Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

590. Niha 113 mêvanên tirşikê xuya dikin.
ez meraq dikim ka gelo ew hejmar rast e an na?
yanî ez zêhn nakim ku di vê saetê da 113 merivên mînanî min betal hebin.

gelo ew hejmar birastî jî wisa ye yan mesela ez îro deh caran ketim tirşikê û derketim, ew têketin-derketinên min hemûşk wek mêvan tên nivîsandin lewma li wir ewqas zêde ye hejmara mêvanan????

(bnr: di hişê min de pirsên ecêb)

Jêrenot : maşellah niha bûye 120 ! *



01.05.2018 03:01 ~03:02 | bûtîmar

591. meseleya mêvanên tirşikê;
dema komputerek an jî telefonek têkeve tirşikê, ger ew kes têketinê bike yanî endam be, jixwe ew kes tê naskirin. lê ger têketinê neke tirşik li nimroya ip'ya wî dinêre û wî kesî weke "mêvan" dihesibîne. ger xwediyê vê ip'yê di nava 15 deqeyan de di tirşikê de li tu deran netike, tirşik wî kesî çûyî dihesibîne û ji hejmara mêvanan kêm dike.

yanî; ew hejmar rast e. lê robotên google, yahoo, yandex, bing, duck duck go û hwd. jî 24 saet li malperan digerin û ku daneyan berhev bikin. yanî ew jî di nava mêvanan de ye.



01.05.2018 22:36 | simurg56

592. roj baş gelî tirşikvanan..
gelo hun dizanin peyva altindarî tê çi wateyê?
Ev peyv di helbestên şikoyê hesen da derbas dibe.

mînak :
... altindariya kurd ez dikim bawar.



13.05.2018 12:31 | bûtîmar

593. Bila Birêz simurg56 derkeve ji bo Kurdiya "damar yolu" tiştekî bêje ji kerema xwer e . Birêz asoya helbesta kurdî di Twitterê de got "rêya rayê, rebora rayê" lê dîsa jî ji hişê min dernakeve gelo em dikarin tişkî din jî jê re bêjin?



10.07.2018 00:32 | biaqila malê

594. tirşik forûm/107033

mixabin wergera vê têgehê ji bo kurdî ne hêsan e. ji ber ku tevlîhevîyek heye di vê mijarê de. di kurdî de herkes ji bo damar û sinir'a tirkî, tiştekî din dibêje.
demar jî ji bo herdûyan tê bikaranîn, ra/reh jî.

damar yolu ji bo wê enstrûmantasyonê tê gotin ku bi riya lûleyeke zirav mirov dikeve hundirê demarên xwînê û bi riya vê lûleyê mirov dikare xwîn û tiştên din ji laşê mirov bistîne an jî lê zêde bike.

doç. dr. huseyîn bektaş, di xebata xwe ya anatomîya bedena mirovan de meselê wisa safî kiriye:
demarên xwînê kiriye du beş; sordemar û şîndemar. sordemarê ji bo demarên belavker bi kar anîye (tirkî: atardamar, îngîlîzî: arter), şîndemarê jî ji bo demarên berhevker bi kar anîye. (tirkî: toplardamar, îngîlîzî: vein)
lê ev ne tiştekî bimantiq e. ji ber ku rengê sordermaran ne sor e û rengê şîndermaran jî ne şîn e. di atlasên anatomiyê de ji bo ku ji hev werin veqetandin, wisa tên boyaxkirin lê di rastiyê de ne wisa ye. loma binavkirinek wisa ne rast e. em bêjin demarên belavker û berhevker çêtir e.

huseyin bektaş ji bo sinir'a tirkî jî (îngîlîz: nerve) peyvên birik û reh bi kar anîye.

welasil wer xuya dike ku divê em ji bo damar'ê bêjin demar. yanî di wergera damar yolu'yê de divê em behsa reh, ra û hwd. nekin û pêşniyarên xwe li gorî vê yekê bikin.

di destê min de pêşniyarek orjînal tune. ya ewil tê hişê mirov û ya herî hêsan û bi hêsanî were fêhmkirin ew e ku em bêjin riya demarê.

dawiya dawîn, min tije tişt nivîsandin û di dawiyê de wergera motomot kir *

not: pirtûka birêz bektaş di danegeha me de heye: Here lînkê



10.07.2018 23:02 ~23:32 | simurg56

595. tirşik forûm/107033 rêtamar ha ji we re, dê serên xwe neêşînin.



10.07.2018 23:36 | mîr

596. Here lînkê

Nivîs hinek wergeriyayî hat li min. Cara yekem ku min xwend jê dagerandiyek, serûbiniyek pê hisîyam. Dibe ku li dera me bikaranînek bi vê rêzê nîn e ji ber vê yekê vajîtiyek rû da li gel min û ez çewt im.

Kîjan aşpêş e?
Kîjanê aşpêj e?

Kî ji van aşpêj e?
Ji van kî aşpêj e?

Ji van kîjan aşpêj e?
Ji van kîjanê aşpêj e?

Kîjan ji van aşpêj e?
Kîjanê ji van aşpêj e?

Peyva aşpêj werê pêş bi qasî wan hevokan hevokên din jî dikarin derbixin. Wek mînak;
Aşpêj ji van kîjan e?
Aşpêj ji van kîjanê ye?
.
.
.
....û dîtir.

Hevalno ji van kîjanê rast e, kîjanê rast e xwişk û birano? : ).



12.07.2018 06:12 ~06:21 | bilbilê dilkul

597. Devrik cümle bi kurdî çawa tê gotin? Li pirtûkan çawa derbas dibe? Bikaranînek giştî heke hebê kîjan e?



13.07.2018 07:07 | bilbilê dilkul

598. bila chalak events û tirsik.net li gel hev bicivin.



25.07.2018 16:37 ~2019.08.18 01:45 | bargiran baran

599. chalak events xwe bide ber û tirsik.net jî hazir be dikarin li Amedê çalakîyeka rengîn pêk bînin.



26.07.2018 01:27 | xendekî

600. peyamên nû ku li çepê rûpelê li bin hev bi rêz dibin, bi nimro li ber wan mirov fêhm dike ka li ser mijarê çend peyam hatine nivîsandin.

îcarê, pênc kes li ser heman mijarê deng bidin, rêzên dengdanên dawîn ku cihê wî li milê rastê yê rûpelê ye, tenê bi mijarekî tije dibin. nimroyek qasî hejmara dengdanan çima li hemberê mijaran nanivîse, moderatorno? bi ya min, bi nimro, ew ê çêtir bibin.



26.07.2018 20:46 ~2020.04.11 12:40 | mirovekirind

601. Gelo wateya "wunken/wûnken/wun ken" çi ye?



10.08.2018 23:35 | cûndûllah el-kurdî

602. tirşik forûm/107463
Ango hûn bikenin



11.08.2018 05:24 | bilbilê dilkul

603. silav û rojbaş gelî tirşikvana..
ji kerema xwe re gelo kî dikare ji bo min gotinên vê stranê wergerîne kurmancî..





20.08.2018 10:49 | bûtîmar

604. gelo kurdîaxêvan ji bo "îşaret dili" çi bi kar tînin? her wiha, "işitme engelli"?



26.09.2018 19:11 ~19:13 | biruya hayao miyazaki

605. sign language: zimanê nîşandanê
hearing impaired: astengdarê bihîstinê

ji ber xwe dibêjim :/ alternatîvên baştir bên bîra min ez ê binivîsim



27.09.2018 09:40 | xendekî

606. tirşik forûm/107963
@xendekî spas dikim, heman tişt hema hema hat bîra min jî, lê helbet heta niha kes an komeleyeke din hewce kiriye ku van têgihan wergerîne. ez hêvî dikim.*



27.09.2018 20:24 ~20:24 | biruya hayao miyazaki

607. her wiha hevalan ji bo sign language gotine: "zimanê nimîneyan"



28.09.2018 19:32 | xendekî

608. @xendeki, ev werger hatibû guhê min jî, nas dikim lê gelo ji ku min bihistiye nizanim, gelo ji wergereke romanê ya c. kulek? nayê bîra min...



29.09.2018 08:29 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik forûm
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî