Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 41 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

669. Gelê hevalan ezê tiştek bipirsin. Mesela dema ez bixwazim behsa "şêweya zimanê pirtûkên Amin maoluf " bikim , divê ez vê peyamê hema bin sernava "amîn maoluf" de binîvîsîm yan jî sernavek "şêweya zimanê pirtûkên Amin maoluf vekim"?



31.12.2019 16:42 ~18:09 | azad30

670. bi ya min, him di binê mijara Amîn maoluf da (bnr: şêweya zimanê pirtûkên amîn maoluf) veke paşê jî cl bnr yê bike mijareke din..
wê him mijarek li tirşikê zêde be him jî ê baştir be bi ya min



31.12.2019 16:48 | bûtîmar

671. @azad30
Hemû tiştên di derbarê Amin maoluf di binê mijara navê wî de dikarin werin nivîsandin lê eger bê xwestin ku li ser şêweya wî guftûgoyekê were destpêkirin û mesele bi rastî jî hêjayî nirxandineke serbixwe be, mirov dikare ji bo wê mijarek cûda jî veke.
Yanî krîterek objektîf tune, astengî jî tune. Lê şûna ku agahî di tirşikê de di mijarên cûrbecûr de belav bibin, di mijarên sereke de kom bibin çêtir e. Sibe dema kesek bixwaze xwe bigihîne agahîyan, wê neweste.



31.12.2019 23:28 ~23:28 | simurg56

672. @sîmûrg56 keko me çawa danasîna fîlma dikir ka lînka entyê biavêje xêra xwe.



03.01.2020 10:28 | azad30

673. @azad30, lêzêdekirina fîlman gelekî hêsan e, jixwe otomatîk e. sîstema nû ya tirşikê/96400



05.01.2020 13:39 | simurg56

674. @sîmûrg56 sax bî bira bi rastî jî fîlm barkirin pir rehet e.



05.01.2020 20:19 | azad30

675. Hevalên moderator bila xêra xwe mijara " kehanate xwe pêktîne " wek " kehaneta ku xwe pêk tîne" biguherîne .



10.01.2020 23:00 | azad30

676. Hevalên tirşikvan gelo şûna vê peyva "sıklık" "sıklıkla" di Kurmancî de em dikarin çi bibêjin?
Wekî mînak "ne sıklıkla okula gidiyorsun?"

Ji niha ve spasî.



11.01.2020 08:13 | lehî baranyan

677. @lehî baranyan
Dibe ku bibêjî
Bi çi sixletî?
Yan jî
Bi çi gurayî?



11.01.2020 09:19 | cinorek

678. @azad30, çêbû.
@lehî baranyan, pêşnîyara @cinorek baş xuya dike. spasî jê re.



11.01.2020 11:07 | simurg56

679. Gelek spas @cinorek
Eynen pêşniyareke başe.



12.01.2020 02:34 | lehî baranyan

680. Hevalên hekîm xêra we ka alîkar bibin.

Birazîyê min nobeta derbas dike norolojîya zarokan de rêz nayê ku mirov nîşa hekîma bide.

Min îro Amedê telefîn ji nexweşxaneyek taybet re vekir digotin norologê zarokan tuneye lê ê mezinan dikare zarokan jî binêre.

Gelo rast dibêjin yan jî ji bo perê wisa dibêjin??
Ez birazayê xwe bibim wê taybetê yan dewletê hîvya norologê zarokan bibim.??



12.01.2020 20:04 | azad30

681. Helbet yê mezinan jî dikare binêre lê yê zarokan binêre çêtir e. Acîliyetek hebe ji acîla zarokan dikare pêk were



12.01.2020 20:16 | azadixwaz

682. Silav tirşikvanino, gelo televîzyona ku dikarê girêdayî înterneta bi kablo dibê, lê nikarê girêdayî Wi-Fi'yê dibê; çawa ez dikarim grêdayî wi-fi'yê bikim?
Gelo ti rê hene ku ez karibim Tv'yê grêdayî wi-fi'yê bikim? Ti aparat an jî sepan hene? An jî ji telefonê mimkun e?
TV ev e Here lînkê



15.01.2020 21:58 | gumgumok

683. @gumgumok,
ji bo çareserîyê hinek bersiv divên. gelo înterneta te ji ku tê? ji telefonê, ji odeya din an ji cîranan?
li gorî wê, çareserî diguherin.



16.01.2020 21:21 | simurg56

684. tirşik forûm/116409
@simurg56
Înternet ji ciranan tê. Lê ez dikarim ji telefonê jî înternetê bidim. Yanî hem cîran, hem jî telefon.



17.01.2020 02:13 | gumgumok

685. formata tirşikê dibêje

- her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune.

îcar, ev peyam li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116701 naveroka wê vala ye. ne li gorî formatê ye: rasterast ji nivîskarê pêşî ra diaxive. dibê çi? ne tiştek. qala tecawizê dike.

ew jî tiştekî pir ecêb e ku nivîskarê yê vê mijarê vekirîye ewqas ji xwe bawer e ku min got teqez neheqî li wî hatîye kirin. lê belê min peyamê xwend. ez şaş bûm. min carekî din xwend. bi ya min, nivîskar bi xwe neheq e. ew tiştekî ecêb e. dibe ku nivîskar ji hêrsbûna xwe, mesele ji me ra kêm gotibe. lê belê bi vî awayî ev peyamê da li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116697 hewceyî ewqas hêrsbûnê tuneye. em vê yekê bidin alîyê. îcar nivîskarekî din radibe derbarê keçikekê da pêşnîyaza tecawizê dike. belê. ew yek nehatîye serê wî. hêrs filan jî nebûye ku em bibêjin, hêrs bû û ji bo ku heqeret lê bike, xwe negirt û nifirên giran lê kir. na, ne ew e. ev yek ne nifir e moderatorên hêja. pesndan û bilindkirina tecawizî û destdirêjî ye.

yekî ji yekî din ra bibêje "ez ê di mezin te nim" . ew nahê wateya ku ew dê bi şev biçe mala kal û pîrên wî û bi dizî bikeve hundir û êrîşî mezinên wî bike. na, ji ber ku ev gotin ji bo piçûkxistinê û heqeretê tê gotin. ango em bibêjin bi mecazî tê gotin. divê mirov van her du ji hev veqetîne. ewên ne mecazî, yên ne nifir, şidet û porno û tecawizî dihewîne û sûc e.

van tiştan li gelek platforman qedexe ye. wana êdî tiştên gerdûnî ne. hema bibêje li her deran hatine qebûlkirin. dibêjin sexual harassment filan û jê dibirin (youtube, maps, instagram û herweha google)

vaye min got. ku moderator vê peyama qirêj jê nebirin, qet nebe, bibêjin ev peyam çi li ser tirşikê zêde dike.



25.01.2020 23:53 ~2020.01.26 00:04 | mirovekirind

686. @mirovekirind,
peyama (li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep/116701) hat jêbirin. peyamek bêwate bû û tama tirşikê xirab dikir. ne hewce bû, loma hat jêbirin.



26.01.2020 13:37 | simurg56

687. wan rojên dawî gelek kes qala wergerên fîlm, malper, sepan, binnivîs û hwd. dikin. nav milletên din de ev kar ji aliyên kesên sivîl tên kirin.lê ji ber ku perwerdeya kurdî ya fermî tune ye hewlên însanên me yên di warî de qels dimîne. gorî min ev kar divê ji aliyê saziyeke fermî were kirin.ev sazî jî tenê dikare li başur were avakirin.hikûmeta herêma kurdistanê gelek pere xerc dike ji bo karmendên xwe.hînekî pere jî ji bo vê hîzmetê xerc bike çi dibe.

pêşniyara min ev e.em li ser vê meseleyê kampanyayeke li change.org çêkin û di heman demî de jî li ser twîtterê belav bikin.dibe ku hikûmeta başur me bibihîze.

nizanim ev fikir pirr utopîk e?



26.01.2020 22:55 | bayesar

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik vs meqûbe
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî