Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 72 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

264. nexwe wê di rojenekirina nû de ev taybetî jî hebe.



10.12.2015 16:06 | simurg56

265. hewalno destekkkk!!

problemeke min heye, ez di warî karanîna înternetê de gelek cahal û kêrnehatî me, ez êşa vê kêmasiyê nexasim di daxistina fîlman de dikêşim. madem li vir ferhengeke înteraktîf e, min got herhal entryek ku karibe di hîşê min de çirûskekê vede, helbet hebe lê axirî min tu rêç jê peyda nekire..

xweyîxêrek bila ji kerema xwe re weka ku ji bîlalî re qal bike, ji min vê rêbaza daxistina fîlman qal bike, da ku ez jî karibim ji înternetê fîlman daxînim..

hetta dikare di binê vê mijarê de bnr'ek bide û mijareke veke û bi awayekî berfireh qala vê meselê bike, ku xelk jî keysê jê bigire..



28.12.2015 13:27 | ferhenga şikestî

266. (bnr: idman)

idman, ev programek başe niha xwezî wextê min hebûya versîyona bixwe crack dike barbikira lê hinek hûn serê xwe bihêşînin li ser vê programê lêkolîn bikin. rastî jî hêjaye ku meriv daxe û bikarbîne min dixwest berfireh bidim nasîn û bibûma alîkar mixabin dehan sedem hene 1 destê min ji sermana nagire binivîsînim 2 kombersa min ne li cem mine 3 ger kombers li cem min be usb jî divê li cem min be ger usb hebe jî leza înterneta min 96kb e... *



28.12.2015 16:31 | shorbevan

267. (bnr: torrent)

(bnr: ji torrentê daxistina tiştan)



bnr: ji lêgerînê bawerkirin



28.12.2015 20:51 | simurg56

268. (bnr: maxthon cloud browser)



eger tu çavkaniya filman li ser înternetê dipirsî, ji bilî malperan ez nizanim lê te fîlmek dîtibe û tu nikaribî daxî, vê gerokê bikarbîne.ev jî wek google chromê, geroka webê ye.vê gerokê daxe û li ser kombersa xwe saz bike.lêgerînên xwe ên înternetê li ser wê bike.de îcar çi fîlm, vîdeo derkeve tu bi rehetî dikarî daxînî.



28.12.2015 21:12 ~21:13 | bayesar

269. silav hevalno!

pirseke min heye, kî zanibe û bersivê bide bila mala wê/î ava kurê wî/ê zava be*

berê stranek hebû aniha baş nayê bîra min bi tenê du ristên stranê di hêşê min de maye ku ne şaş bim wek 'xira bibe cizîra botan, kevir li ser kevirê de nemîne, ziwa bibe çemê cizirê, av di binî de qet nemîne, mem û zînê lê hewşa bekir beko' bû..

hama bila xweyîxêrek evê stranê ji min re peyda bike, ezê diayên xêrê jê re bi rê kim*



01.01.2016 21:06 ~21:12 | ferhenga şikestî

270. mixabin strana jor kes nizane, ez bim ezê jî nizanibim lê yek ji min pirsîbû min got qey li van deran belkî were zanîn..



02.01.2016 16:43 | ferhenga şikestî

271. Min ji nûvre dest bi tirşikê kir. Ez ji vê tirşikê pir hêvîdarim ku di demeke nêz de weke ekşî werê naskirin û bipêşve bikevê.



Destxweş hevalno.



02.01.2016 21:35 | gumgumok

272. di lînka jêr de straneke gelek xweş heye, min çi kir jî bi ser ve nebûm

gelo hûn dizanin navê vê stranê çi ye û kî dibêje?

Here lînkê



06.01.2016 21:15 | ferhenga şikestî

273. mixabin ev stran jî nayê zanîn lê hevalên me li ser dixebitin.



06.01.2016 23:10 | simurg56

274. min xwe gihand kesê ku stranê li vê malperê bar kiriye, camêr got welleh me jî gelek lê kolaye lê nezaniya ka yê kê ye.



07.01.2016 20:36 | simurg56

275. hahoo hahoo, ev çi îş e gidî..

bi xwudê kurd qirdikên dinyayê ne*



07.01.2016 20:40 | ferhenga şikestî

276. Strana 'xera bibe cizîra botan, kevir li ser kevir nemîne' kevn e. Çend sal berê lê rast hatibûm. Min lê kola bû lê min tu tişt nedîtibû. Piştî min stran wenda kir îca mi dest bi lêgerîna stranê kir û min wê jî hew dît. .

Kengî te dît hayê min jî jê çêkê *



08.01.2016 00:02 | berxweda

277. Gelo mere çawa kare di radyoya tirşikê de him rockê û him kurdî hilbijêre?



29.02.2016 08:06 | berxweda

278. ji bo ku tu vîdyoyek parve bikî, tenê lînka vîdyoyê binivîse û tu tiştek din neke. wê tirşik bizane ew vîdyoyek youtubeê ye û wê vîdyoyê nîşan bide.



04.03.2016 20:05 | simurg56

279. hevalno min berî salekê fîlan pirtûkeke çîrokan xwendibû. ji aliyê nivîskarek kurd yê ji rojavayê hatibxw nivîsandin. min qet jê hez nekiribû û rexneyên tûj nivîsandibû di derbarê de.

lê dikim nakim niha nayê bîra min ka ew kîjan pirtûk bû.

ez dibêm qey pirtûka mêrê avis ya helîm yûsiv bû lê li wir peyameke min yê wisa xuya nake. min di nav pirtûkên xwe de jî nedît. min bi lêgerîna di tirşikê de jî nedît. gelo kes zane ew kîjan pirtûk e?



vê jî bêjim, piraniya çîrokan di derbarê xwendekarên kurd yên li şamê, helebê fîlan bû. ez dibêm qey mêrê avis bû yaw... lê nexwe kanî peyama min??



31.03.2016 17:06 | simurg56

280. Bi kurdî ipucu çiye?



02.04.2016 16:28 | gumgumok

281. Li ferhenga tirşikê serişte dinivîse. Lê...

Here lînkê



02.04.2016 17:14 | simurg56

282. Vêga tirşik.net li ser kombersê çawa xuya dike *



Ji binî min li ser kombersê tirşika nestêlih nedîtîye :-)



04.04.2016 23:37 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên tirkî-xurt
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî