Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

521. Bişkoka îstatîstakên wî -- bike grafîk dîsa naxebite.. peyamêmşn hemûşk meha wek 0 nîşan dîde



19.07.2017 00:12 | bûtîmar

522. ji ber rojanekirina sîstemê dîsa di vê beşê de problem derketiye. (rojanekirinek mezin tê amadekirin, di vê pêvajoyê de ev sîstema niha carina rastî komplîkasyonan tê, xem nekin.)



19.07.2017 00:24 | simurg56

523. Bi îngilîzî: Reflection
Bi tirkî: Yansıma

Li ba we wateya wê çi ye?



20.07.2017 21:43 | remlavêj

524. em ji bo reflectionê dikarin bibêjin "şewq".

Wan nedixwestin ew herin ser çemê ku hemû şewqa deştê dicivand û dida çavên wan, ew jê direviyan, lê wan berê xwe didan vê meydana kesk"
[Dara Hinarê - Yaşar KAYA]

"şewqa perajiktorê Turko rihnî dida berya mêrdînê"
[derdê gel - D. Îsmaîl HESSAF] Erêke

"Gencîneya min, tu dibiriqî, çavên te mîna du elmasan şewq didin"
[Bexçeyê Vîşne - Anton ÇEXOV]

Roka piştî nîvro di nava qelîştekên dîwêr re derbasî hundir dibû, li ser gîhê xelekên şewqê tanî holê"
[Mişk û Mirov - John STEINBECK]

Hêşinahî, geşî û xweşî Bereket, ber, heyina axê Hemû ez, hemû Dîcle, hemû ji min Rehê min di nav axê de, pê re Asimanên wê, ewrên wê Bi çivên min rengîn, bi şewqa min çirûsî Û pêlên min, bi ba, baran û lehiyan rabûyî Çavê min, bijangên min Nobedarên wextê, heyam û dewrê HAWARA DICLEYÊ
[Hawara Dîcleyê - Mehmet UZUN]

eleqeya wê tune lê (bnr: reflections of a poem) *



20.07.2017 21:49 ~21:51 | simurg56

525. dest xweş (: gelo sîtav çawa ye, li şûna reflectionê digire?



20.07.2017 21:59 | remlavêj

526. min peyva sîtav bi kar neaniye û nenihistiye di jiyana rojane de. lê şewq di nav axaftinên me de derbas dibû.. li min xwezayîtir tê



20.07.2017 22:14 ~22:15 | simurg56

527. spas, rast dibêjî. ya giring xwezayîbûn e.



20.07.2017 22:18 | remlavêj

528. Şev baş gelî tirşikvana..
ezê tiştekî ji we bipirsim. ez zanim kesê bersiva min nede lê dîsa jî ezê bipirsiç. Ji ber ku min internet û tirşik serî binî lihev xist lê min ew strana nedît. eva çend mehe di hişê min da ye lê ez digerim nagerim nabînim.

çend meh ewil bû nizanim lê şeveke zivistanê bû berkam. tirçikvanekî lînkeke youtubeyê parve kiribû tê da jinikekî wek dengê banga sibehê îlahuyeke cihûyan nizanim krîstîyanan dixand.
Aha ez wê digerim.

Kî/ê ji min ra wê bibîne ez ê gellek mîhnetdar bim.

wî çaxî kê parve kiribû yaaw?



10.08.2017 23:17 | bûtîmar

529. Ji aliyê havka hatibû parvekirin. Navê stran jerusalem , holy city bû. Entry ev e

https://tirsik.net/index.php?mijarid=22032



10.08.2017 23:57 ~2017.08.11 00:09 | kocer.rojhelati

530. Zehv spas dikim @kocer.rojhelati.
Lê nexêr, stran ew nîn e. Ya ku ez dibêjim melodiya wê wek banga sibehê bû.
jixwe îlahîyek bû lê îlahîya mislimana nebû..



11.08.2017 00:09 | bûtîmar

531. (lînk:

)

Îlahiya ku dişibe azan ya cihû ev e.



11.08.2017 00:14 ~00:16 | kocer.rojhelati

532. Na bira, ewa jî nîn e..
mixabin *

navê jinikê serê zimanê min da ye lê dikim nakim dernay..



11.08.2017 10:53 | bûtîmar

533. Ferqa kilam û stran çiye?



13.08.2017 00:46 | mîr

534. @mîr
kilam: ji wan berhemên dengbêjîyê re tê gotin. dirêj in, gelek jê çîrokên wan he ne.
stran: ji berhemên stranbêjan re tê gotin, ev kurt in, bêhtir çarîn û dubareya wê he ye.



13.08.2017 04:07 | xendekî

535. bi tirkî
kilam uzun hava, türkü ye,
stran jî şarkı ye.



13.08.2017 10:55 | bûtîmar

536. @hozan serhad,
ji bo ku strana ku lê digerî bibînî, belkî fonksiyona kategoriyan alîkarî bike.

min ji kategoriya mûzîk û vîdyo hilbijart û vebijêrka "kîjan be" îşaret kir, di nav encamên derketî de min çend peyaman ji te re derxistin. hemû li vir in; Here lînkê

min çend heban bilhijartin, li van peyaman binêre;
ji peyamek jêbirî;


alborada de jarramplas/99917
anna rf/99823
kurd çima ji amy winehouse hez dikin/25992



13.08.2017 23:13 | simurg56

537. Bala min kîşand ku îro mijara (bnr: el nusra) yê li serhev 3 heb reşşik stendiye.mirov ji xwe re dibêje gelo peyamên reşşik stendinê ji aliyê sempatîzanên vê rêxistinê ve hatiye dayîn an jî ji alîgirê hizbillahiyan ve û karê wan li vir çiye??



14.08.2017 17:28 | ronahî

538. Zev spas dikim kek @simurg56
strana ku min digeriya ew bû erê..

Lê feiruz dixwîne.. ez baştir hîn bûm ku meriv tiştekî di tirşikê da bigere çawa hêsan e ku bi rêya kurt va bibîne..





15.08.2017 22:08 | bûtîmar

539. Hevalekî min dixaze bine endam. Me forma endamtiyê tijî kir nebû. Hişyarî dide dibêje "prolemek çêbû koda çewtiyê: ..."



19.08.2017 10:57 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikandina peyvan
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî