekî made. wek (bnr: dark matter) (madeya ku feza jê çêbûye). kurdish matter: Madeya ku kurd jê çêbûne. (bnr: kurdonium) sembola kurdonium jî kr ye. K mezin, r piçûk. ji bo tevlihevî (bnr: krîpton)

meseleya kurdonium dirêj e. di bin mijareka din da ez ê ji we ra bêjim.



12.02.2021 00:41 | mirovekirind

1010. Li malbata me de em ji bo gazî kirina taştê firavîn an jî şîv,, em dibêjin wer nên buxi. Em nabêjin nan, dibêjin nên. Em nan re dibejin nan lê vexta gazikirinê ji bo xwerinê dibêjin wer nên buxi. Ew cûdahî gelo nav malbata we de jî heyi? Min mijara nên lênerît lêbelê hîna nehatîye vekirin. Gelo tiştek werê heyi yan na?



12.02.2021 17:30 ~17:34 | lewendî

1014. Ji bo agahdar kirina tirşikvan (bnr: mirovekirind) tirşik forûm/131029 spas dikim. min got qey di nivîsek ingilizî de maye hişê min ev gotine nayê bîra min lê raste piranî dibên kurdish question. herim sererast bikim *



12.02.2021 17:53 | de facto hozan

1015. lewendî ji ber ku nan peyveka nêr e du awayên tewanga wê hene. ya yekem mirov dikare î lê zêde bike, yanî were nanî bixwe; ya duyem jî eger di peyvê de a an jî e hebe mirov dikare wê bike ê, yanî were nên bixwe. hin mînakên din:
ziman: zimanî/zimên
welat: welatî/welêt
zilam: zilamî/zilêm
bi hevokan:
ev jî xweşiyeka zimanî ye/ev jî xweşiyeka zimên e
li welatî xwîn dibare/li welêt xwîn dibare
navê zilamî neşwan bû/navê zilêm neşwan bû



12.02.2021 19:55 | keyomerd

1016. tirşik forûm/130821, @tîrêj zana, hat beralîkirin.

û mijara rûbarê, ji ber gûftûgoyên bêsînor hatibû astengkirin. min niha astengîyê rakir.



13.02.2021 00:04 | simurg56

1017. copy paste hebû ya baş dibû, ez bêjim tiştek, wêne yan gotin ji cihek meriv dikaribe copy paste bike (wek twitterê) wê baştir bibe



13.02.2021 00:11 | afa

1018. çend endamên tirşikê yên nûhatî tirşikê diherimînin. diyar e ku fam nekirine nivîskar li vir çi dikin. endamên nûhatî bêqaîde tev digerin, zêde deng didin peyaman, bi taybetî reşik zêde didin.

format binpê kirin, diyar e. ji formatê wêdetir, li vir, di tirşikê da teamilên nenivîskî hene. kesên gava tevlî civakekî bûn li gorî qaîdeyên nenivîskî yên civatê tev digerin. bala xwe didin gotin û tevgerên xwe. herkes bi vê yekê dizane. ji bo vê yekê jî, bes divê mirov hebkî bi terbiye be, biaqil be.

reşikdanerên van peyaman ra dibêjim.

çemê mekong/131100
demeter/131035
afrodît/131036

min fam nekir. bi tenê ihtimalek tê bîra min: nefret. hema em bibêjin nefret be! lê sedema wê nexuya ye. nefret ji bo çi? bi sedî sed bêaqilî di vê yekê da dibînim.



13.02.2021 23:41 ~23:47 | mirovekirind

1019. tirşikvanên ku bi rastî jî gû xistine tirşikê, bawerim jî xîret nekirine ku carekê jî formata tirşikê bixwenin, ev der jî kirine wek ferhengê tirkan, mîna uludağ sözlük, inci sözlük..

ji bo xwedê ev moderetor çi karî dikin?, ev kesên ku li vir dêrî formatê tev digerin, divê werin îkaz kirin an jî bên asteng kirin...



14.02.2021 00:19 ~19:50 | merwano

1021. Kesek nû li tirşikê peyde bûye ku hemû peyaman ketober dide ber reşika. Peyamên tenê zanist, çandî û agahiyan dihewîne jî dide ber reşika. Di çand û keleporiya tirşikê de sepanek bi vî rengî tune ye. Tirşik bo pênasekirina her cûre madde, kes, buyer, têkilî, dîrok, zanist, polîtîka û hama çi hat heşê we vekiriye. Piştî pênasekirina mijarê bikarhêner an nivîskar kare şîroveya xwe ya derbarê wê de jî bike. Lê belê pêyamên bê şîrove û objektîf nabe ku reşik bên dayîn. Lewra nivîskarî kedek daye bo nivîsê amade bike an wergerîne. Ger te pênaseya wî kêm an nexweş dît, li binê mijarê tu pênase û danasînek jê baştir û xweştir bike. Lê peyamên objektîf û agahiyan dide, reşik neke. Dilê nivîskarî ji tirşikê sar neke. Nebe sedema kesek dev ji nivîsandina kurdî berde.


Lêzêdekirin: ew kesê vî karî dike diyar e. Niza dibêje qey hayê kesî ji min tune û loma bi rehetî tevdigere. Herwiha dengdanên tê dayîn bi rehetî karin bên tespîtkirin. Bila hay ji xwe hebe. Vê kiryarê neterikîne dê astengiya wî bê guftugokirin. Nav nadim lê ji xwe herkes zane.



14.02.2021 12:34 ~12:45 | tîrêj zana 21

1022. lewendî nikare peyama xwe ra reşşik bide.
tenê di peyama lewendî de reşşik tûne ye...



14.02.2021 12:48 | heval.js

1023. çi derdekî mezin li tirşikê peyda bûya. Serê xwe bi tiştên wisa neêşînin. heqê mirovî reşik danê hebe, dê ên reşikan bidin jî hebin. Xwezî hew derdê me ev bûya.



14.02.2021 15:18 | giyanstêr

1024. (bnr: reşşiktroll)



14.02.2021 15:32 | heval.js

1025. birastî dema reşik dide gelo çawa hîs dike? erê dibe belkî peyam an jî nivîsa mijaran xweşa te naçe û tu reşik didî ev dibe. hema reşik dayîna giştî bo çi? herge li vir dixwinî warê ser hemdê xwe û ev ne komîk e bê aqil.



14.02.2021 17:01 | doesntmatter

1026. Di cihê rojeva tirşikêde sernivîsa rojekde sal û rojên 2021'î tunene ji kerema xwere simurg56 biniharta..



15.02.2021 21:56 | shorbevan

1028. @Lewendî,

Di vê birc/24163 peyamê de biruya hayao mîyazakî hemuyan rave kiriye



16.02.2021 09:56 ~09:56 | tîrêj zana 21

1029. Ma di ev rojan da fîlm tê werger kirin?



17.02.2021 22:25 | heval.js

1030. Ovary bi kurdî çi ye? Bi tirkî yumurtalık. Di ferhenga de hêkdank derbas dibe lê ev peyv qet xweşa min neçû? Peyvên alternatîf ên ji bo vê navê bihên bi kar anîn hene? Heke hebin jkxr binivîsin.



19.02.2021 00:20 | yûsiv

1031. Wikiferheng dibêje ku:

hêkdank
xerzdank
hêkdan vs û vs...



19.02.2021 00:25 | heval.js

1032. anatomiya mirov – organên cinsî ya jinan

xerzdank, hêkdank kurdî, yumurtalik tirkî, ovaire firansizî, ovary îngilîzî

rojnameya kurmancî ya enstîtuya kurdî ya parîsê, zivistan 1991, hejmar 8, r 67.



19.02.2021 00:45 | mirovekirind

1033. (bnr: biyolojiya bi kurdî)

(bnr: biyolojiyabikurdi.blogspot.com)

Ji kerma xwe van her du mijara bikin yek.



19.02.2021 00:58 | tîrêj zana 21

1034. @yûsiv, ev camêr hama bêje di biyolija kurdî de otorite ye. Ew jî peyva " hêkdank" bikar aniye.
Ev jî xebateke wî ye ku şemaya pitandina hêkê rave kiriye. Here lînkê

Li vir hemû xebatên wî camêrî hene:

Here lînkê



19.02.2021 01:03 | tîrêj zana 21

1035. Mala we ava @tirêj zana 21 û @mirovekirind. Tu jî sax bît @heval.js.



19.02.2021 09:14 | yûsiv

1037. (bnr: 13.03.2021 online konsera şivan perwer)



19.02.2021 16:54 | cinorek

1038. ev nêzîkî saleke min medyayê civakî nivîsa tirkî hîşt û derbasî zimanê kurdî bûm û li ser instagram û twitterê bi kurdî dinivîsim.
bo vê sedemê duh hevalekî min got tu bûyî faşîst (!) min got çima? go tu kurdî dinivîsî *) min got çima mirov dema bi zimanê xwe dinivîse dibe faşîst? çend peyva got û paşê got de dev jê berde.
birastî êdî mirov nizane çi bêje..
(hevalê min kurd bû)



20.02.2021 09:35 ~09:38 | doesntmatter

1039. (bnr: it does matter) tirşik forûm/131317

Edit: sererastkirina peyamê



20.02.2021 12:35 ~21:28 | de facto hozan

1040. Min fam nekir ev mesela reşşikan bûye mijarek çawa. Çawa mirov like bide dikare reşşik jî bide ez wisa difikirim lê ji mêj ve ye min reşşik meşik nedanin da ew troliye di serê min de neherife lol Îro peyamek ji min re hat dibê te çima reşşik daye min. Welle min fam nekir qey li ser reşşikan navê min hatiye nivîsin? Û xuyaye reşşik dayîn bûye sûç :D

Edit: ez jî ji we bipirsim ev çi reşşikin len :d kurdên çavşîn û porzer/130974



20.02.2021 13:03 ~13:11 | de facto hozan

1041. @doesntmatter, bi wan keran re nekevin niqaşê. bêjin faşîst tu û bavê te ye û dev ji wan berdin.



20.02.2021 14:35 ~15:11 | hueyn

1042. pêşniyarên we bo 16 salîya we/131495 kekê tîrêj bawer dikim xwestiye bibêje ji temenê min ê 16 salî re şîret an şêwirên (tewsiye) min. Bi Xwedê Ji ber ku min jî baş fêm nekir, min navê mijarê sererast nekir.



25.02.2021 00:30 | yûsiv

1044. kesekî/e ku ji wîkîferhengê fam dike ji kerema xwe dişê ji min re peyam bişîne? (derbarê tevlêkirina peyvan)



10.03.2021 22:26 | keyomerd

1045. Min berî aniha çend salan stranek Kurmancî gûhdarî kiribû lê navê wê nayê hişê min. Hunermendek ji Rojava(Surî) digot. Bi tenê hin gotinên stran di bîra min de maye ew jî, " Bela, bela bêjin ew lawik dîn bûye."
Ên ko navê stran derxistibin bela teqez peyama dêynin ezê baldarbim.



11.03.2021 01:03 ~01:25 | pîroz

1046. tirşik forûm/131733 bawer dikim ku strana li digerî ev e.





11.03.2021 23:45 | yûsiv

1048. Heval yûsiv, wey mala te hezar carî ava. Rebbî Xwedê te bêhêle * Gelekî spasdarim. Te kêfa min anî Xwedê jî kêfa te bîni. Xwedê biki tu bigihê armanc û daxwazên xwe



12.03.2021 02:06 | pîroz

1049. silav tirşikvanên hêja û delal, gelo ji bo gotina a'dan z' ye biwêjeke kurdî heye, ji niha de spas *



19.03.2021 18:47 | merwano

1050. tirşik forûm/131854
@merwano kaka li gor hevokê diguhere lê bi min ji serî heta binî, ji serî heta dawiyê ne xirab e.



19.03.2021 19:56 | yûsiv

1051. sipas bira, bi serê min jî ket, her hebî *



19.03.2021 20:46 | merwano

1052. Li sêwrege, taybet li nav eşîra şêxan xelk navê keçkên xwe mêdya lê dikin. Ew ji demên berê heta niha hatiye, ye wa dikin ne ji bo ku dîroka kurdan dizanin, her wiha navek wanî heye, meraqa min ewe ku gelo ew ji Medan tê? An jî ji zimanek din e? Yê ku agahdarî bide wê gelek min kêfxweş bike



22.03.2021 21:34 ~21:34 | navîgiranmezelîwêran

1053. tirşik forûm/131903 li ba me jî "medya" heye. di arşîva navên kurdî ya enstîtuya parîsê de jî bi vî awayî derbas dibe. têkiliya wê bi medan re heye yan tune ye nizanim lê navekî kurdî ye ne ji zimanekî din e.



23.03.2021 15:53 | keyomerd

1054. tirşik forûm/131906 spas bo agahdarî



23.03.2021 17:07 ~17:08 | navîgiranmezelîwêran

1055. Navê "medya" hem li cem me li keçikan dikin hem jî di nav stranan jî derbas dibi. Wateya Medya dibêjim qey navê welatê Med a ye.



23.03.2021 17:49 ~17:50 | pîroz

1056. tirşik forûm/131911 ez jî wa difikirim



23.03.2021 18:46 | navîgiranmezelîwêran

1057. Mamoste qedrî yildirim bi zindî ser edebiyata kurdî suhbetek xweş digerîne, bes bi tirkî.



23.03.2021 22:17 | asîmanê sêwî

1058. hevalno ji min re stran û sirûdên kurdî (zarava girîng nîne) cengî/şoreşî divên hûn dikarin pêşniyar bikin



25.03.2021 20:27 | keyomerd

1059. tirşik forûm/131903
Navê "medya" û hemû navên din ên kurdan li vir bigerînin! Malpera Nîşanyan Çavkaniyeke bêhempa ye. lê bi tirkî ye.
Here lînkê



29.03.2021 14:20 ~14:27 | mirovekirind

1060. Ka edîtor, moderator yan redaktorek dikare xêra xwe mijarên "ez kevokim" û "ez dilgeşê canim" rast bike. Wek: "ez kevok im" û "ez dilgeşê can im"



29.03.2021 20:41 | asîmanê sêwî

1061. tirşik forûm/131994 spas bo agahdarî



30.03.2021 09:03 | navîgiranmezelîwêran

1062. silav û rêz canên min dema ez wêneyekî (copy+paste) dikim û dixim nav nivîsa xwe û wêneyê nîşande dikim gelo çima nayê kifşê?



30.03.2021 11:50 | doesntmatter

1063. tirşik forûm/132010 heke wêne di beşa capsê de barkirî be, divê girêdana wê wêneyê bixebite. tu ki kû derê copy paste dikî?



30.03.2021 12:14 ~12:14 | biruya hayao miyazaki

1065. google pictures spas bo alikarîya te



30.03.2021 12:56 ~12:57 | doesntmatter

1066. pdfya şerha dîwana melayê cizîrî li ba kesekî/ê hebe dikare ji min re bişîne ji kerema xwe?



07.04.2021 13:57 | keyomerd

1067. @keyomerd

Li danegeha tirşikê 3 pirtûkên dîwana melayê Cizîrî hene, yekê ji wan bi tîpên erebî ye yên bi latînî yekî ji weşanên nefel û ya din jî ji weşanên roja nû der çûye lê bi gotina "şerh"ê mabesta te çiye gelo? Şîrovekirî and redaktekirî?

Li vir dikarî daxînî her sêyan jî: Here lînkê



07.04.2021 14:20 | xelîl

1068. @xelîl mebesta min dîwana şîrovekirî ye



07.04.2021 18:16 | keyomerd

1069. Merheba, gelo "it dalaşı" an "dogfight" bi kurdî çi ye?



17.04.2021 00:12 | tîrêj zana 21

1070. tirşik forûm/132216 reng e em dikarin bibêjin segşerî, kûçikşerî



17.04.2021 10:04 | keyomerd

1071. tirşik forûm/132230 armanca min ji 'dogfight' ew şerê ku balafirên şer bo pêşî li balafira din bigre dike ye. yanê ewa ku bo parastina sînorî an tacîzkirina balafirekî ji nêz de firîn û armancgirtina balafira din e. dîsa jî em karin bibêjin 'segşerî' an divê em têrmek nû ava bikin? li derek din ev peyv hatiye bikar anîn? di ferhenga de derbas dibe?



17.04.2021 14:06 | tîrêj zana 21

1072. tirşik forûm/132240 na min di ferhengan de nedît ev min bixwe dariştin. bi min bi wateya tu dibêjî jî dikarin bên bikaranîn.



17.04.2021 14:45 | keyomerd

1075. Silav û dem baş tirşikvanên qedirbilind. Dixwazim tiştekî bipirsim, rûpelek bi navê sara distribution heye. li ser firotina pirtûkan û vejandina çanda Kurdî hatîye ava kirin. Mixabin, ji ber ko hatîye astengkirin nikarim bikevim marpela wê. Ji bo ketina van marpela divê ez çi bikim?



21.04.2021 00:25 | pîroz

1076. Tirşikvanên ku dixwazin spotifyê di cîhazên android de bê reklam bikar bînin, kerem bikin: Here lînkê



21.04.2021 01:58 | tizbîkêş

1077. tirşik forûm/132329 dembaş pîroz, ji bo têketina malperên astengkirî rêya herî hêsan vpn ne. Li ser play store bi dehan vpn hene. Yek ji wana li telefona xwe bar bike û wê bide xebitandin. Paşê bi google karî bikevî malpera ku dixwazî.

Rêyek din jî karî bi opera browser bikeviyê. Opera bi xwe vpn dihewîne. Di eyaran de vpn yê çalak bike û hewceyî sepanek din nake. Ev rê bo têketina bi kombersê jî derbasdar e.



21.04.2021 03:57 | tîrêj zana 21

1078. Wey, malî ava tîrêj zana 21! Ez ê nihaka biceribînim. Xwedê biki ko bê teşqele bixebiti.
Lêzêdekirin: Yekser derbasî rûpelê bûm.(:
Gelekî spasdarim. Vê roja pîroz te kêfa min anî Xwedê jî karê te bibe serî!



21.04.2021 04:28 ~04:31 | pîroz

1079. Gelî gundî û tirşikvana helbestek rênas jiyan bi navê " min ji te hez kir" de peyv û gotinên ku min jê fêm nekirî an jî nizanim heye. Ez helbestê dinivîsim paşî ji yê ku nizanim dibêjim, yê alîkar bibe mala wan ava.

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,
ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e,
ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,
min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî kafìr..
min ji te hez kir
mirina ku gav û seat di bîra min de bû,
û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir
ji bîr kir,
min dilê xwe li mirinê rehet kir,
min çi xweş kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî nemir..
min ji te hez kir
fîlmê nû yê tarantîno kîjan bû
messî çend gol avêtibû?
barcelona dîsa şanpîyon bû
îsal baran baş barîya bû, nebarîyabû
“dîbê” li zadan xistibû giş hişk kiribû
min ji te hez kir
êdî min hew tiştek meraq kir..
min ji te hez kir
çima hinekan ji bo malê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir?
çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikir
çima hinekan ji bo desthilatdarîya xwe her tişt
qirr dikir?
çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir, jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir?
mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir?
ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir ?
min ji te hez kir
êdî min hew ji tiştekî fam kir..
min ji te hez kir
min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir
min pê li ciyê herî şil kir
min dilê xwe “bivvve” kir
ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir
min ûcaxê xwe kor kir,
deriyê mala xwe mohr kir
min ji te hez kir
min ruhê xwe talan kir..
min ji te hez kir
min karê xwe yê berê wenda kir
min wek karekî nû dest bi te kir
min bêrîka xwe birîn kir
min mirina xwe har û dîn kir
min xwedayê xwe kedî kir
min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir
min xwe ji jîyanê bi şîr vekir
min ji te hez kir
min xela li emrê xwe rakir.
min ji te hez kir
çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kir
min li hemberî bedewiya baranan serî rakir
min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir
min kenekî nû ji xwe re kirê kir
min xwe di nav xelkê de nav-no kir
min li benda te xwe spî kir,
şîva xwe sar kir,
xwîna xwe zilindar kir,
min ji acîzi çîrçîrî kir,
xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke hûrhûrî kir
min ji te hez kir
min mala xwe xera kir…..


Yekem, qeramûçk, çi ye min lêkolîn kir lê tiştek peyda nekirim.

Duyem, dîbê li zadan xistibû? Mebesta wî?

Sêyem, tûletî, gellacî çi ye?

Ya çaran, xwedayê xwe kedî kir. Li vir mebest? kedî dizanim çi ye lê ger mebesta wî ew be gelek bê wate dibe.



21.04.2021 23:13 ~23:14 | navîgiranmezelîwêran

1080. tirşik forûm/132350 qeramûçk birînên ku bi nenûkî çêdibin e, li ba me qeremûşk e. tûle cûreyekî kûçikan e lê bawer im tûletî kirin li vir bi wateya tolazî kirinê ye. gelacî fesadî ye. ji bo ya çarem jî bi ramana min mebesta wî ew a tu dibêjî ye.



21.04.2021 23:47 | keyomerd

1081. tirşik forûm/132351 zor spas, gelo ji bo ya duyem ra jî agahiyek hebe?



21.04.2021 23:53 | navîgiranmezelîwêran

1082. tirşik forûm/132350 hevalê/a navgiran, van gotina nizanim çima meraq dikî lê ezê li gor zanebûna xwe rave bikim*

Qeramçuk: em jê re dibêjin "heremçûk". Bi tirkî jê re dibêjin (cimcimik). Yanê bi tilîkan şidandina laşê mirovî an bi neynûka serdeanîna çermê mirovî ye.

Dibê li zadan xistibû: zad ji xwe ceh, genim, nîsik filan in. Dibê li zadan xistibû, mebest jê barana ku berî vê hevokê behs bûye, tehde li zadan kiriye? Dema baranek zêde an terezek bibare dibêjin li zada xist.

Tûletî, gelacî: tûletî tolazî, nerehetî û harbûn e. (bnr: tûle) gelacî, piranî li pey peyva fesadî tê bikar anîn. Weke fesadî û gelajî tê gotin. Wate kar xerakirin, paş gotinî û tişteke wek fesadiyê ye. Dibe ku kurdiya fesadiyê be jî. Lewra bi qasî ku zanim fesadî bi erebî ye. Di kurdî de berbelav e, peyvên biyanî û hemwateya wê bi hevre tên gotin.

Kedî: wekî ku zanî ahlîkirina ajalên dirinde ye. Malîkirin. Wekî din niza çi wateyên wê hene.



22.04.2021 04:16 | tîrêj zana 21

1083. tirşik forûm/132358 spasiya te dikim hevalê tîrêj min bi başî fêm kir bi xêra te. Û meraq dikim bizanibim ji ber ku dema ji zimanê xwe fêm nakim çi peyvek be çi hevokek be ew ji min re dibe kul û derd* ya duyemîn ey mala te ava ma zayend xûya nake*



22.04.2021 04:33 | navîgiranmezelîwêran

1084.


navê strana di pêşiya vê vîdeoyê de çi ye?



22.04.2021 18:02 ~18:37 | keyomerd

1086. dîbê: bi taybetî xisarê li nîskan dike. bi Tirkî jê re dibêjin "canavar otu"

kedîkirina xwedayan: Bi min di vir de kedîkirin ji bo ên xwe weke "xweda" dibînin re hatiye gotin.

tûletî: ji xeynî wateyên hatine gotin tê maneya xwepîskirinê. Ên ku nebaşiyekê bike û hay ji wê nebaşiya xwe hebin. mînak: kûçik xisarekê li xwediyê xwe bike.

Peyvên din rast e.



22.04.2021 20:36 | giyanstêr

1087. Tirşikvanên delal!
Berî aniha çend salan min fîlmek biyanî, honaka tirs temaşe kiribû lê navê wê nayê bîra min. Ezê piçekî qala wê bikim ko we nas kir ji xêra xwe bi min re bikevin têkîlîyê.
3 kal hene, hevalê hev in û dijminê wan yek e. Ji bo hemberî dijmin têbikoşin dixwazin xirabtirîn pîrabokî, bi cadûgerî û devgirêdanan bivejînin. Ji bo vê, Her yek jî bêşek ji xwe dixe hundirê beroşa mezin:
Kalê yekemîn zerikek ji girêza xwe
Kalê dûyemîn nenûkên xwe yên nigan
Kalê sêyemîn her dû çavên xwe
Axir, çend tiştan li ser beroşê dixwînin û melhûn/pîrabok diveje. Lê ji ber ko kalê ko çavê xwe dabûyê, çavê wî qenc nedidît, pîrabok ber xwe nabîne û bingûhên devera dikeve. Talî berçavka kalo ji wî dikin û datînin li ber çavên pîrabok.

Ez hîn zarok bûm û em li şevbiherkê de bûn ji lewma min hate dawîyê lê nenerî. Ewqas sal min di bîra xwe de parast ko ez ji yekî bipirsim û heta dawîyê lê binerim.Ji tiştên nêvcî mayî gelekî aciz dibim ji lewma min xwest ji we bipirsim.



23.04.2021 01:10 | pîroz

1088. @pîroz

Bawerim tu behsa fîlma witching & bitching dikî.



23.04.2021 09:12 | xelîl

1089. @xelîl heval pêşîka ji dil spasîya xwe tînim lê mixabin, ev fîlmê ko te navê wê gotîye ne fîlmê ko ez lê digerim:(



23.04.2021 10:25 ~10:37 | pîroz

1090. silav hevalno, tirşikvaneke kevin dixwaze dîsa li tirşikê vegere lê şîfre jibîr kiriye,
ji bo vê yekê jî divê peyam werê e-maîla wê.
lê tiîtekî wisa derdike:
Here lînkê
gelo ev tiştekî asayî ye?



24.04.2021 17:47 | merwano

1092. bi min navê tirşikê têra xwe xweş e, û jixwe ji îro pê de guhartina nav bi kêr nayê.
wekî din jî logoya tirşikê ya niha zêde amator dimînê, kesên ku ji karê grafîk- dîzaynê fêhm dikin, divê çê bikin. em bixwe jî dikarin çê bikin, lê zêde bala mirov nakişînin.

her wekî din navê tirşikê ji vir tê: di jiyanê de her kes wek hev nafikirê, ramanên cûrbecûr hene, jiyan bixwe jî car caran tehl e, car carna jî şêrîn e.
tirşik jî mîna jiyanê ye, çend fêkî û sebze ketine nava beroşekê de û xwarinek derketiye holê, erê hinekî tirş e, lê têra xwe jî xweş e *


ez dibê bingeha felsefeya wê wilo bû ಠಿ_ಠ



26.04.2021 16:51 | merwano

1093. Sitranek heye çiqas lê geryam min nedît, tenê carê li radyo min bihîst û ewqas. Gotinê sitranê:

Bûka kurda ser bi xêlî
Rûniştiye li ber derî
Gazî dikim hûr digirî
Qe tu negrî yara delal

Bi navê bûka kurda~ awazê çiya min dît, lê ne heman e, ya li jor nivîsim xweştir e. Ger hûn bibînin ez gelek spasdar im ji we re (:



26.04.2021 22:49 | navîgiranmezelîwêran

1094. hevalno peritîn/peratin/peritandin yek ji van lêkeran li herêma we hebe tika ye ji min re peyam bişînin



28.04.2021 07:59 | keyomerd

1095. tirşik forûm/132537 keyomerd, li herêma me ev peyv tê bikar anîn. di du wateyên wê hene. yek jê paqijkirina mirîşk, qaz hwd. ji mûyan. ya din jî wateya mecaz e û bo zêde kelandina tiştekî tê gotin.

mînak:
-me mirîşka xwe peritand û da ser êgir.
-wî goştî ji ser êgir bide alî, peritî.



28.04.2021 10:00 | tîrêj zana 21

1096. Pirsgirîka ku li vir Here lînkê behs dikî ba min peyda nebû.Ba min her tişt normal e



28.04.2021 10:54 | brzn

1097. Gelî camêr û canikên nû hatine tirşikê. Hûn tev bi xêr û bereket hatine. Di serî de dixwazim hûn mijara bikaranîna tirşikê bixwînin û paşê formata tirşikê bixwînin.

Ev mijar, yekane mijare ku di vir de hûn karin pirsên xwe bi rehetî bêyî guh li qaîdeyên formatê bikin bipirsin. Pirsgirêkek we hebe li vir binivîsin.



01.05.2021 22:41 | tîrêj zana 21

1098. Ne tenê 1 ê Gulanê hewceye her roj tirşik geş be



01.05.2021 22:56 | ysfcevher

1100. danasîna tirşikê ya îro çawa diçe?



01.05.2021 23:16 | brzn

1101. bê te her dem nîvco dimîne @brzn *



01.05.2021 23:22 | merwano

1102. Bi telaq ev çendek e min tirşikê bê xwedî hiştî ye:(



01.05.2021 23:23 | brzn

1103. Kelogirî bûm ezê niha bigrîm ev çi gêş bûne xwedêee



02.05.2021 02:25 | navîgiranmezelîwêran

1104. Kesên nû xwe li tirşikê tomar kirine, gelo karin navê xwe biguherînin?



04.05.2021 01:06 | tîrêj zana 21

1105. Şeva we teva bi xêr be, tirşikvanên hêja! Ez dixwazim pirtûka mamoste Şerefxan Cizîrî a bi navê Omerya Mirsom bixwînim. Gelo, hûn dizanin ez ê ji kû karibim peyde bikim?



04.05.2021 21:29 ~21:31 | pîroz

1108. Here lînkê
min tiştek wisa çêkir lê 2 pirsgera min heye:
-dîzayna responsîble
û
-pereya hostîngê



05.05.2021 19:22 | heval.js

1110. @lewendî ,
ew hinek bê îmkan e *. ji ber ku di yek rojê de bi mîlyonan tweet ava dibe. Botek nikare hemû ew tweet bixwîne û analiz bike. Yanî otomatîk nabe.



06.05.2021 15:59 | heval.js

1111. Gelo çi bi tirşikê hat? Her venedibû



07.05.2021 19:54 | navîgiranmezelîwêran


1113. tirşik forûm/133103 spas ez baş tirsiyam *



07.05.2021 22:30 | navîgiranmezelîwêran

1114. hevalno ev çi ye?
kul û derdê herî mezin ê nivîskarên tirşikê/131606



12.05.2021 00:47 | heval.js

1115. tab înglîzî التبويب erebî زبانه farisî (ziban-ziman) sekmeler tirkî bi kurdî em dikarin bêjin çi? pirsek pir min açiz dike soran tiştek cuda bikartînin, li derekî yekî kurmanc hilpekîn bikraniye, lê min qe bi hilpekîn ne bihistiye gelo em jî wek farisan bikin ziman? open new tap zimanek nû veke?



12.05.2021 14:48 | cyaxares

1116. tirşik forûm/133423 bi ya min , ya li Soranî bikaranîn baştir e. Hilpekîn rasterast ji Tirkî hatiye wergerandin. Îjar soranî hebe em çima Farsî bikar bînin ?



12.05.2021 14:55 | navîgiranmezelîwêran

1117. @navîgiranmezelîwêran
Hilpekîn bawer bike nayê fêm kirin mînak herêmê me de peyvek wa tune
ziman ziban ji yek kok tê ber wê min pirs kir ez nabêjim bila ew be, li pêşniyaran digerim ya rast



12.05.2021 15:09 | cyaxares

1118. @cyaxares tab baştir e , ji ber tu bêjî zimanek nû veke ew nayê fêm kirin.



12.05.2021 15:15 | navîgiranmezelîwêran

1119. Min çend caran guhert pêşî min tab bikar dianî paşê pace, nizanim hêvî dikim tiştek xweş derkeve holê an neçar dibim herim tab bikarbînim



12.05.2021 15:16 | cyaxares

1120. tirşik forûm/133423 pace çêtir e bi min. û ya soranî çi ye?



12.05.2021 15:39 | keyomerd

1121. Min jî digot keyomerd li ku ye , were ew kêşe çare bike (:



12.05.2021 15:44 | navîgiranmezelîwêran

1122. pace nayê wateya window?
min tab kir pace, window kir çarçove lê nizanim dibe an na,
soran dibêjin ser xişte, bazdan, pi randin, xiştandin, çole kirdin.
wan jî gotiye ziman tab (4
زمانه ، گوێچکه کارت).
tab (1)
سه رخشته ، "تاب" ئه و ستوونه ی که هه موو دێڕه کانی
په ڕه ، له و خاڵه دا، هاوستوون ده بن(
tab ( 2)
بازدان، بازپێدان، په ڕاندن، خشتاندن، جووڵه کردن
له خشته دا له منوو و لیسته ، جووڵه کردن له بواره کانی بژارده کان و
خانه کانی خشته ، به بێ که ڵکوه رگرتن له مشک و، یان لێدانی یه ک به
دوای یه کی "کلیلی بازدان tab key )"
tab (3)
٢ت کلیلی خشته به ندی ٢ت لێدانی کلیلی خشته به ندی
tab (4)
زمانه ، گوێچکه کارت



12.05.2021 15:54 | cyaxares

1123. tirşik forûm/133438 tab bike pace window jî bike pencere *



12.05.2021 15:58 | keyomerd

1124. pace û pencere wek hev in :I



12.05.2021 16:00 ~16:02 | cyaxares

1125. @cyaxares di geroka firefoxê û wordpressê de ji bo tab peyva "hilpekîn" hatiye bikaranîn. li vir ji bo standardkirina têgihên enformasyonê bi min hîç ji vê peyvê şaş nebe. ji ber ku:

navên tiştan bi bikaranînê rûdine. ti peyv ne girêdayî tiştê ku ew nîşanî wê dide. felsefeya zimên dibêje heke tu fêm dikî, dikarî ji sêv re bibêjî pirtiqal, fêmkirin esas e û ev jî belavbûna peyvê ve mimkun e. yanî li herêmekê tê zanîn an nayê zanîn li vir ne muhîm e, ya jê muhîmtir niha ji aliyê "bikarhênerên kurdînivîsan" ve tê fêmkirin an na. heke bi bikaranînê nikaribe fêm bike ka hilpekîn çi ye, wê helbet serî li înternetê bide û bielime. ez geroka firefoxê bi kar tînim û ez ê xebata te fêm bikim û yên mîna min jî fêm bike, meraqan neke.

rexneya "motamot wergera tirkî ye" bi rastî meseleyekê tevlihev û qasî xwe bêmane ye. tirk berî me çareser kirine, navek lê danîne û piştre kurdên me yên ji pergala tirkî derketine -yên ku wekî min û te- wê peyva "sekme"yê bi kar anîye, hişê wan ên çareserkirinê jî helbet wê koordîneyî tirkî be. li vir dijminahiya tirkî an jî motamotbûnê minaqeşeyekê ne hewce ye. li vir fêmbariya peyvê muhîm e ku li jor min qal kir. dê û bavê me, zarokên me yên 15-20 salî ji xwe wê ya kurdî bi kar nîne, hewce ye em vê mikur bên. ya girîng, kurdînivîsên niha bila tiştê ku tu niha dike, bi kurdî bi kar bînin. lê ji ber efora fêmkirinê dev jê bernedin.

helbet şexsen ez alîgirê reseniyê me. lê heke niha tu ne xwedî alternatîfekê resen û xweştir bî, hîç serê xwe pê neêşîne û efora xwe bide xebata xwe bi têgihên heyî. lê aliyê din jî bifikire. li vir peyva pêvajo hat bîra min. hevalekî ji bo vê peyva wergera tirkî lê têra xwe belav, peyva hêranê pêşniyaz kiribû. û metiqa xwe jî bi xweşî di nivîsekê de zelal kiribû. belkî ji bo hêrana te ya peyv-pêşniyazkirinê de alî te bike. Here lînkê



12.05.2021 16:34 ~16:40 | biruya hayao miyazaki

1127. Min nivîsa Berevajî xwend, ez jî naxawzim peyvên biyanî taybet trkî û erebî bikarbînim û wekî din aniha raste rast ez peyvên nû diafrînim.
kurdî,tirkî,erebî,înglizî,osmanî, û hinek fransî dizanim ber wê dizanim kîjan peyv ji çi hatî bikar bînim an na, rewşek ne xweş lê sal bi sal bo rojev bo min.
her wiha wek te got ew ê bikarbîne jî wê lokêlînê bike û fêm bike ka ev peyv tê çi wate, divê hinek ser rawestim û biryar bidim.
Spas bo ev şirove @biruya hayao miyazaki



12.05.2021 16:58 ~17:02 | cyaxares

1128. lewendî :(



12.05.2021 17:03 | cyaxares

1129. @cyaxares,

hilpekîn, peyva herî dawî ya ku dê şûna "tab"ê bigre ye. Hilpekîn, hilavêtin, pekîn, pejiqîn tev li herêma me tên bikar anîn. Lê tu eleqeya wan bi tabê tune ye. Ji bo pengizîn an şemitandina kevir an tiştekî tên emilandin. Ji xwe dema mirov li ferhengan dinehêre, yekcar beramberî wê (sekme) danîne. Lê ew sekme û ya gerokên înternete eleqa wan bi hev re tune ne. Niza kî vê şaşitiyê kiriye û bo tabê bikar aniye?

Niza li ber destê te ferhenga termên fenî heye an tune ye? Ya min hebû lê niha ne li ber destê min e. Yan na minê binehêrta bê ka li wir çi emilandine. Bi min bikaranîna tabê ji hilpekîn çêtir e. Ger peyvek dî hebe wêya nizanim. Divê mirov lêkolîn bike.



12.05.2021 17:39 | tîrêj zana 21

1130. çejna we pîroz be, tirşikvanno

min xwest vê mijarê iron dome'ê vebikim lê kurdiya min têrî nekir.
ji bo hava savunma sistemi em dikarin çi bêjin?
mêjiyê min error dide, alîkarî pls.

pergala parêziya hewayê, hat bîra min, werger çi qas rast nizanim êdî...



13.05.2021 09:42 | merwano

1131. @merwano

Min wek sîstema parastinê ya hewayî bi kar anîbû li du-sê cihan. Lê ya te jî rast e bi min.



13.05.2021 09:47 | xelîl

1132. malî ava kekê @xelîl, ka çend camêrê din jî binivîsin, da em biryara xwe bidin *



13.05.2021 10:06 | merwano

1133. @Merwano, cano ez tim pergala parastina asmanî bikar tînim. Ger tu mijarê vekî ez gelek kêfxweş bibim. Lewra ji zûdeye dilê min hebû wê vekim.

Heke tê vekî ji kerema xwe bila berfireh be. Sûdê ji wîkîpedia îngîlîsî û tirkî werbigre. Peyamê zûka neweşîne. Peyvên te biryar neda li vir binivîse, em bi hev re alîkar bibin.

Lêzêdekirin: di vê /133319 peyamê de jî min bikar aniye.



13.05.2021 10:28 ~10:42 | tîrêj zana 21

1134. @tîrêj zana 21 ya te bi min baştir tê fêhm kirin û bilêvkirina wê hêsantir e.

minxwest li ser iron domeê mijarê ve bikim (û ez ê niha vebikim jî), bila pergal bibînê careke din an jî tu vebikê ez ê bêhtir kêfxweş bibim, ji aliyê terîmên teknîkî ve tu ji min baştir î *



13.05.2021 10:58 | merwano

1135. nizanim ji kû dest pê bikim, gelek caran ez jî û hûn jî teqez liqayî dibin, di bin hin mijaran de ji bo ku sernivîs şaş e, nivîskarek tê û tenê li gorî wî an jî sernivîsa rast wek peyamekê dinivîsê. ez vê fêhm nakim...ger mebesta we tenê sererastkirina mijarê be, ji kerema xwe re di bin tirşik forumê an jî rêveberekî tirşikê re peyameke bişînin....

jkxr ger tiştekî ku hûn di bin mijarê de binivîsin nîn be, nenivîsin!
ez bi xwe naxwezim peyamê li ser sererastkirina mijara bibînim.



18.05.2021 16:55 | merwano

1136. tirşik forûm/133794 gelekî rast e , bibûr e .



18.05.2021 23:56 | shwinsherm

1137. di tirşikê de hinkes konfedarsyona xwe ava kirne.
dûrsxistina nivîskaran hîç ne di bala wan de ye.
we xêr e oxlim ?
evder mala bavê we ye?
hay ji zimanê xwe hebin .

ez ê dîsê herim .
heta hûn nebin însan banî min nekin.



18.05.2021 23:59 ~23:59 | shwinsherm

1138. silav û rêz tirsikvanên hêja bo hevalekî xweyî stranbêj we tirsikvananda alîkarîyê dixwazim. hevalêm dipirse ku gotinên strana wî gelo rast xuya dike an na?

ew dem bayekî te dicirifîne
netirse ew ba min şand ku te biramusîne"

o zaman bir rüzgar seni ürpertecek
korkma o rüzgarı ben gönderdim seni öpsün diye.

li van gotinan da tiştekî şaş heye an na û gelo peyva te biramusîne bo seni öpsün bînin bikarînin dibe?



26.05.2021 00:42 ~00:43 | doesntmatter

1139. di demekê de wê bayek te bicirrifîne.
lê netirse ew baya min şand ku te ramûsîne.

o zaman bi kîjan wateyê hatiye gotin ?
bi wateya wêga (o halde) an di wê demê de .
divê merê paş û pêşiya stranê bibîne.

biramûsîne min ne bihîstî ye .
di stranên da'weta de wê te ramûsîne ww. hatiye gotin.



26.05.2021 01:17 | shwinsherm

1140. tirşik forûm/134132 cirifandin ne ürpertmek e

wê demê bayek ê te bicefilîne
netirse min ew ba şand da te ramûse



26.05.2021 09:40 | keyomerd

1141. tirşik forûm/134132,

ew dem bayekî te dicirifîne
netirse ew ba min şand ku te biramusîne


Ger tirkiya vê hevokê nehata nivîsîn, minê fêm nekira tê çi wateyê û hîn jî min fêm nekiriye*

Hevoka ewil, nizanim li gor çi demî hatiye ristin. Li gor wergera tirkî di dema hatî de tê nivîsîn. Lê di ya kurdî de çi qertaf û şêweyek dema hatî nîne. Herweha "ew dem " jî bi min lefzek xelet e.

Hevoka duyem, hinekî tê xwarin* ne xerab e* lê bo taliya wê "ramûsîne" bes e. Hewceyî qertafa "bi" nake.

Nîşe: ez rêziman filan nizanim. Min fikrên xwe vegot.



26.05.2021 10:27 | tîrêj zana 21

1142. ez gelek spasdarim bo nivîs û peşnîyarên we hevalên min, zehf Râzî me



26.05.2021 13:27 | doesntmatter

1143. Gelo rêveberek nikare mijara cer sererast bike? Yên têkildarî cêr bila li binê wê were veguhastin. Yên têkildarî (vîda) bila li binê wê bimînin.



27.05.2021 21:41 | tîrêj zana 21

1144. @tîrêj zana 21, min peyamên di cerê de beraliyî mijara cêrê kir *, yanî herdû bûn yek.

wekî din êdî pewiste ku ji bo cerê mijar dîsa werê vekirin....



27.05.2021 22:43 ~22:44 | merwano

1145. @merwano,

Hop, bîne sêra berê* bavo mijara nû venabe. Pêl wê dkkim diçe cêrê. Hinek li hev ket



27.05.2021 22:48 | tîrêj zana 21

1146. @tîrêj zana 21, mixabin ji ber ku min beralî kir wisa bû, êdî tam tevlîhev bû *
ka ez ji patron bipirsimಥ_ಥ



27.05.2021 23:01 | merwano

1148. Scrîpta moda tarî amade ye.
(bnr: tampermonkey);

Here lînkê



29.05.2021 22:57 | heval.js

1149. ka xêra xwe bikin yek: (bnr: kovara kurdeçîrok) û (bnr: kurdeçîrok)



06.06.2021 15:58 | asîmanê sêwî

1150. @ asîmanê sêwî temam e.



06.06.2021 19:13 | merwano

1151. Hinek gotin hene li ba min ne helbest in , ne biwêj in ne jî wek gotinê pêşiyan e min tê dernexist gelo hûn binêrin ewana ber bi çi kategoriyêne?

Dayê dema ku mesele dibe derdê jina ew gotinê dike :
Dê û dot, li hev rûniştin
Giliyê xwe kirin, gazincê xwe hîştin
Miriyê mezela rabûn, kefenê xwe serê xwe werdan, qûn rûniştin

Qûn rûniştin : xwar rûniştin, rûniştinek bê rehetî

Dayê dema qala bêxêrbûna birayê xwe dike, ji biyanîbûna wan dilê wê dimîne ew gotinê dibêje:

Ez çûm mala kekê,
Min pişta xwe da sitûna qilîçekê
Mala dê û bavê meriya lê tinne bi
Çima sar e wa mîna mala xelkê


Dayê dema ku tiştekî nikare eşkere bike wek eşkerekirin di wê demê de encamê xirab tîne, dibe raweste bo eşkere kirinê vê gotinê dike:

Manga sorê bira min te bifrota, eyb û udrê te bigota
Mange: çêlek

Dayê dema ku ji qederê bêzar dibe, ji rewşê re giliyan dike ew gotinê dibêji:
çima wê berfê bibare, çima wê destê bicemidi?

Belê hemû min ji dayê bihîstiye û nizanim vana li bin kîjan mijarê binivîsim. Gelo hûn çi dibêjin



10.06.2021 12:22 ~12:24 | navîgiranmezelîwêran

1152. ji raya giştî re! *

helawno, pîştî min ev peyam dît pêşnîyarîyên nivîsên kurdî ji bo dawetnameyê/87464
pirsek di nava mêjiyê min de lotika tavêjê.
gelo zêr û pereyên ku di dawetê de bi bûk û zava ve dikin, mesrefê dawetê derdixin? *

nîşê: hê ji daweta min re mayîye, hema wilo min pirsî¯\_(ツ)_/¯



11.06.2021 20:57 ~20:58 | merwano

1153. Silav! gelo kesek li ser github çalak heye? an li wir kar mar bi rê ve biriye qe?



16.06.2021 18:59 | cyaxares

1154. gelo moderatorek heye ku dest bavêje rewşa tirşikê? çend nivîskar dîsa formatê xerap kirin mixabin, spas



23.06.2021 13:37 | doesntmatter

1155. Biborin:/



23.06.2021 13:40 | navîgiranmezelîwêran

1156. @doenntmatter naxwazim dilê nivîskaran bihêlim ji ber ku kesê dinivîsin kêm in lê rewş ne bi dilê min e jî.
Ger wisa berdewam bikin, peyamê wan li gorî ku daxwaza jêbirinê û hwd. zêde bibin, wê peyamê wan yê dêrî formatê wê bên jê birin.



23.06.2021 14:07 | merwano

1157. gelo mero çawa binnivîsa filman çê dike bi kurdî?
dilê min û vergera braking bad heye .
bi xêra xwe videok bo fêr bûne an nivîsek xweş binivîsin ku têgihêm.



24.06.2021 19:54 | shwinsherm

1158. Here lînkê



24.06.2021 20:33 | heval.js

1159. @shwinsherm
(bnr: fîlm çawa têne wergerandin)
(bnr: wergera binnivîsan)



24.06.2021 20:37 | merwano

1160. Gelî hevalan, li tirşikê blok kirin peyamê taybet ji holê radike?



01.07.2021 08:21 | navîgiranmezelîwêran

1161. yaw hevalno adblocka min dibêje di tirşikê de çend hev reklamok hat tespît kirin. lê min vê adblockê girt disa reklam derneket.
reklamokên tirşikê li ku ne?



04.07.2021 13:01 | heval.js

1162. ferheng naxebite :(



17.07.2021 22:32 | doesntmatter

1163. dîroka domaîna turkcekurtcesozluk.com derbaz bûye.
Here lînkê



17.07.2021 22:48 | heval.js

1164. reşşik ya jî çeppika ku mirov daye çawa tê rakirin/jêbirin gelo?



20.07.2021 12:31 | hueyn

1165. hueyn peyama binêre



20.07.2021 12:39 | doesntmatter

1166. doesntmatter çêbû *



20.07.2021 14:46 | hueyn

1167. hevalno aqilmendkurd çima girtî ye?



22.07.2021 20:33 | heval.js

1168. Car caran tiştekî nû lê zêde dikin, careke din wisa bûbû.Min ji moderetorê wan @hebûn pirsî bû, li ser twitterê tu dikarî bipirse.



22.07.2021 20:38 ~20:39 | merwano

1169. ev peyama min salman rushdie/135135

di rûdawê de deng vedaye, bandora tirşikê: Here lînkê



23.07.2021 19:51 | tizbîkêş

1170. @tizbîkêş te karek baş derxistîye holê. pîroz dikim.



23.07.2021 22:21 | simurg56

1171. @simurg56 gelek spas tirsik.neta me her ava be!



24.07.2021 02:25 | tizbîkêş

1172. Silav, li ser karê bexçeyan pirseke min heye, bawer dikim ku em çareser bikin *

Pirs: di serê havînî de me di nav bexçekê xwe de çend şitlê îsotan çandibû, baş mezin jÎ bûn lê hê me tiştek ji wan ne xwar çûkan hemû pelên wan xwarin. Bê bavan ji wan were wê tev dû gurm jê bikin *
Gelo ji Bi Parastinê çi pêşniyarê we hene?



26.07.2021 23:45 ~23:46 | merwano

1173. hek dora bexçe têl be , torba jêkin wek teriya tiyarê mêrdînê û bi têla vekin .



26.07.2021 23:55 | shwinsherm

1174. @shwinsherm, belê derdora wê têl e, me torbek jî pêvekirbûn, lê me wek teriya Teyarê çênekiribû *
Ka ez ê wisa jî bikim, malî ava



27.07.2021 00:18 | merwano

1175. teriya tiyarê çi ye ? *



27.07.2021 11:43 | bûtîmar

1176. Hevalno ezê biçim bajarê wanê, lê nizanim çi bikim, hinek pêşnîyaz bikin *



28.07.2021 21:27 ~21:28 | heval.js

1177. Pêşî bilêta xwe qut bike :D




1178. Ew temam e dîniko (:



28.07.2021 22:05 | heval.js

1179. Te nîvî hal kir wê demê :d



28.07.2021 22:18 | bese binale welat ji kul û derda

1180. @heval.js paşê jî tam di wextê wesayîtê ta li wesayîtê siwar be *



29.07.2021 00:13 | bûtîmar

1181. biborin qebehata min bû.
lê li benda me.



29.07.2021 00:37 ~00:41 | heval.js

1182. serbûriyek/135351 gelek spas simurg te gelekî kêfa mi anî cîh .
malî ava



29.07.2021 13:21 | shwinsherm

1183. yaw ez dixwazim di derbarê mijarên dawîn ên siyasî de çend tiştan binivîsim lê nikarim dibêje divê 100 peyam binivîsî. heyran bila nebînim lê bila binivîsim ev çi nakokî ye yaw wê bibe sedema dûrketina min a vê malperê.



30.07.2021 23:30 | pênûsa westiyayî

1184. rast e tiştekî tewş e ji bo ku sed entryê xwe dagrim min aşûberbajar dinivîsî



30.07.2021 23:49 | shwinsherm

1185. @gunicorn, eger nekarî peyaman bixwînê lê bikarî binivîsî, wê demê jî tê gotin "ez çima nikarim peyama xwe bibînim? dixwazim sererast bikim" fîlan.
ev sînor, ji bo ewlekarîyê ye. ji kerema xwe re xweşbîn be.



31.07.2021 13:54 | simurg56

1186. @gunicorn, serî de bixêr hatî. Dema nivîskarek nû tê tirşikê bendavê pir zêde dibîne lê bi rastî 100 peyam ne zêde ye. Heya carna difikirim kêm e jî. Kêrhatina vê bendavê bo ewlehiyê heye. Ji loma divê ew bendav were derbaskirin.



31.07.2021 17:58 | tîrêj zana 21

1189. @merwano ko mijar bibe " kampanyaya danasîna tirşikê a dûyem sala 2021 ê" bi helwesta min çêtir be
Nîşe:
Bibore birêz @merwano berî ku a diristkirî bibînim min ev gotin kir lê malî ava.



31.07.2021 19:11 ~19:14 | pîroz

1191. Di derbarê 18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê de,

bişkojka “hevokandin”ê li cem min jî xuya nebûye. Ne bi Safari’yê û ne jî bi Chrome’ê.

Agahî: kombersa min macbook e. Bihîstoka min iphone e.



05.08.2021 10:21 ~19:38 | mirovekirind

1192. @mirovekirind li ba min Pirsgrêk tune, ez bi piranî bi Chrome û bi opera dikevime.



05.08.2021 11:46 | merwano

1193. Gelo çima anîmasyona howl's moving castle li koma telegramê tunne ye?
Ko yek karibi bila ji xêra xwe bavêje li ser telegramê . Mixabin, ez heq ji bikaranîna torrentê nayêm der...



10.08.2021 12:31 | pîroz

1194. @pîroz herî dawî min ji telegramê daxistibû, divê tê de hebe,
Ger bêhemdî nehatibe rakirin..



10.08.2021 12:57 ~12:57 | merwano

1195. Spas ji bo agahîyê @merwano bes li telegramê de tunne ye



10.08.2021 13:06 | pîroz

1196. @pîroz ji ber ku navê anîmasyonê tenê bi japonî: hauru no ugoku shiro û bi kurdî: keleha livbar a howlî hatiye dayîn, dema bi îngîlîzî lê digerî nayê dîtin. min lînkê li jêr daye, dikarî temaşe bikî:

Here lînkê



10.08.2021 13:21 | xelîl

1197. @Pîroz bi kurdî bi navê keleha livbar a howlî hatiye wergerandin û bi navê wê yê orjînal haouro no ugoku shiro hatiye bar kirin.
(bnr: bawerîpêanîna baweriya bawerkirina ji lêgerînê bawerkirin) *



10.08.2021 13:23 | merwano

1198. Mala we hed 2 yan jî ava be @xelîl û@merwano...



10.08.2021 13:26 | pîroz

1199. alîkarî.... Silav tirsikvanên hêja gelo em vê helbesta arjen arî dikarin rastî rast wergerînin zimanê tirkî? Spas
Here lînkê



26.08.2021 10:59 | doesntmatter

1200. halk tv/136209
@lewendî heval qey xelaya tvyên Kurdparêz rabûye law? Berê imc tv hebû hema, ji dêlava jehra halk tv dêyn li ser imc, yan hostekê bîn li ser stellatê ku ji we re qenalên Kurmancî derxîni.



26.08.2021 23:15 | pîroz

1201. Silav, pîştî daxwaza tirşikvaneke pirseke min heye.
Li gorî we alfabeya soranî an alfabeya aramî dirust e?
An jî bi gelemperî kîjan tê bi kar anîn.



04.09.2021 00:12 | merwano

1202. silav û rêz , li ser vî mijarê dixwazim tiştekî bêjim li her derî dema alfabeyek der tê ya zimanekî an tiştekî navê vî alfabeyê heye û li gorî navê alfabeyê tê bikar anîn îjar dema alfabeya kurdî ya latînî derhat mîr Celadet Alî Bedirxan navê alfabeyê kir (hawar) an ku em dikarin Latînî jî bikar bînin jiber hawar cureke ji latînî dema aramî jî çêbûye bo hemû zaravayên kurdî hatiye bikar anîn ne tenê kurmanciya jêrîn(soranî ) aramî bo Kelhûrî zazakî kurmancî jorîn û Jêrîn Hewramî hemû bi aramî hatine çap kirin di rojnameyên de an her tiştî wate soranî ne cureke ji alfabeyê lewma dibe aramî bête bikar anîn.



04.09.2021 00:35 ~00:38 | hewlêriha

1203. Sipas @Hewlêriha. Mijara alfabeya soranî, wek alfabeya aramî hat guhartin...



04.09.2021 00:45 ~00:52 | merwano

1204. spas bo te jî bêgûman kaka giyan merwano sehet xweş.



04.09.2021 01:05 | hewlêriha

1205. alfabeya aramî tiştekî din e û ya soranî tiştekî din e çawa wisa dibe? :D hingê mijareka din bi navê alfabeya soranî vekin û peyamên min ên li bin wê mijarê bar bikin wir.



04.09.2021 10:44 | keyomerd

1206. Alfabeya aramî û ya soranî çawa ji hev cuda ye ? "Alfabeya soranî" tiştek wiha tune ye. Bêgûman bibin ku hûn yek Başûrî re bêjîn alfabeya soranî, ew ê bêjin ew çi ye :d bi giştî navê Alfabeyê aramî ye.



04.09.2021 12:25 ~12:30 | navîgiranmezelîwêran

1207. hela li googleê alfabeya aramî binivîse bê çi derdikeve



04.09.2021 16:29 | keyomerd

1208. Hûn dikarin li vê nivîsê çav bigerînin :

Here lînkê

Divê fêm bikin "alfabeya soranî" kes wa binav nake .



04.09.2021 17:31 ~17:38 | navîgiranmezelîwêran

1209. Xwedê ji te razî, heval @keyomerd ma gava jixwe yek li ser googlê tiştekî vedikole carnan peyvên têkîlî jî, ji dêlva peyva rêsên bikar tîne, ji ber vê dijbêja te yî "her ji googlê bipirse" argûmentek pûç e û nikari tu pişta xwe pê qewîn bike..
Pê re ez ne yekî zane me lê gava min çavê xwe çavkanîyan gerand ez dikarim bêjim wek @navîgiranmezelîweran e. Jixwe heval @Hewlerriha yek ji kesên Başûr e, heta ev camêr dibêje mijar divê bê gûhertin ku li vê çaxê şitexalîyên dij li vir dişike...



04.09.2021 19:43 ~19:45 | pîroz

1210. yaw ev çi hiş e:d wê demê ji bo alfabeya kurmancî jî em bibêjin alfabeya latînî :d
alfabeya aramî di nav xwe de gelek zimanan dihewîne lê ya soranî tenê aîdê soranî ye anku li gorî soranî li gor merc û hewcebûnên soranî hatiye çêkirin. Heke em bibêjin aramî divê em ne bi taybetî soranî bifikirin divê em hemû zimanên ku di nivîsê de alfabeya aramî bikar tînin bifikirin. ev her du tişt ji hev cuda wekî vê jî hûn dikarin bifikirin.

hemû alfabeyên dinyayê
bin klasor + alfabeya aramî
(bin klasora mijara alfabeya aramî) - alfabeya soranî



04.09.2021 20:27 ~21:09 | pênûsa westiyayî

1212. silav yên ku dibêjin alfabeya soranî pirsekî min ji we re heye hûn dikarin bibersivînin ? niha ez li başûrê me gelo hûn dizanin li vira tenê soranî bi aramî nayê nivîsandin her zaraveyek wek kurmancî ye kelhûrî ye wekindin e hene hemû wa bikar tînin gelo çawa navê wî bûye soranî dibe ku ew tişte tenê nerîn be lê nabe rastî û alfabeya ku li vir tê bikar anîn li gel ya farisî jî heman e gelo farisî jî soranî ye? pirsa min ew bû * û dema alfabê derketiye navê wî jî wa derketiye em nexwazin jî nikarin nav biguherînin .



04.09.2021 23:27 | hewlêriha

1213. ew mijare min bixwe vekir û min ji bo soraniyê vekir peyamên li bin wê jî ji bo soraniyê hatin nivîsîn. eger ji bo kelhûriyê bûya min ê ۊ jî tev lê bikiraya eger ji bo kurmanciyê bûya min ê ڵ ji nav derxistaya lê na çûnku min ji bo soraniyê vekir. û eger we bigotaya alfabeya erebî jî min ê piçekî fam bikiraya lê alfabeya aramî tiştekî din e. madem wun lê nanerin va ji we re dênim Here lînkê. lê binerin bê tîp dişibin yên soranî yan na.



05.09.2021 00:14 | keyomerd

1214. Li gorî min jî têgeha alfabeya Soranî ne rast e. Eger em wisa bêjin em dikarin bêjin alfabeya Kurmancî, alfabeya zazakî, alfabeya lorî û hwd. alfabeya aramî çêtir û rasttir xuya dike.



05.09.2021 00:17 | xabûrî

1215. herweha li wîkîpediyaya soranî binerin Here lînkê. dibêje elfubêy erebiy zimanî kurdî ke zortir be soranî nasraw e.



05.09.2021 00:21 | keyomerd

1216. @xabûrî jixwe divê wisa be. her zaraveyê dengên cuda hene û lew jî nikarin heman alfabeyê bi kar bînin (yanî sedî sed heman). va wîkîpediyaya zazakî jî alfabeyeka din bi kar tîne ji xwe re Here lînkê



05.09.2021 00:40 ~00:41 | keyomerd

1217. @keyomerd bi min divê ne wisa be. Alfabe tiştekî cuda ye, li gorî devok û zaravayan divê neguhere. Û ez tevlî fikra te ya her zaravayê dengên cuda hene jî nabim. Devokên herêmî ne di nav de min heta neka dengeke Soranî ku di Kurmancî de tune, dengeke Kurmancî ku di kirmanckî de tune nedîtiye, nayê bîra min. Bi bandora zimanên derdorê dengên cuda ketibin nava ziman ew cuda ye û ji xwe ew dengan ji dengên ziman nayên hesibandin. Meseleya zazakî jî ne deng in, tîp in. Tîpên zimanê tirkî bikar tînin û meseleya wan sîyasî ye mixabin.



05.09.2021 07:49 | xabûrî

1218. @xabûrî di soranî û kurdiya başûrî de ڵ (ł) heye, di zazakî û kurmanciyê de tune ye. di kurdiya başûrî de ň û ü hene, di yên din tune ne. di goraniyê de ∂ heye, di yên de tune ye. di kurmancî û zazakiyê de tîpên cêwî hene, di yên din de tune ne. di kurdiya başûrî de ê û o tune ne, di yên din de hene. xuya ye tiştên ez dinivîsim ez bêhûde dinivîsim kes naxwîne.



05.09.2021 09:53 | keyomerd

1219. @keyomerd ohoo tu wisa binerî di Kurmanciya gundê me de ö jî heye îja em bêjin di Kurmanciya bakur de ö Heye nabe. Divê em bi nêrîneke berfirehtir binêrin.

Em werin meseleya tiştên tu dinivîsî. Em neka yekê ji wan niqaş dikin xudê ji te razî. Dengek di herêmekê de hebe tu nikarî bêjî di wî zaravayî de heye. Dibe ku ew dengên Tirkî bi bandora tirkî ketibe zimanê me, û îhtîmalek mezin jî wisa ye. Em dibêjin ne rast e tu dibêjî hûn naxwînin...



05.09.2021 13:31 | xabûrî

1220. kê gotiye ewanê min gotin herêmî ne yan jî devokî ne? di temamiya zaravayê de hene. yanî bo nimûne wê ł-yê hemû soran bi kar tînin ne çend gundên soran. û turkî ji ku derket piraniya wan dengan ne di turkî ne farsî ne erebiyê de hene.



05.09.2021 13:36 ~13:48 | keyomerd


1222. Tirkî ji vira derket, te tîpa ü nivîsandiye. Dibe ku di hinek Zimanên din jî hebe nizanim. Lê ji ber ku tirk nêzîkî me ne îhtîmalek mezin ji wan derbas bûye. Te lêkolîneke çewa kiriye gelo tu dibêjî di Kurdiya başûr gişî de ü Heye? Meraq dikim ,tu bibersivînî ez dê kêfxweş bibim. Tenê ji bo tîpa ü dibêjim.



05.09.2021 18:34 ~18:36 | xabûrî

1223. Dilreş vegerîya....



05.09.2021 19:26 | dilreş

1224. xemakê vegerîya….



05.09.2021 19:47 | xemakê

1225. xelîl ji xwe li vir bû...



05.09.2021 19:49 | xelîl

1226. (bnr: eferîm ji we re)



05.09.2021 19:50 | heval.js

1227. (bnr: mala xwedê ava mijar hat gûhertin.)



05.09.2021 20:28 | pîroz

1228. ma hûn karê reşşikê hinek mezin nakin?



09.09.2021 22:39 | heval.js

1229. Çawa ?



10.09.2021 01:41 | bûtîmar

1230. yanî min re reşşik danîn, bûye lîstika hinek hevalan.



10.09.2021 01:51 | heval.js

1231. Di navbera kî û kê de çi cudahî hene?
Ma wekî jin û mêr tên bikaranîn an jî ew gotinan bi tenê devokî ye?



13.09.2021 20:04 | dilreş

1232. têkilîya wê bi devok û zayendî re tuneye, tenê bi tewangê re heye



13.09.2021 20:52 | tirş û tahl im, brîndar im

1233. ez ser rêzimana kurdî bi awayekî zanistî nizanibim jî wek bikarhênerek dikarim bêjim pirsa kê ji lêkerên gerguhêz ( geçişli fiiler) re tê pirsîn di dema borî de. Bo mînak : min te bir bajêr. Birin lêkereke gerguhêz e bo wî pirsa kê divê bikî lê ger lêker ne gerguhêz be bo mînak : ez hatim bajêr. Hatin ne lêkerek gerguhêz e bo wî divê pirsa kî bikî . Ev cudahî ya kê û kî li kurmancî de heye lê li soranî de tune ye , dimilî de jî heye yan tune ye nizanim *



13.09.2021 23:21 ~23:22 | navîgiranmezelîwêran

1234. bersiv bo tirşikvan dilreş:

ti têkilîya kî û kê bi nêr û mê bûnê, ango bi zayendan tuneye; herdu jî karin ji bo herdu zayendan werin gotin. Ji xwe ew cînavkên pirsê yên kesan in, ji bo kesan tên bikaranîn. Kes nayên naskirin, ji lew re bi cînavkeke pirsê lêpirsîn çêdibe.

kê rewşa tewandî ya kî ye. Çawa ku min/te/wî/wê/me/we/wan rewşa tewandî ya ez/tu/ew/em/hûn/ew e, her wiha kê jî rewşa tewandî ya kî ye. Heta ku ev têkilî neyê dîtin, ev mijar nayê zelalkirin. mînak:

Dengê Dîlberê pir xweş e. Dengê pir xweş e. Dengê pir xweş e?

Binêr û Dîlberê li wir tewandî ne, ji lew re divê cînavka pirsê tewandî be, ango ne kî, lê kê were gotin. Çawa ku meriv nikare bi mebesta Dîlberê (wê) bibêje ew, her wisa meriv nikare di pirsê de jî bibêje . Meriv kare bibêje, lê ji hêla rêzimanê ve çewt û nexweş e.

mînaka dawî:

Kê kî kuşt?
Wê ew kuşt.

çavkanî: Here lînkê

(bnr: bikaranîna kî û kê)



14.09.2021 00:02 ~00:06 | asîmanê sêwî

1235. Gelek spas ji bo te min ronî kir



14.09.2021 12:29 | dilreş

1236. ez wisa dibînim ku küçüğüm nava du roja da du reşşik daye min *
tu her çiqas piçûk bî jî ez te baş dibînim küçüğümm.
min ew berçevkana badilhewa nedane li ber çevên xwe *



19.09.2021 21:59 ~21:59 | bûtîmar

1237. hevalno gelo ekşivanekî dikare behsa aqilmendê bike?



23.09.2021 09:40 | heval.js

1239. hevalno side effect bi kurdî çi ye?



28.09.2021 19:57 | keyomerd

1240. @keyoçerd kurdîya dide effect dibe karîgera rexekî.
Çavkanî:WQ ferheng



28.09.2021 20:04 | pîroz

1241. hevalno min vê karîkatûrê qet fehm nekir, çi dibêje?
Here lînkê



02.10.2021 14:45 | heval.js

1242. Derdê me ne besî me ye, vêca ezê bi saetan tirşik forûm/136984 li ser vêya bifikirim. Heqet jî dixwaze bêje çê? Herkes bila dest ji karê xwe berde û li ser vêya bifikire*


Lêzêdekirin: hella hella. Ev çima hûn weha hêrs bûn? Min bi rastî jî gotibû. Min dest ji karê xwe berda û vaye rojeke ez li ser vê capsê diponijim. Lê talî negihiştim tu encamê. Paşê li ser înstayê min xwe gihande xwudiyê capsê û jê re peyamek avêt da ku ji me re rave bike. Lê hêja bersiva peyama min nehatiye. Dema ku agahiyek nû ket destê min bo alîkariya peyama behskirî, yekser ezê we li vir agahdar bikim. Herwiha lêkolînên min li ser vê mes`eleyê didomin. Bi îzna xwudê di demekî nêz ve wê heqîqet û rastî derkeve holê. Bila qet gûmana we tune be.



02.10.2021 14:48 ~2021.10.03 11:08 | tîrêj zana 21

1243. min şeve berê mijarekî li gorî nûçeyekî vêkir, edîtorekî ker navê mijarê gûhert, lê kir trollîyên heval.js.
(bnr: tiştên ku dilê mirov ji tirşikê sar dikin)
ezê demekî nayêm tirşikê.
(-﹏-)



04.10.2021 16:36 | heval.js

1244. tirşik forûm/136984:

min peyamek ji rûpela mîzah-i kurd re şande. ji admînê wê yek bersivê da ku ev capsek pir kevn e û wî bixwe çênekiriye. nizane bê kîjan hevalê wî jî çê kiriye. lê dîsa jî wî nihêrt û fêm nekir tê çi wateyê. piştî demekî bersivek din ji min re hat. min lê nihêrt ku ev admîn bi çêkerê capsê re ketiye têkiliyê û fêr bûye ku caps tê çi wateyê..

wî tiştê ku pê digre ne nan e. kaxiz e. ev kesê li giravê daxwaza alîkariyê ji helîkopterê dike. helîkopter tê û wê kaxizê dirêjî zilamî dike û diçe. di kaxizê de dinivîse 'na'



07.10.2021 21:06 | tîrêj zana 21

1245. Ji kerema xwe re mijarê beredayî venekin
(bnr: bernameyên heval.js lê darî dike)
Min mijar jêbir bila kes dilê xwe negirw.



09.10.2021 20:53 ~20:54 | merwano

1246. @merwano mijara ku tîrêj zana 21 vekiribû çima û li gorî kîjan qaîdeyan beredayî ye? camêran di nabeyna xwe de qerf û tinazên xwe bi hev re dikin.

1. ha mijareke beredayî jî be, hûn dikarin li gorî kêfa xwe mijaran rakin, jê bibin?
2. çend moderator an jî edîtor ji bo biryara jêbirina mijarê fikrên xwe gotin?
3. divê meriv hertim tiştên ankîslopedîk binivîse ango agahiyên ciddî bide li vir?



09.10.2021 21:23 | xelîl

1247. ma ev kar beradayî nîn e?
tirşik forûm/137014



09.10.2021 21:36 | heval.js

1248. tirşik forûm/137096

hella hella. ecêb e. ya rast ger em bi pey formatê bikevin, tu nikarî wê mijarê jê bibî. ez xwe li vir bavêm erdê û gilî, gazincan bikim ezê wê peyamê dîsa bênim lêêê ne xema min e*

di eslê xwe de min xwestibû balê bikşînim ser mijarên ku heval.js vedike û ji wan bi gazinc e, lê ew bi riza dilê xwe li wan darî dike. dîsa jî bila canê merwano sax be. ez li benda heman hesasiyetê me ku di mijarên derî formatê de hatine vekirin an çewt hatine nivîsîn de jî bê nîşandan. xebatxweş!



09.10.2021 21:52 | tîrêj zana 21

1249. @xelîl tu qala kîjan Moderator û edîtora dike, yek bi yek ji wan bipirsim?

@ heval.js, ger mijarê dêrî formatê hebin, ez jê dibim

@tîrêj zana 21, ji kerema xwe re formatê hinî min bik
e.
Format diyar e, bila kes li qisûrê nenêrê, mijareke tu elaqa wê bi pênasekirin û ne jî hêjaye em li ser biaxivin tê vekirin. Min jî jêbir. Kengî mijar û peyamên dêrî formatê dibînim jê dibim. Ger baweriya rêveberiyê bi min tune be dikarim ji erkên xwe îstîfa bikim. Pirsgirêk tune.
Dem baş.



09.10.2021 22:37 | merwano

1250. ev mijar li gorî formatê bû.



09.10.2021 22:41 | heval.js

1251. @merwano ji kerema xwe re neenire û nexeyide heyran. tenê ez dixwazim bizanim ku sibêdayî mijara min vekirî û peyama min nivîsî wê ji nişkêva bêyî pirsîn bêyî rêyeke birêkûpêk tenê li ser navê beredayîbûn û nehêjabûnê ya ku li gorî nêrînê edîtorekî hatiye sînorkirin, were jêbirin an na. yanî te ji edîtor anjî moderatorên din pirs kir gelo? wana çi gotin?

em bên li ser mijarê: mijar pênaseyekê dike. nivîskarê mijarê vekiriye dixwaze bernameyên ji aliyê nivîskareke din hatine temaşekirin çi erênî çi nerênî pênase bike. li gorî formatê ye. (bnr: formata tirşikê)



09.10.2021 23:05 | xelîl

1252. yek jî, ku tu mijarê hêjayê xwendinê nabînî, reşşik bide peyamê û nivîskarê asteng bike. ne hewce ye mijarê komple jê bibî. ev rêyeke rast nîn e.



09.10.2021 23:11 | xelîl

1253. rêya herî bi mantiq berdana te ya vê karê ye.



09.10.2021 23:14 | heval.js

1254. tirşik forûm/137104

@merwano:

Tişta ku min ji te re behs kir ev bû. Yanê dema te li ser navê edîtor, moderator tevgerekî kir, lazime tu delîla xwe ji formatê bînî. Weke mînak "min vê mijarê ji ber ku vê rêzik an benda formatê binpê kiriye jê dibim" yanê beredayîbûn, nehewcebûn ne pîvanên objktîf in û ji aliyê her kesî ve nayên heman wateyê. Te dî divêjin dewleta hiqûqî, yanê zagon hene û dewlet li gor wan zagonan tên rêvebirin. Ger dozger li gor kêfa xwe bêyî ku delîl an ispatan ji makezagonê nîşan bidin biryara bidin, hingê wê tevlîhevî û neewlehî derkeve. Ger em tirşikê jî bi vî awayî bifikirin format aşkera ye. Moderator ger weke dozgerekî tevgerek bike lazime li gor hiqûqê û li gor makezagonê yanî formatê tevbigere û tevgerên xwe palpiştî rêzik û bendên formatê bike. Yan na wê tevlîhevî derkeve û herkes wê bikeve heyra peyamên xwe ku gelo rojek rabe dê peyama wî jî. Belesebeb were jêbirin.

Raste an?



09.10.2021 23:22 | tîrêj zana 21

1255. şev baş..
Merwano edîtor û moderator nîn e kî.
Jbk nikare mijaran jê bibe.
Min pirsgirêk tam fehm nekir.
Kîjan mijar hatiye jêbirin û kê/î jêbirîye ?



09.10.2021 23:55 | bûtîmar

1256. @bûtîmar, merwano moderator e. Wî (bnr: bernameyên heval.js lê darî dike) vê mijara min jê biriye.



10.10.2021 02:02 | tîrêj zana 21

1257. Ne dixwazim ji ber vê meselê hûn serê xwe biêşînin û ne yê min. Di tu rêzikên formatê de qala mijar vekirine bi awayekî berfireh nekiriye, bi piranî qala naverokê kiriye.

Aniha dixwazim vê bibêjim, niha li gorî we ger mijar li gorî formatê be, naxwe bila her kes li gorî dilê xwe mijarên bi vî awayî vebike;
(bnr: rêzefîlmên merwano yên favorî)
(bnr: stranên merwano yê herî zêde jê hez dike)
(bnr: berguhkê merwano yên ku di berikên wî de xerabûne)

Niha çi feyda van mijara ji min re heye, min çi jê ye ku Merwano ji çi hez dike û hwd.
Merwano stranbêj e? Di medyaya civakî de fenomen e? An bavê wî xwediyê holdîngeke navneteweyî ye?

Ger ez şaş bim, biborin. Min serê we êşand.



10.10.2021 02:36 | merwano

1258. mijara ku @tirêj Zana behs dike li dijî formatê nîn e.
(bnr: bernameyên heval.js darî dike) Ev mijar mijareke normal e û berê jî bi dehan ji vê mijarê vebûn. Ne gerek e ku heval.js stranbêj û hunermend filan bêvan be.

mijar di derbarê tirşikvanan da jî dikare were vekirin.



10.10.2021 08:22 | bûtîmar

1259. @merwano

mijarên te gotine hemû jî li gorî formatê ne ezbenî* ev der ferhengeke înteraktîf e yanî di nav xwe de pênase, fikr, nêrîn û têgehên kesayetî dihewine. ev der ne wîkîferheng e. tişta ku te kiriye sansûra kêfî ye û wer dixuyê ku te ji moderator û edîtorên din nepirsiye. mabesta min ew e ku ev bûyer di sibêrojê de neyê serê kesê. ez naxwazim bi tirsa jêbirina peyam û mijaran xwe sînordar bikim. divê ez hertim bifikirim "gelo ev mijar li gorî filan edîtorê beredayî ye an na?" lewma wek tîrêj zana jî gotî divêt delîlên te hebin, divêt te bi moderator û edîtorên din re şêwr kiribe istîşare kiribe.

û herwiha:
(bnr: serpoşa pisîka merwano)
(bnr: neşêrînbûna pisîka merwano)

kêfa min û tirşikvanên din gelek ji pişîka te re têtin û mijar jî hatine vekirin. gelo ev tişteke beredayî ye?



10.10.2021 09:57 | xelîl

1260. tirşik forûm/137121:

Belê van mijarên di vir de hatine behskirin (serpoşa pisîka merwno , neşêrînbûna pisîka merwano) min hay ji wan hebûn. Lê min nexwest ev mesele bibe takekesî û ji loma min behs nekir. Lê ji çavê tirşikvana nareve*

tirşik forûm/137099

Lewra di vir de min vê rêzika nivîsandibû:

ez li benda heman hesasiyetê me ku di mijarên derî formatê de hatine vekirin an çewt hatine nivîsîn de jî bê nîşandan. xebatxweş!

Qesta min wan mijarên me li jor behskirin bûn.

Yanê dema mirov formatek nivîsî divê li gor wê tevbigere. Ger mûxlakiyek an qulek di formatê de hebe û nivîskar jî li gor wê tevbigere, hûn nikarin mijarên wan jê bibin. Ev di zagonan de jî weha ye. Lê hûn karin çi bikin? Karin zagonên nû derxin û rê li ber wê tevgerê bigrin an zagona heyî baş rave bikin û wê biselihînin da ku muxlakî û nefêhmî tê de nemîne.


Binêre vê dewleta dagirker çiqas hov be jî , hemû tevgerên xwe li gor hukuka xwe rêve dibe. Yanê dema kurdan dikuje, yekser nabê ji ber ku kurd bû me kuşt, dibêje endamê rêxistina terorî ya parçeker bû loma me wî kuşt.

Te fêm kir an?



10.10.2021 11:13 | tîrêj zana 21

1261. Dema herdu mijarên li jor hatibûn vekirin ez ne moderetor bûm, her wiha wek min li jor jî gotiye kengî mijarên bi vî awayî dimînim jê dibim. Kesên ku gilî û gazincên wî ji tevgerên min hene, jkxr bila xwe bigihînin Simurg56 ji bo min pirsgirêk tune.
Her wiha mijarên ku di derheqê min de hatine vekirin ez ê jê bibim.

Di mijarê de ev peyama min ya dawiyê, ez naxwazim zêde serê we biêşênim, dem baş.



10.10.2021 11:29 | merwano

1262. kuro derdê çi ye? * tu çima bi serê xwe peyaman, mijaran jê dibî? ez dibêm ga ye, tu dibêjî bidoşe.* mabesta liberrabûna me ya jêbirina peyaman ev e jixwe. tu çima dikî rik û wan peyaman jê dibî? derî format nîn e keko! nîn e. li gorî formatê hatine nivîsîn û heqaret û dijûn û îftîra û neheqî tune ye di van peyam û mijaran de.

binêre ez dipirsim qaîdeyên beredayîbûnê çi ne li gorî te? tu û edîtor û moderatorên din werin cem hev û rênîş û manîfestoyeke nû bi hûrgilî çêkin û em jî bizanin ku peyama me hêjayê tirşikê ye an na?

meke merwano, meke heyran! neke rik *



10.10.2021 11:58 | xelîl

1263. @merwano
mijaran jê Nebe.
Ew mijarên tu jê dibî, li dijî formatê nîn in.



10.10.2021 12:55 ~12:56 | bûtîmar

1264. Mijara ku hatiye vekirin ne derî Formatê ye loma ti mafê moderatorekî nîn e ku mijar û peyamên ne-derî Formatê jê bibe.
Format tiştekî dî ye, mijar an peyama berredayî tiştekî dî ye.
Di rêziknameya prensîbên tirşikê de xala 'nivîsandina peyam û mijarên berredayî qedexe ye' tune ye...

Li gorî min futbol tiştekî berredayî ye li gorî yekî dî em bêjin sînema berredayî ye, li gorî yekê dî polîtîka berredayî ye falan û bêvan. Heqîqeta rastîn çi ye? Baş çi ye xirab çi ye? Çep çi ye rast çi ye? Ewana giş fikr û ramanên şexsî ne.

Heqeret û dijûn zelal in lê tiştên ku nivîskarên tirşikê ji xwe dikin derd û kul û xem, ew êdî aîdê wan in
Welhasil ji kerema xwe re helwest û sekn û felsefeya xelkê bi elega xwe nepîvin.



10.10.2021 14:09 | ferhenga şikestî

1265. hevalno digerim nagerim navê vê stranê venadozim alîkarî tika ye




11.10.2021 21:36 ~22:36 | keyomerd

1266. @keyomerd
Çar Newa - Quling



11.10.2021 21:58 | giyanstêr

1267. tirşik forûm/137158

di rewşên wisa de lêgerîna berfireh a gotinên stranan ecêb bi kêr tê. mesela di stranê de "difirim dibazim" derbas dibe. ez li van du peyvan geriyam û "koma çar newa - quling" hat.

Binere: Here lînkê



11.10.2021 22:21 | mergehez

1268. sebr dikim, sebr dikim lê êdî aciz dibim. wa 6 meh e her ku têketinê dikim û tiştek dinivîsim qey zora hinekan diçe belasebeb tên reşikan didin min. ger peyama min ne pênasekirî û tenê û temamî ji ramanên min pêk hatibe li serçava. lê çima tu radibî reşik didî nivîseke ku saetan pê re mijûl bûme û pênasekirî. ma tu bêfam î?

Ger tu reşik bidî vê peyama min ez deng dernaxim, ji ber ku min fikrên xwe gotine. ahmet kaya/137228

lê ger tu reşikan bidî van peyaman tu ne mirovekî têgihîştî yî.
kûsî jî dikarin bifirin/137247
spîritualîzm/137229

Ji kerema xwe re mirovan ji hin tiştan sar nekin.



15.10.2021 22:37 | yûsiv

1269. Tiştê heman li ser min de ye jî. Wek ev peyamana:

kerkûk/137194 iburamin cold/136948
bi xwedê gelek in min xwe re nedît hemû peyamên belasebeb hatiye reş kirin bibînim. lê yê min cudahiyek heye ez dizanim kî reşikan dide min bes pê dikenim jiber gelekî pêkenok e *



15.10.2021 23:00 ~23:40 | navîgiranmezelîwêran

1270. Yaw heqet jî reşikdana peyamên objektîf û ked lê hatiye dayîn ne etîk û li gor nirxên tirşikê ye. Ew kesê ku vê emelê ji xwere kiriye edet an rik, ji kerema xwe bila dev ji van tevgera berde. Spas



15.10.2021 23:12 | tîrêj zana 21

1271. nivîskar mafdarin, mirov dikare ku fikrê neecibîne û reşşik bide lê peyamên ku bo agahî û zanînê hatine nivîsandin çima reşşik hildidin nizam, ecêb e.
(bnr: oh shit here we go again)



15.10.2021 23:34 | doesntmatter

1272. Wey li min. Em xelkê kurd ji ber reşşikê jî dikarin bikevin nav hev û pev biçin. Ji kerema xwe wan tiştan ev qas ji xwe re xem nekin. Dibe ku yekî êrîşkar dizwaze hûn bikevin nav hev. Tevgerên we bihestiyarî nebe.



16.10.2021 09:58 | kajav

1273. Reşikdanê trollekê çima ji xwe re ewqas xem dikin.



16.10.2021 10:30 | cinorek

1274. bi rastî min ji xwe re nekiriye xem lê dema bi awayekî sîstematîk çêdibe mirov piştî cihekî aciz dibe. helbet xem nake. ew hevalê ku çepik daye hemû peyamên min ên dawî jî ez gelek xemgîn kirim. ji ber ku min ne ji bo bila çepik û mepikan bidin min van tiştan gotin. Nizanim çima ewqas dirêj jî bû. em dev ji van tiştên pûç berdin û enerjîya xwe bi tiştên din re xerc bikin. bi silametî...



16.10.2021 10:43 ~10:45 | yûsiv

1275. ji kerema xwe bela edîtorek navê vê mijarê (bila plakayên tirkan ji ber navê tirşikvana bên rakirin) bike (bila plakayên tirkan ji ber navê tirşikvanan bên jêbirin)



16.10.2021 12:51 | keyomerd

1276. ne tişteke veşartî ye. bo tirşikvanên herî zêde reşik dane peyaman, herin Li îstatîstikan binêrin! Du sê endamên ji nifşên nû hene, ji hedê xwe zêde deng dane peyaman. di serî de endamê beredayî hevaljs û çend hevalîşkoyên din in. ewqas.

gelek nivîskarên kevin hene, qat bi qat ji wan zêdetin nivîsandine lê ewqas deng nedane. hevalîşko çi bikin, ew jî, nivîskarî ji wan nahê, dengdarî dikin ji xwe re. dengdarî ji aliyê lijneya tirsik.netê ve hîna ne hatiye qedexekirin, loma serbest in.

kerem 'kin hevalîşko, deng bidin! bo we nivîsîn ne hewce ye, dengdarî besê we ye û ji serê we jî zêde ye.



16.10.2021 18:10 ~18:11 | mirovekirind

1277. Ez di kasetek hevala xwe de pêrgî strana rotînda hatim, lê min kir nekir li cihekê derneket. Xêra dê û bavê xwe dest bavêjin vê barê giran*

Di têketina stranê de dengbêjek kurt heye jê şûn de muzîkek nerm û strana nûwaze, gotinên serî wisa ye:

Dereng e roj çû ava
Ez mam hîn tik û tenê li ber deran

Kezeba min peritî
Bi hesreta te me
...
Mizgînî!!

Min dît:




19.10.2021 19:50 ~22:07 | rizgarm

1278. Çima pêborîn (passwords) nayê tomarkirin gelo? her ku ez ê têkevim tirşik divê ez password bi destan binivîsinim



21.10.2021 19:05 | cyaxares

1279. @cyaxares,
gava mirov di cara yekem de passwordê dinivîse browser dipirse "gelo password were tomarkirin?".
dibe ku te gotîyî "na". tu dikarî ji eyarên browserê lê biguherînî.



21.10.2021 23:27 ~23:32 | heval.js

1280. @heval.js Tenê tirşik tomar nake nizam çima nêzî 50 password tomarkirî hene, lê tirşik cuda ye tomar nabe



22.10.2021 01:22 | cyaxares

1281. Alîkariya min bi wergera van Peyvan heye:

Music player
Play
Playlist

Lêdera muzîkê
Lêde
Rêzoka lêdanan

Vêxînera muzîkê
Vêxe
Rêzoka vêxistinan

Lîstikkera mûzîkê
Bilîze
Rêzoka lîstikan

Wekî din?????



23.10.2021 19:01 | cyaxares

1282. @cyaxeres yên yekem çêtir in bi min. lê ji devla rêzoka lêdanan rêzoka stranan çêtir e.

û wekî din jkx navê vê mijarê (bnr: gundê alûca) bikin (alûca)



23.10.2021 21:16 | keyomerd

1283. @keyomerd spas



24.10.2021 01:54 | cyaxares

1284. @cyaxares, li ser radyoya tirşikê em weke lêde (play) bikar tinin. Lêder/lêde baştir e.
@keyomerd, navê mijarê hat gûhartin.



24.10.2021 09:52 | cinorek

1285. @cinorek min fêm kir spas jixwe min jî di wergerê da lêde bi kar dianî min got dîsa pir bikim



24.10.2021 14:41 ~14:42 | cyaxares

1286. eger berê hatibe nîqaş kirin min biborin. pêşniyara min eve ku di frame a çepê de ne mijarên 24 saetan, herî kêm mijarên 48 saetên dawîn an jî bila hejmarek sabît be û wekî mînak 40 mijarên nû divê bêne nîşan dan. a niha 2 mijar xuya dibin. wiha hîsa valahî û bêdengiyê dide bikarhêneran. ger di têketinê de zêdetir mijar bêne dîtin, asta peyam nivîsandina li mijaran jî wê zêdetir bibe.



27.10.2021 14:00 ~22:39 | xidiran

1287. @xidiran min jî ew pêşniyar kiribû ku şûna 24 saetan mijarên heftê bên sabît kirin.
Lê rêweberiya tirşikê razî nebû.



27.10.2021 16:03 | cinorek

1288. Ez jî tevlî fikrê di vê peyamê: tirşik forûm/137461 de dibim. Tiştên bi zahmetî tên nivîsîn pir zû wenda dibin yaw. Bila Demeke din jî li ber çavan bin baştir e li gorî min.



27.10.2021 17:17 | xabûrî

1289. Ez jî wek heval @xidiran dihizirim û xebera te ye @xabûrî... Bila xwedîyê tirşikê (bnr: simurg56) dengê me bike û vê meselê safî bike ..



27.10.2021 17:53 | pîroz

1290. @cinorek ê madem rêveberî naxwaze tirşik şên û geş be, kêfa wan e.



27.10.2021 19:57 | xidiran

1291. êdî enerjîya berê nemaye. ev dewlet wisa kiriye ku ji xeynî fikirîna debara xwe, tiştekî nekin. ne kêf ne coş ne tiştek. Êdî kurdî di jiyana min de cihek gelek biçûk digre. berîya vê 7 sala û îro didim berhev, mirovekî wekî min ê kurdîhez êdî nikare rojê saetek bide kurdî.

Di vê pêşnîyarê de ez heq didim nivîskarên jorê. Dema em sernivîsek dibînin û ger li gorî zanîna me be em jî tên sê çar tiştan ditirşikînin. Bila qistasa xuya bûna mijarên dawîn biguhere û bila sînor 40be. ji 40î hindiktir mijar xuya nekin



27.10.2021 20:07 | pênûsa westiyayî

1292. Ger bênamûsek ji ekşî sozlukê were û çav li vî halê tirşikê bike, wê here li ekşiyê têr henekê xwe bi vî halê kambax bike. Dê bêje " 50 milyon kurd nikarin ferhengekî aktîf bikin û ji loma dixwazin peyamên kevn jî xwuya bikin". Mixabin rewş ev e. Tirşika me sar bûye, nîvaskarên kevn rêya vir ji bîra kirine, çomez newêrin lê binivîsin, moderator deng û bas ji wan dernayê....

Lê pêşniyara ku dibêje bila mijarên çend roja li milê çepê xwuya bike, baş e. Carna mijar pir kêm dibin û heya caran dibe sifir. Wê demê mirov nizane bê ka rojev çiye an tiştek nayê bîra mirov da binivîse.


Wekî din, li ser xalîbûna tirşikê divê lêkolînên berfireh werin kirin û bi tîmek nû yê moderator û edîtorên aktîf, pêngavek nû were avêtin. Xalîbûn û bêdengî li tişikê nayê. Lazime bi ser hemdê xwe vegere û bigihêje qalîteya xwe. Hêviya min ji rêveberiyê guh bide van daxwaza û serdemek nu ji tirşikê re ava bikin.



27.10.2021 20:21 | tîrêj zana 21

1293. pêşniyara @xidiran di cî de ye. ev yek ji pirsgrêka herî mezin a tirşîkê ye.

"rêveberiya tirşikê razî nebû." ka çi bêjim... bila bijîn beg û axayên me yên dîjîtal.

tirşik wekî wikipedia kurdî, wîkîferheng an jî kurdî kirina ya google translate ê di ava bûna hişê dîjîtal a kurdî de projeyeke stratejîk e. ji ber vê yekê jî divê biryar bi awayekî kolektîf bêne girtin.



27.10.2021 20:30 | şûjin

1294. Pêşniyara ji peyam=137461 gelekî baş, divê werê nirxandin



27.10.2021 20:44 | cyaxares

1295. "alozîyên jîyanê bi vexepartina kitekitên efsanewî ve zelal û rave dike."

hevalno vexepartin çi ye min li ferhengan venedozî



05.11.2021 16:02 | keyomerd

1296. Gelo kes dizane çima kurmancî di kodkirinê zimanan de wek kmr hatiye naskirin?
Her wiha ckb?
Û sdh?



05.11.2021 18:15 ~19:52 | cyaxares

1297. kurmanci di standartên iso'yê de wek ku an kur tê nasin.
Here lînkê



05.11.2021 18:38 ~18:39 | heval.js

1298. Bo zaravayan pirs dikim ne unite code for Kurdish dazanim ISO639. Ku navê kurte ye bo kurdî, ya dirêj kur,
Ser navê kmr, ckb, sdh pirs dikim,



05.11.2021 19:35 ~19:35 | cyaxares

1299. @keyomerd vexepartin mîna vekolandin e. ango herdu jî wateya hûrnêrîn û tetkîkê didin. xepartin û kolandin weke kokên vexepartin û vekolandinê, têkiliya wan bi çandiniyê ve heye.



05.11.2021 20:06 ~20:08 | ezcan

1300. @ezcan mala te ava. niha min li wîkîyê wek vexepirandinê dît bi heman wateyê. wekî din jî eve ji şkeftên haydrahodahosê bû dîsa spas bo pêşnîyazê *



05.11.2021 21:30 | keyomerd

1301. hevalno gava mirov dibêje "wisa bibîya...". "bibîya" yanî ev daçeka "îya " çawa tê bikar anîn?



06.11.2021 23:44 | heval.js

1302. @heval.js bawer im tu qala bibûyayê dikî. qertaf -aya ye lê dema dawîya peyvê û û a be dibe -ya (biçûya). ku dawîya peyvê dengdêreka din be jî dibe -yaya (banîyaya, bizanîyaya). heman tişt ji bo -ama û -ana'yê jî dibin. herweha eve qertafeka standardnekirî ye loma jî gelek guhertoyên wê hene (bibûma, bibûyama, bibûmaya...).



07.11.2021 01:05 | keyomerd

1303. min ê mijara kompleksa oedipus beralîyî mijara girêcana oîdîpûsî bikiraya lê çênebû û peyamên mijara kompleksa oedipus wenda bûn moderatorek dişê rast bike?



13.11.2021 14:53 | keyomerd

1304. @keyomerd mixabin moderetor nikarin sererast bikin, tenê Simurg56 dikare.



13.11.2021 17:21 | merwano

1305. birînê kûr e kew lê nayê lê ber destê vê şev nîvê şevê ancax simurg56 dikare were merhemekî çêke ji bîrîna mala bavê min ra ji dara zeytê şîrê teyrê baz î *



13.11.2021 23:39 | bûtîmar

1306. aha ji te re reşşik.



14.11.2021 00:06 | heval.js

1307. hevalno silav, pirsekî min heye, amade bin*:

di tirkî de mirov ji kesên giring re nîşan dana hurmeta xwe li dewsa "sen"(tu) dibêjin "siz"(hûn).

li kurdî jî tiştekî wisa heye?



14.11.2021 22:39 | heval.js

1308. @heval.js eve taybetmendîyeka zimanên ewropayî ye û turkan jî ji wan wergirtîye. mixabin soran jî çav li wan ketine lê di kurdîyê de tiştekî wa tune ye.



14.11.2021 23:53 | keyomerd

1309. di rûpela xerhati.php de peyamên tesadûfî derdikevin. ev peyaman li gorî çi tên hilbijarin?



16.11.2021 22:16 | heval.js

1310. hevalên li tirkiyê ka ji vê lînka e-devletê mêze bikin alîkariya pandemiyê ji bo we û endamên malbatê, hatiye terxankirin yan na? Here lînkê



17.11.2021 05:04 | ezcan

1311. tehma tiştekî nemaye



18.11.2021 21:22 | doesntmatter

1312. ger tu bêhn jî nastînî bibe testê koronayê*



18.11.2021 21:31 | heval.js

1313. hevalno ez dixwazim mijarê kurdîya house starkê vêkim. lê çawa be? tirkîya wî stark hanesi ye. malbata stark, xanîya stark an tiştekî din?



20.11.2021 21:49 | heval.js

1314. @heval.js xanedana starkan



20.11.2021 22:16 | keyomerd

1315. sipas. gelo ev dibe "xanedana stark" an "xanedana stark'an" ? deçeka -an ya girêdayî xweş nayê xûyayê...



20.11.2021 22:51 | heval.js

1316. ji ber ku ravek e stark mecbûr divê bitewe tenê nabe



21.11.2021 00:23 | keyomerd

1317. Edîtorek bi xêra xwe kare mijara gûlok li gulok biguhrîne. Wê demê min şaş nivîsiye.



23.11.2021 00:40 | tîrêj zana 21

1318. @tîrêj zana çêbû



23.11.2021 08:10 | keyomerd

1319. @keyomerd

(bnr: feylesof phisologia) >> (bnr: feylesof philosophia)

Ji kerema xwe



25.11.2021 01:38 | tîrêj zana 21

1320. hobiyên ku bi xêra koronayê min dest pê kirine oo gulê hatiye ji me re nivîsek têr û tujî aniye.Ez jî bo nebatên wê berxweketim û min ev nivîs dît.Hevî dikim nebatên te nemirin/pûç nebin; Here lînkê



25.11.2021 11:40 | brzn

1321. Min jî 2 mehan berê ji bo malê kulîlkek kirî. Kulîlkfiroş got 10 rojan carekê avê bidê. Min jî werg kir. Lê çend hefteyan paşê Çiçekên xwe giştkî ketin. Tenê xezalên xwe man. Min çi şaş kir ecêb.
---
Btw. Xêrhatî dear kurdish lessons



25.11.2021 13:41 ~13:42 | cinorek

1322. modatoro, navê guhertoyê nu ye.*



26.11.2021 11:37 | heval.js

1323. "xwe dixizandin mala xwe"

xizandin çi ye hevalno



28.11.2021 13:08 | keyomerd

1324. tirşik forûm/137950

Xizandin gelek wateyên wê hene. Ji bo qasa pera, zêra û dolaba kincan xizane tê gotin. An ji bo mehrûm mayînê jî xizan tê gotin. Wekî ku tê zanîn ji feqîriyê re jî xîzanî tê gotin. Wate ji ji saman mehrûmî ye.

"Xwe dixizandin mala xwe" di vê hevokê de "xizandin" hatiye pirsîn. Yanê li gor ku me li hevrehên vê peyvê li jor nihêrt, lazime di vê hevokê de bê wateya "veşartin"ê. An xwe di malê de bicîhkirinê.



28.11.2021 14:57 | tîrêj zana 21

1325. @tîrêj zana keka min li ferhenga soranî neřî dibêje kaş kirin e. ev pertûke ji soranîyê hatîye wergeřandin yanî qey wergêřî ev peyve wernegeřandîye yan jî wisa fikirîye ku di kurmancîyê de jî heye loma jî wisa hiştîye lê min di ferhengên kurmancî de nedît a řastî.



28.11.2021 17:54 | keyomerd

1326. Bila kesekî wezîfedar vêya sererast bike jkx. (bnr: navê mijarê ya ewil ev bû). Bila yayê bike . Ji ber ku nav bi zayenda xwe nêr e, divê wisa be ne şaş bim: navê mijarê yê ewil ev bû.



05.12.2021 08:38 | xabûrî

1327. navsal/138064 tîrêj zana tu behsa çi dikî vêga ? Min peyvek nû çênekiriye. min vê peyvê ji kesên dûrî Tirkî bihîstibû û min li ferheng jî mêze kir hebû .

Here lînkê



05.12.2021 23:18 ~23:18 | navîgiranmezelîwêran

1329. Ê heye heman tişt ? Tu dikarî bêjî te şaş nivîsandiye ez ê dirist bikim lê ew çi gotinê
Peyvdariştin ne karê herkesî ye ? Qey em ê ji te bipirsin karê me ye yan nîn e ?



05.12.2021 23:27 | navîgiranmezelîwêran

1331. Min li wir nepirsî ku karê min e yan nîn e xwe nezan meke.



05.12.2021 23:40 | navîgiranmezelîwêran

1332. dariştî/138070,

Navê vê mijarê hatiye guhertin. Li gor kîjan ferhengê hatiye guherandin? Ew peyv jixwe di ferhengan de hebû.



06.12.2021 01:53 ~01:54 | tîrêj zana 21

1333. @tîrêj zana bi kurmancî navdêr ji lêkeran bi -î'yê tê çêkirin, bi farsî bi -e'yê tê çêkirin. bo nimûne saxten (ava kirin) > saxte (rasterast avakirî lê wateya sexteyê wergirtîye), asûden (vehesîn) > asûde (vehesî, aram), amaden (hatin) > amade (rasterast hatî lê wateya hezirê wergirtîye). herwa di pertûkên hîngehên rojavayê de jî wek dariştî bi kar hatîye.



06.12.2021 09:23 | keyomerd

1334. Pêdiviya min bi Kurdiya termên matematîkî heye wek */-+.
Ez naxwazim bi devoka xwe ya herêmî bi kar bînim ber wê pirs dikim.



06.12.2021 21:33 ~21:36 | cyaxares

1335. tirşik forûm/138078 tu dikarî pdfyên pertûkên waneyî yên hîngehên rojavayê bixwînî



06.12.2021 21:49 | keyomerd

1336. Link?



06.12.2021 22:04 | cyaxares

1337. bestera wan nizanim lê tu bixwazî dikarim bişînim telegram an eposteya te



06.12.2021 22:54 | keyomerd

1338. Peyam hate şandin



06.12.2021 23:00 | cyaxares

1339. (bnr: dmden dönüş yapılmıştır)***



06.12.2021 23:03 | heval.js

1340. (bnr: min nehêle ez rabim)



06.12.2021 23:04 | cyaxares

1341. keçên ermenî/17392:

Vê peyama efsane ya xurufî a ku 14 çepik stendiye gelo ji aliyê kî ve hatiye sabotekirin? Çima bi peyamê hatiye lîstin û ji nîvî bêhtir hatiye jêbirin? Gelo nivîskar bixwe weha kiriye an moderatorek weha kiriye? Ger moderator kiribe li gor kîjan pîvanê kiriye? Ger moderator vê peyamê xistibe vî halî bi kê re şêwiriye? Vê payamê kîjan rêzika formatê îhlal kiriye? Peyama 14 çepik stendiye û di raya giştî û di dîroka tirşikê de bûye peyamek navdar çawa bi dizîka û nehênî tê guhertin?


(bnr: heydê simurg56 vê meseleyê jî rave bike)



08.12.2021 13:59 ~14:01 | tîrêj zana 21

1342. @tîrêj zana 21, ne moderetorek û ne jî edîtorek dikare bi peyama kesekî bileyize, berê dikarîbûn(bi qasî dizamim) lê îro nikarin.

dema moderetorek bixwaze peyama kesekî sererast bike, hişyarek derdikevê pêşiya wî û dibêje: mafê te tune. moderetorek tenê dikare peyamê jê bibe. her wiha mafên edîtoran ji yê moderetoran kêmtir in.



08.12.2021 14:08 ~14:11 | merwano

1343. @ Merwano, mixabin bêgûman moderatorek weha kiriye. Lewra nivîskar herî dawî 15.12.2019 an têketinê li tirşikê kiriye. Ez di dîroka 31.12.2019an de bûme nivîskarê tirşikê. Yanî piştî têketina wî ya herî dawî. Min çendîn caran vê peyama wî ya bi halên dirêj ya ku bi çi awayî keçika ermenî nas kiriye xwendibû. Lê bi tesadufî îro ev peyam ket ber min û min dît ku ji nîvî bêhtir peyamê qut kirine. Ger nivîskar vê yekê nekiribe, nexwe moderator kirine. Û meraq neke moderator karin peyaman jê bibin an edît bikin û biguherînin û berovajî jî bikin.



08.12.2021 14:14 | tîrêj zana 21

1344. @tîrêz zana 21, min jî peyamên nivîskar gelek caran xwendine û vê peyama wî jî baş dizanim, belê hatiye guhartin, lê ne ji aliyê moderetorekî. ez wek moderetorekî nikarim bi peyama kesekî bilîzim, tenê dikarim jê bibim.

welhasil ya baş simurg56 dizane, kî çi kiribe di danegehê de xuya dike...



08.12.2021 14:21 ~14:23 | merwano

1345. ti moderator nikarin destê xwe bidin peyama nivîskarekî, ez bawer im simurg jî neguherandiye.
lê bi qasî ku tê bîra min peyam nehatiye guherandin. min belkî penç şeş sal berê jî peyama hanê xwendibû wê demê jî peyam wisa bû. dibe ku baş nayê bîra min.
jixwe eger peyamek were guherandin di dîroka nivîsandina peyamê de roj û saeta guherandinê jî xuya dibe lê em dibînin ku kesî guherandinek nekiriye.



08.12.2021 14:51 ~14:52 | ferhenga şikestî

1346. Hebe hebe heval.js vê fihêla kiriye * ew di warê nivîsbariyê de xwe hinekî pêş xistiye. Neka dizane piştî guhertinê dîrok û demjimêrê wek berê bihêle jî *

Henek li aliyekî tiştê ku tê bîra min ev peyam pir dirêj bû. Yan ew peyamek din bû em tevlihev dikin gelo?



08.12.2021 21:08 | xabûrî

1347. (bila her kes lê binêre: mandela effect)



08.12.2021 21:21 | heval.js

1348. @tîrêj zana 21 şaş bîr dine. Bi peyameka din a xurufî re tevlihev dike. mesele dişibin hew. lê jûda ne. tew peyam ji aliyê kesekê nehatine gûhertin.
peyama dirêj ew e: baptîst/19122

belkî jî keçika baptist û keçika ermenî yek in.
bila xurufi wegere ji tirşikvanan re bersivek bide.



09.12.2021 05:10 ~05:13 | cinorek

1349. @cinorek xwendevaniya hin nivîskarên tirşikê mîna sê stêrkên michelinê dibiriqe maşala!



09.12.2021 14:14 | mirovekirind

1350. tirşik forûm/138140,

Ger ev peyam çewt tê bîra min, lêborîna xwe ji moderatoran dixwazim. Nizanim çima lê hîn jî ev peyam ji min re wekî ku kêm e tê. Yanê nikarim bi xwe bidim bawerkirin ku orjînala peyamê bi vî rengî be.



09.12.2021 19:10 | tîrêj zana 21

1351. @ferhenga şikestî xwezî te rave bikiraya çima 'qaşo' ye jî ez jî tê bigehiştama



09.12.2021 22:33 | keyomerd

1352. @keyomerd ?



09.12.2021 22:37 | ferhenga şikestî

1353. moderasyona tirşikê/138183 mebesta min dîsa kiriye wek berê.



09.12.2021 22:39 | navîgiranmezelîwêran

1354. Min di vir de îzah kiriye heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê/138167



09.12.2021 22:42 ~22:42 | ferhenga şikestî

1355. ji ber ku min dîsa li peyamê nenerîbû min nedîtibû. ji bilî avêtinê ew mînakane giş bi e' yê (e-ya ji qirikê) dest pê dikin, lêkerên wisa bi- û di-'yê diparêzin. ji bilî wan avêtin, anîn hwd bi- û di-'yê dikin b- û d-. eger ne wisa bûya me dê bigotaya diînim ne tînim (meseleya veguherîna t'yê meseleyeka din e.). herwa davêjim, dêşim, dalêsim hwd. lê dizanim eve arîşeyeka nîqaşbar e û yên ku ya te dibêjin jî gelek in loma jî ez bi ya te qebûl im. lê te ê'ya dawiya diêşê'yê rave nekiriye. rayeka dema niha ya êşînê -êş- e û qertafa kesê sêyem ê yekjimar jî "e" ye loma tewanga dema niha dibe dêşe (an jî bi ya te diêşe)



09.12.2021 23:21 | keyomerd

1356. @Keyomerd

(bnr: zekeriya abdullah ha gule) ji kerema xwe



12.12.2021 14:52 | tîrêj zana 21

1357. Xwedê ji moderetor razî be lê fêhm nakim, kîjan kurd dibêje cixarê cigare?
Ev 24 salê min e ku li vê rûyê erdê me min bixwe nebihîstiye, ger hûn bêjin devok mevok, aniha li ferhengê binivîsin, herdû peyv jî tê de hene. Lê çima tu diguhere?

(bnr: terikandina cigareyê)

nîşe: aniha ez ê navê wê biguherînim, û ji kerema xwe re dest nedine.



15.12.2021 01:06 ~01:53 | merwano

1358. :d cigare çîye kuro hahaha



15.12.2021 01:45 ~01:45 | doesntmatter

1359. xeylek wext e nabêjim.
(bnr: bila moderator endazer were guhertin)



15.12.2021 06:13 | cinorek

1360. @merwano li badînan dibêjin cigare û wîkîferhengê cigare standard hesibandîye. dema tu dikevî çixare û cixareyê dibêje guhertoyeke cigareyê ye. go cixare be jî dîsa jî sernivîs çewt e. hingê divê terikandina cixareyê be. yanî madem wun ji ya xwe danakevin balê bila terikandina cixareyê be ma ez çi bikim :D



15.12.2021 08:50 | keyomerd

1361. @keyomerd bibore lê tu dibe qey wîkîpediya li serê me bûye xwedê, ma kesên tê de ne wek te û min in. ez îro endamê wir im jî, ez îro bixwazim li wir jî dikarim peyvekê lê zêde bikim, ma ev tê wateya sedî sed rast e?. her wiha dema ez li wq ferhengê dinêrim jî peyva cixare lê pêştir danîne û ya cigare di rêzê de çaremîn e.

dev ji her tiştî berde kêm zêde ji her herêmekê hevalekî min heye û heya niha jî min gotina cigare ji kesî nebihîstiye. vêce pîştî ku li kuçeyan peyva cixare berbelav be, min çi fêhm kir ji zimanê wîkîpediya?

ev tenê nêrîna min e, dibe ku şaş be jî.



15.12.2021 11:52 ~11:53 | merwano

1362. @merwano baş e em li ser terikandina cixareyê li hev bên?



15.12.2021 11:56 | keyomerd

1363. belê *



15.12.2021 12:05 | merwano

1364. @tîrêj zana 21
peyva zêdeparî tê wateya dupayîyê.
zêde+parî yanî para zêde.

yanî
bi zehfayî.
bi piranî



17.12.2021 14:51 ~14:53 | bûtîmar

1365. xudê hez ke hezkirina xudê/138283
yaw kî/ê navê vê mijara min guhertiye ?!
de dêmek kî ez tiştekî zanim ku min ev mijar wisa vekirîye. Ez ê dîsa navê mijarê weke berê kim. Ez ji we rica dikim dîsa neguherînin.

ev gotin, li ber me eynî wisa tê gotin.
xudê hez ke hezkirina xudê
û ez jî dixazim eynî wisa vekim.
temam? Eva Ne li dijî formatê ye ne jî li dijî rêzimanê ye.



17.12.2021 15:02 ~15:04 | bûtîmar

1366. @bûtîmar, tirşik forûm/138327

Spas kekê. Bawerim di wê wateyê de bikar aniye. Piranî, gelemperî, bêhtir.



17.12.2021 17:49 | tîrêj zana 21

1367. hevalên xwedî qudret, xêra xwe peyamên derbarê "kovara derwaze"yê de yên ku di bin sernivîsa "derwaze"yê de hatine nivîsîn, jê derxin, derbasî sernivîsa "kovara derwaze"yê 'kin! zû! *



18.12.2021 00:13 | mirovekirind

1368. ez dikarim beralî bikim lê hin peyamên mijara derwazeyê ne ji bo kovarê hatine nivîsîn. bawer im simurg dişê wan bineqîne



18.12.2021 00:16 | keyomerd

1369. @mirovekirind moderetor nikarin peyama beralî bikin tenê diakrin mijarê beralî hev bikin. tenê simurg56 diakre yek bi yek wan bineqîne.



18.12.2021 00:19 | merwano

1370. hevalên dikarin nîn e ji disaster girlê capsan çêkin, xêra xwe?



21.12.2021 22:11 | mirovekirind


1372. du mijar û yek peyam li gorî matematikê ne pêkan e.*



21.12.2021 22:21 | heval.js

1373. tirşik forûm/138416 hem kasek berê rewşa tirşikê wilo bû, hem jî jixwe di capsan de tiştên ne pêkan asayî ye. em jî dizanin di motomotoko do ne pokan e!



21.12.2021 22:26 | pênûsa westiyayî

1374. (bnr: şaş-xwendinên nivîskaran)



21.12.2021 22:29 | heval.js

1375. @gunicorn destê te kesk be!

hêvîdar im, tişteke ne tenê ji bo nivîskarên tirşikê jê fam bikin, ya herî baş, piraniya xelkê me ku rêya wan ketibe tirşikê bi rehetî jê fam bikin, wê çêtir be. tirşik forûm/138413



21.12.2021 22:43 | mirovekirind

1376. heval.js, dev ji reşik barandina xwe ya homofobiane (-ane) li ser mijarên biruya hayao miyazaki berde, rabe capsek çêbike ji disaster girlê! ehmaq! ihtimaleke biçûk be jî wê belkî xelk jê hez bikin. ew ê bo te baş be.



21.12.2021 23:29 ~23:30 | mirovekirind

1377. tirşikvanên hêja,

ji bo gotinên hanê gotineka me ya kurdî jî heye?

gemileri yakmak

burn one’s bridges


ji bo gihiştina armanca xwe ji holê rakirina îmkana vegerê re tê bikaranîn. mina yan mirin yan azadî.



22.12.2021 09:53 | cinorek

1380. (bnr: kovara aşdad)

(bnr: aşdad)

ji kerema xwe re.



26.12.2021 14:20 | ezcan

1381. pdfa pirtûka mem u zin(bi kurmancîya niha) li cem we heye?



02.01.2022 23:18 | heval.js

1382. @heval.js,

tirşik forûm/138559,

Algorîtma-1) yên din> danegeh> pirtûk> ehmede-xani> memozin.

Stokholm-2004
Stenbol-1968


Lêzêdekirin: @heval.js te çi fêm nekir? Ger tu bi kombersê ketibî tirşikê li jor vebijêrka "yên din" heye. Ha te wêya dît? Temam algorîtma-1ê bişopîne. Na tu bi mobîlê ketiyî tirşikê? Li milê rast û jor sê çixêz li ser hev hene. Li wêya bitikîne û dayê jêr. Li wir "yên din" heye. Te wê dît? Temam li wira bitikîne û algorîtma-1ê bişopîne. Ku te dîsa fêm nekir were dm ezê te bişînim cem zana farqînî.



03.01.2022 01:45 ~02:55 | tîrêj zana 21

1383. min qe fehm nekir. disa sipas.



03.01.2022 02:01 | heval.js

1384. @xabûrî peyvên kurdî yên ku li hemberî modernîteyê têk çûne/138632 gidîno law ji po peyva 'sûzgecê' li ba me 3 varyasyon/gûhertok heye. Çawa mero li xwe datîne ku ji dêlava yek ji wan a Tirkan bikar bîne:(

safok
moxil
parzûnk



08.01.2022 11:51 | pîroz

1385. Bi xera hevalekî kedir bilind min tirşik forûm naskir bi rastî jî me hewcetîya forumeke hebû spas tirşik.com



08.01.2022 19:30 | aşvan

1386. yae di rupela vekirina mijarê de wisa nivisandibûm, "The Lord of the Rings: The Rings of Power". lê fîlmekî wisa tomar bû:
Here lînkê



19.01.2022 22:22 ~22:22 | heval.js

1387. @heval.js hate serrastkirin. sebeba wê baş nizanim. lê heke te vpn bi kar anîbe, belkî lewma almaniya wê jixweber hatibe. carinan li min jî tê.



19.01.2022 23:06 | biruya hayao miyazaki

1388. şevbaş, ez çend roj berê hevaleke re pêşnîyarî tirşikê kiribûm. paşê ji mi re mesajekî şand û got nikarim bibim endam. belê rûpela "bibeendam.php" bi rastî venabe.



23.01.2022 23:11 | heval.js

1389. Silav hevalno, ji bo sepanên me yên nû di wergerên soranî û zazakî de alîkarî lazim e. gelo kes dikare alîkarî bike? ji ber wergeran ez niha nikarim sepanan biweşînim. plîîs *

ji vê lînkê mirov dikare dîrekt wergeran bike: Here lînkê (google docs)



06.02.2022 16:59 | mergehez

1390. Tirşikvanên hêja ev îlan hên jî çalak e ji kerema xwe li derûdora xwe belav bikin: tirşik îlan/138815



26.02.2022 15:03 | ezcan

1391. @simurg56 Bişkoka bibe endam nexebite.



06.03.2022 22:32 | pênûsa westiyayî

1392. "başa gelen çekilir"

versiyona vê gotinê a Kurmancî çi ye ?



03.04.2022 15:00 | bûtîmar

1393. tirşik forûm/139305 @bûtîmar,

(bnr: av da serê ha li navê ha li çogê)



04.04.2022 01:02 | tîrêj zana 21

1394. spas @tîrêj zana 21



05.04.2022 13:41 | bûtîmar

1395. Mijara qazî mihemed du heb tê xuya kirin. Li cem we jî wisa ye gelo? Hevalê wulfila heman peyamê du caran nivîsandiye lê wek du mijarên cuda xuya dike.



05.04.2022 17:42 | xabûrî

1396. hevalno,

caps û karîkatûrên di tirşikê de gelek şaşiyên rastnivîsînê di nav xwe de dihewinin. texmîn dikim xelk ji vir kopya dikin, li ciheke din par ve dikin. bi awayekî din ez bibêjim, wêneyên bi nivîseke xerab tê de, ji vir berbelav dibin.

bo kemilandina caps û karîkatûrên tirşikê, endamên tirşikê gelo dikarin çend ji wan ên bi rewşa herî xirab serast bikin û wan ji nû ve biweşînin?

nivîsîna bi kurmancî pêl pêl zêde dibe di nav kurdan de. ji ber standardbûna zimanê kurmancî, her ku diçe qaîdeyên nivîsînê di nav xelkê de hêdî hêdî berbelav dibin. em, tirsik.net, bila nebin sebeba şaşiyan.

û ji vir şûnde caps û karîkatûrên şaşnivîs neyên pejirandin. koleksîyona caps û karîkatûrên tirşikê bila hindik bin bila rindik bin!



06.04.2022 21:42 | mirovekirind

1397. Li bin mijara şimayê (bnr: şima) peyamên nivîskaran bûne dubare, sêbare û heta qiyametbare. Serastkirin please!



21.04.2022 13:41 | mirovekirind

1398. Helbesteke melayê cizîrî da gotineke wisa derbaz dibû : "...qet negot qetl û xeta ye." Ew kêjan şiîra wî bû gelo yaw ez dikim nakim nayê bîra min



22.04.2022 01:54 ~02:02 | bûtîmar

1399. Temam min dî *
Helbesta muhbetê mîhnet di zor in da derbas dibe.

Perdeya xelwê ko hilda
Yengiyek min dî di mil da
Gezmeya jehrî li dil da
Qet nego qetl û xeta ye



22.04.2022 02:07 | bûtîmar

1400. silav. ez dixwazim kurdîya xwe bi zaraweyekî din fireh bikim, bi soranîyê re. bi alî xeberdan û nivîsandinê re helbet. Çawa dikarim? heger pirtukek bo çavkanî lazim be ew kîjan be? dikarim bêhtir çi bikim? sipas.



10.05.2022 21:45 ~21:45 | ciwanzêr

1401. Wek nîvçezanê soranî dikarim bêjim divê yekem alfabeya ku li soranî bikar tê hîn bibî jiber ku berhemên wir hemû bi alfabeya aramî ye û qasî zanim çavkaniyek ku soranî bi kurmancî fêr diki nîn e. Piştî hînbûna wî dîtina hevalek başûrî *



10.05.2022 22:08 | navîgiranmezelîwêran

1402. ezê helbet ew alfabeyê hîn bim. heger pêşniyareke neyê ezê çawan li ser pirtukakurdi.com bigerînim. li benda me.



10.05.2022 22:19 | ciwanzêr

1403. pirtûkeka qedrî yıldırım bi navê fêrkerî soranî heye, bi du tîpên aramî-latînî û bi zaravayên kurmancî-soranî û tirkî ye pirtûk. demekî bi niyeta hînbûna soranî min standibû lê min bi xwe re nedît. pirtûkek xweş xuya dike ji bo destpêkê. ji xwe piştî tu hînî alfabeya aramî û çend peyvên sereke yên soranî bûyî bi xwendina malperên soranî Û temaşekirina televîzyonên soranî tu yê bi hêsanî xwe pêşve bibî. Here lînkê



11.05.2022 13:25 ~13:25 | endazer

1404. Ên dikarin, ji kerema xwe navê mijara xwarinên dayîka min serast bikin. Divê bibe “xwarinên dayika min“. Navê kanalê youtubeê wisa ye.



12.05.2022 20:08 ~2022.05.14 09:42 | mirovekirind

1405. Îro demjimêr di 19:48a wan de û hinekî berî wê jî tirsik.net venedibû. Ma qey di wî wextî de ji bilî min kesekî serîyek li tirşikê neda?

Min peyam li ser înstagramê şand piştî wê baş e ku vekirin. Sedem çi bû gelo?



31.05.2022 00:45 | xabûrî

1406. @xabûrî min jî bişenekir têkevim.



31.05.2022 04:41 | cinorek

1407. wextê serverê temam bûbû, min nû kir û safî bû.



01.06.2022 22:21 | simurg56

1408. Gelî hevalên hêja û biqîmet, naha çend hevalên jin komek a mûzîka kurdî ava dikin û yek ji wan jî bi min ji bo navê komê pêşniyar xwest. Min çend nav pêşniyar kir lê got “nav xweş e lê bi ‘kom’ê ve telafuza wê xweş nabe” filan bêvan û neciband min jî xwest li vir ji we bipirsim
Gelo pêşniyarên we hene?

(bnr: kadınlar güldür ma çiçektır)



19.06.2022 00:12 ~2022.06.20 22:23 | evcebarê pirê

1409. tirşik forûm/139905
koma Dengê bakur hat bîra min.

Hejmara wan çend e gelo?



19.06.2022 18:20 | xabûrî

1410. Ne Şaş bim pênc kesin.

Ji bo pêşniyara we spas. Birastî navekî cih de ye. Ezê teqez bi wan re parve bikim.



19.06.2022 20:01 | evcebarê pirê

1411. (bnr: koma pêncan)
(bnr: jjm) - jin+jiyan+muzîk



20.06.2022 03:48 | cinorek

1412. (bnr: koma jinger)



20.06.2022 21:40 | ezcan

1413. Li binê entrya du roj berê hatiye nivîsandin 2 roj berxxê dinivîse bila haya rêveberên tirşikê jê hebe.



03.07.2022 14:11 | xabûrî

1414. ez dixwazim pirtûkek rastnivîsê/grammerê bistînim.
gelo ya bedirxan an jî weqfa mezopotamya bikirim ?
ji kerema xwer rêkê li ber min xin



04.07.2022 04:37 | shwinsherm

1415. tirşik forûm/140074
A Bedirxan nizanim lê a weqfa Mezopotamyayê min xitim kir xweş bû. Dikarim pêşniyar bikim.



04.07.2022 12:54 | xabûrî

1416. ez kîjan lêgerînê dikim kul-û-derd, ew hişyarî dide dibêje kulûderdek wiha heye. ji bona testkirina wê min çendî lêgerînên random kir, disa wiha got. help.



16.07.2022 00:13 | ciwanzêr

1417. Mêvanê rênas ê beşa “otopsî”yê dişibe tirşikvan ferhenga şikestî. Ew e gelo?

;feature=emb_title



25.07.2022 01:05 | mirovekirind

1418. Mixabin ne ew e :( hema bi rastî jî piçekê dişibê



25.07.2022 07:30 | rizgarm

1419. Silav gelî dilxwazan.
Hevaleke min e tirk, dixwaze di derheqê Feqiyê Teyran da xwendinan bike.

Gelo li ser feqî, pirtûkên Tirkî hatine nivîsîn ?

hûn bêjin ez jî jê re pêşniyar bikim



27.07.2022 14:11 | bûtîmar

1420. tirşik forûm/140265
Jê re bêje bila halk tvyê bişopîne wê rojê li ser feqiyê teyran Weşanek çêdikirin.



27.07.2022 17:24 | xabûrî

1421. Ev çend roj e beşa ferhengê û beşa kul û derdan naxebite, ferheng tew peyda nabe beşa kul û derdan jî ji hemû tiştî re dibêje kul û derdeke me ya wisa heye jixwe . Jkx birêz simurg56 agahdar bikin



07.08.2022 18:54 ~18:54 | navîgiranmezelîwêran

1422. Nizanim çi bi tirşikê hatiye heta dikevim panelê deh caran dibêje "tiştê ku lê digerî nehatiye dîtin" filan bêvan. Tiştek nagerim heyran tenê dixwazim li tirşikê binerim :(



31.08.2022 22:35 | biaqila malê

1423. tirşik forûm/140404 ,

ev pirsgirêk li ba min dernakeve.



02.09.2022 17:32 | tîrêj zana 21

1424. dixwazim pirtûkeke bar bikim lê çênabe. min forma wê jî tijû kir lê min şand rûpeleke vala yê bi linkla "tirsik.net/pirtuk/pirtukcalaki.php".
sipas.



16.09.2022 17:23 | ciwanzêr

1425. Ji bo kurdiya kurmancî li androidê were tevlîkirin du sal berê daxwazek arasteyî tîma pêşvebirinê hatiye kirin, daxwaz hatiye pejiran lê ti pêşketin tune. Ji bo daxwaz berbiçav bibe divê her kes ji vê lînka jêr rayê bide daxwazê. Li "+1"ê bitepîne. Here lînkê



17.09.2022 20:05 | ezcan

1426. riha/140602 wîkîferheng wekî ku min got behsa Hekarîyê dike bi vî awayî " حەکاری " lêbelê nûçe û rûpelê soranî bi awayê ku gotî : "هەکاری" nivîsîne. Her du jî bikar tê lê Dîsa jî ez ê peyvek din lê zêde bikim ne kêşe ye .



11.10.2022 19:34 | navîgiranmezelîwêran

1427. min du mijar beralîyî mijara (bnr: î-ya berî y-yê) kirin peyamên her du mijaran jî ji nav çûn. @simurg56 ji kerema xwe rast bike û te tirşik forûm/137722 ji bîr kirîye bawer dikim.



12.10.2022 00:38 | keyomerd

1428. hevalno ferqa "têne" û "tên" çi ye?



12.10.2022 17:53 ~18:58 | ciwanzêr

1429. ferq tune ye devokî ne. hinek dibêjin tême malê hinek dibêjin têm malê



12.10.2022 19:01 | keyomerd

1430. tirşik forûm/140613 ne devokî filan e. her du jî du formên demê ne û ji hev cuda ne. di semînerekê zanîngeha sorbonê de ya ku îbrahîm seydo aydogan li dar xistibû, zimannasê navborî qala vî tiştî kiribû û gotibû di nav pirtûkên me yên rêzimana kurdî de hîn jî ev taybetiya demê nehatiye peyitandin. wateya vê e-yê dema çîrokiyê dide û di vê du nimûneyan de jî tê fêmkirin ku ya bi e-yê çîroktir e. (hin raveyên din jî hebûn, nayê bîra min.) ne ew e, lê bide ber: çîrokiya dema boriya dûdar. mîn. xwendibû/xwendibûye, hatibû/hatibûye hwd.



12.10.2022 20:57 ~20:59 | biruya hayao miyazaki

1431. yanî tu dibêjî tême malê=eve geliyormuşum?



12.10.2022 21:12 | keyomerd

1432. tirşik forûm/140617
1. ...rêzimana kurdî de hîn jî ev taybetiya demê nehatiye peyitandin.
2. (hin raveyên din jî hebûn, nayê bîra min.)
3. ne ew e, lê bide ber

bila em berê hev û din fêm bikin. piştre ser bipeyivin.
Here lînkê

yanî teqez peywirên wê yên cuda hene. feqet qewla lodublajo "yalanuz" mentiqa zimên bi mentiqa xwe tê diyarkirin ne bi zimanekî din birê min, bila wergerandina tirkî, karê tirkan be. divê ez ji te re wiha bipirsim da em werin ser zeviya kurdî: deme tu dibêjî têm malê û tême malê, ma tu dibêjî heman tişt in? di wateya pêşîn de teqeziyeke heye ku mêrik tê. lê di ya paşîn de erê tê lê tu dibêjî qey ji encama hatinê ne bi bawer e.

wekî min li jor got, kurdên me hîn sêra vê e-yê nepeyitandiye. ya min jî texmîn e. ka tu çi dibêjî, ket serê te ya na, çima?



12.10.2022 21:25 | biruya hayao miyazaki

1433. ê min min ti devok nedîtîye ku her du awayan bi hev re bi kar bîne. wanî tenê dibêjin tême hîç nabêjin têm, qoserî jî tenê dibêjin têm hîç nabêjin tême, û her du devok jî her du awayan di heman cîyî de bi heman wateyê bi kar tînin.



12.10.2022 21:41 | keyomerd

1434. Niha du mijarên bi navê ivan libnanê heye. Yek li vir Here lînkê, yê dî li vir Here lînkê.

(bnr: di tirşikê de pirsgirêka mijarên dubarebûyî)
(bnr: idempotency)



24.10.2022 00:18 ~00:37 | mihemedcan

1435. hevalno silav.
min demek berê pirkûkeke biçûk li ser qazî û komara kurdistanê xwend. gelek kêfa min anî. dixwazim zêdetir pirtûkên wisa yên dîroka kurdan a nêzîk bixwînim. belkî li ser serhildanên bakûrî an jî meseleyên perçeyên din dibe.
jkx pirtûkan pêşnîyar bikin.
(bikaribim sîparîş bikim baştir be)



18.11.2022 00:35 | ciwanzêr

1436. @tirşik forûm/140994

(Beşa pirtûkan ya tirşikê) Here lînkê



18.11.2022 12:06 | mirovekirind

1437. hevalno ez çawa dikarim hemû stranên rockurdê binînim?
stranên albûma bi navê "shet" (lunatic) li her derê hene. lê ji xaricê single-an, dinivîse ku albûmeke wan a bi nava "far away city" hebûye lê min stranan nedît.

nav û naveroka albûm li vir derbas dibe:
Here lînkê

sipas dikim niha va.



27.11.2022 03:52 ~03:53 | ciwanzêr

1438. berê dema me wêne tev li peyamê dikir li bin wê xuya dibû niha dibêje here lînkê çima werê bûye?



07.12.2022 10:52 | keyomerd

1439. @keyomerd ev çend car e bala min jî kişand wek berê yekser wêne dernayê :(



07.12.2022 13:35 | navîgiranmezelîwêran

1440. îlana vî karî hîn jî aktîv e hevalnooo! karê facebook metayê ye. tirşik îlan/141181



18.01.2023 23:07 | ezcan

1441. Hevalno gelo em karin ji bo rêgeza ku bi latînî wek "numerus clausus" û bi tirkî jî "sınırlı sayıda" hatiye bi nav kirin, çi bi kar bînin?



28.01.2023 22:25 | rizgarm

1442. Silav hevalno. Hêvî dikim tirşikvan û malbatên xwe ji erdhêjê zirar nedîbin hemû baş û silamet bin. Derbasî be ji her kesî re.



10.02.2023 23:16 | biaqila malê

1443. Hevalno, pirseka min heye. Min mijareke nû vekiriye bi navê “nîqaşa felsefî a bi kurdî”. sernav “nîqaşa felsefî bi kurdî” bûya bes bû. Niza’m min çima wer kir. Dibêm qey “a” di vir de zêde bû. bû çewtiyek. çewtiyeke piçûk an mezin e nizanim. Lê dibêm qey “a” ne pêwîst e. Kerem kin! Hûn dibên çi?



04.03.2023 12:22 | mirovekirind

1444. Bi ya min 'a' zêde ye. Ger bêjî nîqaşa felsefî bi kurdî jixwe mebest tê fêmkirin .

(bnr: bila edîtor keyomerd were guhertin)



04.03.2023 13:03 | navîgiranmezelîwêran

1445. tirşik forûm/141836
Bi ya min çewtîyek li wir tunneyi divê "a" pê re hebi. Ger tu naxwazibi "a" pê veki ji dêlva ku tu bêjî " nîqaşa felsefî a bi Kurdî" tu dikari bêji "Bi Kurdî nîqaşa felsefî".
Lê dîsa jî ez ne yeka zimannas im ji ber vê ger hevalek zana hebi bila min sererast bike jkx.



04.03.2023 13:23 | pîroz

1446. @mirovekirind "ya/a" ne fizûlî ye li wir ger tu jê bibî dê ravek kêm bibe



04.03.2023 19:49 | keyomerd

1447. Spas hevalno! Min sûd ji bersivên we hemiyan wergirt. her bijîn!

min çav li çend qaîdeyên rêzimanî gerand ku wê mijarê bi yekî ve girêdim û di hişê xwe de bidawî 'kim lê mixabin aloziya di hişê min de hin geştir bû. fikra ku ez niha hatime ser, mixabin ravekirina wê zehmet û dirêj e. loma nikarim aniha tiştekê bêjim. hêvîdar im, ser vê pirsa xwe ez ê di demeke nêz de xwe bigihînim biryarekê û dû re raveyeke sanahî li vir daînim. wê belkî nîqaş jî berdewam be.



05.03.2023 22:34 ~22:42 | mirovekirind

1448. Min li formata tirşikê mêze kir lê bersivek jê re nedît.
Ji bo ku mirov bibin nivîskar divê çend salî be?



06.03.2023 20:18 | horhorik

1449. @horhorik

divê kurdî binivîse. xêyn ji wê, şerteke temen, zayend û netew tune ye. nivîsandina bi Kurdî an jî daxwaza nivîsandina bi kurdî bes e bo endambûnê.



07.03.2023 22:34 | xelîl

1450. @xelîl
temam hevalê delal, gelekî sipas *.



08.03.2023 17:08 | horhorik

1451. Hevalno, peyva "software engineer" bi kurdî çi ye?



14.03.2023 17:03 | horhorik

1452. tirşik forûm/141923
Endezyarê nivîsbariyê



14.03.2023 20:47 | tîrêj zana 21

1453. Gelek spas ezbenî *



14.03.2023 20:54 ~20:55 | horhorik

1454. emojiya ala rengîn gelo ev emoji ketiye meriyetê?



24.03.2023 20:58 | horhorik

1455. mehek an du meh berê li ser ko-yê peyamek hatibû nivîsîn lê niha lê digerim nabînim û nayê bîra min kê jî nivîsîbû, xwedîyê/ya wê veya bixwîne yan kesekî din bizane dişê şanî min bide?



03.04.2023 20:51 | keyomerd

1456. kesek dişê alî min bike min fam nekir di çirkeya 1:52yan de çi dibêje?
Here lînkê
..... strana diherike behra



10.04.2023 22:20 ~22:21 | keyomerd

1457. @keyomerd Qasî ku min fêm kir dibêje "Xemêm tev sitrana diherike behra "



10.04.2023 23:21 | navîgiranmezelîwêran

1458. Ma rajekarên dîscord ê yên bi kurdî hene?
(Min çend ji wan dîtin lê alfabeya erebî bi kar tînin.)



15.04.2023 21:06 ~21:11 | horhorik

1459. @horhorik (bnr: diskurd) tu hatî silavekê bide min navê min "waç dis" e



15.04.2023 22:57 | keyomerd

1460. link naxebite heval tu dikari yekî nû bişîni?
@keyomerd

min dît *



15.04.2023 23:07 ~23:18 | horhorik

1461. alternatîf bo workspace û workflow bi kurdî heye? an jî pêşniyaz?



19.04.2023 15:06 | biruya hayao miyazaki

1462. Gotinên vê stranê li ser înternetê nînê. yekî di şîroveyê de nivîsand lê nivîsek ecêb e. Min hewl da ku vê yekê rast bikim.
Rewşen - Penaberî:



ya ecêb:
PENABER
Belky neha tı pır dury
Belky neha pır néziky
Belky neha lı ber behré,stranén xoo dıbéjy
Penabery, penabery, penabery beritiyé
Ez dımırım b hésré,bardıkım j vi diyary
Dur xıstıme j desté te, j mıre ma gora tary
J mın re béjın ma qedere, ev koçberya b jary

ya min:
penaberî
belkî niha tu pir dûrî
belkî niha pir nêzikî
belkî niha li ber behrê, stranên xwe dibêjî
penaberî, penaberî, penaberî berîtîyê
ez dimirim bi bêsirê, bardikim ji vê diyarî
dûr xistime ji destê te, ji min re ma gorê tarî
ji min re bêjin ma qederê, ev koçberîya bijarî


Xeletiyek heye gelo?



01.05.2023 13:28 ~19:46 | horhorik

1463. silav. dixwazim tiştek bipirsim.
gelo ev îddîa rast e ku peyvên alî yên wekî bakur û başûr, ji aliyê apo û pkkyê hatine afirandin?
di tweetek de yekî wisa digot.



12.06.2023 02:42 | ciwanzêr

1465. @ciwanzêr
bakur: bayê kûr
başûr: bayê şûr
bakur û basûr bi hevgirtina wan pêk tên. Ti eleqeya wê bi pkk û apo re nîne.



12.06.2023 17:35 | horhorik

1467. gelo kodên vê malperê kê nivîsandiye? ez pir meraq kirim.



23.06.2023 21:53 | horhorik

1468. Hevalno, min fîlmek wergerand. lê ez dixwazim tiştekî bipirsim. Navê mêrik luigi ye û divê ez wê biguherim?(luîgî)



27.06.2023 17:19 | horhorik

1469. Hevalno silav.
min binnivîsekî li tirşikê bar kir. lê ew xuya nake.
gelo divê yekî were kontrol bike ku ew were xuya kirin?
an meseleyekî din heye?



25.08.2023 14:40 | ciwanzêr

1470. Hevalno merheba, nêta min heye heta çendekî biçim başûr bo geştê. Heta zaxoyê bi otobêsê piştî wê bi otostop û çadirê bidomînim. Heta 9-10 rojan wextê min heye. Ji bo çûyîn, ger , mayînê oêşniyar û agahiyê we hebe ji kerema xwe bi min re par ve bikin, wekîlê silavan û ser çavan*



30.08.2023 10:54 | rizgarm

1471. @rizgarizm,
xaneqîn û mendelîyê merax dikim. ger herî wan derana bigerî Û me re jî behsa wan bikî em ê pir kêfxweş bin.



30.08.2023 12:08 ~12:08 | cinorek

1472. Min jî bi xwe re bibe jkx *



30.08.2023 20:46 ~20:46 | xabûrî

1473. Gava hijmara peyaman a rojê 0 dibe tirsik gêj dibe. Tiştên ecêb derdikevin li hêla cepê.



07.09.2023 08:55 | cinorek

1474. silav hevalno.
çomez/endamekî nû yê bi navê kelogirî min re peyamek şand, got nivîskariya min dê kîngê vebe. ma moderatorek tûne ye di derdorê de?
hesaba wî:Here lînkê



09.09.2023 10:34 | ciwanzêr

1475. @ciwanzêr,
Min xeber da simurg56.
Ez dibêm ewê lê xwedî derkeve.



09.09.2023 13:38 | cinorek

1478. (bnr: alo tirşik)



09.09.2023 16:22 | mirovekirind

1479. @hemko82

evîna kurdê rojhilata navîn/142848 te bi dilekî safî jê hez kiriye. lê wê bi rêya teqlîdkirinê ji te hez kiriye. a te rast e, a wê derewîn. car dibe mirov dixape, mixabin. kevirekî daîne ser û dev jê berde. tu bi erzanî jê filitiyî. here, sedeqeyekê bide.

êşa dilê te wê bi demekê te bernede. tova evînê di reha dilê te de razayî ye. emir dirêj e, wê careke din dîsa şîn bibe, bi hêviya ku îcar j'bo keseke rind û rasteqîn. heya wê rojê, li ber xwe bide.



10.09.2023 00:14 | mirovekirind

1480. ez aniha nikarim mijaran vekim.
li we rewş çawa ye?



13.09.2023 23:50 | ciwanzêr

1481. tirşik forûm/142901 niha vedibe..



14.09.2023 11:32 | mergehez

1482. gelo fonksiyona lêgerînê ya tirşikê çima hate xerakirin?
em tîpek bi çewtî ve mezin an hin tîpan bê şewqe dinivîsin encamên rast dernakevin.
bo çi?



19.09.2023 20:44 ~20:45 | ciwanzêr

1483. tirşik forûm/142994 niha dixebite

di danegeha tirşikê de guhertinan dikim. lewma ku we pirsgirêkek dît, ji kerema xwe re ji min re peyameke taybet bişînin an jî li vê mijarê binivîsînin.



21.09.2023 13:33 | mergehez

1484. wextên peyaman çewt xuya dike.
Here lînkê



01.10.2023 17:06 | ciwanzêr

1485. silav.
gelo stran an helbestên kurdî ku eleqedarî peyva 'zehra' hene?
sipas.*



19.10.2023 22:54 ~23:00 | ciwanzêr


1488. @mergehez,
sipas. a rastî min li malperên te de lêgerîn kiribû lê haya min bi lêgerîna berfireh tine bû. destxweş te re. û dixwazim tiştek bêjim scammer-an aliya şiroveyan ya malperê dagir kirine.*



30.10.2023 16:13 | ciwanzêr

1489. Hevalno ji bo polîsan tirk dibêjin 'aynasız' û Emrîkan jî dibêjin '12'. Bi kurdî ji bo mîna wan Peyvan dikarin bêjin çi?

Bêeynik heye Lê ji bilî vê gotinê yek din heye?



02.11.2023 18:06 ~20:30 | horhorik

1490. tirşik forûm/143524 li navenda Wanê dibêjinê qilor.



02.11.2023 23:39 ~2023.11.06 18:22 | pêşewa

1491. @pêşewa gelekî spas*



03.11.2023 08:24 | horhorik

1492. ger li ser sistemê zimanê perwerdehiya beşekê bi tirkî be, êdî ji bo xwendekarên wê beşê nivîsandina tezên "bi zimanekê xeynî tirkî" îro bi biryara lijneya xwendina bilind (yök) ve hat qedexekirin.



19.11.2023 00:56 ~01:13 | tizbîkêş

1493. Hevalekê tirşikvan dixwaze li ser ekşiyê mijareke veke bi vî awayî: Yaran tirşikvan entryleri.

Hûn li ser vê yekê çi difikirin û peyamên me yên wusa xweş hene?

(Ew kes ne ez im û ekşiyê jî BIKARNAÎNIm. Heval naxwaze navê xwe bêje)



21.01.2024 13:36 ~13:37 | horhorik

1494. Eman û eman sed carî eman teqez tiştek wiha ne ceribînin û di hişê xwede jî derbasnekin ne fikirin jî *

+70
Ka ez meseleyek tiro viro ji were bibêjêm rojek kevaniya malbatekî shorbe çê dike jiber carek shorbe çêdike em jêre nabêjin shorbevan em bibêjin kevanî haydê bira kewhanîbe bila ne shorbevan be çi nav bi we xweşe bira ew be * tîne ser sifrê dema dadigire dirêje.. an êdî bi awihayekî dirêje.. malxweyê malê jî yanî bavên zarokan diya wan dikişîne nav ciya.. di wê demêde zarokek wan wan di ser hevde dibîne pepûk û qarqarok helbet mafê wîye bi pirse pirs dike dibêje belqitîno hun çi dikin bavê wan jî tiştek nayê hişê wî dibêje ji ber shorbê rêtiye ez wê ceza dikim.. rojek dîsa şorbe çêdikin zarokê wan yê wan dibinhevda di qefile dibêje eman ha kes shorbe nerêje yê shorbe birêje bavo di wan dine.. li ser meselê min jî shorbe rêt ferhenga şikestî limin hate xezebê qet nebe hûn xetayek wisa nekin.
Min mijarek bi vî rengî vekir
(bnr: tiştê meriv pê ji kena diqelişe)
Wî jî got tiştek wisa hebe ew jî eve *
(bnr: peyamên ku mirov ji kena zikopişto dikin)
Êdî min şermî û rezîlê full alemînê kir
Dibin van mijarande hûn vê mijarê nebînin jî li peyamê rojê û hefteya an sedsala tirşikê binihêrin hunê bibînin
(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)

Herwiha meriv dikare mijarên bi vî rengî û bi rengê bûka baranê jî veke ti pirsgirêk tune jixwe tirşik jiber ekşi sözlük ê hatiye girtin û dizîn yanî koka wî herame helbet wan hewqas ji çand û hunera kurdî dizîne aqil jî jime dizîne * em çikas bidizin jî hê ew helal nabin nakebe berhev ka xwedê bi zanibe wan ji ku perçe perçe dizîne biheva pînekirine werhasil caîze mubahe *



22.01.2024 12:30 | shorbevan

1495. hevalno,
gelo kîjan peyv koka yê din e?
-cemed
-cemidîn



30.01.2024 14:26 | ciwanzêr

1496. her du peyv jî ji heman kokê tên.
cemed navdêr e cemidîn lêker e.



30.01.2024 14:41 ~14:41 | ferhenga şikestî

1497. tirşik forûm/144020 cemidîn ji cemedê tê ew jî ji erebîyê tê.



31.01.2024 08:37 | keyomerd

1498. Ez nikarim fîlman bar bikim. Rûpel Error dide. Tenê ez wê xeletîyê dibînim an ji sîstemê ye?



12.02.2024 22:55 | çaya germ

1499. tirşik forûm/144136 li ba min dixebite, tu bi lînka imdbyê dişînî yan navê fîlmî dinivîsî?



13.02.2024 01:39 | keyomerd

1500. Navê wê dinivîsim



13.02.2024 02:00 | çaya germ

1501. bi lînka imdbyê biceribîne û fragman û kurteya fîlmî jî lê zêde bike divê çê bibe



13.02.2024 02:09 | keyomerd

1502. Hevalno hûn wî zilamê nas dikin? Li ser înternetê geriyam lê ti tiştî nedîtim.










14.02.2024 20:39 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşika bê endazer
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî