Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

390. Gelo em torrentên fîlman jî parvebikin çawa ye? Ti pirsgrêk hene vêga?

Heke em karibin torrentên fiîlman barbikin, îda ji beșa fîlman em ê karibin fîlman daxînin jî.



13.12.2016 01:39 | gumgumok

391. willehîî, ez nizanim. bi ya min problem dernakeve. em dikarin torrentan tenê ji bo endamên tirşikê vekin. ger mêvan, biyanî nebînin problemek legal dernakeve.
ger daxwaz hebe em dikarin, lê gelo çend kes torrentê bi kar tîne li tirşikê?
(bnr: torrent)
(bnr: ji torrentê daxistina tiştan)



13.12.2016 13:06 | simurg56

392. îşev dîsa hişê tirşikê tevêhev bûye..
nivîskarek (radîşo - 1501 saet û 38 deqe) onlîne nîşan dide..
simurg bûye çomez, ez bûm "pergala tirşikê",
qaz da elokê, elok da mirîşkê, mirîşk da werdekê : ) hemû tevêhev bû çû..
nizanim xezeba kî ye li ser tirşikê de dibare : )



14.12.2016 00:08 | bûtîmar

393. min bi zanistî xwe kiribû çomez. ji bo ceribandina guhertinên xwe.
di saeta onlinebûna nivîskaran de xeletiyek heye. ez ê lê binêrim.



14.12.2016 00:22 | simurg56

394.


deqe 13:10.



14.12.2016 00:41 | simurg56

395. -ev ji bo ceribandinê ye-

¯\_(ツ)_/¯

-ev ji bo ceribandinê ye-
edît: pardon moderasyon, min got ka ez mêze bikim mirov dikare wan şeklan di tirşikê de bikarbîne.belê dibe.bila ev bimîne *



16.12.2016 13:24 ~13:27 | bayesar

396. Tirșika me dîse tevlîhev bû. Bûye hewdel .

Ez têneketibûm û 2 peyam nivîsand. Peyrê min fêhm kir kû têneketime. Piștî ez têketim peyameke min li ser navê sergijikê bû ya dî jî bê nav bû. û serê kêlî tirșikê ez derdixistim. 5 caran ez derxistim. Beșa peyaman nașixule. Hinek pirsgrêkên dî jî hene. Mesela min 40-50 saetan online nîșan dide.

Simurg56 ji bawerim ku van rojan pir mijûl e. Simurg abe hey ji tirșikê hebe *



19.12.2016 23:02 | gumgumok

397. Ne girîng e, lê dîse ez bêjim. Di ferhengê de version 2.9.1 xwuya dike. Divê 2.9.3 bane.



24.12.2016 03:20 | gumgumok

398. domaina ferhengê xweş ninû. ferhanga tirşikê ne tenê tirkî-kurdî ye.



24.12.2016 11:32 | cinorek

399. dizanim lê dema min navê malperê standibû, yeke xweştir nehatibû bîra min û domainên mîna ferheng.com fîlan hatibûn standin. wê demê ferhenga me ya herî mezin ya tirkî bû loma min navek wisa standibû. em dikarin yeke din jî bistînin lê çi?
ferhengenkurdi.com??
mirov dikare ji vir kontrol bike ka ew nav musaît e an na; Here lînkê



24.12.2016 11:44 ~18:41 | simurg56


401. Meheba gelî dost û hevala min pirsek heye! Hûn di derbarê çîroka "leyla salim axa" de tiştek dizanin an no an na an erê an belê!*



25.12.2016 22:55 ~2016.12.26 10:07 | xwelî li ser

402. işev li ser mijarên sîyasî dilê min hevket.
nizam tevger, nizam lihevnekirina kurdan welleh ez idî zehv westiyam.
kuro ewqas rêxistin, partî, tevger nizam çik çêbûn û çêbûn ku idî alfabeyê de tîp neman yaw!
her kesek radibe tiştekî saz dike û dibêje ya rast fikra min e. ku hin kes hember derdikevin, kuştin çêdibe... siyaset siyaset siyaset heta kû?

birastî jî hişê min westiya.

Ka bifikirin hingî dinya ava bûye, kuştin e şer e şer e şer e bû çi?

ji kerema xwe re pişta xwe bidin belgehê xwe û vê stranê guhdar bikin..

https://m.youtube.com/watch?v=JszEHpfk3



01.01.2017 22:59 ~23:06 | bûtîmar

403.



01.01.2017 23:09 | bûtîmar

404. Yaw heval no inşellah xweda bike nesîb ezê vê çileyê dahwet bikim yanî hûn jî dizanin mobîlya fîlan hewceye îca mejîyê min bûye şorbe di mijara mdf û sunta de ango mesela ger ez mala xwe zehf bar nekim, kîjan çêtir e perê jî zehf tune nexweşîya popûlarîzmê jî minve nîne elhamdulîllah* . Min suntayek dît 2.500 e mdf jî hema texmînî dora 4 an destpêdike êjî her dikandar dibêje nizanim mdf başe nizanim sunta jî başe nizanim suntalem mdf û suntalem tevlîhev her yek xwedê zane derewa dikin her yek ji ber ku her dikandar malzemeyê din pûç dide nîşandan.. Gelo ez çibikim bawerîya min bi mobîlyafiroşan nayê tirşîkvanên ku zewîcîyê wê ji min re çi pêşnîyar bike???



02.01.2017 16:39 ~16:43 | azad30

405. @azad30,
ez jî ji van karan zêde fêhm nakim lê ya ez dizanim ew e ku mdf ji yên din qewîtir e. jixwe dema tu hilgirî jî tu wê bibînî ku girantir e. yên min ev nêzikî 6 sal in bi kar tînim, hê tu tişt bi wan nehatiye. di barkirina malê de jî tu xesar nedît.
lê mesele ne tenê malzeme ye, karkerîya wê jî bi qasê malzemeyê girîng e.
ger xema te ya markayan tune be û ger ji te re ne dûr be, li dîlokê mobîlya erzantir in.



02.01.2017 19:44 | simurg56

406. Sax bî keko bawerî jî zehmete ez diçim kîjan dikandarê her yek sûnd dixwe dibê ya me qahîm e piştrast be lê amedê çend cara hatîye serê min hinek dikandar zehf derewa dikin loma ez nizanim ji kîjan dikanê bistînim.



02.01.2017 20:03 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku whatsappê bi kar nayînin
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî