Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

21. @kevçiyê dil, mixabin ne ew e jî :( dawiya dawîn, ez ê melodiya wê ji dengê xwe tomar bikim û li vir bar bikim.



20.03.2014 20:33 | simurg56

22. hevalno stranek heye vê dawiyê li her derê lêdidên. bi "hevalo lo lo lo lo lo" destpê dike û doma wê çend cihan vanan dibêje: "ka çepik hevalno", "doktorÊ me pkk"...



lê zêde kirin: min dît: http://youtu.be/JIdyqcQFXKU



25.03.2014 17:25 | mergehez

23. Hevalno di lîstikên zarokan de ji bo "ebe" kîjan peyv tê bikaranîn? Qasî ku zanim gava yek dibe "ebe" em dibêjin "maqa te ye".lê ji bo wê rasterast peyvek tune?



21.04.2014 15:15 | bayesar

24. Em dibêjin pîrik



21.04.2014 15:33 | ceso

25. hevalê tirşikvan fîlma di vê klibê de gelo hûn dizanin navê wê çi ye ?





02.05.2014 00:45 | kevçiyê dil

26. divê fonksiyoneke li tirşikê bê zêdekirin û moderator pêwîst bibînin bikarin nivîskarekê yekcar beraliyê rupela formata tirşikê bikin.



06.05.2014 00:06 | azadixwaz

27. hevalno alîkariya we pêwist e.ez dixwazim ji bo banga dîlaniyê parçeyekê wergerînim kurdiyê lê çi dikim tişteke baş dernakeve.ka hûn jî biceribînin ji kerema xwe.niha ve spas...



biz kenardan gidelim

yol sizin olsun

biz pınardan içelim

su sizin olsun

belki gelemezsiniz

sağlık olsun

biz evleniyoruz

haberiniz olsun



02.06.2014 16:19 | bayesar

28. @qivaro gelek baş e.min ew avêt berîka xwe.niha li benda wergerên din im.



02.06.2014 17:43 | bayesar

29. ger em hinekî biguherînin;



"em berçem berçem biçin

bila rûbar ya we be

em ê ji kaniyê vexwin

bila av ya we be

belkî hûn nekarin werin

canê we sax be

em ê dizewicin

haya we jê hebe"



02.06.2014 19:06 | simurg56

30. @simurg56 sipis hivil simirg*



02.06.2014 19:40 | bayesar

31. em didin qeraxê rê

rê bila ji we re bimîne

em avê ji kaniyê vedixwin

av bila ji we re bimîne

belkî hûn nikaribin bên

xem nake, dinya her mirine

eve em dizewicin

hûn hatin ji xwe hûn ê bên hûn nehatin ji serî vî ve.. *



02.06.2014 21:02 | endazer

32. gelo xêrxwazek heye ku ji bo endambûnê r10.netê dewetnamekî ji min re bişîne? yê ku bişîne, gelekî bibe xweyê xêrê : )



13.06.2014 21:24 | ervah.azad

33. xwedê jê razî, hevalê oxir arîkarî ya min kir.



13.06.2014 22:09 | ervah.azad

34. malî ava hevalê @ervah.azad

2 dawetnameyên min ên din hene, heke ku hewcedariya tirşikvanan pê hebe bila silavekê bidine min ;)



14.06.2014 18:22 | oxir

35. hesabek heye li ser sosyal medyayê bi ser navê nasekî dîmen û vîdeoyên nepêketî belav dike, gelo derfet heye mirov bi ser nasnameya wî/wê ve bibe? ango aypiya wî bike di qûzê diya wî de.. bêyî ku mirov serê xwe bi polîs û parêzer û dozgeriyê re biêşîne..



14.06.2014 20:42 | endazer

36. ez ji moderatorên me yên hêja û delal rica dikim ku peyama min a şaş ku biskek berê min nivîsandibû, bila ji xêra miriyên xwe, jê bibin an na ez ê bêtir rezîl û rencîde bibim*



not; bi telefonê mariv nikare peyama xwe jê bibe



26.06.2014 22:18 | ferhenga şikestî

37. hevalno pirseke min heye. min karteke nû yê krediyê stand û min jê bilêteke balafirê qezenc kir. dixwazim ev tişt ji min re bibe sebebek û pê biçim derveyî tirkiyê heftiyekê bêhna xwe berdim Û vegerim. gelo hûn kîj welat ango bajaran pêşniyar dikin ku di vîze-mîzeyê de serê mirov naêşînin. Bi rastî di dilê min de îtalya heye lê ditirsim ku nekarim vîzeyê bistînim lewra yekem derketina min a derveyê yê...



30.06.2014 00:14 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik radyo
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî